SWÊD, 23/7 2011 — Dibe ko hin kes bifikirin, bê ”çawa dibe merivek piştî ewqas salan here welatê xwe”. Qesda min ew e ko bav û kalên min di şerê Rûsyayê û Tirkîyê yê salên 1827-1828an da ji ber zilma Roma Reş ji Bedlîsê, ji eşîra xwe ya rojkîyan qetîyan û berê xwe dane wan deverên Serhedê ko êdî ketibûn bin hikmê Rûsyayê.
Wek tê zanîn, angorî Peymana Turkmençayê ya sala 1828an, hin warên Serhedê dikevin nav tixûbên Rûsyayê, wek Îdir, Aralix û Qulp. Ev warên ko dikevin nav erdê Rûsyayê, dibin beşeke wîlayeta Êrîvanê. Piştî Şerê Rûsyayê û Tirkîyê yê sala 1877-78an, vê carê ji Qaqizmanê bigire heta bajarê Qersê û Erdehanê erdekî gelek fireh dîsa dikeve destê rûsan. Mirov dikare bibêje ko ji Aralixê (başûr) bigire heta Erdehanê (bakur), beşeke Serhedê ya mezin dibe parçeyekî erdê Rûsyayê. Devera Surmeliyê bi qasî sed salan (1828-1917) û devera Qersê jî bi qasî çil salan (1877-1917) di nav Rûsyayê de dimînin. Warên Serhedê yên navbihurî heta şoreşa 1917an di bin hikimdarîya Rûsyayê de bûn, lê belê dema paşê îdara nû pêk hat, hingê Lênîn ev erdên ha li osmanîyan vegerandin. Piştî wê jî tirkan û misilmanan wisa kir ko em mecbûr man ji wan warên xwe jî derkevin û berê xwe bidin Rûsyayê.
Ji wan salan û heta îroj, em bi xem û xiyal, şîn û şahî, fikir û giyana xwe va tu caran ji welatê xwe bi dûr neketine. Me herdem jî zanibû ko em li Rûsyayê, li Sovyetê, li Ermenistanê mêvan in. Li van waran jî me zanibû ko em ji malbata Şerefxanê Bedlîsî ne, em ji zurîyeta Ehmedê Xanî, Mele Mehmûdê Bazîdî ne... Me hewil dida bi kar û barên xwe va navê wan aqilmendan bilind xwedî bikin, li gor navên wan tevbigerin û wesyetên wan bi cî bînin. Çi ji destê me hat, me kir. Em gihîştin wê dereceyê ko di nav çend deh salan da çavên hemû kurdên cihanê li kar û barên me bûn û me bi rêya radyoya xwe, rojnameya xwe ya ”Rya teze”, nivîskar, mamosta, kurdzan û dengbêjên xwe va ew şermezar nekirin.
Berî ko ez herim welatê xwe, haya min ji jîyana gelê min, ji sîyaseta dewleta Tirkîyê di hindava wî da, ji kar û barên partîyên kurdan di nav milet da û h.w.d. hebû. Lê, wek dibêjin, baştir e ko meriv carekê bibîne, ne sed carî bibihîze. Û tiştê min bihîstibû û tiştê min dît, hîç ne wek hev bûn.
Wek henekekê bûn: ”Mirovek diçe ser bizîşkekî, dibêje bizîşkekî çav û guhan ji min ra lazim e”. Jê ra şirove dikin, ko bizîşkê çav û guhan tune ye, bizîşkê guh, poz û qirikê cuda ye û bizîşkê çavan jî cuda ye. Lê dîsa jî jê dipirsin: ”Nexweşîya te çi ye?”. Dibêje ”tiştê ko ez dibihîzim û tiştê ko ez dibînim ne eynî ne”.
