SWÊD, 13/4 2008 — Ji xeynî nivîsar û hin pirtûkên bi kurdî, cara pêşin ko bi Dîroka Edebîyata Kurdî serwext bûm, bi xêra nemir Qenatê Kurdo bû û pirtûka wî ya bi heman navî bû. Lê di hin cihan de, di derbarê hin şairan de, tenê malûmat an jî helbestek bi tenê weko mînak ji xebatên van şairên mezin, dabûn. Zanistiya wekî din, ji dîrokek ko hêj nehatiye vekolîn, ji xezîneyeke milî ko hêj nehatiye dîtin, re dihişt.
Siyahpûş di nav vê dîrokê de, xezîneyeke wusan veşartî bû. Tenê şiirek bû: «Dîlberek min dî bi çavan, agirek berda hinavan…» Lewra em gavê dibînin ko Siyahpûş şairekî mezin, pênûseke twîj î evîndariyê bû. Çawa dibe ko şairekî ewçend mezin di nav miletekî de, ta nuha winda ye! Di derbarê vê pirsê de, bêguman gelek gengeşî bûye û em dê viya dubare nekin, bi gotinekê tenê, bersiva vê em dikanin bidin, ko em, tu qîmetî nadin vê xezîneya xwe ya milî. Bila pirtûkxaneyên miletên din sax bin ko ev cewahir ta nuha ji me re hilanî ne. Belkî bi xêra wan, em ji nû de, li xwe vegerin û ew rûpelên windayî, vala, di dîroka xwe de, dagirin.
Berya çend salan bû, min heyfa xwe lê dihanî ko berhemên van şairên me winda ne. Rojek ji rojan di sohbetekê de dostekî got ko li ba wî dîwana Feqê Teyran, Sîsebanê, (Ber Sîs) ya Hespê Reş û helbesta Avê, tekûz hene. Min got ko: ”malava tu çima çap nakî? An bide hinekan bila çap bikin!” Xuya bû ko wî li ser xebat dikir û dixwest bi xwe çap bike. Serçavan. Lê, divê em ji bîr nekin ko evana malê miletekî ne! Zûtirîn jî divêt diyarî wî miletî bibin. Bawer im yek ji hesasiyeta ronakbîrîyê ji eva ye. Ev berhemên wusan ne malê bavê kesekî ji me ne! Çiqasî zû bikeve nav miletekî ewqas baştir e.
Me behsa ”lixwevegerînekê” kir, bêşik eviya haybûyina ji dîroka xwe ye. Hebûn û xurtbûna wêjeyeke milî, hergav pala xwe dide klasîkên xwe. Ko em klasîkên xwe, edebîyata xwe, ya klasîk, nehûnin, zindî nekin em dê nikanibin wêjeyekî milî î modern biafirînin. Ji ber ko referensên me ê nebin. Eviya ji bo her miletî wusan e û ji bo me jî ê wusan be.
Bifikirin ko dîwaneyeke weko ya Seyfulmuluk an Sîsebanê, ji çendî şair û niviskaran re ê bibana kaniyeke îlhamê! Belkî, ta nuha, romanên wan, operayên wan, tiyatroyên wan heba na. Lê, dusedsal şûnde em bi dîwaneyeke nola Seyfulmuluk hay dibin! Eviya ne kêmasî, sosretek e, ji bo xelkekî. Herweha kêmasiyeke mezin e ji bo ronakbîrên wî xelkî.
Nuha cî bi cî em dibînin ko dezgeh tên ava kirin û ronakbîrên ko bi hestên netewî tên sotin peyda dibin. Bêşik, kiryarên wusan, hêvî û bahwerîyekê li ba mirov çêdikin. Kurd êdî li xwe vedigerin! Li dîroka xwe, zimanê xwe, vêjeya xwe, xwedî derdikevin. Kesên weko mamosta Celîlê Celîl hêjayê hemî pesinandin û sipasiya ne. Incex, ruhên wusan ji miletekî re dibin nîşana hestên netewî û pêşevaniya ronakbîrîyê.
Li gorî hesaban, Seyfulmuluk di salên 1785 û 1790-î de hatiye nivisîn. |