SWÊD, 7/8 2009 — Ev pêncîûdu sal di ser wê rojê re derbas bûn, pencîûdu zivistan di ser wê zivistanê re borîn, lê hê jî ew roja nebixêr ya meha sibatê li ber çavên min, bi hemû hûrgulîyên xwe ve zindî ye. Dema ko wê rojê bi bîr tînim, tevzînok bi laşê min dikevin û li ber xwe dikevim.
Ez we derewîn dernexînim, bawerim ez heyşt an neh salî bûm, baş nayê bîra min, wê çaxê mala me li gund bû. Gundê Dengizê gundekî şên bû, bi qandî çil malî lê niştecih bûn. Li nêzî çiyê, li ser girekî ava bû. Li jor çiyayekî bi dar û devî, li kêlekê jî newaleke avî, bi dehl û werz hebû. Li kêleka din ya gund jî, hindek zewîyên ceh û genimî, bi şikêr û xiram hebûn. Dema buhar û havînan tu derdê me zarokan nebû. Em li ser merg û bênderan, li ber taldê xanî, li bin sîya darê tuwan kom dibûn. Li newalê diciviyan, li nav dehlê digeriyan û diketin avê. Car car jî me xiltên xwe digirtin û didan çiyê, li pîvok û kerangan digeriyan; me dida dû dengê çêlkewan, ew digirtin dihanîn malê, kedî dikirin. Lê wexta ko serma dihat, berf diket, me çavê xwe li xirbekî, li axurekî vala digerand, ji bo ko em bikanibin bên cem hev, tev de bilîzin, ev pêwist bû. Peydakirina avahiyeke vala, li gundan, ne hêsan bû. Lê em, zarokên gundê Dengizê, ji vê hêle de bi qird dihatin hesêb, bextewar bûn. Lewra, li gund yek hebû, me jê re apê Hesen digot, (lê gundîyan ew wekî Hesenê Dîn bi nav dikirin) wî û xanima xwe em dihewandin malê.
(Karîkator: Mamoste Nûjen)
Apê Hesen mirovekî xweser bû, nedihate nav gundîyan, kêfa wî ji civatên wan re ne dihat. Xanima wî Hemdîya jî weke wî bû. Diya min jê re digot »Kawikê». Zarokên wan tunebûn. Lê dîn û îmana wan bi zarokan re bû. Bi dilovanî bergirtiya me dikirin, ji nanê şilikî bigirin, heta bi şekirê nav qesebê, qursikên sorkirî, benîyên gûzan, bastêq, fêkî û êmîşên cûr be cûr li ber me datanîn. Apê Hesen çîrokbêjek bû jî, wexta me li çîrokên wî ên Dêw û Hûtên Heftserî, Perî û Gulperîyan guhdarî dikir, his û pit ji me dernediket. Ji hêla din jî, mala wan fena atêlyeke lîstokan bû. Bi gotineke din, apê Hesen hunermendek bû. Mîna peykertiraşekî dar dikolan, figurên cuda bi cuda ji wan derdixist û diyarî me dikir. Xarên kevirî ji me re çê dikirin, ew li qalip dixistin, rûn dikirin, di nava paçekî de dipêçan dida me û digot »heta bi sê rojan venekin» piştre dema me vedikirin, xarin şahîtok, deqdeqî, li gora kevirên xwe, rengîn û gellek xweşik derdiketin holê. Xanima wî Hemdîya jî, darik bi cilên qesebî, rengareng dixemilandin dikirin bûkik û diyarî keçikan dikir.
