SWÊD, 18/1 2010 — Eger yekî, ko hema bêje xwe wek pêxemberekî kurdan yê nû dibîne, bibêje ko ewê şaşîtîyên Marks û Lênîn rast bike - eva bêhişî ye. Eger bi hezaran kes bawerî bi gotinên wî bînin - eva nexweşî ye. Eger hinek weşanên kurdî vê fikrê çap dikin û di bin perdeya demokrasîyê da ji xwendevanan ra rê vedikin bona polêmîkê - eva îdî trajedî ye.
Heta niha hinek nivîskar berhemên nivîskarên biyanî yên bi nav û deng ne ji orîgînalê, lê ji tirkî wergerandine kurdî. Eva kêmanîya wan weşanxaneyan e, ko ew berhem çap kirine, û herwiha ya wan nivîskaran e, ko ew werger kirine. Ango sûc bi kêmanî yê du kesan e. Niha jî hinek têlêvîzyonên kurdî fîlmên rûsî ne ji orîgînalê, lê ji tirkî werdigerînine kurdî. Li vira sûc ne yê merivekî an du merivan e, lê yê dezgeheke kurdî ye, ko ew biryar daye. Eva şaşîtîyeke gelekî mezin e. Meriv dikare bêje, ko evana karên amatorî ne û dervayî profêsyonalîzmê ne.
Çapemenîya kurdî di nav van 30 salên dawî da di şertên bêdewletbûnê da wisa bi lez û xurt bi pêş ket, ko miletên din ew rê di nav bi sedan salan da derbaz bûne. Lê niha dema rasterêkirina wî karî hatîye. Ji bo wê, bi bawerîya min, gerekê weşanxane, têlêvîzyon, malper, rojname û kovarên kurdî hinek guhartinan bikine nava kar û fikrandinên xwe da, ji qanûn û prînsîpên rojnamevanîyê û nivîskarîyê dernekevin. Gerekê karê profêsyonalîyê û amatorî tevlihev nekin. Gerekê her kêmanîyeke di nav van karan da bi dêmokratîyê va efû nekin, xwesma, gava ew dêmokratî rast nehatîye fêmkirin û rast nayê bikaranîn. Ango, dêmokratî destûrdayîna her tiştî nîne.
Ji bo nimûne: malpereke navdar hevpeyvîneke rojnamevanekî bi nav û deng bi ronakbîrekî naskirî ra çap dike. Hema kê di malperê da çav li wê hevpeyvînê dikeve, kêfa wî tê. Lê gava kesekî, ko wî rojnamevanî û ronakbîrî nas dike û haya wî ji mijara wê hevpeyvînê heye, piştî xwendinê, dibîne ku, wek dibêjin, xên ji gotinên xweş û baskvedayî, tu rastîyek tê da tune. Wek dibêjin, “Bi rû va gul e, hundur va kul e”. Tu ji malperê ra bêjî te hevpeyvînek çap kirîye, ko tu rastî tê da tune û heta tê da gunehkarî hene, wê bêje sûc ne yê min e, yê rojnamevan e. Tu ji rojnamevan ra bêjî bersîvên hevpeyvîna te hemû şaş in, wê bêje, sûc ne yê min e, yê wî kesî ye, ko bersîva pirsên min daye. Tu ji kesê bersîv daye ra bêjî, wê bi awayekî xwe efû bike.
Lê di rastîyê da sûc yê hersêkan e jî. Ji ber ko her kes dikare bêje, ko di filan malperê da hevpeyvîneke bi şaşîyan va dagirtî çap bûye, di hevpeyvîna filankesî da xeletîyên mezin hene, di bersîvên bêvankesî da nerastîyên bi zanebûn û bê zanebûn hene. Ango, malperek bê kontrol hevpeyvînek çap kirîye. Rojnamevan bersîvên kesê, ko pirs lê kirine, kontrol ne kirîye. Kesê, ko bersîv daye, an wijdana xwe şewitandîye, an ji nezanîya xwe, an jî ji bo pesinê xwe bide, bersîvên ne rast daye û xwendevan xalifandîye.
Tenê sûcê xwendevan tune, ko van xeletîyan û bêbextîyan dixûne.
Sebebê van hemûyan neprofêsyonalîya hinek kesan e, ko ketine nava medya kurdî. Kê ko çend gotar çap dike, yekser navê rojnamevan lê dikin, kê ko pirtûkekê-dudan çap dike, yekser dibe nivîskar. Lê qanûnên rojnamevanîyê û nivîskarîyê dibêjin, ko dikare bi dehan nivîsên te ronahî bibînin û çend pirtûkên te çap dibin, ew hela nayê wê maneyê, ko tu rojnamevan an jî nivîskar î. Mesele di kalîteya nivîsan da ne, ka ew çiqasî daxwazên rojnamevanîyê û nivîskarîyê dadigirin, ka rojnamevan û nivîskar di karê xwe da çiqas profêsyonal in.
