SWÊD, 12/2 2009 — Îro, dema çapemeniya kurdî li cihanê ewqas xurt bûye ko heta ber çapemeniya hinek welatên xwedî dewlet danaxwe û ji hinekan jî pêşketîtir e, di wî karî da kêmaniyek tenê ne hatiye dagirtin, ew jî ew e ko malper, radîo û têlêvîzyonên kurdî, wek ko lazim e, xwe nagihînine her war û merivên ko di hêla kurdewariyê da hêjayî danasînê ne, hinek jî firsendên wan tune û hinek jî haya wan tune ko bûyer û kurdên wisa li cihanê hene ko hêja ye gel wana nas bike.
Ne ji bo wê ko filankesî an jî bêvankesî mezin bikin û pesinê wî bidin, lê ji bo wê ko hevsûdiya qenc hebe, çav bidine hev, kurd zêde li xwe bihesin û ew dikare bibe sebebê wê ko hinek kurdên nîvasîmîlebûyî ji rê dagerin û li milet û welatê xwe xwedî derkevin.
Ezê di vê gotarê da behsa çend kurdên dervayî welêt – kurdên Sovyeta berê bikim ko kêm kes wana nas dike, piraniya wan di hêla kurdayetiyê da kar nekirine, lê bi kar û barên xwe va em rûsipî kirine, navê gel û welatê me bilind kirine û hinek ji wan jî li tevaya Soveyta berê û Rûsiyayê wisa deng dane ko navên wan ser zar û zimanan bûn. Ezê wana bidime rêzê, lê ezê tenê li ser yekî bi hûrgilî bisekinim, ew jî Şamilê Selîm Eskerov e ko serkêşê welatparêzên kurdên Azirbêcanê bû.
Û ezê tenê behsa wan kesan bikim, yên ko niha zindî ne û serbilindaya me ne. Ne tenê bi esilê xwe va kurd in, lê hema firsend dikeve wana, kurdbûna xwe ser her tiştî ra digirin. Belkî jî li we ecêb bê ko niha ewqas kurdên bi nav û deng û welatparêz hene ko bi kurdî radibin, bi kurdî radizên, xewnên xwe bi kurdî dibînin û eger kesên biyanî wan wek aqilmend û navdarên welatekî wek Rûsiyayê, Azirbêcanê, an jî Qazaxistanê dibînin û bi wan serbilind dibin, lê ew berî gişkî xwe bi kurdîtiya xwe va mezin dibînin.
Gelo çend kes zane ko îro siteyrka sitiranbêjiya Rûsiyayê yeke kurd e, bi navê Zera Paşa ko jê ra Zara dibêjin. Keçeke ji dê û bavên kurd ko zimanê malê kurdî bûye û bi kurdî mezin bûye. Bona himberîhevkirinê em bêjin ko eger Dîlba û Darîn li welatekî 10 mîlyonê da (li Swêd) bi ser ketine û îro serbilindiya me ne, Zerê di nav 140 mîlyonan da bi ser ketiye. Artîstê Rûsiyayê yê Gelêrî ko li Rûsiyayê di hêla pêşketina hunermendiyê da ew navê herî bilind e, Ezîzê Bişar Eskeryan, îro di nav artîstên sîrkê yên kedîkirên heywanan da yekemîn e, ango yê herî bi nav û deng e. Akadêmîk, profêsor Îvanê Omer Farizov, xudanê ferhenga Rûsî-Kurdî, heta niha jî, di 87-saliya xwe da mamostayê Înstîtûta Moskow ya welatên Asiyayê û Afrîkayê ye.
Dema li Rûsiya, di radyoya “Dengê Rûsiya” da beşa weşanên kurdî vekirin, li wî şêwirîbûn û heta niha jî lê dişêwirin. Sêkrêtarê Yekîtiya Nivîskarên Rûsiyayê yê berê, akadêmîk Keremê Reş wek nivîskar ewqas deng daye ko bi baweriya nivîsakarên mezin, di nivîskariya Rûsiyayê da xwedî rêçeke nû ye. Xênji wê ko di her berhemeke xwe da behsa kurdan dike, niha li ser pirtûkeke dîrokî ya derheqa Selaheddînê Eyûbî da kar dike û mezinaya wî ya rasteqîn bi awayekî zanyarî derdixe meydanê. Tenê li Qazaxistanê merivên wek akadêmîk Nadirê Kerem Nadîrov û profêsor Kinyazê Îbrahîm hene ko bilî karê xwe yê bingehîn, serokatî li gelê xwe dikin û bi saya serê wan kurdên dîasporê yên vî welatî ewqas kurd mane ko wek dibêjin, mû li ser lêva wan nakeve. Û Nadirê Kerem serokatî li Înstîtûteke mezin dike, di komarê da merivekî gelekî bi nav û deng e, lê Kinyazê Îbrahîm li Ûnîvêrsîtêta Qazaxistanê ya ser navê Abay da prorêktor bûye û niha jî serwêrê kafêdra edebiyeta Rohilatê ye.
Lê di nav kesên wa da ciyê welatparêzê mezin, kurdê Azirbêcanê - Şamilê Esker, li serê jorîn e. Ji ber ko ewî karê xwe yê welatparêziyê bi salan li welatekî wisa kiriye ko bi siyaseta xwe ya helandina kurdan da ne kêmî tirkan û Tirkiyê bû, dibe hinek jî zêdetir bû.