Ez ser du heftêyan çûbûm Kurdistana Bakur. Heftêyekê min gerekê li Wanê bi endamên koma Kurmanciyê ya Înstîtûta Kurdî ya Parîsê ra li ser navên gul û gîha û terewil û teyredeyên Kurdistanê kar bikiraya, heftêyekê jî gerekê ez li warên Kurdistana Bakur yên din bigerîyama. Hisên pêşin ko min texmîn kir ez diçime Kurdistanê wê demê di nav bedena min da hilgerîyan, gava ji Stenbolê bi balafirê diçûm Wanê. Li hewayê min zanibû ko ez ji welatekî diçime welatekî din, ango ji Tirkîyeyê diçime Kurdistanê. Û min ji xwe pirsî: gelo ji Kurdistana Bakur çend kes wek min difikirin? Min got ko ez ê bersiva vê pirsê li welêt bistînim.
Ew ”bersiv” qet ne bi dilê min bû. Kurdistana dem û dewranên bihurî ya xwedîya aqilmendên Rojhilatê, navbenda şaristanîyê, warê Adem û Hewayê ji xeyalên min dûr bû, di bin zilm û zora dijmin û neyaran ya bi sedan salan da pir guhêrîbû. Li saetên pêşin dema ez gihîştim Wanê, min dît ko li her deran nivîsên bi tirkî hene, min bihîst ko milet bi piranî bi tirkî dipeyive, piştî çend deqîqeyan dengê azanê ket guhên min, çavê min li wergirtina li gor dînî ket. Min derheqê van hemûyan da berê jî zanibû, lê dîsa jî bi min pir xerîb hatin. Ez fikirîm: welatê kurdan, bajarê kurdan, şênîyên tê da piranî kurd in, lê tirkî û erebî li situyê me va kirine û me jî ew qebûl kirine.
Bi tenê wê demê bîna min hinekî hat ber min, gava hevalên koma Kurmanciyê bi alîkarîya zaneyên wek Eyûb Qiran, Ahmedê Qasim, Xalidê Hekarî û yên din dest pê kir navên gul û gîhayan, terewil û teyredeyan yên kurmancî dane rêzê. Min di wan navan da dewlemendtîya zimanê kurdî dît. Min texmîn kir ko destê dijmin negihîştîye van navan ko destkarîyê di wan da bike. Min texmîn kir, ko navên wan yên tirkî jî hene, lê bi bawerîya min tirkan ew nav an ji kurdî û zimanên din hildane, an jî zaneyên wan bi mecbûrî çêkirine, lê ya me miletê me ew nav hinartine.
Paşê min du dostên xwe dîtin: yek ji wan profêsorê ûnîvêrsîtêta Wanê Nasip Demirkuş bû ko dema pê hesiya em li ser çi kar dikin, hingê soz da ko di nav salekê da ew ê gelek gul û gîhayên cûre-cûre berev bike, navên wan yên kurdî û latînî amade bike û alî me bike. Me herwiha nivîskar Sînan Hakan û bavê wî dîtin ko ji malbata Murtule begê bi nav û deng in. Murtule beg di dema xwe da gelek ermenî ji gelkujîyê xilas kirine û kurdzanê mezin Îosîf Orbêlî çend salan li mala wî maye û gelek karên kurdzanîyê yên kêrhatî kirine. Me li vira dewatên kurdî yên xweş dîtin. Ferqa dewatên vira û Ermenistanê ew bû ko di dewatên me da tu kes bi zimanekî din nastirê û bi zimanekî din napeyive. Yek jî dewatên me ser kîlomêtrekê jî tên texmînkirin, ko dewatên kurdî ne, lê yên vira gerekê bikevî nav dewatê û dewatvanan, ko bizanibî ka kurdî ne, an na.
Em çûne Kela Xoşavê, dêra Axthamarê, me bala xwe da Kela Wanê. Ji van deran bîna kurdînîyê pir dihat, lê bîna tirkan û Tirkîyeyê qet nedihat.
