[ PÊNCŞEM, 2024-03-28 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Virginia Woolf – xatirxwestina di robarekî de
» Virginia Woolfê pê li girêk û pirsgirêkên romanê kir
 
STOCKHOLM, 9/10 2016 — Li Londonê, li ekspozîsyoneka ko ji bo xatirê bîranîna nivîskara ingilîz Virginia Woolfê hat amade kirin çavên mirov li du nameyên bi destxetê wê dikeve, herdu jî peyamên xatirxwestinê ne ko Virginia Woolfê ji xwişk û mêrê xwe re rêkirine, xatirê xwe yê dawiyê ji wan dixwaze.

Virginia Woolf di nameyekê de, ji xwiha xwe Vanessayê re dibêje:

— Hest dikim ko ez dê vê carê gelekî dûr biçim, wisa dûr ko êdî rêya vegerê jî namîne.

Virginia Woolf di depresyoneka kûr de bû, wê di dema dawiyê de, berî mirina xwe, pirtûkek li ser bîranîn û jiyana xwe belav kir, lê belê pêşwaziya xwendevanan ji pirtûka wê re sar bû û ne li gorî hêviyên wê bû. Vê yekê jî hişt ko bêhtir dilşikestî bibe. Rewşa Virginia Woolfê ya psîkolojîk hêjî dijwartir dibe dema ko xaniyê wê di şerê cîhanê yê duyemîn de xirab dibe. Dîwarên ko bêhnikên şînî û şahiyên wê himbêz dikir hilweşiyan, rihê wê yê birîndar jî digel kavilên xaniyê xirabûyî herifî.

Rojeka biharê, 28-ê meha adarê sala 1941-ê Virginia Woolf ji malê derdikeve û diçe havîngeha xwe, havîngeh jî nêzîkî malê ye, çemê Ouseyê di ber havîngehê re dibore. Virginia Woolf li havîngehê, di tenêtiyê de rûbirûyî bîranîn û janên xwe dibe, peyamekê ji mêrê xwe re dinivîsîne, jê re dibêje:

— Ezîzê min, di jiyana min hemiyê de, ez carekê tenê rastî bextewariyê bûme, ew jî digel te bû, ne ji nexweşiya min bûya, di rewşeka normal de, me dikarî em bi kêfxweşî jiyana xwe digel hev biborînin. Tu hertim li kêleka min bû, te gelekî derdê min kêşa, hewil da ko êşan li min sivik bikî. Lê belê derdên min zêde ne, êdî zehmet e ko tu bikarî barê wan derdan digel min hilgirî.

Virginia Woolf dewam dike dibêje:

— Êşê can û bedena min dagir kiriye, ji êşê aqilê xwe winda dikim, bawer nakim ko dê rojekê baş jî bibim. Hertim dengan dibihîsim, deng ji guhên min nakevin, hişê min jî qels dibe, êdî nikarim bi zelalî li tiştekê bihizirim. Ya baş ew e ko ez bar bikim, bila rihê min bi aramî binive û bila jiyana te jî bêyî min şad û bextewar be.

Ji bilî nameyan defterên Virginia Woolfê yên bîranînan û gelek tiştên taybet ko wê di jiyana xwe de bi kar anîne li ekspozîsyonê şanî hezkiriyên wê kirin. Tişta herî balkêş, gupalekê dirêj nêzîkî nameyên wê bi dîwarî ve hilawistî bû. Eger mirov nezane dê ji xwe bipirse ka çi giringîya wî gupalî heye ko li kêleka peyamên xatirxwestina wê nîşan dane û dê mereq bike ka Virginia Woolfê ew gupal çawa û bi çi awayî bi kar aniye.

Min berê jî bihîstibû ko bejna Virginia Woolfê bilind bû, lê min nedizanî ka çiqasê dirêj bû heta ko min gupalê wê nedît. Dibe ko ji ber hestên xemgînîyê lingên wê nekarîne wê hilgirin, lewra wê di rêveçûnê de, giraniya xwe spartiye gupalî. Virginia Woolf ew gupal di rêya rêwîtiya xwe ya bê veger de bi kar aniye.

Min xeyal kir ka çawa gupalê wê bi her gavekê re di xweliya binê ava çemî de diçikilî. Bi her gavekê re av kûrtir dibû û wê jî destên xwe ji gupalî bernedida, di avê de bi rê ve diçû, heta ko av ji bejna wê ya bilind bilindtir bû.

Virginia Woolfê pir baş dizanî avjeniyê bike lê cardî jî qedera xwe spart ava çemekî. Bêhnikeka gelekê bijan e, êşa wê wisa zêde ye heta sînorê ko mirov ji êşê bêhiş dibe. Rihê wê li hemberî mirinê li ber xwe dide, dibe ko hinekê rastî hestên jovaniyê jî dibe, lê êdî dereng e, ew li ser baskên pêlan bi rê dikeve, canê wê ji bedenê û ji hemî janan rizgar dibe.

Lehengê Virginia Woolfê di romana wê Pêlê de bi heman awayî xwe dikuje. Mirov nizane ka Virginia Woolf hewqasî ji lehengê xwe hez dike heta ko paşê bide ser rêya wî an jî wê berê xeyala mirina xwe kiriye û di kesayetiya lehengê romana xwe de şêwe dike. Her çi be, berî ko Virginia Woolf berê xwe bide çemê Ouseyê berîkên xwe tejî kevir dike, di himbêza ava çemî de, bi aramî dinive.

