MOSKOVA, 22/5 2008 — Ez benî, çima ji çêbûna Kurdistanê serê hinek serokên kurdan diêşe?
— Ji ber ko Kurdistana ew nebine serok ji wan ra ne lazim e, a dinê jî, belkî di serê wan da tiştek heye, ko diêşe!
• • •
— Ez benî, li gundê me eva çendik-çend sal e, ko yekî kurd ji yekî tirk xeyîdî ye, bi hev ra napeyîvin, lê şerê hevdu jî nakin. Tu dibêjî ji ber çi ye?
— Ji ber ko yek ji wan ne kurd e.
• • •
— Ez benî, Girdegewrê Kodikvala gelek salan axatîya êla Rûtikan kiribû, çend salan di parlamênta Tirkîyê da bû, nav û dengê wî belav bûbû. Tu dibêjî gava mir, ji bo çi ne tirk, ne jî kurd ne hatine hewarîya wî?
— Ji ber ko tirka bi çavekî "vî ji bo gelê xwe çi kiribû, ko ji bo me çi bikira" lê dinihêrî, lê kurdan jî bi çavê "ewî ji bo gelê xwe tiştek ne kir û di ser da jî dijminaya wî kir" lê dinihêrî.
• • •
— Ez benî, hinek kurdên berê, ko bûbûne tirk, niha dîsa li xwe hesîyane, vegerîyane û dixwezin Kurdistanê çêkin. Lê wek em dibînin, bi destî wana Kurdistan ber çevê me xirab dibe, milet koçbar dibe. Gelo tu çi dibêjî?
— Heyran, heta ko destê dijmin da ne, çêtir e xirab bibe. Ya ko milet koçbar dibe jî bêjim: ma şert e, ko di Kurdistanê da kurd bijîn? Ax axa kurda ye, navê welat jî Kurdistan e. Hema li ser wê axê kî dijî, bira bijî.
• • •
— Ez benî, ji ber çi kurdên Kurdistanê ji kurdên Awropayê aciz in?
— Ji ber ko kurdên Awropayê ji kurdîtîya xwe dertên.
— Lê awropî çima ji kurdên Awropayê aciz in?
— Ji ber ko ew nabine awropî.
• • •
— Ez benî, van rojan du ronakbîrên kurd, yên bi nav û deng bi mêvanî hatibûne mala me û sehetekê bi hev ra bi tirkî dipeyîvîn. Ji kerema xwe, tu dikarî bêjî, ji bo çi kurdî ne dipeyîvîn?
— Ji ber ko bi kurdî bipeyîvîyana, xeberdana wana wê dewsa sehetekê, sê seheta bikişanda.
• • •
— Ez benî, rast e, ko dibêjin şêxên êzîdîyan bi eslê xwe va ne kurd in û ereb in?
— Rast e, ji ber ko gava di sedsala 7an da kurd bi zora şûr dikirine musulman, parek ji wana - êzîdî, ne çûne ser dînê Hizretî Mehemed. Wî çaxî ereban şêxên xwe şandine nav wan, ko êzîdîyên mayî jî bikine musulman. Lê dînê êzîdî ewqas bi hêz bû, ko ew ne bûne musulman, lê şêxên ereban bûne êzîdî.
• • •
— Ez benî, di partîyake kurdan da perçebûn çê bûye û endamên wê bûne du paran. Tu dibêjî belevoka pêşin, ko her yek ji wana piştî perçebûnê derxe, wê derheqa çi da be?
— Wê bangî milet û hemû rêxistin û partîyên kurdan bikin, ko dubendî dijminê gelê me ye, werin bal hev, bibine yek, yekîtîyê çê bikin.
• • •
— Ez benî, berî çendekê gotareke min derheqa pirtûkeke hevalekî da çap bû, dijminên wî ji min xeyîdîn, ko min pesinê wî daye, lê ew jî ji min xeyîdî, ko min ew rexne kirîye. Ez di vê rewşê da çi dikarim bikim?
