SWÊD, 3/3 2009 — Gelek kesan keda kurdên Sovyeta berê di hêla pêşketina çand û edebîyeta kurdan, xwesma jî karê radyoya Rewanê di hêla hişyarkirina gelê kurd da bilind qîmet kirine, dane naskirin û belav kirin.
Di nav wan da xwesma gotarên Salihê Kevirbirî pir balkêş in, ji ber ko bi tevayî objêktîv in û ya sereke jî – ser dereca zanyarîyê ya bilind in, di wan da hostatîya rojnamevanîyê ya dagirtî jî xuya dibe.
Yek ji wan gotaran bi sernivîsara ”Radyoya Rewanê û dengbêjên wê” 18ê sibatê di malpereka kurdî da çap bû. Dilê wî rastî jî ji bo her pêşketineke wan kurdên dervayî Kurdistanê diêşe û ew dilbaristan dibe, gava bawerîyên xwe belav dike û dike milkê gelê kurd. Ez ji alîyê xwe da dixwazim sipasîya wî bikim. Lê eger sipasî tenê bûya, minê nameyek jê ra binivîsîya û razîbûna xwe jê ra bigota. Ezê çend kêmanîyên di gotara wî da çapbûyî bidime rêzê, ko ez bawer im ew jî ne kêmanîyên wî ne, lê yên wan kesan e, ko înformasyona dane wî. Ji ber ko eger em bidine ber çavan, ko ji karê ronakbîrên kurd yên Ermenîstanê ji hemûyan pirtir keda serokê radyoya Rewanê gihîştîye milet û kareke mezin daye, wê demê pêwîstîya, ko ew kar bêy tu şaşîyeke biçûk jî bigihîje milet, diha zelal tê ber çavan.
Minê ev gotar nenivîsîya, ji ber ko karê radyoya Rewanê piranî bi navê bavê min Xelîlê Çaçan û diya min Eznîva Reşîd va girêdayî ye û Salihê camêr jî keda wan qîmet kirîye, bi dilekî germ şêkirandîye û min ne dixwest, ko bal xwendevanan fikirek peyda bibe, ko dixweze dê û bavê xwe mezintir bike. Lê ji ber ko tu kesê din wê rastîyê nenivîse (berê jî ne nivîsîne û heta gotine, ko ez jî nenivîsim), lema jî ezê çend îzbatîyan bînim, da ko kêmanî û têberdanên di nav gotarê da bêne azirûkirin.
Bi tevayî ji gotarê wisa xuya dibe, ko ew radyo ji destpêkê (sala 1955an) heta destpêka salên 80î du kesan bi rê va birîye, ew jî Casimê Celîl û Xelîl Mûradov (Xelîlê Çaçan) bûne. Û ne tenê di vê gotarê da, lê hinek gotarên berê çapbûyî da jî.
Salihê Kevirbirî ha dinivîse:
— Nivîskar Wezîrê Eşo dibêje, di destpêkê de di arşîva Radyoya Êrîvanê de yek stran an kilam tune bû. Ji bo ko bîrek çêbe bo radyoyê gelek sazbend, dengbêj û stranbêj tên dawetkirin, dengên wan yek bi yek tên qeydkirin. Celîl, Cemîle û bavê Ordîxanê Celîl, Casîmê Celîl di vê mijarê de bareke bi rûmet hildidin ser milên xwe. Piştî Celîl, Xelîl Mûradov heman peywirê werdigire û ew jî bi heman rêbazê bi dehan dengên ji gundan û bajarokan tîne berhev û di pêkhatina arşîveke dewlemend a deng û muzîkê de gavên girîng diavêje.
Eger em xwendevanan agahdar bikin ko Wezîrê Eşo û Casimê Celîl ap û birazî ne, her tişt zelal dibe. Gelo di salên 50î da kurên Casimê Celîl bêy ko li radyoyê bixebitin, çawa karê ji bo radyoyê dikirin û barekî bi rûmet hildabûn ser milên xwe? Gelo wan salan Cemîle dibistan temam kiribû, ko bikaribûya dengên dengbêjan qeyd bikira? Xuya ye makîneya propogandayê û agîtasyonê ya vê malbetê heta di şertên krîza aborî û fînansî ya cihanî da jî karê xwe serketî dimeşîne, ji ber ko ardûyê wan yê şewatê pir e.
