SWÊD, 30/11 2009 — Kurdzanîya here xurt li cihanê li Împêratorîya Rûsîyayê destpê bû. Di dawîya sedsala 19an da di çapemenîya Rûsîyayê da çend berhemên giranbuha hatine çapkirinê derheqa kurdan û Kurdistanê da. Di nav wan da bûn berhemên rohilatzanên rûsan yên mezin V. Nîkîtîn, Î. Bêrêzîn, V. Dîttêl, V. Gordlêvskî, herwiha kurdzanên bi nav û deng P. Lêrx, V. Vêlyamîn-Zêrnov, F. Şarmûa, Yû. Yûstî, P. Avêryanov, A. Jaba û yên din. Tradîsyonên kurdzanîya Rûsîyayê ji hêla rohilatzanên Sovyeta berê û Rûsîya îroyîn da bi serketî berdewam bûn.
Di salên 20-30î yên sedsala 20î bajarê Lênîngradê (Sankt-Pêtêrbûrga niha) bû navbendeke kurdzanîyê. Li wir kurdzanên wisa bi nav û deng dest bi kar kirin, wek Î. Sûkêrman, V. Kûrîlov, O. Vîlçêvskî û yên din. Bona pêşketina kurdzanîyê ew yek jî roleke mezin lîst, ko zanyarên Ermenîstanê û Gurcistanê jî bi karê kurdzanîyê va rabûn. Yêrêvan bû navbendeke kurdzanîyê ya bi nav û deng.
Di hêla kurdzanîyê da xwesma N. Mar xebateke mezin kir. Bi saya serê wî û akadêmîk Î. Orbêlî li Yekîtîya Sovyet koma kurdzanan hate sazkirinê, di nav wan da ji nûnerên kurdan jî, wek Hecîyê Cindî, Emînê Evdal, Xalit Çetoêv, Qanatê Kurdo. Ji bo vî karî dewleta Sovyetê Î. Orbêlî bi taybetî ser du salan şande Kurdistana Bakur, herêmeke Wanê – li Moksê û ew bû mêvanê Murtule begê navdar. Di nav du salan da ewî du berhemên giranbuha amade kir, ko yek ji wana ferhenga kurdî-rûsî bû. Ev hemû zanyar destpê kirin bi fermî li ser pirsên dîrok, deb, çand, edebîyet û zimanê kurdî berhemên zanyarî nivîsîn û dane çapkirinê.
Kurdzanên Sovyet guhdarîyeke mezin danîn li ser pirsên tevgera kurdan ya miletîyê-azadarîyê. Ji wana hêjayî bîranînê ne profêsor M. Lazarêv, Şekroyê Xudo û M. Hasratyan. Paşê kurdzanên wisa bi nav û deng ketine nava meydana zanyarîyê, wek Zera Elî Yûsûpova, M. Rûdênko, J. Mûsaêlyan, Y. Vasîlyêva, A. Mêntêşaşvîlî û gelekên din. Pêwîstîya çapkirina ferhengên kurdî-rûsî û rûsî-kurdî pêşda hat. Ew kar sipartine kurdzanên navdar Çerkezê Xudo Bakayêv (ferhenga kurdî-rûsî) û Îvanê Omer Farîzov (ferhenga rûsî-kurdî) û wana sala 1957an ew ferheng amade kirin û çap kirin. Ya Ç. Bakayêv bi tîpên kurdî yên kirîlî bûn, lê ya Î. Farîzov ya bi tîpên latînî bûn. Paşê sipartine Qanatê Kurdo ferhengeke din ya kurdî-rûsî ya bi tîpên latînî hazir bike. Ewî ew kar sala 1960î serhevda anî û da çapkirinê. Çapkirina ferhengên rûsî bi kurdîya latînî dihate wê maneyê, ko Yekîtîya Sovyet berê xwe dide hemû kurdên cihanê.
