[ ÎNÊ, 2024-04-26 ]   [ BIKE MALPERA DESTPÊKÊ ]   [ BÊXE NÊV BIJAREYAN ]   [ KONTAKT ]   [ INFO ]   [ LÊGERÎN & ARŞÎV ]  
DESTPÊK
Nûçe
Nivîsar
Kulturmagazîn
Hevpeyvîn
Kolumnîst
Ewrokurd
E-Pirtûk
Lîteratûr
Ziman
Muzîk
Foto
Lînk
E-POSTEYA TE
  Nav (Username)  
   
  Þîfre (Password)  
   
   
     
   »E-posteyeka nû
 bo xwe qeyd bike
 
REKLAM


KOLUMNÎST 
Romana ”Ez ê yekî bikujim” ya Firat Cewerî
[HELSÎNKÎ, 13/12 2008]

1. Sê jiyan di romanekê de

Romana duyem ya nivîskarê hêja Firat Cewerî ”Ez ê yekî bikujim” îsal li Stenbolê ji Weşanxaneya Avestayê derketiye. Roman li ser jiyana sê kesan e: 1) Temoyê ko nû ji zindanê derketiye, 2) Dîanaya ko berê gerîla bû û niha fahîşe ye û 3) nivîskarek kurd yê ko piştî salên dirêj bi mêvanî vegeriye Kurdistanê. Bi rêya hin bûyerên tesedufî, her sê leheng di romanê de digihin hev.

Li vê derê dixwazim bi çend hevokan vê romana pirr hêja bi xwendevanan bidin nasîn.

2. Temo fêrî jiyana derveyî zindanê nabe

Lehengê yekem yê romana nû ya nivîskarê me yê zîrek, hêja Firat Cewerî bi navê Temo ye û kesekî şkencekirî ye û piştî pazde salan ji zindanê derketiye. Lê ew bi azadbûna ji zindanê dilşad nebûye. Dinya lê guheriye û ew nikare xwe adapteyî jiyana nû ya derveyî zindanê bike. Bajar û bajariyên wî li ber wî gelek xerîb û sar in. Heta wan zimanê xwe jî guhastiye û êdî ne bi kurdî, lê hemû di nav xwe kurdan de jî bi tirkî dipeyivin.

Temo ti kesê ko bikare dilê xwe lê veke û derdê xwe jê re vebêje nabîne. Ew ketiye depresyonek kûr û nikare tehemila jiyana xwe ya li derveyî zindanê bike. Bo dinyayê ji derdê xwe agadar bike yan jî dîsa ji ”azadiyê” xilas bibe, ew li nav bajarê xwe digere daku yekî bikuje.

Ew dike pêşî dayika xwe qetil bike. Paşî bi nav bajar dikeve û pêrgî gelek mirovên tîpîk yên bajarî tê. Pêşî kurikek dixwaze çakêtê wî yê ko kêra bo kuştinê tê de veşartî bidize. Paşî ew rastî keçikek parsek tê. Dûre diçe dikanekê ko keçek dîndar ya sergirtî cilên jinan yên seksî difiroşe. Taliyê jî ew xwe digihîne jinek kurd ya xwefiroş ya bi kodnavê Dîana ko di beşa duyem ya romanê de bi xwe dibe lehenga serekî.

2. Gerîla bûye fahîşe

Dîana jinek kurd e ko hatiye mecbûrkirin ko fihûşê bike. Ew hê pirr biçûk bû dema ko bavê wê soz dabû hevalekî xwe yê pîr ko keça xwe pê re bizewicîne. Dîana dijî biryara babê xwe derdikeve û paşî bi malbata xwe ve diçe bal babê wê yê ko ji mêj ve li Elmanyayê ye. Li wir babê wê yê dîndar û serhişk rê nade ko Dîana bixwîne û zimanê elmanî hîn bibe. Lê paşî hin kurd tên mala wan, babê wê neçar dikin ko alîkariya partiya wan bike. Taliyê Dîana jî xwe digihîne partiyê û piştî ko heyamekê li Ewropayê di rêkxistinên partiyê de dixebite, ew transferî nav gerîlayan tê kirin.

