SWÊD, 24/5 2009 — Bi berbanga sibê re, sê siwarên keran, bi dû hev de, ji gund, ber bi alîyê bakur ve diçûn. Berê wan li çiyan bû, çiyayên bi dar û devî, lewra jî, ji alîyê ko berê xwe dabûnê, dixuye ko êzingvan in. Her heftî, carekê ev kara dikirin. Bi vî karî him sobeyên bajarîyan germ dikirin û him jî bi pereyên ko digirtin tedarika mala xwe dikirin. Tiştên ko li gund peyda nedibûn, weko çay, şekir, sabûn, sol û qumaş, bi van peran dikirîn…
Ji awayê siwarbûna wî, mirov tê derdixist ko siwarê dawîn Gêto ye. Eger ko mirov bi baldarî lê nenerîya, ê tê dernexista ko yek li kerê siwar e. Gêto li ser kerê fena meytekî xuyanî dikir. Ji xwe histuwê wî hinekî dirêj bû, wexta ko serê wî dikete ber, ji alîyekî milê wî, milê din xuya dikir; li ser kerê, weko gewdekî bêserî bû. Lê ev rewşa wî ya nuha, ne ji bêkêrî an jî, ji sistî û keslanîya wî dihat. Duhî dîwarê axurê xwe î ketî, seranser lê kiribû. Bi şevê jî, delala wî nehiştibû ko têr xew bike.
Dema ko her du hevalên wî, dest pê kirin, pesnên bivirên xwe yên ko doh seqandibûn, dan, Gêto hinekî bi ser hişê xwe ve hat, zindî bû. Wî jî dohî bivirê xwe seqandibû.
Hevalekî wî axivî, got:
— Mirov bi devê bivirê min, dikane ruwê xwe kur bike.
Gêto, wexta bigota »bi devê bivirê min jî…» lê ji bo ko qenc jê eseh be, destê xwe ber bi xwarê, cihê ko bivir lê bicih kiribû ve dirêj kir, da careke din devê bivirê xwe kontrol bike. Lê gava ko destê wî çû ser werqîlê, hinekî şik kete dilê wî. Lê, zû di ser vê şikê re qevizt, ji ber ko destikê bivir jî mîna gulîyekî werqilê bû. Lewra ko destê wî di ser destik re, bi jêr ve daket û dît ko li jêr destik bi gulîyekî din ve girêdayî ye, wê çaxê qebûl kir ko ev ne destik, lê gulîyekî werqîlê ye. Xwe bi xwe fikirî ko “dibe min kiribe aliyê din” Û lêgerîna xwe li hêla din domand. Gava ko li wê hêlê jî tiştekî mîna bivir bi dest nexist, tavilê ji kerê xwe re got:
— Şooşş!
Kerê ko tevaya temenê xwe li ba gundîyan bihurandibû û ji wan tenê gotina “ço” û “şoş” fêr bû bû (ew jî bi sixtan) di cih de sekinî. Gêto xwe ji kerê çemdî erdê kir û dest pê kir li nava kurtên, dor û berê wî, gerîya.
Bi “şoş” ya Gêto re, kerên êzingvanên din jî rawestibûn. Her du hevalên wî li dû xwe fitîlîn:
— Gêto! Çi bû? Çi qewumî… Tu wusan li çi digerî?
Gêto fena yekî ko nexwaze ji tiştê ko bûye, bawer bike:
— Tu dibê qey min bivirê xwe li malê jibîr kiriye!
Hevalên wî bi yek dengî, jê re gotin:
— De xem nake, tu dê bi bivirên me êzingên xwe bikî.
Gêto him lêgerîna xwe dikir û ji hêla din jî bersiva hevalê xwe dida:
— Ma li bajêr… Qutkirina barek êzing, bi qandî buhayê bar, pere dike. Hêj ko em ji gund zêde dûr neketine divê ez vegerim bivirê xwe bînim.
Hevalên wî fam kirin ko ê Gêto paşde vegere gund, wan jî serên kerên xwe vegerandin û bi reya xwe de, ber bi çiyê ve çûn.