Bi wê ra tevayî jî problêmên miletzanîya (êtnografîya) kurdan hatine azirûkirinê. Di wî karî da keda kurdzan T. Arîstovayê û S. Brûk gelek e. Herweha derheqa pêşdahatina (xuliqandina) kurdan da jî. Di vê pirsê da xwesma profêsor O. Vîlçêvskî xebateke giranbuha kir.
Doktorê dîrokê Olêg Lyûdvîgovîç Vîlçêvskî kedeke mezin kire nava kurdzanîya Sovyet da. Ew li ser pirsên dîrokê, êtnografîyê, zimanzanîyê, edebîyetzanîyê, çande da sekinî. Berhemên wî dewraneke nuh in di nava kurdzanîya Rûsîyayê û Sovyet da.
O. Vîlçêvskî xwesma guhdarîyeke mezin danî li ser pirsên pêşdahatin-xuliqîna kurdan, ko heta wî çaxî rind nehatibû lênihêrandin, ji ber ko azirûkirina wê bi gelek dijwarîyan va girêdayî bû. Ew bû şagirtê akadêmîk N. Mar û pêşvabirê karê wî. Di paşdemê da bi saya zên û merîfeta xwe ew hînî zimanên îngilîsî, almanî, firansî, farizî, kurdî, tirkî û erebî bû, hewil da çend zaravên kurdî yên din jî fêr bibe. Ji ber wê jî ew hema bêje her sal tevî êkspêdîsyonên folklorîyê dibû, ko li navçeyên kurd lê diman da dihatine derbazkirin.
Ji sala 1928an destpêkirî O. Vîlçêvskî çend salan li Înstîtûta zimanên Rohilatê yên zindî da dersên zimanê kurdî dane. Ewî têorîya N. Mar ya derheqa wê yekê da, ko kurd binecîyên wê axê yê qedîmî ne, ko niha ew li ser dijîn û berê ser wî erdî xên ji kurdan hîç kes nemaye, pêşda bir. Gorî vê têorîyayê, xuliqîna kurdan bi kardûxên Ksênofon va dihate girêdan. N. Mar nêzîkîhevbûna têrmînên ”kurd” û ”kardûxî” kire bingehê argûmênteke xwe ya derheqa wê yekê da, ko kurd bi gênêtîkî gerekê binecîyên Asîya Biçûk yên qedîmî bin. Ew konsêpsyona derheqa pêşdahatina kurdan da ji alîyê rohilatzanan da bi fireyî hatîye qebûlkirin.
O. Vîlçêvskî keda N. Mar di nava kurdzanîyê da gelekî bilind qîmet kirîye. Ewî nivîsîye: ”Kurdzanî minetdarê N. Mar e bona xebatên wî yên pir derheqa kurdan û zimanê kurdî da, di nav wan da berhemên wisa, ko me mecbûr dikin N. Mar bihesibînin wek zaneyekî wê pirsê yê herî baş, ko bi lêkolînên xwe va bi çend deh salan va pêşîya zanyarên Awropayê yên di wê derecê da ketîye”.
Lêkolînên Vîlçêvskî me tînine ser wê bawerîyê, ko di dewrana sedsalên navîn da li Asîyayê zimanê kurdî di nava zimanên gelên mayîn da rola xwe lîstîye.
Rast e, têorîya N. Mar ji alîyê çend zimanzanan da hate rexnekirinê, lê hetanî niha jî ew ji alîyê gelek kurdzanan va tê parastinê. Ji wana nin: Î. Farîzov, T. Arîstova, M. Lazarêv.
Berhemên O. Vîlçêvskî yên derheqa pêşdahatina zimanê kurdî da kêrhatî û bi qîmet in. Çûyîna wî ya li Qerebaxê (sala 1931ê) û rasthatinên wî bi kurdên Laçînê û Kelbecarê ra, ko diketine nava axa Kurdistana Sor, bûne bingehê xebateke wî ya zanyarî.
