SWÊD, 9/6 2009 — Du nav, du ol û nasyonalîtên cuda, lewra li gel hev, ji bo ziman û wêjeyekî xebitîn, xezîneyeke bêhempa ya zargotin û wêjeya kurdî tomarî ser hev kirin lê digel ko ji sedûpêncî sal zêdetir di ser xebatên wan re bihurîye, em kurd hê jî, ji axilbeyî xebatên wan ne haydar in.
Bêguman eviya felaketeke mezin e ko dikane bi serê miletekî de bê. Wêjeyeke xurt, incex bi dîroka xwe ve, dikane resen û misoger be. Mixabin, ev dîrok her car ji me nepen, nedîyar û gellek caran jî, winda bûye. Car car takekesên dilsojê netew û zimanê kurdî hewl dane ko vê dîroka windayî eyan bikin, ji nû de, bi me bidin nasîn, lê ji bêmecalî xebatên wan jî, nîvço ma ne û li nav xelkê kurd belav nebûne.
Weko kurd em dikanin dujminên xwe bi gellek felaketên ko hatine serên me tawanbar bikin, lewra hinek ji van nusîbetên ko li me qewumîne jî, em bi xwe sebeb in. Gelên dunyayê di ilim, raman û hêza pênûsê de aqilmendî û dewlemendîya xwe keşif kirin û bi vê reyê bihêz bûn, hebûna xwe paraztin. Lê, me çareserî her gav di zêr, zor û devê tifingê de dit… doh wusan bû û îro ji doh ne baştir e…
Mîna ko îronîyeke dîrokê be, van bîst-sîh salên dawîn di nav rewşenbîr û nivîskarên kurd de gengeşîyek li ser wêjeya kurdî hebû, (hê jî heye) weko romana pêşin, helbesta pêşin, çîroknivisê pêşin… û pirsên mîna”kengî?” û “kî ye?” lê zêde dibûn. Di gel hin navên dîrokî ên hemdema me jî xwe dikirin namzetên vî karî. Lewra eviya tenê tiştekî nîşanî me dide, ko em ji dîroka xwe ya wêjeyî ne haydar in, an jî zanebûna me natemam, qels û kurt e. Bi gotineke moderin, em dibin amator! Nizanim çend ji van nivîskar û pisporên ko bi idîayên wusan derdiketin hay ji, Mela Mehmûdê Bazîdî û A. Jaba û berhemên ko afirandine, hene. Bêguman ê ne haydar bin, an ê bi idîayên wusan derneketina pêşberî xelkê kurd. Ji hêleke din ve, hêj gellek nusxe, belge û pirtûkên di vê derbarê de di quncikên pirtûkxane û akademîyên dunyayê de hene, ko nehatine keşifkirin, an jî çap nebûne, li ser wan tu analîz nehatine kirin. Belê bi gotineke din eviya nusîbetek e, ko em sebeb in. Lewra di vê dunyaya modern de, em bi îmkanên xwe dikanin van belge û pirtûkan top bikin, wergerînin û pêşkêşî xwendevanên kurdî bikin.
Ji zû ve, hêj di xwendina nivisên di Hawarê de ez rastî navê A. Jaba bû bûm û bala min kêşandibû. Lewra gellek caran weko jêder, çavkanî, di derbarê dîroka wêjeya kurdî de ew nav tê destnîşankirin. Heta sala 2000 an min tu berhemeke A. Jaba bi dest nexist. Nivîskar Cankurd hêjayê pesn û sipasiyeke mezin e ko cara pêşin îmkaneke wusan pêşkêşî wêjehezên kurdî kir. Her wusan, weşanên Çanda Nûjen û edîtorê wê Lokman Polat jî pîroz dikim (di vê pîrozkirinê de ko ez çend salekî dereng mabim jî, hêvî dikim tuê li min negrî Lokman can) Di sala 2000 an de çil çîrokên A. Jaba li gel heft çirokên Xanima Dietrici Chrestomathie Ottomane, ji teref Cankurdê hêja ve veguhezin tipên latînî û çap bûn.
