SWÊD, 12/3 2010 — Kurdzanekî vê demê yê herî bi nav û deng Mîxaîl Lazarêv, ko zêdeyî 50 salan bi karê kurdzanîyê va mijûl bûye û gelek berhemên zanyarîyê nivîsîye, 9ê adarê sala 2010an li Moskvayê wefat kir.
Mîxaîl Lazarêv sala 1930î ji diya xwe bûbû. Sala 1952an fakûltêta dîrokê ya Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê xilaz kir. Ji sala 1956an da karmendê Înstîtûta Rohilatzanîyê ya Akadêmîya Zanyarî ya Yekîtîya Sovyet (niha – ya Rûsîya Fêdêral) bû. Bi xebatê ra tevayî ewî di salên 1970-1975an li Înstîtûta welatên Asîyayê û Afrîkayê ya li rex Ûnîvêrsîtêta Moskvayê ya Dewletê mamosta bû. Ew yek ji Rohilatzanê Rûsîyayê yê herî bi nav û deng, doktorê dîrokê, profêsor bû.
Berhemên wî yên derheqa dîroka Rohilata Nêzîk, di nav wan da pirtûkên "Hilweşîna hukumdarîya Tirkîyê li Rohilata Erebistanê di salên 1914-1918 da" (sal 1960), "Kurd – miletê, ko tê zêrandinê" (sal 1991), "Dîroka Kurdistanê" (bi Şekroyê Xudo Mihoyî, Yêvgênîya Vasîlyêvayê, Manvêl Hasratyan, Olga Jîgalînayê ra tevayî; sal 1999) û yên din berhemên giranbuha ne bona lêkolîna dîroka gelên Rohilata Nêzîk, di nav wan da dîroka Kurdistanê.
Lê Mîxaîl Lazarêv kurdzanî ji xwe ra kire bingehê karê xwe yê zanyarîyê. Ewî sê cildeyên dîroka kurdan û Kurdistanê nivîsî û bi zimanê rûsî çap kir: "Pirsa kurdan (1891-1917) ", "Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (1917-1923)" û "Kurdistan û pirsa kurdan (1923-1945)". Ji vana herduyên pêşin bi wergera Têmûrê Xelîl, ji alîyê weşanxaneya "Roja Nû" da di salên 1999 û 2002an hatine çapkirin. Ya sisîyan tê wergerandin û zûtirekê wê ronahî bibîne.
Li jêr em gotareke kurdzanê mezin ya derheqa kurd û Kurdistanê da, ko herwiha pêşgotina berhema wî ya bi sernavê "Împêrîyalîzm û pirsa kurdan (1917-1923)" e, bi wergera kurdî raberî we dikin:
Pirsa kurdan di dehsalîyên pêşin yên sedsala XIX da li Rohilata Nêzîk xuliqî ye û heta niha jî giringîya xwe unda ne kirîye. Di bingeha vê pirsê da têkoşîna azadarîyê ya gelê kurd yê zêrandî ye, ko di gelek serhildanên ji bo rizgarkirina axa xwe da hey bi ser ketîye, hey hatîye rayê, lê tu caran tevgera xwe ne daye sekinandin. Ji kurdan ra li hev ne hatîye li Kurdistanê bi tevayî û perçên wê da bighîjine serketineke tam. Lê ji dijminên kurdên azadîxwez ra jî hîç caran li hev ne hatîye tevgera kurdan ji binî va ji holê rakin. Ew hemû sebeb û maneyên bingehîn, ko kurdan mecbûr dikin rabine şerê "man-nemanê" û pirsa kurdan dikine faktoreke bingehîn di nav rewşa sîyasî ya der û hundur li Rohilata Nêzîk û Navîn da, hetanî niha jî li meydanê ne.
Di pêşketina xwe ya di hêla dîrokê da pirsa kurdan çend dewran buhurandîye. Ew dîrok hemû derecên jîyanê hildigire nav xwe - ji alîkî va yên civakî-aborî, sîyasî û îdeolojî him li Kurdistanê, him jî li welatên kurd lê dijîn, ji alîyê mayîn da jî - pêşketina hemû cihanê (xwesma wan welatan ko berjewendîyên wan li Rohilata Nêzîk û Navîn hebû), ko peywandîyên navnetewî didane guhartinê, herwiha li erafê (meydana) Rohilata Nêzîk da jî. Bi vê yekê ra tevayî pirsa kurdan ji destpêka pêşdahatina xwe da îdî sê êtap buhurandîye û niha di êtapa çaran da ne.
