SWÊD, 12/9 2008 — Noêla duhezarûheftan bû, wê sibehê Hasse, ji berê zûtir, hatibû kar. Saet li çarên sibê derîyên dukanê vekiribûn. Derdor hemî maliştibû, nanê ko ji firinê jî, her şeveq dihat, di refikên wan de li gor mezinbûna semûn û buhayê wan, bi cih kiribûn. Berdilka xwe ya reş û kumê xwe î spî yê mîna aşpêjekî dabû serê xwe, li paş camekanê li benda mişterîyan rawestî bû.
Wekî her car, mişterîyê pêşin, pênc kêm çarîkekê diket hundurû. Û eviya jî ê hertim xwedîyê dukanê bi xwe ba ya. Pêşin rewşa Hasse, cil û bergên wî, bi awirên dûvdirêj ê dawerivanda û paşê jî ê hundurê dukanê refik bi refik hemî teftîş bikira. Ger ko li cihekî hinek toz bidîta ê pif lê bikira û ko qirşek jî bi dîwarî ve bidîta ê tepizkek lê bixista û dengin nerazîbûnê ji xwe derxistana û dûvre jî bi irînî derbasî odeya xwe ya xebatê ko li tenişta dukanê bû, bibîya.
Hasse ev xwuyê wî hîn bû bû, vê sibê, dîsan dema ko di derî re ketibû hundurû, berê xwe dabûyê, rewşa nikcotê girtibû, heta ko awiren xwe ji ser danegerandibûn jî, xwe tev neda bû. Teftîş zû qedandibû, berê xwe dabû oda xwe, lê piştî çend gavan rawestibû, paşde vegeriya bû, ber refika nan, rahiştibû semûneke mezin, ber bi Hasse ve kiribû:
— Gelo cara dawîn, kengî me eva buha kiribû?
— Du roj berê ezbenî! Me berê bi heyşt kronan difrot, we got “bike deh” û nuha jî em bi deh kronan difroşin!
— Erzan e! Em divê demekê şûnde dîsan zêde bikin, got û çû odeya xwe.
Dukan li ber metroyekê nêzî bajêr bû, çûnûhatin li wir zêde bû û her wusan mişterî jî… Metro saet li pêncan vedibû. Bi dû vekirina metroyê re, Hasse di ber mişterîyan re nedigiha, carna deh-panzdeh kes diketin dorê. Wê demê ê xwedîyê dukanê bi lez bihata alîkarîyê. Him alîkarî dikir û him jî tinazên xwe bi Hasse ve dikirin ko ew «çima destên xwe sivik nagre, mişterîyan radiwestîne!» Hasse ê bigota: “ezbenî! We firotina çay û qehwê li me zêde kiriye, eviya gelek wext digre!” Ê dukandar ê bigota “ma qey tu naxwazî em pera qezenc bikin! Ma tu dizanî ez ji bo te çiqas xwêkîyê didim dewletê!” Wê demê Hasse ê situwê xwe xwar bikira, dengê xwe bibirîya û gotinên xwe daqurtandina.
Lê îro cejna Noelê bû, vê eyda pîroz, axilbeyê xelkê betal, li malên xwe bûn. Loma jî mişterîyên Hasse kêm bûn. Her yekî ko diket hundurû jî, eyda wî pîroz dikir, li gel çend gotin daxêvîn. Wexta ko kesek tunebû jî Hasse refik diedilandin, her bi tiştekî ve mijûl dibû. Dîsan wusan bi dû bêhnikeke bêdeng û bê mişterî, Hasse bi qerebalixekê ji cihê xwe veciniqî. Te digo qey deh-panzdeh kes tevde ketine hundurê dukanê! Lê dema Hasse berê xwe dayê, tenê, zilamekî navser î qamkin, bi qasî qama xwe jî qalind lê bi cilên paqij î nû li beramberî xwe dît. Zilam:
— Wey, wey!
Ber bi Hasse ve hat, rahişt destê wî hejand, mîna ko dostekî wî î bîst salî be, destê din jî li milê Hasse xist:
— Sibeha te bi xêr, cejna te î Noelê pîroz be ya xortê delal!
Hasse, hinekî behîtmayî lê bi devliken ew bersivand:
— Sipas, ya te jî pîroz be!
Zilam, di gel ko qe tiştekî pê bikene tunebû jî, bi kenekî qebe, lê bi teqil dikeniya “hohohoo” û di nav re jî daxêvî, ji Hasse pirs dikirin:
— Ma ev roja pîroz her kes li nav kom û kulfetê xwe ye! Tu kar dikî! Hohohoo…
— Belê ezbenî! Dukana me salê sêsedûşêstûpênc rojan vekirî ye
— Hohohoo, qey tu azib î, tu zarokên te tune ne, ko tu li ber Çama Noelê diyarîyan bidî wan!
— Belê wele, xulamê te bin, du zarokên min hene. Lê îsal dîyarî ji min nehatin ko bikirim. Lê em dê şîva Noelê li gel hêtê berêz tevde bixwun dîsan.