Piştî heftêyekê her endamekî koma me berê xwe da cîyekî û em li welêt belav bûn. Min biryar da ko ez herim Diyarbekirê û eger firsend hebe, herim warên Kurdistanê yên din jî. Bextê min lê xist ko nivîskar Mustafa Aydogan û sîyasetmedar Îbrahîm Guclu soz dane min ko di gera min da wê her ro bi min ra bin. Ez bûm mêvanê van camêran û wan, herwiha birayê Mustafa – Metîn û gelekên din di nava heftêyekê da saetekê jî ji min bi dûr ne ketin û hema bibêje ez li nîvê Kurdistana Bakur gerandim.
Ji Wanê heta Diyarbekirê me têra xwe bala xwe da Bedlîsê, Tatwanê, çiyayê Sîpanê, Farqînê... Li Diyarbekirê em bûne mêvanê weşanxaneya Lîsê, têlêvîzyona Kurd1ê, di civîneke taybet da min hevalên hema bibêje hemû partîyên kurdan dîtin û bi wan ra sohbet kir. Dema serekê weşanxaneya Lîsê Lal Laliş em dawetî nanxwarinê kir, hevalek bi navê Şêxmûs Dîken jî bi wî ra bû ko wek nivîskar bi me da nasîn. Piştî nanxwarinê ez pê hesiyam, ko ew şêwirmendê serekbajarê Diyarbekirê Osman Baydemîrê birêz e. Wî gote min: eger tu bixwazî, ez ê hewil bidim ko tu Baydemîrê birêz bibînî û nas bikî. Min bi kêfxweşî got ko ez dixwazim. Rojtira din ez bûm mêvanê Osman Baydemîr. Ji berdêla 30 deqîqeyên veqetandî, me weke saetekê qise kir, me ji hev hiz kir. Haya Osman Baydemîrê birêz ji kar û barên kurdên Sovyetê, xwasma radyoya Rewanê rind hebû û got ko ew amade ye bi her awayî alîkarîyê bike, da karê kurdên Sovyet bigihîje tevaya gelê kurd. Ji bo wê pêşnîyar kir ko em careke din jî hev bibînin. Piştî du rojan di hevdîtina me da çend xebatkarên şaredarîya Diyarbekirê jî amade bûn, da ko em biryarê bidin, bê em çawa dikarin bi hev ra karê kurdên Sovyetê, xwasma berhemên bijarte, careke din bidine çapkirin û di nav gel da belav bikin. Me biryarek da û em ê wî karî bi hev ra bi ser bixin.
Berî salekê dostekî min sîyasetmedar Eyub Alacabek li Stockholmê ji min ra got ko dema ew bûye mêvanê serekê berê yê DDKDyê Omer Çetîn, li wira behsa min û malbata me hatiye kirin. Min biryar da ko ez wî camêrî bibînim. Wî em vexwandine nanxwarinekê. Kêfa min hat ko ew berî 50 salan bûye mêvanê radyoya Rewanê, rastî diya min û bavê min hatiye, bi wan ra qise kiriye û piştî ewqas salan jî navê spîkêra radyoyê Eznîva Reşîd ji bîr ne kiribû. Digot: ”berî 50 salan ew deng kete guhê min û heta îro jî jê derneketîye”. Ewî kire bîra min, ko me bi hevdu ra çend name nivîsandine û min jê ra pirtûkên kurdî şandine.