Êtapa pêşin di salên 80-î yên sedsala XIX da xilas bû. Pêşdahatina pirsa kurdan rûyê pêvajoyên dîrokî yên hevduragirêdayî bûn, wek sistbûna Împêratorîya Osmanîyê û Îrana dema şah, ko hey diçû zêde dibû, û bêtaqetî (nekarebûn) û ne xwestina komên serokatîkir yên wan dewletên paşketî, ko xwe li riya veguhastinan bigrin, û herwiha rewşa wan ya aborî, ko di bin tesîra welatên kapîtalîstîyê da bû, ji ber wê jî wana serbestîya xwe ya sîyasî didane dest, ango ev welat dibûne nîvkolonîya. Bi van yekan ra tevayî şerkarîya dewletên mezin jî - Rûsîyayê, Îngilîs, Fransîyayê, Austrîya-Hungarîyayê - gurrtir dibû bona zevtkirina erd û bidestxistina hukum li Rohilata Nêzîk, bona ew jî bibine xweyparên (şirîkên) dewlemendtîyên binerdên Tirkîyê û Îranê. Di wê şerkarîyê da axa kurd li ser diman - Rohilata Anatolîyayê, Bakûrê Îraqê û Roava Îranê xwedî kemeleke stratêjîk bû. Lê kurd bi xwe, ji sistbûna dewletan û tevbûna dewletên mezin ya eskerî-sîyasî di nava karê wan welatan da, karê ketin (îstîfade dîtin) û rabûne şerê azadarîyê yê dijî zordestîya sultanên Tirkîyê û şahên Îranê. Ew tevrabûn bi bingehên xwe va yên derebegîyê-cudaxwezîyê bûn, ko hinkûfî pêşketina civaka kurdan bû, ko wan deman ser dereceke nimz bû.
Êtapa dudan di salên 80-90î yên sedsala buhurî da li bin hukumê veguhastinên mezin yên der û hundur da destpê bû. Di wan deman da kapîtalîzma cihanê pê avîtibû ser dereca împêrîyalîzmê. Ev yek bû sebeb, ko li Rohilata Nêzîk guhartinên mezin bibin. Împêratorîya Osmanîyê û Îran, ko nîvkolonîyayên dewletên Awropayê yên kapîtalîstîyê bûn, diha pir hatine zêrandinê û bindestkirinê. Jimara dewletên ko dest davêtine kîsê xelqê û destdirêjaya hebûna wan dikirin, zêde bû: pey Almanyayê û Îtalîyayê ra Dewletên Amêrîkayê yên Yekbûyî de`wa para xwe kirin.
Dest bi tivdarekdîtina perçekirina van welatên şûndaketî, nîvderebegîyê bû, ko bêy wê yekê jî rewşa wan ya hundurîn ji hev çûbû. Dewletan (Rûsîya û Îngilîs) îdî dest bi perçekirina Îranê kiribûn. Lê bi vê yekê ra tevayî li Tirkîyê û Îranê ser bingehê wan veguhastinên civakî-aborî û îdologî-sîyasî, ko li wan welatan dibû û bin hukumê qewmandinên şoreşgerîyê, ko li Rûsîya cînar dibûn, hêzên dijî împêrîyalîzmê, dagîrkarîyê, nijadperestîyê, derebegîyê xuliqîn û qal bûn, di dewrana "hişyarbûna Asîyayê" da qewmandinên usa hatine lidarxistin, wek şorişa cantirkan (tirkên genc) di salên 1908-1909an û şorişa Îranê di salên 1905-1912a da. Ew dema hişyarbûn û gavên pêşin yên nasyonalîzma kurdan bû û destpêka çêbûna bîr û raya sîyasî bû, ko cara pêşin derketibû li erafê (meydana) dîrokî û armanca bingehîn dabû ber çavên xwe - damezirandina dewleta kurdan ya serbixwe li ser axa Kurdistana kal û bavan.
