[27/1 2009]
Mirov çawa di hunerê axaftinê de dibe hoste
SOKRATES: Ger ko ne qethî be jî, eviya bêşik e, ezîzê min Faîdros, ew pêdivîyên ko dihêle mirov di vî hunerî de bikemile, ji bo hemû pisporîyên din jî pêwist in. Eger di xwezaya te de, çêyî û qebîliyeteke weko axêverî li ba te hebe, tuê bibî yekî wusan, bi şertê ko te xwe hênî ewan zanistîyên teorîk kirin û evana di praktîkê de bikaranîn. Lewra ko tu di viya de qelsîyê bikî ê bi qandî wê di hostetî ya te de jî kêmasî hebe. Lê ev hunerê ko xweşbêjîyê dihundurîne, bawer nakim tu bi vê reyê bidest bixînî, mîna ko Lysîas û Trasymakos kirine.
FAÎDROS: Gelo, kîjan reya?
SOKRATES: Dostê min, divê em teqdîr bikin û bipejirînin ko Perîkles axêverê herî mikemel e.
FAÎDROS: Gelo çawan?
SOKRATES: Hemû hunerên mezin hewcedarî bi gengeşî û spekulasyonên (texmîn) di derbarê xwezaya tişt de, hene. Piştre, ev berzbûna awayê hizirkirinê û pêkanîna kemilîyekê, tê. Perîkles, eviya weko pitirekê li şarezayî ya axêverîya xwe î xwezayî, zêde kiriye. Bi hevdîtina wî ya bi Anaksagoras re meyla wî ber bi vê hindavê ve kêşand û bi vî şêweyî bû xwedî têgihiştineke kûrtir di derbarê taybetmendîya xwezayê de û di derheqê aqilmendî û bêaqilmendîyê de zanyarîyek wergirt. Di vê derbarê de Anaksagoras gellek tişt gotine û gellek beşên gehînbar li ser hunerê xweşbêjîyê bikar anî ne.
FAÎDROS: Bi çi maneyê?
SOKRATES: Ew şert û mercên ko ji bo hunerê xweşbêjîyê derbas dibin, heman şert û merc ji bo hunerê bijîşkîyê jî wusan in.
FAÎDROS: Çawan?
SOKRATES: Di herdu rewşan de jî divê mirov li ser xwezayê hûr bibe –lêbikole-, di yekê de li ser xwezaya laş û di ya din de jî rewan (giyan, ruh). Ko mirov ji zanyarîyeke ilmî, ne tenê empirîk, bi rê bikevê, dê bikanibe bi reya derman û parêzê sihet û qeweta laşî xurt bike, an jî bi fêrbûn û temrînê bawermendî ya ruhanî û ehlaqî li gor daxwaza xwe tekûz bike.
FAÎDROS: Ez bawerim, eviya mimkin e Sokrates.
SOKRATES: Lê ma tu bawer dikî ko mirov dikane bi tenê xwezaya giyan nas bikî, bêyî ko ya giştî nas bikî?
FAÎDROS: Ko em ji gotinên Hîppokratesê hekîm bawerî bikin, na, di rewşeke din de mirov qe nikana xwezaya laşî jî nas bike.
SOKRATES: Û ew gellekî rast dibêje, dostê min, lewra em divê tenê bi gotinên Hippokratesî razî nebin, ka em binerin bê aqilê ceribandî jî heman tiştan ji me re dibêjî an ne.
FAÎDROS: Rast e.
SOKRATES: Ka em hiş û bala xwe bidinê bê di vê babetê de aqil çi dibêje û Hippokratos çi gotiye. Ma ne divê bi vî şêweyî em li ser xwezaya her tiştî hûr bibin, pêşin em lê binêrin, ka gelo ev muamele li gor daxwaza me bû û paşê em hineke din perwerde bikin, yekalî an piralî? Ko yekalî be, divê em lêbikolin bê ka çi bandorê li tiştekî din an li xwe bi xwe dike; ko piralî be, pêwist e, em cureyên wê yek bi yek bihejmêrin û li ser her yekê cuda rawestin, mîna ko em li ser tevaya pirsê hûr dibin, bê ka çi bandorê li tiştê din an li xwe bi xwe dike.
FAÎDROS: wa xuya ye eviya rasteqîn e, Sokrates.
SOKRATES: Her muameleya ko vî şêwazî nehundirîne, dibe mîna destpelînka korekî. Lewra, mirovekî ko bi metodekî ilmî dixwaze tiştekî pêşkêş bike, divê ko neşibe yekî kor an kerr.
