“Kesê ko ji bo zimanekî din zimanê xwe înkar bike, nasnameya xwe, heta xeyalşkestinên xwe jî diguhare. Ew qehremanekî derewîn e; dev ji bîranînên xwe, heta dereceyekê dev ji xwe berdide.” E. M. Cioran
SWÊD, 10/10 2007 — Qenaetên şaş û helwêstên ko xwe dispêrin wan qenaetan jî ji bo biserketina asîmîlasyonê xizmeta peydakirina şertên destdayî kiriye. Loma divê mirov bi israr li ser vê mijarê raweste û ji bo rohnîkirina civakê hewildanên pirhêl nîşan bide. Lewra hin mirovên ko rastîya ji derveyî xwe bi hemû pîvanên wê nikarin bibînin, ji xwe re hem kiriye adet û hem jî taybetmendî ko di pencereyên xwe yên piçûk re, di taqikên xwe re berê xwe bidin cîhanê. Gava kurdîya wan têrê nake, ew vê yekê bi “têrnekirina” kurdî ve girê didin. Ev taybetmendî li ba van kesan dibe sedema şaştêgihiştinekê. Ji ber vê şaştêgihiştinê ye, ew weha bawer dikin ko kurdî bi zanebûna wan ve bisînorkirî ye. Ji wan heye ko sedema qelsbûna kurdîya wan “qelsbûna” zimanê kurdî bi xwe ye. Mirovên weha îdîa dikin û dibêjin; ji ber ko kurdî zimanekî “qels” e, ew jî ji bo derbirîna hizrên xwe mecbûr dimînin ko zimanekî din tercih bikin.
Ango di derheqê kurdî de hem qenaetên şaş hene û hem jî pêşhikim. Einsteinî bê sedem negotiye; “Parçekirina pêşhikimê ji parçekirina atomê dijwartir e.” Di warê kurdî de jî qenaetên şaş, pêşhikim, idîayên pûç, nêrînên ji zanistê dûr, mixabin ji destpêkê de tesîra xwe li civaka me kiriye. Loma divê mirov bi wan dakeve.
Ma zimanê qels heye?
Prof. Alvar Ellegårdê ko di Ansiklopedîya Neteweyî de endamê Desteya Zanistê ye jî di nivîsa xwe ya ‘Xwezaya zimanê mirovî’ de weha dibêje; ”Strukturên zimanên hemû mirovên ko vê gavê zindî ne, bi awayekî giştî dişibin hevdu. Tevî ko niştecîyên Awistralyayê bi ihtimal bi dehhezar salan ji hemcinsê xwe cuda mane jî di navbera zimanê wan û zimanên cîhanê yên din de tu ferqeke giring tune ye.” Di hemû zimanên xwezayî de ji derveyî struktura her zimanî ya xweser, taybetmendinin hevbeş hene ko di zimannasîyê de ji wan re dibêjin “taybetmendîyên giştî, an taybetmendîyên unîversal”. Helbet giring e bête dîyarkirin ko minaqeşeyên li ser taybetmendîyên giştî yên ji bo hemû zimanan derbas dibin hê jî rojeva zimannasan mijûl dikin û hin zimannas hene ko bi awayekî pir germ li vê pirsê nanêrin.
Tevî van têbînîyan jî ez dixwazim behsa hin taybetmendîyan –qet nebe yên herî sereke- bikim ko ji bo hemû zimanan derbas dibin. Li gor zimannasîyê, taybetmendîya zimanê mirovî ya herî giring ew e ko her gotin an bêje xwedîya sîstemeke duartîkulasyonî ye. Ev têgeha ko cara yekem ji alîyê zimannasê fransî André Martinetî ve hatiye bikaranîn tê wê maneyê ko her peyiv ”hem wek rêzeke yekîneyên manedar (morfem), hem jî her morfemek wek yekîneyên herî piçûk yên ko bi serê xwe tu maneyên wan tune ne (fonem) dikare bê analîzkirin”. Martinet di pirtûka xwe ya ”Zimannasîya Giştî ya Fonksîyonel” de dibêje; ”Şik tê de tune ye ko têgeha artîkulasyonê bi rastî jî taybetmenîyeke weha ye ko li ba hemû zimanan heye.” Ji navê wê jî dîyar e ko li vê derê behsa duartîkulasyonîyê tê kirin. Artîkulasyona yekem, ji yekîneyên manedar yên herî piçûk, ango ji morfeman pêk tê. Artîkulasyona duyem jî ji wan yekîneyan pêk tê ko bi serê xwe tu maneyên wan tune ne, ango ji “yekîneyên fonksîyonel yên herî piçûk”, yekîneyên manecudaker pêk tê. Helbet li vê derê behs behsa zimanê axavtinê ye. Di zimanê nivîskî de, ji bo “van yekîneyên fonksîyonel yên herî piçûk” an jî “van cudakerên herî piçûk” grafem tê gotin. Asta yekem ya vê taybetmendîya giştî ya di zimanî de asta rêzimanî ye û asta duyem jî asta fonolojîkal e.