Daxwaza min ya sereke ew bû ko ez herime ser goristanên çend camêran ko di nav gel da qedirê wan pir tê girtin. Camêrên rêberên min Îbrahîn Guclu û Mustefa Aydogan ev daxwaza min pêk anî. Em berê çûn Bismilê û em li wira çûn ser mexberê Nedîm Daxdevirenê serekê Kitêbxaneya Kurdî li Stockholmê yê berê û dû ra em çûn ziyareta goristana Şêx Ebdurehîmê birayê Şêx Seîdê Pîranî. Li Qiziltepeyê, li Dinêsera kevin em çûne ser mezelê Seydo Aydogan û yê bavê wî Hesenê Seydo. Li Dêrika Çîyayê Mazî em berê çûn ser mexberê Şêxmûs Yapiştiran û dû re jî me berê xwe da Qesra mala Hecî Osmanê Reşo û me mexberê Edîb Karahan zîyaret kir ko milet ji van camêran ra dibêje ”Ewana ji pişta gelê me çûn”.
Berî ez herim Qiziltepeyê, ji gelek hevalan ra gotibûn ko li cîyekî berev bibin da ko ez behsa kar û barên kurdên Sovyetê ji wan ra bikim. Min li wira (herwiha li Wanê û Diyarbekirê jî) ew kes dîtin ko di mekteba partîyên kurdan yên wisa bi nav û deng ra derbaz bûbûn, wek DDKD, Riya Azadî, KUK, Rizgarî, Kawa û yên din bûn ko di dema xwe da li gelek herêmên Kurdistanê desthilatdar bûn. Ew heta niha jî ji bawerîyên xwe daneketine, hela di ser da jî nisleta nû bi wî ruhî terbîye kirine, ew qas kûr bûn ko wan texmîn dikir ka Kurdistana piştî 100-200 salan wê çawa be. Belkî niha ewana zêde ne di meydanê da nin, belkî dengê wan zêde dernakeve, lê ew bawerî li ba min peyda bû, ko demek wê bê ko ewê gotina xwe bibêjin. Min ew şibandine wan kesên welatê Sovyetê ko ne komûnîst bûn. Kesî bawer ne dikir ko welatê Sovyetê wê hilweşe û hêza komûnîstên Sovyetê wê bi carekê va bişkê. Ji wê zêdetir jî tirs di dilê gel da hebû ko ka ji dervayî komûnistan kî hebû ko welat bi rê va bibiraya. Û dîrok şahid e ko yên wisa peyda bûn û îro bi serketî wî welatî bi rê va dibin.
Wek li her welatekî, li Kurdistanê jî partîyên cuda cuda hene. Min texmîn kir ko ew wek berê neyartîya hev nakin, di hindava hev da xêrxwaz in. Hema bibêje kêfa hemûyan dihat ko Kemal Burkay dê vegere welêt. Piranîya milet Burkayê birêz wek serbilindîyek ji wan serbilindîyên gelê kurd dibîne. Min texmîn kir ko her kes ji Osman Baydemîrê birêz jî hiz dike. Eynî tişt em dikarin heqê Omer Çetîn, Îbrahîm Guclu, Mesût Tek û serekên din da jî bibêjin.
Rojên pêşin ez ji axavtina milet ya bi tirkî zêde aciz dibûm. Paşê min di kûrahîya dilê xwe da ew kes efû dikirin. Ez hatime ser wê bawerîyê ko axavtina bi tirkî destpêka asîmîlyasyonê ye, lê qet ne asîmîlyasyona tam e. Cihûyên Sovyetê ji kurdên Kurdistana Bakur xirabtir bûn, hema bibêje hemûyan jî zimanê îvrîtî nizanibû, lê herdem jî xwe cihû didîtin û dema dewleta wan çê bû, bi dil û can ketine nava karê avakirina welatê xwe.
Hinek kurdên ko min dîtin digot ko tirs heye dema Kurdistan ava bibe, milet deng bide faşîst û dîktatoran û hikim bikeve dest wan. Min ji wan ra got ko ji wê jî netirsin. Di dema xwe da almanên aqilmendên cihanê deng dane Hîtlêr û ew wek Xwedê didît, rûsên aqilmendên cihanê jî Stalîn wek pêxemberekî didît, lê îro tevaya cihanê, alman û rûs jî di nav da, nahletê li Hîtlêr û Stalîn tînin û welatên xwe şên û ava kirine.