Ew kesê ko dixwaze bibe hosteyê hunerê axaftinê, divê zanibe ko ê çawa di pêşkêşkirina axaftinê de xwezaya wê bi xwe û heyberê li ba wê destnîşan bide. Eviya jî dîsan giyan e.
FAÎDROS: Belê.
SOKRATES: Hemû hewldanên wî ber bi giyan ve ne. Ji ber ko ew dixwaze li ba wî bawerîyê çêke. Ma ne rast e?
FAÎDROS: Belê.
SOKRATES: Nexwe, wusan xuya ye ko Trasymakos û hineke din, cidî dixwazin, dest bi perwerdeya hunerê axaftinê bikin. Lewra ewana pêşin divê, giyan(ruh), birêkûpêk rave bikin û nîşanî me bidin ka gelo ew yekalî û bi tevahî wekhev e, an ew mîna laşî ji gellek perçeyan pêk tê. Ji xwe mebesta me î ji dîyarkirina xwezaya giyan jî eviya ye.
FAÎDROS: Bêguman.
SOKRATES: Weko din divê ew ronî bike ka gelo ewiya bi çi babetî bandorê li tiştên din dike, an ew bi xwe çawan di bin bandora tiştên din de dimîne.
FAÎDROS: Helbet.
SOKRATES: Ya sêyemîn jî, pêwist e ko ew axaftinê beş bike, mîna ko çawan divê giyanan jî beş bike, di grûbên cuda de, li gor taybetmendîyên wan. Paşê jî li sedemên wan binerî, kontrol bike, ewan girûbên cuda dîsan bîne ba hevedin û ronî bike ko çima hinek ji giyanan bi hinekî axaftinan îqna dibin û yên din nabin.
FAÎDROS: Bêşik eviya şewazekî bêhempa ye.
SOKRATES: Belê dostê min eviya reya yekane î rasteqîn e, ji bo ko mirov bikanibe di derbarê mijarekî de baxive û binivisîne. Lê nuha ew kesên ko pirtûkên perwerdeyî dinivisînin, ko tu jî bi xwe şagirtekî wan e, wa xuya ye evana kesên fenek in: Ew gellekî baş dizanin ko giyan çawan hatiye afirandin, lê di vê derbarê de hiş in. Lewra em dê jî wan weko hosteyên rasteqîn nehesibînin, ta ko li gor metodê me dest bi axaftin û nivisê bikin.
FAÎDROS: Kîjan metod?
SOKRATES: Ewçend ne hêsan e ko mirov bikanibe hemû teferuatên wî bilêv bike. Lê bi gelemperî li ser, ko mirov çawan divê binivisîne da mîna hunerekî bê pesinandin, ez dikanim bibêjim.
FAÎDROS: Keremke bibêje.
SOKRATES: Ji ber ko hukmê xweşbêjîyê di serkêşiya giyanan de ye, pêwist e, ew kesê ko dixwaze bibe axêver, ji giyanên cuda cuda haydar be. Ev û ewqas babetên cuda hene, wa û wusan hatine afirandin, piştre jî ew cûdabûnên nawbêna mirovan tên.Weko din, pêwist e ko mirov gotaran ji hev cuda bike; ev û ewqas babetên cuda hene, wa û wusan hatine afirandin. »Ev cureyên mirovan», divê axêver viya ji xwe bipirse, »Incex dikanin bi vî şêweyê axaftinê îqna bibin, li ser vî bingehî an yekî din, lewra hinekê din nehes in ji vê axaftinê re». Vêca ew kes divê pêşin ji hêla ilmî û teorîk, ji vê re amade be. Bi dûvre jî ew divê di praktîkê de xwe hîn bike û cidî li ser encamên wê raweste; an ê tu istîfadê ji aqilmendîyên xwe wernegirê. Lê wexta ko ew bikanibe beyan bike ko kîjan curemirov di bin bandora delîleke taybet de dimîne, pê bihese ko mirovekî wusan li beramber wî ye, dikane bibê: va ye, yekî wusan li beramber me ye, bi ruh û zindî. Ji xwe ev karakter bû yê ko me berê jî behsa wî dikir, ko mirov divê li pey bigere û bi vî an bi şêweyekî din îqna bike. Ger ko mirov eviya hemû fam kiribe, dûvre bizanibe kengî baxive û kengî wê biqedîne. Û ko mirov bikanibe şêwazekî kurt î baş bikar bîne, bilêvkirineke jidil, têrhesas û pêşkêşkirineke sensasyonel- û hemû babetên danasînê ko mirov xwe fêrî kiribe, bi cih bîne, wê çaxê mirov hosteyê vî hunerî ye; lê ne berya van tiştan. Lewra ew kesê ko di beşekî ji van de kêm be, eviya dikane nivis, perwerdeyî an gotar bin, digel vê jî xwe mîna hostekî pak bipesinîne, wê demê em dê ji hostetî ya wî bişik bin. »vêca ji min re bibêje Faîdros û Sokrates, eviya ye bersiva we, »evîya bawerîya we ya di derbarê hunerê axaftinê de ye? An pêwist dike ko em li bersivekê din bigerin gelo?»