Hê di salên 1800î de dihat gotin, zimanê mirovî xwedîyê sîstemeke weha bû ko bi elementên hejmara wan pir bisînorkirî îmkana bikaranîneke bêsînor pêşkêş dikir û ev wek taybetmendîya giştî dihat nirxandin. Di dema me de ev mijar pir zelal bûye. Eşkere ye ko ev taybetmendîya bingehî duartîkulasyonî ye, lê divê mirov pêşîyê li şaşîyekê bigire, da weha neyê hesibandin ko ev duartîkulasyonî di hemû zimanan de dikare bi heman awayî pêk bê. Ji bo berlêgirtina vê şaşîyê André Martinetî di ‘Zimannasîya Giştî ya Fonksîyonel’ de, li jêra binsernivîsa ‘Her ziman xwedîyê artîkulasyoneke xwe ya xweser e’ hizrên xwe weha dinivîsîne; “Ya rastî, hemû ziman duartîkulasyonîyê pêk tîne, lê hemû jî li gor analîzkirina zanyarîyên tecrûbeyên bikaranînêrên xwe û awayên bikaranîna îmkanên ko organên axavtinê pêşkêş dikin, ji hevdu vediqetin. Bi gotineke din, her ziman derbirînan jî nîşakeran jî li gor xwe artîkule dike.”
Ellegård jî behsa vê duartîkulasyona taybetmendîya hemû zimanan dike û di wê nivîsa xwe ya ‘Xwezaya zimanê mirovî’ de weha dibêje: “Hemû ziman di nivîsîna alfabetîk ya îdeal de, li hember herfan bi nisbeteke mezin yekîneyên dengî (fonem) yên hejmara wan pir bisînorkirî bi kar tîne. Di zimanên cuda de hejmara yekîneyên dengî çend duzîne ye û li dor sedî ye. Bi alîkarîya yekîneyên dengî yên ko bi serê xwe maneya wan tune ye, gotin tên çêkirin; bo nimûne bi serê xwe tu maneya deng an jî herfên ‘t, a, m’yê tune ye, lê bi alîkarîya wan hejmareke dîyar gotinên swêdî dikare bê çêkirin: tam (kedî), mat (xwarin), ta (wergirtin, girtin, standin, xistin dest, zevt kirin). Bi alîkarîya 30 fonemên swêdî, wek prensîp mirov dikare bi sed hezaran gotinên manecuda çêbike ko dê îmkana avakirina hevokên bêhejmar bidin. Ji vê re duartîkulasyona zimanî tê gotin.”
Zimannas Mikael Parkvall -ku yek ji wan mamosteyên min bû- di pirtûka xwe ya ”Ziman çi ye?” de diyar dike ko ev taybetmendî cudahîya zimanê mirovî ya herî sereke ye. Parkvall xwe dispêre vê yekê û nimûneya zimanekî xeyalî dide ko ji 30 foneman pêkhatî (23 konsonant û 7 vokal) ye; ”Ev dê bibûya sedema muhtemel 23x7=161 kîteyên konsonant-vokalan. Niha pir deradetî ye ko zimanek bi tenê ji gotinên yekkîteyî pêk bê. Em weha bihesibînin ko zimanê me yê xeyalî ji gotinên yekkîteyî, dukîteyî û sêkîteyî pêk tê. Bi vî awayî em dikarin bi 161 kîteyên xwe 161+1612+1613=4,2 milyon gotinan çêbikin.” Swêdî bi tenê ji gotinên vokal-konsonatan pêk nayê. Wek di nimûneya ‘spröjs’ (darê pencereyê) de jî dîyar dibe, di hin gotinên swêdîyê de kîte hene ko di wan de çend konsonant li pê hevdu rêzkirî ne. Parkvall ji ber vê yekê li ser swêdîyê radiweste û bi hesabekî balkêş derdixine: ”Swêdî bi rastî bi tenê ji 161 kîteyan pêk nayê, lê xwedîya nîv milyon kîteyên muhtemel e. Bi vê dê îmkana afirandina 1,25x1017 an jî 125 triljon (yekkîteyî, dukîteyî û sêkîteyî) gotinên swêdî peyda bibûya!”