Problêma zimanê kurdî yê lîtêratûrîyê tabetî ne dida O. Vîlçêvskî. Ew yek, ko Kurdistan di nav çar dewletan da hatîye perçekirin, tesîra xwe li ser zimanê kurdî, dîrok û edebîyeta wê hîştîye. Bona wê yekê jî di hêlekê va binecîyên kurd yên wan her çar welatan hukumê zimanê gelên diha mezin li ser zimanê xwe texmîn dikirin, di hêleke din va jî kurdî tesîr li ser zimanê miletên din dihîşt. Ber ronahîdarên kurdan gelek caran pirsa sazkirina zimanê kurdî yê nivîskî serî hildaye, zimanekî wisa, ko bona hemû kurdan femdarî û destdayî be. Di wan deman da hewildan hatine kirinê lîtêratûra kurdan ya nû li ser bingehê zaravên kurdî saz bikin, ko bingehê wê da gerekê edebîyeta kurdî ya sedsalên navîn bûya.
O. Vîlçêvskî, ko dijwarîya sazkirina zimanê kurdî yê hemlîtêratûrî bona kurdên Kurdistanê rind derc dikir, gelek hereket xerc kir bona bi kêmanî ji bo kurdên Sovyetê zimanê lîtêratûrîyê yê yekgirtî saz bibe. Li kongrêya kurdzanîyê ya pêşin ya tevaya Sovyetê (sala 1934an, li Yêrêvanê) O. Vîlçêvskî destnîşan kir, ko bi saya serê Sovyetê pêşketina lîtêratûra kurdî bi lez pêk tê û ji ber wê jî lazim e zimanê kurdî yê lîtêratûrî yê wisa saz bikin, ko zêde kurd jê fêm bikin. Piştî axavtina wî kongre bi yekdengî biryar qebûl kir zimanê kurdên Ermenîstanê hilbijêrin wek bingeh bona sazkirina zimanê kurdî yê lîtêratûrîyê yê yekgirtî, ji ber ko bi wî zimanî îdî berhem hatibûne çapkirin û ew ziman nêzîkî çend zaravên kurdî yên Kurdistanê yên giring bûn.
O. Vîlçêvskî destana ”Mem û Zîn” wergerandîye rûsî û sala 1938an di berevoka ”Çîrokên gelên Rohilatê” da daye çapkirin. Zanyarê mezin herwiha destbi lêkolîna berhemên klasîkên edebîyeta kurdî kir.
Profêsorê şîrhelal herwiha bi pirsa xuliqandin û pêşdaçûyîna dînê êzdîyan va jî gîro bûye. Ew jî ser bawerîya N. Mar bû, ko dînê êzdîyan dînê perçekî kurdan e, ko kurdan berî îslamê qebûl kirine. Ewî armanc da ber xwe mînanîhevbûn û cudabûna di navbera dînê êzdîyan û dînê îslamê da bide ber hev. Bi wê têmayê ewî sala 1935an di Înstîtûta Moskow ya zimên ya Akadêmîya Rûsîyayê ya Zanyarî da bi têmayên ”Varîanta nû ya duakirina êzdîyan”, ”Bawerîyên derheqa xuliqandina êzdîyan da” doklad xwendin. Bi bawerîya wî, di navbera êzdîyan û tevaya cihana din da ferqeke mezin heye. Ewên, ko dînên din dihebînin, êzdîyan bi vî awahî qebûl dikin: ”Eger dînê wana ji dînê tevaya merivaya cihanê tê cudakirinê, eger xudayê wan ne xudayê cînarên wan e, tê wê maneyê, ko ew xudan şeytan e û êzdî jî xulam û terefdarên wî ne”. Hilbet, ev gotin ji nezanîyê tê.
Bilî van, O. Vîlçêvskî pir gotarên zanyarî nivîsîne derheqa kurdan da, wek ”Mar û kurdzanî”, ”Nivîsên derheqa zimannameya kurdî da”, ”Derheqa dîroka têrmîna ”kurd” da, ”Pirsa miletîyê li Îraqê” û yên din.