— Îdî hew gotaran binivîse!
• • •
— Ez benî, çima piranîya kovarên sist û bêkêr di wextê xwe da çap dibin, lê piranîya kovarên baş û hewaskar di wextê xwe da çap nabin?
— Ji ber ko ji kovarên sist ra wext û pere têrê dike û hiş têrê nake, lê ji kovarên baş ra hiş têrê dike, lê wext û pere têrê nake!
• • •
— Ez benî, ji ber çi ye, ko gava behs tê ser çapkirina pirtûkan, nivîsara gotaran û karên ji bo milet yên mayîn, hema bêje hemû ronakbîrên kurd xwe didin pêş. Lê carna hema bêje ew hemû ronakbîr dibêjin, ko filan kar ew nikarin bikin û tenê ez dikarim bikim. Qesta wan ez im. Ew ji ber çi ye?
— Ew karê, ko ew dixwezin bikin, tê da pere heye, lê ew karê, ko dixwezin bidin te, tê da pere tune!
• • •
— Ez benî, ji ber çi ye, ko gelek kurdên me bi zaravê soranî dipeyîvin, ez hema bêje gişkan tê digihîjim, lê gava helbestvanên bi nav û deng yên soranîaxêv dipeyîvin, ez ji wan tê nagihîjim?
— Ewên tu ji wana tê digihîjî, di zaravê wan da jî, yê te da jî gotinên biyanî hene, lê yên helbestvanan - kurdîya paqij e, ji ber wê jî tu tê nagihîjî!
• • •
— Ez benî, ji ber çi ye, ko di dema şerê birakujîyê da diha pir kurd têne kuştinê, ne ko dema kurd bi dijmin ra şer dike?
— Ji ber ko gava kurd û dijmin bi hevdu ra şer dikin, yek ji wan tê kuştin, lê gava du kurd bi hevdu ra şer dikin, herdu jî têne kuştin!
• • •
— Ez benî, gelo ji bo çi li gundê me şîr, post, çerm, rûn, mast kêm bûne?
— Ji ber ko şivan û gavanên gund dev ji karê xwe berdane, dest bi sîyasetê kirine.
• • •
— Ez benî, dibêjin, ko dervayî Kurdistanê serokekî netewî peyda bûye û dixweze kurdan ji bindestîyê xilas bike. Gelo ew rast e?
— Bi Xwedê min jî bihîstîye, lê ji karê wî xuya ye, ko dibe kurdan ne ji bindestîyê, lê hema ji binî va xilas bike!
• • •
— Ez benî, rast e, ko dibêjin hinek kurdên nuhhişyarbûyî ketine nav we û we hişyar dikin?
— Bi Xwedê, ji me ra gotin "hişyar bin", em jî hişyar bûn, îcar niha nahêlin em razên!
• • •
— Ez benî, gava ez bala xwe didime berhemên helbestvan û nivîskarên me, çend kes ne tê da, ez tême ser wê bawerîyê, ko ez jî dikarim wek wan binivîsim. Tu çi dibêjî, ez jî nebime nivîskar?
— Eger tê wek wan binivîsî, tê jî wek wan rûyê xwe yê sipî reş bikî.
• • •
— Ez benî, berî çend rojan min ji hevalekî aqil ra tefekûrîya xwe got, ko mixabin li perçekî Kurdistanê dîsa şer e, ew qet ber xwe ne ket, hela ser da jî got, ko gelekî baş e. Gelo qesta wî çi bû?
— Qesta wî ew bûye, ko eger şer heye, tê wê manê, ko Kurdistan hela tam xirab nebûye!
• • •
— Ez benî, hevalekî romanek nivîsîye, naveroka wê gelekî baş e, lê zimanê wê qels e, bi kurmancîke ne zelal e. Gelo ji ber çi ye?