Heger destûr hebe, ez dixwazim ji bo xwendevanên ko ji têgehên zimannasîyê dûr in jî bi awayekî din formule bikim; di hemû zimanan de deng hene ko hejmara wan pir bisînorkirî ye. Mirov dikare bi saya van dengên ko bi serê xwe tu maneya wan tune ye, bi sed hezaran peyivên manedar û bi wan peyivan jî hevokên bêhejmar çêbikin. Ev ne taybetmendîyeke zimanekî ya xweser e, taybetmendîyeke hemû zimanan ya hevbeş e. Helbet ev taybetmendîya giştî li ba kurdî jî heye û zimanê me jî wek her zimanekî din xwedîyê wê taybetmendîyê ye ko ji van elementên ko hejmara wan bisînorkirî ye û bi serê xwe tu maneya wan tune ye, hevokên bêhejmar çêbike.
Ji ber vê yekê, divê em li ser wê gazindê rawestin ko xwe dispêre “zengînî an jî feqîrîya zimanî” û wê îdîayê baş binirxînin ko dibêje “hejmara gotinên kurdî bi qasî ko mirov nikare bide ber hejmara gotinên zimanên din bisînorkirî ye û loma jî têra derbirîna hizrên mirovan nake û herweha ew taybetmendîya ko karibe vê pêwîstîyê ji holê rake jî li ba kurdî tune ye.” Ji xwe dîyar e ko tesbîtên li jorê dikarin ji bo vê pirsê bibin bersiv, lê dîsan jî ez pêwîst dibînim ko divê mirov piçekî din bi vê mijarê dakeve. Di pêvajoya lêkolîna min a di vî warî de, di sîteya Dezgeha Zimanê Swêdî de, di beşê pirs-bersivê de pirsa 6an ”Di swêdî de çend gotin hene?” û bersiva wê “tu ziman ji tu zimanekî din ne zengîntir û ne jî feqîrtir e” bala min kişand. ”Wek di her zimanê mirovî yê zindî de heye bêsînor e. Gotinên nû hertim dikarin bên çêkirin. ... Heger me bixwastaya heta tarîxa îroj gotin bihejmartana jî ev dê nemimkun bûya. Em çawa dikarin hemû gotinên hatine nivîsandin û peyivandin peyda bikin? Temamîya tiştên nivîsandî nayên parastin, temamîya yên tên peyivandin ji vê jî kêmtir tên parastin. Di ferhengan de bi qasi ko di rûpelên tesbîtkirî de hilên gotin hene. Ev jî tê wê maneyê ko tu ziman ji tu zimanekî din ne zengîntir e û ne jî feqîrtir e. Em hemû hertim fêrî gotinên nû dibin. Carinan jî bêyî ko em lê bihizirin, em gotinên nû çêdikin. Bikaranînêrê zimanî di minasebetên cuda de dikare hebanên gotinan yên mezintir an jî piçûktir bide xuyakirin. Lê em nikarin ji reqemên weha encamên mezin derxînin. Shakespeare di berhevoka berhemên xwe de 29 066 gotinên cuda pêşkêş dike. Strindberg di roman û pîyesên xwe de 119 288 gotinên cuda pêşkêş dike. Ev nayê wê maneyê ko Strindberg ji alîyê zimanî ve çar caran bişîyantir e.” Magnus Ljung ve Sölve Ohlander jî di pirtûka xwe ya hevbeş “Rêzimana giştî” de piştgirîya vê lênêrînê dikin.
Endama Dezgeha Zimanê Swêdî lêkolînêr Birgitta Lindgren di wê nivîsara xwe de ko berê di kovara ”Språkvård”ê (1989, hejmar:3) de hatibû weşandin, li ser pirsa zengînî an feqîrîya zimanekî ya di warê gotinan de weha dibêje: “Em ji swêdîyan hertim wê qenaetê dibihîsin ko dibêjin zimanê swêdî ji alîyê gotinan ve feqîr e; ya rastî, tevî ko mirov di derheqê hecmê gotinan de, ne xwedîyên zanyarîyên saxlem in jî bi taybetî gava dide ber îngilîzî weha bawer dikin ko hejmara gotinên îngilîzi ji yên swêdî bêtir e. Lê tiştên ko di derheqê nemimkunbûna tesbîta hejmara gotinan de niha tên gotin, bi tenê ne ji bo zimanê swêdî, ji bo hemû zimanan derbas dibin.” Lindgren dîyar dike ko hejmara gotinan bêsînor e û loma jî minaqeşeyên di vî warî de bêmane ne. Ew herweha dibêje ko tu feydeya wê minaqeşeyê tune ye ko dibêje “gelo hejmara gotinên zimanekî ji ya zimanekî din kêmtir e an jî bêtir e”. Ji ber ko ev ne mimkun e. Loma êdî ez pêwîst nabînim bibêjim, tiştên ko li jorê ji bo hejmara gotinên zimanekî hatin gotin, ji bo hemû zimanan û herweha ji bo kurdî jî derbas dibin.
