SWÊD, 6/8 2008 — Di dîroka edebîyatê de rexne û rexnegirî karekî çetîn, vatinîyeke girîng û pêwist e. Ji nivîskar re azmûnek e. Di encamê de ev azmûn her pêşketinek e. Eviya bi gelek babetan dikane beyan bibe; dikane weko teqdîr, spasnameyekê bibe xelatek û bikeve histuwê nivîskar û wî/wê pê şa bike. Ji hêleke din ve, dikane weko qamçîyekê li piştê bikeve, wî/wê ji wê sergêjî û gerîneka dudilîyê derxîne, bi kêmasî û xeletîyên wî/wê jê haydar bike. Lewra rexne ne tenê yek ji van mînakên xwerû ye. Gelek caran têkilhev, herdu babetan jî dihundirîne. Ya bi tenê, bêanalîz û yekalî, ji qewlê gotinên dostekî ve, dibe »qeşmerî û qiseyên qor«…
Xwedayê pak î dilovan me ji vî şêweyê rexnegirîyê biparêze, çavê me veke, bihêle em ew nimûneyên baş î pak di berhemên nivîskarên xwe de bibînin da em wan ronîtir bikin ko bibin mînakên baş û çeleng ji bo wêjeyeke qedirnas, payebilind di mistewa wêjeya dunyayê de.
Di rexnê de, bêguman her car rizkek heye (ez viya bikim dudo rastir e) çima hûn ê bibên? Yek jê ko di ravekirinê de mirov pala xwe dide qalib û sitîlên wêjeyî, ên gelemper. Eviya mirov bi sînor dike, dihêle ko yek teng bifikire. Ango di çarçovayekê de dinirxîne. Lewra berhemek edebî dikane gelek çarçovayên wê hebin û hene. Nivîskar gotina xwe nivisî ye, êdî ew nayê guherîn.Weko di mînaka Tolstoy de; »Anne Karenîna xwe avêtiye ber tirênê û Tolstoy nema dikane wê xelas bike. Peyam û nirxandin ji xwendevan re dimîne. Rexnegir jî xwendevanek e, bi zanyarî û referensên xwe î subjektif berhemê dadiwerivîne, analîz dike û dinirxîne. Talûka mezin di virde ew e ko me navek lê kir, dûvikek pê ve kir, berê wê da bergeheke dîtinan weko -îzmekê. Ji hêla din ve jî ko em xwe nespêrin van qaliban û –îzman ê zehmet be em xwe bigêhênin kûraya berhemê, sembol û alegorîyên (teşbîh) wê şirove bikin.
Aqilmendekî gotiye: »Di navbêna erd û ezman de tiştekî ko nuh diqewume, gotineke ko nuh bilêv dibe tune ye.« Ger ko ji bo xelkê wusan be, ji bo me kurdan jî wusan e. Edebîyateke modern tenê di çarçoveyeke netewî de, bi pîvanên milî nayê nirxandin. Gelek caran tê gotin weko “romana pêşin” tîyatroya pêşin” “çîroka pêşin” û hwd. Bi bawerîya min di viya de tenê qelsîyek, kêmasîyek heye! Divê me ev sînor derbas kiribin. Lewra em divê edebîyata xwe di rêza navnetewî de bi pîvanên dunyayê binirxînin, rexne bikin. Pirtûkxaneya kurdî têra xwe zengîn e û her ko diçe dewlementir dibe. Ez dixwazim pirtûka Hesenê Metê “Gotinên Gunehkar” di rêza vê dewlemendîyê de, ne weko pisporekî, lê weko xwendevanekî binirxînim hinek têgehînên xwe li gel xwendekaran parve bikim.
Gelek caran ez li ser ponijî me û bala min kêşandî ye, gelo çima vî dostê min î hêja dest û pîyên xwe ji dunyaya zindîyan vekişandîye pal û bala xwe daye kêlên tirban, perestgehên kevnare, li gel perî û jimeçêtiran di galegal û laqirdîyan de ye. Pênûsa xwe kirîye mîna fanosekê û di şikeftên tarî de li dû şopên nediyar û windayî digere. Belê, di nav me zindîyan de, ji yekî wusan re mirov ê bibêje dîn e. Lê di vê dema me de, nivîskarekî modern ê bi kêfxweşî bergirtiya navekî wusan bike û ji xwe re payekê jê derxîne. Lê gavê em ê payek û bazbendeke wusan bi Hesenê Metê ve nekin, hêj zû ye. Bi novela wî ya dawîn “Gotinên gunehkar” ez lepta vî dostê xwe bêtir fam dikim û heq didim vê işqî-rûhanî ya wî. Lewra em dê bi vê aqilmendîya ko para me ketîye û bi rêberîya fanosa wî, xwe berdin nav wê dunyaya wî ya efsûnbar, destên xwe bilepikînin, çavên xwe çarçav vekin, hewl bidin da ew xezîneyên ji mejûyekî windayî, ji nû de keşif bikin.