Di nav gerîlayan de xeyalên wê yên îdeal yên li ser wehkeviyê û rastiya jiyana çekdaran dijî hev derdikevin. Ew neçar dibe ko hemberî pêşmergeyan jî şer bike. Dawiyê di pevçûnek li gel artêşa tirk de hemû hevalên koma wê tên kuştin û ew bi xwe birîndar tê girtin.

Lê serbazê leşkeran dihêle ko Dîana bireve. Hin qoricî (cehş) wê dibînin. Ew wê dibin û hinekî lê xwedî derdikevin. Lê paşî hin ji wan wê dişînin bajarekî û li wir ew tê mecbûrkirin ko yan bibe sîxur û casûs dijî partî û hevalên xwe û jehrê bi serdarên wan bide vexwarin yan jî li nav bajar fihûşê bike. Ew ti ji herdu alternatîvan napejirîne û dixwaze xwe bikuje. Lê di hewlên xwekuştinê de bi ser nakeve û neçar dibe fihûşê bike.

3. Nivîskar dikeve nav belaya Temoyî û Dîanayê

Lehengê sêyem nivîskarek kurd e ko piştî salên dirêj bi mêvanî hatiye bajar daku semînarekê li ser zimanê kurdî bide û pirtûkên xwe bo xwendevanan îmze bike. Lê ev mirada wî ya bi salan niha jî hasil nabe.

Pêşî tirimpêla wî li Temoyê ko berê dostê wî bû diqelibe. Ew di berîka Temoyî de kaxezkekê dibîne ko dem û dera jivana li gel Dîanayê li ser hatiye nivîsîn. Daku nivîskar ji rewş û jiyana niha ya Temoyê dostê xwe agadar bibe, diçe jivana Dîanayê. Lê ji jiyana Temoyî zêdetir, nivîskar dibe guhdarê derdê Dîanayê.

4. Her hevok bi heyecanê dagirtî ye

Hin roman hene ko dema mirov wan dixwîne, hê ji rûpelên pêşî dikare bi ihtimalek mezin tê derxe ka dê çawan biherike û dawiyê dê çi be. Romana ”Ez ê yekî bikujim” bi her awayî ji wan romanan cuda ye. Her hevoka romana kek Firat Cewerî heyecana xwendevanan dikelîne û mirov li bendê ye ka dê di hevoka li pey wê de çi biqewime.

Ziman û hevoksaziya romanê gelek herikbar e û xwendevan dikarin wê bi asanî bixwînin bêyî ko li astengên giran asê bimînin. Lê tevnê nûjen yê romanê gelek balkêş e. Ew ne mîna çîrokan bi rêza kronolojîk ji destpêka bûyeran ta dawiya wan dilive lê di nav bûyerên berdest re hêdî-hêdî leheng li vegotina jiyana xwe ya berê vedigerin û xwendevan parçe bi parçe ji bûyerên ko ew gihandine vê merhelê agadar dibe.

5. Berçavkirina rewşa civakê bi rêya jiyana lehengan

”Ez ê yekî bikujim” romanek 150-rûpelî ye. Çîroka wê bi serê xwe jî balkêş e. Lê nivîskarê hêja Firat Cewerî qîma xwe tenê bi çîrokek balkêş neaniye. Tevî ko çîrok behsa hin lehengên takekes dike, ew di heman demê de kesên tîpîk yên civakê ne. Derdê ew dikişînin, bi ti awayî ne tenê yê wan e lê bi dehan hezaran – eger ne bi sedan hezaran – kes li Bakurê Kurdistanê di rewşa wan de ne.

Bo nimûne, dehan hezaran kes wek Temoyê qehremanê romanê ketine bin şkenceyên giran û parek mezin ji jiyana xwe di zindanan de borandine. Dema ko ew ji zindanê dertên jî, ew hewceyî alîkariyê ne daku bikarin xwe biguncînin jiyana derve. Lê mixabin ne ti alîkariyek fermî bo wan heye û ne jî xizm û dost û lêzimên wan mîna berê mane. Ew di dilê Kurdistanê de bijîn jî, dîsa xwe xerîb dibînin.

Çîroka jiyana Dîanayê hem rewşa kembax ya keç û jinên kurd, entregrenebûna kurdên li Ewropayê koçber, jiyana dijwar û ne-îdeal ya çekdarên kurd û hem jî derdê bajarî û gundiyên Kurdistanê bi awayekî realîst lê dîsa jî bi vegotinek nûjen û balkêş radixe ber çavên xwendevanan.