Ma zimanê prîmîtîv heye?
Heçî îdîaya “prîmîtîv”bûna kurdî ye, mirov di nav kurdan de jî vê yekê dikare bibihîse. Ev nêrîneke weha ye ko ji xêr û bera zimannasîyê bêpar e. Ez bi xwe, navê piçûkdîtina kurdî li vê dikim. Hin ji wan kesên xwedîyên vê îdîayê ne, ango hin ji wan mirovên ko bi çavekî piçûk li kurdî dinêrin, belkî bi salan li dijî asîmîlasyonê têkoşîyane, belkî ev têkoşîna wan li ser wan bi fatoreyeke giran rûniştiye û zarokên wan jî hê nikarin bi zimanê xwe yê zikmakî bipeyivin. Gava mirov li vê rewşê dihizire, dilê mirovî diêşe.
Ellegård, di nivîsara xwe ya “Xwezayîya zimanê mirovî” de ko di Ansîklopedîya Neteweyî de hatiye weşandin, li dijî îdîaya zimanê prîmîtîv derdikeve û weha dibêje; “Çandên mirovan yên ko xwedîyên teknolojîyeke besît hene. Lê zimanên prîmîtîv tune ne. Helbet zimanên ko ji bergindîyên derbirînên têgeh û bûyerên zanistî bêpar hene, lê ew xwedîyên hemû îmkanan in ko dikarin bi temamî bi çavkanîyên xwe an jî tam mîna zimanê swêdî ko di van sedsalên dawîyê de kiriye, bi rêya deynkirinê wan çêbikin.”
Kovara swêdî ya bi navê ”Facköversättaren” ko weşana wergêrên mijarên pîşeyî ye, di hejmara xwe ya sêyem ya sala 2003yan de cî daye minaqeşeyên weha û Ingmar Johanssonê ko yek ji wan nivîskarên wê ye, di nivîsa xwe de behsa wan zimanan dike ko hejmara bikaranînêrên wan her ko diçe kêmtir dibe û pê re di warê binavkirina zimanê prîmîtîv de îqazekê jî dike. ”3000 ziman hene ko hejmara axêverên her yekî ji wan teqrîben ji 1000î kêmtir e û her ko ‘medenîyet’ qada xwe berfireh bike, berdewamkirina hebûna van zimanên ko dişibin zimanên dema nêçir û berhevkarîyê dê dijwartir bibe. Tevî vê jî gava em zimanekî wek zimanê prîmîtîv an jî wek zimanê paşdemayî bibînin, hingê em ê şaşîyê bikin. Ji ber ko zimanên weha tune ne. Ew (ziman) bi tenê li gel pêwîstîyên bikaranînêran diguncin.”
Profesor Tore Jansson jî di berhema xwe ya “Ziman û Dîrok”ê de, piştgirîya hêla zimanê mirovî ya afirandêr û taybetmendîya wî ya li gel pêwîstîyên bikaranînêran guncandî dike û hizrên xwe yên li ser vê pirsê weha dide der: ”Her ziman xwedîyê wê îmkanê ye ko bi qasî tê xwastin gotin û derbirînan biafirîne an jî deyn bike, ji ber vê yekê, bi awayê teorîk her ziman ji bo hemû tiştan dikare bibe xwedîyê gotinan. ... Gotin û hebana gotinên ko di zimanekî de tên bikaranîn li gel çanda ko ew ziman tê de bi kar tê guncandî ne û li gor pêwîstîyê ne. Loma zimanên ko di çandên gelek cuda de tên bikaranîn, xwedîyên hebana gotinan yên pir cuda ne.”
