[SWÊD, 2/12 2008]
OUTSIDEREK
Pîrê ka tu? Tu bi kû de çû malava! Xuya ye ê polîs tu nedî an ê hinek pirs ji te jî kiribana. Ma wexta mîza te bû. Hema te xwe ragirta hinekî. Ma tu nabînî bê çi ferman li vir rabû. De ka were em ji vir biçin. Ji vê erda lewitî bi dûr bikevin! Berya ko belayine din laqî me werin. Were bide dû lawê xwe, îro tu li şûna deya min î. Were em biçin îşev xwe berdin nava sûka vî bajarê xopan, bikevin nav komên mirovan guh bidin aqilmendî û dînitiyên wan. Bi wan re şa bibin, bigrîn, bibin yek ji wan. De were em biçin îşev li meyxaneyên vî bajarî bigerin. Ji dest saqîyan tika bikin »şerabî gulgûn, mexmûr bibin bikevne lafan, serxweş bibin bikin guzafan.» Na. Hêj du lotik û nîv di te de mane Pîrê. Tu dixwazî wan ji şeveke xweştir re hilînî? Rast e, ko mirov diz be şevên tarî gelek in. Lewra em dê îşev dizîyê nekin. Tenê şahid bin ji kiryarên Ahrimanî re. Temaşe kin li van mirovên reben, hay bibin li neçarî û dijitîya li ba wan. Bibînin bê çawa ew soz û xêrên di ronahiyê de ko diyarî Mazdayî kirine di taritîya şevê de weko poşmaniyan, ji dest Ahrîman paşde digrin. De were lê. Bila ev şev li me »Cam-i Cem be» bila mey li me »Cihannuma bit» da »her çi îrade ye» ji me » xuya bit». Nexwe tu tê. Baş e. Spas. Ser çavan. Ez dê te bigerînim. Bi soz ew deverên te nedîne şanî te bidim. Erê dunya biçûk bûye, ne wekî berê ye. Êdî mirov dikare »taştê li Mosko firavînê li London» û şîvê jî li Waşîngtonê bixwe. Wê hê jî biçûktir bibe. Li her derê êdî şopa mirovan heye. Di her kevirekî leqandî de keda mirovan li gel xwîdan û xwîna wan heye. Belê tev dîrok e. Dîrokek ji afirandinê, ji xezebê, ji zilm û zorê, ji pêkanîneke di xwezayê de ye. Ev pêvajo her didome Pîrê. Tu li kû û dawîya dîrokê li kû! Em hêj ne gihiştine wan deran. Ev avahiyên xweşik î bedew tev ên begler, mîr, pismîr û dotmîra ne. Belê li her deverê tu rastî wan tê. Qesr, seray û keleh in. Mirovên pêşin tenê ji bo sitara xwe ava dikirin. Ji bo xwe biparêzin, li hember ba û baranê, li hember berf û sermayê… lewra ev erda ji mermer, ev stûnên kevirî, bilind û neqişandî, ev nehîtên şehkirî tev ên zewq û sefayê ne. Te go: “Eviya kengî li me peyda bû?” Ji mêj ve! Xuya ye mirov bi qandî ko xebatkar e, tirale ye jî. Bêguman. Ên ko li ser vê zewq û sefayê rûniştin “jiyana xwe xistin talûkê”. Erê. Ne tenê ji xwe re, ji dunyaya din re jî ava kirin. “xweşik in”. Belê di hemû afirandinên însanî de xweşikahî, estetîk jî heye. Ev xiramê ha? Şûna perestgeha Artemîs e. Di wexta xwe de yek ji heft herîqeyên dunyayê dihate hesibandin. Na. Herostratos berya zemên gihiştê. Agirek berdayê û navê xwe nemir kir. Ji xwe ev dixwest. Ko navê xwe nemir bike! Gelek xwestin ko navê wî ji qeyd û defterên xwe hilînin, lê bê fêde bû. Navê hosteyê wê kesek nizane, tenê navê yê ew xirab kir di dîrokê de hatiye nivisîn. Xwedê giravî dibên wê rojê Artemîs xatûnê bi çêbûna Iskenderê Mezin ve mijûl bû. Loma nikanî bû rê li ber Herostratosî bigre, an miheqeq berya ko xerabiyeke wusan bike ewê yek ji wan tîrên xwe î xwedayî tê de biçikilanda. Te digo qey Herosratos bi viya zanî bû û hemû hazirîyên xwe di vê rojê de kiribûn. 