Dostekî min heye (ji haziran zêde nake) kek Ziya Avci, li qehwa Hecî, her ko me hev didît, min behsa A. Jaba jê re dikir. Lewra min dizanî, ji mêj ve ew kar û xebatên hêja li ser dîrok û wêjeya kurdî dike û berhemên hêja li pirtûkxaneya kurdî zêde kirine. Di van sohbetên me de, wî jî her car behsa Mela Mehmûdê Bazîdî dikir. Di nav van sohbetên me de, behsa van çil çîrokan jî dihat kirin. Herhal xebateke hêja di vê derbarê de kiriye, pirtûkek ji bo çapê (di dest de) amade ye. Li gel van çil çîrokan, pirtûk, analîz û hin agahîyan di derbara jiyana van camêran de jî zelal dike. Ji bo famkirina wêjeya kurdî ya sedsala 19 an ê roleke vê pirtûkê î giring hebe û bersiva gelek pirsan bide. Her wusan, em dê di xebatên A. Jaba de rola Mela Mehmûdê Bazîdî eşkeretir bibînin û cihê wî î heq û rasteqîn di nivisa pexşana kurdî de…
Bi rastî min dixwest li ser A. Jaba û xebatên wî hinek agahîyan bidim, lê, bi dû min xebatên kek Zîya bidest xistin, eviya min bêmane dît, lewra ew di xebatên xwe de baştir agahîyan dide. Em dê hêvîdar bin û li benda bin ko ev pirtûka wî di demeke kurt de bê weşandin. Tenê weko nimûne, ji van çil çîrokan yekê bê komentar li jêr diweşînim, ev berê jî, di nav weşanên (Çanda Nûjen ) de derketiye.
Hîkayeta bîstûheştê
Neqil dikin ko di eyamê xilafeta Sultan Ehmed da nê, ji qeseba Xoşnavê Mela Mihemed navê mirofekî zêde zekî û ehlê ilm û kemalê peyda bûyî, ko li wan kenaran şohret dîtî. Îca ji Xoşnavê hatiye bajarê Silêmaniyê û li wê derê jî mudeyekê miderisî kirî, sakin bûyî. Lakin feqîr, elhal malê dinyayê tunîne. Îcarê ehlê Silêmaniyê dayîm digotinê Mela Mihemedê ko qenc e tu biçeyî Istanbolê, tu hinde fezl û alim û kemalî, elbete dê xundkar dê wezîfeyeke weyaxo gundekî li te ihsan biketin, ji vê jariyê xelas dibî.
Îcarê Mela Mihemedê jî tedarika xwe her çiye dîtî, çûye Istanbolê. Dema ko daxilê Istanbolê bûyî, çûye medreseyekê, lakin ser û guh perîşan, her çend got ez mela me û îbraz kemal û emel û ilm kiriye jî, çendan kesekî guhdarê Mela Mihemedê nekirin. Her çi ye, çend rojekan di nêva Istanbolê sakin bûyî, geh çûye nik miderisan û geh çûye nik Şeyxulîslamê îfadeya hal kirî, îmtîhan teleb kirî û hêviya wezîfeyekê kirî, esla kesekî guhê xwe nedaye Mela Mihemedê. ´Erîza daye, dîsanê tu lê cî nebûye.
Naçar mayî bi xwe jî ciwan bûye, çûye çend rojekan paleyî kiriye û çend quruş diravê peyda kirî. Biriye daye destekî libasêd reş ê êrisyan ji serî heta piyan daye çêkirin û ênaye rojekê subeyê ew destê libasêd êrisyan ber kiriye û esayek kiriye destê xwe, rast hatiye derê Şeyxûlîslam û gotiye minofêd wî ko şûla min di gel Şeyxûlîslamê heye, lazim e ko biçime huzûrê. Hemelan jî destûr dayî, Mela Mihemed di qiyafeta êrisan da rast diçe huzûra Şeyxûlîslamê û ser dihingive Şeyxûlîslam, dibêje ko êris were rûnê. Mela Mihemed rûtinitin û îfada Şeyxûlîslamê diketin, ko efendî îşevê min di xewa xwedanê dîtiye ko dînê Îslamê heq e, ez hatime nik hezreta we ko misilman bibim. Weko Şeyxûlîslam evê xeberê ji êrisê dibihitin, keyfxweş bûyî, şa dibitin ko li ser sera û ser çavan hatî. Êrisê tînite nêzokê û kelîmeyê şehadet dibêjite Mela Mihemed û guya ji nû ve misilman diketin û gazî mirofêd xwe diketin ko zû evê bibine hemamê û destekî cilêt melatî faxire bikene ber vî mirofî û zû bînine êre.
Şeyxûlîslam, Mela Mihemedê virêdiketê hemamê û bi xwe tezkere dinvîse ji boyê xundkarê ko ji yên dewleta hezreta we, îrokê êrisek bi xwe bi riza hatiye û misilman bûyî, virêkiriye hemamê, lakin min nav danenayiye, mewqufê emrê cenabê xundkarê ye. Bi xeyrê ji wî jî, dîsanê Şeyxûlîslamê tezkere niwîsî ji boyê sedir`ezem û rical û kebaran ko ehwalekê weha qewmiye, mizgîn dane yekûdu û xundkarê qewî hez kirî. Emir kir ko bilanê navê lê daneynin heta ko ez jî dê bi xwe bême selaviya wî zatî û ewî bibînim û navekî mubarek li wî daynim.