Taîap: Nimûneyeke balkêş
Profesor Östen Dahlê gava min li Unîversîteya Stockholmê zimannasî dixwend ew nas kir ko bi lêkolînên xwe yên manenasî (semantic), teorîya dîskursê (discourse theory), teorîya rêzimanî (grammar theory) û curenasîyê (typology) ve naskirî ye, di pirtûka xwe ya dersê “Tevahîya zimanî û pirhêlîya wî” de, behsa zimanekî dike ko li gundê Gapunê tê peyivandin û navê wî jî taîap e. Dahlê ko bi xwe jî piştgirîya hizrên Ellegård ve Johanssonî dike, xwe dispêre xebatên lêkolînerên Unîversîteya Stockholmê Don Kulick ve Christopher Stroudî û dîyar dike ko li wî gundê di navbera çemên Sepik û Ramuyê de, hejmara kesên ko bi taiapê dipeyivîn di sala 1987an de 89 bû. Lê gava min ev nivîs dinivîsî min berê xwe da malpera “Ehnologue”ê û hingê min dît ko hejmara axêverên taiapê daketiye 80yi. Di wê malperê de herweha tê dîyarkirin ko temenên hemû kesên ko bi vî zimanî dipeyivin ji 10 salan mezintir in. Dahl dibêje ko gava mirov bi çavekî ewrûpayî vê pirsê binirxîne, dê bi mirovî pir ecêb bê ko zimanekî weha ko ji alîyê grûpeke ew qasî piçûk tê peyivandin, ji dibistan, pirtûk, dezgeha zimanî an jî akademîya zimanî bêpar e, çawa dikare ji alîyê yekîtî û dewlemendbûnê ve kêm zêde bişibe zimanên mezin. Dahl herweha dîyar dike ko ev zimanê ko ji alîyê vê grûpa piçûk ve tê peyivandin dikare ji alîyê hinan ve hema hema wek zimanekî “prîmîtîv” bê dîtin. Ji bo ko ev qenaeta şaş li ba mirovî çênebe jî weha dibêje: ”Devera ko cudahîyên dîyar dikarin peyda bibin, hebana gotinan (vocabuler) e. Em nikarin ji zimanê ko li gundekî û ji alîyê sed kesî ve tê peyivandin, hêvîyê bikin ko ew jî di warê hemû têgehên zanistî û teknîkî de wek zimanên mezin xwedîyê sembolên xweser be. Lê ev di maneyekê de cudahîyeke sethî ye. Gava pêwîstî pê hebe, hemû ziman dikarin ji bo tiştên nû bi awayekî hêsan sembolên nû biafirînin. Berî pêncî salan, swêdî jî di warê komputerê de ne xwedîya termînolojîyekê bû. Gava behs rêziman be, yên weha bawer dikin ko dikarin zimanên prîmîtîv peyda bikin, dê xeyalşkestî bibin. Zimanên herî piçûk û zimanên ko ji alîyê grûpên herî kêm ‘pêşketî’ ve tên peyivandin jî ji bo îzahkirinê tevahîya navgînên zimannasan yên têgehî ferz dikin.” Dahl di pirtûka xwe ya navbirî de, ji zimanê taiapê nimûneyekê dide û nîşan dide ko gelek morfemên rêzimanî tê de hene ko di wergera wê ya swêdî de tune ne. Loma dibêje ko rêzimana taiapê cuda ye, lê ji ya swêdîyê ne kêm komplekstir e. Ez jî xwe dispêrim vê tesbîtê û pêşnîyazî wan kurdan dikim ko naxwazin xeyalşkestî bibin: Xwe ji wê cehaletîya ko dibêje “kurdî zimanekî prîmîtîv e” xelas bikin! Ev hemû nîşana wê yekê ye ko kurdê/a ko kurdî wek zimanekî prîmîtîv dibîne, kurdê/a qels e.
Taybetmendîyên ji bo hemû zimanan derbas dibin bi qasî ko tê texmînkirin ne hindik in
Taybetmendîyeke din heye ko ji bo hemû zimanan an jî hema hema ji bo zimanan gişan derbas dibe. Ew jî cudabûna navbera navdêr û lêkerê ye. Dibe ko ev yek ji alîyê mijara me ve wek hûrgilîyekê xuya bibe, lê qenaeta min ew e ko ji bo piştgirîya taybetmendîyên zimanan yên giştî be jî divê behsa wê bi kurtî bê kirin. Wek tê zanîn, navdêr, rengdêr û lêker wek sê gotinên leksîkalî yên mezin tên qebûlkirin. Östen Dahl dîyar dike ko ji van hersêyan rengdêr bi xwe, di her zimanî de dikare guhartî be, bo nimûne gotineke swêdî ya rengdêr dikare di zimanekî din de navdêr an jî lêker be. Loma jî zimanên cuda di warê rengdêran de dikarin bi awayekî zêde ji hevdu cuda bin. Dahl herweha dibêje ko lê cudabûna navbera navdêr û lêkerê di her zimanî de wek taybetmendîyeke giştî an jî hema hema giştî ye. Ji bo rêzkirina taybetmendîyên zimanê mirovî yên giştî, mirov dikare hizrên ”Chomsky”yî jî tê de, behsa hizrên gelek zimannasên din bike ko piştgirîya îdîayên taybetmendîyên giştî dikin. Helbet ez naxwazim zorê bidim sebra xwendevanan û bi hûrgilîyan vê pirsê dirêjtir bikim. Lê ez dîsan jî giring dibînim ko navên hin taybetmendîyên giştî li vê derê rêz bikim, da nîşan bidim ko taybetmendîyên unîversal yên ko li ba hemû zimanan hene, ne ew qasî hindik in: Di hemû zimanan de vokal û konsonant hene û herweha qaîdeyên pevxistina wan hene. Wekî din jî di hemû zimanên mirovî de kîte û teqokên nedengdayî peyda dibin. Wek ko Peter A. Sjögren jî di pirtûka xwe ya “Di zimannasîya giştî de têgeh” de dibêje, du avahîyên zimanên mirovî yên bingehî, ango avahîya rastxetî û ya hîyerarşîk hene û dema niha û dema bihurî di her zimanekî xwezayî de peyda dibe. Ji alîyê din ve jî di hemû zimanan de pêwendîya navbera awa û naverokê keyfî ye. Ji qewla Tore Janssonî jî “taybetmendîyên giştî di zimanên cîhanê yên axavtinê de eynî ne.”