Êtapa sisîyan dû Oktobira Mezin û dawîhatina şerê cihanê yê yekemîn ra destpê bû. Dest bi dewrana tevlihevî û hilweşandina sazûmana împêrîyalîzma dagîrkarîyê bû. Ev bûyer berî her tiştî û bi hêzeke xurt hukumî li ser Rohilata Nêzîk û Navîn dikirin, hilbet, Kurdistan jî di nav da. Împêrîyalîzmê di herêma Rohilata Nêzîk da, xwesma li para wê ya bakûr da, ziyan dît û zirareke mezin kişand, li ko Tirkîya, Îran, Afxanistan xwe li riya serbestîyê girtibûn û cara pêşin nava dîroka xwe da peywandîyên cînartîya qenc û wekehev saz kiribûn tevî Yekîtîya Sovyet. Lê dewletên împêrîyalîstîyê, ko dixwestin tabîyên xwe li wê navça bêserobin biparêzin û qewînkin, dest avêtine tewlebazîyên sîyasî, ji ber ko ew herêm pey dîyarkirina zexîreyên neftê û bikaranîna wan, di nava aborî û sîyaseta cihanê da xwedî kemaleke bêhempa bû.
Sazûmana dagîrkarîyê gorî demê xwe nû kir: li Rohilata Erebîyê dewlet û axên binmandat (Îraq, Sûrîye, Felestîn) û herwiha dewletên formal (Trans-Ûrdin, Misir) peyda bûn, yên ko di bin kontrola dewleta Îngilîs ya eskerî, sîyasî û aborî da bûn. Kurdistana Başûr û ya Başûr-Roavayê ketine nav teşkîla Îraqê û Sûrîyê. Bilî wê, împêrîyalîstên Brîtanîyayê, ko hêz û qewata wan li erafê Rohilata Nêzîk xurttir bû, di dema piştî şêr hewl didan hêvîya xwe bidine ser kurdan û ji bo wê bi fermî gazîya (lozung) Kurdistana serbixwe (an jî avtonom) îlan kirin. Ew dema bilindbûna nasîyonalîzma kurdan ya here xurt bû û bin ala wê li hemû perçên Kurdistanê milet rabûbû tevgera azadarîyê.
Êtapa dawî dû dawîhatina şerê hemcihanê yê dudan destpê bû û hetanî niha jî berdewam e. Hal û demên li erafê cihanê yên ko piştî şêr saz bûbûn, tesîra xwe li ser rewşa Kurdistanê, li ser pirsa kurdan bi tevayî hîşt. Ji alîkî va, serketina hêzên pêşverû di şerê dijî faşîzma Almanîyayê û mîlîtarîzma Japonîyayê hêz û qedirê wan gelekî bilind kir, herwiha li Rohilata Nêzîk jî. Di hêleke mayîn da jî, wê herêmê da aktîvîya împêrîyalîzmê, xwesma ya Amêrîkayê, bi carekê va zêde bû, ji ber wê jî Rohilata Nêzîk bû ocaxa sereke ya sertbûna rewşa navnetewî, ko cîyê herî bi xeter û telûke bû. Ev yek rewşa kurdan diha dijwar kir û ew mecbûr man him dijî hêzên împêrîyalîzmê yên yekgirtî, him jî dijî dijminên xwe yên hundurîn bikevine qal û cengê. Rast e, têkoşîna kurdan ya piştî şerê cihanê, bi tevayî xwe ji nasîyonalîzma bûrjûwazî şûşt û derbazî dêmokratîzma şorişîyê bû, lê dîsa jî di şerkarîya xwe ya heq da ji bo ji bindestîyê rizgarkirina gelê kurd ne gihîşte hêlanên bilind. Hela hasêgehên hundurîn û yên der nehatibûne kokbirkirinê.
Her êtapeke li jorê kivşkirî, hilbet bîn û buxseke wê heye û her yek ji wana him bi dereca bilindbûna femdarîya têkoşîna kurdan ya azadarîyê, him jî bi guhastinên li cihanê dibin va girêdayîne. Êtapa dema nû jî pareveyî li ser van deman dibe: salên 1945-1958an; salên 1958-1975an û ya here nû-piştî sala 1975an. Êtapa sisîyan jî dikare bi vî awahî bê parevekirinê.