Em kurd in, em xelkek in ko ji hertiştî bêpar ma ne. Ji hemî girîngtirîn jî ji dîroka xwe… dîroka mejû ya fikrî… Di nav zindîyan de bêguman ev dîrok peyda nabe. Dujminê me bi her şêweyî xwestiye vê winda bike. Di cihê ko nikanibû winda bike jî bi babetekî din berovajî ji me re gotiye. Ya rasteqîn ji me veşirtî ma ye. Dînê me yê kevn jî tune (marjînal) kiriye.
Di dîroka mirovatîyê de dîn, hergav di destên serdestan de maşeyeke sitemkariyê bû, îro jî her vê rola xwe bi xurtî pêk tîne. Yek ji sedemên girîngtirîn î bindestiya kurd û welatê kurdan ew e ko kurd misulman in. Mebesta min ne ew e ko em divê şerê Îslamê bikin. Lewra em divê ew pêvajoya misulmankirina xelkê xwe têbigihên. Di dîroka civakan de sazumana ol û oldarîyê, roleke xwe ye girîng heye. Dîn ne tenê hîmê bawermendîyeke îlahî ye. Bi gelek alîyan ew bandorê li jiyana civak û mirovên wê dike. Çand, avedan û dîrok bi tevayî di bin bandoreke wusan de reng digre. Ew pêvajoya dîrokî, ya misulmankirina xelkê kurd ji hêlekê ve pêvajoyeke windakirina çand, avedan û zanava kurdî jî bû ye. Perestgeh, ziyaret, hemû cihên me ên pîroz herîfandine an veguherîne. Due, xwendin û şêweyê veşartin û şûnwarîyê bi babetê kevnare li me qedexe bûye. Babetekî din li me hatiye ferzkirin. Evana tev jî, bi kuştin, qetilham û di bin nîrê zordarîyê de pêk hatine. Bêguman ev dîrokek derbasbûyî ye, lê dîrok e û dîroka me ye. Ger ko em ji vê ne haydar bin, wê ronî nekin, ê zanyarîya me ya dîrokî mîna di mînaka Hesenê Metê de ê natemam be. Bi zanîneke wusan em divê ”Gotinên gunehkar” binirxînin û peyamekê jê derxînin.
Di şirovekirina berhemên wêjeyî de gelek caran em dikevin xeletîyan, mijar weko motîfekî serbixwe rave dikin. Eviya him neheqîyê li nivîskar dike û him jî şirovekirina berhemê seqet dihêle. Lewra di berhemekê de dikane gelek babetên motîfan ên navber hebin, her wusan sembol û şêwazên vegotinê… Ji ber wê jî mijarek rasterast di berhemeke edebî de nayê nivisîn, ew incex dikane bibe encameke ravekirinê ko (li vir) novelê bi tevayî digre. Loma ez dê nola bizîşkekî ”gotinên gubehkar” perçe nekim, hewl bidim di çarçoveya novelê tevayî de peyamekê jê werbigirim.
Mijarekî ontolojîk û şirovekirina têgihiştineke a priori belbî zêdetir li diruvê felsefeya Kant biçe. Lê di edebîyatê de jî evana ne pirs û mijarin nû an biyanî ne. Gelek feylesof û ramanweran xwestine bi vî şêweyî fikir û ramanên xwe bidin zanîn û şirove bikin. Iblîs di gelek pirtûkên pîrozwer û her weha di ên edebî de jî, ji kevn de weko fîgurekî hatiye vegotin. La Divina Commedia ya Dante weko mînakeke kevnare ê ji wêjenasan eyan be. John Milton û (Bihuşta Windakirî), Nietzhce (Zerdeşt Wusan Got) û yên dema me, weko Margit Sandemos (Çîroka Xelkên Cemedê), Andreas Roman (Wexta ko Melek Dimrin) û hwd.