21 tîrmeh 356 bz. Eva jî esereke din e ko bi destên mirovan hatiye afirandin. Lê bi xwîn û xwîdana xwe seyandine. Efendîyên vê derê xwestibûn xwe ji dunya mayî qut bikin da bi tena serê xwe zewq û sefaya xwe bijîn, loma ev dîwarê bilind û dirêj lê kirin. Ev dîwara bi şeşhezarûçarsed kîlometroyên xwe yê herî dirêj e di dunyayê de. Her weha, jê re ”goristana herî dirêj” jî tê gotin. Mirovên ko di avakirinê de beşdarî kirine, zehmetkêşiyên gelekî dijwar bihurandine. Bi şev û roj tê de xebitî ne. Havînan, di bin sîhûpênc derece germî û zivistanan di bin bîst derece sermayî de xebitîne. Ên ko dimirin an dihatin kuştin tevî kevir û axê, termê wan davêtin nava dîwêr. Di gel vê jî, rê li ber êrîşên hûn û mongolan ne girtin. Mîna hacûcan bi dîwêr ve hilperikîn, alastin hetanî ko derbasî aliyê din bûn. Hehehe! Neket serê te nexwe! Were vê hêlê em dakevin zozanên Gîza. Na wele ne dûr e. Aha hema ko me fitlek da xwe li vê qorziyê, çend gav di ser deryayî re ko me avêtin, em digihijinê. Tu şil nabî lê. Dawa xwe hilde. Şerma çi. Wele kesek li te nanere. Te dît. Tu dibînî. Ji xwe re temaşe ke li van şahînşahên avahîyan ko navên wan pîramîd in. Li gelek deverên dunyayê mirovan bi vî şêweyî şûna xwe hiştine, navên xwe nemir kirine lewra evên misrî ji tevan mezintir in. Mezintirînê wan jî evên nêzî Qahîrê ne. Ji Firewnê Cheops re hatibûn çêkirin, berya pênchezar sal. Wekî xwe ma ye. Tenê ji jorê deh metreyan daketiye. Xwedê giravî di zerzelekê de wusan bûye. Nuha eva dîsan jî sedûçel metroyan bilind e. Giraniya kevirên ko pê hatiye çêkirin ji du ton û nîv heta bi panzdeh tonan e. Bi qasî du milyon û nîv ji van kevirên giran bi kar anî ne. Ger ko mirov li her kevirekî panzdeh deqeyan wextê pişk bike, di sîh salî de divê temam kiribin. Dibên bi qasî sêsedûşêsthezar kole tê de xebitîne. Ji bo ko bikaribin û ji taqet nekevin, heroj kulmek sîr xwarine! Erê wele yastar! Em dûrkevin ji vir nexwe. Hêj bîhna sîran ji vir difûre, piştî pênchezar salî. Ka em xwe berdin deşta Mezra Botan, an jî mezopotamya. Axek pîroz e. Cihê afirandinê. Weko Xwedê bi vê erdê daketiye, bi dunyaya mayî hemû daneketiye, bi sedan pêximber lê peyda bûne. Lê di dawiya dawîn de tiştek jê fam nekiriye û berê xwe jê guhertiye! Di dunyayê de weko dergûşa şaristaniyê tê nasîn le nuha xur î xopan e! Îro tenê lawirên mîna kund û keftaran lê diçêrin. Aha ev girê pêşberî te, mazûbanîya bi dehan şaristanîyan kiriye. Bi dehan pêximberan li ser vê erdê bergirtiya gotinên xwedayî kirine û xelkê vî cihî bi caran bûne temaşêvanên kerametan. Erê. Danîel bû ê ko ew bêjeyên vêketî ko bi destekî xwedayî li ser dîwarê dîwana Belşassar hate nivisîn şirove kirin. MENE, MENE, TEKEL, U-FARSÎN. Û Danîel şirove kir:
MENE xwedê rojên hukumdarîya te hejmartine û dawî lê anîye.
