HELSÎNKÎ, 9/12 2013 — Di gelek berheman de, gava ko behsa kurmancî tê kirin, ew li ser çend devokan tê parvekirin. Di hin berheman de devok li gor çend deveran tên cudakirin, wek ”botanî, behdînî, hekarî...” Di hinan de jî li gor eşîran: ”sûrçî, herkî, reşoyî…”
Lê di van berheman de tenê tê gotin ko devok hene û navê hin devokan tê gotin. Di wan de behsa cudahiya van devokan nayê kirin. Gelek nivîskar navê çend devokên devera xwe yan jî nêzîkî devera xwe didin lê behsa devokên deverên ji xwe dûr yan qet nakin yan jî tenê behsa devokên berfireh dikin. Bo nimûne, nivîskarekê Behdînan belkî behsa devoka Dihokê, ya Akrê û ya Amêdiyê bike. Lê heman nivîskar devokên Diyarbekirê, Mêrdînê û Mereşê wek eynî devokê dihesibîne yan jî qet behsa wan nake. Bi heman awayî yekê diyarbekirî jî dê behsa devokên derdora xwe bike lê hemû devokên kurmanciya Başûrê Kurdistanê yan wek eynî devokê bihesibîne yan jî heta bi temamî di nivîsên xwe de ji bîr bike yan jî jê bêhay be.
Di piraniya nivîsên li ser devokên kurmancî de, bo nimûne devokên behdînî, ya hekarî û ya botanî tên behskirin û ew wek devokên ji hev cuda tên nasandin. Lê di wan nivîsan de qet nayê gotin ka, bo nimûne, cudahiyên devoka behdînî û devoka hekarî çi ne. Di rastiyê de, ji aliyê rêzimanî ve, di navbera behdînî û hekarî de yan ti cudahiyên rêzimanî nînin yan jî cudahiyên wan mînîmal in. Helbet ji ber sebebên siyasî di axiftina rojane ya behdînan de peyvên erebî û di peyivîna xekê Hekariyan de jî kelîmeyên tirkî serdest in. Lê bikaranîna peyvên biyanî ne muhra cudahiya devokan e. Cudahiya devokan li ser bingehên rêzimanî ye. Ji aliyê rêzimanî ve jî cudahiyên wisa giring di navbera behdînî û hekarî de nînin heta ko mirov wan wek du devokên ji hev cuda û serbixwe bihejmêre.
Li aliyekê din, di her nivîsê te behsa devoka botanî tê kirin. Lê di rastiyê de axiftina xelkê Botan dikeve ser tixûbê navbera du beşên mezin yên devokên kurmancî. Ji Botan rojhilattir kurmanciya rojhilat heye ko li Dihokê, Hekariyan, Urmiyê, Bazîdê, Wanê û deverên nêzîkî wan tê axiftin. Ji Botan rojavatir jî kurmanciya navendî heye ko li Mêrdînê, Qamişloyê, Diyarbekirê û hin deverên din yên nêzîkî wan tê axiftin. Herçi Botan e, ko ji Cizîrê, Sêrtê û hin deverên din pêk tê, ew dikeve navbera van herdu komên devokan (kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî) û hin ji taybetmendiyên rojhilatî û hin jî yên navendî li Botan li kar in.
Ji bilî kurmanciya rojhilatî û kurmanciya navendî, herwiha kurmanciya rojavayî jî heye ko li deverên herî rojava yên Bakurê Kurdistanê û Başûr-Rojavaya Kurdistanê tê peyivîn: Urfa/Riha, Efrîn, Mereş, Meletî, Elbistan, Qonya... Herwiha kurmanciya Xorasanê jî beşek ji kurmanciya rojava ye ji ber ko kurdan ji Navenda Anadolê bar kiriye û çûne li Xorasanê bi cih bûne.
Gelo çi taybetî hene ko van komên devokên kurmancî (rojhilatî, navendî, rojavayî) ji hev cuda dikin? Ez ê hewl bidim ko li vê derê cudahiyên serekî yên navbera devokên rojhilatî û devokên navendî rêz bikim. Ev cudahî di navbera piraniya herdu koman de hene lê belkî ne di her devoka van koman de her cudahî hebe.