Sala 1944an pirtûka O. Vîlçêvskî ya bi sernavê ”Kurdên başûr-roava Îranê” ronahî dît. Ew berhema êtnografîyê ji alîyê rohilatzanên Sovyet û welatên dereke da bi dilgermî hate qebûlkirin.
O. Vîlçêvskî herwiha derheqa hêşinayî û heywanetên Kurdistana Îranê, hewa wê, çem û binecîyên çend navçeyên wê da malûmatî berev kirine. Ewî rojname, xerîteyên erdnîgarî berev kirine, derheqa erf-edet û toreyên kurdan da lêkolîn kirîye û daye îzbatkirin, ko ew di gelek alîyan va ji cînarên xwe têne cudakirin. Û destnîşan kirîye, ko ew ferqa di navbera kurdan û miletên mayîn da nahêlin, ko kurd asîmîle bibin, lema jî di nava farizan, tirkan û ereban da nahelin.
Haya wî rind ji weşanên kurdî hebû û bernameyên partîyên sîyasî yên kurdan wergerandîye ser çend zimanên biyanî.
Ev hemû karên wî di hêla kurdzanîyê da jê ra bûne bingeh, ko pirtûkeke zanyarî ya hêja binivîse bi sernavê ”Kurd”, ko sala 1961ê li Lênîngradê çap bû.
O. Vîlçêvskî sala 1966an serê xwe danî ax û berên sar, lê mîrata wî ya zanyarî kedeke giranbuha ye di nava kurdzanîyê da.
xxx
Wek hûn dibînin, li Rûsîyayê û Sovyeta berê gelek berhemên zanyarî derketine ser kurdan û Kurdistanê. Piranîya wan bi rûsî ne, hinek ji wan jî bi ermenî, gurcî, azirî û zimanên mayîn in. Vana gerekê bigihînine miletê me, ango wergerînine kurdî. Min ev kar berî 30 salan da ber xwe. Heta niha ev pirtûk bi wergera min çap bûne:
1. "Kurdên Tirkîyê di dema nû û here nû da" (450 rûpel), ya profêsor M. Hasratyan. Ew sala 1994an li Bêlçîkayê, ji alîyê Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê da hatîye çapkirin.
2. "Pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 480 rûpel, sala 1999an di nav weşanên "Roja Nû" da çap bû.
3. "Împêrîyalîzm û pirsa kurdan", ya profêsor M. Lazarev, 380 rûpel, sala 2002an di weşanên "Roja Nû" da çap bû.
4. "Dêrsim" ya Andranîk, sal 1900, Tîflîs, 200 rûpel, ji ermenkîya kevin hatîye wergerandin û van dawîyan di weşanên "Dengê" da hatîye çapkirin.
Evana jî ber çapê ne:
5. "Kurd di dema şerên Rûsîyayê bi Farizistanê û Tirkîyê ra", ya serhing A.Avêryanov, sala 1900î bi rûsî çap bûye (berî 109 salan), 580 rûpel. Eva pirtûka bi daxaza Înstîtûta Kurdî ya Parîsê hatîye wergerandin û ewê zûtirekê çap bibe.
6. "Kurdistana nû", 500 rûpel, Moskow, sal 1990. Bi daxaza Navbenda Lêkolînên Kurdî li Moskow û bi daxaza Înstîtûta Kurdî li Parîsê ji rûsî hatîye wergerandin û wê zûtirekê çap bibe.
7. "Kurdên Azirbêcanê" ya A. Bûkşpan, 120 rûpel, sala 1932an li Bekuyê çap bûye. Ji rûsî hatîye wergerandin, Înstîtûta Kurdî li Parîsê wê çap bike.
8. "Tevgera kurdan", ya profêsor Xalfîn, 200 rûpel, sala 1963an bi rûsî çap bûye. Hatîye wergerandinê û APECê çap bike.