TEKEL tu li ser mêzênekê hatiyî wezinandin û gelekî sivik derketiye.
FERES welatê te perçe bû, li med û farisan belav bû.
Û bi vê jî ew kehaneta ko Yeremya rîwayet kiribû bi cih hat. »…ebedî wêran bû… Babîl ya di dest Xwedan de kasikek tijî şerab ko dunya hemî serxweş dikir, rijîya. Li şûnê ev girê xopan û çend şikêrên keviran ma ne. Wa xuya ye tu westiya yî Pîrê. An min ê tu bibira li mezopotamya jorîn jî hinekî bigeranda. Erê. Li ber kenarên Firat û Diclê gelek şaristanî derbas bûne. Em jî ên dawî ne. Me xwe bi vê erdê ve girê daye, xwîna xwe lê rijandiye. Mixabin her dem bûye cihê şer û pevçûnê. Mirovên ser vê erdê, tifing di dest de radikevin. Kesên wusan jî nikanin tiştekî zêde biafirînin. Belê. Begekî me hebû, rojek ji rojan qesrek ji xwe re dabû çekirin. Ewqas li xweşa wî çûbû ko, çavên wî bar ne dibû ko hostayê wî ji bo hinekî din avahîyeke wusan xweşik ava bike, loma jî destên wî hostayî jê dike. Bawer im hayê wî ji qesr, qonax û serayên dunya mayî nebû. Eger bizaniya di gel hemî xweşikahiya xwe ê qesra wî li beramberî ên xelkê weko koxikekê bimaya ê miheqeq xwe ji gunehkarîyeke wusan biparasta. Pîrê min tu westand xuya ye, bibore. Li min negre. Carnan ez jî nizanim bê çi dikim, ji ser xwe diçim. Lê hemû hewldanên min ji bo ko bibim yek ji van mirovên kolanê ye. Xwezî bi dilê wan. Ez carnan tenê têm li ser van dikan rûdinêm û tenê li meşa wan temaşe dikim. Hinek bi qundire ne, hinek bi şimik in. Bawer ke hinekî min dîtin bi qepqapik. Belê teqûreq ji bin lingên wan dihat, lê bi hêsanî dimeşiyan. Te digo qey carnan dilezandin jî. Ji xwe ev leza wan, qet hişê min nagre. Eger nuha tu bikevî nav koma wan tu ê jî bilezînî. Carekê min meraq kir, da dû şopa jineke navser. Dilezand. Weko ji ber hinekan direviya, heta min xwe amade kiribû ger hinekan êrîş bibrana yê, min dê ew biparasta jî. Heta bi dawîya vê sûkê me da dû hev. Li dawî dukaneke ko pertel, qumaşan difroşe heye, vê hurmetê heta bi dukanê ez birim. Ango ez li dû çûm. Dawîn kete hundurê dukanê. Ez jî li ber dukanê rawestiyam û li benda mam ka ê ev hurmeta çi bike, an çi bi serê wê ê were. Li hundurû bi lez li çend qumaşên hevrişimî nerî, virde wirde li ser destên xwe bir û anîn, paşê dîsan di kulîna wan de bi cî kirin û ji dukanê derket, bi wê lezê dîsan paşde vegerîya. Bawer im ji ê dukandar buhayê wan jî pirs ne kiribûn. Bêşik min jî nola te tu mane ji vê kirina wê re nedî bû. Lê paşê ez fikirim ko di eslê xwe de ji xwe eviya maneyek e, ango bêmanetî. Mantiq. Aqil. Fikir. Logîk. Ko em evana ji bo mirovan û ji kiryarên wan re pîvan negrin ma gelo tiştekî din dimîne di destê me de. Dîsan ez dibêm Pîrê: mirov hebûneke fikrî ye. Her tişt di fikrê de veşartiye, bê î wê em nikanin gavekî bavêjin. Ez ne bawer im ko eva »tiştekî ko Xwedê fikirî be, berya ko kayînatê biafirîne! Ka were Pîrê em di van derincikan re dakevin, ev meyxaneke xweş e, em biçin hinekî lê rûnên. Bi pîyaleke mey bedena xwe hênik û hişê xwe gur bikin, bikevin galegalan. Tişt nabe. Miheqeq ji bo nemeyxuran jî gazozek an pîyaleke ava sar peyda dibe.
