STOCKHOLM, 14/3 2009
D. hinekî bi hêrs got:
— Nabe, tiştekî welê, li darê dunyayê nabe; ne bi min dikeve û ne jî ez dikarim bêjim.
Paşê ji metbexê derket, hat li salonê li ser dîwançê xwe ramedand, televizyon vêxist, lê temaşe kir.
Lê jinkê ew bi tenê nehişt, wê jî da dû, hat li salonê, li tenişta wî cih girt. Berê xwe dayê û dest bi axaftinê kir:
— Qe jî tiştek nabe, gelekî hêsan e. Tu ê bi tenê derewekê piçûk bikî! Yeke wusan ko zerara wê li tu kesî nabe. Lewra fêda wê ê li me bibe. Aha meheke din daweta birayê min e, ma ez dê destvala bi ser de biçim? Ev serê heftiyekê ye ko apê te li nexweşxanê ye û alîkarî ji te xwestiye. Tu welatê me baş nas dikî, ger ko tu perên wan nedî, yekî li nexweşxaneyan rehîn digrin. Heta dest û lingên wan bi qeryoleyên wan ve girê didin, ta ko pereyên tedawîya xwe digrin. Tu çîroka gundîyê me, Biroyê Çiyayî dizanî, feqîro mehekê li nexweşxanê rehîn mabû, ta ko gundîyan di nav xwe de pereyên tedawîya wî top kirin û ew ji nexweşxanê derxistin. Piştî wê heftiyek di ser re derbas nebû, rebeno ji kerban mir. Ma tu pereyên me î hilandî hene? Na…
D. bi mirûzekî tirş û hinekî jî behîtmayî li xanima xwe nerî, serê xwe hejand:
— Hurmet nabe, ez rica dikim, dev ji min û van tiştan berde, zarokên te hûr in, çawan ez dê bi tometan perê xelkê bixum, ma eviya bi me dikeve? Got.
Hurmet ji bo ko mêrê xwe zêde aciz nekî, dengê xwe birî û paşde çû metbexê, lê, xwe li wir negirt û pêre pêre şûnde vegerîya, da gotinên xwe temam bike.
— Wele dibe, ez şevtira din li ba cîranên me bûm. Ewên Deştî, ewê ko dikule, bi lingekî, mayin pê de teqiya bû, te dît, tu hertim silavê didiyê… Ji xwe min bi tiştekî wusan nizanî bû. Wan ji min re got. Kamereyeke wan hebû, bi şeş hezarî kerîbûn, hê jî heye. Meqbûza wê girtibûn û çûbûn polîsgehê, formek tijî kiribûn. Tenê çend pirsên hêsan bûn, pêş min jî kirin, du-sê pirsên ko çawan hatiye dizîn… Hewce nake ko mirov bike histuwê hinekan jî, tenê ji çend reşikên Efrîqî zen kiribûn. Bi dû de jî ewraqên ko ji polisgehê sitandibûn, şandin ji sîgortayê re, heftiyekê şûnde perên wan rê kiribûn. Him perên xwe paşde sitandin û nuha jî, bi heman kamerayê sûretên xwe digrin.
D. awirek tûj di xanima xwe veda, bi hêrs ji cihê xwe rabû:
— Ya hewlewela! Got. Paşê jî, ber bi derîyê der ve lezand, saqoyê xwe girt, şekala xwe wergirt û di derî re derket, çû.
Di nav malan re derbas bû, berê xwe da ser şopereyekê ko diçû ber bi daristên ve. Ev reya li dor daristana ko nêzî mala wan bû dizîvirî û ji bo niştecihên sportmen û kesên ko kêfa wan ji gerê re dihat, hatibû çêkirin. Wî jî heftiyê çend rojan li ser vê reyê baz dida, bi vî hawî bez û kîloyên xwe î zêde, li xwe dikirin xwêdan, davêtin. Lê vê gavê tu niyeta wî û bazdanê nebû, ji xwe cilên li ser jî ne ên sporê bûn. Bi serîyekî bi efkar û gavine bi teqil reya xwe domand. Teqnekî bişûn de, li ber dareke kajê rawestiya û bi pît,»tifî!tifî!tifî!» got. Lê evana ne tifên cixarekêşekî bûn ko gewriya xwe paqij dikir, lewra, naletên li bêşensî û bêyomiya jiyaneke kirêt û nebiserketî bûn.