Bona qedera şerkarîya kurdan ya miletîyê, bona temamîya pirsa kurdan dema piştî şorişa Oktobirê xwedî giringîyeke mezin e, ya ko di dawîya sala 1917an da destpê bû û nîveka sala 1923an bi îmzekirina peymana Lozanê va xilas bû û ewê dawî li pirseke Rohilata Nêzîk ya giringtirîn anî. Hema xût ew dewrana demkurt, lê bi qewmandinên şer û cengan, sîyasî û dîplomatîyê va têr û tijî, bûne bingehê vê xebata min ya zanyarî.
Di vê lêkolînê da qewmandin bi dewr û dorê pêşda diçin. Pirsa kurdan di sedsala XIX û destpêka sedsala XX di xebatên N. A. Xalfîn, C. C. Celîl û xudanê van xetan va bi her alî hatîye lênihêrandinê. Li welatên der lêkolînên vî awahî çap ne bûne. Rohilatzanîya Sovyetî di vê derecê da wek nuxurî ye (şagirt, destpêk).
Çi ko derheqa vê dema dîroka pirsa kurdan da ne, ko ev lêkolîn li ser wê ye, vira rewş di hêla lênihêrandinê da bi awakî mayîn e. Di dema xwe da giringîya pirsa kurdan û planên ji alîyê Antantayê da pêşdakişandî yên damezirandina "Kurdistana serbixwe" ji bo me û welatên dereke bûne têma "kanîya nemiçiqî", û piranîya nivîsarên wan yên pûblîsîstîyê ne. Îzbatîyên ko destxweda pey qewmandinan ra hatine nivîsarê, firsendê didine me derecên pirsa kurdan yên baş û xirab (pozîtîv û nêgatîv) bidne ber hev û rastîyê derxine meydanê. Di bin destê me da îzbatîyên rast û heq jî hene û yên usa jî hene, ko yên xêrnexwezîyê ne. Lê dîsa jî rastî zirarê ketîye. Bilî wê, gelek bîr û ray û surên, ko bingehên qewmandinan in, bi sebebên ji me ra bêlî, ji nisla nû hatibûne veşartinê, lê lêkolînên bingehîn, ko dikaribûn xwe berdane nav kûraya dîrokê, hela ne hatibûne nivîsar.
Ewana paşê jî ne hatine nivîsarê, ew jî dibe ji wê ye, ko ji salên 30î serttî li Kurdistanê ser demeke dirêj ket (bilî tevrabûnên demkurt li perçên Kurdistanê yên Îraqê û Îranê li dawîya şerê cihanê yê dudan û pey wî şerî ra). Problêma "Kurdistana serbixwe", xwesma di çarçova (aspêkta) wê ya navnetewî da, ji rojevê hate derxistin. Tenê piştî 30 salan, salên 50-60î, gava piştî şorişa Îraqê ya sala 1958an problêma kurdan careke dinê bi xurtî "serê xwe bilind kir", pêwîstîya bi bingehî lêkolîn û ronîkirina dîroka kurdan ya nû û here nû û herwiha temamîya dîroka wê hewce bû. Ew pêwîstî ne tenê ji bo derecên ulm, lê herwiha ji bo derecên sîyasî bûn jî, ko bona hemû tevgelên konflîktê hewaskar bû.
