STOCKHOLM, 26/8 2009 — Piştî ji nav me barkirina dengbêjê me yê bi nav û deng Aramê Tîgran, destê min nediçû ez behsa mirina wî bikim, min çend caran hewil da jî, lê nikaribû derheqa wî da tiştekî binivîsim; her caran kela dilê min tije dibû, ez wek hêsîrekî bêzar û bêçare dibûm.
Ez niha jî nizanim ka piştî wefata wî camêrê ber dilê min ezîz hişê min hatîye serê min, an na, lê ezê hewil bidim tiştê derheqa birayê xwe yê mezin da zanim, raberî we bikim. Piranî ezê jîyana wî ya dervayî dengbêjîyê ji we ra şirove bikim, yek jî ezê li ser wan şaşîtîyan û nerastîyan bisekinim, ko di çend malper û rojnameyên kurdan da ser Aram hatine çapkirin.
Gava Aram sala 1966an di 33 salîya xwe da nû ji Kurdistanê, ji nav kurdan derketibû û bi malbetî hatibû Ermenîstanê bi cî û war bûbû, çûyîn-hatina wî û malbeta wî, danûsitendinên wan piranî bi kurdan ra bûn. Ji ber ko bi erf-edetên kurdî mezin bûbûn, piranî bi kurdî dipeyîvîn. Di rojên hatina xwe ya pêşin da ew û bavê wî – rehmetîyê Tîgran gelek caran dibûne mêvanê mala me, ji ber ko bavê min wek serokê radyoya kurdî hemû sitiranên wî qeyd dikirin, gelek caran em rastî hev dihatin, me ji hev hiz kir, lema jî em bûne dostên hev yên here nêzîk. Paşê, bi demê ra dostanîya min û Aram jî xurt bû: ew dengbêjê dewata min bû; dema piştî 20 salan dû hatina xwe ya li Eremenîstanê cara pêşin dixwest derkeve dervayî welêt – Awropayê, bona dengê xwe bigihîne tevaya gelê kurd, ez di navbera wî û Komkara navbendî li Kölnê, ko dawetname jê ra şandibû bona tevî Newroza wê salê bibe, bûme navçîgar û ew çû Almanîyayê, gelek konsêrt dan; dema 20 keç û xortên wergervan ji Swêdê hatibûne Rewanê, Aram ji min ra têlê xist û got, ko ew wana gişkan dawetî mala xwe dike, bona ji wan ra bistirê û min ew birine mala wî ya li bajarê Abovyanê; dema 50 salîya xwe derbaz kir, gazî min kir; dema ez wek endamê heyeta îdarî ya Înstîtûta Kurdî li Brûksêlê li wir bûm, ewî bihîstibû, ko ez hatime, hat ez dawetî mala xwe ya Brûksêlê kirim.
Dema min sala 1982an li mala Qanatê Kurdo bi Cegerxwînê mezin ra hevpeyvîn kir, min ji Aramê bira ra got, ko Cegerxwîn silavên xwe ji te ra dişîne û sipasîya te dike, ko te helbestên wî kirine sitiran, wek dibêjin, lingê wî erd nedigirtin, tenê got: “eva behsa here baş bû di nav jîyana min da”. Gava ez diçûme Sûrîyê, nameyek ji birayê xwe yê li Qamişloyê – Sargîs ra nivîsî, yek ji doktor Hiznîyê Haco ra, yek jî ji bo xwîşka xwe ya li Helebê dima, da min, got: “tê bibî mêvanê van kesan”. Ji bo min serbilindîyeke pir mezin bû, ko min Hiznî Haco nas kir, em bûne hevalên hev, me ji hev hiz kir. Eger nimûneya welatparêzîyê ya here bilind heye, min di nav wî camêrî da dît, ko li Almanîyayê bizîşkî xwendibû, paşê karê xwe û zaroyên xwe hîştibû, bi salan ketibû çiyayên Kurdistanê, bizîşkîya birîndarên şorişa Barzanîyê Mezin dikir û heta wan salên me hev dît jî, di destpêka salên 90î da, amade bû çar zarên xwe yên delal û karê xwe yê serokatîya nexweşxaneya Qamişloyê ya herî mezin ya ser navê doktor Nafiz Zaza (birayê Nûreddîn Zaza) bihêle û here bi dil û can, bê maeş xizmetî canfîdayên welatê xwe yên birîndar bike. Ez bi wê yekê va serbilind im, ko Aramê Tîgran wek meriv û dengbêj perçekî jîyana min bû û bi çûyîna wî va ew perçe xeyîrî.