Dibêjin, dema ko karê cihuyan xirab diçe, li defterên xwe î kevn vedigerin. Ê wî jî wusan, nola cihuyan… car bi car li salên xwe î berê vedigeriya, xwezîya xwe bi bîreweriyên wan salan dihanî. Salên xortanîyê, bêhesap û bêxemxurî bihurandibûn. Paşê jî bû bû şoreşgêr, lingekî wî li Hewlêrê, yek li Amedê bû. Tu bajarekî ko nikaniba vegirta, tu ordîyek ko bikanîba xwe li hember ragirta nebû. Di demekê de ko li bende bûn, ha îro ê şoreş bibe, ha sibe şoreş dibe û ji nişka ve… hemû têk çû bû, mîna noka ko li kevir bikeve, her yekî ji wan bi cihekî de pengizî bû. Rawestgeha wî jî bû bû quncikeke bajarekî Awropa.
Salên pêşin, bi hêvîya berdewamîya şoreşê û vegera welêt, derbas kiribûn. Piştî çendsalekî, ev hêvî, li ba, mîna mûmekê ji şima helîya bû û dest pê kiribû xwe, mîna rûniştevanekî û himwelatîyekî Awropî, hîs kiribû. Çend salan jî fena her xortekî Awropî, jiyaneke bohem bihurandibû. Lewra, terbiye û ehlaqê wî, zêde rê nedabû jiyaneke wusan. Li dor temenekî sîh salane, toreya xwezayê, li ser, bandora xwe nîşan dabû û wî jî eviya qebûl kiribû, dabû dû şopa bav û kalên xwe, zewicî û malek ji xwe re çê kir. Nuha jî du lawên wî hebûn, yek pênc salî û yek jî şeş mehî li destê deya xwe bû.
Hêj welê, li ber dara kajê rawestayî, di nav efkara ramanên rabirdûyî de, ji nişka ve, zirîniya telefona wî ya destan ew veciniqand.
Jinik bû.
— Ka tu? Ma tu bi kû de çû? Lawkê mezin pirsa te dike.
D.
— Ez gavê nayêm, wî bike xewê, got.
Bi dû de jî, meşa xwe domand. Lewra, fikrên di derbarê mal û rewşa wî de, serê wî rehet ne dihiştin. Ya rastîn, jinikê ew rehet ne dihişt. Ev e, serê çend heftiyan bû, dirdira wê bi ser de bû, da biçe ba polisan, buxtanekê bike, da bi vê reyê çend qirûş pere ji sîgortayê biçelpînin.
Wî jî hertim ê ji xanima xwe re bigota, »erê hurmet, em ne zengîn in, lê şikir, em ne birçî û ne jî tazî ne. Va ye, ez kar dikim û ji bo zarokan jî em alîkarîyê ji dewletê werdigrin, dimeşe diçe...» Lewra, ev gotinana ne diketin serê xanimê. Mesrefa zarokan û ya malê lê zêde kiribû û ji hela din de jî dost û merivan car bi car ji welêt alîkariya peran ji wan dixwestin. Ji xwe merivên jinikê, mîna çêlîyên hechecîkan, hertim devên wan ji hev bû, li benda bûn ko zavayê wan î ezîz alîkariya wan bike, li ber bayê wan rabe.
Çend qirûşkên ko vê dawîyê bi keşkûlî bi ser hevde anîbûn, girtibûn, şandibûn ji apê jinikê re. Ji ber ko kamyon li binguhê wî ketibû û li nexweşxanê ramedandî bû, çar kîlo xwîn jê re lazim bûn, an ê bimra! Paşê hatibû famkirin ko qe tiştekî wusan ne qewumî ye. Pereyên ko şandibûn, hemû li meyxaneyên Sitembolê, li sofreyên zewq û sefaya tucarekî Entabî (ji ber ko li meyxaneyan wî xwe wusan dabû nasandin) xerc bû bûn.