FAÎDROS: Yeke din qe ne mimkin e, Sokrates, weko din divê em li xwe mikur werin ko evana tev tiştin hêsan in.
SOKRATES: Tu rast dibêjî. Û ji ber vê jî, divê em meselê ber bi heralî ve veguherînin, lê binêrin ka gelo reyeke hêsantir û kurtir heye an ne. Nepêwist e ko em bi reyeke dirêj û zehmet de biçin, dema ko yeke hêsan û kurt li ber me hebe. Lê divê tu bifikirî û bîne bîra xwe, ger ko ji Lysîas an yekî din be, te tiştek bihîstibe, ko ê bi kêrî me bê, divê tu kad bikî.
FAÎDROS: Hertim ez dikanim hewl bidim, lê nuha vê kêlîkê tiştek bi bîra min nayê.
SOKRATES: Ger tu bixwazî ez behsa tiştekî bikim ko min ji mirovine din bihîstiye, ew bi xwe jî bi vê pirsê ve eleqedar in.
FAÎDROS: Erê, bi kêfxweşî.
SOKRATES: Tê gotin ko heta bi »heqê gurgî jî heye ko yek nûnerîya wî bike, daxwazên wî bilêv bike».
FAÎDROS: Keremke nûnerîya wî bike nexwe.
SOKRATES: Qaşo ew dibên, hewce nake ko mirov meselê ewqasî cidî bigre û xwe neyêşîne danekeve kûraya wê. Mîna ko me di lêgerîna xwe de îşaret pê kir, goya ew kesê ko dixwaze bibe axêverekî zîrek hewcedarî pê nîn e ko bala xwe bide ser heqîqetê an xema wê bixwe, dema ko bû pirsa rastî û başîyê, an jî cureyên mirovan, ko ji xwezaya xwe de an bi reya perwerdeyê rastgo û baş in. Ji ber ko bi rastî, li dadgehan jî, kes qe bala xwe nade heqîqetê; tenê ew tiştê ko îqnaker xuya ye; û eva jî ji ber texmînkarîyê ve ye, qaşo ji bo î vê ew axêverê zîrek divê ji vê haydar be. Belê ew dibên, carnan pêwist e, ko mirov behsa tiştên rasteqîn jî neke, ger ko ne texmînkar (beraqil) bin, tenê balê bikşîne ser texmînkarîyê, him di tawanbarkirinê de û him jî di axaftina paraztinê de. Bêguman divê ko mirov her car di axaftina xwe de dêna xwe bide ser texmînkariyê û ji heqîqetê re bibêje xuda hafiz. Li gorî wan, divê hertim ji bo tevaya axaftinê mirov vê qaîdê bi kar bîne -û hemû huner di vê de ye.
FAÎDROS: Belê Sokrates, ew kesên ko xwe di mijarê de zîrektirîn dihesibînin, wusan dibêjin. Ez pê dihesim ko di ya berya vê de, me hinekî bi ecele dada meselê. Lewra eviya ji bo wan kesên ko bi meselêve mijûl in gellekî girîng e.
SOKRATES: Wa xuyaye te dostanîya xwe li gel Teîsîas germtir kiriye. Bila ew keremke were ji maqûlîya xwe ji me re bibêje bê ka ew ji texmînkariyê, ji bilî bawerîya wê koma mezin, cudatir çi fam dike.
FAÎDROS: Na, çi cudatir?
