SWÊD, 19/8 2010 — Ferqa min û kurdên Kurdistanê ew e ko ez li komara Ermenistanê ya Sovyeta berê, ango ne li welatê bav û kalan ji diya xwe bûme û mezin bûme, lê ew li ser axa xwe ji diya xwe bûne û mezin bûne. Û dema wergirtina mafên çandî, siyasî jî ev ferq divê xuya bibe.
Berî zêdeyî 80 salan, gava Yekîtîya Sovyetê dest bi dana mafê çandî bo wan miletên kêmjimar kir, ko ne li ser axa xwe, lê li ser axa welatekî din dijîyan, hingê ew milet jî razî û dilxweş bûn û ji ber ko axa wan li wî welatî tune bû, wan jî doza mafên sîyasî nekir.
Ev demek e ko li Tirkîyeyê ji bo dana mafên kurdan yên çandî livandinek xuya dibe. Birêveberên dewletê êdî di asta herî bilind de behsa gelê kurd û mafên wî yên çandî dike. Ji bo vê yekê, kampanyayeke cidî û fermî tê birêvebirin ko li gor rayedarên hikûmetê navê wê ”rêlibervekirin” e.
Gava mirov berê xwe bide vê bûyerê, hingê mirov dikare bibêje ko ji xwe divê Tirkîye mafên kurdan yên çandî bide û ev tiştekî asayî ye. Lê heger li Tirkîyeyê bi tenê mafên çandî bo kurdan bên dayîn, ew ê yekser bê wê maneyê ko kurd ne binecîyên Kurdistanê ne, lê binecîyên Tirkîyeyê ne. Heger weha be, êdî ferq di navbera min û kurdên vî perçeyê Kurdistanê da namîne. Lewra di rewşeke weha da, em herdu jî binecîyên dervayî welatê xwe ne.
Rast e, kurd li Tirkîyeyê jî hene û piranîya wan li Stenbolê, li Anatolîyaya navîn, li Îzmîrê, li Edenê û li hin warên din dijîn. Û heger mafên navbihurî bi tenê ji bo van kurdan bûya, hinge pêwîstî bi nivîsandina vê gotarê jî nedima. Lê di nav sînorên dewleta Tirkîyeyê da welatek heye, navê wî welatî Kurdistan e û mafên binecîyên wê axê û yên dervayî wê axê divê ji hevdu cuda bin.
Di vê rewşê da kurdên Kurdistana Bakur gerekê çi bikin? Bi texmîna min, gerekê van mafan qebûl bikin, bi zimanê xwe perwerde bin, çand û edebîyeta xwe pêşda bibin, xwe nas bikin. Ev hemû dikare miletê kurd zêde hişyar bike, welatparêzî û milethizîya wan derxe ser dereceyeke bilindtir û ew ê jî bibe bingeh bona de‘wa mafên xwe yên sîyasî bikin.
Her kes zane, ko maf an tê dayîn, an jî tê sitendin. Ji şikberîyê der e, ko kurdên bakur heta îro nikaribûne mafê xwe bistînin. Dimîne, ko mafê didin, qebûl bikin. Ez wan kesan jî rind fêm dikim, ko dibêjin eger me ev maf qebûl kir, ew ê bê wê maneyê, ko em xwe binecîyên Tirkîyê dibînin, lê em binecîyên welatê xwe ne. Lê rêyek din ber me tune. Me bi dehan salan xwestîye, ko Tirkîya mafên me bide. Û qesta me jî bi kêmanî mafên çandî bûn û ew maf jî bi kil û kêmasîyan va be jî, tê dayîn. Ew kesên ji van mafan ne razî ne, qey li bendê bûn ko Tirkîye mafê siyasî bide me û herweha pê re jî welatê me li me vegerîne?
Bi bawerîya min, ev ”rêlibervekirin” wê bi zehmetîyên mezin va bi ser bikeve. Ji ber ko him di nav tirkan da, him jî di nav kurdan da dijberên ”rêlibervekirin”ê hene û hêzên pir mezin in. Ya ecêb jî ew e ko di nav partîyên Tirkîyeyê da ji dervayî AKPyê hema hema hemû partîyên tirkan li dij in, lê heçî partîyên kurdan e, hema hema hemû li gel in, lê bi tenê PKK li dij e. Heger yên dijber bi ser bikevin, wê demê dê bê wê maneyê ko em mafên dayî qebûl nakin û kurd bi xwe jî nikarin mafê xwe bistînin û dê her bê maf bimînin.
