SWÊD, 7/11 2008 — Dosteka min ya swêdî hebû, (bila tiştekî xirab neyê aqilê we, di nawbêna me de bîstûpênc sal ferq hebû; ango ew ji min mezintir bû!) rojekê ji min pirsî, got:” Ev, hûn kurd her şerkir in, ji şer pê ve hûn tiştekî din nakin, an we nekirîye gelo?” Bêguman, têkilîyên me î salan her ev bandor li ser hiştibû.
Hemû çalakîyên me î li Swêdê di derbarê şerî de bûn. Semînerek li ser nefîkirinê, belavok û xwepêşandan li dijî qetilhamekê û hwd. Lewra heqîqeta kurdan ne wisa bû, ne jî, diviya bû wisa ba! Kurd weko civak aferînerê gelek huneran û xwedî xwesteka hunermendîyane bûn. Lê huner û pîşe incex di rewşeke aza î bêşer, di jiyaneke bêdeng î bi seraqet de, bi mane dibe, pêş dikeve, ji xeyalên mirovan re dibe amancek. Bêşik, zordestan, em ji jiyaneke wsa bêpar kirine. Digel hemû zehmetîyan jî dîsan civaka me zor dayîyê, gelek huner û sinet zindî hiştine û afirandinên spehî û pak ji nifşên paşerojê re hiştine. Di roja îro de jî, digel hemû zehmetîyan, liv û hewldaneke wsa em dibînin.
Civakek, xelkek an jî miletek, bêyî pîşe, sinetkarî û hunermendîyê heyî nabe. Ev mijûlî û xwepêkanînên fikrî hîmên jiyana civakî yên zîndar in. Lewra ji bo civaka kurd maneyekê wê î zêdetir jî heye. Ji ber ew perçeyek ji zanava me ye. Ango; muzîk, huner, sinet û nivîskarî.
Ev karên wisa, li ba her miletî peyda bûne, mirovatîyê ji roja roj de spehîbûn dizanî û afirandinên wisa pêk dihanîn. Em kurd ji vê dîrokê ne bêpar in. Weko xelkekî kevnare yê erda Mezopotamya yê, ger em ne pêmayedarê hemû çanda wê bin jî, em dîsa şirîkê wê ne. Keda me jî di vê şaristanîyê de heye, bêşik! Ger rojekê, zanayên me rabin û li ser vê çandê hûr bibin, kî dizane bê ê li çi xezîneyên bêhempa rast werin.
Nizanim, gelo ev gotinên li jorî ko min rêz kirin, xwestineke ji dil e, an îdîa ne, em dê hewl bidin hinekî li ser wan hur bibin.
Li jor, min navê mijarê ”estetîk” danîye, gelo çima estetîk? Ji xwe em dê behsa felsefê bikin û estetîk jî felsefeyek e. Lewra di termînolojîya kurdî de felsefe û feylesof zêdetir xwedî maneyeke irrational in, loma… Nexwe hûn ê bibên ko tu dixwazî behsa ilmekî ratîonal, ango ko aqil û aqilmendîyê dihundurî ne, bikî; ew jî na! Ji ber ko definîsyon bi qasî ko empirîk e, transsendental e jî. Ji xwe em dê hewl bidin van definîsyonan şirove bikin, incex bi vî metodî em dê bikanibin kakilê ramanê tijî bikin û bigihêjin encamekê.
Ji gengeşîyekê wisa re, amanca min, ne encameke qetî ye, belkî zêdetir spekulatîf be û eviya jî ne dûrî felsefeyê ye. Car car divê mirov sferê (dorpêç) fikrên xwe firehtir bike ji bo ko li wan hurûkûrtir bibe. Gelo em behsa kîjan ramanan dikin? Belê, berya ko em bersiva pirsa pêşin bidin me yeke din lê zêde kir! Li van pirsan em yekê din jî divê zêde bikin, Estetîk çi ye? Û her wisa zû zûka bersiva pirsa dawîn bidin da em di mijarê de nexeriqin. Bi bawerîya min, bersiva herî spehî em li ba Hegel dibînin: »xwepêşandina îdê ji pêhesîneke hestebar re ye. Naveroka huner îdê (idea) ye, formê wê jî ew diruvê hîskirina hestebarî ye«.
Her wisa em li xwe mikur hatin bê bi ”estetîkê” em dixwazin behsa çi bikin. Lewra gotinên Hegelî divê weko bersiveke giştî neyên pejirandin. Ji Platon bigrin, ta roja me, di dîrokê re çend feylesof derbas bûbin ewqas jî şiroveyên di derbarê estetîkê de hene. Em dê paşê hewl bidin vê pêvajoyê li heyaman pişk bikin, nuha em vegerin ser pirsa xwe ya pêşin, çima estetîk? Û ji bo em bersiva vê pirsê hêsanî bikin, em dê li ser naveroka pirsa duyemîn hinekî hûr bibin.
Weko me li jor gotî ye, di civaka me de felsefe û werbêjîyeke wisa mîna quretîyê ye, vêca bi destûra we, heta ko ji min bê ez dê xwe qure bikim.
Raman, ramanwerî ango fikir û xwedîyên wê tu carî cihekî bilind û rasteqîn negirtiye, di civaka me de. Di tevaya dîroka me de em viya dibînin. Hevokên weko zanistî, ramanwerî belkî vê dawîyê li ferhenga me zêde bûne, ger ko nebana jî, wa xuya ye em dê li pey wan negerîyana. Heger ko di dunyayê de mirovek weko mînak bê nîşan dan, ko dikane heyîna xwe bê yî wasitên arîkar (weko, ilm û zanyarî) bidomîne, ew jî însanê kurd e. Her wisa ji hêla civakî ve jî ev tendensa bi xurtî dixuye.