Evana jî hazir in bona çapê, li bendê me, ko weşanxaneyên kurdî xwe bidine ber:
9. "Îdyomên kurdî, bi şirovekirina rûsî", ya profêsor Maksîmê Xemo, 480 rûpel. Di wê da şirovekirina îdyoman ji rûsî hatîye wergerandinê ser kurdî.
10. ”Bawermendîyên kurdên êzdî” ya Emînê Evdal, 220 rûpel, sal 2006, Yêrêvan. Ji ermenkî hatîye wergerandin.
Evên jêr jî niha werdigerînim:
11. Pirtûka O.Vîlçêvskî ya bi navê "Kurd" ko sala 1961ê li Lênîngradê çap bûye, 250 rûpel e.
12. Pirtûka M. Lazarev ya bi navê ”Kurdistan û pirsa kurdan (1923-1945)”, ko sala 2005an li Moskow çap bûye, 310 rûpel e.
13. Pirtûka Alêksandr Pûşkîn ya bi sernavê "Rêwîtîya li Erzurumê di dema gera sala 1829an da" (ser êzdîyan e), 90 rûpel.
xxx
Tiştekî ecêb e, ko ji kurdên Sovyeta berê û kurdên Kurdistanê, ko bi rûsî zanin, hema bêje tu kesî karê wergerandina berhemên zanyarî yên li ser kurd û Kurdistanê nedaye ber xwe. Ew berhem wê careke din gelê kurd bidana bawerkirinê, ko dijmin çawa axa wan zevt kirîye, rê li ber pêşketina çand û edebîyeta kurdî girtîye. Û ew bawerî wê welatparêzîya gelê me xurttir bikira û ew bawerî jî wê karê rizgarkirina welatê me nêzîktir bikira. Û ecêbeke din jî ew e, ko berhemên nivîskarên rûsan yên klasîk, wek Çêxov, Tolstoy, Dostoyêvskî, Gogol û yên din ji tirkî hatine wergerandin ser kurdî.
xxx
Li jêr em wergera ji rûsî ya pêşgotina pirtûka O. Vîlçêvskî ya bi sernavê "Kurd" raberî we dikin, ko ewî di salên 50î yên sedsala buhurî da nivîsîye.
Pêşgotin
Kurd bi jimara xwe û bi kemala xwe ya sîyasî û çandî va yek ji miletên mezin yê Asîya Pêş e. Jimara kurdan bi tevayî ji 7 mîlîon kesan derbaztir dibe. Piranîya kurdan li ser axake mezin - li Kurdistanê (welatê kurdan) dijîn, ko dikeve di navbera zincîra çiyayên Asîya Biçûk û rêzeçiyayên Îranê. Vira, li ser axa weke 500 hezar kîlomêtrên çargoşe weke 8,5 mîlîon kes dimînin û 75 selefê (%) wan kurd in. (Dervayî Kurdistanê jî kurd hene, wek: li Rohilata Îranê, Sûrîyê û li başûrê Yekîtîya Sovyet. Jimara wan ji 300-400 hezarî derbaztir nabe). Niha Kurdistan bi sîyasî di nav Tirkîyê, Îranê û Îraqê da hatîye perçekirin. Sînorên van dewletan li ser axa kurdan ra derbaz dibin û di dilikê Kurdistanê da digihîjine hev. Kurd bi jimara xwe va di van dewletan da ji miletên kêmjimar yên herî pirjimar û herî aktîv in. Hema bêje eva sed sal e kurd şerê miletîyê-azadîyê dikin û ew şer her berdewam e. Serhildanên kurdan yên dijî desthilatdarîyên wan welatan, ko kurd lê dimînin, hinek caran gîhandine wê derecê, ko ew dewlet ji hal ketine. Lê çi mixabin, ko tu serhildanek bi ser ne ket, ji ber ko ji alîyê wan dewletan da bi bêwijdanî hatîye perçiqandinê û heta îro jî mafê kurdan nehatine naskirinê.