D. li ser şopereyê, li ber tehtekê sekinî û di rewşa xwe de fikirî, dilê wî pê şewutî, xwest ko li ser tehtê rûnê û hinekî bi halê xwe bigrî. Di wê nawbênê de, yekî sportmen silav lê da û hişt ko ew ji vê fikrê vegere. Lewra dema ko ê sportmen derbas bû, rawestîya û lingekî xwe danî ser tehtê. Lingê xwe î rastê bilind kir li binê sola xwe nerî, dît bi qul e, li ya çepê nerî, ew jî bi qul bû. Ji xwe, ji goreyên xwe î şil eviya dizanî bû. Heta nuha îmkanên wî nebûn ko ji xwe re cotek qunderên nuh bikere. Her gav tiştin girîngtir rê li ber viya digirtin. Saqoyê lê jî bi qul bû. Hate bîra wî ko cara dawîn dema çû bû ba ê diranker, ewîya xwestibû çend qulên di diranên wî de tijî bike, lê wexta buhayê vî karî pirsî bû, devjê berda bû. Xwe bi xwe,»her deverê min qul bûye» got. Dîsan, hezar nalet li şensê xwe anîn û meşa xwe domand.
Fikra ko biçe bi buxtanan pereyan ji sîgortayê bigre pê zor dihat. Dema ko eviya difikirî, xwe kirêt hîs dikir. Lê ji hêla din jî, dirdira jinikê û teqûreqa malê halêrûhîyeta wî xirab dikir, serê wî tevlîhev dikir. Bêhemd destê wî çû bêrîka saqoyê wî, ser telefona destan, fikirî ko »di tevaya jiyana xwe de belbî nebû bû xwedîyê xwe û tiştekî (ango malê wî bi xwe, prîvat) ji vê telefonê pê va» Ew jî jinikê jê re kerî bû «ji bo min baştir kontrol bike, bê ez li kû me!» Fikra ko dîsan tiştekî welê bike, lê, ne telefona xwe ya destan, tiştekî din winda nîşan bide. Zû zûka dev ji vê fikrê berda, ji ber hate bîra wî ko diva bû meqbûza wê heba ya, di malê de jî ji vê telefonê pê va tu firaxeke wan î din nebû, hemû tiştê din seconhand bûn.
Nizanî bû çiqasî li dora vî daristanî gerîya, çend caran şopên xwe derbas kiribûn; dema gihiştibû malê derengî şevê bû, malî tev di xew de bûn, ji lawkê wî î şeş mehî pê ve. Bi bijîn û mirçe mirçeke dengîn pêsîrên deya xwe dimijtin. Her cara ko pêsîr ji devê wî diket, mîna keftarekî hirîniyek ji xwe derdixist. D. »yastar! Ko ev mezin bibe ê topa min bavêje!» got. Paşê jî telefona bêrîka xwe derxist, xiste dolabê, cilên xwe guhertin, hinekî westiyayî xwe li ser nivînan dirêj kir.
Lê, ka tu, ka xew! Ji hêlekê de serê wî ji fikran tijî bû, ji hêla din de jî dengê mirçîniya lawik, hedan ne dida yê. Teqnekî şûnde ew û lawik tev de ketin xewê. Lawik her kete xewê, lê ji bo wî mirov nikanî bû heman tişt bigota. Lewra di şiyarîyê de çawan fikrên wî tevlîhev bûn, nuha di xewê de jî, xewnên ko didîtin jî wusan têkilhev bûn. Di xewna pêşin de, lawikê xwe î piçûk didît, bû bû mîna hûtekî, lê ne ling ne jî dest pê ve hebûn, tenê devekî bêhawe fereh bû; pêsîrên deya wî jî bû bûn çiyayekî agirî, lê li şûna lavayê şîr dipijiqandin û vî devê fereh, li jêra çiyayî ev şîra tev dadiqurtand. Di xewnekê de jî apê xwe didît, car car li pavyonekê li ser maseyeke zewq û sefayê, pere dikirin ber pêsîrên dansozan, car car jî li nexweşxaneyê, li ser qeryoleyekî, destekî wî girêdayî û destê din ber bi wî dirêj dikir, pere jê tika dikirin. Di xewnekê de jî, dema ko ji karê xwe vedigeriya malê, di metroyê de, çend xortên reşik dihatin li cem rûdiniştin û yekî ji wan destê xwe dirêjî bêrîka saqoyê wî dikir, telefona wî ya destan digirt û digo himheh ji metroyê dadiket direvîya, ên din jî hişk bi çeplên wî digirtin, dikir ne dikir, nikanîbû xwe ji cihê xwe biqeliqanda. Di xewnekê de jî, xanima xwe didît; bû bû quleke reş î fezayî, hemû stêrkên Kadizê jî bû bûn pere û vê qula reş ew pere hemî dadibelihandin, çerxîk jî bernedida… hêj wusan, behîtmayî li vê qula reş temaşe dikir û dît destek ji nav dirêj bû û hişk bi çeplê wî girt û ew ber bi xwe ve kaş kir, ji nişka ve ji xewê çemd bû. Dît ko jinikê bi milê wî girtiye û wî ber xwe ve kaş dike.