— Belkî ewî baş wernegerandîye!
• • •
— Ez benî, di civîneke nivîskaran da hate eşkerekirin ko nivîskarekî me kurteçîrokeke nivîskarê rûs wergirtîye û navê xwe li ser nivîsîye. Ma ev ne dizî ye?
— Min ji nivîskar pirsî, got, ko ne dizîye, ji xwe ra li erdê dîtîye.
• • •
— Ez benî, hinek heval ser folklora me da tiştên nû zêde dikin. Gelo ew rast dikin?
— Belê, rast dikin! Dem pêşda diçe, folklor jî gerekê pêşda here. Ji bo nimûnê, nava kurdên Sovyet da berê yekî bixwesta yekî mayîn bêhurmet bikira, digot "kero", lê niha, ko dixwezin diha pir bêhurmet bikin, dibêjin "kerê kolxozê". Ango, ew ji kerê malê hîn xirabtir e, ji ber ko beredayî ye.
• • •
— Ez benî, gelo te bihîstîye, ko berî çend rojan hinek rojnamevanên kurd bi radyoya kurdî digotin, ko rojnamevanîya kurdî tune, hela yekî jî digot, ko îsal sala çalkirina wê ye?
— Madem ko rojnamevanîya kurdî tune, tê wê manê, ko ew ne rojnamevanên kurd in...
• • •
— Ez benî, çend nivîskar, zanyarên biyanî yên bi nav û deng, ko bi kurdî jî nizanin, qîmetekî mezin didine berhemên hinek nivîskaran, ewên ko bi kurdî hatine nivîsandin. Gelo raya te ser vê meselê çi ye?
— Nivîskarên me dîtin, ko xwendevan berhemên wan naecibînin, destpê kirin hewara xwe li biyanîyan daxin.
• • •
— Ez benî, rast e, ko li Awropayê mêrên kurdan jî feraqa dişon û xwerinê çê dikin, ji ber ko dibêjin li van deran mafên mêran û jinan weke hev in?
— Belê, rast e, lê tirsa min ji wê ye, ko belkî jin ji wekehevtîyê derbazî serdestîyê bin. Bi bawerîya min, wek îro bimîne jî baş e.
• • •
— Ez benî, hinek kes dibêjin, ko serokê wan dîn bûye. Lê belê, di hêleke din da jî em zanin, ko gelek mirovên zane ji zêdaya aqilê xwe dîn dibin. Gelo fikra te çi ye?
— Ewê tu qala wan dikî, ew rast e. Lê ev serokê han ne ko dîn bûye, lê ji diya xwe dîn hatîye dinyayê.
• • •
— Ez benî, pêşnîyara te ji wan nivîskarên kurd ra çi ye, ko ji efrandinên nivîskarên cihanê yên nav û deng didizin, werdigerînin û wek yên xwe çap dikin, paşê jî dizîya wan derdikeve ser avê?
— Bira an usa xirab wergerînin, ko neyê naskirinê, an jî bira ne ji nivîskarên gelekî bi nav û deng, lê ji yên kêm navdar bidizin.
• • •
— Ez benî, navên hinek kovarên kurdî hene, lê em tu cara wana nabînin. Ew jî wek kovarên mayîn ji hukumetê alîkarî distînin. Gelo çawa kesek deng ji wan ra nake?
— Ewana ji her hejmarekê du lib derdixin: yek dişînine li cîyê ko wek alîkarî pere sitendine, yek jî bal xwe xwedî dikin, bona ko wek îzbatî nîşanî kesên wek te bikin!
• • •
— Ez benî, ev pirsa nivîsandina bi (ı), (i) û (î) bûye bela serê me kurdan. Hinek bi kumik û bi nuqitk dinivîsin, hinek bê kumik û serqot dinivîsin. Gelo bal we - li Kurdistana Sûrîyê ev pirs çawan e?