Kesê profêsyonal ew e, ko karekî bêqisûr zane, rojê 8 sehetan wî karî dike, maeşê wî ji wî karî tê, ango ew kar karê wî yê yekemîn e.
Her kes zane, ko kesê bizîşkî ne xwendibe, nikare bibe bizîşk. Xwendin tenê jî têr nake. Kesê bizîşkî xwendîye, gerekê demeke dirêj bal bizîşkên cêribandî bixebite, di praktîkê da di karê xwe da qal bibe, îzbat bike, ko bûye bizîşk, paşê destûrê didin emelîyetan bike. Ango, ew di karê xwe da dibe profêsyonal. Ew yek ji bo her meslekê jî derbaz dibe: ji bo bîologan, necaran, mamostayan, hedadan û h.w.d. Îcar çima ji bo hemû rojnamevan û nivîskarên kurdan derbaz nabe?
Hinek caran jî, ko kêm dibe, hewcedarîya xwendinê tune; dewsa xwendinê tecrûbeya bi salan digire. Lê ev ne ji bo hemû profêsîyan derbaz dibe. Ji bo nimûne, hinek şayîr û nivîskarên bi nav û deng karê xwe di çapxaneyan da destpê kirine; efrandinên nivîskarên bi nav û deng rêz kirine, ango hûr-hûr xwendine û wek dibêjin, dayîna Xwedê jî di ser da zêde bûye û ew bêy ko dayîreke xwendinê bixûnin û xilaz bikin, bûne nivîskarên bi nav û deng. Ango xwendina bi salan ji wan ra wek dibistaneke bilind bûye.
Carna jî wisa dibe, ko meriv di karekî da yekî profêsyonal e, lê bi sebebên cuda wî karî nake, lê karekî din dike. Ew kes dikare di karê xwe yê nû da bibe profêsyonal, ji ber ko bi xwe xên ji ko merivekî xwendî ye, di ser da jî zane ye. Lê bi şertê, ko ew karê wî yê nû bibe karê wî yê yekemîn. Ji bo nimûne, yekî fîzîk xwendîye, lê ji ber ko welatparêz e, dixweze kêrî miletê xwe bê, dibe rojnamevan.
Karê, ko qet nikare bê qebûlkirin, ew e, ko kesekî zaneyê karê xwe (kesekî, ko bi dehan salan di radyo, kovar an jî rojnameyên kurdî da rojnamevanî kirîye, ango rojê 8 sehetan bi profêsyonalî kar kirîye, piştî kar jî çend sehetan ew kar li malê kirîye) gotarek nivîsîye, lê kesekî ne rojnamevan (tu sehetekê di radyo, rojname an kovaran da kar ne kirîye û rojnamevanî ne xwendîye) wê gotarê rexne dike. Hela di ser da jî, rojnamevan bona gotara xwe binivîse, sê-çar mehan lêkolîn kirîye, pirs-pirsyar kirîye, arşîvên pirtûkxaneyan bi kar anîye. Û kesê, ko dixweze wê gotarê rexne bike, ew jî gerekê bi kêmanî sê mehan van lêkolînan bike. Lê wêya nake, hema piştî xwendina gotarê, rexneya xwe dinivîse û çap dike. Dema ji berpirsyarê çapê dipirsî, ko ew kes him ne rojnamevan e, him jî ser wê gotarê tu lêkolînek ne kirîye, çawa gotareke rexnegirî dinivîse, wa bersîvê dide: -bal me dêmokratî ye, ew fikira wî ye.
Ango, nezanî û zikreşî dikare bi gotina dêmokratîyê va bê nixamtin. Ji bo van berpirsyar û xwedîyên nivîsan tu ferq di navbera karê amatorî û profêsyonalî da tune, ferq nake, ko rexnegir bi zanebûn û tecrûbeyên xwe va ne hinkûfî rojnamevan e. Û ev kesên amator xên ji gotaran, hemû janrên rojnamevanîyê û nivîskarîyê dinivîsin – rêportajan, hevpeyvînan, rexneyan, helbestan, serpêhatîyan, pîêsan, pirtûkên zanyarî û dînî, nimûneyên folklorê berev dikin û bi wan va wisa xuya dibe, ko rojnamevan, helbestvan, nivîskar, dramatûrg, zanyar in. Hatîye îzbatkirin, ko çend fîlosof, zane û xunedarên sedsalên navîn ne tê da, eger kesek bi tenê van hemû janran dinivîse, tê wê maneyê, ko di tu janrekê da jî nikare serketî be. Ango, ne rojnamevan e, ne nivîskar e, ne jî ulmdar e.