Şamilê Esker sala 1928an, li Kurdistana Sor, li Azirbêcanê, li gundê Axçekendê, li rex bajarê Kelbecarê ji diya xwe bûye. Ew sê dayîreyên xwendinê yên bilind xilaz kiriye û hemû jî bi mêdalên zêr va. Piştî xwedinê di salên cuda-cuda da li Kelbecerê bûye berpirsyarê rojnameyê, serekê rêxistina komsomolan, serwêrê dibistanê, weliyê bajêr, serekê perwerdeya navçeyê û serokê mûzêya êtnografiyê ya wî bajarî. Zên û zîrekiya wî li paytextê Azirbêcanê – Bekûyê jî texmîn dikin û ber wî pêşniyar dikin bibe dêkanê Ûnîvêrsîtêtê, lê ew terka bajarê xwe, gundê xwe û miletê xwe nade, ji ber ko ew di nav wan da xwe li perçeyekî Kurdistanê didît – bi erf û edet û timtêla kurmanciyê va.
Lê ew war ji bo wî teng bû ko xwe li welatê xwe – Kurdistanê texmîn bike. Lema jî bi xwendin û nivîsan xwe gîhande miletê xwe û welatê xwe. Têza doktoraya wî poêziya Cegerxwîn bû. Ewî destana Ahmedê Xanî ya “Mem û Zîn” wergerande azirî û çap kir, herwiha bi sedan helbestên Melayê Cizîrî, Feqiyê Teyran, Hejar, Ebdila Goran jî. Tîbûna wî bi wê yekê va ne şikest, ewî di nav gelek salan da ferhengeke delal ya azirî-kurdî û kurdî-azirî hazir kir û da weşandinê.
Ev zên û zîrekiya wî, ji kal û bavên wî yên ji malbeta Şedadiyan tê, bi kêmanî ji sedsala 16an ko bi qurn û dewranan li ser axa xwe mane û di rûyê êrîşên sêlcûk û neyarên mayîn da ew war hatiye zevtkirin û ew gel hema bêje bi tevayî hatiye asîmîlekirin. Şamilê Esker himberî vê asîmîlyasyonê bi xurtî ber xwe da û di gelek hêlan da bi ser ket jî. Gel li xwe vegeriya, li kurdîtiya xwe xwedî derket û niha, dema perçekî axa me rizgar bûye, ew gel ji nû va zindî dibe. Heta nayerên wî jî li Azirbêcanê li xwe mukur tên ko ew zaneyekî mezin bû û navê “Ênsîklopediya zindî”, “Bazê çiyan“ lê kiribûn. Û eger behsa kurdên Azirbêcanê tê kirinê, berî gişkî navê wî camêrê mezin û diltenik tê ser zar û zimanan.
Şamilê Esker helbestvan, zanyar, êtnograf, werger, zaneyê folklorê gelêrî bû û ji bo welatparêziya wî navê “şervanê yekem yê kurdên Azirbêcanê” lê kiribûn.
Şamilê Esker 20ê gulanê sala 2005an, di 77-saliya xwe da di maleke kurdewarî da çû ser dilovaniya xwe. Di wê malê da ko her tişt Kurdistan bîr dianî, li her deran pirtûk û sitiranên kurdî û ser Kurdistanê. Pirtûkxaneya wî ya malê ewqas dewlemend bû ko di salên 1980an da, li gorî înformasyoneke ajansa TASSê, li tevaya Sovyetê di nav pirtûkxaneyên malê da pirtûkxaneya wî ya here dewlemend bû. Di wê da weke 20 hezar pirtûk hebûn ko ji wana 2 hezar kurdî û ser kurdan û Kurdistanê bûn.
Dewlet ji bo karê Şamilê Esker yê kurdeyatiyê li dû wî digeriya. Carekê jî, wexta ewî bi sedan kurd berevî ser hev kiribû û çûbûn pasportên xwe avîtibûne ber dergehê hukumetê û gotibûn: “Em ne azirî ne, em kurd in, ji kerema xwe paseportên me biguhêrin, dewsa miletiya azirî - kurd binivîsin“, dewletê îdî tehmûl ne kir. Mane lê girtin û bi bahaneya bertîlxwerinê çar salan kirine hebisê. Di hebisê da jî ewî destaneke bi sernavê “Keça bê zar û ziman“ li ser tevgera kurdan li Kurdistanê nivîsî.
Gelek caran ez ji hinek kurdan dibihêm: “Ka ez bi tenê ji bo miletê xwe çi dikarim bikim?”. Kesên wisa bira çav bidine Şamilê Esker, eger nikaribin wek wî bin, wê nêzîkî wî bin.
Şamilê Esker li dû xwe gelek berhemên giranbuha yên çapnekirî hîşt. Wek ko bi kurdî dibêjin, “Gîha ser koka xwe şîn dibe”. Kurê wî – Hejarê Şamil ko navê Hejarê helbestvanê mezin lê kirine, ew berhemên giranbuha ji berê va dide çapkirin û dike milkê gelê kurd. Hejar bi xwe jî nivîskar e û gelek pirtûkên kurdî û rûsî li ser pirs û pirsgirêkên kurdan û Kurdistanê dane çapkirinê ko xwedî hêjayiyên dewlemend in.
Her dewleteke ko hewil daye kurdan asîmîle bike, dema dibîne ko di nav wî miletî da şêrên wek Şamil hene, dor lê teng dike û tu mafekî nade wî miletî. Lê gava ji mêr û şêrên wisa xwe xilaz dike û di hêla helandina wî gelî da bi ser dikeve, wê demê îdî hewil dide xwe ber cihanê xweş bike û dewsa mafên siyasî, hinek mafên kûltûrî dide wî miletî. Em jî qebûl dikin, bêy ko bêjin, mafê me ne tenê kûltûrî, lê siyasî ye jî. Ew jî ji wê ye ko mêrên wek Şamil di nav me da kêm bûne. |