Lê ya rast ev e:
Dema sala 1955an radyoya kurdî vedibe, Casimê Celîl dibe serokê wê. Wê demê radyo di heftêyekê da rojekê bû û ew jî 15 deqe bû. Ango, di heftêyekê da 15 deqe. Wê demê bêjerek tenê hebûye û ew jî Eznîva Reşîd bûye. (Eznîva Reşîd ji sala 1955an heta sala 1982an bêjera wê radyoyê bûye, ango 27 sal, lê ne ko 20 sal, wek ko birêz Salih dinivîse, û Keremê Seyad jî gelek salan dû wê ra hatîye bûye bêjer).
Paşê serokatîya Ermenîstanê piştî du salan, ango sala 1957an, komîsyonekê ji zaneyên ermenî û kurd saz dike, ko kar û barê wê radyoyê binihêre, bona wê radyoyê ji halê têstê derxe û dema wê ji 15 deqeyan zêdetir bike. Komîsyon li karê radyoyê di nava du salan da dinihêre û biryarê dide, ko Casimê Celîl vî karî nikare bimeşîne, wî ji kar davêjin û Xelîlê Çaçan dikin serok. Biryar tê girtin, ko nabe Casimê Celîl bê kar bimîne û Xelîlê Çaçan jî ji bo wî bê kar û maeş nehêle, û di hêlekê va jî ne dibû, ko karê bi qelemê va girêdayî bidayê, beşa sitiranan dide wî, lê bi xwe jî zanibûye, ko wî karî jî ewê bimeşîne. Di nav wan du salan da li wir hema bêje tu sitiranek nehatibû qeydkirin, xênji çend miqamên bi meyê, bilûrê û zirneyê.
Karapêtê Xaço di hevpeyvîna bi Mehmed Aktaş ra ya bi Medya TVêyê bi zarê xwe dibêje, ko ew sala 1955an cara yekemîn diçe radyoyê bona sitiranên xwe bêje, lê Casimê Celîl jê ra dibêje, ko di kilamên te da navê axan û began derbaz dibe, ji ber wê jî em nikarin kilamên te qeyd bikin. Wê demê serok Casimê Celîl bû. Paşê, dema serokê nû Xelîlê Çaçan pê dihese yekî wisa bi nav û deng hatîye û sitiranên wî nehatine qeydkirinê, careke din gazî wî dike û hemû kilamên wî qeyd dike.
Û nizanim çima gava Mehmet Aktaş ev rêportaja xwe wek gotar di hejmara kovara “Nûdemê” ya 33an da bi sernivîsara "Dengbêjê kilamên mêranîyê" çap kir, nivîsî, ko wan salan serok Xelîl Mûradov bûye. Ango, eynî mirov derheqa eynî mirovî da li miqala xweda tiştekî dibêje û li cîkî mayîn rêportaja wî lap eksî wî dibêje. Li wir îdyomeke kurdî kete bîra min "Belkî bextê bêbextan lê welgere".
Dema M. Aktaş wek nûçegihanê rojnama "Welat" dihate Ermenistanê, bi mêvanî diçû mala Casimê Celîl û ez dibêm bi vê nivîsa xwe ewî xwestîye ji ewê malbetê ra qencîyekê bike, heqê nanê xwerî bide. Lê bira ne kîsî keda xelqê bike.