Bi kurikê ko dixwaze çakêtê Temoyî bidize yan keçika parsek, nivîskar wêneyek baş yê jarî û xizaniya ko bajarî ketiniyê tîne ber çavên xwendevanên xwe. Bi nimûneya keçika sergirtî ya ko li dikanê cilên seksî difiroşe, nakokî û durûtiya civaka me temsîl dike. Fahîşeyên bajarên nîşana dubendiya navbera parastina namûsê bi kuştina keç û jinana û tercihkirina bênamûsiyê di pratîkê de bi kirîna fihûşê. Jiyana qoriciyê ko Dîanayê digire û paşî wê bişîne bajarî, xweş xwiya dike ko bi hezaran kurd hem ji alî dewletê û hem jî ji alî çekdarên kurd ve hatine neçarkirin ko rahêjin çekan û birakujiyê bikin.

Di romanê de hê gelek kes û bûyerên tîpîk hene. Lê bila ev çend mînak li vir bes bin û xwendevan bi xwendina romanê hê nimûneyên gelek balkêş bibînin.

6. Firat Cewerî rêyek baş bijartiye

Nivîskarê romana ”Ez ê yekî bikujim”, Firat Cewerî heta niha 14 pirtûk nivîsîne û 15 jî wergerandine. Di ser vê re jî, wî 40 hejmarên hêja yên kovara Nûdemê weşandine. Di nav berhemên wî de hem çîrok, hem helbest û hem jî piyes û şano hene.

Lê niha Firat xwe konsantreyî nivîsîna romanan kiriye. Ev romana wî ya duyem e. Min berê nivîsarek dirêj li ser romana wî ya yekem ”Payiza Dereng” nivîsiye loma venasandina wê li vê derê ne pêwîst e. Lê dikarim bi rehetî bibêjim ko hem ”Payiza Dereng” û hem jî ”Ez ê yekî bikujim” du romanên kurdî yên herî biserketî ne. Îmkanên berfireh yên romannivîsiyê rê didin kek Firat ko bi çîrokên heyecanî, bi bûyerên balkêş û zimanek gelek dewlemend û delal, derdên pirralî yên civakê diyar dike.

Romana ”Ez ê yekî bikujim” bo her xwendevanê kurd pêşniyar dikim. Herwiha ez bi xwe hê ji niha ve li bend û hêviya derketina romana sêyem ya hêja Firat Cewerî me!

-----------------------------------
Nivîskar: HUSEIN MUAHAMMED humimu@utu.fi
Weşandin: 2008-11-13
Xwendin: 7207
 

KOLUMNÊN BERÊ   
Diminutîv – biçûkkirin yan şîrînkirin? (2014-03-30)
Dengrêziya kurdî (2014-01-03)
Parvekirina devokên kurmancî (2013-12-09)
Peyvên me ji kû tên? (2013-10-23)
Gelo em bi rastî hewceyî zêdetir herfan in? (2013-08-24)
Rêjeya herfan di nivîsên kurmancî de (2013-06-29)
Kurdiya reben rût nekin! (2013-06-03)
Stembol û dengnasiya kurmancî (2013-04-10)
Zêde-rastî anko hîperkorektî (2013-03-16)
Guherîna cihê dengan di peyvê de (2013-02-20)
Hevalên derewîn (2013-01-24)
»Dersên şerîetê« ya Kamiran Alî Bedirxan (2012-10-19)
Têmûrê Xelîl cewherê nivîsara min minaqeşe nake – bi hûrahiyan ve mijûl dibe (2012-08-31)
Dêrsim, kurd û filetî (2012-08-24)
Çerxa hemû jiyanê: ”Gul bişkivîn” (2012-08-03)
Dev ji dibistanê berdin (2012-07-08)
Kurdî wekî derseke berbijar (2012-06-15)
“Dîwana Kurmancî” klasîkan dide nasîn (2012-06-04)
Arthur Rimbaud (1854–1891): Keştiya mestbûyî (2012-05-15)
Suleyman Demir piştî bîst salan li yara xwe vedigere (2012-04-29)
NERÎNGEH
 
