STOCKHOLM, 5/4 2009 — Ev du meh bûn ko bi şev kar dikir. Di gel ko qe kêfa wî ji karê şevê re nedihat jî, neçar mabû ko vardiya şevê bigre. Xwedîyê texsîyê jê re gotibû ko »tenê ev vardîya vala ye.» Ji bo ko betal nemîne qebûl kiribû.
Meha pêşin, bi şer, dizî, teşqeleyên serxweşan, bi xisar derbas kiribû. Lê vê meha dudiyan, hêj tu bela nehatibûn serê wî. Û wî jî xwe fêrî karê şevê kiribû, êdî kesên serxweş û ew kesên ko dirûvê bêperetîyê bi wan biketat nedigirtin texsîya xwe. Hertim çavên xwe, li rêwîyên bi cilûbergên spehî ko diruvên efendîyan bi wan diket, digerand. Her gav jî, bi giramî derîyê texsîyê ji wan re vedikir û wexta dadiketin jî ev kara dubare dikir. Ji xwe fêdeya herî mezin di vê derîvekirinê de dîtibû. Bexşîşa ko didanê tev ya wî bû, berdida bêrîka xwe, hewce nedikir ko bi xwedîyê texsiyê re parve bike. Bazara wî li gel xwedîyê texsiyê jî her wusan bû.
Carekê jî dostekî wî î şofêr malûmat dabûnê ko carê biçe ber Operayê bisekine. Ji ber ko mişterîyên wir, hemû zengîn û arîstokratên bajêr bûn. Wî jî wusan kiribû. Her carê, berya ko opera biqede zû xwe digihandê û di rêza pêşin ya texsîyan de cihê xwe digirt, dikete dorê. Ji bo vê agahîyê, sipasîyên xwe pêşkêşî dostê xwe kiribûn. Lewra her carê ji Operayê karên dûr û bexşîşên bi bereket wergirtibûn.
Îşev jî li Operayê temsîliyek hebû. Li ber qedandinê, berya nîvê şevê bi saetekê di dora texsîyan de cihê xwe girtibû. Nebû bû ya pêşin û dudiyan lê ya sêyemîn jî, garantî karekî bedew digirt.
Li vî welatî meha Adarê ji zivistanê tê hesêp. Hewa sar bû, li erdê berf hebû, tebeqeya berfê ya herî jorîn bû bû qeşa, lê dunya çiksayî û hîveron bû.
Li paş dîreksîyonê xwe rûniştibû, car car texsî dişixuland da hilma hundurû zuwa bike, ji bo ko mişterîyên ber bi texsîyê de werin, di camê re zû bibîne, da dakeve bergirtîya wan bike, derî ji wan re veke. Mirovekî di halê xwe de bû, ne weko şofêrên din ko her gav komî ser hev dibûn, di laqirdî û galegalan de bûn.
Temsîlî qediya bû, lê dizanî bû ko mirovên zengîn û arîstokrat bi dû girî an jî kenê ko di temaşekirina temsîliyê de dikirin, dihatin li bara operayê rûdiniştin qirika xwe bi kasikek, dudo meyê şil dikirin û piştre ber bi der dikişiyan. Xwe bi xwe fikirî ko »heta bi serxweşîya van zengîn û arîstokratan jî bi rêz e, tu probleman ji mirov re dernaxin. Mîna ko ev mey tenê ji bo wan hatibe afirandin, tenê ew dikarin hikum lê bikin. Mirovê basît her basît e!» Fikirî ko dema evana serxweş bin jî tevdan û gotinên wan bi maqûlî û bi hurmet in. »ji kerema xwe re tu dikanî bizîvire hêla çepê.» an jî »birêz şofêr» Û hertim jî bexşîş didan. Lê xelkê basît, »na gidî!» Her car bi tinaz û gilî bûn, ê bigotana »te çima ev reya dûr girt? Tu fenan li min dikî, buha ye, felan û bêvan!» Gelek caran, jê re gotinên bêmirês dikirin. Carekê ji yekî welê pirr hêrs bûbû, dema ko jê re gotibû ”hoşt!” Xwestibû wî bibersivînê, bibê »lawo, ma ez kûçik im! Tu ji min re wilo dibêjî hey…» Lê dîsan, ji bo tu xirecirê dernexe, nalet lê anîbû, devê xwe girtibû. Dîsan xwe bi xwe got »ji xelkê basît tu zilam dernakeve! Xwedê van zengîn û arîstokratan ji serê me kêm neke!» Fikirî ko mişterîyên biyanî jî gelekî maqûl in, dema ko li gel daxêvin, jê re ”sir” an jî ”ya sir!” digotin. Rojekê jî, wê demê, hêj di wardîya rojê de kar dikir, rêwîyekî turk gihandibû balafirgehê û evîya her cara ko dixwest tiştekî jê re bibêje, berê xwe didayê, ”şofêr efendî” digot. Paşê çûbû li pirtûkxaneyê ferhengek peyda kiribû û maneya gotina ”efendî” fêr bûbû. Her cara ko mişterîyekî serreş li texsîyê siwar dikir, jê dipirsî ka »gelo turk e an ne?» ko turk ba, ji wan re ”efendî” digot û behsa vê meseleyê dikir, ko çawan maneya vê gotinê fêr bûye û famkiriye ko ev bêje, çendî maqûlî û qedirnasîyê dihundurîne.
