[ ÇARŞEM, 2024-04-24 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Zêde-rastî anko hîperkorektî
HELSÎNKÎ, 16/3 2013 — Hîperkorektî (bi inglîzî: hypercorrection) di zimannasiyê de ew çewtî, şaşî û xeletî ne ko ji ber hewldana zêde ya ”rastkirina” rê û rêbazên rêzimanî pêk tên. Anku axiver yan nivîser hewl dide ko zimanê heyî li gor hin rêbazan ”zêde rast” bike. Hîperkorektî anku ”zêde-rastî” di bikaranîna zimanî de bi taybetî hingê peyda dibe dema ko bikarîner rêbazeke rêzimanî ji hedê wê berfirehtir bi kar tîne.

Hîperkorektî vs. Biyanîtî

Ji bilî hin pîremêr û pîrejinên me, niha hemû kurdîaxiv di çarçoveyeke duzimanî yan jî pirrzimanî de dijîn. Piraniya kurdan hemû xwendina xwe bi zimanekî biyanî kiriye. Ev kêm-zêde tesîrê li bikaranîna me hemûyan ya kurdî dike. Ev tesîr dikare tirkîzm, erebîzm, farisîzm, inglîzm be anku bikaranîna zimanê kurdî li gor qeyd û bendên wan zimanan, bi taybetî wergerandina hin biwêj û îdyomên yekser ji wan zimanan, wek ”lê gerîn” bi maneya ”telefon kirin”: ”aramak” ya tirkî hem bi maneya ”lê gerîn” e (hewl dan ko kesekî yan tiştekî bibîne) û hem jî bi maneya ”telefon kirin” e (bi telefonê li gel kesekî axivîn). Lê ”lê gerîn” di kurdî de li deverên ne di bin tesîra tirkî de bi maneya ”telefon kirin”ê nayê bikaranîn loma mirov dikare bi hêsanî bibîne ko ew ji tesîra tirkî ye.

Herwiha ji ber tesîra tirkî gelek kurd cotdengên ”ç, k, p, t” tenê bi awayê wan yê req (aspired) dibêjin anku ”ç” ya ”çav” jî wek ya ”çar” (4) bi lêv dikin. Herwiha gelek kes ”i” ya kurdî jî wek ”ı” ya tirkî bi lêv dikin lê ”ı” ya tirkî û ”i” ya kurdî ne bi temamî hevdeng in. Dîsa hin kes ji ber tesîra tirkî ”w” ya kurdî jî bi ”v” û ”q” ya kurdî jî bi ”k” dinivîsin yan dibêjin.

Ev tesîra tirkî ”tirkîzm” yan ”tirkîfîkasyon” e lê ew ne hîperkorektî ye. Hîperkorektî ew e ko bo ”xwerizgarkirina” ji tesîra zimanên din û ”hê jî rasttir” bikaranînê, hin kurd heta ko jê tê hewl didin dengên di tirkî de tine di kurdî de binivîsin heta wê dereceyê ko êdî li gor kurdî xelet dibe.

Bo nimûne, gelek kes peyva ”heval” jî wek ”hewal” û ya ”televizyon” jî wek ”telewîzyon” dinivîsin ji ber texmîna ko ”hewal” û ”telewîzyon” ji ”heval” û ”televizyon” ”kurdîtir” in û zêdetir dûrî tirkî ne. Ev diyarde ne tenê li ba hin kurdîkêmzanan heye lê hê jî belavtir e: Di rastiyê de piraniya kurmancan berê digot ”nevroz” (heta di ”Mem û Zîn”ê de jî wisa ye) lê, bi texmîna ko ”v” ya nevrozê ji tesîra tirkî ye, niha forma ”newroz” ya soranî di kurmancî de jî bûye serdest. Lê sebebê ”w” ya di ”newroz”a soranî de tenê ew e ko ”v” bi xwemalî di soranî de nîne.

Ji ber tinebûna herfa ”x” di tirkî de, peyvên bi ”x” yên ji erebî bi pirranî di tirkî de bi ”h” tên nivîsîn. Lê ne hemû ”h” yên di peyvên ji erebî ketî tirkî de bi erebî bi ”x” ne. Bo nimûne peyva H ya di peyva ”intihar” (xwekujî, xwekuştin) ya tirkî de bi erebî H ya wek di navê Hesen de ye. Lê bi texmîna ko ”intihar” di erebî de ”intixar” be, medyaya Bakurê Kurdistanê bi piranî wê wek ”intixar” yan ”întîxar” dinivîse. Ev jî yek ji awayên hîperkorektiyê ye.

Hîperkorektî di navbera kurmancî û soranî de

Hîperkorektî herwiha di hewldana axivîna bi kurmancî ya gelek soranîaxivan de jî heye. Di soranî de ”min” hem cihê ”ez” ya kurmancî û hem jî ”min” ya kurmancî digire: ”min ekem/dekem” (ez dikim) lê ”min kirdim” (min kir). Lê ji ber ko li ba soranîaxivan meşhûr e ko ”ez” ya kurmancî cihê ”min” ya soranî digire, piraniya soranîaxivan di axivîna xwe ya bi kurmancî de li wan cihan jî ”ez” bi kar tînin ko diviyabû ”min” bi kar bianiya, wek ”*ez got” ko divê ”min got” be.