Awayê mirina Virginia Woolfê çiqasê taybet be, hewqasê jî romana wê “The Waves” an jî Pêl guhortî û balkêş e. Di romana Pêlê de axaftina bideng, diyalog nîne, lehengên Virginia Woolfê bi awayê monologê digel xwe diaxivin.

Pêl ne li gorî norm û pîvanên romanê hatiye nivîsandin. Rexnegiran wê hingê nezanî ka wê li gorî çi beşa lîteraturê û kîjan kategoriyê bi nav bikin. Ji ber zimanê wê yê zêde tenik, hinekan got Pêl ne roman e lê belê helbesteka dirêj e.Virginia Woolf jî bersivê dide û dibêje:

— Çi giringiya awayê girêk û pirsgirêkan di romanê de heye, eger naverok nekare xwe bighîne kûrahiya dilê mirovî.

Pêl sala 1931-ê, berî mirina wê bi deh salan belav bûye. Virginia Woolfê di wê romanê de jiyana şeş kesayetiyên cida ko ji şeveqê heta ko roj diçe ava di deryayeka bîranînan de digevizin, bi hemî rengên êş û şahiyan di tabloyeka tenik, spehî, kûr û hestbar de neqişanidiye.

Virginia Woolf ne tenê hestan lê belê raman û pirsên veşartî jî dide pêş. Jiyan çi ye, em bi rastî hene an jî di xewnekê de ne. Em rêberê jiyana xwe ne an jî çavgirtî li pey qedera xwe diçin.Virginia Woolf dibêje:

— Jiyan ewreke bitirs e, xwe li asîmanan vedişêre, direve, dibeze, diweste, paşê dibe baran, bi ser deryayekê de dibare û winda dibe.

Virginia Woolf bi stîla xwe ya spontan hestên nivistî hişyar dike. Hûrgiliyên romana wê bi spehîtahiya xwezayê ve tevlihev dibe, hest dibin dara lavlavê, xwe li peyv û gotinên wê dipêçin û ber bi asîmanan ve bilind dibin.

Mirov jî darek e, biharan şîn tê, pehîzan zuha dibe. Mirov di jiyanê de hêdê hêdî dipije, tam wekî dareka ko di hemî guhortinên demsalan de dibore.

Jiyan natureka têrreng e, mirov jî wekî dilopên ava baranê yek bi yek li pey hev dibarin, pêl jî berdewamiya jiyanê ye. Hemî hestên di hundirê me de difûrin tevlî ewrên reviyayî dibin. Av dibe ewir û ewir dibe baran, herweha xeleka jiyanê bêsekin dizivire.

Dema Virginia Woolf zarok bû digel babê xwe diçû galeriya ”National Portrait Gallery”. Hingê nivîskarên ko ekspozîsyon di heqê berhemên wan de çêdibûn tenê mêr bûn, mêvanên ekspozîsyonan jî tenê mêr bûn, lewra Virginia Woolfê jê hez nekir û qet jî nehat bîra wê ko dê dem hewqasê bêt guhortin û rojek bêt ko ew jî wekî nivîskareka jin hewqasê balbilind be ko li heman cihî xelk bên seyra berhem û bîranîn wê.

Virginia Woolf dahênera dema xwe ye, cidahiya wê gelekî li ber çavan e, ew berxwedêr e, wê wekî nivîskareka jin di dema ko nivîskarî û perwerdeya bilind tenê mafê mêran bû ji xwe re cihekê mezin û hêja di cîhana lîteraturê de çêkir. Virginia Woolf dibêje:

— Tu dikarî bedena min di sed zîndanan de veşêrî, hezar qufl û kilîtan li dergehê min bidî, lê belê tu dê nekarî rê li ber herikîna ramanan ji aqilê min yê azad bigirî.

Li gorî wesiyeta Virginia Woolfê mêrê wê xweliya bedena wê li baxçeyê Monk’s Houseyê li Londonê veşart, û gotineka wê ya dawiyê ji romana Pêlê li ser kêla wê nivîsî :

— Mirinê! Dê bêyî tirs zora te bibim û li hemberî te têknaçim.

-----------------------------------
Nivîskar: RINDÊ ÇAÇAN rindecacan@gmail.com
Weşandin: 2016-10-09
Xwendin: 21579
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Tolstoy û xelata Nobelê (2016-12-12)
George Orwell – rast an çep (2016-07-07)
Hesenê Metê – nivîskarê êşê (2016-02-24)
Emerîkaya zêdedîndar û sekuler (2015-11-14)
Rûs li Milan Kundera û Kundera jî li welatê xwe digere (2015-05-10)
Bajar û roman hevdu ava dikin (2015-01-11)
Jiyaneka bohemyanîst ji bo bextewariyê (2014-11-10)
Dengbêjên kurdan û troubadourên ewropiyan (2014-09-21)
Di lîteraturê de dubendiyeke siyasî – Pasternak û Joyce (2014-06-03)
Reklam dikare xewnên mirovî jî bifiroşe (2014-04-13)
Felsefe û jiyan (2013-11-16)
Kurd fêrisên rojhilatê ne (2013-10-11)
Hêza axaftinê (2013-08-19)
Emil Cioran li ser kimtê bêhêviyê (2013-05-30)
Li gor Renan kurd her kurd in (2013-03-09)
Elinda Parîsê ya romantîk George Sand (2013-02-14)
Fêris Karl May (2013-01-25)
Wêjevanî û janên psîkolojîk (2012-10-08)
Vejiyan (2012-03-29)
Felsefe û evîndarî (2012-03-10)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org