STOCKHOLM, 2/2 2008 — Di 13-ê oktobera 1806-an de Napolyon bajarê Jena fetih kiriye. Di heman wextê de Hegel di odeya xwe de ko nêzî sûka bajêr e, rûniştiye û pirtûka xwe ya bi navê “Fenomenologî ya Giyan” dinivisîne. Di pacê re dibîne ko Napolyon li ser hespê di meydanê re derbas dibe. Wa xuyaye ew leşkerên xwe teftîş dike, lewra ev dîmena li ser Hegel bandorekê kûr dihêle loma ko dinivisîne: “ Qeyser-ev giyanê dunyayê- min dît. Li ser hespa xwe siwar di nava bajêr re bihurî, teftîş dikir. Dîtina şexsiyeteke wusan payîyek (imtîyazek) gelekî bilind e, weko li vir tenê di niqteyekê de, rûniştî li ser hespekî, dunyayê dagir (fetih) dike û lê hikum dike… tenê zilamekî weha ne di ser xwe re dikane pêşketinên bi vî babetî ji çarşemê ta bi duşemê pêk bîne…”
Feylesofekî mîna G. W. F. Hegel ev heyranîya ko li vir nîşan dide ne ji bo şexsekî tenê bû. Ê dîrok li gor diyalektîka wî her bi pêş biketa, zanistiya azadîyê li ba mirovan çê biba û li gel xwe guhertin bianînina. Bêguman ev “Giyanê Dunyayê” jî girîng bû, mohra xwe li vê helwestê dixist serkêşiya vê pêşketinê dikir. Dîroka mirovahîyê çendî ko ne ya qehremanan be jî tu carî bê qehreman nebû ye. Lewra ko dîroka mirovatîyê axilbe ya şer û pevçûnê ye, kesên wusa navdar jî zêdetir di vî beşî de peyda bûne. Şexsiyetên cuda di her warî de, bi xisûsiyetên curbecûr di dîroka mirovatiyê de hene. Bêşik helwest, tewr, kiryar û ehlaqê wan bi tevayî bûne mînak ji mirovan re. Mirovan ev yeka di gelek alîyên jiyana xwe de bi kar anî ne. Di çanda mirovan de ev kesana bûne mijarên çîrok, roman, tiyatro, opera, film û hwd. Kiryarên van kesên navdar bandoreke mezin li ser dîroka mirovatiyê hiştiye û dihêle. Ji hêlekê ve jî gelek xisûsiyet, çalakî û tiştên din li dîroka van kesana zêde kirine (fiktive).
Weko mînak di her dînî de mirov hedîsên pêximberan dibîne. Ev nivisên bi vî babetî paşê hatine lêkirin. Çendî rast an derew bin jî, bi vî şêweyî şexsiyetek li dor wan hatiye avakirin, ew gotin malî wan bûne. Ji ber ko dîn incex bi reyeke wusan dikane mirovan haş bike, bawermendîyekê li ba wan peyda bike, bi gotineke dînî ”wan têxe reya rast”.
Ev navên dîrokî hemû ne bi başî tên naskirin. Yekî nola Sikenderê mezin, Hanîbal, Sezar, Napolyon bi zîrekîyên xwe î leşkerî, Cengizxan, Atîla, Timurlenk bi zilmdarî û hovitîyên xwe ên wekû Selahedîn û Rikard bi maqûliya (gentlemen) xwe û yekî nola Herostratos bi xirabîya xwe… Ev mirovana û gelek kesên din bi zanyarî, başî û xirabiyên xwe di dîroka mirovatîyê de şopa xwe hiştine.
Rojekê di swêdî de ez li gotinekê likumîm (herostratisk ryktbarhet) ango: navdariyeke herostratosî. Dema ez li ser vê gotinê hur bûm min dît ko eva ji navê Herostratos hatiye. Ango ew kesê ko di sala 356 bz 21-ê tîrmehê de perestgeha Artemîs li Efesos şewitandiye. Herostratos ji bo ko navê xwe di dîrokê de bihêle çûye perestgeha Efesos şewitandiye. Çendî ko mehkemeyên demî xwestine navên wî ji dîrokê xerab bikin, dîsan bi ser neketine. Ev nav di dîrokê de cî girtiye.