SOKRATES: Ko ez ne şaş bim, wî li ser hunerê xwe mînakên dahîyane tespît kirine. Hesap bike, ko mirovekî wêrek, lê bêqewet, xwe di yekî bi qewet, lê tirsonek de derdixe, ê wêrek ê tirsonek digre, têra wî lê dixe, cilûbergên wî tevî jê distîne û paşê herdu derdikevin beramber dadê. Wê çaxê li angorî Teîsîas divê herdu jî derewan bikin. Yê tirsonek divê bibê ko yê din di hingê de ne bi tena serê xwe bû, ê wêrek jî ji ya xwe danekeve û her bibê, ew bi tena serê xwe bûn, her wusan minaqeşe bikin: yekî nola min jar ê çawa li yekî wusan bi qewet xe! Ê din jî ê tirsonekîya xwe qebûl neke û derewekê din li hev bîne, herdu ê lê bigerin berevajî, delîlên hevedin derewan bikin. Di derbarê pirsa dabaşên din de jî peyrewnameyên hevcure bi vî babetî hene.
FAÎDROS: Erê, bêguman.
SOKRATES: Yastar! Xwedê me ji hunerekî wusan seyr û ecêb, ko Teîsîas an hineke din îcad kiriye, biparêzê. Lê dostê min, ma em dê jê re gotinekê kad nekin…
FAÎDROS: Çawan?
SOKRATES: Belê, Teîsîas, hêj ji mêj ve berya ko tu xwe nîşan bidî, me gotibû, ev texmînkarîya ko tu behsî dikî û lê ba axilbeyî mirovan peyda dibe, ji ber wê sedemê ye ko evîya li diruvê heqîqetê diçe, loma. Û zêdetir jî eviya li ba wan kesên ko heqîqetê baştirîn dizanin, peyda dibe. Weko din tu, Teîsîas, ko bikanibî tiştekî din li hunerê axaftinê zêde bikî, keremke em li te guhdarî bikin. An em dê ji ser ya xwe neyên xwarê, mîna ko me şirove kiriye; ango ew kesê ko nikanibe di derheqê guhdarvanên xwe de agahiyê bide, wan di girûbên cuda de beş neke û nikanibe di tarîfekê de rave bike, nabe axêverekî zîrek. Di nav sînorên hikumranîya însên de eva ne mimkin e ko yek rabe bê zehmetkêşîyeke mezin bibê xwedîyê zîrekîyeke wusan. Aqilmendek xwe wusan biçûk nake, dernakeve pêşberî mirovan ji bo ko baxive an tiştekî din bike. Ji dêlvê ve, bi qasî ko jê tê, ew dikane berê xwe bi Xudanan veke, dilê wan xweş bike û li gorî daxwazîyên wan bi rêve biçe. Çunkî gotineke heye, ezîzê min Teîsîas, di nav xelkê de tê gotin û ko ji me jî aqilmendtir e: Yekî aqilmend tu caran dilê hevkoleyên xwe xweş nake, dibên; ji efendîyên qenc î payebilind re, dibe ko eviya ne girîng be. Ji ber vê rêça me dirêj e hêj, divê tu lê behît nemîne. Lewra evana karine mezin in, ji tesewurkirina te gellekî cudatir in. Lê ji bo wê armanca ko tu difikirî û dixwaze bigihêjê yê, tu divê ji vir dest pê bikî.
FAÎDROS: Ez bawerim, Sokrates, tu nuha jî di derheqê mijarê de gellekî şahane axêvî.
SOKRATES: Lê ji bo î ew kesê ko li pey sipehitîyê digere, sipehîye ko hinekî jî ji bo wê zehmetkêşîyê bikêşîne.
FAÎDROS: Bêguman.
SOKRATES: Gelo em têra xwe di derbarê de ne axivîn ko çi hunerê axaftinê ye û çi ne ew e?
FAÎDROS: Belê.
Gotina nivîskî
SOKRATES: Lê tiştekî ko em hêj di derheqê de divê baxivin ma ye, şêwazê nivisîna xweşik û ne xweşik, ne wusan?
FAÎDROS: Belê.
SOKRATES: Gelo tu dizanî, di pirsa hunerê axaftinê de tuê çawan baxivî an hereket bikî da dilê Xwedayan xweş bikî?
FAÎDROS: Na, ma tu dizanî?
SOKRATES: Eviya min tenê ji yextyaran bihîstiye, rast an nerast tenê Xwedê û ew dizanin. Lewra ko em bi ser heqîqetê vebûna, me ê bêşik nema bala xwe bida fikrên însanî.
FAÎDROS: Ne hewce ye ko em li bersiva pirseke awiha bigerin. Lê ka bêje bê te çi bihîstiye.