Li Roava gelek monografîya û berevokên gotaran derketine derheqa mesela pirsa kurdan da, ko piranîya wan ser rewşa wan ya îroyîn e li welatên ko ew lê dijîn. Li Rohilatê xebatên usa jî tunene, ji ber ko kûrsa şovînîstîyê ya komên serokatîkir yên dewletên Rohilata Nêzîk di pirsa miletîyê da li ser riya pêşdaçûyîna kurdzanîyê dibe senger (hasêgeh, berbend, çeper, sûr). Nûnerên dîroknivîsarîya kurdan dikarin tenê di şaristanîyê da kar bikin. Lê çi ko derheqa kurdzanîya Sovyetî da ne, vira rewşa dijî wê ye. Xebatên bingehîn derheqa nûdemê da hindik in jî, lê bi dîroka problêma kurdan, xwesma têkoşîna miletîyê, li bal me kûr-dûr mijûl dibin. Derheqa dema berî sala 1917an da îdî hate gotinê. Dema here nû bi piranî xebatên derheqa tevgerên kurdan yên li Îraqê, Tirkîyê û Îranê da têne ber çavan. Lê di Rohilatzanîya Sovyetî da problêma kurdan di dema piştî Oktobira Mezin da bi komplêksî ne hatîye lêkolînê. Ev monografîya han di wê derecê da cêribandina pêşin e.
Kemala sereke ya dîroka kurdan di dema ko em li ser disekinin da ew e, ko ew wê demê destpê bû, gava di dîroka temamîya merivatîyê da dewraneke nû vebû. Şorişa Oktobir û bûyerên pey wê ra raste-rast hukumî li ser Rohilata Nêzîk, herwiha Kurdistanê jî kirin, şertên jîyan û heyetîya gelê kurd bi carekê va dane guhartinê. Hema xût di salên pêşin yên piştî şêr Kurdistan careke mayîn hate perçekirinê (diha rast, parevekirinê). Li welatên kurd lê diman, rewşa sîyasî ya hundur û der ji binî va hate guhartinê. Di dema piştî Oktobirê tevrabûnên nû hatine meydanê, ko paşmayînên wan heta îro jî xuya dibin, "serê giloka" nerazîbûnan û tevlihevîyan hate "verisandinê", yên usa ko safîkirina wan ji quwata her kesî der e. Bi tevayî, em dikarin bêjin, ko wî çaxî rehê (hîm) pêşeroja pirsa kurdan hate danînê, û ew yek lêkolîna pirsa kurdan ji hêlekê va ji alîyê zanyarî û sîyasî da hewaskar û hêsa dike, ji hêleke mayîn va jî gelekî zehmet dike.
Di berga lêkolînera da bi carekê va gelek temayên cihê-cihê "kund vedidin". Ew qewmandinên dîroka eskerîyê, sîyasîyê û dîplomatîyê ne, ko him raste-rast bi kurdan va girêdayî ne, him jî di nav da kurd jî derbaz dibin. Hevhûnandina wan karekî hêsa nîne. Dijwarîyeke mayîn jî ew e, ko ji temamîya komplêksa îzbatîyên dijberî hev gerekê xût wan hilbijêrin, yên ko dikarin bona têma me kêrhatî bin. Ew kesên, ko pirsa kurdan lêdikolin, nikarin hêvîya xwe bidine ser tradîsîyoneke zanyarî ya mehkem. Berê piranîya serhildanên kurdan bala dîrokzanan dikişandin. Aspêkta navnetewî ya pirsa kurdan hema bêje ne di hesaban da bû. Car-carna ew wek pareke pirsa ermenîyan dihate lênihêrandinê. Derxistina wê pirsê li nav meydana peywandîyên navnetewî li navça Rohilata Nêzîk, di dema piştî şerê cihanê yê yekemîn, bona dema xwe tiştekî nû bû, ya ko hetanî niha jî di edebîyata zanyarî da rind ne hatîye azurûkirin û berçavkirinê. Ev xebata han cêribandinek e, ko wê valahîyê tije bikin.
Xudanê vê xebatê li xwe mukur tê, ko nikare têma hilbijartî bi çapa mezin û berfire bide ronîkirin. Ew yek di hindava her têmake dîrokî da jî tiştê nebûyînê ye, ji ber ko tu lêkolînerek kefîlkirî (garantîkirî) nîne, ko bi sebebên cihê-cihê dikare biqewime îzbatîyên giring ne ketibin destê wî, an jî ew rast pê ne hatibe, ko ew îzbatî dikaribûn bandûra xwe li ser bi her alî lênihêrandina pirsê bikirana û qîmetê rast bidana bûyeran. Û ez bi xwe jî ser wê bawerîyê me, ko îzbatîyên di bin destê min da têrê nakin bona nivîsara xebateke fûndamêntal.