— Bi Xwedê, ev pirseke pêkenînê ye, ji ber wê jî ezê bi pêkenînan bersîvê bidim: "Di alîyê Çiyayên Kurmênc milet bê kumik dipeyîve, lê dengbêjên alîyê Cizîrê bi kumik distirên!".
• • •
— Ez benî, wê rojê min gotareke te di kovarekê da xwend û hetanî niha jî bawer nakim, ko te ewqas sist nivîsandibe. Gelo ez rast difikirim?
— Belê, tu rast dibêjî! Berpirsyarê wê kovarê bi serî xwe gelek guhartin kiribû navê û xirab kiribû. Eger nav û paşnavê min di binê gotarê da tunebûya, minê nizanibûya, ko ew ya min e.
• • •
— Ez benî, berpirsyarê kovarekê ketîye rewşeke teng û hewara xwe li te dadixe, ko di vê hejmarê da çi çap bike?
— Min bihîstîye, ko di hejmarên berê da gotarên gelek kesan xirab kirîye, paşê çap kirîye. Îcar bira vê carê wan gotaran gişkan berevke û careke din wek hatine nivîsandin biweşîne, ez bawer im, ko wê hejmareke baş jê derê.
• • •
— Ez benî, gava behsa rojname û kovarên kurdî tê kirinê, ewên bi dehan salan çap bûne û niha jî çap dibin û ewên, ko ser hev hejmarek derketine, ew jî bi rûpelekî, datînin rex hev û bi çavekî li wan dinihêrin. Gelo raya te ser vê meselê çiye?
— Ewên, ko demeke dirêj dertên û bi qîmet in - ew rojname ne, lê ewên ko hejmarek tenê derketine - ew nameyên rojê ne!
• • •
— Ez benî, di cîyê karê min da hemû kurd him jîr û jêhatî ne, him jî ciwan û xêrxwaz in. Lê hema bêje hemû miletên mayîn him tiral û tiştpênebûyî ne, him jî ne bedew û çavnebar in. Îjar ez ko vê rastîyê bînime ser zara, ma qey ezê miletçî bim?
— Belê, tê wek miletçî bêyî naskirin. Lê eger tu derewan bikî, wê demê tê înternasyonalîst bêyî hesibandin!
• • •
— Ez benî, ji bo çi bavê me - kurdan hemûyan heye, lê bavê hemû tirkan Atatirk e.
— Ji ber ko tiştên ko hene, ne hewce ye çê bikin. Bavên me bêlî ne!
• • •
— Ez benî, hevalekî serpêhatîke nivîskarekî rûs wergerandîye, lê ji esilê wê gelekî dûr ketîye. Gelo tu dibêjî çima?
— Ji ber ko esilê wê bi rûsî ye, paşê bi erebî hatîye wergerandin, yekî jî ji erebî wergerandîye swêdî, ewî hevalî jî bi tirkî fikirîye û ji swêdî wergerandîye kurdî. Wek tu jî dibînî, bûye tirşika mirtivan.
• • •
— Ez benî, hemû partîyayên kurdan yên Kurdistana Turkîyê dixwezin bibine yek. Îcar ji bo çi hemû li hev dikin, lê yek ji wan hertim dij derdikeve?
— Ji ber ko yek ji wan yekîtîyê usa fêm dike, ko hemû gerekê bikevine bin baskên wê, ango hemû bên bal wê. Lê yên mayîn dixwezin bikevine bin baskên hevdu, bêne bal hev.
• • •
— Ez benî, çi ferq di navbera "Komela nivîskarên kurd" û "Komela nivîskarên kurdan" da heye?
