SWÊD, 15/7 2009 — »Nil actum reputans, si quid superesset agendum –ji, Kritik av det rena fornuftet- (Ger tiştekî ko hêj divê were kirin mabe, nexwe hîç tu tişt nehatiye kirin) Em dê van gotinên ko Kant weko ên Sezarî neqil dike, hinekî biguherînin û li şûnê bibên:
Ger gotineke ko hêj divê were gotin mabe, nexwe hîç tu tiştek nehatîye gotin.
Û li ser vê mijarê em çendî bibêjin jî bawer im ê her kêm û natemam be. Ji ber wê jî, car car di nava rûpelên dîrokê de em dê nuh û kevnare têkilî hev bikin ji heyamekî nuh derbasî yekî kevnare bibin, li bersiv û mînakan binêrin. Pirsa me î dawîn (Estetîk çi ye?) em dê weko bersiveke tevahî li dumahika nivisa xwe hewl bidin bibersivînin. Bêguman amanca min ne ew e ko ji pirs û bersivan em paradoksekê çê bikin û meselê li vir di gerînekekê de bihêlin. Vê ceribandinê, divê hûn tenê weko hewladanekê ji famkirina estetîkê, weko nirxandina zanistiya ji sipehitîyê, qebûl bikin.
Xweşgotin, (mebesta min jê ne tenê retorîk e) an vegotin bi tevahî di nav hunerên sipehî de ye. Edebîyat jî vegotin e bêguman. Bi taybet jî edebîyata kurdî, ya bi zimanê kurdî, divê cihê nirxandin û gengeşîyê be.
Ev demek e, di hin malper, rojname û kovarên bi kurdî de, li ser nivîskarîyê û rewşenbîriyê nivîsar derdikevin ko hin şirove û rexneyan dihundirînin. Bêşik gengeşîyeke wusan baş e û divê her zindî bimîne. Ger ko hinekî ji mijara xwe bidûr bikevim jî, ji ber ko vê gengeşîyê girîng dibînim, ez vê nivîsara xwe jî îthafî vê gengeşîyê dikim.
Em di wextekê dijîn ko kurdbûyin, lêxwedîderketin bi xwe tewreke siyasî ye. Bêguman eviya misyona hunermend, rewşenbîr û nivîskarên kurd girîngtir û girantir jî dike. Çareserî di siyasetê de ye, incex bi vê reyê, azadbûyina welatê me, dikane pêk were. Lewra hemû derfetên miletê me ê li vir kom bibe.
Eviya du reya dide biber hunermend, rewşenbîr û nivîskarên kurd; yek ko di bin bandora siyasî ya teng î rêxistinî de karê xwe bike, ji qewla Hesenê Metê ve, bibe »nivîskarê bexçeyên şaredarîyan» (Nefel-Hevpeyvîn) Ya din jî weko takekes, mîna Qado Şêrîn, (Avestakurd – Niviskarî Malwêranî) ji bo ko bikaribe pereyên pê berhema xwe çap bike, bidebirîne, gurçikên xwe derxîne mazatê. Bêguman ya duyemîn sed qadî ji ya pêşin baştir e, lewra pîlanê wê berztir e, azadîyê dihundurîne. Di ya pêşin de azadî nîn e, sansur heye, loma jî ne sipehî ye.
Di ”Destpêka Estetîkê” de Hegel, behsa hunermendekî di ordîgeha Iskenderê Mezin de dike. Hemû hunerê wî jî, ko bi destsivikîyekê libên nîskan di qulikeke piçûk re, derbasî hêla din dikir, pêk dihat. Wî tînin dîwana Iskender û ew jî wexta xwe didiyê, teqnekî lê temaşe dike. Di dawîyê de Iskender, ji bo ko ev wexta xwe bilasebeb li vî karî xerç kiriye, ferman dide ko weko xelatekê, tasek tijî nîsk bidine vî hunermendî. Îca, mîna ko di rewşa Qado Şêrîn de dixuye, desthilatdarên me, taseke nîsk jî nadine hunermendên xwe.