Em ê wek merkezê devokên rojhilatî bajarê Dihokê û wek merkezê devokên navendî jî Mêrdînê bibijêrin. Di vê xalê de Hekariyan teqrîben 100 % wek Dihokê û Qamişlo jî wek Mêrdînê ye. Em ê li vê derê 20 cudahiyên koma rojhilatî û koma navendî diyar bikin. Ne tenê ev cuda hene lê bi texmîna min ev piraniya cudahiyên giring û belav in.
1) Paşpirtika peyvên pirrhejmar yên girêdayî/izafe/qertaf. Dihok: kitêbÊT min, Mêrdîn: kitêbÊN min.
2) Paşpirtika kesî ya kesê yekem yê pirrhejmar (em): Dihok: Em dibêjÎN, Mêrdîn: Em dibêjIN.
3) Paşpirtika kesî ya kesê sêyem yê yekhejmar (ew): Dihok: Ew dibêjÎT/dibêjÎTIN. Mêrdîn: Ew dibêjÊ/dibêjE.
4) Pêşpirtika dema bê: Dihok: Ez (d)ê _çim (bêpirtik), Mêrdîn: Ez (w)ê Biçim (pirtika ”BI”).
5) Pirtika dema bê: Dihok: Ehmed DÊ çît, Mêrdîn: Ehmed WÊ biçe.
6) Pêşpirtika dema niha: Dihok: ez-T-bêjim, Mêrdîn: ez DI-bêjim/DI-bêm.
7) Dema niha ya berdest: Dihokî ”ez ê dixwim”. Di mêrdînî de nîne yan jî arkaîk e ”ez î dixwim”.
8) Dema borî ya dûdar: Mêrdîn ”min xwarIYE”, Dihok ”min ya xwarî”.
9) Rehê lêkerên ”dan, birin, kirin”: Dihok: ez-t-DE-m / -t-BE-m / -t-KE-m, Mêrdîn: ez di-D-im, di-B-im, di-K-im
10) Demên borî yên şertî: Mêrdîn: ”min ê bigota”, Dihok: ”ez da bêjim”
11) Cînavên resîprokal: Mêrdîn: ”hev, hevdu, hevûdin, hevûdu” (”Em hev/hevdu nas dikin”), Dihok: êkudu, êkdu, êk (”Em êkûdu/êkdu nas-t-ken.”)
12) Pirtikên diyarker yên serbixwe: Dihok ”ya, yê, yêt” (ya min, yê min, yêt min), Mêrdîn: ”a, ê, ên” (a min, ê min, ên min)
13) Kesê duyem yê pirrhejmar yê çemandî: Mêrdîn: ”we” (”We çi go?”), Dihok: ”hewe” (”Hewe çi got?”).
14) Çend daçek: Dihok ”bo” hevberî ”ji bo” û ”ji … re” yên mêrdînî. Dihokî ”li gel” hevberî ”pê re, bi … re” yên mêrdînî. Dihokî ”jêk, pêk, têk” hevberî ”jev, pev, tev” (ji hev, bi hev, di hev) yên mêrdînî. Dihokî paşdaçeka ”ve” (wek ”pê ve”), mêrdînî ”va” (”pê va”).
15) Çend hejmarên ji hev cuda: dihokî ”êk, heşt, hizar”, mêrdînî ”yek, heyşt, hezar” (di dihokî de herdu peyv bi H-ya wek ”heval”, di mêrdînî de bi H-ya wek Hesen). Herwiha di mêrdînî de ji bilî formên ”du, sê” herwiha formên ”dudu, sisê” hene, di dihokî de nînin. Di mêrdînî de hejmarên 11 – 19 bi ”-deh” bi dawî tên, di dihokî de bi ”-de”.