Mebesta min ne ew e ko ez li vir lîsteyek ji navên dîrokî biweşînim, dixwazim bibêm ko em dîrokê çawa şirove bikin em dê her rastî van navdaran bibin, beş bi beş, çi di şerî de, çi di xweşî û zanyarîyê de. Li vir em behsa dîrokek dunyayî dikin, lê dema em behsa dîroka xelkekî bikin eva tê guhertin. Milîbûyîn hebûneke dawîn e ko li mirovatîyê peyda bûye. Şexsiyetên dîrokî di dîroka xelkekî de xwedî roleke berzetir in. Tu milet bê şexsiyetên wusan tu dîrok ava ne kirine. Li vir êdî pirs ne ya ”giyanê dunyayê” lewra ya ”giyanên milî” ye. Tenê ziman û xak çerçoveyeke vala ye ji milîbûyinê re. Incex dezgehên milî î xurt û karekterên milî dikanin hestekî netewî li ba xelkekî ava bikin û bistewînin. Avakirina dezgehan bêgoman karekî siyasî ye, lewra hayê min ji otorîteyekê wusan hêj nebû ye! Ji ber ko enteresa min edebî ye, ez dixwazim zêde li ser vê hêlê rawestim. Karekter jî incex dikane bi vê reyê bên hûnandin û zanaveke milî bigrin.
Di vir de muqayesek pêwist e, ew jî di cih de ye ko em viya bi dîroka dujminê xwe î yekemîn re bikin, ango dîroka turkan. Di salên zarotîyê de, dema ez diçûm dibistana pêşin navekî bala min kêşandibû, her li bala min ev nav mabû, Ulubatli Hasan vê dawîyê min hinekî li ser vî navî kola. Ev Ulubatli Hesenî di fetihkirina Konstantînapol ”Istanbol” 1453 de qaşo ew kes e ko sancaxa osmanîyan di ser sûra bajêr de darçikandî ye. Xwedê giravî dibên bi qasî 20 tîr li laşê wî ketine lê dîsan sancax berneda ye; heta ko nihîtekî mezin li binguhê wî dikeve û wî ji ser bedenê dike xwarê. Gelo yekî wusan hebû ye an ne, eva ji xwe ne dîyar e, tenê di mukawîyenama Sultan Memed de behsa bûyereke wusan dibe. Weke ji nav diyar e, diva bû ko ji devereke bi vî navî ba, lê devereke wusan nehatiye dîtin. Eşkere ye ko ev nav çêkirî ye; ango fiktîv e. Lê îro li Turkîyê li her bajarî dibistanek, cade an kolanek bi navê UluBatli Hasan heye, bi gotineke din weko termînatorekî turk e, hemû qehremaniyên dunyayê lê civandine. Di edebîyata turk de bi sedan Ulubatli Hasan hene. Her turkekî ko li turkîtiya xwe bifikire ê bi hêsanî xwe bikanibe bişibîne bi sedan Ulubatli Hasan-an.
Ko em vegerin ser dîroka xwe, gelo em dê çend ”Ulubatli Hasan-an” bibînin. Bi bawerîya min ne bi sedan, bi hezaran û dehhezaran em dê qehreman û canfedayên kurd bibînin. Lewra tev sêwî mane, tirbên wan ne diyar in. Di edebîyata me de nebûne mijar, nehatine hûnandin, karekterekî milî negirtine, bi gotineke din; nebûne ”Ulubatli Hasan-ên” kurd. Di vê hêlê de mîraseke me î ko heye ew jî Ehmedê Xanî ye. Çendî ko em dereng pê hisiyabin her îro jî aktuel e, şirove û tespîtên wî î di derbarê karekterekî kurdî de çawa sêsed sal berê rasteqîn bûn, nuha jî li me tên:
Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da
Kurd di hebûn û dewleta dinê da
Gelo çima û ji ber çi mane bêpar
Hemî ji ber çi bûne bindest û stuxwar!