— Ka virde were, nêzîkî min bibe, tu ê ji ser textî bikeve, got.
D. li saetê nerî, dît ko wext e, ji ser nîvînan daket, dest bi hazirîya çûna xwe ya kar kir. Xanima wî jî li dû rabû, ji mêrkê xwe re zû zûka sandewîçek çê kir, xist kîsikekî naylon, pêça û di bêrîka saqoyê wî de bi cih kir. Paşê telefona wî ya destan jî ji dolabê derxist kir bêrîka din, maçek dayê û ew bi rê kir.
D. nizanî bû çawa hatiye kar, kengî qedandiye û çi wextê vegeriya ye. Tenê dît ko li salona polisgehê ya mezin e. Mîna gêja li salonê virde, wêde diçû û dihat, ta ko jineke karmend destê xwe danî bû bû ser milê wî û bi giramî jê pirsî bû:
— Ezbenî, gelo ez dikarim alîkariya we bikim?
D.
— Na, sipas, tenê karekî min hebû li vir, windabûn… na, dizîn…! Got.
Jina karmend dîsan bi wê giramiyê axaftina xwe domand:
— Belê, ezbenî, wê demê kerem bikin, ez li vir karmend im û dikarim alîkariya we bikim, ger ko karekî we an gilîyekî we hebe?
Paşê jî cihekî ko bi dîwarekî textîn veqetayî, li navê maseyek û compiyoturek ko li ser heye û çend sandalî li dorê bûn, şanî wî da.
— Fermo danîşin, ka em meyzekin çi gilîyê we heye.
D. li hember xatûna karmend rûnişt, lê hêj jî tê negihiştibû çawan û ji bo çi hatiye vir. Jinika karmend bi pirsan ew dida axaftin, bersiv jê digirtin.
— Belê, ez ne şaş bim, we behsa windabûnekê, an jî dizîyekê kir! Lewra, pêşin divê ez nasnameya we qeyd bikim.
D. mîna ko ne dixwest nasnama xwe bi dengîn bibêje, zanava xwe derxist dirêjî ya karmend kir. Wê jî lê nerî û ew di compuyoterê de nivisîn, paşê adresa malê jî jê pirsî, ew jî qeyd kir. Dû re, berê xwe dayê:
— Erê, eviya qediya, ka nuha bêje gilîyê we çi ye; windabûnek an dîzînek bû? Pirsî.
D. hinekî serê xwe ber bi xatûnê ve kir û bi dengekî nizm:
— Dizîn… telefona min… got.
Ya karmend vê carê, weko dixwest wî baş bide famkirin, pirsên xwe hinekî bi deng, yeko yeko jê kirin:
— Erê ezbenî, çi telefon?
— Ya malê, an ya destan?
— Li ko û çawan?
Vê carê D. berê xwe ji xanimê guhert, mîna zarokekî dibistana seretayî ko dersa xwe jiber kiribe, gotinên xwe hemû li ser hev û bi lez gotin:
— Ez dema ji kar vedigeriyam, di metroyê de sê xortikên reşik î Efrîqî hatin tenişta min rûniştin û piştî çend rawestgehan daketin çûn û min li bêrîka xwe nerî ko telefona min ya destan tune ye, ez ji wan zen dikim ko telefona min dizîn, birin. Telefona min yeke Ericssonî bi qalikekî sor bû.
Paşê jî mîna yekî ko barekî giran li ser milan be, di bin vî barî de teqnekî çûbe, bêhn lê çikiya be û ji bo bêhnvedanekê vî barî ji ser milê xwe deyne erdê, dest pê kir, bi helkînî nefesa xwe girt û berda. Xatûna karmend behîtmayî lê dinerî, paşê destê xwe î rastê bilind kir û:
— Stop, stop! Min tiştek fam nekir ka ji kerema xwe re, dubare bike û hinekî hêdî bi hêdî… Got.