Hanîna bivir î ji malê, ew nîvsaetekê dereng hiştibû. Gava ko gihişt ba hevalên xwe, dît ko wan êzingên xwe kirine jî, tenê bicihkirina wan î li ser werqîlan mabû. Gêto silav li wan kir, tavilê dest bi kirina êzingan kir.
Dema ko hevalên wî, karên xwe xelas kirin, hatin alî wî û barê wî jî di sêçarîkan de amade kirin, bi hev re xwe ji çîyê berdan û reya bajar girtin. Wexta ko gihiştibûn bajêr, ro çarqamûnîvê bilind bû bû. Her yekî reya kolanekê cihê girt û dan dû barên êzingên xwe, kerê xwe ajotin.
Gêto xwe li jêrî bajêr girtibû. Di nava kolanê re, rastî kîjan malê dihat, bi dengekî pihêt, bang dikir:
— Êzing! Êzing! Êzingên firotinê… malîno! Êzingên min ji komira Cizîrê jî baştirin. Ji şaxên qalind î ên darberûya ne.
Lê ev zêdeyî saetekê, sê kolan derbas kiribûn û hêj jî li kesekî ko êzingên wî bazar kiribûn, rast nehatibû. Ji bangkirinê qirik lê zuha bû bû, xwe bi xwe fikirî, got »De ez weko dînê xwe dizanim ko pêwistiya hemû bajarîyan bi êzingan heye, zivistan li ko be, wê bê, bi rê de ye…»
Lewra ko hinekî li dora xwe meyizand, mîna yekî ko tiştek keşif kiribe, kêfa wî hat. Kolana ko lê ya dewlemend û karmendên bajêr bû. Eviya ji paqijî, qesir û qonaxên wê ve xweş dixuye ko bêguman ê wusan be. Gellekê wan bi kurdî nizanîbûn, ji xwe ên ko dizanîbûn jî, lê xwedî dernediketin, xwe kerr dikirin, mîna ko qe nabihîzin; Gêto gellek caran li bazarê laqî ên wusan hatibû, pozbilind ji xwe razî bûn. Ji xwe lênerîneke wan li mirovî hebû, ewqas xwe bilind dikirin, xwe digihandin ber perê ezmên, mîna ko yên din mişk bin, na wele morî bin, aha bi lênerîneke wusan li mirovî dinerîn. Lê Gêto çi bikira, Xwedê bi karê xwe dizanî bû, hinekan efendî, hinekan jî xulam diafirîne.
Gêto fam kir ko divê li vir bi tirkî bang bike, lê çawan? Çend bêjeyên berya bîst salan ko li leşkerîyê fêr bû bûn, nuha ew jî ji bîr kiribûn. Gerçî bi caran êzingên wî misadere çûbûn û bêjeya ”êzingan” li gel ya ”qedexe” di serê wî de bicih bû bû. Cara dawîn dema ko jendermeyan ew dîsan girtibûn, ev bêje heta ko jiber kir, pê bicar kiribûn, ”Ehzingqedexe” an ew û kerê wî ê radestî dozger bikirana. Ji bo xatirê çavê kerê xwe î reş, Gêto eviya kiribû. Vê gavê jî, dema ko gotina ”êzing” an bi tirkî bilêv dikir, nikanîbû ji ya”qedexe” veqetîne, bi hevre digot.
Bi dû ko çend caran xwe bi xwe gotina êzingan bi tirkî bicar kir, li qorzîya kolanê, rastî derîyê hewşeke mezin ko qesreke du tebaqe jê bilind dibû, bi dengekî bilind, bi tirkî bang kir:
— Ehzing…
Lê pêre pêre, bêjeya qedexekirinê bêhemd ji nav lêvên wî derket. Gotina ”Ehzing” bû ya ”Ehzingqedexe”.
Gêto, hêj bêjeya xwe î ko bi tirkî afirandibû, xelas ne kiribû, dît ko ji qorzîya kolanê zilamek bi cilên leşkerî derket û ber bi wî ve hat. Bi cil û şêweyê meşa wî ve, Gêto ew zû nas kiribû.