SOKRATES: Ji min re hate gotin ko li Misrê, li bajarê Navkratîs, carekê Xwedayekî kal bi navê Teut hebû, ew teyrê bi navê Ibîs jî nîşana pîrozwerîya wî ye; vî Xwedayî sinetê hesap-jimartinê, hendese (geometrî), astronomî, lîstikên kişik û zarê û him jî tîpên nivisê(alfabe) keşif kirine. Di wê demê de keyê Misrê ê giştî Tamus bû; ew li wî bajarê mezin, li jora Misrê, bicih bû, helenîyan jê re digot Tebe ya Misrî, weko çawan ji Xwedayê Teut re jî digotin Ammon. Teut tê ba Tamus û keşifên xwe nîşanî wî dike û dixwaze ko hemû himwelatîyên wî jê istîfade bikin. Key Tamus di derbarê îcadan, taybetmendîyên wan û bê bi kêrî çi tên, pirsînên xwe kirin. Teut îcadên xwe jê re rave kirin, key tamus jî li gor heskirin û ecibandina xwe rexneyên xwe ji Teut re gotin. Wexta ko dor gihaşte ser ravekirina alfabeyê, Teut got:»Ev îcada ha ê Misrîyan aqilmendtir û hişê wan jî xurtir bike. Eviya metodê bidestxistina aqilmendî û hişekî pak e.» Key ew bersivand: Teut ê aferîner! Yek xwedî şayînekê îcadan e, ya din jî nirxandin, ko ê bi kêrî çi werin, an ew kesên ko ê bikar bînin ê zerarê jê bibînin an ne. Û nuha tu bavê tîpan, ji işqa te î ji zarokên te re, te taybetmendîyeke da wan ko qe li ba wan nîn bû. Ji ber ko ev îcada te ê di ruhên şagirtê te de bîrsarîyê veke, wê hişên xwe nexebitînin; lewra bi teselîya nivisê ê hefiza xwe ji der, ji tipên biyanî û ne ji hundurê xwe bigrin. Ev keşfa te hişekî pak nade wan, tenê hefiza wan î xirab dibedilîne. Bi viya tu heqîqetê nade şagirtên xwe, lewra tenê hew ronahîyekê ji heqîqetê didî wan. Bi viya ew dê gellekî bibihîzin lê ê tiştekî fêr nebin; ê pê bixapin ko gellek tiştan dizanin lê bi tevayî ê nezan bin; ê aqilmendên xwe bi xwe bin ji dêlva ko bi aqil bin, loma jî ê ne tehemilkarê danûsitandinê bin.
FAÎDROS: Sokrates, ji bo te hêsan e ko tu ji Misrê an ji devereke dîtir çîrokan peyda bikî.
SOKRATES: Tê gotin, dostê min, ko li perestgeha Zevs li Dodona ew gotinên pîrozwer cara pêşin ji darberûyekê deng veda ne. Xelkê wê demê kawik bûn, ne weko we aqilmend bûn, ji bo ko heqîqetê bibihîzin li darberûyekê an himekî guhdarî dikirin. Lê tu kesan ji hev vediqetîne û lê difikire, ew kesê eleqedar ji kîjan welatî hatiye û tenê lê nafikire gelo eviya rast e an ne.
FAÎDROS: Ev şibandina te di cî de ye. Ez pê bawerim ko ew keya jî di gotinên xwe î di derbarê tîpên alfabeyê de rast e.
SOKRATES: Ew ê pê bawer e ko dikane li pey xwe doktrînekê nivîskî bihêle û ew ê ko ji pirtûkekê bergirtiya vê dike, mîna ko eviya gotineke ewle û zelal be, ew kes di derbarî gotinên peyamberî ên Ammon de, gellekî bêhiş û nezan e. ew kes xwe dixapîne, mîna ko wateya gotinên niviskî cudatir bin, ji pêbîriyekê ko ew ji berê de pê dizane.
FAÎDROS: Bêguman tu rast dibêjî.