Berî her tiştî, ne hemû arşîv in, xwesma yên welatên dereke, ko me dikaribû lê bihêwirîya û bi kar banîya û ne hemû arşîvan da ne, ko şertên bona xebata kardar û berfireh hatibin sazkirin. Di nav dokûmêntên dîplomatîyê û yên mayîn da xeletî û nivîşkanî hene; wek qanûn, ronahîkirina pirsa kurdan ji weşanvanan ra dest ne dida û ne xema wan bû jî, ji ber ko wana giringîya wê pirsê biçûk didîtin. Derheqa pirsa kurdan da dokûmêntên tirkî, farisî û erebî ji xwe hîç çap ne bûne.
Çi ko derheqa edebîyata bikarhatî da ye, ew piranî şaş e û gelek feşkirin tê da hene. Em dikarin bêjin, ko sebebê wê ew e, ko zanebûnên wan derheqa kurdan û problêma kurdan da ser dereca nimz e, ya ko him ji bo wê dewranê, him jî heta dewrana niha derbaz dibe û îro jî hema bêje usa ye, û herwiha sebebên mayîn jî hene, ko bi sîyasetê û miletçîtîyê va girêdayîne. Ev yek di rûpelên wê çapemenîya wê demê da jî tê ber çava, ko derheqa rewşa Kurdistanê û dor-berê wê ra girêdayî ye û tê da gelek derew, buxdan, tiştên berxwederxistî û h.w.d. hene.
Bi vî awahî, serkanî û çavkanîyên ko emê di vê lêkolînê da destnîşan bikin, di nav wan da kil û kêmasî hene. Lê ew ne yên usan in, ko merîyan desttewar dikin. Ewana tenê dikarin di nava lêgerîna filan an bêvan îzbatîyê da me bikine nava şaşîtîyê, lê nayê wê maneyê ko emê ji sedî sed bawerîya xwe li wan bînin. Îzbatî û çavkanîyên di bin destê me da têrê dikin bona derheqa problêma kurdan di dawîya şerê hemcihanê û di destpêka salên pey şêr ra xebateke kêrhatî û bi rêk û pêk raxine ber çavên xwendevanên xwe. Û hema pirsdanîneke vî awahî me danîye pêş xwe û em bawer in, ko emê bi ser kevin.
Lêgerîna peydakirina materîyalên bona vê xebatê bi her alî ye. Ya here kardar arşîva Hindistanê ya Miletîyê bû, ko fondên wê wek mîkrofîlm di arşîva sîyaseta der ya Rûsîyayê da li Moskow têne xweykirinê. Dokûmêntên vê arşîvê çavkanîyên pêşin in derheqa dîroka sîyaseta Îngilîs ya dagîrkarîyê li temamîya navça Rohilata Nêzîk, Kurdistan jî di nav da. Li wir îzbatîyên usa hene, ko bi destî qiralê Brîtanîyayê yê berê li Hindistanê ji Rohilata Nêzîk û Londonê ra hatine şandin û rewşa sîyasî li hemû perçên Kurdistanê (ji gişkan baştir û tamtir - rewşa li Kurdistana Başûr û Rohilatê), herwiha şerkarîya dîplomatîyê di hindava pirsa kurdan da tînine ber çavan. Xwedîyê wan nûçeyan mirovên zaneyên karê xwe bûn - wek karmendên dayîreyên Brîtanîyayê yên casûsîyê-sîyasîyê, carna jî rohilatzanên jîr û zana, yên ko zimanên gelên deverê rind zanibûn. Ji ber wê jî em bawerîya xwe tenê li wan îzbatîyên berbiçav tînin, ko di wan malûmatîyan da hene. Malûmatîyên wan bi piranî rasteqîn in, ji ber ko di wan da nikaribûn feşkirin û xeletîyên bi femberî hebûna. Di dokûmêntên dîplomatîyê yên weşanên fermî da jî nûçeyên hewaskar hene û ew tevî înformasyonên ko ji Londonê şandine Dêlîyê ji me ra dibine "kanîya enzelî".