16) Hin deng: du H di herdu komên devokan de hene, yek wek ”heval”, ya din wek ”Hesen” e. Lê di mêrdînî de H-ya wek Hesen di peyvên xwemalî (ne-erebî) de zêdetir peyda dibe: hezar, hirç, hemû, heyşt. Di dihokî de ew hemû bi H-ya wek ”heval” in. Di mêrdînî de 3 awayên T hene: T-ya req û zirav (”temam”), T-ya nerm û zirav (”te”) û T-ya nerm û qelew (”teng”). Di dihokî de ji bilî wan bi marjinalî T-ya qelew û req jî heye (”tep”). Di mêrdînî de bi marjinalî B-ya qelew jî heye (”berdan” wek ko ”bherdan” yan ”bierdan” be) ko di dihokî de peyda nabe.
17) Cinsê rêzimanî: di herdu komên devokan de du cins/zayend (mê û nêr) hene û di herduyan de jî piraniya peyvan mê ne. Lê mê di mêrdînî de hê jî serdesttir e: bo nimûne di mêrdînî de ”dem, wext, qelem” mê ne lê di dihokî de nêr in.
18) Pirtika diyarker ya piştî cînavî: Mêrdînî ”hevalê min î baş” li gel ”hevalê min ê baş”, bi dihokî ”hevalê min yê baş” (di axiftina giran de) yan ”hevalê min ê baş” (di peyivîna sivik de).
19) ”Di” wek pirtika pêş rengdêran li gel cînavên pirrhejmar: dihokî ”ew gelek DI baş in”, di mêrdînî de ew ”di” nayê bikaranîn.
20) Lêkerên ”karîn/ kanîn” û şiyan”: di mêrdînî de lêkera ”şiyan” nîne, di dihokî de ”karîn, kanîn” nîne. Rehê lêkera ”şiyan” peyvika ”-şê-” ye: ”ez-t-şêm”. Taybetmendiyeka lêkera “karîn, kanîn” jî ew e ko berevajî piraniya lêkerên din, pêşpirtika berdewamiyê “di-“ di dema niha de li gel wê nayê bikaranîn yan kêm tê bikaranîn: “ez karim” (ez dikarim).
Mirov çend ji Dihokê zêdetir ber bi Mêrdînê ve biçe, wisa ev taybetmendiyên devoka Dihokê zêdetir dibin wek yên Mêrdînê û berevajî. Bo nimûne, Zaxo û Cizîr dikevin navbera Dihok û Mêrdînê. Loma di hin ji van nuqteyên li jor de ew dişibin dihokiyê û di hinan de jî dişibin mêrdîniyê. Helbet di hin xalan de ji herduyan jî cuda ne. Bo ronkirina meseleyê, em dikarin van eynî xalan li gor devoka Zaxoyê rêz bikin û bibêjin ka di her yekê ji wan de Zaxo wek Dihokê yan jî wek Mêrdînê ye:
1) Paşpirtika peyvên pirrhejmar yên girêdayî/izafe/qertaf. kitêbÊT min (wek Dihokê)
2) Paşpirtika kesî ya kesê yekem yê pirrhejmar (em): Dihok: Em-it-bêjIN (wek Mêrdînê)
3) Paşpirtika kesî ya kesê sêyem yê yekhejmar: Ew-t-bêjIT (nêzîkî Dihokê lê ne bi temamî wek wê).
4) Pêşpirtika dema bê: Ez (d)ê _çim (wek Dihokê).
5) Pirtika dema bê: ”Ehmed DÊ çit” (wek Dihokê).
6) Pêşpirtika dema niha: Dihok: ez-iT-bêjim (gelek nêzîkî Dihokê)
7) Dema niha ya berdest: ”ez ê dixwim” (wek Dihokê)
8) Dema borî ya dûdar: Dihok ”min a xware” (nêzîkî Dihokê)
9) Rehê lêkerên ”dan, birin, kirin”: ez-it-DI-m / -it-BI-m / -it-KI-m (wek Mêrdînê)
10) Demên borî yên şertî: ”ez da bêjim” (wek Dihokê)
11) Cînavên resîprokal: ”êkudu, êkdu, êk (wek Dihokê)
12) Pirtikên diyarker yên serbixwe: ”ya, yê, yêt” (wek Dihokê)
13) Kesê duyem yê pirrhejmar yê tewandî:”we” (Wek Mêrdînê)
14) Çend daçek: wek Dihokê (bo, li gel, jêk, pêk, têk)
15) Çend hejmarên ji hev cuda: wek Dihokê
16) Hin deng: wek Dihokê
17) Cinsê rêzimanî: wek Dihokê
18) Pirtika diyarker ya piştî cînavî: wek Dihokê
19) ”di” wek pirtika pêş rengdêran li gel cînavên pirrhejmar di devoka Zaxoyê de jî nayê bikaranîn (wek Mêrdînê)
20) Lêkerên ”karîn/ kanîn” û şiyan”: wek Dihokê.