D. weko ya berê, dîsan hemû li ser hev got. Ya karmend ev gotin, pê sêcar kirin û ya çaremîn dest pê kir li compuyotirê nivisîn. Her ko rêzek dinivisî jî, bi deng jê re dixwend:
»ji kar vedigerîya. Li metroyê siwar bûye… çend xortên reşik î Efrîqî li cem rûniştine. Piştî çend rawestgehan daketine… D. dîtiye ko telefona wî tune ye. Ji van xortikan zen dike ko telefona wî dizîne. Telefonek Ericssonî, bi qalikên sor e.»
Bi dû de jî xatûna karmend, serê xwe ji ser compuyotirê rakir, ber bi wî ve kir:
— Pirsek dawîn, gelo tu telefonên we î din ên destan hene? Got.
D.
— Na, got.
Ya karmend bersiva dawîn hêj dinivisand û ji nişka ve bi zirîniya dengê telefonekê sekinî, li telefona xwe gerîya. Dolaba masa xwe vekir, rahişt telefona xwe, dît ko ne ya wê ye. Piştî dengê sisiyan berê xwe da D.
— Ez bawerim telefona we lê dikeve, bersiv bidin qey nake!
D. destê xwe avêt bêrîka xwe, telefon derxist, bersiv da:
— Elo, got.
Ji hêla din, dengê xanima wî dihat, dipirsî:
— Ka tu çû polisxanê?
D.
— Erê, got.
Û zû telefon girt. Di wê nawbênê de jî awirên wî li ser ya karmend bûn. Dîtibû ko çawa madê wê hatibû guherîn, rengekî tinazî girtibû. Bi bişirîn jê re:
— Ez bawerim we telefona xwe dît, birêz! Got.
Telefona Ericssonî bi qalikê sor hêj di destê D. de bû, ber bi ya karmend dirêj kir;
— Erê, got.
Û pêre pêre jî giwîn lê hate guherîn, soromoro bû, mîna xunaveke buharê, xuyê xwe li enîya wî î vekirî girt. Wê bêhnkê, dixwest ko erd biqelişe û ew bikeve bin heft tebeqên wê. Dîsan jî hemû wêrekîya xwe civand, berê xwe da ya karmend, ziq li çavên wê nerî;
— Xanima delal, ya rastîn, zarokên min hur in; ev bêbava jina min, ev serê mehekê ye, daye dû min ko ez werim ji we re dereweke wusan bikim, da bi vî hawî, ji sîgortayê em hineke pere werbigrin. Ez li ber tiştekî nakevim, ko bi derewan, ez ketim gunehên van rebenê reşikan. Di heqîqetê de mirovine gelekî delal in. Li cihê karê min sê kes ji wan hene, hersê jî dostên min in, weko milayîketa ne. Biborin, min bibexşînin!got.
Lê di dawîya gotinên wî de, deng dikir an digirya, baş jê ne dihate fam kirin. Xanima karmend behîtmayî lê temaşe û guhdarî kiribû. Hinekî şûn de jî bişirî bû û paşê jî, bi hîqe hîq dest bi kenekî kiribû. Piştre jî, herdu destên xwe ber bi D. ve bilind kirin;
— Biborin, min efû bikin ko ez wusan dikenim! Got.
D. hewl dabû xwe ko rabe biçe, lê xatûna karmend bi destên wî girtibû, ew dîsan bi rûnişkandin dabû.
— Ka bise birêz D., bawer bin ev bîst sal in ez vî karî dikim, ev cara pêşin e ko ez li bûyereke wusan rast têm. Di heqîqetê de ev tiştê we nuha kir, tawanbar e, lê em viya ji bîr bikin. Ka dîsan ez van ewraqan dagrim, belbî hûn ji sîgortayê hinek pere bigrin û ev ”bêbava” jina te jî qanih bibe, nema dirdirê bi ser te de bike. Got.
D. bicar;
— Na sipas, na sipas! Got.
Û destûra xwe jê xwesti bû, ya karmend ew neşkandibû, li gor daxwaza wî, ew azad hişti bû. D. ber bi derîyê polisgehê ê der ve lezandibû, mîna dizekî, xwe kirêt hîs dikir. Li ber derîyê derketinê, tîqe tîqê kenê ya karmend di guhên wî de deng vedidan. |