Ev diyarde ya ko, ava hunermend û desthilatdar hertim bi cokekê de naçe, ne bi tenê ya dema me û ya kurda ye. Ji kevnare de ev dijîtî heye. Eflatûn di dewleta xwe de cih nade şairekî nola Homeros û wî ji dewleta xwe diqewirîne. Sedemên wê bi kurtasî wusan diyar dike:
— Baş e, Glaukon, çaxa tu pêrgî heyranên Homerosî bû, tuê çawan bersiva wan bidî ko ji te re gotin «Homeros hîmdarê Yewnanitîyê ye, ji bo birevebirin û hînkirina mirovan, divê ew weko mînak bê destnîşan kirin, divê em li gor şîretên wî tevbigerin.» Tu dê van kesan bi hurmet bihewîne, bi hezkirinî himêz bike û bibêjî, bi bawerîya min jî Homeros şairê herî mezin e, taca serê şairên tirajedya ye; lê em di dewleta xwe de, tenê şiirên ko Xwedayan û mirovên pak dipesinîne dihebînin… (Devlet 294-607a)
Ev tenê hêleke meselê ye, lewra pirsgirêkên hunermendî û nivîskariya kurdî gellek in. Loma, di çarçova vê nivîsê de ez dê hewl bidim pirsekê, li gor famkirin û bawerîya xwe pêşkêş bikim. Ew jî mistewe ye, pirsa asta edebî ye. Eger di kurdî de em vê asta estetîkî û edebî zeft nekin em dê nikanibin behsa huner û wêjeyekî kemilandî bikin. Dê her çav û guhên me li ser gotin û nirxandinên bi zimanê dujminên me, an jî ên biyanî (bi qasî ko berhemên me bêne wergerandin, ji bo van zimanan) bin. Bêşik eviya jî, bi reya nirxandin, danasîn û rexneya, bi kurdî dikane çareser bibe. Pitirî caran rexneyên ko li berhemên edebî dibin weko gazinc û tawanbarîyên dizîyê ne, an jî pesindanên bê î pîvanên estetîkî ne. Bi herdu şêweyan jî berhem tê kuştin, asta edebî nizm dibe û ji holê tê rakirin.
Çi ye gelo, ya ko vê astê bilind dike û berhemê rave dike? Bêguman bersiva vê, afirandêrî ye. Afirandêrî keda hunermend e, eviya gellek tiştan dihundurî ne, sitîlîstîk, kompozisyon û fantazî ye. Ji bo ko em hinekî din nêzî cewherê meselê û hunermend bibin, dixwazim vêya weko orijînalîtê bi nav bikim. Orjînalîte têgeheke biyanî ye û li jêr di vê derbarê de, bêşirove, çend gotinên aqilmendan neqil dikim, piştre jî li ser mijarê bi mînakek kurmancî lê hur bibim.