Xulase Mela Mihemedê dibine hemamê û libasêd melatî faxire dikine ber û bi şev xundkar bi xwe teşrîf dibete menzela Şeyxûlîslamê û Mela Mihemedê dibînitin. Pê kêfxweş dibitin. Paşî îcarê xundkar emir diketin ko navekî minasib li wî êrisê ko guya misilman bûyî daynin. Paşî ew mirof bi xwe îfade dikitin ko min bi xwe qewî meyla isim Mihemed heye. Îcarê xundkar emir diketin ko bilanê navê vî zatî Mihemed Efendî bitin. Xulase navê Mela Mihemedê, Mihemed Efendî datînin û xundkar û erkan dewlet û rical, kibar qewî zêde zêr û hediye û ihsan dikin. Subeyê melayekî tînin û tenbiye dikin ko her rojê were odeya Mihemed Efendî û qenc miqyed bibe û ewî bide xwendin.
Êdî her rojê mi`elim têtin û dersa Mihemed Efendî weko zarokan elif ba ta didete xwendin. Lakin berê Mihemed Efendî zanînê kifş naketin, hêdî hêdî roj bo rojê Mela Mihemed weko Eflatunê bi jor ve diçitin. Di du mehan da nê, guya xitma Qur`anê diketin. Êdî mi`elim ifada xundkar û Şeyxûlîslamê diketin, ev Mihemed Efendî feyzê bê bi xwe bi xwe dixwînitin. Êdî dibêjinê ko Mihemed Efendî bê feyzê xelas e, weha hêdî hêdî bi tedrîc Mela Mihemed di nêva du sê salan da li nik wan dibite melayê mazun û qewî di ilimdanê fayîq dibitin. Me`eheza ji berê da hinde salan ewî melatî û tehsîl kiriye.
Îcarê dîsan Şeyxûlîslam ziyafetekê umumî diketin û ferman didene Mihemed Efendî feyzê ko belê miderês e û herkes di wê meclisê da, ji xundkarê bigir heta paşa û rical û kebaran, zêde bê hesêb ihsan ji boyê Mihemed Efendî virêkirîn. Miqdarê sêsed çarsed kîs diraf pev ketin û hedye behye bê qiyas dayîne Mihemed Efendî û zaf teklîf dikirin ko were em te bizewucînin, lakin Mihemed Efendî jin û zarok li Silêmaniyê hebûn, eşkar nedikir.
Rojekê Mihemed Efendî çûye huzura xundkarê, paşê dua û senayê, îfade kir ev da`ê bi esil ji Silêmaniyê me û li wan kenaran ilim qewî kêm e, ji saya we min ´ilim tehsîl kiriye, ez niyazê dikim ko çend kerêd gundan li bendeyê ihsan û berad bikeyî, da ez benî biçime welatê Silêmanîyê û li wê derê dersan bibêjim û neşra ´iluman bikim, ji saya hezreta we ´alim û ´ilma di Kurdistanê da zaf bibin. Îcarê Xundkar rîca Mihemed Efendîyê qebul diketin û sê ker gundêd cesîme li ser Mihemed Efendî weqif diketin û ferman û beratan didetê û bi tekrar xundkar, Şeyxûlîslam Efendî û erkan dewlet her kesek miqdarekê ihsanê ji boyê Mihemed Efendî virêdikin. Bi diraf û malekî zaf Mihemed Efendî me`zuz û mukerem di gel bar barxane û ferman û beratan ji Istanbolê virêdiketin û emirnameyan jî didetê û dinûsin ko feyzê Mihemedê Efendî bi wan kenaran da hatiye, herkesek ´izzet û ikramê biken.
Xulase-i kelam, Mela Mihemed pênç salêd wî temam dibitin, ew jî têtin, bi dezgah û esbab û tecmîl tête bajarê Silêmanîyê û ehalî diçine berayîkê û bi ikram têtin li mala xwe sakin dibitin. Gundan zept diketin û muderisî diketin. Lakin çend dostêd wî hebûne ji qedîm da ko digotine wî here Istanbolê, tu mezin dibî û gundan distînî. Îcarê ew Mela Mihemed bi xef dibêjite dostêd xwe ko belê welleh ez çûme Istanbolê û pênc salan mayîm û hinde mal esbab min înaye û gund berat kirîne. Lakin heta ez nebûme êris û ji nû ve misilman nebûm, evene ji boyê min ra miyeser nebûn. Belê welleh Istanbol cihekî qewî qewî qenc e. Lakin heta mirov ji nû ve misilman nekin, rexbeta mirof naken û tiştekî nadene mirofan. Êdî paş vê şûlê, navê Mela Mihemed mayî, ko digotin Mela Mihemedê Êrisiyan. Wesanê meşhur bûye. Belko heta niha jî ji ewladêd wî li wî bajêrê peyda dibin, Ellah ´elem balisewab. |