Zaxo cîrana Dihokê ye loma di piraniya nuqteyan de ew wek wê ye lê tenê di 14 nuqteyan de. Zaxoyî di 4 nuqteyan de jî wek mêrdîniyê ye û ji dihokiyê cuda ye. Di çend xalan de jî ew ne bi temamî wek dihokiyê û ne jî wek mêrdîniyê ye. Eger em 100 – 200 kîlometreyan ji Dihokê dûr bikevin û ewqas nêzîkî Mêrdînê bibin, li wê deverê nuqteyên hevpar yên li gel mêrdîniyê dê zêdetir bibin û yên hevpar bi dihokiyê re kêmtir bibin. Bo nimûne, li Cizîrê dê ji Zaxoyê kêmtir ji van nuqteyan li gel Dihokê hevpar bin û zêdetir bi Mêrdînê re mişterek bin.
Wek ko me li destpêkê got, mirov dikare kurmancî li ser sê komên devokan parve bike: rojhilatî, navendî û rojavayî. Ev berhevdana li jor di navbera koma devokên rojhilatî û koma devokên navendî de hatiye kirin. Di her devokê de helbet her nuqte ne wek Dihokê yan wek Mêrdînê ye. Lê devokên rojhilatî di piraniya van nuqteyan de wek dihokiyê ne û devokên navendî de jî di piraniya nuqteyan wek mêrdîniyê ne.
Li gor berhevdanên li ser van nuqteyên li jor rêzkirî mirov dikare xeteka bakur-başûrî bikêşe ko dikeve ser Mûş, Bidlîs, Sêrt, Cizîr û Zaxoyê. Ew dever û derdorên wan yên nêzîk bi devokên sersinorî diaxivin ko hin taybetmendiyên devokên rojhilatî û hin jî xisûsiyetên devokên navendî di wan de serdest in. Li rojhilata wê xetê deverên wek Agirî, Bazîd, Dihok, Hekarî, Urmiye, Wan dimînin ko bi devokên koma rojhilatî diaxivin. Ji wê xetê rojavatir jî bajarên wek Mûsil, Qamişlo, Mêrdîn, Batman, Diyarbekir heye.
Mirov dikare bi awayekî din jî devokên rojhilatî û navendî ji hev cuda bike: devokên rojhilatî çiyayî ne, devokên navendî deştî ne.
Helbet ev nayê wê maneyê ko bo nimûne di navbera devokên navendî yên Diyarbekirê û Mêrdînê de yan devokên rojhilatî yên navbera Dihokê û Urmiyê de cudahî nînin. Cudahî hene û gelek jî hene. Lê eger mirov cudahiyên rêzimanî yên du devokên navendî bide ber hev, ew gelek kêmtir in ji cudahiyên devokeka navendî û devokeka rojhilatî.
Di vê nivîsê de ne mimkin e ko mirov hemû cudahiyên devokên navendî û devokên rojavayî jî diyar bike. Hêvîdar im ko bikarim wê bikim mijara nivîseka din. Di hazirkirina wê de ez ê hewceyî alîkariya qisekerên devokên rojavayî bim. Lê mirov dikare bi kurtî bibêje ko kurmanicya rojavayî li van deveran tê peyivîn: Urfa/Riha, Mereş, Meletî, Semsûr, Efrîn, Qonya.
Ev xebateka destpêkî ye. Dibe ko hin nuqteyên giring hatibin jibîrkirin. Eger xwandevanên hêja bi wan bihesin, hêvî dikim ko min jê haydar bikin daku em xwe di warê devoknasiya kurdî de bikemilînin. Hêvîdar im ko her kes van nuqteyan bide ber taybetmendiyên devoka xwe daku em baştir bibînin ka cudahiyên devokan çi ne. |