SOKRATES: Belê, Faîdros, ji dest mirov tiştek nayê, xeletîyên behît ên nivîsan mîna heman xeletîyên tabloyeke boyaxkirî ne. Tablo li beramber me zindî rawestî ne, lê ko em pirsekê ji wan bikin, an em wan bi bêdengîyeke pirr cidî dawerivînin, heman şêwe ji bo nivisan jî derbas dibe. Tu dibê qey ew daxêvin, mîna heyberin bi aqil, lê ko tu pirsekê ji wan bikî an bi wan bişêwirî, ew dê hertim heman bersivê bicar bikin. Ger ko tiştek carekê hatibe nivisîn, êdî ew bi her hêlê ve dibeze, geh dikeve destên ewên ko jê fam dikin, geh jî dikeve destên ewên ko qe pê eleqedar nîn in; ew pê nizane ko ê berê xwe bide kê an ne kê, lê ko tade lê hat an heqaretek lê hate kirin, wê demê pêwistiya wê bi alîkarîya bavê xwe heye, ji ber ko ew bi tena serê xwe ne dikare arîkariya xwe bike, ne jî dikane xwe biparêze.
FAÎDROS: Di vê derbarê de jî, tu gellekî rasteqîn axêvî.
SOKRATES: Belê te got çi birayê min î rasteqîn, gelo em di derbarê axaftineke din de nepeyivin; bê çawan eviya digihê û çendî ji ên dîtir baştir û bi hêztir e?
FAÎDROS: Tu kîjan axaftinê difikirî û eviya ji ko hatiye?
SOKRATES: Eviya axaftineke têgehiştî ye ko li ruhê şagirtan tê nivisîn. Ev axaftin dizane ko ê xwe kengî biparêze û li beramber kê baxive û kengî hiş be.
FAÎDROS: Tu behsa gotinên zana dikî ko bi jîn û rewan in, ji van gotinan re, mirov rasterast dikane bibê ko wêneyekî ji sîya gotinên niviskî ne.
SOKRATES: Erê bi tevayî wusan e. Ka nuha viya ji min re bibêje! Gelo mirov dikane tesewur bike ko gundîyekî bi hiş ew tovê xwe î giranbuha ko ji bo jê mehsûl bigre ewqas girîng e, rabe li camekanan (sera) bireşîne da ji bo di heyşt rojan de hêşîn bibe û viya jî ji bo zewqa xwe bike? An ji dêlvê, weko gundîyekî bi aqil, ji bo debara xwe ê wî tovî li ser erdek bi bereket bireşîne, mîna ko maneya wê ev be, ger ko ev di heyşt mehan de jî bigihê ê ew dîsan memnûn be?
FAÎDROS: Belê Sokrates ê wusan bikira bê şik, eger ko birra (cidî) ba. Şêweyekî dîtir ê listikan zarokan be.
SOKRATES: Gelo em dikanin texmîn bikin ko ewê di derbarê rastî, sipehitî û başîyê de xwedî têgehîn e, ji ê gundî kêmaqiltir e?
FAÎDROS: Na, qe nabe.
SOKRATES: Wê demê ew divê cidî tê bifikire ko »li ser avê dinivisîne» -bi hibir û pênûsê gotinan direşêne, gotinên bêkêr ko ne dikanin alîkarîya xwe bikin û ne jî dikarin hinekê din fêrî heqîqetê bikin.
FAÎDROS: Bêguman.
SOKRATES: Na, bi ewleyî na. Ji bo hizûra xwe ew dê di camekanên pirtûkan de bizarê bike û şitla biçîne; li wir ew dixwaze mexzena xwe bicivîne weko alîkarîyekê ji bo hişê xwe, dema yextyarî bi bîrsarîya xwe ve nêzîk bû, ji bo her yekî û yekî din, ko di heman reyê de dîçe ev wusan e. Û ew ê bi dilşadî li hêşînahî û bejnvedana şitlan temaşe bikî, dema hinekê din bi zewqa meyxurî û kêfxweşîyên din ve mijûl bin, ew ê bextewarîya xwe di vê mijûlîyê de bibîne.
FAÎDROS: Belê, Sokrates, bi qasî ko eviya wextbihurîneke hêja ye, ya din bêferaset e. Eviya dilşadîyeke di cidîyetê de ye.
SOKRATES: Rast e, Faîdros. Lê hêj hewildaneke hêjatir e, ko mirov li gor qanûnên dîyalektîkê bikanibe li ruhên nazik aqilmendîyan bireşîne, ewên wusan ko him dikanin alîkariya xwe û him jî yê ko ew reşandine, bike. Ne ên bî, ên zayok, da fikrên cuda di hişên cuda de belav bike û bi vî şêweyî xwe nemir bike, ev aqilmendîyên wusan ko xwedîyê xwe heta tu bibê bes bextewar dikin.
FAÎDROS: Ev tiştê tu dibêjî bêtir balkêş e.