Dîsa ji ber hebûna ”v” di kurmancî de û tinebûna wê bi gelemperî di soranî de, gelek soran bawer dikin ko divê her ”w” ya soranî di kurmancî de bikin ”v”, wek: ”*baver” (bawer), ”*vate” (wate).

Hîperkorektî di tewandina navdêran de

Hîperkorektî ne herdem tenê ji ber ”xwerizgarkirina zêde” ya ji zimanên din tê kirin. Gelek caran hîperkorektî ji aliyê hin rêzimannas yan jî nîv-zimannasan ve tê kirin ko hewl didin formeke ”fermîtir” bo formên devkî peyda bikin.

Bo nimûne, rêbaza giştî ya kurmancî ew e ko tewandina navdêrên mê bi paşpirtika ”ê” (sêv > wê sêvê) û ya navdêrên nêr jî bi ”î” ye (ker > wî kerî) ye. Lê eger ji xwe li dawiya peyva mê de di rewşa xwerû de dengê ”ê” hebe, êdî ê-yeke din jî lê nayê zêdekirin: ”rê > wê rê” (Bo nimûne, biwêja ”bi rê ve çûn” yan ”bi rê ve birin” – ne ”*bi rêyê ve çûn” yan ”*bi rêyê ve birin” e.) Lê dîsa jî gelek kes bo ”rasttir” bikaranînê ”ê/î”-yeke zêde jî lê bar dikin.

Bo nimûne, yek ji awayê bikaranîna wan fraza "wî xanîyî" ye ko ji 3 dengên "î" pêk tê ("xan-î-î-î-"!) ji ber ko Y û Î eslen eynî deng in lê li gor cihê wî dengî di peyvê de ew wek vokal (Î) yan jî nîv-vokal ( Y ) tê xwendin. Jixwe Î jî hevberî 2 i-yan e, bi nivîsîna wan dibe "wii xan-i-i-i-i-i-i-"! Heta eger em wek "xaniyî" jî binivîsin, dîsa jî 5 i dimînin.

Tercîhkerên vî awayê nivîsînê jî qebûl dikin ko ew deng di piraniya devokên kurmancî de nîne lê dîsa jî israrê li ser ”rasttirbûna” wî awayî dikin. Ez dikarim bibêjim ko ew awa di hîç devoka kurmancî de nîne. Ew di hîç zaravaya kurdî de nîne. Çêtir e ko nebêjim ko ew di hîç zimanî de nîne lê heta niha min ew di hîç zimanî de nedîtiye.

"-î" hingê hewce ye ko li peyvê bê zêdekirin gava ko ew bi xwe li dawiya peyvê tine be: - bar > wî barî, Ehmed > wî Ehmedî. Lê: xanî > wî xanî, Elî > wî Elî

Bi heman awayî jî: - Jiyan > wê Jiyanê. Lê: Fatê > wê Fatê (ne *Fatêyê)

Bo berhevdanê, di inglîzî de hem S xwedîtî (possessive) û hem jî pirrjimariyê (plural) diyar dike: cat (kitik, pisîk) > cats (kitikan, hin kitik) / cat's (yê kitikê).

Lê eger em bixwazin bibêjin "yê kitikan" diviyabû di inglîzî de du "s" li gel hev hatibûna bikaranîn: *cats's yan *cat'ss. Lê, ji ber ko bi rastî dengekî wisa di inglîzî de nîne, ew nabêjin ko "divê em wisa bibêjin" lê qeydên zimanê xwe li gor zimanê heyî diyar dikin û dibêjin: cats'.

Hîperkorektî di tewandina lêkeran de

Bo nimûne, ji ber ko forma standard ji peyvên ”kar ke!” gotina ”kar bike!” ye yan jî ji ”lê xe!” peyva ”lê bixe!” ye, hin kes hewl didin ko vê morfa ”-bi-” li cihên wisa jî zêde bikin ko bi rastî nîne. Wek mînak, mirov dikare van peyvan bide: ”*werbigire, *bila derbikevin, *de hilbidin”.

Lê di rastiyê de formên wisa di kurmancî de nînin. Dema ko lêker ji du beşan pêk bê ko yek lêkera xwerû ye û pêşpirtika ”ba-, ber-, çê-, da-, hil-, ra-, ve-, wer-” bigire, hingê ”-bi-” di navbera pêşpirtikê û lêkera xwerû de nayê bikaranîn. Em dibêjin ”veke, em ê rûnin, bila hilgire, divê rabin, tê werdin” (ne *vebike, *em ê rûbinin, *bila hilbigire, *rabibin, *tê werbidin.) Lê dîsa jî gelek caran em dibînin ko ev ”-bi-” ya zêde li peyvê tê siwarkirin û bikarîner bawer dikin ko wisa formeke ”rasttir” bi kar tînin. Lê di rastiyê de ew form ji rastiyê zêdetir e anku hîperkorekt e, xelet e.