Lê “ziman di hûrgilîyan de ji hevdu pir cuda ne” jî
Ji xwe, divê ji rêzên jorê weha neyê fahmkirin ko ez dibêjim, zimanên cîhanê hemû bi temamî wek hevdu ne û tu ferq di navbera wan de tune ye. Helbet li gel taybetmendîyên giştî, her ziman xwedîyê taybetmendîyên xweser e jî û heger ne weha bûya, hingê dê ne pêwîst bûya ko em behsa zimanên cuda bikin. Tore Jansson di berhema xwe ya navbirî de, behsa cudabûna zimanan dike û di vê mijarê de hizrên xwe weha dîyar dike; “Ziman di hûrgilîyan de ji hevdu pir cuda ne. Wek ko di fêrbûna zimanekî nû de jî tê ferqkirin, di hemû astan de dereceya dijwarîya wan qet ne wek hevdu ye. Bo nimûne, zimanê swêdî xwedîyê sîstemeke dengî ya pir tevlihev e ko ji gelek vokal û konsonantan pêk tê, lê di spanyolîyê de hejmara dengan hindiktir e. Ji alîyê din ve jî di lêkeran de, spanyolî ji swêdîyê bi nisbeteke bêtir xwedîya paşpirtikên tewangê ye.” Hêvîya min ew e ko ev çend rêz dê pêşîyê li şaştêgihiştinê bigire.
Her ziman xwedîyê wê taybetmendîyê ye ko dikare li gel pêwîstîyên civakê bigunce
Ethnologue dide zanîn ko li cîhanê 6912 ziman hene. Ev hejmar li gor hin çavkanîyan 6528 e û li gor hin çavkanîyên din jî 6089 e. Helbet gelek mimkun e ko mirov dikare di hin çavkanîyên din de li hin hejmarên din jî rast bê. Loma pir zehmet e ko mirov di derheqê hejmara zimanên cîhanê de hejmareke tam bide. Zimannas Lars Gunnar Andersson di pirtûka xwe ya ‘Tîpolojîya zimanî û merivantîya zimanî’ de dibêje ko yek ji wan sedemên vê yekê yên herî giring “nezelalbûna sînorê navbera ziman û zarava”yan e. Gelek zimannas li ser vê pirsê wek Anderssonî dihizirin û weha xuya ye ko di pirsa hejmara zimanan de jî hevfikirîyek heye û li gor vê, zêdeyî 6000 ziman li cîhanê hene. Di Ansîklopedîya Neteweyî de lîsteyeke 100 zimanên cîhanê yên herî mezin heye ko kurdî di rêza 54an de ye. Bêşik gava mirov di warê nifûsê de reqemên neresmî bingeh werbigire, hingê kurdî dê 18 pêlikên din jî ber bi jorê ve derkeve û têkeve rêza 32yan. Dîsan li gor Ethnologueyê, li cîhanê 344 ziman hene ko her yek ji wan xwedîyê 10-99 axêveran e. Ji bo 204 zimanan jî hejmara axêveran 1-9 e. Li gor dîyarkirina Ingmar Johanssonî, taîapa ko Östen dahl behsa wê dike jî di rêza 6000an de ye. Heger hûn bixwazin taîapê an jî zimanekî ji wan zimanên ko hejmara axêverên wan 1-9 e hilbijêrin, hûn kîjanî ji wan hilbijêrin jî hûn ê bibînin ko xwedîyê wê taybetmendîyê ye ko dikare li gel pêwîstîyên her civakê bigunce. Ev ziman hemû xwedîyên wan taybetmendîyan in ko dikarin pirsên xwe yên termînolojîyên warên cuda çareser bikin. Lewra zimanê mirovî xwedîyê sîstemeke vekirî ye. Ev ne taybetmendîya zimanekî xweser e, herweha taybetmendîyeke giştî ye ko ji bo hemû zimanan derbas dibe. Tevî van tiştan hemûyan jî ez tê nagihêjim, bê çima hê jî “qelsî”ya zimanê me bi israr û bi awayekî deradet tê rojevê. Gelo divê mirov sûcî di zimanî de bîne an jî di di xwedîyên zimanî de? Biryar ya we ye.