SOKRATES: Wê çaxê em li ser viya hevfikir in, em dikanin biryarê di derheqê ya din de jî bidin.
FAÎDROS: Kîjan ya din?
SOKRATES: Em dagerîyan ser vê pirsê, ji ber ko me xwest em nelihevîya xwe ya bi Lysîas re zelal bikin: gelo ew çawan gotarên xwe dinivisîne û ew hunerê axaftinê di wan gotarên wî de, çawan dixuye? Lê, bê çi huner e û çi ne ew e, bawerim hatiye famkirin.
FAÎDROS: Belê, ez li gel te me, lê ez ji te tika dikim ko tu viya dîsan bicar bike.
SOKRATES: Berya ko mirov karakterên rasteqîn ên wan tiştên ko di derbarê de ê biaxive û binivisîne, divê mirov bizanibe ko bi giştî çawan hatine afirandin, paşê wan di girûbên cuda de, heta ko ji mirov tê jihev veqetîne, beş bike. Bi heman metodî, lê bigere xwezaya giyanan tespît bike û li gor wê jî şêwazên vegotinê bi kar bîne. Berya ko mirov gotarên xwe dinivisîne û amade dike divê tê bifikire ko ji giyayên xwedî xwezayên çawan re pêşkêş dikî, da gotinên xwe li gorî wê hilbijêre, ên basît an ên kompleks. Berî vê mirov nabe hosteyê hunereke wusan, çi ji hêla perwerdeyî de û çi jî ji hêla îknakirinê de. Di lêkûrbûna me ya berya vê de, eviya me rave kiribû.
FAÎDROS: Belê wusan bû, bi vî şêweyî hatibû şirovekirin.
SOKRATES: Weko din di derheqê vê pirsê de, mîna ko me nuha behsa wê kir, xuya dike ko di kîjan şert û mercan de, nivisandin an jî pêşkêşkirina gotarekê dibe şerefmendîyek an eybek.
FAÎDROS: Çawan?
SOKRATES: Ger Lysîas an hinekî nola wî ko gotarek nivisîbin an ê binivisînin, eviya dikane di derheqê bûyereke taybetî de, an jî fermî, weko mînak pêşnîyaza qanûnekê an broşureke sîyasî be. Paşê rabin xwe bixapîn, ji karekî wusan payeke bilind ji xwe re, jê derxînin, wê gavê ez dê viya ji wî nivîskarî re weko eybekê binirxînim. Ger xelk çi dibêje, bila bibêje. Bêguman eybek e, dema ko mesele ya dad û bêdadîyê, ya baş û xirabiyê be û mirov nikanîbe di vir de xewn û rastîyê ji hevedin veqetîne. Evîya ji wî nivîskarî re şermek e, ger hemû xelkên cîhanê jê re li çepikan bixin jî, wa ye.
FAÎDROS: Bêşik wa ye.
SOKRATES: Ne, li şûnê mirovekî bifikire, mexseda wî ev be ko dixwaze bibêje: hewce nake ko mirov gotina niviskî ewçend cidî bigre, tu gotar, çi ên serbixwe an girêdayî formekî, ne hêjayî wê zehmetkêşîya nivisandinê ne. Xwendina gotarên wusan, bilez, bêfikir û têgihiştinekê, tenê ji bo amanca îknakirinê ye û bêmane ye. Weko din gotarên wusan û ên herî başê wan jî, tenê ji bo kesên famdar û zana ne û bi tenê tiştên ko ji berê de dizanin bi bîra wan tîne. Zelalî, mikemelî û cidîyet bi tenê di xîtabên devkî de heye; ew ruhên ko bi aqilmendîyên devkî gihane dikanin ji rastî, başî û heqîqeta van gotinan fam bikin. Ew kes, ji bilî gotinên wusan, ko dikane di kûraya dilê xwe de bibîne û jêderên ko ji van gotinan veketine û bi ruhên din re gihane hev, pê ve, tu gotineke din li ber dilê xwe şêrîn nabîne. Ezîzê min Faîdros, ez bawerim ez û tu em dê bixwazin bibine mirîdê yekî wusan.
FAÎDROS: Belê, ji dil û can ez dê bixwazim.