— "Komela nivîskarên kurd" tê wê manê, ko esilê te kurd be bes e. Êdî tu dikarî bi erebî, farisî, tirkî û hela di ser da jî ser van miletan binivîsî, edebîyata wan dewlemend bikî û ser navê nivîskarê kurd bêy hesibandin. Lê "Komela nivîskarên kurdan" tê wê maneyê, ko gerekê nivîsên te bi kurdî bin û ew edebîyata kurdî dewlemend bikin. Hela di ser da jî, yekî ereb, tirk an jî faris eger bi kurdî û ser kurdan binivîse, ew dikare bê hesibandinê wek nivîskarê kurdan. Wek Îbrahîm Tatlisesê kurd dengbêjê tirka ye, Aramê Tîgranê ermenî dengbêjê kurda ye.
• • •
— Ez benî, cînarên me - kurdan, bi çi dilî li me dinihêrin?
— Tirk dibêjin: "Li bal me kurd tunene û em ji wan hiz nakin", ereb dibêjin: "Li bal me kurd hene û em ji wan hiz nakin", fariz jî dibêjin: "Li bal me kurd jî hene, Kurdistan jî heye, lê em ji wan hiz nakin".
• • •
— Ez benî, tu ne nivîskarî, ji bo çi bûyî endamê Komela nivîskarên kurd û hela endamê komîteya karger jî?
— Bi rastî, min jî ne dixwest, lê ji min ra gotin, ko di nav endamên Komela nivîskarên kurdan da yên wek min û hela yên ji min xirabtir gelek hene û eger ez nebim, ew jî gerekê dest ji endametîyê bikişînin, ji ber wê jî ez ji bo xatirê wan razî bûm.
• • •
— Ez benî, endamên partîyake kurdan hêz û zoraya xwe di pirbûna xwe da dibînin. Gelo ew rast in?
— Eger bi pirbûna xwe va karê çêkirinê bikin, wê rind çê bikin, lê eger bi wê pirbûnê karê xirabkirinê bikin, wê rind xirab bikin.
• • •
— Ez benî, dema dibêjin "kurdên Tirkîyê", çi di bîra te ra derbaz dibe?
— Ez texmîn dikim, ko ew kurdên Stembolê, Enqerê, Îzmîrê, Edenê, an jî ji bajarên Turkîyê yên mayîn in. Wek ku, em bêjin "tirkên Kurdistanê", em fêm dikin, ko ew ji Dîyarbekirê, Wanê, Serhedê, Bîngolê, an jî ji bajarên Kurdistanê yên mayîn in. Ango, ji kurdên Kurdistana Turkîyê ra em nikarin bêjin "kurdên Turkîyê". Ev gotin di derbarê kurdên Ermenîstanê, Qazaxistanê, Gurcistanê, Libnanê û cîyên mayîn, ko kurd lê dijîn û ne axa wan e, derbaz dibe.
• • •
— Ez benî, hinek rojnamevanên kurd hene derheqa merivên baş da xirab dinivîsin, lê derheqa merivên xirab da baş dinivîsin û derewan jî nakin. Ew çawa dibe?
— Merivê baş dikare ji sedî 95 baş be, 5 xirab be. Ew rojnamevan eger ji wî mirovî hiz neke, tenê derheqa wan 5 selefan da dinivîse. Merivê xirab jî dikare ji sedî 95 xirab be, 5 baş be. Ew rojnamevan eger wî mirovî hiz bike, derheqa wan 5 selefan da dinivîse.
• • •
— Ez benî, hinek kurdên me hene, bi roj di rêstoranan da firaqa dişon, an jî karê paqijayê dikin, êvaran jî dinivîsin. Bi bawerîya te, ew firaqşo ne, an nivîskar in?
— Ewên, ko berhemên hêja dinivîsin û ji bo xwedîkirina mala xwe bi mecbûrî firaqa dişon, ew nivîskar in. Lê ewên, ko karê wan firaqşûştin e û ji bo navekî derxin, "pirtûkan" dinivîsin, ew firaqşo ne û ji berhemên wan bîna xwerinên genî tê.
• • •
— Ez benî, gava tirk ji kurdan ra dibêjin "em birayê hev in", qesta wan çiye?