Em bêne ser karê nivîskarîyê. Li Awropayê û li Kurdistanê jî, kê çi nivîsî, dikare çap bike. Heta ew kes jî, ko ji betalîyê bûne nivîskar. Bi fikira min ev xeletîyeke gelekî mezin e. Li welatê min li hemû komareyan da di Komela Nivîskaran da komîsyoneke ji nivîskarên navdar hebû. Ewê komîsyonê karê kontrolkirin û qîmetkirina pirtûkên ber çapê lê dinihêrî. Ji bo nimûne, yekî pirtûkek nivîsîye, dixweze çap bike. Endamên komîsyonê wê dixûnin, bawerîyên xwe dibêjin û têne ser bawerîyekê. An biryara çapkirinê, an jî çapnekirinê didin. Heta mora endamên wê komîsyonê li ser pirtûka ber çapê tunebe, ew pirtûk çap nabe. Gerekê şayîr an jî nivîskar bi berhemên xwe va îzbat bike, ko di helbestên wî da poêzîya heye, di serpêhatîyan da proza heye. Eger îzbat kir, pirtûk çap dibe, lê dîsa jî navê şayîrtîyê, an jî nivîskarîyê lê nakin; jê ra dibêjin: va pirtûka te wê çap bibe, lê ew nayê wê maneyê ko tu şayîr an jî nivîskar î, çapkirina pirtûkê ber te rê vedike, ko tu di paşdemê da belkî bibî nivîskar. Eger biryara çapnekirinê tê dayîn, an didine fêmkirin, ko dîsa li ser kar bike, an jî jê ra dibêjin pirtûka te ne ya çapkirinê ye. Bal me hinek kes hebûn bi çewalan helbest û serpêhatî nivîsîn, lê nebûne nivîskar, ji ber ko pirtûkên wan çap ne bûn. Lê dema Sovyet hilweşîya, îdî rê li ber wan vebûn, wana pirtûkên xwe bê kontrol çap kirin.
Karê amatorî û profêsyonalî gerekê bi xeteke sor va ji hev bê cudakirin.
Ji bo fikira vê nivîsa min zêde bê fêmkirin, ezê nimûneyekê bînim: min van dawîyan gotarek nivîsî bi sernavê ”Vîlçêvskî û kurdzanî”. Meriv dikare bêje, ko ew ne gotara min e. Min derheqa kurdzan Olêg Vîlçêvskî da malûmatî berev kirîye û daye xwendevanan, bêy ko bi xwe keda wî qîmet bikim. Ji ber ko kurdzanên mezin qîmet dane. Piştî nivîsa min Tosinê Reşîd gotarek çap kir bi sernavê ”Olêg Vîlçêvskî û çend têbînî”. Li wir ew dinivîse: ”Ez nizanim çi bingeha Têmûrê Xelîl heye, wekî dinvîse Î. Farîzov, T. Arîstova. M. Lazaryêv têorîya N. Marr diparêzin. Di berhemên wan de jî tu tiştê usa tune. Lê wekî usan be jî ev kes ne zimanzan in û têorîya N. Marr di derheqê zimanê kurdî de ne”.
Ya pêşin, Îvan Farîzov profêsor, akadêmîk e, zanyarekî Rûsîyayê yê bi nav û deng e. Çima xudanê ferhenga Kurdî-Rûsî Qanatê Kurdo zimanzan e, lê xudanê ferhenga Rûsî-Kurdî ya weke 800 rûpelî Îvan Farîzov, ko dewleta Yekîtîya Sovyet çap kirîye, ne zimanzan e? Ma dibe em bêjin: Qanatê Kurdo ne edebîyetzan e, çima du cildên ”Tarîxa edebîyeta kurdan” amade kirîye û çap kirîye? Tatyana Arîstova û Mîxaîl Lazarêv jî profêsorên mezin in û her yek ji wana weke 50 salan bi karê kurdzanîyê va gîro bûne. Min bi xwe derheqa Vîlçêvskî da ji wan pirsîye û bersîva wan çap kirîye. Ango, min karekî profêsyonalî kirîye. Eger Tosin dixweze gotareke rexnekirinê binivîse, gerekê ew jî lêkolînan bike, ji wan kesan pirs bike, ka wana fikireke wisa gotîye, an na, paşê gotara xwe çap bike. Eger vê yekê nake, tê wê maneyê, ko ewî bi gotara xwe va karekî amatorî kirîye. Û redaksyona malperê jî gerekê lêkolîneke wisa bikira, paşê biryara çapkirin an jî çapnekirinê bida.
Bi fikira Tosin, kurdzan-profêsorên bi nav û deng, ko ne zimanzan in, nikarin derheqa zimanzan-kurdzanê mezin Vîlçêvskî da fikira xwe bêjin. Eger ev rast e, wê demê Tosinê ne rojnamevan çawa dikare fikira xwe derheqa gotara rojnamevanekî da bêje? Wê demê gerekê fikira Tosin wek fikira xwendevanekî qebûl bikin, lê ne ya rojnamevanekî. |