STOCKHOLM, 10/4 2007 — Mirov dema mezin dibe, bi nav salan ve dikeve gelek bîrewerî û bîrhatinên jiyanê li xwe dicivîne. Tûrikê jiyanê î vala ji zarotiyê ve digre milê xwe û hêdî hêdî bi bîrhatinên salan viya tijî dike. Ji van, bîrhatinên zarotiyê alîyê herî girîng in. Teqna wan ji yên din girantir in. Ji ber ko mirov her car li wan vedigere, ji zar û zêçên xwe re mîna çîrok û meselokan dibêje û dilibîne.
Ez li gund mezin bûm. Salên zarotîyê bi meraq in: zivistanan li odeyên gund, buharan li ser bênderan, havînan jî li ber taldeyên dîwaran li derdora mezinan em diciviyan. Me guhên xwe miç dikir, bi baldarî li meselok û bîrhatinên wan guhdarî dikirin. Gelek ji van bîrhatinên leşkerîya tirk bûn, yek ji wan jî di bîra min de nema ne! Hinek ji wan jî çîrok, meselok û dûrikên kurdî bûn, axilbeyê wan li bîra min in. Min leşkerîya tirk nekir û ez dê nekim jî, ez viya bi serfirazî dibêjim. Lê dibistana wan min xwend, ez bi darê zorê û geftên mamosteyan fêrî tirkî bûm. Zilma wan em ji kurdbûyinê bêtir haydar kirin û reya hilbijartina kurdayetîyê ji me re eşkere kir.
Bêguman gelek bîrewerîyên dibistana zarotoyê li bîra min tên. Gelek caran di 23-yê nîsanê de helbestên li ser Kemêl bi me didan gotin, yek ji wan jî li bîra min nayê! Tenê helbestek bi navê: »Gundê Min« hema hema tê bîra min, vê helbestê bala min kêşandibû, nuha ne şair ne jî şiir bi tevayî li bîra min e, tenê hin gotin wekû: »gundê min! li wir e… ez herim jî, nerim jî ew gundê min e. bibînim jî, nebînim jî ew gundê min e!« bi vî babetî bû bawerim.
Bîrewerîyên Nisêbîna min bêguman gelektir in. Nuha li xerîbiyê dema ez wan bi bîr tînim bivê nevê nostaljîk dibim, li rojên berê vedigerim. Li wan rojên bihar û havînên germ; dema ko dunya hinekî hênik dibû, ber bi esra dereng ve hê nû Nisêbînî hişyar dibûn. Xwe berdidan kolanan, jin li bexçeyan an li ber sîya dîwarên bilind rûdiniştin û diketin galegalan. Mêr jî li qehweyan; dema ko hênikayê destpê dikir xwedîyên qehweyan wê gavê sendalî û maseyên xwe dikêşandin, li der bi cih dikirin. Mişterîyan firînî bi çayê dixist, şirqînî ji maseyên qeremaç û okeyan bilind dibû. Me xortan jî gelek caran li gel heval û hogiran piyase dikir. Ev gera carna ji kolana Qişlê destpê dikir: li sêreya Qişlê di ber firinekê re dibuhurîn ko firina xwe hêj bi agirê êzingan dadida, bîhna nanê teze bi ser me de difûriya em birçî dikirin. Hinekî li jêr, li alîyê rastê, dikanek xeratîyê hebû, hertim tabûtek dudo li ber paldayî, li benda xwedîyê xwe bûn; neûzûbillah, fikrên nebûyî di mejîyên me de pê dixistin û me berê xwe jê diguhert dida alîyê din, li çend dikanên ko zad difrotin dinerî.
Jê wêdetir ko me qehweya Omerîyan û dikana berberê li hember derbas dikir em digihiştin qorzîya meskenê Selman-î Pak. Deh gavan jêrtir reyek digeriya diçû garajekê, li wir jî tamîrxaneyeke mirovekî hêja kurdperwerekî mezin Mualîm Hosta hebû. »cihê wî bihişt be, ew jî bi derbên leşkerên tirk çû!« Hergav wexta wî ji me re hebû, me çayêk wî vedixwar li çend gotinên wî ên aqilmendî guhdarî dikirin. Hê jêrtir ko me çend dikan, aşxane û qehweyên din derbas dikirin em digihiştin garaja texsîyan û li hember wê jî sînemeya Mungan hebû, li milê rastê jî hotêla Kemal Gozê, li qata jêr ya hotêlê çend dikan rêzkirî bûn, yek sûretçî, yek beqlawecî, yek jî temîrcîyê teyb û televizyonan û li beramber jî xanîyên efendîyan, li ser bixêriyên wan hergav hêlînên leglegan hebûn.