Xelîlê Çaçan heta sala 1981ê serokatî li radyoya Rewanê kir, ango 24 salan û ne 20 salan wek ko di gotara Salihê Kevirbirî da hatîye nivîsar. Û eger em bidine ber çavan, ko karê wê radyoyê yê giring sitiranên wê û pîêsên wê ne, bira xwendevan bizanibin, ko hema bêje hemû sitiran û pîês jî di dema serokatîya Xelîlê Çaçan da hatine qeydkirin. Lê serokatîkirin tenê têr ne dikir, ko tevaya kurdên cihanê di heyra wê radyoyê da bûna. Xênji zanebûn û hunerê serkarîkirinê, welatparêzî û mêranî jî lazim bû. Eger vê fikira xwe vekim, ez dikarim ha bêjim: gelo çend kes zanin, ko li welatê Soveyt, ko propogandakirina şêr qedexe bû û ji bo her hemwelatîyekî welatê wî Yekîtîya Sovyet bû, ew çawa bû, ko hemû sitiranên kurdî, ko piranîya wan ser mêranîyê, heyfhildanê, şêr da bûn hatine qeydkirinê û me bi radyoyê jî bi riya sitaranekê digot ”Welatê me Kurdistan e”?
Gelo çend kes zanin, ko pîyes piştî kar dihatine nivîsîn û serokê wê radyoyê çend rojên bêxew derbaz kirine? Û ew jî wê demê, ko tu artîstekî kurdan yê profêsyonal tunebû. Gelo qeydkirina sitiranan, ew jî di salên 50î da, karekî hêsa bû? Texmîn bikin, ko şivanekî serê çiyê, ko tu rojekê nehatîye bajêr, wî tînin, dikine studîoyê, mîkrofonê didine ber, çend opêrator û rêjîsor jî dorê diçin û tên, dengbêj di xûdanê da dima, temamîya bedena wî dilerizî, sitiranên zanibû jî ji bîr dikir û dengê wî wek ko li çîyê distira nîbû. Û qeydkirina sitiranekê carna çend roj dikişand.
Nimûneyeke din bêjim: sitirana ”Hekîmo” belkî 50 kesan distira. Lê rojekê behs gihîşte serokê radyoyê, ko li paytextê Gurcistanê - Tbîlîsîyê, dengbêjek heye bi navê Şeroyê Biro, jê ra gotine here Rewanê, di radyoyê da dengê xwe qeyd bike, ewî gotîye ”ma ezê ji bo çend sitiranan rabim ji Tbîlîsîyê herim Rewanê”? Serokê radyoyê – Xelîlê Çaçan radibe bi taybetî ji bo Şeroyê Biro ser çend rojan diçe Tbîlîsîyê, stûdyoya radyoya wira kirê dike, bi zor-cefayekî hemû sitiranên Şeroyê Biro qeyd dike û tîne.
Eger hinek kes wisa difikirin, ko hewce nake bi gotarên rexnekirinê va dilê dost û nasan biêşînin, ez wisa nafikirim. Gelekan di dema xwe da wisa fikirîn û di encamê da wisa bû, ko kurdzana mezin Margarîta Rûdênkoyê “Mem û Zîn“ a Ehmedê Xanî kire tîpên kirîlî, ji me ra şand ji bo çapê, lê ew kesê, ko navê wî û malbeta wî li her deran belav bûye, rê li ber girt û ne hîşt, ji ber ko berpirsyarê çapkirina pirtûkên kurdî ew bû û hukum di dest wî da bû. Biryar hate sitendin, ko pirtûkên du hevlbestvanên me yê herî bi nav û deng – Fêrîkê Ûsiv û Şikoyê Hesen çap bikin, çap ne bûn.
Erebê Şemo romana kurdan ya pêşin nivîsî, carekê sala 1935an çap bû û ji wê belkî bal 2-3 kesan tenê hebe, pêşnîyar hate kirinê, ko careke din çap bikin, ew merivê xwedêgiravî navdar ne hîşt. Gelo ji xurtîya wî bû, ya ji sistîya ronakbîrên me bû, ko gelek bê deng diman? Û romana pêşin ya kurdî bi sernavê “Şivanê kurmanca“ heta niha jî neketîye destê kurdan. Ew romana Erebê Şemo ya “Şivanê kurd“, ko berî çend salan weşanxaneya Roja nû çap kir, ne ya orîgînal e.
Dawîyê dixwazim ji wan kesan ra, ko TRT-6ê rexne dikin an jî dijî hebûna wê ne, bêjim: ma radyoya Rewanê ne ya dewletê bû, ko bi mîlyonan kurd hişyar kir? |