Bi bawerîya me, arşîva Hindistanê cîyê tek-tenê ye, li ko qinyatên pir hene derheqa têmatîka kurdan da. Lêgerînên me bona peydakirina qinyatan em birine berbi dokûmêntên dîplomatîyê, pressayê, edebîyata taybetî. Malûmatîyên derheqa problêmatîka kurdan da di nav wan da pir nînin, carna usa dibû, ko em mecbûr dibûn wana rind "parzûn bikin û bidine bêrîyê".
Ji wana ew weşanên Sovyetî, Îngilîs û Amêrîkî ne, li ko qala hevduranivîsarên li ser mesela sîyaseta der tê kirinê. Derheqa pirsa kurdan da li wir serra-berra tê gotinê, piranîya wan jî wextê nirxandina "pirsa tirkan" li kongrê û rasthatinên navnetewî yên dema piştî şêr da nin. Ji van îzbatîyan jî me "gulçinîn" kirîye, yên ko derheqa rewşa sîyasî ya Kurdistanê û der-dorê wê da nin.
Bîranînên sîyasetmedarên wê demê (Lloyd Corc, Çerçîll, Puankare, Hauz û yên mayîn) jî bona têma me gelekî kardar û kêrhatî bûn; wana pirsa kurdan ber serê xwe ra derbaz dikirin, tenê wan deman lê vedigerîyan, gava ew bi pirsên ermenîyan û ereban va dihatine girêdanê. Tenê Mustefa Kemal (Ataturk) di nava kêlma xwe ya dîrokî-bîranînî ya demdirêj da li kongreya Partîya Miletîyê-Komarîyê di sala 1927an da bi hûrgilî ser pirsa kurdan li Tirkîyê dema şerkarîya miletîyê-azadarîyê da rawestîya ye. Lê ji hemû qalkiran ew di hindava kurdan da yê herî devbixwîn bû, ji ber ko xeberdana wî ya miletçîyê tirkî herî geş bû, ko şovînîzma xwe bi welatparêzî-dijîmpêrîyalîzma qelp va "binperde" dikir.
Lêgerînên ji bo peydakirina îzbatîyan li pressayê karekî zehmet, lê kardar bû. Rojnamevan ji destpêka pêşdahatina pirsa kurdan li ser erafê navnetewî, hewaskarî nîşan dan; di nav rojname û kovaran da înformasyon çap bûn derheqa kurdan û di wan da hewildan hebû şerkarîya kurdan azirû (analîz) bikin, ko ew jî bona civakê tiştekî nû bû.
Di nav weşanên Roavayê da, xwesma kovarên Îngilîs û Fransîyayê yên bi mêlgirtina (profîl) sîyaseta der û bi taybetî li ser pirsa Asîyayê (xwesma Rohilata Nêzîk), yên wek kovara îngilîsî "Nir ist and Indian" (çend cara navê xwe guhartîye), kovara fransî "Korrespondanc d'Orian" û yên mayîn serkêşî dikirin. Tu lêkolînerekî dema şêr nikare bi xemsarî berbirî kovara îtalî "Oriente moderno"ê bibe, li ko him materîyalên ji bo kovaran, him jî yên ji bo rojnameyan hebûn, û ew ji yên hemû Awropayê, welatên Rohilata Nêzîk û DAY dihate cudakirinê.
Hilbet, li çapemenîya Roavayê di pirsa kurdan da gelek feşkirin û xeletî hene, ew jî yên usa ne, ko ji bo hukumeta wan "destdayî" ne (û ew jî balkêş e), lê dîsa jî gelek îzbatîyên di nav wan da, xwesma yên li Kurdistanê berevkirî, hetanî niha jî "reng û rewşa" xwe ne xeyîrandine.
Di çapemenîya Sovyetî da jî, xwesma ya salên 20î, gelek nivîs hene derbarê kurdan û pirsa kurdan da û ev yek gerekê usa bûya, ji ber ko tevrabûnên li Kurdistanê bandora xwe li ser rewşa ser sînorên başûr yên Sovyetistana nûavabûyî dikirin. Piranîya nûçeyên derheqa kurdan yên di çapemenîya Sovyetî da, ji destên dudan bûn, ji ber wê jî rastîya wê carna dikeve bin şikê.