Aram bi esilê xwe va ermenî bû, heta welatparêzekî ermenî bû. Lê ne tenê ji kilamên kurdî hiz dikir, herwiha ji kurdan jî gelek hiz dikir. Ew bi sitiranên kurdî şîyar dibû û radiza. Dema Komela xwendkarên kurd li Ermenîstanê civîn û şahî derbaz dikirin, ewî herdem şevên me bi sitiranên xwe va dixemiland. Timê di dewatên kurdan da dengbêjî dikir. Lema jî tevaya miletê me xwedî lê derket, mirina wî bû şîna tevaya miletê me, yekî mînanî Şivan Perwerê mezin jê ra mamosta dibêje.
Hinek caran kurd dibêjin, ko şansê me tune, bextê me lênaxe. Lê hinek kar jî hene, ko bextê me wisa baş lê xistîye, ko em derheqa wê da nizanin. Gelek kes zanin, belkî hinek kes jî nizanibin, ko cara pêşin sitiranên Aramê Tîgran, Şivanê Perwer û herwiha yên Karapêtê Xaço, Şeroyê Biro û gelekên din bi radyoya me hatine belavkirin. Lê kêm kes zanin, ko ew dikaribûn nehatina qeydkirin û belavkirin, eger serokê radyoya kurdî ya Rewanê, ko hemû sitiranên wana qeyd kir û belav kir, zane û welatparêz nîbûya, ji kursîya xwe û ji şikyatên neyar û xayînan bitirsîya. (Dibe hinek kes bêjin, ko pesinê bavê xwe – Xelîlê Çaçan dide, ji ber ko serokê radyoyê 24 salan bavê wî bûye. Xema min nîne ewê çi bêjin. Tenê dikarim bêjim, ko gerekê dîroka sitiran û dengbêjên radyoya Rewanê bê nivîsar. Îcar gerekê ne ez, lê hinekên din binivîsim. Îcar ew nanivîsin û dixwezin, ko ez jî nenivîsim, ango, dixwezin dîrok neyê nivîsar).
Ezê hinek gotinên xwe bi îzbat bêjim, da ko neyar û xêrnexwezên, ko ji betalîyê bûne nivîskar û rojnamevan, an jî bi wan va wisa xuya dibe, ko bûne nivîskar û rojnamevan, ewên ko di dema Sovyet da ji tirsan pêwendîyên wan ne bi kurdên dervayî Sovyetê ra hebû, ne jî bi Kurdistanê ra û heta tu gotarek ji kovar û rojnameyên kurdî yên Awropayê û Kurdistanê ra nenivîsîn, û îro qelîbotk û çîvanokên wan ji rûpelên malperên kurdî kêm nabin, rastîyê veneşêrin, wek dibêjin, bindoşek nekin. Baş e, ko di nav bi dehan ronakbîrên kurd yên Sovyeta berê da yên wek wan pir hindik in.