Min li Kurdistanê her cûre kurd dîtin û bi wan ra dûr û dirêj qise kir. Û herdem jî prînsîpa min ew bû ko hemû jî xûşk û birayên min in, ji xwîn û qinêta min in û ji min ra qet ferq ne dikir ko bawerîyên wan çi ne, mêla wan li ser kîjan partîyê ye, Kurdistana paşdemê û riya avabûna dewleta me çawa dibînin. Tiştê sereke ko min ji wan ra digot, ew bû ko min ferqa kurdên Kurdistanê û kurdên dervayî Kurdistanê ji wan ra şirove dikir û min digot ko dema heqsitendinê jî ew ferq gerekê xuya bibe ko “ji bo kurdên Kurdistanê heqê sereke heqê axê, dewletbûnê ye”, lê ji bo kurdên dervayî Kurdistanê sitendina heqê çande, xwendin û nivîsarê ye. Û eger kurdên Kurdistanê mafê dewletbûnê nestînin, wê demê ferqa wan û kurdên dervayî Kurdistanê namîne, ew jî wek me dibin binecîyên welatekî din. Lê bi wê ra tevayî jî min digot ko ew hemû heqên ko Tirkîye îro dide, gerekê hildin, bona pêş bikevin, xwe nas bikin, xwe di cihanê da bidine naskirin, da ko bikaribin di paşdemê da Kurdistaneke serbixwe ava bikin.
Ez bi kesên bi tirkî dipeyivîn ra axivîm û min dixwest bizanibûya ka sebeb çi ye ko tevî ko ew bi kurdî dizanin, lê bi tirkî dipeyivin. Min ji xwe ra du sebeb dîyar kirin. Dema bi tirkî diaxivin ji bo wan hêsantir û zûtir e ko fikirên xwe bêjin, yek jî ko bi min pir ecêb hat, ew jî ew e ko gelek kes tirkîaxivînê nîşana medenîyetê û pêşketinê dibînin. Min ji wan ra nimûneya xwe anî. Min got ko ev weke 200 salan in ko em ji welêt derketine, ez li paytextê Ermenistanê ji diya xwe bûme û li wira zêde kurd jî tune ne. Îcar eger em bi rûsî bipeyivîyana, heta em asîmîle bûbûna, me dest ji gelê xwe bikişandaya û em bûbûna rûs an ermenî, em bi rastî jî dibûne medenî û pêş diketin, lê me zanibû ko bi wî awahî em ê xayîntîyê ji gelê xwe ra bikin. Îcar meriv ko bibe tirk, çawa dibe medenî, ez fêm nakim. Ew jî ji wê tê ko kurd heya niha jî xwe rind nas nakin, nizanin ko bi gelek alîyan va di ser tirkan ra nin, xwedî dîrokeke kevnare û dewlemend in. Eger wisa jî nebe, ma li cihanê tu kes dibêje ”xwezî filan jina ciwan diya min bûya”. Ne diya her kesî ji bo wan diya here ciwan, here biaqil, here zane, here dilrehm e.
Bi tevayî, ez hatim ser wê bawerîyê ko li Kurdistana Bakur ew kes bi kurdî dipeyivin ko tirkî rind zanin û ew kes bi tirkî dipeyivin ko tirkî rind nizanin.
Min hinek kurdên wisa jî dîtin ko di welatparêzîya wan da tu şika min tune bû, lê bi dil û can li dijî AKPyê û TRT-6ê derdiketin. Min dixwast bizanibûya ka çima zêde li dijî CHP û MHPyê dernakevin, lê dijî AKPyê ne. Gava me dixwast Tirkîye mafê me bide, qey em li bendê bûn, ko axa me li me vegerîne?