[kitêb] Sun Zî: Hunera şer (2016-04-21)
Ismail Beşikçi ji kurdan re li ser ermeniyan semînerek da (2013-09-28)
Kurdistan berî serxwebûna siyasî ”serxwebûna petrolê” û ekonomîk îlan dike (2012-05-21)
Tewanga navdêrên zimanê kurdî (2009-02-08)
Umît Firat dibêje navnîşana çareserîya pirsa kurd ne PKK ye (2008-11-11)
Hêro Talebanî: Min nedixwest Mam Celal bibe serokkomarê Iraqê [foto] (2007-05-10)
Alfabeya kurdî-latînî ji bo zimanê kurdî ji alfabeya kurdî-erebî minasibtir e (2005-11-02)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
vv9v8v09fq:TabArticles:4;8;12;14;17;19;21;22;23;24;28;29;30;31;32;40;41;43;44;46;48;49;51;52;53;54;55;56;58;60;62;63;64;65;66;67;69;71;72;74;75;76;77;78;79;80;81;82;84;85;86;90;91;92;94;95;96;97;98;100;102;103;104;105;106;107;109;110;111;112;113;114;115;116;117;118;119;120;121;122;123;124;125;126;127;128;129;130;131;132;133;134;136;137;138;139;140;141;142;143;144;145;146;147;149;150;151;152;153;155;157;158;159;160;163;164;165;166;167;168;169;170;171;172;173;174;175;176;178;179;180;181;182;183;184;185;186;187;188;189;190;191;192;193;194;195;196;197;198;199;200;202;203;204;205;206;207;208;209;210;211;212;213;214;215;216;217;218;219;221;222;223;224;225;226;227;228;229;230;231;232;233;234;235;236;237;238;239;240;241;242;243;244;245;246;247;248;249;250;251;253;254;255;256;257;258;259;260;261;262;263;264;265;266;267;268;269;270;271;272;273;274;275;276;277;278;279;280;281;282;283;284;285;286;287;288;289;290;291;293;294;295;296;297;298;301;302;303;304;305;306;307;308;309;310;311;312;313;314;315;316;317;318;319;320;321;322;323;324;325;326;327;328;329;330;331;332;333;334;335;336;337;338;339;340;341;342;343;344;345;346;347;348;349;350;351;352;353;354;355;356;357;358;359;360;361;362;363;364;365;366;367;368;369;370;371;372;373;374;375;376;377;378;379;380;381;382;383;384;385;386;387;388;389;391;392;393;394;395;396;398;399;400;401;402;403;404;405;406;407;408;409;410;411;412;413;414;415;416;417;418;419;420;421;422;423;424;425;426;427;428;429;430;431;432;433;434;435;436;437;438;439;440;441;442;443;444;445;446;447;448;449;450;451;452;453;454;455;457;458;459;460;461;462;463;464;465;466;467;468;469;470;471;472;473;474;475;476;477;478;479;480;481;482;483;484;485;486;487;488;489;491;492;493;494;495;496;497;498;499;500;501;502;503;504;505;506;507;508;509;510;511;512;513;514;515;516;517;518;519;520;521;522;523;524;525;526;527;528;529;530;531;532;533;534;535;536;537;538;539;540;541;542;543;544;545;546;547;548;549;550;552;553;554;555;556;557;558;559;560;561;562;563;564;565;566;567;568;569;570;571;572;573;574;575;576;577;578;579;580;581;582;583;584;585;586;587;588;589;590;591;592;593;594;595;596;597;598;599;600;601;602;603;604;605;606;607;608;609;610;611;612;614;615;616;617;618;619;620;621;622;623;624;625;626;627;628;629;630;631;632;633;634;635;636;637;638;639;640;641;642;643;644;645;646;647;648;649;650;651;652;653;654;655;656;657;658;659;660;661;662;663;664;665;666;667;668;669;670;671;672;673;674;675;676;677;678;679;680;681;682;683;684;685;686;687;688;689;690;691;692;693;694;695;696;697;698;699;700;701;702;703;704;705;706;707;708;709;710;711;712;713;714;715;716;