Daxwaza rohilatzanên Sovyetî, ko bi nerîneke heq rewşa li Kurdistanê û problêma kurdan bi giştî lêbikolin, gelekî balkêş e. Di vê derecê da hinek bi ser jî diketin. Lê bi vê yekê ra tevayî, ew daxwaz ji objêktîvîya zanyarî gelek dûr bûn. Şorêderxistin (ji çapê der pesindayîn) jî hebûn (yên usa, wek li her cîyan sûc davêtine situyê Împêrîyalîzmê, xwesma "destê îngilîsa" gelek cîyan derbaz dibû), ko ew jî ji bo wan deman tiştekî normal bû. Ew daxwaz, ko ji bo kurdzanîya îroyîn bi kêr nayên, bandora xwe li ser zanyarên bi nav û deng yên salên 20-40î da jî hîştine.
Nivîsên derheqa vê têmayê da pir in, lê qîmeta wan ne weke hev in. Ew nivîs gelekî giring in, ko bi destî kesên tevî bûyeran bûne hatine nivîsîn. Piranî ew karmendên serokatîya Brîtanîyayê ya dagîrkarîyê bûn li Îraqê û Îranê û di nav wan da karmendên casûs jî hebûn, ko karê xwe di nav kurdan da dimeşandin. Ewana xebatkarên profêsîyonal bûn û zimanê gelên li wan deran xweş zanibûn (A. Wilson, S. Edmonds, W. Hey). Ji ber wê jî xebatên wana carna dikarin wek çavkanî bêne bikaranînê. Bi wê ra tevayî jî, ew dikarin bêne hesibandinê wek lêkolîn, ji ber ko di wan da serkanî û edebîyeta pêwîst hatîye bikaranîn. Lê dîsa jî ewana bi bingehê xwe va sûbjêktîv in û ji heqîyê dûr in. Xudanên wan nivîsan hewil dane, ko him karê xwe yê kirî bi awakî giranbuha bînine ber çavan, him jî karanîna sîyaseta Brîtanîya Mezin li Rohilata Nêzîk rast û heq nîşan bidin. Û ewana piranî li ser Kurdistana Başûr, Başûr-Roavayê û hinekî jî ser Kurdistana Rohilatê bûn û hema bêje hîç guh ne dane derecên kurdan yên mayîn, di nav wê da dereca navnetewî jî.
Nivîsên mayîn pir in jî, lê ji alîyê pirsên ji me ra hewaskar da zeîf in. Ew yek heta derheqa xebatên kurdzanîyê da nin jî, ko di nav wan da şaşî û xeletî hene. Di wan da derheqa dema ji me ra hewaskar da serra-berra tê gotin û analîza bingehîn ne hatîye kirin. Em dikarin wana nav bikin wek xebatên li ser Rohilata Nêzîk bi tevayî, ew jî ya dema piştî şêr, li ko rewşa navnetewî rind nayê ber çavan.
Ji ber wê jî bikaranîna wê di nava vê monografîyayê da dikare tenê hinekî alî bike. Bira tiştekî ecêb xuya neke, ko şaşîtîyên di nav wan da jî kêrhatî û kardar in, da ko em bikaribin dijî wan rawestin û daxazên hukumetên Roavayê û Rohilata Nêzîk di pirsa kurdan da belû bikin û raxine ber çavan.
Nivîsên Sovyetî jî, ko me bi kar anîye, ne pir in. Nivîsên salên 20î piranîya wan kevin bûne. Di nivîsên dema nû da jî (xebatên rohilatzanên wek A. M. Menteşaşvili, M. A. Hasratyan, A. F. Fedçenko, L. N. Kotlov, M. A. Kemal û yên mayîn) şikberî hene di hêla pirseke usa da, ko ji bo têma me ne ya bingehîn e - tevgerên kurdan li Îraqê, Îranê û Tirkîyê.
Em dawîyê dikarin bêjin, ko çavkanîyên bikarhatî him di alîyê jimara xwe, him jî di alîyê başbûna xwe va ne ser dereca here bilind in bona nivîsara vê xebata zanyarî. Lê dîsa jî heyetîya wan alî me kir vê monografîyê raberî xwendevanên xwe bikin. |