Statu û prestîj
Heger hûn bixwazin, hûn dikarin jê re bibêjin “cî û rûmet” jî. Li gor ko mirov nikare zimanan mîna zimanên “prîmîtîv”, zimanên “qels” an jî zimanên “zengîn” dabeş bike, hingê ez berê xwe didim wan kurdan ko li ser bingehê argûmanên pûçkirî berê xwe ji kurdî guharîye an jî dikin biguharin, bila ew careke din li ser argûmanên xwe bihizirin. Wekî din jî îroj dewletek heye ko zimanê wê kurdî ye û pirsgirêkên wê jî ji yên hemû zimanên din ne cudatir in. Problemên kurdî yên di warê termînolojîyê de jî mîna problemên zimanên din in. Ji ber ko ew jî mîna hemû zimanên din xwedîyê taybetmendîyên zimanê mirovî yên giştî ye. Loma divê mirov dîyar bike ko tiştê pir giring ne zengînî an jî xurtbûna zimanî ye, lê statuya wî ye, rûmeta wî ya di civakê de ye. Ji ber vê, ya herî rast ew e ko ji berdêla zimanê qels an jî zimanê xurt, divê mirov behsa zimanê statunizm û zimanê statubilind bike. Loma divê em berê xwe bidin bilindkirina statuyê û zêdekirina prestîjê.
Heger hûn bala xwe bidinê, kurdî îroj ne xwedîya wê statuya heqkirî ye û herweha ji wê prestîja layiq jî dûr e. Mirov nikare îdîa bike ko ew di nav kurdan de jî xwedîya statuyeke minasib e. Hizra min ew e ko yên ji hinin din statuyê dixwazin, divê berî herkesî ew bi xwe ji wê statuyê bawer bikin û vê yekê di jîyana xwe de nîşan bidin.
Wek di nimûneya İsaac Bashevis Singerî de baş xuya dibe ko di dawîya nivîsê de tê dan, ev şert e, berî ko hûn ji hinan bixwazin divê hûn bi xwe xwedîyên helwêsta bilindkirina prestîja zimanê xwe bin. Heger helwêsta we ew be ko hûn di jîyana xwe de statuya zimanê xwe yê zikmakî ji zimanên din nizmtir bikin û prestîja wî kêmtir bikin, hingê di warê zimanê we yê zikmakî de, daxwazên we yên ji kesên din dê bawerîyê nede mirovî û heta ko ev helwêsta we ya nelihevkirî serdest be jî hûn ê hertim li devera li dijî hêjayîyên xwe bin. Helbet hûn ê bi vî awayî nikaribin sitûnên xurt yên ko zimanê zikmakî dikare xwe bispêrê jî ava bikin. Loma kurdê/a ko di jîyana xwe de statuya kurdî xurt neke û prestîja kurdî bilind neke, ji xwe kurdê/a qels e.
Dewirkirina mîrata çandî şert e
Ji bo berdewamîya jîyana zimanekî pir giring e ko ew wek mîrateke çandî ji nifşan dewrî nifşan bibe. Lê gava em bala xwe didinê, hingê em dibînin ko nemaze di van 30 salên dawîyê de ev karê dewirkirina mîrata çandî baş pêk nehatiye û problemên nifşên nû li gel kurdî serê xwe hildaye. Helbet ez di vî warî de, ji nifşên nû bêtir, berê xwe didim nifşên kevin, ango yên berpirsîyarîya wan a dewirkirina vê mîratê heye. Ji ber vê rewşa wan, ji ber pêkneanîna dewirkirina mîrata çandî bo nifşên nû, karê asîmîlasyonê hêsantir bûye û parastina kurdî jî di asta sloganan de maye. Ji ber vê yekê ye ko cihê kurdî îroj di civakê de, ne pir bilind e. Loma kana probleman ne kurdî ye, lê kurd in. Zimanê qels tune ye, lê di warê dewirkirina mîrata çandî de kurdên qels pir in.