Di vir de, zilam mirûzê xwe tirş kir:
— Heh! Çawa dibe!
— Li darê dunê tiştekî wusan nabe, ne li vî welatî. Di cejna Noelê de her zarokek divê diyarîyekê bigre, an Sankt Nikolaus ê xwe bixeyidîne.
Paşê jî, destekî xwe avêt paxîla xwe, kîsikekî naylonî bicûk, jê derxist, dirêjî Hasse kirin:
— Kerem ke, van herdu biskuvîtên neqişandî ko min wergirtine, weko dîyarî bibe ji zarokên xwe re. Û ji dêlva min wan cara dudiyan maçî bike.
Hasse bi giramî kîsik ji dest zilêm wergirt, lê nerî. Bi rastî jî du biskuvîtên xweşik, weko du dilan, mîna serê zilamekî bi şekirê rengareng neqişandî bûn. Her yek mîna lepekê mezin bûn. Hêla dil î tûj, kiribûn kum. Li jêra kum du xetên biruhên tenik û li bin wan jî du niqtên reşik weko çavan û di navê de jî du xetên spî î fereh ko li jêr digihan hev, diruvê bêvileke şelimî didan û li bin jî du xetên simbêlên boq î badayî dikêşiyan, li jêra simbêlan jî du xetên bi rengên sor weko du lêvan bi hev zeliqî bûn, li herî jêr jî du xetên ko ji herdu alîyan ve digihiştin hev, li şûna argûşkê, wêneyê serî tekûz dikirin.
Zilam dîsan kenê xwe li gel axaftinê domand:
— Hohohoo Tu zanî, ev biskewîtên wusan, li vî bajarî tenê firneyek çê dike û weko diyarî dide pîlotan. Ez berê pîlot bûm, pîlotê balefira şerî bûm. Ez li artêşê, li beşê 29 an pîlot bûm. Min balefira xwe sor boyax dikir. Tu zanî çima?
Hasse bi baldarî guh li gotinên zilêm bû, lê çavên wî li dukanê, mişterî û ya herî girîng jî li derîyê oda dukandar bûn. Ji ber dîyalogeke wusan dirêj li gel mişterîyekî bi tenê mîna zexelîyekê di kar de ê biba seravdan jê re. Û eviya ê ne baş ba ko patron ew di vê rewşe de bidîta. Loma him gotinên wî guhdarî dikirin û him jî virde wê de di dikanê de diçû û dihat, tu bersiv ne dida zilêm. Lê xuya bû, zilam yekî şorgerm bû, guh ne dida ko Hasse wî dibersivîne an ne, gotinên xwe dom dikirin.
— Erê, ji ber ko min îlhama xwe ji Baronê Sor digirt. Belkî te bihîstibe, di dîrokê de navê wî wusan derbas dibe. Navê wî ê rasteqîn Manfred von Richthofen bû. Pîlotekî Luftwaffe bû, di şerê cihanê yê duyemîn de… Bazekî li ezmên bû! Kesekî pê ne dikarî, wîya belkî sed balafirên Ingilîz û Emerîkiyan xisti ye. Esîlzadeyekî elman bû. Teyara xwe sor boyax dikir, loma ev nava lê kiribûn. Carekê di dawîya şerî de balafira xwe dîsan radike û ew dibe cara dawîn. Paşde venagere. Ingilîz dibên:”me teyara wî xistiye!” lê di vê derbarê de çîrokên din jî hene. Hinek dibên: «tebabekî li hewa şer li gel Emerîkî û Ingilîzan kiriye, gelek balafirên wan xistine û ya wî jî derb xwarîye. Lê li vegerê dîtine ko teyara wî dikeve nav ewrekî tarî î reş û di nav de winda bûye. Ango ji nav ewrî derneketiye!» Karê xwedê, kî dizane!
Hasse di virde, mîna ko hurmetekê jê re nîşan bide xwe pewistî bersivekê dît û:
— Rast e. Karê Xwedê kes pê nizane.
Lê zilam dîsan bi ken gotina xwe berdewam kir:
— Hohohoo, ew çi roj bûn! Lê hevalên min, bo min digotin “Bîdona li hewa!” hohohooo. Ji ber ko kîloyên min zêde bûn ez ji kar avêtim. Hohohoo! Divê mirov heyştêûneh kîloyan derbas nekî. Hohohoo ez bûm sedûneh… hohohoo.
Ji nişka ve derîyê oda patron vebû û serê wî ê qot xuya kir. Mîna ko zilam rewş fam kiribe, xatir ji Hasse xwest û cara dawîn dîsan eyda wî pîroz kir, ji dikanê derket çû.
Patron mirûzkirî li dû zilêm nerî, paşê berê xwe da Hasse û jê pirsî:
— Ew çi kes bû?
Hasse:
— Dostekî min bû!
Paşê pê ve kir, got:
— Pîlot e.
Patron, awireke cidî di Hasse veda û destên xwe li pey (ê Pîlot), li ba kirin:
— Pîlotê çi! Dînekî beradayî ye! Tu tiştekî bi deyn nedîyê ha…
Dîsan paşde vegerîya oda xwe.