Forma subjunktîv ya lêkerên ”zanîn” û ”karîn” li gor hin devokan ”bizanim, bizanî, bizane, bizanin” û ”bikarim, bikarî, bikare, bikarin” û li gor devokên din jî ”zanibim, zanibî, zanibe, zanibin” û ”karibim, karibî, karibe, karibin”. Anku di hin devokan de ”bi-” li destpêkê ye û di hinên din de jî ”-ib-” di navbera rehê dema borî û qertafên kesî de ye. Forma ko ”bi-” li destpêkê ye li gor qeyda giştî ya subjuntîvê ye, wek ”bikim, bidim, bixwim…”

Devokên ko dibêjin ”zanibim, karibim” jî dîsa dibêjin ”bikim, bidim, bixwim…” Loma ew texmîn dikin ko ”bi-” ji destpêka ”karibim, zanibim” kêm e û hewl didin wê lê zêde bikin û formên wek ”*bikaribim, *bizanibim” bi kar tînin ko ”-ib-” yan ber bi dawiyê yan jî ”bi-” ya destpêkê lê zêde ye.

Di dema borî ya sade û dema borî ya dûdar de formên lêkeran yên kesê duyem yê yekjimar (tu) wek hev in: ”tu hatî” ko dikare hem hevberî ”ez hatim” (dema borî ya sade) û hem jî ”ez hatime” (dema borî ya dûdar) be yan jî ”min tu birî” ko dikare hevberî ”te ez birim” yan jî ”te ez birime” be.

Gelek rêzimanvan nikarin tehemila vê rastiyê bikin loma hewl didin ko formeke cuda bo dema borî ya dûdar çêkin ko di rastiyê de nîne. Ew formên wek ”*tu hatiyî” yan ”*tu hatîyî” û ”*min tu biriyî” yan jî ”*min tu birîyî” dinivîsin. Lê ne tenê ew form di zimanê axivînê de qet nînin lê herwiha ew ji aliyê rêzimanî ve jî xelet e: dema borî ya dûdar bi formûlaya ”dema borî + -e” pêk tê, wek ”ez hatim > ez hatime” yan ”ew ketin > ew ketine”. Tenê kesê sêyem yê yekjimar (ew) bi formûlaya ”dema borî + -(i)ye” tê avakirin: ”kir > kiriye, çû > çûye”.

Loma heta eger mirov formeke di zimanê axivînê de neyî qebûl bike jî, ”tu hatî” di dema borî ya dûdar de nabe ”tu hatîyî” lê divê bibe ”tu hatiye”. Lê ji xwe hingê jî ew ”hatiye” li gel ”hatiye” ya ”ew hatiye” dibe hevdeng! Loma forma heyî ”tu hatî” bo herdu deman ji formên çêkirî çêtir e.

Hîperkorektî vs. standardkirina zimanî

Standardkirina zimanî û danîna qeyd û qalibên rêzimanî li gor zimanê heyî tên afirandin, ne zimanê heyî li gor qeyd û qalibên req û rijd tên serkutkirin.

Kêmkirina istisnayan hingê mimkin e eger di zimanî de du yan zêdetir form bi rastî hebin û tenê bimîne ko em kîjan ji wan bo zimanê standard bibêjin. Bo nimûne, di hin devokan de bi maneya "I know" dibêjin "ez dizanim" û di hinan de jî "ez zanim". Dema ko em lê bifikirin ka kîjan ji wan ne istisna ye, em dikarin li peyvên din binerin. Devokên ko dibêjin "ez zanim" jî li gel lêkerên din "di-" bi kar tînin: "ez dikim" (ne "ez kim"), "ez dixwim" (ne "ez xwim"). Wisa em dikarin bê dudilî bibêjin ko forma "ez dizanim" li gor qeyd û rêbaza serekî ye û bila ew standard be.

Lê nimûneyeke din: lêkera "gotin". Eger ew ne istisna bûya, divê rehê dema niha "-goş-" bûya (bide ber "dotin > di-doş-im”, firotin > di-firoş-im”) yan jî ”-goj-” bûya (bide ber ”sotin > di-soj-im”). Lê em hemû dizanin ko di ti devoka kurmancî de ti kes nabêje ”ez digoşim” yan ”ez digojim”. Loma em neçar in ko forma istisna ya "ez dibêjim" qebûl bikin.

Inglîz jî dibêjin ”I go” (ez diçim) û li gor rêbaza serekî diviyabû wan bigota "*I goed" (ez çûm). Lê ji ber ko ti kes wisa nabêje, zimanê standard jî mecbûr e ko istisnayê qebûl bike û binivîse "I went".

Eger zimanê standard ne li ser bingehê zimanê heyî bê avakirin lê mirov bo ”kêmkirina istisnayan” formên di ziman de neyî bi kar bîne, em ê zimanê xwe bikin hetkehî.

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUHAMMED husein.muhammed@gmail.com
Weşandin: 2013-03-16
Xwendin: 10017
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
Helîm Yûsiv klîşeyan dubare dike (2012-04-14)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org