Wan bi şûrên xwe girtiye bajarê meşhûrîyê
Wan dîl girtiye welatê xîretê û mêrxasîyê
Her mîrekî wan bi ciwamêrîya xwe Hatem e
Her mêrekî wan bi şerkarîya xwe Ristem e
…
Ciwamêrî û çavfireyî û hîmmet
Mîranî, mêrxasî, hem jî xîret
Ew bûne nîşanên tesdîqkirî jibo êlên Kurdan
Wan, bi şûrê xwe û xîreta xwe daye dengan
Bi qasê ko ji ber mêrxasîya xwe xîretkar in ew
Ewqas jî ji minetê nefretkar in ew
Ev pêjna hîmmetê ya bilind, û pêjna xîretê
Nahêle ko ew hilgirin barê minetê
Ji ber vê yekê ye ko ew tim ne li hev in
Tim ji hev cuda ne û tim li dijê hev in
Di van bendan de Ehmedê Xanî karekterekî kurd bi şeweyekî tevahî şirove dike. Pirs û bersiv li gel hev in. Reçeta çarenûsîyê jî bi haweyekî tekûz daye me. Lê mixabin me bergirtiya vê programa milî nekiriye, ewa nehewandiye dilên xwe. Sedemên viya bêguman gelek in dîrokzan ê baştir berbiçav bikin. Ez tenê dixwazim meselê ji hêla edebî ve rave bikim. Di edebîyata me de karekterekî milî nehatiye sitiran. Ronakbîrên kurd, nivîskarên me berê xwe nedanê ko karekterên milî î kurd biafirînin, an ên dîrokî bihûnin û xurt bikin. Ev yek ji wan sedeman e û ya girîngtirîn e ko hestekî neteweyî î xurt li ba me peyda nebûye. Di her straneke kurdî de xiyanetek heye. Di her meseleke kurdî de bêbextiyeke heye. Di edebîyata me de axilbeyê mijarên pirtûkan xiyanet e! Hemû dîroka me bi »Belûqîya Beko dagir kirîye. Miletê me bi hêsanî asimîle dibe. Serokên me, me bi pênc qirûşan difroşin, xayîn dikevin! Dujminê me ji endamên civaka me komê cehşan ava dikin, me bi hev didin kuştin. Em hevedîn bi rehetî bi xiyanetê îtham dikin.
Bi bawerîya min eviya fenomeke dîrokî ye di civaka me de. Xiyanet bûye mîna kompleksekê ji me kurdan re. Viya jî weko kompleksa Beko bi nav dikim. Ji ber ko bi zêdeyî me ev karekter hûnandîye. Ji mîrasa Xanî yê nemir me ew wergirtîye, li Bozê Rewan siwar e û ha ha cirîdan li nav me davêje. Di termonolojîya sîyasî de mirov dikane ji vê re bibêje Kompleksa Xiyanetê jî. Ji bo ko were famkirin ez naveroka gotina ”kompleks” ango bi vê gotinê dixwazim çi bibêjim, şirove bikim. Bêgoman li vir ez çêl haletek rûhî dikim. Loma jî ez vê naverokê ji ”Kompleksa Oîdîpus” ya Sigmund Freud deyn dikim, weke çawa wî ji dirama Sofokles (496 bz-406 bz) ya bi navê Key Oîdîpus deyn kiri ye. Dirama Sofokles li ser qedera mirovekî ye. Çi dike çi nake jî dawîn her ev ”qeder” xwe digihîni yê. Çîroka Oîdîpus bi kurtî: Dê û bavê Oîdîpus (Laios û Lokaste) rojekê ji remildarekî dibihîzin ko ê lawek ji wan re çê bibe û ev ê rojekê bavê xwe Laios bikuje û bi diya xwe Lokaste re bizewice.
Ji ber vê yekê dema ko ev law ji wan re çê dibe, ko hêj di pêçekê de ye wî didin hineke din. Ji bajarê wan dûr. Laios li Tebe key bû. Dema ko Oîdîpus mezin dibe tê digihê ko ne lawê rasteqîn î malbatê ye. Terkûdunya dibe. Li ser reyekê rastî Laios dibe û wî dikuje. Tê Tebe. Li Tebê sifînsek li ber bajêr veketiye û kî ko derdikeve wan dadibelihîne dixwe. Tenê bi rastbersiva metelekê mirov dikane zora sifînksî bibe. ”Kîjan mehlûqat e ko serê sibê li ser çar lingan û nîvro yê li ser du lingan û êvarî li ser sê lingan dimeşe”? Bersiva Oîdîpus ”însan” e. Loma ko dema mirov hêj bicûk e bi çarlepkan û mezin dibe li ser du lingan û ko pîr dibe bi alîkariya kopalekî bi rê ve diçe. Piştî ko bajar ji sifînks azad dike Oîdîpus dibe key li Tebe û bi xatûna bajêr Lakoste yê re dizewice. Bi vî babetî jî ev kehaneta tirajîk bi cî tê.
Li vir pirsa ko ez dixwazim zelal bikim û bi raya min divê were minaqeşekirin ya hestê milî ye. Şiûrek milî li ba miletekî ji ber xwe çê nabe. Xurtbûna hestekî wusan bi dîroka wî xelkî ve ava dibe, distewe. Bi xebatê, bi babetê jiyana xwe, tewr û exlaqê xwe em dikanin qedera xwe biguherînin, xwedî li qîmetên xwe derkevin. |