Xelk libo libo di derîyê operayê re derdiketin der. Hinek li ber sitûnên kevirî î bilind ên operayê radiwestin, sohbeta xwe ya li hundurû didomandin û hinekan jî ber bi rêza texsiyan ve dilezand. Texsiyên pêşin yek-dudo mişterîyên xwe girtin û çûn. Wî jî texsiya xwe şixuland û xwest nêzî derî, ber derencên kevirî bibê, di wê nawbênê de çavê wî bi xatûnekê ket ko ber bi texsiya wî ve dilezîne. Texsî şixulandî rawestand û zû daket ko bergirtiya xatûnê bike, derî jê re veke. Heta wê çaxê jî xatûn gihiştibû ber texsîyê. Yeke dirêj, kapikên qundra di lingan de bostekê bilind, deh sentîmûnîvan bi ser şofêr û texsîyê ve diket, kurkek dirêjî lê, yek jî li histuwê wê pêçayî, bihna hemra-bodra ko jê difûriya deh metran li derdor belav dibû.
— Gelo, birêz dikane min bi texsîya xwe bigihîne malê?
— Ser herdu çavên min, keremkin.
Piştre derî vekir, xatûn û kurkên wê li dawîya erebê li ser qoltixan bi cih kir. Fikirî ko, »li van kurkan ê postên werzgeheke lawiran çûbe, postên çar rovîyan tenê, têra vê sitûpêçê nake!»
Hêj nuh li paş dîreksîyonê bi cih bûbû, dengê xatûnê hate guhên wî:
— Navê te çi ye?
— Semedyan, ezbenî.
Hêj wusan, dengin din ji xatûnê bihîstin ko dibê:
— Wê qehbikê nehişt! Wê qehbika porsor… an ê mêrik bi min re bihata…
Ji bo ko tu bêrêziyê neke, Semedyan, bi balkêşî û giramî dengê xwe nizm kir:
— Ma gelo ê hineke din jî bên, em li hêviya wan rawestin?
Xatûnê ew li gel navê wî bersivand:
— Na, Ismedyan, ji kerema xwe re bajo, ber bi bakur ve, nêzî balafirgehê.
— Semedyan, ezbenî.
— Ok Simidyan, çi navekî paqij, bê guneh. Navê min jî Marya ye. Ez ji Operayê têm. Temsîliya îşev La Boheme bû, tu zanî, La Boheme operaya Puccinî. Ev bist car in ko ez li heman operayê temaşe dikim û jê têr nabim. Cara ko herî li xweşa min çû, li Metropolitan, li Newyorkê bû. Tenorê wê Pavarottî bû. Dema ko ”Che Gelida Manina” distirê, û bi destê wê digre, agir bi kezeba mirovî dikeve.
“What a frozen little hand
Let me worm it for you”
Bi destên min bigre, Ismedyan!
Ji nişka ve, xatûnê dest bi girî kir, bû hîre hîra wê û herdu destên xwe ber bi Semedyan ve dirêj kirin. Hindek mabû ko Semedyan jî, pê re bigirîya. Lewra xwe girt û xwest li ber dilê xatûna nazik û nazdar bigere, wê haş bike. Firênekî hişk girt, erebe sekinand, destên xatûnê ên nermik xistin nava lepên xwe.
Erebeke din ji paş ve hindik mabû li ya wî bixista; bû qîreqîrê şofêrê li paş, nerazîbûna xwe bi tîtetîta qorneyê jê re nîşan da.