Li Kurdistanê rê li her deran têne çêkirin, çiya diqelêşin bona milet bikaribe di demeke kurt da bigihîje warê xwe, ji bo xelkê xanî tên çêkirin û bi perekî gelekî biçûk didine wan. Çima dijî TRT-1ê, TRT-2 û yên din dernakevin, lê dijî TRT-6ê derdikevin? Ew jî wê demê ko bi bawerîya min TRT-6 ji hinek kanalên têlêvîzonan yên kurdî çêtir e jî. Em wê jî bidine ber çavan ko TRT-6 nû ye û eger kêmasî hene jî zêde kêmanîyên kurdan in ko nikarin wê kanalê xurttir bikin. Çima li dijî wan kanalên kurdî dernakevin ko eva çend deh sal in di bernameyên wan da axavtina tirkî, rêportaj û hevpeyvînên tirkî serbest in, lê li TRT-6ê tirkî hema bibêje qedexe ye? Min bersiva van pirsan nesitend.
Bi salan sîyaseteke wisa hatiye derbazkirin ko milet ji fikirên dewletbûnê, serbixwebûnê dûr ketiye. Min çend caran hewil da bi pirsên nesade psîkologîya milet bihesim. Min li ser axa Kurdistana Bakur li çend cîyan, çend caran pirsek da çend kesan: ”meriv çawa dikare ji vira here Tirkîyeyê?”. Piranîya wan kesan pirsa min ecêb didîtin, hinekan jî digot qey ez henekan dikim, hinekan digot ev der Tirkîye ye, lê dîsa jî 2-3 kes hebûn ko bersîveke bi dilê min dan, ew jî li herêma Mêrdînê û bêtir jî li Qiziltepeyê bûn, wan ji min ra got: ”Hema te Entab derbas kir, vê rêyê teqîb bike, piştî 150 kîlomêtran tu yê bikevî erdê Tirkîyeyê”. Lê dema min ji wan kesên digot ev der jî Tirkîye ye ra şirove kir, ko dîrok, zanyar dibêjin û îzbat dikin, ko navê vî welatî Kurdistan e (di ser da jî ne Tirkîye ye), ko ferq di navbera gotinên ”dewlet” û ”welat” da heye, ko rast e, navê vê dewletê Tirkîye ye, lê navê vî welatî Kurdistan e, hemû jî li xwe dihesîyan, li xwe vedigerîyan, li koka xwe digerîyan.
Îcar îro ew îmkanên, ko dewlet dide kurdan, wê vê proseyê bi leztir bixe. Eger bileztir nekeve, sûc yê kurdan e jî. Nimûneyekê bînim: dewletê destûr daye kurdan ko navên gundên xwe yên berê li xwe vegerînin, ango dewsa navên tirkî yên kurdî bin. Gelo ji bi hezaran gundên kurdan ko bi tirkî ne û ew gund di bin desthilatdarîya kurdan da ne, navên çend gundan hatine guhêrandin?
Belê, îro dewletê bi qencî berê xwe daye kurdan. Em jî gerekê vê firsendê ji dest xwe bernedin. Lê, wek rûs dibêjin, di her qencîyekê da xirabîyek veşartîye. Tirkan berê tu mafên kurdan nedidan, heta axavtina bi kurdî jî qedexe bû. Gelo ji wê bû ko dewlet ditirsîya ko dibe rojek ji rojan axa Kurdistanê ji bin hikmê Tirkîyeyê derkeve, serbixwe be, lema maf ne dida? Gelo îro wan mafan dide, ji ber ko bi hinekan ra li hev kiriye û bawer e ko Kurdistan wê tu caran ji Tirkîyeyê neqete û serbixwe nebe? Eger meriv here Mêrdînê, Qiziltepeyê û Dêrikê, meriv dê hingê ji vê bawerîya xwe poşman bibe. Wek bi kurdî dibêjin: ”Kerra bi guh nekin” û nehêlin dewlet kurdên bi rastî mêrxas û welatparêz bibîne û nas bike. |