Orijînalîte teqlîdkirinek ko hêj nehatiye keşifkirin e (William Ralp Inge 1860-1945)
Huner, an teqlîd, an jî şoreş e (Paul Gauguin 1848-1903)
Orijînalîte ji teqlîdkirineke bi hizir pê va ne tiştekî din e
Orijînalîte pitirî caran ji teqlîdkirineke ko hêj eşkere nebûye pê va ne tiştekî din e. (Voltaire 1694-1778)
Ew tiştê ko mirov li ba nivîskarekî weko orijînalîte bi nav dike, ji şêwazekî fikirîna hêsan û xwe anîna zimên (îfadekirin) pê va ne tiştekî din e (Adolf Torneros 1794-1839)
Orijînalîte çêkirina tiştekî basît î rojane ye (Hegel 1770-1831)
Orijînalîte, ne ew e ko mirov tiştekî bibêje ko berê hêj kesekî negotibe, lewra, gotina ew tiştê ko tu bi xwe hez dikî bibêje, ye (James Stephan 1880-1950)
Belê, ji bo ko mijarê hêsan bikim, bê ji têgeha orijînalîtê mebesta min çiye (qesta min berhem e) çîrokek ko li bîra min e, neqil dikim:
Di heyamekî de mirovek hebû, yextyar bû û rojên xwe î dawîn dijîya. Sê lawên wî hebûn, berya ko bimre, ew bangî lawên xwe dike, wesiyeta xwe li wan dike, dibê: dema ez mirim, we min xist bin erdê, her yekî ji we ê sê roj û sê şevan li ser tirba min dîdevanîyê bikin. Ev soz didin bavên xwe ko ê vê daxwaza wî î dawîn pêk bînin. Ew roj tê û bavê wan emir dide haziran û her sê law dest pê dikin bi dorê, da wesiyeta bavê xwe bi cih bînin. Her sê law xwedî huner û pîşe ne. Yê mezin peykertiraş e, ê navê dirûnker e û yê piçûk jî mela ye.
Weko me got, bi dorê dest pê dikin li tirba bavê xwe dîdevaniyê dikin. Sê roj û sê şev demek e û ji bo aciz nebin her yek alavên xwe ên pîşeyî bi xwe re dibin. Peykertiraş di vê wextê da peykerek jineke sipehî çê dike. Ê dirûnker jî cil û bergên xweşik didrû û peyker dixemilîne. Dema ko dora mela tê ew jî li gel Quran û kitêbên miqedes tê ko dora dîdevaniya xwe bike. Çi bibîne, peykerê jineke nazik û nazdar, bi cil û bergên xweşik xemilandî, hezar fikrên çê û neçê di serê wî de vêdixe. Sê roj û sê şevan bi dueyan û xwendina ayetên pîroz Yezdan mijûl dike. Di şeva dawîn de, ber bi berbanga sibehê ve, tiştek diqewume; ev peyker xwe dilivîne, ruh pê tê, ji ser dika xwe dadikeve tê ba mela. Mela bi tenê diçe lê dido vedigere mal. Dema ko birayên wî vêya dibînin, ê peykertiraş di vê aferînandeya sipehî de peykerê xwe û ê dirûnker jî cil û bergên xwe dibîne, tehn li wan dikeve, doza mafên xwe dikin. Dawe diçe ber destê Qadî, da şerîeta wan bibire. Mela ji vê dawê serfiraz derdikeve û tu heq ji ên din re nakeve.
Bêguman li vir, min dê jî nola qadî şerîet li fêda mela bibirîya, lewra ne ji ber heman sedeman. Di çekirina peyker û cilûberg de jî huner û astek estetîkî heye bêşik, lê mela di xeyala xwe de zindîbûn fikirî ye û eviya jî fikirîneke berztir, astek estetîkî ko ji herduwên pêşin bilindtir e. Di afirandina berhemeke edebî de jî her wusan e. Ji orijînalîtê jî mebesta min ev zîndîbûn e. Kêm an zêde, ew referensên me û alavên ko em bikar tînin, dişibin hev an weko hev in. Ji dêlva ko em serê xwe li ser bê çawa û ji kê vegirtîye an dizîye, biêşînin, divê em li ser vê zindîbûnê rawestin. Eviya xweserîya nivîskêr e, şêwaz û sitîlistîka berhemê ye, bi gotineke din orijînalîte ye. Berya her tiştî divê em li van pîvanan bigerin, incex bi vê reye em astek edebî ya bilind zeft bikin.
Têbinî: Li gor şiretên edîtorê me ez nivîsa xwe li vir niqte dikim. Lewra nivîsên dirêj kesek naxwîne û ên kurt jî, di se re diqevizin… çend pirsên ko me dixwest bibersivînin, ji nivîseke din re dihêlin. |