Bi dû ko xatûnê destên xwe, ji nav lepên Semedyan azad kiribûn, destmaleke bêrîkan derxistibû, pê hêstirên xwe paqij dikirin. Dîsan berê xwe da Semedyan û:
— Simidyan! Lepên te çendî girs in, nola yên Jussî Bjorling. Tenorekî Swêdî î navdar bû. Dema ko derdiket ser dikê lepên xwe vedişartin. Wî jî “che gelida manina” xweş digot.
Hêj xatûn bi gotin bû, Semedyan di mirêkê re xwest lê binere, serê xwe bilind kir û got:
— Hûn dizanin xatûn, wê şevê du xortikan qewlikê min î peran dizîn. Na wele, revandin û çûn. Şawşawek li min derxistin, qewlikê min birin û çûn.
Marya xatûnê, serê xwe ber bi wî ve tewand:
— Ji min re nebêje “hûn” bi “tu” min nav bike.
Bi dû de jî, bi şeweyekî ko dilê wê pê şewitîbe axaftina xwe domand:
— Weyla rebeno! Çawan dilê wan qêmîşî halê te kir. Miheqeq mirovine kirêt bûn! Çiqas pere tê hebûn gelo?
— Hezar kron.
— Himm. De xem nake, va tu bi selametî filitî ye, ma pere çi ne, qirêja destan in!
Di wê navbênê re, çavên wî bêhemd li destên wî gerîyan, hinekî bi qirêj bûn, lê tu pere di wan de xuyanî ne dikir. Tenê wêneyê xwedîyê xanî li ber çavên wî, carekê dudiyan vêket ko tilîya xwe lê dihejand û digot »ko tu careke din kirya xanî dereng bixî, ez dê te ji xanî bavêjim!»
Bi dû çend kîlometreyên bêdeng, xatûna Marya dîsan xwe bi xwe axivî »wê qehbika porsor nehişt. An ew dê bi min re ba îşev» paşê jî, hinekî bi melodî qilupand ser ”gelida manina”
”we won´t find it in the dark
But fortunately
It´s a moonlit night
And the moon
Is close to us
Please wait…”
Û ji nişka ve destê xwe li milê Semedyan xist:
— Simidyan ka bisekine, erebê rawestîne, ez divê hinekî li vî bajarî temaşe bikim.
Semedyan nêzî pirekê, li kêleka rê erebe da sekinandin. Marya xatûnê ji texsiyê daket, ber bi pirê ve meşiya. Li cihekî bilind î jora çem ko bajêr jê xweş xuyanî dikir, şipya sekînî û li silûetên xanî û lembeyan temaşe kir.
Semedyan bêhnekê di erebê de sekinî, li taksametra xwe nerî 245 SK (pereyên swêdî) nîşan dida û hêj ji bajêr derneketibûn. Fikirî ko »heta ez vê bigihînim mala wê ê taksametra min bigihêje hezar kronî!» ûjdanê wî qebûl nekir, taksameter sekinand, ji texsiyê daket ber bi xatûnê ve meşiya. Dêna xwe dayê, ko xatûn di xeyalan de ye, hayê wê ji kurkê wê î ko heta bi nîvê pişta wê daketiye, tune ye. Bi hêdîka kurkê wê bi jor de kişand:
— Xatûn derva sar e, hûn dikanin nexweş bikevin. Zêde jî nêzî qiraxê nebin, xwedê neke lingê we bişemite…
— Sipas Simidyan, tu mirovekî dilovan î, neslên nola te kêm in li vê dunya teres. De em biçin min bigihîne malê…
Pêre pêre jî gilorîk barandin, bû hîrehîra wê, dîsan dest bi girî kir.
— Ez tenê me, Simîdyan. Temenê min li dor pêncî ye, tu zarokên min jî tune ne. Mêrê min li Brukselê kar dike, ji du mehan heftiyekê tê mal… mehanîya wî bi sedhezarî ye qaşo! Lê tenêtî bi pereyan çareser nabe.
Di vir de, Semedyan di mehanîya mêrê wê de fikirî, xwest hesabekî çêke, ko gelo ew dê di çend mehan de ewqas pere bikaribe qezenc bike, dema xwe li nêzî salekê xist, dev ji hesêb berda û taksametra xwe zû şixuland.
Xatûn dîsan li La Boheme û ”gelida manina” vegeriya û xwest vê carê bi stranî bêje:
”…I live!