Ev hemû asteng in. Lê astengeke ne dîyar jî heye ko ew ê di dema dan an jî sitendina mafên siyasî da serî hilde û ew ê bêşik bibe astenga sereke. Ew jî dînê misilmanîyê ye. Heger rojekê ji rojan Tirkîye ew qasî demokrat bibe ko referandûmekê bike û di wê referandûmê de bipirse, bê kurd dixwazin li Tirkîyeya demokrat bijîn, an cuda bin û dewleta xwe damezrînin, hingê ez bawer nakim ko hemû kurd cudabûnê bixwazin. Ji ber ko di her welatekî misilman da dîn piranîya caran di ser miletîyê ra ye.
Îzbata van gotinan jî ew e ko dema kurdên Azerbeycanê xwedîyên statuyeke siyasî bûn û xwedîyên Kurdistana Sor bûn, lê ji ber ko azerî jî, kurd jî heman dîn diheband û ew dîn jî dibêje ko heger em ji dînekî ne, ev tê wê maneyê ko em ji malbetekê ne, em birayê hev in, ferqa me tune ye û bi vî awayî ew statu ji holê hat rakirin. Ango, bi sed hezaran kurdên Azerbeycanê herî pir ji ber misilmanîyê helîyan, lê ji ber ko ermenî û kurd ne li ser dînekî bûn, bi deh hezaran kurdên Ermenistanê nehelîyan. Îroj li welatekî ereban kurdekî misilman dikare bibe serokkomar, lê erebekî xaçperest nikare li welatê xwe bibe serokkomar. Gelo rojekê ji rojan kurdekî êzdî dikare li Kurdistanê bibe serokkomar? Heger sûc ne yê misilmanîyê ye, hingê yê kê ye? Misilmanîyê heta niha ji karê pirtir zirar daye kurdan.
Astengeke din jî heye: îro piranîya cihanê wisa zane, ko kurd dixwazin Tirkîyê perçe bikin, ser beşeke axa wê dewleta xwe damezirînin. Em gerekê xwe li cihanê zêde bidine naskirin, wisa bikin, ko tevaya cihanê bizanibe, ko çavên me ne li ser axa Tirkîyê an jî welatekî din e, em her tenê dixwazin welatê xwe yê dagîrkirî rizgar bikin, li gelê xwe vegerînin.
Belkî zêde xuya nebe jî, lê bi bawerîya min, ”rêlibervekirin”ê îdî berên baş daye. Kurd zêde xwebawer bûne, zêde bi cesaret bûne, malperên kurdên bakur bi welatparêzîyê, hişyarîyê, xwenaskirinê, kurdîyeke zêde paqij va dagirtîne. Û bi bawerîya min, berhema vê ”rêlibervekirin”ê wê sitendina mafên sîyasî be.
Dibe gelek kes bifikirin, ko Tirkîya pir xurt e, lema jî kurd wê nikaribin mafên sîyasî bistînin, dewleta xwe damezirînin. Gelo serketin tenê bi şer e? Ma Îraqa xwedîya artêşa cîhanê ya çaran ji Kurdistana Başûr ne xurttir bû? Albanên Kosovoyê ji Sirbistanê xurttir bûn? Îsraêl ji felestînîyan ne xurttir e, ko nikare zora wan bibe?
Heta neheq jî bi ser dikevin. Kosovo ne axa albanan bû jî, lê bi ser ketin. (Axa albanan Albanîya ye). Tirk ketine welatekî din – Qibrisê – ew zevt kirine û weha xuya ye ko bi ser jî ketine.
Îcar kurd wê çima bi ser nekevin? Kurd heq in û zû an dereng wê mafê xwe bistînin. Dibe bi aştîyane be, dibe bi zordarîya welatên xurt be, dibe bi şerê azadarîyê be. Û heta heqê kurdan, wek hemû miletên din, heye ji bo şerê azadîyê û rizgarîyê ji dewletên mezin piştgirîya çekan jî bistînin.
Belkî jî qesta Tirkîyê ya rêlibervekirina çandî rêlibergirtina sîyasî ye. Lê rêlibervekirina çandî dikare bibe bingehê rêlibervekirina sîyasî. Me heta berî salekê-dudan jî bawer ne dikir, ko emê bigihîjine van mafan. Wê ew roj bê, ko emê bêjin: heta berî çend salan jî me bawer ne dikir em ê li welatê xwe xwedî statuyeke xwerêvebirinê bin. |