Zimanê li metbexa dîya İsaac Bashevis Singerî
Li bakurê welatî, di warê lêbixwedîderketina zimanê zikmakî de problemên cidî hene û kurdên vî parçeyî di vê pirsê qelsîyeke pir balkêş nîşan didin. Ji ber ko ev lêbixwedîderketin bi sloganan pêk nayê, loma divê di jîyanê de xuya bibe. Bawerîya min ew e ko di vî warî de berpirsîyarîyeke mezin dikeve ser milên nivîskarên me jî. Rewşa İsaac Bashevis Singerî di vî warî de pir balkêş e. Singer tevî ko li Polonyayê 36 salan û li Amerîkayê jî 56 salan jîyaye jî ne lehî kiriye zimanê xwe yê nivîskarîyê û ne jî îngilîzî. Wî ji bo nivîsandina berhemên xwe, ji qewla wî, ”zimanê ko li metbexa dîya wî dihat peyivandin” tercih kiriye û loma jî heger îroj yîdîşî wek zimanekî edebî jîyana xwe didomîne, bi saya keda mirovên mîna Singerî mimkun bûye. Helbet helwêsta Singerê xwedîyê xelata Nobelî ya sala 1978an ji bo wê nimûneyeke pir baş e, bê divê di warê zimanê zikmakî de helwêsta nivîskarekî/ê çawa be. Ev ziman ji alîyê cihûyên li Ewrûpayê ve dihat peyivandin û ji ber ko qirkirina di şerê cîhanê yê duyem de hejmara wan pir daketibû, herkesî digot qey li ber mirinê bû. Lê hewildanên weha û helwêstên bi vî rengî, texmînên di warê vî zimanî de pûç derxistin û îmkanên zindîmana wi peyda kirin. Li Swêda ko swêdî bi xwe ne zimanê resmî ye –tevî ko di partîkê de xwedîya statuyeke weha ye jî- yîdîşî ji pênc zimanên resmî yek e. Bêşik ev bi saya lêbixwedîderketineke weha mimkun bûye. Ev nimûne vê yekê bi min dide gotin; “Ew nivîskarê/a kurd yê/a li zimanê ko li metbexa dîya wî/wê tê peyivandin bi xwedî dernekeve jî” kurdê/a qels e.
Beşîkçî: Divê kurd bi israr bi wî zimanê xwe yê sedema heyîna xwe bipeyivin
Yên ko baş bi kurdî nizanin û loma berê xwe ji kurdî diguharînin jî divê êdî bi awayekî din bihizirin û teslîmî şertan nebin û dev ji xwe û hêjayîyên xwe bernedin. Wek di Siltanê Fîlan de jî tê gotin, heger hûn dixwazin gelekî bi temamî ji holê rakin, berî hertiştî berê xwe bidin zimanê wî. Heger hûn di vî warî de bi ser ketin, hingê hûn dikarin wî gelî li gor armancên xwe biguharînin û ji hêjayîyên wî dûr bixin. E. M. Cioran dibêje; “Kesê ko ji bo zimanekî din zimanê xwe înkar bike, nasnameya xwe, heta xeyalşkestinên xwe jî diguhare. Ew qehremanekî derewîn e; dev ji bîranînên xwe, heta dereceyekê dev ji xwe berdide.” Bi taybetî, mirovin hene ko nezanîya di warê kurdî de ji xwe re kiriye argûman, dev ji xwe berdaye û loma qebûl kiriye ko di jîyana wan de, statuya zimanekî din ji ya zimanê wan ê zikmakî bilindtir be û rûmeta zimanekî bîyanî ji ya zimanê wan bêtir be. Divê ew bi xwe jî bizanin ko gava kurdî di jîyana wan de nemîne, hingê ew bi xwe jî dê bên guhartin, ew ê ji xwe, ji hêjayîyên xwe bi dûr bikevin û bibin hinin din. Ji ber vê yekê ye ko kurdê/a li dijî vê guharîna malikxerab dernekeve û li hember vê nehêlanê li ber xwe nede jî kurdekî/e qels e.
Di vî warî de peyivên Îsmaîl Beşîkçîyî giring in. Ew dibêje ko yên dixwazin kurdan nehêlin, têgihiştine ko ev bi metodên qirkirinê mimkun nabe, loma berê xwe daye zimanê wan û dixwazin kurdan biguharînê. Helbet Beşîkçî bi van peyivan balê dikişîne ser sedema nehêlana kurdî ya bingehî jî û dîyar dike ko têrnekirina di warê kurdî de nikare bibe sedema neaxavtina bi kurdî: ”Ne şert e ko mirov têra xwe bi zimanî zanibe, lê bi qasî ko mirov niha dizane jî divê kurd bi israr bi wî zimanê xwe bipeyivin ko sedema heyîna wan e.”
Bi hêvîya ronakbîrên kurd yên ko ew û zimanê xwe yê zikmakî ne li hev in, yên ko problemên wan li gel zimanê wan hene, piçekî din serê xwe bi van peyivên Beşîkçîyî yên manedar biêşînin û hem li Tirkîyeyê û hem jî li bakurê welatê me hejmara ronakbîrên weha zede bibe û li gor rastîya ko “di cîhanê de zimanê qels tune ye”, kurdê/a qels jî bibe kurdê/a xurt...
Têbînî: Ev nivîs di hejmara Çirûskê ya yekem de jî hatiye weşandin. |