In my carefree poverty
Like a prince, I squander
Rhymes and hymns of live
When it comes to dreams and visions
And castles in the air,
I´ve the soul of a millionaire…”
Lewra dengê wê qe li xweşa Semedyan neçûbû, ji ê sopranekê zêdetir, dişibiya qijîna Qijalkekê. Lê ji bo ko dilê xatûnê xweş bike bi baldarî guh dabûyê û di dawîya dawîn de jî derewek li xwe kir, got,
— Dengê te pirr xweş e, xatûn.
Xatûnê lê vegerand:
— Te hêj deng nebihîstine! Tu qet çûye operayê?
— Na wele.
— Belbî tu neçûye tîyatroyê jî hêj.
— Na wele. Carekê li gel zarokan, me li palyaçokî temaşe kiribû. Em gelekî keniya bûn.
— Himm
Di wê nawbênê re, li ser otobanê îşareta benzînxaneyekê xuyanî kir, xanimê bi destên xwe îşaret da Semedyan ko dagere benzînxaneyê. Cixareya wê qediya bûn û ji Semedyan xwest ko pakêtekê jê re bistîne. Qey ne dikir ê pereyên pakêtê jî bikirana ser ên taksameter.
Bîstekê şûnde nêzîkayî ê li mala xatûnê kiribin ko xatûnê got:
— Dagere ser milê rastê, na! Bibore, ê çepê. Ev çep û rast ez hertim têkilhev dikim.
— Aha, li ber vî derî bisekine. Simidyan, kêfa min gelekî ji te re hat, heta tu qehweyeke min venexwe ez te bernadim. Keremke were hundurû.
Semedyan heta ko got:
— Xatûn, pere… kar…
Xatûn ji texsiyê peya bûbû. Wî jî zû zûka meqbûza taksametreyê birî û dadû, lê tu diruvê revê bi xatûnê nediketin, li ber derîyê hewşa vîllayeke mezin, ko mîna şatoyekê dixuye, li benda wî bû. Eviya hinekî dilê wî hênik kir, qidûm pê ve anîn. Bi hêdîka jê re got:
— Xatûn, wexta kar e, li bajêr vê saetê mişterî hene…
Xatûnê bi beşişîn ew bersivand:
— Na wele, ez te bernadim, heta tu qehweyeke min venexwî bi cihekî de naçî, keremke! Û ji wî karê ko tu li bajêr qezenc bikî zêdetir ez dê bexşîşê bidim te.
Wa xuya bû, gotina ”bexşîşê” ew hinekî sist kiribû, dadû xatûnê derbasî hundurê vîllaya wê bû.
Hundurû weke muzexaneyekê dixuya. Hemû dîwar bi tabloyên mezin ko nîşanên hunermendên cuda li wan dixuye, xemilî bûn. Di navbêna herdu tabloyan de jî, sêniyên çingo î rengareng boyaxkirî, dardekirî bûn. Li her koşeyê jî kuzekî Mîngî, bi qandî nîvqamekê bilind rawestî bûn. Li erdê jî xalîçeyeke rengîn î Hemedanî raxistî bû. Li ser xaliyê çend dîwançe dorpêçkirî û li navê jî maseyeke mermerî bi cih bûbû. Li ser maseyê du sêniyên çerez û selikek tijî fêkî hebû.
Xatûnê bi destên xwe dîwançe nîşanî Semedyan kirin û got:
— Bifermon! Danîşin, Simidyan. Ez dê cilên xwe biguherim, qehweyekê deynim ser êgir…
Semedyan solên xwe derxistin, ber bi dîwançê ve çû, lê meqbûza taksametrê di destê wî ê rastê de bilind kirîbû, awirên xwe ji ser danedigerand, 1145SK nivisî bû, pêncî jî pakêta cixarê, dikir 1195SK, ji bo wî perekî mezin bû bêguman. Li çûnê, çavên xatûnê bi meqbûzê ketibû, hinekî beşişî bû û derbasî odeyekê din bûbû.