Sitiranên Aramê Tîgran piranî bi gotinên helbestvanê mezin Cegerxwîn in. Cegerxwîn jî li welatê Sovyet nedihate qebûlkirin, ji ber ko di helbestên xwe da pesinê Stalîn daye, ko gelek miletên Sovyetê xeza kir û sirgûnî Sîbîrîyayê û Qazaxistanê kir. Îzbateke din jî ew e, ko rojnameya “Rya teze” di nava 50 salan da ne helbestên Cegerxwîn çap kir, ne jî navê wî, heta şaş diman, ko serokê radyoyê çawa turuş (cesaret, cule`t) dike sitirana “Welatê me Kurdistan e” belav dike, ji ber ko gorî îdêologîya Sovyetê, welatê hemû kurdên Sovyeta berê Yekîtîya Sovyet bû. Şivanê Perwer yekser di sitiranên xwe da bi mêranî xelkê Kurdistanê hişyar dike, hestên welatparêzîyê xurttir dike, ko qet ne bi dilê welatên dagîrkar e û navbera wan welatên dagîrkar û Sovyetê jî xweş bû. Ango, gorî îdêologîya Sovyet, sitiranên wî gerekê nehatana belavkirin. Karapêtê Xaço di hevpeyvîneke bi Roj TV ra bi zar û zimanê xwe ji rojnamevan Mehmed Aktaş ra dibêje, ko dema sala 1955an hatîye radyoya Rewanê sitiranên xwe bêje, jê ra gotine, ko sitiranên wî ser axa û began, şer û hefhildanê ne, lema qeyd nekirine. Paşê, dema sala 1957an Xelîlê Çaçan dibe serok, carek din gazî wî dike û hemû sitiranên wî qeyd dike.
Gelo wê sitiranên dengbêjê me yê herî bi nav û deng Şeroyê Biro çawa bihatana qeydkirinê, dema ew li paytextê Gurcistanê – Tilbîsê dima û nedihate Rewanê bona sitiranên wî qeyd bikin. Serokê radyoyê rabû ser du heftêyan çû Tilbîsê, studîyoya radyoya wira kirê kir û hemû sitiranên Şero qeyd kir. Bi qanûna Sovyetê, hemû sitiranên radyoya Rewanê milkê radyoya Ermenîstanê û radyoya Moskow bûn, ko serokatî li radyoya kurdî dikirin û destûr tunebû wan sitiranan derxine derva, biweşînin. Lê bi saya serê mêranî, welatparêzî, zên û zîrekîya serokê radyoyê ew sitiran, di nav wan da yên Aram jî, berî weke 30 salan gihîştine ber destên Înstîtûta Kurdî ya Parîsê, Komkarê û Reşo Zîlan û wana ew kirin kasêt, dane belavkirin û gîhandine gelê kurd. Ez bawer nakim, ko eger yekî din serokê radyoyê bûya, ev hemû kar wê pêk bihatana. Û bira tu kes ser wî guhî ranezê, ko ew sitiran bi saya serê hemû xebatkarên radyoyê hatine qeydkirin, keda hemûyan tê da heye. Bira her kes bizanibe, ko di dema Sovyetê da biryar tenê di destê serok da bû. Û eger bi rastî jî rola radyoya kurdî di karê hişyarkirina temamîya gelê kurd da pir e, wê demê hêja ye heykelê serokê wê - Xelîlê Çaçan li Kurdistanê bê danîn.
Rast e, dengbêjîya kurdên Sovyeta berê gelek deng daye, lê bi hatina Aramê Tîgran ra di nav sazbendîya me da şorişek saz bû. Ewî nazikaya dilê miletê min bi me da naskirin, bayê welatê me anî, Cegerxwînê mezin pêşkêşî me kir. Dibêjin, dema zarok siba zû hişyar nedibûn an jî ji xewê têr nedibûn bona rabin herine dibistanê, sitiranên Aram pê va dikirin û xewa zarokan diteqisî, hew dikaribûn razana. Aramê Tîgran rewşeke kaw û xemileke bedew dida dewatên kurdî. Ewî wisa destpê dikir distira û ji berê va sitiranên wisa ber hev dida guhastin, ko heta kesên, ko di fikira wan da tunebû bireqisin, bê hemdî xwe bi heyecan diketine govendê û wek dibêjin ji sazbendî û sitiranên Aram heta hestûyên wan jî direqisîn.