Epîlog
SOKRATES: Bila eviya jî gotina dawîn, ya laqirdîya me î di derbarê hunerê axaftinê de, be. Here nuha ji Lysîas re bibêje, ko em her du çûne ser kanîya perîyan û derbasî perestgeha wan bûne, li wêderê fermanek dane me ko em peyamekê bigihînin Lysîas û hemû kesên din ko gotaran dinivisînin; ji Homeros û hemû kesên din re ko stran û lawjên bêmuzîk dinivisînin û dawîn ji Solon û hemû kesên din re ko nivisên siyasî weko qanûnan dinivisînin. Ji van tevan re divê hûn bibêjin: ma, we berhemên xwe li ser bingehê zanyarîyeke rasteqîn afirandine? Wexta ko hesabekî lêpirsînê çê bibe, gelo hûn dê bikaribin, ew tiştê we nivisîne, biparêzin? Ger ko kêmasî û qelsî têde hebe ê nivisên we biguman bêne nirxandin û wê demê ew navên weko şair, axêver, qanûnzan ê ne heqê we be, tenê hûn ê bi navên ko dûrî xebata cidî, ya jiyana we be, bêne binavkirin.
FAÎDROS: Tu dixwazî kîjan navî li wan bikî?
SOKRATES: Ez gazî wan bikim, bibêm aqilmend, Faîdros, na ez vê nikarim, peyvek gellekî mezin e, tenê Xwedê hêjayî navekî wusan e. Lê dostekî aqilmendîyê, feylesofek, navekî bi vî babetî li wan tê û minasib e.
FAÎDROS: bêşik navekî guncayî ye.
SOKRATES: Lê berevajî vê, ew kesê ko xwe nikaribe ji wî tiştê, ko bi xwe lihev anîye û nivisîye, bilindtir bike, ko eviya bêdawî, bi her alî veguherî be, ez ji wiya re bi hêsanî dikarim bibêm şair, nivîskarê gotaran an jî qanûnzan.
FAÎDROS: Bêguman.
SOKRATES: Eviya ji dostê xwe î hêja re behs bike.
FAÎDROS: Ew Îsokratesê sipehî. Tuê ji wî re çi bibêjî, Sokrates? Û em dê di derheqê wî de çi bifikirin?
SOKRATES: Îsokrates hêj ciwan e, Faîdros. Lê ez ji te re bibêjim bê di derheqê wî de çi difikirim.
FAÎDROS: Û ew çi ye?
SOKRATES: Ez bawerim qebîliyeta wî, ji ya Lysîas î zîrekîya axêverîyê, gellekî zêdetir e. Herweha xwedî karekterekî biesîltir e. Ji ber vê jî ez dê lê behît nebim ko di salên xwe î gihaştî de hemû pêşevanên xwe î axêver gellekî li dawî bihêle, ji xwe bi vî hunerî dadikeve. Û ez bawerim ê tenê bi viya jî razî nebe, bi rêberîya fikreke xwedayî ê hêj mezintir bibe. Çinku, dostê min, di ruhê vî zilamî de xisûsiyetên feylesofekî veşirtî ne. Evîya silava min î ji vî cihê pîrozwer e, ji Îsokratos re, delalê min. Û tu silava din bigihîne Lysîas.
FAÎDROS: Ser cavan. Lê ka em ji vir biçin, dunya gellekî germ bû.
SOKRATES: Ma em berya wê ji xwedayên vê deverê re duayekê nekin?
FAÎDROS: Bêguman.
SOKRATES: Tu Pan ê ezîz, û Hûn xwedayên din ko li vir niştecih in; min bi sipehitîya giyanî şa bikin, der û hundurê min bi harmonîyê şa bikin. Bihêlin ez hertim aqilmendîyê weko bextewarî bibînim li dunyayê. Bila zêrên min hebin lê ne bi zêdekarî be.
Ma tu dixwazî em di derbarê tiştekî din de dueyan bikin, Faîdros, ji min re evqas bes e.
FAÎDROS: Heman dueyan ji bo min jî bike, ma ne malê dostan hemû hevbeş e.
SOKRATES: De em biçin.
***
Têbinî: Ev teksta berhema feylesofê grekî Eflatûn yanî Platon (b.z. 427–347) min ji swêdîya wê wergerandîye. Bêguman ê kêmasî tê hebin. Lê ev tekstekî girîng e û yek ji wan tekstên pêşin e ko di dîrokê de, li ser huner û hunermendîyê hatiye nivisîn. Di warê estetîkê û ravekirina platonîzmê de ev teksta jêdera hemû felsefeyan û feylesofan e. Loma min xwest ko tevaya vê dîyalogê bi kurdî hebe. Hêvîdar im ko zarokên kurdan ê jê fêdê bigrin. |