Jê re Erkan beg digotin. Zabitekî jenderman bû. Di nava gundîyan de navdar bû, weko”Qolcîbaşî” dihate nasîn. Ne tenê tûtin û êzingên wan, lewra gellek caran mast û penîrê wan jî misadere dibir û ji wan re digot ”hûn hemû qaçaxçî ne”. Dîn û îman li gundîyan diçikand! Her cara ko gundîyan alavên xwe î firotinê dihanîn bazarê, selikek jî tijî penîr, hêk û nîvişk dikirin û digotin ”eviya jî para Erkan beg” bi xwe re dihanîn bazarê… Cara dawîn dema ko Gêto derketibû pêşberî wî, mîna gurekî har bi ser de kiribû birbir, kef bi devê wî ketibû, dema ko destê xwe li Gêto hejandibû, sonda wî xwaribû ko careke din wî zeft bike ê kerê wî jê bistîne. Wexta ko Gêto ew ji nêz ve nas kir, bi zikê wî î telerî ko bi hêk û nîvişkê gundîyan mezin kiribû, simbêlên wî ên boq î badayî dît, qidûm lê şikest; ko wê bêhnkê şeş xincer lê biketana ê dilopeke xwîn jê nehata. Xwe bi xwe got »mala min xera bû! Ev bêbavê han, vê carê ê kerê min jî ji min bistîne».
Gêto, ji birbira ya ko zabit bi ser de kir, tiştek fam ne kir. Tenê, wexta ko di mana »bide dû min» destê xwe li ba kir û got:
— Yalla qereqol…
Wê demê têgihişt, xwe bi xwe fikirî »aha, nuha malik li min viritî! Ker çû…». Tavilê bazda pêşiya zabit, bi tirkîya xwe ya orjînal, dest bi tikayan kir. Bêguman ev tikeyên wî ne ji bo êzingan, lê ji bo efûkirina kerê reş bûn:
— Beg… ê men. Ez pirr feqîr… nestîn ji min, tu ker…
Zabit bi hêrs, bi destên xwe ferman danê, ew bersivand:
— Here bide dû kerê xwe, bajo.
Gêto, çendî ko ji hemû gotinên ên zabit fam ne dikirin jî, ji lepta destên wî fam dikir, ji naçarî serê kerê vegerand û da dû ê zabit. Lê ji hêlekê ve jî, di serê xwe de bêjeyên tirkî diafirandin da pê, dîsan ji bo bexşandina kerê xwe, tika bike.
Teqnekî şûnde, li devê derîyê hewşekê zabit sekinî, derî şanî wî da. Gêto fam kir ko “qereqol” ya ko ê zabit çêl dikir, mala wî bi xwe bû. Evîya jî, hêviyên xelaskirina kerê li ba zêde kiribûn, bi kelecanî xwest kerê tevî barê êzingan li derîyê hewşê î kiçik biqelibîne. Lê Erkan beg pê va giha, ew da rawestandin, paşê pê da famkirin ko ê çawan bike. Di wê navbênê re, fersendek din ji bo ko tika bike dîtibû:
— Ez pirr feqîr û nestîn ji min tu ker!
Erkan beg:
— Baş e, temam, karê ko ez bidime ber te ko tu zû biqedîne, vê carê jî ez dê te bibexşînim.
Gêto, ji gotinên zabit ”temam” û ”bexşandin” fam kiribûn û tavilê xwe çemd kir destên wî da maç bike, lê ê zabit xwe paşde vekişand…
Bi dû ko zabit cara duyem şanî Gêto kir ko ê çawan bike, paşê derbasî hewşê bû bû, li hewşê jinekê bergirtiya wî kiribû, hinekî pê re axiftibû (mînayê perenin jî ji bêrîka xwe derxistibûn, dabûn jinkê; Gêto, wexta di bin çavan re li wan nerî bû, eviya dîtibû) paşê jî, ji hewşê derketibû, çû bû. Lê, li çûyinê jî, destê xwe bi geft li Gêto hejandibûn.
Bi dû ko Gêto, barê êzingan tev kişandibû hewşê û bi bivirê xwe, yê ko gellek jê hez dikir, tev qut kiribûn, xanima yê zabit hatibû balê, bi dest lingên xwe pê dabû famkirin ko qutikan bikişîne hundurû.