Salên zarotiyê ên nehs û şûmitîyê ne, wê zivistanê jî, hewesa me zêdetir li ser girtina civîk û reşêleyan bû. Lewma jî, me ji apê Hesen xwest ko ji me re xefkan çêke. Tu carî em nedişkenandin, daxwazên me her bi cih dihanîn. Çend rojekî bi şûnde jî pênc xefk li ba amade bûn û li me pênc lawan dabaş kirin. Dema min rahişt xefka xwe ya xweşik î têlînî, hat bîra min ko ji mêj ve min daxwazek jê kiribû ko erebokek têlînî jî, ji min re çêke û ev daxwaza xwe jê re dubara kiribû, hingê wî dengê xwe ne kiribû, lewra min zanîbû ev bêdengîya wî di mana erê de bû, loma jî min israrî ne kiribû. Me bi kêfxweşî sipasîyên xwe pêşkêşî apê Hesen kirin û ji mala wan derketin, me berê xwe da nêçîra civîkan. Em her pênc zarok li nav gund belav bûn, li sergoyekî, cihê ko civîk û reşêle lê kom dibûn gerîyan. Li nêzî mala me sergoyek hebû, min xwest berya zarokên din xwe bigihînim wir û xefka xwe vedim. Lê nizanim ji ber çi sedemê bû, xwenga min li ber malê ez dîtim, gazî min kir, ez jî çûm malê.
Ez serê we neêşînim, aha wê çaxê min ew dît, ew kesê ko bû sedemê vê bîreweriya naxoş ya wê roja sibatê, berya pêncîûdu salan. Wexta ji nav gund, ji mala apê Hesenê vegeriyam, ketim hundur, min ew li paş soba me ya dadayî li ser doşekê, paldayî dît. Li gel bavê min çay veduxwar. Her ko reya wî bi vê hêlê diket, dihat bavê min ziyaret dikir, lewra bavê min vê demê jî, muxtarê gund bû. Her car gazî bavê min dikir, jê re “pismam” digot. Lê bavê min tu caran ew bi gotina “pismam” ne dibersivand. Her gava ko ji cem jî bi dûr diket, li dû wî tif dikir, jê re, »pîsê heram!» digot.
Gundîyan teva jê hez nedikir. Dema ko behsa wî dibû gotinên weke ”kirêt, gelac, kûçik, muxbir, noker…” ji devê wan, derdiket. Lê xofa wî jî li ser hemûyan hebû, xelkê gund tevan hifza xwe jê dikirin û jê dipelikandin.
Digotin, mirovekî bêbext e, dikane buxtanan li mirov bike û tometan bike histuwê mirovî. Gotina wî jî li ba polis û leşkerên turk derbas dibû. Gundîyek ko ketibû rikê wî, li gundekî cîran, wusa bi bêbextî dabû dest jenderme û polisan. Li gor ko digotin, du kîlo heşîş avêtibû ser sênca wî. Mêrik girtibûn, xistibûn hefsê, şeş sal ceza dabûnê.
Di gel ko temenê wî gihiştibû li dor heftî salî jî, hêj tifingek li milan bû û hertim cilên leşkeran lê bû. Li gor ko mezinan wê demê, behs dikir, wesîyet kiribû, xwestibû ko dema bimre, »li şûna kefen, wî bi cilên leşkerî veşêrin!» Her cara ko li gund xuyanî dibû, xelkê, eviya weke elametên naxêr dinirxandin.
Hingê, dema ez derbasî hundur bûm, çavên wî bi min ketin, berê xwe da bavê min »maşele bûye xort» got. Li gor adetê, diva bû ez biçûma destê wî û xêrhatin lê bikira, di gel min ne dixwest jî, dîsan min wisa kir. Çavên min ramisa û ji bêrîka xwe pênc lîrên hesinî derxistin, kirin destê min. Berya ko ji ba bi dûr bikevim jî, xefka di dest min de dît, pirsyarî kir »ev kê ji te re çê kiriye?» Min bersiv da yê û got »apê Hesen…» piştre jî, di gel ko qe pêwist ne dikir jî, min pesnên apê Hesen da û got ko ”ji min re erebokekê têlînî jî çê dike”. Rahişt xefka min virde wirde qulipand lê nerî û dîsan da min. Dûvre bi pirsyarî berê xwe da bavê min, bavê min jî got »Hesenê dînik..»
Bi dû ko çaya xwe qedand, rahişt tifinga xwe, xatir ji bavê min xwest, di gel ko bavê min, jê re behsa xwarinê jî kir, wî ”na! Qumandan li benda min e, ez divê berya reşayê xwe bigihînim qereqolê” got.