— Ew dixwezin bêjin, ko em herdu jî tirk in.
• • •
— Ez benî, tirk erdê Kurdistana Bakur erdê xwe dihesibînin. Lê ji bo çi ye, ko perçê erdê tirkan şên û dewlemend e û wek welatên Awropa pêşketî ye, lê perçê erdê kurdan kavil û xopan e û wek welatên Asîya paşketî ye?
— Ji ber ko tirk jî zanin, ko rojek ji rojan ew erd wê ji dest wan derkeve û bikeve destê xwedî - kurdan. Îdî çima wê wî erdî şên û dewlemend bikin?
• • •
— Ez benî, serokê rêxistineke kurdî ya bi jimara endamên xwe va gelekî mezin, çi biryarê digire, hemû endamên wê bi yekdengî qebûl dikin. Gelo ev demokratî ye, tirsonekî ye an xwexapandin e?
— Di rêxistinên demokratîk da eger serok şaş be, çend aqil dij derdikevin û nahêlin biryara wî bi ser keve. Lê eger serok rast be, çend dîn dij derdikevin. Îcar xuya ye, ko di nav vê rêxistinê da, ko tu bahs dikî, ne mirovên aqil hene, ne jî yên dîn. Di van rêxistinan da tirsonekî û xwexapandin serdest in.
• • •
— Ez benî, ez diçime kîjan komela kurdan, li wir gazinê xwe li hemû rêxistinên kurdan yên dervayî xwe dikin, ko ewana bi kar û barên xwe va Kurdistanê xirab dikin. Tu çi çareyekê dibînî, em çi bikin?
— Propoganda bikin, bira tu komeleyek, tu rêxistinek karê kurdeyatîyê nekin. Wî çaxî bi kêmanî Kurdistan xirab nabe!
• • •
— Ez benî, ev gotina "serokê netewî" tê çi maneyê?
— Ew tê wê maneyê, ko ew serekê netewa kurd e. Îcar, eger tu ewî ji xwe ra serok nahesibînî, tu ne kurd î. Lê eger tu ji sedî sed kurd î, tê wê maneyê, ko ew ne serokê hemû kurdan e.
• • •
— Ez benî, ez piştgirîya filan partîya kurdî dikim, endamên partîyên dinê dixeyîdin, piştgirîya hemîyan dikim, dibêjin durû ye, piştgirîya tu kesî nakim, dibêjin ne welatparêz e, dostanîyê bi pêşverûyên ji miletên mayîn ra dikim, dibêjin casûs e. Gelo ez li mala xwe rûnêm ne çêtir e?
— Îcar wê ji te ra bêjin beredayî ye.
• • •
— Ew kurdên ko têne Awropayê û dewa rûniştinê dikin, rewşa wan berî sitendîna îzina rûniştinê û piştî wê, çawan e.
— Berî sitendina destûra mayînê li wî welatî, dewlet piranîyan ra çend caran bi resmî dibêje: "Tu nikarî li vî welatî bîmînî, gerekê herî welatê xwe, an jî welatê ko tu jê hatî". Pîştî sitendîna destûra mayînê jî dibêjin: "Tu nikarî herî welatê xwe, gerekê li vir bimînî".
• • •
— Dema tu gazinê xwe ji du serokên kurdan dikî, hîç ferqê danaynî navbera wan û dibêjî ko herdu jî bi kar û barê xwe va xizmetî dijmin dikin. Lê ez zanim, ko di navbera wan da ferqek mezin heye. Gelo bi bawerîya te jî ferq heye, an na?
— Serokekî kurdan bi xwe rê nîşanî dijmin dike, ko çawa dikarin dijminatîya kurdan bikin, yê dinê jî dijmin rê nîşanî wî dide, ko çawa dijminatîya kurdan bike.