Berya analîzekê, bêguman divê em di derbarê novelê û serpêhatiya tê de xwedî agahdarîyek bin, da serwext bibin ko em behsa çi dikin. Bi kurtî serborîya ”gotinên gunehkar”:
Vegotina serpêhatîyê di wexteke derbasbûyî de ye. Behram mezin bûye, salên wî bihurîne û behsa serborîyekê, di xortanîya xwe de, ji me re dike. Behram ko xwendekarê fakulteya îlahîyatê ye, ji bo xwendina xwe tê bajarê ”E” Li camîyekê laqî mirovekî bi navê Lûlû xan dibe. Di nawbêna wan de nasînek çê dibe û Lûlû xan xanîyê xwe î li bajêr bi kirê dide Behram û paşê jî wî veduxîne mala xwe ko li gund e. Demekê şûnde Behram li gund e û mêvanê Lûlû xan e. Behram, bi dû xwarinekê re, li gel mazûbanên xwe (Lûlû xan û xanima wî Geştîne xanim) di galegal û sohbetekê de ye. Di germîya sohbetê de, Behram, ji nişka ve di sînoka malê de marekî reş dibîne. Ew xwe dadidêyê ko bi şêweyekî mar tune bike. Lê ji teref Geştîne xanim ve tê sekinandin û jê tê haydarkirin ko eviya marê malê ye. Bi dû de Geştîne xanim ji marî re dûrikekê dibêje da ew ji wir bi dûr bikeve. Behram cara pêşin e ko bi tiştekî wusan re tê beramberî hev. Li hemberî vê yekê behît dimîne. Bi dû de jî Geştîne xanim, çîroka bavê xwe (Mekrûs efendî) jê re dibêje. Bi vê çîroka efsûnî re ecêbmayî ya Behram zêdetir dibe, lê her wusan meraqek jî lê peyda dibe û dixwaze bûyerên di çîrokê de bi kerametên Xwedê şirove bike. Dûv re mazûban mêvanê xwe digrin, dibin kergehê, cihê miştaxan. Li wan rê û cihên ko tê ra derbas dibin, şopa şaristanîyên kevnare xuya ne. Mîna cihekî kufarî ye. Heta ko digihêjin wir, Behram, du çîrokên din ji Geştîne xanim û Lûlû xan dibihîze. Her du çîrok mîna ya pêşin bi efsûn in. Li cihên miştaxan, Behram bi cêwiyên malê (Aryan û Nagîna) re nasîna xwe zêde dike.
Di novelê de, bûyerên ko heta bi vêderê diqewumin, çîrokên ko tên gotin, tev, weko hazirîyekê ne ji wê dunyaya efsûn re ko dike di mejîyê Behram de vêkeve. Nagîna ko mîna perîyekê, keçek xweşik, çeleng û bakîre, bi teferûat tê teswîrkirin, dibe ew çîkê agir ko wê tenûra hîsên mirovatî di serê Behram de vêdixe. Behram ê ko serê xwe bi ilmê pirtûkên pîroz dagirtiye, rastîyeke din, dunyayeke zindî keşif dike. Evaya jî, xweşî û şehwetekê li ba Behram radike. Ew hîsên mirovatî ko ta nuha bi ilmê îlahî kiribûn xewê, ji nû de hişyar dibin. Dûvre jî bi Nagînayê re şeveke işqebaz dibuhurîne. Behram, li vir dikeve şikekê, di serê wî de dijitîyek xwe raber dide. Bêguman ew divê viya rave bike, bi gotineke din mantixekî jê re bibîne. Ji vir û pê de tiştê ko diqewume êdî di serê wî de dibe. Bi formeke alegorîk xelekek ji bûyeran bi xewn û xeyalan di mejîyê wî de rêz dibe. Ev xwestin û lêgerîna bersiveke aqilane, wî digihîne heta bi qadê jorîn, destpêka destpêkê, ango afirandin.
Çîroka dawîn ya Ahrîman (Mîrê Mezin) û xwedê ye. Xwedê beşdarî vê dîyalogê nabe. Ahrîman versîyona xwe ji afirandinê, ji Behram re dibêje.
Berya ravekirina mijar û peyamekê, hêjaye em hinekî, li ser sembol û sembolîzma ko di novelê de heye, rawestin. Weko tê zanîn, mebesta sembolîzmê ne vegotina tişt/an nola ronîkirina wêneyekî ye. Gotin û vegotin ji bo dayîna fikrekê ye; li vir, mebest vegotina ruhê tişt/an e. Di ”gotinên gunehkar” de jî, em viya bi xurtî dibînin. Loma, ew çend çîrokên ko di novelê de têne kadkirin divê weko alegorîyan bêne nirxandin.