Li ber benqeya Ziraetê erebeya şaredarîyê ya ko av li nava bajêr direşand digihişt me û me xwe ji ber dida alîyekî da em şil nebin. Sûka qacaxçîyan diket paş benqê, lê me reya xwe rast didomand, çend dikan û aşxaneyên din dibuhurandin heta em digihiştin ber Erasê ko me Erase derbas dikir em digihiştin dikana Omer Pinê, nizanim çi tesadufî bû, her cara ko min ê tiştek jê bikeriya ev mirova li ber kasê rûniştî xwarin dixwar. Piştî dikana wî beqlaweciyek din hebû, li koşa xaçerêyê bû, bawerim dikana mala Gelmedîyan bû. Li xaçerêyê em rast dadigerîyan me berê xwe dida derîyê Qamişlo. Ji xwe ev reya nava bajar dihat hesibandin, tev dikan, azaxane, aşxane û dayreyên arzuhalcî û advokatan bûn, li jor jî avahîyên rûniştevanên bajêr î halxweş hebûn, vê dawîyê li hêla çepê sînameyek havînî jî vebû bû.
Piştî teqnekê em digihiştin meydana seraya dadmendîyê, ji xwe li wê ortê heykelê serê Kemêl daçikandî ye, li teniştê polisxane hebû, paşê li wir wekî gelek hevalên xwe min jî têra xwe işkence dît. Jê wirde postexane bû, bi postexanê ve jî cihê cendirman hebû, li hember van jî dibistanek zarîyan hebû. Reyek ji vir dadigeriya ber bi nexweşxana bajêr ve diçû. Berya ko mirov bigihêje derîyê Qamişlo, hefsa bajêr hebû, dawîn ew jî bû nesîbê me, çend meh ji jiyana xwe me li wir jî derbas kiriye. Lê berya ko em bigihêjin ber hefsê em li hêla rastê dizîvirîn reya ko di ber Mar Yaqup û Zeynel Abidîn re derbas dibû, me digirt, paşê jî me Kanîka dikir du gav em dîsan ber Qişlê ve dihatin.
Eva tenê dîmenek û gereke me ji Nisêbîna rengîn bû. Wekû Eslîxan xanim di pirtûka xwe de dibêje: »gelek şaristanî li vê deverê hêşîn bûne, mirovên cuda li ser vê erdê jiyane. Şopa wan lê maye!..« Ê me tenê demeke kurt, bi hengame, xirecira siyasî û pevçûn bû. Me qîmetê vê erda pîroz nizanî bû. Li ser wan kevirên ko bi hezar salan keda mirovan ketibûyê, bira xwîna bira rijand. Paşê jî wekû noka ko li kevir bikeve em ji hev belav bûn. Hinek ketin bin axa sar, hinek di hebsan de riziyan û hinek ji me jî terkûdunya bûn, li welatên xerîb mahcir man. Eva bû bistûçar sal ko min Nisêbîn nedîye lê her car dema ko li ber avekê radiwestim dengê wê bi xuşîna çemê Bûnisran ve dişibînim, teqînek her gav dengê topa rojîya remedanê ko li ser Qişleyê bû bi min bîr tîne.
Eslîxan xanimê bi vê pirtûka xwe Nisêbîn nêzîkî me kiriye, xistiye hundirê mala me. Mala wê hezarûsed caran ava be! Me jî bergirtiya vê pirtûkê kir, li ser dilê xwe danî, mîna şemamokeke rengîn, quraneke muqeddes li malê daliqand. Her gava ko me bêrîya welêt kir, an dema dostekî me hat bû mêhvan li ba me, em dê vekin û bi serefrazî nîşanî wan bikin da bibêjin:
Kurmanc ne pir di bêkemal in
Emma di êtim û bê mecal in
Fi-l cimle ne cahil û nezan in
Belkî di sefîl û bêxudan in.
Ev pirtûka bi her babetî hêja ye. Netîca ked û xebateke bêhempa ye. Berya hertiştî zimanê wê kurdî ye. Miletek bê dîrok nabe. Kesê ko dîroka xwe zanibe, jê haydar be, ê bi xurtî li hebûna xwe xwedî derkeve, zanava xwe biparêze. Di vê pirtûkê de dîrokek zindî heye. Ne tenê ya me, ya mirovahiyê tevî! Herçendî ko li ser heremeke Kurdistanê be jî, mirov Kurdistanê hemî tê de dibîne. Her çiqasî ko di derbarê çandekê de be jî, şaristaniya mirovahiyê tevî radixîne beramberî me. Axa Nisêbînê bang dike, kevirên Nisêbînê diqîrin; şahidîya şaristaniyên û çandên hezar salane dikin. Dara yê Hama ko dixwest Zerdeştiyê bike dînê dunyayê tevî, li ser vê xakê perestgeh ava kirine, Xiristyanan kinişteyên xwe î pêşin li ser vê erdê bi xaçan xemilandine, ilmdaran li vêderê xwendegehên zanistiya destpêkê vekirine…
Eslîxan xanim van tevan û bi taybetî jî Nisêbîniyan, bi cil û bergên xwe, bi rabûn û rûniştina xwe, xwarin û vexwarinên xwe, bi dûrik û meselokên xwe ve, hemî radixîne ber me; ji me re sufreyeke ji her teaman hazir amade kiriye, kerem bikin!
Sipas Eslîxan xan!
Her Nisêbîniyek her kurdek divê vê pirtûkê ji xwe re peyda bike! |