• • •
— Hinek nivîskarên kurd nexwendî ne. Dema ji wan ra dibêjî "nexwendî", dibêjin: "Meriv dikare nexwendî be, lê aqil be. Lê merivên aqil jî dikarin nexwendî bin". Gelo tu ji van kesan ra çi bersîv dibînî?
— Merivê nexwendî dikare xwedî tiştekî be: dikare aqil be, lê her nexwendî ye. Lê yê xwendî dikare xwedî du tiştan be: xwendî ye û dikare aqil be jî.
• • •
— Van dawîyan hate belûkirin, ko kurdekî meyî aqil û welatparêz bi dewleta dijmin va hatîye girêdan. Ev yek hîç nakeve serê min. Gelo ew çawa dibe?
— Dewletek ko dikeve nava miletekî, yên aqil hildibijêre, ji bo ko înformasyonên giranbuha jê bistîne û yê welatparêz hildibijêre, ko şika tu kesî li ser tunebe û her kes wek te bêje: ”Ev yek hîç nakeve serê min”.
• • •
— Hinek komele û rêxistinên kurdan hene ji dewletê peran distînin, pareke wan peran ji bo milet bi kar tînin, parek jî dixun. Lê hinekên dinê jî ji dewletê peran distînin û wan peran naxun (lê maeş didine hinek karmendên xwe), lê ji bo milet kar jî nakin. Gelo ji vana kîjan baş in?
— Herdu jî gerekê herine ber mehkemê. Yên pêşin gerekê herine ber mehkema dewletê, ji ber ko perên dewletê xwerine; lê yên dinê gerekê herine ber mehkema milet, ji ber ko bona milet kar nekirine. Îcar milet – miletê me ye, lê dewlet – ne dewleta me ye. Eger em li milet bifikirin, ew kesên ko ji bo milet kar dikin û li dû xwe kar dihêlin, ew gelek ji yên din baştir in.
• • •
— Gelo ji kurdan kê pirtir bi tirkî diaxivin; ewên ko bi kurdî baş nizanin?
— Na, ewên ko bi tirkî baş nizanin!
• • •
— Ez benî, du dikarî ji kerema xwe ra dîdema jîyana merivan gorî salên wan bînî ber çevan?
— Eger meriv bîst salî ye - ew berx e, mîna berxan cahil û şîrin e, heger sî salî ye - ew gur e, îda dikare bê minet malê xweyke, heger çil salî ye - îda şêr e, qet mineta wî ji kesî tune, heger pêncî salî ye - ew lokê devan e, îda dilikume, heger şêst salî ye - ewê îda rûvîtîyan bike, heger heftê salî ye - ew îda bûye postekî vala, îda tu tişt pê nabe.
• • •
— Ez benî, ez musulman im û tu êzdî yî. Ferqa di navbera me da çi ye?
— Ferq ew e, ko tu, Seddam Huseyn, Xumeynî û Atatirk ji malekê ne û dînê te berê dînê ereban bûye û paşê bûye dînê beşeke kurdan jî. Lê ez, Erebê Şemo, Dewrêşê Evdî û Hecîyê Cindî ji maleke din in û dînê min berê jî, niha jî dînê kurdan e.
• • •
— Ez benî, îro wisa bûye, ko welatên cihanê li Îraqê sê komên (grûp) miletan nas dikin: sunî, şiyî û kurd. Îcar sunî û şiyî navên dînî ne, lê kurd jî navê milet e. Wisa dertê ko kurd ne sunî ne, ne jî şiyî ne. Gelo nabe, ko kurd jî wek wan bi navê dînê xwe yê rasteqîn, ango êzdîtîyê bêne naskirin?
— Dibe. “Sunî” û “şiyî” navên dînî yên ereban e û eger em navê dînî yê kurdan jî daynin li ser kurdan ew dînê êzdîtî ye. Ango, ji vir û şûnda welatên cihanê dikarin wan hersê koman awa bi nav bikin: sunî, şiyî û êzdî. |