Di destpêkê de, behsa cih û warekî tê kirin:«Zaroktîya xwe bifikirin, biçin xwe li ser sîngê dêya xwe dirêj bikin, serê xwe bidin ser wan pêsîrên tije şîrê pak û sipî… û bikevin xew. A cihekî welê ye.»(r.6)
Ew cihê ko zaroktîya mirov bi bîr tîne û mîna sîngê dêya mirovî ye, bêşik welat e. War û xaka mirovî bi xwe ye. Dûvre eviya bêtir bi teferûat, bi rez û dehlên xwe, cihên kevnare û peykerên xwe, şirove dibe. Li Kurdistanê di derbarê her cihekî kevnare û peykerekî de çîrokên efsûn hene, bi şêweyekî, di nav xelkê de miheqeq têne gotin.
Di rûpelên 88-92 de behsa ”Koşka Bêdengîyê” dibe. Koşkên wusa, an jî bircên wusan, di ola Zerdeştîya kevn de, cihên veşartina mirîyan bûn. Ango laşê mirîyan, weko dema me, ne dikirin bin axê, li Bircên Bêdengîyê radixistin, da Qertel û Teyrik goştê wan bixwun. Loma ev birc li cihên bilind, li ser gir û çiyayan dihatin avakirin.
Cihê din î balkêş di novelê de, ko em sembolên wê şirove bikin, Keleha Mîrê Mezin e. Cihê ko ji dûr ve mîna kerwansarayekê dixuye, ji nêz ve, bi dîwarê xwe yê bilind, qubeyên xwe yên sipî fam dibe ko perestgehek e. Agirê li hewşê û ayîna li dora êgir jî me serwext dike ko ehl-î malê Zerdeştî ne û perestgeh jî Lalişek e.
Di ”gotinên gunehkar” de, em dibînin ko gelek nîşan û sembolên bi olê Zerdeştîyê ve girêdayî hene. Agir yek ji van sembolên pîroztirîn e di Zerdeştîyê de û li gelek cihan di novelê de jî aktuel e. Wekî din, tiştê ko em divê li ser rawestin, navê Ahrîman û sembolên pê ve girêdayî ne. Di novelê de figurê herî girîng û karakterê sentral ew e. Bi navekî xwe î din î eyan (Şeytan) jî bi nav dibe. Di rupelê 150 de, li jora derîyê wargeha wî, çavên Behram li sitêrka sibehê dikeve. Eviya di eslê xwe de Gelawêj (Kewkeba Venus) e. ev sembola ko di dînê Xiristyanîyê de bi Şeytên ve hatiye girêdan ji Tewratê mîras hetiye girtin. Di Tewratê de Yeşaya di derheqê keyekî Babîlonî de gotiye, ”helel ben shachar” (lawê ko heta bi berbangê diçurisîne) ji ber ko wî xwe û qanûnên xwe, gelekî ecibandine, di ser her kesî û her tiştî re girtine. Di versîyona grekî de jî weke ”fosforos” (sitêrka sibê –Kewkeba Venus-)derbas dibe. Eviya weko semboleke Şeytên, derbasî mîtolojîya Xiristyanî bû ye. Lewra di dînê Zerdeştî de tu nîşaneke Ahrîman î wusan nîn e. Ya herî nêzîkî wê belbî maneya navê Zerdeşt be, ko bi avestî ”Sitêrka Zêrîn ” e, lê ew jî tu girêdaya wê bi navê Ahrîman ve tune ye.
Bêguman nav û nîşanên wusan bi mirov rewş û naverokek şirovekirî bi bîr tînin. Ahrîman û Şeytan navine eyan in û di kitêbên dînî de bi şêwaz û şexsîyeteke hevpar şirove bûne. Di Xiristyanîyê de berya Şeytên, Lucîfer heye û eviya dûvre şikil diguherîne, dibe Şeytanê îro. Ahrîmanê me jî, wusan çend xeftan guherîne. Pêşin weko du mentalîtan derketine, dûvre şiklê du giyanan digrin. Aferînerê hemû tiştên baş Ahura Mazda (Spenishta Maînyu Mazda) û dujminê wî ê ko xerabîyê temsîl dike Angra Maînyu. Evana careke din di hemdema Pehlewî de (300 .bz-900) veduguhezin Hormuz û Ahrîman.