Piştî ko di derincikan re daketin hundurê meyxaneyeke ko cihê wê qebo bû, li dor maseyekê rûniştin, LO gazî barman kir:
Barmanê hêja ka ji kerema xwe re bîrayeke sar bo min û ji Pîra delal re jî gazozek, bila hinekî qeşa di piyalê de hebe.
Hinekî şûnde barmanek tepsînek li ser dest hat li ber masa LO sekinî. Bîraya wî li gel piyaleke mezin danî ber, lê hêj gazoz û piyala nîvmişt qeşa li ser tepsînê bû bi pirs li LO nerî. Paşê paşde berê xwe guhert li hevalê xwe î barman ko li barê bû nerî. Ê li barê:
Wê jî deyn e ber! Ma te çi jê ye! Ew peran dide.
Biborin min ji bîr kir. Barmanê li barê, tepsîneke şil di dest de bû, bi pêşgirekê zuwa dikir dema ko li gel barmanê ber maseya LO re diaxivî. Heq heq! Hiqûq hiqûq! Kî li kû çi dikir divê were gotin.
Pîrê ez û tu em vê êvarê têra xwe gerîyan, me nîvê dunyayê li hev xist. Me heq kiriye.
Dû re piyala xwe î tijî bîra hilda.
Noş! Noş Pîra min.
Careke din
Û yeke din
Ka ji kerema xwe re bîrayeke din bide min
Wexta ko ketibûn hundurû bala wî ne kişandibû, lê piştî ko rûniştin carekê duduyan serê xwe zivirandibû, li maseya pişt xwe, bi lez nerî bû. Ewçend bi lez bû ko şiklên li dor maseyê netefsilandibûn. Paşê axaftinên nawbêna herdu sîyan meraqa wî zêde kiribû û cara dawîn ew tefsilandibûn.
Bi destê rastê bêvil û dev û çena xwe girti bû
Na!
Nabe!
Kêmî pencsedan nabe. Hemû tişt di nav de ye!
LO
Waywaywaaa
Ece xatûnê. Ê ma ne ji xwe, erê diviya bû wusan be
Berê xwe da mêrik
Pismamê delal. Ez bi serê te kim rast e, xilafet tune ye, sêr weha ye û hertişt di nav de ye û arzan e jî. Mîna ko tu li nav Bexçeyê Îrêm bigerî… ji xwe ew xewnên gulgulî, tiştek hemberî wan tune ye. Tu ê bibînî nuha. Bê çawan gotinên min ê rast derkevin û tu yê ji min re dueyan bikî.
Pismam berê xwe da Ecê
Eviya kî ye? Çi teba ye?
Berê xwe da LO
Tu kî yî?
Tu çima têkilî axaftina me dibî?
Tu çi dizanî em li ser çi daxivin!
Ji te re çi, çi bi serê te ketiye!
Gotinên te hemû rast in. Ji min re çi, çi bi serê min ketiye.
Tenê min xwest ez gotinên xatûnê tezdîq bikim. Ango weko alîkarîyekê. Lewra ko ez şaş hatibim fam kirin, li min negre, lêborînê dixwazim.
Bibexşîne.
Pismam berê xwe ji LO guherî û destekî (ez ne şaş bim tenê destekî xwe) mîna ko bibê ”biceheme! Here bi reya xwe de” hejand.
LO bersivek nedayê, li vexwarina bîraya xwe vegerîya, berê xwe ber bi Pîrê ve kir.
Pîrê noş
Pîrê de ka vexwe malava, da şorên me germtir bibin.
Barman!
Barman
Bîrayeke din, na… du bîrayên din, ger ko Pîra min venexwe ez li cihê wê vedixwum!
Te got çi Pîrê?
Pîrê!
Ka bise! Ew… çi ne wusan! Ecêb!
Di serê te de du situreh derketine! Hahahaha ez cara pêşin tiştekî wusan dibînim. Du siturehên sorikî hehehehe… Ecêb! |