Niha jî em bêne ser hin şaşîtîyên di malperan da, ko ser Aram hatine nivîsar. Ya pêşin: navê wî yê rast Aramê Tîgran e. Ew nav çend kesan tenê rast nivîsîye, yên ko ez zanim, yek ji wan jî Şivanê Perwer e. Ezê mesela navê wî jî ji we ra şirove bikim: gorî zimanê ermanîyan, navê her ermenîkî bi awayê nav û paşnavê dihat nivîsar. Navê Aram gerekê di rastîyê da Aram Mêlîkyan bûya. Lê serokê radyoyê qestbende ew nav kiribû qalibê kurdî (herwiha navên Karapêtê Xaço, Davîtê Xilo û gelek ermenîyên din jî), ko guhê kurdan fêrî cûrê navan yê kurdî be, ango navê wî û navê bavê wî, wek ko ew yek li kovara “Hawar”ê da jî heye, xên ji navê Herekol Azîzan, navê hemû nivîskarên wê kovarê bi cûrê kurdî ne, wek ko ew berê di nav hemû kurdan da bû, wek Ahmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Bişarê Çeto, Rizayê Xêlit û h.w.d û niha ew cûrê navan hema bêje tenê bal kurdên Sovyet maye.
Di malperan da gelek kesan nivîsîye, ko Aram dengbêjê ermenîyan û kurdan bû. Ne wisan e. Aram wek dengbêj, tenê dengbêjê kurdan e, lê em dikarin bêjin, ko ewî bi gelek zimanan kilam sitiraye. Îzbata wê jî ew e, ko dema nû hatibû Ermenîstanê, serokê koma kilam û reqasên ermenîyan ya Radyoya Ermenîstanê xwest wî bike dengbêjê komê, bona bi ermenî bistirê. Lê kompozîtorên ermenîyan yên bi nav û deng îzbat kirin, ko qirika (gewrîya) Aram kurdî ye, dema ermenî distirê, wisa xuya dibe, ko ew kurd e. Ango wek dengbêj ew kurd e, ew dengbêjê kurdan e.
Hinekan jî nivîsîye, ko ew di radyoya kurdî ya Rewanê da kar kirîye. Aramê Tîgran tu rojan di radyoya kurdî da kar ne kirîye; di radyoya ermenîyan da opêrator bû, ew jî bona wê yekê kar dikir, ko nêzîkî beşa kurdî be, ji ber ko bi gelek dengbêjan ra li cumbûşê dixist.
Aramê Tîgran tu caran esilê xwe înkar ne kir, ji dînê xwe derneket, li gelê xwe xwedî derket, heta roja dawî jî ermenîyekî bi şeref ma. Ewî keda xwe kire nava hunermendîya me ya sitiranbêjîyê. Lema jî gelê me lê xwedî derket, gelek malperan bi sedan gotar ser wî nivîsîn. Mixabin ji kurdên Sovyet tenê profêsor û welatparêzê mezin Kinyazê Îbrahîm nivîsî. Him ermenîyan, him jî kurdan gelek ji Aram hiz dikirin. Gava jîyana vî camêrî didî ber çavan, ecêbeke gelek kurdên me tê ber çavan, ko xwe ji bo wan dengbêjên tirkan dikin qurban û heyran, ko xudêgiravî kurd in, lê bi xwe nabêjin ew kurd in, heta dibêjin tirk in jî û ji nav wan yê herî baş jî dibêje ”diya min kurd e, bavê min ereb e, ez jî tirk kurê tirka me” û ji wê jî xirabtir, ew kes bi tirkî distirên, ji xirabîyê zêdetir ji kurdan ra tu tiştek nekirine, ji ber ko awaz, sewtên kurdî bi akil û kubra tirkî distirên, ji gelê me dizîne û kirine malê wan.
P.S. Ev wêneyê Aramê Tîgran û Şivanê Perwer yê bi hev ra cara pêşin tê çapkirin. Ez wisa bawer im, ko ev wêne tenê bal min heye. |