Xweş tê bîra min, li dû çûyina wî, bavê min weko her car, tifî erdê kir »pîsê heram! Mîna segekî li pey hestîyan, ew dîsan li dû şopa tiştine digere» got. Lê tiştek ne niqutî dilê kesekî ji me, mîna şevên din, wê şevê jî bê xem, serê me zarokan ji çîrokên dêw û perîyan dagirtî, em raketin.
Lê serê sibehê, em, bi qijewîja dengên xerîb û fermanê, ji xewê veciniqîn. Li derîyê me dixistin, gazî bavê min dikirin. Em malî tev derketin. Em sed gavekî li dû bavê min, ber bi taxa jorîn, nêzî mala apê Hesen bi lez meşiyan. Çi bibînin! Bi qandî bîst jendirme ketibûn rêzê, li hember wan jî, li ser berfê, apê Hesenê, di navbêna du jendirmên din de, li ser kabokên xwe kumişîye erdê. Ji dev û pozê wî xwîn diherikî, li ser berfê jî şopa ko ew bi dû xwe de kişkişandine dixuya.
Dema min apê Hesen di wê rewşê de dît, agir bi kezeba min ket, lê çavê me zarokan li mezinan bû. Li ser wan jî saweke sar dixuya, wan deman tirsa jendirmên romê çiya dilerizand, kesekî li hember wan ne dikanî rawestiya, gotinek bikira. Hemû bêdeng rawestibûn û li vê sosretê temaşe dikirin. Bêhnekê şûnde du jendirmên din ji hêla mala apê Hesen xuyanî kirin, ber bi komê ve dihatin. Di dest yekî ji wan de, gilokek têl î mezin hebû, di dest ê din de jî komek têlên belawela hebû, anîn li dawiya rêzê li ber yekî danîn ko dixuya zabitê wan bû.
Zabit ber bi apê Hesen ve hat û bi ser de qêriya »Tu çawan diwêrî zerarê bidî malê dewletê! Hey ku…» di gel xeberên ko digotin nêzî wî bû û bi pêt pîhnek daweşand nava wî. Wê çaxê bêhemd destê min çûn ser nava min. Deng ji apê Hesen derneket, lê wê gellekî êşiya be ko loma bi herdu destên xwe, hişk bi nava xwe girt. Bavê min î ko muxtar bû, bi tirs xwe nêzî ê zabit kir, lê ê zabit bi hêrs destê xwe lê hejand, bi qîrewîr sixef kir, ew jî di cihê xwe de bizdiya, zêde nêzîkî ê zabit nebû.
Wê gavê dema min bi baldarî li koma têlan nerî, min sûretê erebokeke nîvçe dît û mesele fam kir. Ma kê ji me bîr dibir ko apê Hesen ê biçe têlên telgrafê biqetîne û bîne ji me re bike lîstok!
Di heman gavê de awirên min dageriyan ser rêza jendirman, aha wê gavê min ew di nav wan de keşif kir, ew ê ko gundiyan ew weko ”Kûçik, bêbext, noker, muxbir” bi nav dikirin. Pişta wî ya qop, temenê wî, ser û ruwê wî ê ko mîna ê ruvîyekî ji min dixuye, konetîya wî eşkere dikirin, li min dinerî û dibişirî. Mîna ko sipasîyên xwe pêşkêşî min dikirin û digot »sipas birako! Te karê me hêsan kir!» Bêhemd destê min î rastê çû bêrîka min û hingivî pênc lîrên hesinî ko dotira rojê dabûn min. Min ew pênc lîre ji bêrîka xwe derxistin, min xwest ko bibîne, loma jî hinekî di dest xwe de virde wêde qulipand, piştre jî heta ko ji min hat, girt û avêt.
Bi dû ko jendirman apê Hesen bir, zarok tev civîyan, ber bi mala wî ve çûn, da xanima wî Hemdîya haş bikin, li ber dilê wê bigerin. Lê min, fena yekî ko zanibe bê çi xeletî kiriye, pişta histuwê xwe xurand û ber bi malê ve çûm.
Hê jî dema ez wê roja bêyom bi bîr tînim, hîseke fena Yehûda ê ko Hz. Îsa dabû dest leşkerê romê, li ba min çê dibe. |