Bêhnikekê şûnde, dengê vekirina derî hat Semedyan û xatûnê xuyanî kiribû. Dema çavên Semedyan bi xatûnê ket bostekê ji cihê xwe bilind bûbû. Çi bibîne! Kirasekî hevrişimî, ji çarikeke serê jinan teniktir, tenê lê bû. Ji xwe berstika wê vekirî bû, wekî din jî, hemû deverên wê î din î muqedes, li ber ba bûn. Li bin kirasî, laşekî şahîk mîna berfê spî ber bi çavê Semedyan ve ket, ji memikên wê î hinekî daketî pê va tu qermîçok di vê bedenê de nebûn. Semedyan meqbûz di dest de, ji fedîyan awirên xwe bi hêla din ve guhertin. Ev cara pêşin bû ko berê xwe ji meqbûza di dest xwe de diguhert, ji ber xatûn ji wê hêlê ve nêzîk bûbû.
Xatûn hat li tenişta Semedyan, li ser xalîyê xwe da erdê, xwest ko dest û serê xwe deyne ser çîpê wî ê çepê, lê, Semedyan xwe nîvmetroyê bi hêla din ve kaş kir, giha dawîya dîwançê. Xatûnê xwe hinekî nêzîkî wî kir, bi milê wî ê çepê girt, guvaşt.
— Axx… çi milên girs î bi qewet. Tev ji ajotina erebê welê bi qewet bûne ne wilo! Axx ko destin welê bi qewet ez bigirtama û têr biguvaştama… her deverên min mist bidana… axxx ez dê hey bibama!
Deng ji Semedyan dernediket, meqbûza taksametrê di nav destê rastê de, bilindkirî awirên wî li ser asê mabûn. Carekê dudiyan jî xwest ko bi awirên xwe, bala xatûnê bikşîne ser meqbûzê, lê wa xuya bû xatûn di derdekî din de bû, guh nedabûyê.
Xatûn rabû, çû qedehek tijî qehwe anî li ser masê, li ber Semedyan danî û dîsan li tenişta wî li ser xaliyê rûnişt. Vê carê pişta xwe dayê û got:
— Simîdyan! Ez gorî te… milên min tevizîne. Ji kerema xwe re hinekî wan mist bide.
Paşê bi destê wî ê çepê girt û danî ser milên xwe. Semedyan fikirî ko »ê bêhurmetî be» ko vê rica xatûnê bi cih neyîne. Ji neçarî, meqbûz ji destê xwe danî ser masê û dest pê kir milên xatûnê firikandin. Di wê nawbênê re ko hêj ax ax û ox ox ê xatûnê bû û ji nişka ve, mîna marekî xatûnê berê guhertibû, ber bi wî ve, destê xwe dirêjî nav paqên wî kiribû, cihekî wî î nazik girtibû, guvaşti bû. Wîqînî bi Semedyan ket, ji ser dîwançê bilind bû ket erdê. Lingên wî li masê ketibû, tiştên li ser tev pengizîn, li derdorê belav bûbûn. Zû rabû û ber bi derî ve berepaş çû:
— Na xatûn! Eman… ez dexîlê te… tu çi dikî?
Xatûn hêj rûniştî, serê wê di ber wê de bêdeng bû. Hinekî şûnde rabû ser xwe, berê xwe da Semdyan, bi dengekî bi hêrs got:
— Na, nexwe na… hii.
Rewşa xatûnê ê xof xistibe dilê Semedyan ko du gavên din jî berepaş ber bi derî ve çûbû. Lê di heman wextê de hat bîra wî ko meqbûz ne di destan de ye û çavên xwe lê gerand. Xatûnê ê fam kiribe ko Semedyan li meqbûzê digere, destê xwe bilind kir, meqbûz nîşanî wî kir:
— Tu li vê digere… pere pere… ma her tişt pere ye. Ma jiyan hemû pere ye qey?
Û bi dû van gotinan re, meqbûz girt, xist devê xwe, cût û paşê jî daqurtand.
Semedyan behîtmayî li vê rewşa xatûnê temaşe dikir. Ji wê xatûna nazik û nazdar derhem nema bû. Ew çû bû û cadûyek ketibû şûnê.
Bi dû vê seansê de jî, xatûnê ji jor de bi berstika kirasê xwe girti bû, çirandibû, kiribû du perçe:
— Nexwe na… de biceheme here. An, ko ez biqêrim ê vir tijî cîran û polis bibin.
Semedyan zû zûka rahişt solên xwe, pişta histuwê xwe xurand, li der solên xwe xistin lingên xwe û ber bi texsîya xwe ve çû.
Êdî dereng bû, saetên şevê ên dawîn bûn. Mişterîyên ko li bajêr hebana jî, ê axilbeyê wan, serxweşên meyxana bana. Semedyan, berê texsîyê da mal, ber bi garajê ve ajot. |