Lewra evana tev xu û xusûsiyetên nezanî û cehaletê ne, divê wisa bêne destnîşan kirin. Însanê nezan jî ne azad e »…nikane, ji ber ko ew bi dunyayeke ko li derî wî/wê heye tê beramberî hevedin, ev dunya biyanî gellekî berz û bilind e. Ew nikane vê dunyê ji nû de veguherîne, bike malek jî xwe re, pê tê girêdan û herdem ê xwe weko biyanîyekî hîs bike.« (Hegel, Estetîk .96)
Bêşik, em dikanin bi vê bextreşîya ko para me ketîye dujminên xwe tawanbar bikin, lewra eviya ê me zana neke, di dawîyê de ê cehaletîya me dîsan her serdestîya sitemkaran be. Eger karakterekî xurû kurdî bê vegotin ê cahilî tê da weko xeteke sor be. Bav û bapîrên me, di sê hevokan de felsefeya jiyana me anîne zimên, weko doh îro jî her ev bawerî di mejîyê me de hakim e:
Zêr e
Zor e
Tifing e
(zêr zane, zor zane, devê tifinga mor zane)
Bawermendîyeke wisa ji îdê (fikrê) dûr e, loma ne spehî ye, temsîliya cehaletê dike. Hebûneke li ser bingehekî wisa ne tekûz e. Civakek bi van wesitan saz nabe, venaguhere, pêşde nakeve, ger ko mînakên viya hebin, ew jî em kurd bi xwe ne, lewra rewşa me jî eyan e. Bi vê jî em nêzî bersiva pirsa xwe ya pêşin bûn, ango Çima Estetîk? Êdî li vir, divê em rexneyekê li xwe bi xwe bikin; cepheya xwe î şerî biguherînin.
Zêr, zor û tifinga kurd, xal in girîng in û bi tenê weko gotinên pêşîyan divê neyên dîtin. Di van hevokan de, karekterê însanê kurd veşirtî ye. Eger ji hêla sosyolojîk ve ev xalên hanê bêne vekolîn em dê bibînin bê çi bandorê li ser, wegirtina karakter û şekilgirtina şexsiyeta mirovên civaka me (bi moral û hemî pendên xwe ve), dihêle. Bi bawerîya min ev mefhûmên ko em behsî dikin ne tenê xwedî bandor in, lewra di şikilgirtina karekterê me de tayînker in.
Ji moral û mentalîteyek ko jêderên wê ev mefhûm in, siyasetek derdikeve holê ko wesîteyên wê kirêt in: gendelî, xapandin, derew û şantaj in. Ji bo desthilatdariyeke wisa re fikir û ramanên pak î azad xeter in, hunereke sipehî û hunermendî mesrefeke zêde û bilasebeb e. Mentalîteyeke ko bixwaze her tiştî kontrol bike, berya pêşin ê ji vî cephî dest bavêje meselê; pênûsê, fikrê, musîkê, hunermendîyê bi tevayî zeft bike, bike bin bandora xwe. Hewcedarîya wê ji afirandinên spehî û pak nîn e.
Aferînerê hunerên spehî û pak, çi ew, çi berhemên wan ê di nav sînorên mentalîteyeke wisa de, resen nebin, mane negrin û nebin amanc ji xeyalên mirovan re. Pênûsa ko mîna tifingekê bikar hat ê berya pêşin xwedîyê xwe bikuje, lewra ê tu afirandinên spehî û pak, jê nerijin. Ji ber van sedeman estetîk pêwist e. Di pencereyeke wusan re divê em li dîmena berhem û afirandinên xwe binêrin. Di çerçoveya ilmekî wusan de divê em wan binirxînin û rave bikin.
Sînorên estetîkê (ko weko ilmê hunerên sipehî tê zanîn) fereh in, edebîyat jî beşek jê ye. Ez vê jî weko sedemeke taybet dibînim, ji bo pêwistiya bi ilmê estetîkê re. Tê gotin ko edebîyata kurdî renesansekê dijî, bêşik rastiyeke vê heye. Di demeke kurt de (berya bîst-sîh salan) ko nivîskarê kurd bi tilîyên destekî dihatin hejmartin, îro bûne bi sedan (ji xwe nîvê wan zêdetir Mêrdînî ne, ji xwe ez jî ji wir im).
Berhemên ko çap jî dibin hejmarek têra xwe heye. Lê edebîyata me hêj misteweyek zeft nekiriye û lê digere, pêwistiyeke giring ji viya heye. Bê rexne û bê şirove, misteweyek nayê zeft kirin. Li perçeyên din nizanim, lê li Bakur, gelek berhemên nivîskarên me têne wergerandin, rexne û şiroveyên xwe î pêşin bi zimanê tirkî werdigrin, eviya jî gelek caran weko misteweyeke edebî tê pejirandin. Ger ko pîvanên çêyî û qelsiya berhemên me li gor pîvanên edebîyata tirkan be, bêguman eva windakirineke duyemîn e ji bo me.
Ji ber vê sedemê jî estetîk pêwist e, divê perspektîfeke wisa di şirove û rexnegiriya kurdî de bê vekirin. Bi viya jî bawer im me bersiva pirsa pêşin, Çima estetîk? da, nuha jî pirseke din:
Estetîk çi ye? |