Eger em bi çavê êtnîkîyê li dîroka Asîya Pêş ya sedsalên navîn binihêrin, emê texmîn bikin, ko pêvajoyeke dûr û dirêj rû daye: bi destî wê yekê, ko miletên berî sedsalên navîn ji cî û warên wan ji axa wan rakirine, dewsa wan miletên nû cî girtine. Di wê pêvajoyê da yek ji miletên ko pir zirar dît û ziyanê ket - gelê kurd bû, ko di nav dîroka Asîya Pêş ya sedsalên navîn da roleke giring lîstîye. Eger em dixwezin di çarçoveya êtnîkîyê da wê pêvajoya pirsedsalan ra çavnas bin, em gerekê vegerine berbi kûraya dîroka kurdan - heta wê dem û dewranê, ko ev gelê Rohilatê xuliqîye. Rast e, li ser dîroka gelê kurd ya êtnîkîyê da gelek lêkolîn hatine kirinê, lê ew nikarin me têr bikin û em nikarin bêjin, ko ew mesele hel bûye. Em îro dikarin pirî-hindikî zelal pêwendîyên kurdan bi eşîret û gelên Asîya Pêş ra di sedsalên navîn da bînine ber çeva, lê derheqa pirsa ko emê di vê berhema xwe da li ser bisekinin - li ku, kengê û di çi qewil û şertan da kakilê gelê kurd yê bingehîn saz bûye û gihîştîye - heta roja îro jî bersîveke tam û bi îzbat tune. Sebebê wê yekê ne tenê ew e, ko heta niha kêm malûmatî ketine destê me, lê herweha ew e jî, ko azirûkirina (zelalkirina) êtapên êtnogênêza kurdan bi wê problêmê va girêdayî ye, çika eşîretên koçer kengê li Asîya Biçûk û Îranê peyda bûne û pêwendîyên wan bi binecîyên cînar yên riat ra çawa bûne. Berhemên êtno-gênêtîkîyê yên S.P.Tolstov, ko derheqa jîyana gelên tirkîaxêf yên behra Aralê da nin, didine xuyanîkirin, ko pêwendîyên aborî, êtnîkî û civakî, ko di wan deman da xuliqîne, çiqas dijwar pêşda çûne, ji ber ko her eşîrek xwedî taybetmendîyên jîyanê yên cuda-cuda bûne û bêy hesabhildana taybetmendîyên wan cî û waran, dewranê û strûktûra malhebûnîyê ya wan gelan û eşîretan, ko bi hev ra ketine nava pêwendîyan, em nikarin reng û dengê wana bi awakî zelal û ferih bînine ber çavan.
Xudanê evê berhemê bona çareserkirina hinek pirsan gelek matêrîyalên êtnografî yên giranbiha û kevnare bi kar anîye, ko derheqa jîyana kurdan ya herrojî û jîyana ruhanîyê da nin, lê bi wê yekê ra tevayî jî destnîşan dike, ko ew tiştên, ko ketine ber destên wî, têr nakin bona taybetmendîya jîyana gelê kurd ya berî gelek sedsalan bînine ber çavan. Zanyar-êtnograf wê yekê jî daye ber çavan, ko gelê kurd di bin nîrê sê dereca da ne - di bin zordarîya milkedarên xwe, serokatîya welatên Asîya Pêş, ko kurd li ser axa wan dijîn û yek jî, ko ya here sereke ye, dagîrkarên ji der va hatî. Îzbatîya wê yekê ya here geş ew e, ko bona kurdên Yekîtîya Sovyet, ko bi jimara xwe va hindik in, her dergeh hatine vekirinê bona bi hemû miletên welatê me yê pirmilet ra tevayî pêşda herin û jîyaneke bextewar va bijîn, dest ji erf-edetên kevin yên xirab bikişînin û bi wê ra tevayî jî rengê xweyî miletîyê unda nekin, hela di ser da jî kûltûra xwe pêşda bibin. |