Bêşik mirov dikane li ser hin sembol û navine din jî kûr bibe. Lê ji bo em dagerin ser mijarê, da jê dûr nekevin em dê sînorekî li vir deynin. Bi bawerîya min, evana ew sembolên sereke ne di novelê de, ko hewcedarî bi şiroveyekê divîyan. Di encama ronîkirina van nav, sembol û jêderên wan de, em dibînin ko mijarê sereke weko mesela afirandin û gunehê pêşin derdikeve holê. Lê ko em tenê wusan rave bikin, bi bawerîya min ê ravekirina me natemam be. Em vê meselê (afirandin û gunehê pêşin) divê weko alegorîyekê bibînin. Ango eviya wesîleyeke, ji bo famkirina û ronîkirina dîroka me ya kevnare û windayî. Di encamê de, ya dawîn, peyama novelê bi xwe ye, em divê wusan binirxînin.
Behramê Kawaşî, xortekî ko serê wî bi îlahîyan dagirtî ye, li nav bexçeyê bihuşteke Xwedayî ji xwe re piyasê dike. Li wir rastî Nagîna, keçeke çeleng û bakîre, tê. Pê re radikeve û bi viya re jî gunehkarîya pêşin dike, fena Adem û Hawa ko çawan ji fêkiyên dara qedexe ditamînin. Encama herdu kiryaran gunehkarî ye, li hember gotinên Xwedayî dijberîyek e. Û bêşik, di kadê Xwedê de, kiryarin tawanbar in. Cezayê ko li Adem û Hawa hatiye birîn, ji xwe nivisî ye, ji bihuşta Xwedayî hatine qewirandin. Lê yê Behram, bêtir di qadeke şexsî de ye. Evîndara wî dimre. Belbî jî ev e, ya ko dibe çîkê isyankarîya Behram ko xwestina lêgerîn û zanîna ”gunehkarîyê” li ba xurt dike. Ji ber ew haydar e, referensên wî î dînî hene. Ew li dû pêhesîn û zanîneke qedexe ye.
Gelo çi ye, ev pêhesîn û zanîn?
Mijarê ko bi vegotina afirandin û gunehê pêşin destpê dike, li dumahikê, vediguhere ser zanîna çand û keşifkirina zanaveke qewmî. Eviya jî gelekî vekirî di her duwanzdeh stranan (r.114-119) de şirove dibe. Di stranên me de, gelek caran, Kurdistan weko keçeke xweşik an dêyeke şêrîn şirove bûye. Di qada şexsî de jî, sedemên kurdperwerîya me, an neheqîyek e an jî keşifkirina pêhesîn û zanîneke wusan e; weko di mînaka Behram de…
Behram weko kurdekî asimlekirî ji nû de bi xwe û dîroka xwe dihese. Wê bihuşta windayî ko mirovên wê, di jiyaneke xweş û bi aheng de bûn, keşif dike û her wusan ew neheqîya ko li wan bûye jî dibîne û hîs dike. Eviya hişyarbûnek e. Loma dixwaze bibe derwêşê vegotina van ”Gotinên gunehkar”!
Di karakterîzekirina Ahrîman, bi navekî din, Şeytan de, em reaksîyonekê dibînin. Şeytan li vir ne ew karakterê ko xirabî û nebaşîyê temsil dike ye. Bilekis, weko şexsîyeteke pak, rastgo, mêvanperwer, maqûl ko li diruvê mîrekekî kurd diçe, hatiye şirovekirin. Li vir, teşbîh, gotinên sitemkarên kurd û Kurdistanê ne. Wan, tenê eviya ji me re hiştîye. Toqa naletê xistine histuwê wî û ew kirine malê me. Ji Ahura Mazda, ew aferînerê hemû çêyîyan, tiştek ji me re mîras nehiştine! Dema ko em behsa wî jî dikin, bi gotineke din, dema ko em dibêjin em kurd in, welatê me Kurdistan e, eviya mafê me ye, em dikevin gunehkarîyê, tawanbar dibin, bi gotineke sêyemîn, em dibin”Ahrîmanî” an jî Şeytanperez! Tenê, ew ji me re hiştine. Loma jî, ko em wî nedin axaftin, em dê kê bidin axaftin?
Weko adetê, ger ko bivê em çend gotinan di derbarê ziman de bibên, em dê xwe hiş bikin û viya bidin nezanîya xwe ya di vê derbarê de. Tenê bibên, ko zimanê Hesenê Metê weko birinceke neqandî, liblibî ye. Dilê mirov ji tiştekî naxelî ne.
Bêguman Hesenê Metê û ”Gotinên gunehkar” hêjayî analîzeke kûrtir in, lê ne qeweta min û ne jî ilmê min ji vê re têr dike. |