Ji xweydanê tayekî zuha di kincên Gêto de nema bû û gellekî jî westiya bû. Lê qey ne dikir! Kerê xwe vê carê jî xelas kiribû. Her serê çarîkekê derdiket ber derîyê hewşê, li kerê xwe dinerî û dîsan derbasî ser karê xwe dibû. Cara dawîn dema dîsan derketibû ber derîyê hewşê, çû bû ba kerê xwe, destên xwe li ser serê wî gerandibû, guhên wî mist dabûn, ziq li çavên wî nerîbûn û bi hêdîka jê re gotibû»Birako, vê carê jî min tu xelas kir, divê tu qedrê min zanî be!» Gêto ji kerê xwe pirr hez dikir, hêj wexta ko caşik bû, çend sal berê, ji gundekî cîran kerîbû. Bi zehmetî ji mankerê veqetandibûn, bi zirîniyeke ewqas dengbilind zirîyabû, gundî hemî li xwe civandibûn, bi geza çû bû wan, nexwestibû caşikê wê jê bistînin.
Gêto, berya saetekê dixwest karê xwe biqedîne û ji vir bidûr bikeve, zû zûka qutkên ko kiribûn, kirin qefil bi qefil, li ser hev edilandin, yek xiste bin çengê xwe û ber bi hundûrû ve çû. Hêj li nava eywanê bû, qêrîniyek li dû xwe bihîst, wusan bi deng bû ko, bêhemdî wî qefla qutkan ji bin çengê wî, vala bû erdê. Wexta ko bi lez li paş xwe zîvirî, dît ko jina zabit bi ser de diqîre. Xanimê bi hêrs, bi destê xwe sola ko di lingan de bû rê dida. Hate bîra wî ko diva bû sola xwe, li ber derî ji lingên xwe bikira. Bi bez çû devê derî, li wir sola xwe ji lingên xwe kir û vegeriya. Lê dît ko jinik hêrstir bû. Ji xweydana lingên wî ên bêgore, axa hundurê gislewêta wî, bû bû herî û tev li lingên wî girtibû. Dema ko bi lingên xwas pêlî binê hundurû, yê çementokirî, ko fena neynikê dibiriqand, kir, dewsa her pênc bêçiyên wî, weko yek ji xwe re boyax bike, li erdê xweya kiribûn. Xatûnê bi dafan ew ji eywanê derxiste der. Hinek pere kirine destê wî û bi destekî xwe fena ko bibê»zû ji vêderê her» li ba kir û bi destê din jî hişk bi bêvila xwe girt…
Barekî êzingan bi heftêûpênc lîreyan bû, qutkirina bar jî bi pêncî lirî, ev dikir 125 lîre. Gêto li perê ko jina zabit dabûnê meyzand, 25 lîre bûn. Lê dîsan şikirîya xwe bi Xwedê hanî, kerê xwe xelas kiribû, ev bes bû!
Lê hinekî şûnde, dema ko pêwistîyên malê hatin bîrê, madê wî bi carekê xera bû. Ma çi ne pêwist bû! Li malê, ne şekir, ne çayê, ne rûn û ne sabûn mabû… Ji kurê xwe re soz dabû ko hinek qidam û şekirê qursikan jê re bistîne. Dîsan li pereyên di dest xwe de meyzand, xwe bi xwe got »incex têra kîlok şekir, an rûn, bi tenê dike. Hela şekir û çayê nebe jî dîsa xem nake, lê rûn, sabûn…» ji xwe ko deynên dukandar jî hatin bîrê, qidûm di çogan de nema. Ji bo ko ji Bedo tişt bi deyn bistendina, diviyabû deynên xwe î kevn bidana yê.
Bi dû kerê xwe de, hêj wilo diponijî, ji nişkê ve bi zîqîniya frênê erebeyekê ji cihê xwe çemd bû. Gihiştibû sûkê jî, hêj hayê wî jê tune bû. Şofêrê erebê, jê re, çend çêr kirin û pêl xazê kir, ji wir bi dûr ket.
Mîna ko roj lê gerîya be, Gêto gêj bû bû, nema dizanî ê çi bikira! Dawîn biryara xwe da ko dîsan biçe dukana Bedo, xwe bavêje bextê wî û tiştên ko îro bi serê wî de hatine, jê re kad bike. Digel ko hêviyên wî ji Bedo kêm bûn jî, ji bêgavî dîsan berê kerê xwe bi wê de ajot, rast reya dukanê girt.