Bi dû vê diyaloga li gel dostê xwe î pîlot ve, (ji ber ko wî êdî ew wusan qebûl kiribû) Hasse saetên xwe î kar weko libên tizbiyê dihejmartin. Difikirî ko ê çawan ji zarokên xwe re çîroka Baronê Sor bibêje û girîngtirîn jî, behsa vî dostê xwe nû (Pîlot) bike. Dema bi bîr anî ko navê wî ê rasteqîn jê nepirsîye hezar heyf lê hanîn. Xwe bi xwe fikirî ko di virde dikanîbû ”dereweke bicûk” jî bikira û navek jê re bidîta, weko, Halfredson, Bengtson, na na, Luftson… Di wê nawbênê re ji mişterîyên ko dihatin û li gel daxêvîn, ji wan re, hertim pesna vî dostê xwe î nû, dida û kisikê biskuvîtan şanî wan dikir. Bêguman, behsa kîloyên wî ên zêde ko bûbûn sedema jikarhavêtina wî, ne dikir.
Ber bi girtina dukanê ve, hêj nîvsaetek mabû, dîsan derîyê patron vebû, cenabê wî xuyanî kir. Lê vê carê tu gazinc û seravdan di axaftina wî de nebûn. Mirûzê xwe jî nekiribû, heta mirov dikanîbû bibêje devliken bû jî… Berê xwe da Hasse û:
— Here mal nav zarokên xwe, ez dukanê digrim.
Paşê jî destê xwe xist bêrîka Hasse, hinek perên ko di dest de bûn, berdan bêrîka wî û:
— Cejna te î Noelê pîroz be.
Hasse ji xwe berê amade bû, wî jî cejna patron pîroz kir û zû zûka cilên xwe guhertin, ji dukanê derket ber bi metro yê ve lezand. Bêguman kîsikê biskuvîtan ji bîr ne kiribû. Wexta ko cilên xwe diguhertin jî kîsik di dest de bû.
Ber bi êvara Noelê metro weko berê nediçûn. Her nîvsaetê carê diçûn. Istigeh ji rêwîyan tijî bûn. Xwe di nav hevedin re radikirin, wey li wî ko cihekî rûniştinê ji xwe re peyda bikî! Hasse jî xwe di nav rêwiyan re kir û xwe avêt vagonekê. Li nava vagonê cihekî vala dît û bi lez li wir rûnişt. Mala wî pênc istigehan dûr bû. Lê li her istigehê rêwî zêde dibûn û kêm ne dibûn. Ên şipya ji ên rûniştî zêdetir bûn. Li istigeha sisîyan rêwîyên nû siwar bûn, di nav wan de jineke navsere, porspî hebû. Ji xwe cihê rûniştinê nebû. Hat li ber Hasse bi sitûnê hesinî ya vagonê ve girt, şipya ma. Hasse dît ko kesek ji cihê xwe ranebû û cih neda vê porsipîyê. Wî nemerdî nekir, fikirî ko çawa ew rûniştîbe û ev jina şipya li ser lingan be:
— Kerem ke danîşin, ez dê ji xwe du istigehên din dakevim.
Xanimê bi dilovanî sipasdarîya wî kir û li şûna wî rûnişt.
Pêre pêre çavên xanimê li kîsikê di dest Hasse ket û:
— Çi biskuvîtên xweşik neqişandî ne, gelo te ev ji ko kerîn? Bi bişirîn pirsî.
Hasse mîna ko xwest bala ên rûniştî teva bikêşîne ser biskuvîtên di kîsik de, ew bilind kirin û berê xwe da xanimê:
— Belê, evana diyarîya dostekî min î pîlot in.
Dûvre jî dixwest ko bibê ”evana tenê firineke li bajêr, bi tenê ji bo pîlotan çê dike”, lê hayê wî ji firênê hişk î ko hatibû girtin nebû, berya ko gotina xwe bi lêv bike, vagon çelqiya bû, rêwî li binguhê hev ketibûn. Bêhemdî xwe herdu destên xwe avêtibûn, bi sitûna hesînî girtibû, da nekeve, lê di vê navbênê re kisîkê biskuvîtan jî, ji nav lepê wî firiya bû, li nav lingan ketibû. De virde de wê de, li kîsik geriya, dawîn dît. Lê çi bibîne! Ne yekî, belbî deh rêwîyan pêlî kîsik kiribûn, biskuvît bû bûn mîna ardik. Hasse bi dilşewatî li kîsik nerî, axînek kêşand, kela girî kete qirikê. Xanima ko li cihê wî rûniştibû rewşa wî ferq kir, xwest ko li ber dilê wî bigere, lê bê fêde.
Bi dilekî şikestî li istigeha xwe ji metroyê peya bû. Li kîsikê naylonî biçûk î ko herdu biskuvîtên neqişandî tê de herifîbûn, careke din nerî, paşê kîsik girt û avêt qutika zibilî ya istigehê. Bi gavên giran û bi serîyekî bi pojin ber bi malê ve meşiya. |