Dukana Bedo li nava sûkê, li ser reya tirumpêlan bû. Gêto, nêzî dukanê, bi hesinekî ve kerê xwe girê da û çû ba Bedo, bi hêviya ko hinek sabûn û rûn, bi deyn jê bistîne.
Gava ko çavê Bedo lê ket, ruwê xwe berda, silava ko Gêto lê kiribû jî, lê venegerandibû. Bedo, tavilê rahişt deftera deyndaran û rûpelên wê qulipandin, ji Gêto re:
— Deynê te 200 lîre ne, got.
Di gel ko Gêto pirseke wusan jê nekiribû jî, dema ko ev gotin bihîstin, hêviya wî ya ko dîsan bi deyn alavan jê bixwaze, ji binî ve şikest. Ji hêla din jî, deynê wî ne 200, lewra 150 lîre bûn, Gêto xweş pê dizanî bû ko wusan e. Gêto hinekî bi tirs:
— Na lo! Te xelet ne hesibandibe, ez dibêm qey 150 lîre bûn.
Bi dû ko Gêto gotinên xwe xelas kirin, pirr poşman bû ko weha bersiva Bedo da. Bedo ko wusan ev gotin ji devê Gêto bihîstin, çavê xwe girt û devê xwe vekir, wusan qerebalixek bi ser Gêto de kir, nehişt ko ew reya ber xwe bibîne. Ji birbira Bedo, çend mirovên ko di ber dukanê re derbas dibûn, gotin qey di dukanê de şer heye, derbasî hundurû bûbûn, ketibûn nawbêna wan û xwestibûn wan navcî bikin. Gêto, bêyî ko tiştekî bibêje, kelogirî, xwe ji nava koma mirovan avêtibû derê dukanê. Bedo bi dû de, bi qêrîn:
— Wî bigrin! Deynê xwe nade, ez dê wî radestî polisan bikim.
Hêj wusan di wê hengamê de, Gêto dît ko kerê wî tuneye. Heman gavê fam kir ko hesinê benê kerê xwe pê ve girê dabû, dawiya kamyonekê bû. Gêto tavilê bi dû kamyonê de baz da, li şofêr qêriya:
— Hop! Hoop!
Bang kir, destên xwe ji şofêr re hejandin. Lê, wê şofêr ê ew nedîtibe û hayê wî jî ji kerê tunebe, ko pêl gazê kir, kamyona xwe ajot. Qederê dused metrî, ker bi dû kamyonê de baz dabû, lê dema ko kamyon xurtir bû bû, ker kete erdê û benê ko bi kamyonê ve girêdayî bû qetiya.
Gêto, bêhnçikyayî, kerê xwe di nav komek mirov de, birîndar li erdê vezilandî, dît. Pêre pêre çavên wî tijî hêsir bûn. Dostê wefadar, barkêşê mala Gêto, xerab, birîndar ketibû. Çend zilaman alîkariya wî kirin, kerê wî ji erdê rakirin ser piya. Zêde ne êşiya bû, tenê çermin ji bin zikê wî zelitî bû, hinekî jî dikuliya.
Gêto, kerê xwe ber bi gund, ber bi malê ve ajot, li xelaseka bajêr, rastî dukanekê sekinî. Çû ji dukanê bi qandî bîstûdûlîreûnîv qidam û şekirê qursikan kerî û paşê çû ji firina beramberî dukanê, bi pereyên mayî, nanek kerî û kerê xwe yî ko dikuliya ber bi mal, bi hêla gund ve ajot.
Bi rê de, hezar nalet li şensê xwe anî ko îro ê zabit derxistibû pêşberî wî. Paşê jî li kerê xwe î ko dikuliya nerî, xwe nêzî guhên ker kir:
— Birako, wa xuyaye em dê te çend heftiyan ji barkêşiyê azad bikin.
Bi dû de jî, ji nanê xas, perçeyek jêkir û ber bi devê kerî bir, lê kerê ko birînên wî lê sar bû bûn, ne li xema xwarinê bû, guhên xwe bi şerqînî li hev xistin, nanê dirêjkirî qe bêhn jî nekir. |