717;718;719;721;722;723;724;725;726;727;728;729;730;731;732;733;734;735;736;738;740;741;742;743;744;745;746;747;748;749;750;751;752;753;755;756;757;758;759;760;761;762;763;764;765;766;767;768;769;770;771;773;775;776;777;778;779;780;781;782;783;784;785;786;787;788;789;790;791;792;793;794;795;796;798;799;800;801;802;803;804;805;806;807;808;809;810;811;812;813;814;815;816;817;818;819;820;821;822;823;824;825;826;827;828;829;830;831;832;833;834;835;836;837;838;839;840;841;842;843;844;845;846;847;848;849;850;851;852;853;854;855;856;857;858;859;860;861;862;863;864;865;866;867;868;869;870;871;872;873;874;875;876;877;878;879;880;881;882;883;884;885;886;887;888;889;890;891;892;893;894;895;896;897;898;899;900;901;902;903;904;905;906;907;908;909;910;911;912;913;914;915;916;917;918;919;920;921;922;923;924;925;926;927;928;929;930;931;932;933;934;935;936;937;938;939;940;941;942;943;944;945;946;947;948;949;950;951;952;953;954;955;956;957;958;959;960;961;962;963;964;965;966;967;968;969;970;971;972;973;974;975;976;977;978;979;980;981;982;983;984;985;986;987;988;989;990;991;992;993;994;995;996;997;998;999;1000;1001;1002;1003;1004;1005;1006;1007;1009;1010;1011;1012;1013;1014;1015;1016;1017;1018;1019;1020;1021;1022;1023;1024;1025;1026;1027;1028;1029;1030;1031;1032;1033;1034;1035;1036;1037;1038;1039;1040;1041;1042;1043;1044;1045;1046;1047;1048;1049;1050;1051;1052;1053;1054;1055;1056;1057;1058;1059;1060;1061;1062;1063;1064;1065;1066;1067;1068;1069;1070;1071;1072;1073;1074;1075;1076;1077;1078;1079;1080;1081;1082;1083;1084;1085;1086;1087;1088;1089;1090;1091;1092;1093;1094;1095;1096;1097;1098;1099;1100;1101;1102;1103;1104;1105;1106;1107;1108;1109;1110;1111;1112;1113;1114;1115;1116;1117;1118;1119;1120;1121;1122;1123;1124;1125;1126;1127;1128;1129;1130;1131;1132;1133;1134;1135;1136;1137;1138;1139;1140;1141;1142;1143;1144;1145;1146;1147;1148;1149;1150;1151;1152;1153;1154;1155;1156;1157;1158;1159;1160;1161;1162;1163;1164;1165;1166;1167;1168;1169;1170;1171;1172;1173;1174;1175;1176;1177;1178;1179;1180;1181;1182;1183;1184;1185;1186;1187;1188;1189;1190;1191;1192;1193;1194;1195;1196;1197;1198;1199;1200;1201;1202;1203;1204;1205;1206;1207;1209;1210;1211;1212;1213;1214;1215;1216;1217;1218;1219;1220;1221;1222;1223;1224;1225;1226;1227;1228;1229;1230;1231;1232;1233;1234;1235;1236;1237;1238;1239;1240;1241;1242;1243;1244;1245;1246;1247;1248;1249;1250;1251;1252;1253;1254;1255;1256;1257;1258;1259;1260;1261;1262;1263;1264;1265;1266;1267;1268;1269;1270;1271;1272;1273;1274;1275;1276;1277;1278;1279;1280;1281;1282;1283;1284;1285;1286;1287;1288;1289;1290;1291;1292;1293;1294;1295;1296;1297;1298;1299;1300;1301;1302;1303;1304;1305;1306;1307;1308;1309;1310;1311;1312;1313;1314;1315;1316;1317;1318;1319;1320;1321;1322;1323;1324;1325;1326;1327;1328;1329;1330;1331;1332;1333;1334;1335;1336;1337;1338;1339;1340;1341;1342;1343;1344;1345;1346;1347;1348;1349;1350;1351;1352;1353;1354;1355;1356;1357;1358;1359;1360;1361;1362;1363;1364;1365;1366;1367;1368;1369;1370;1371;1372;1373;1374;1375;1376;1377;1378;1379;1380;1381;1382;1383;1384;1385;1386;1387;1388;1389;1390;1391;1392;1393;1394;1395;1396;1400;1401;1402;1403;1404;1405;1406;1407;1408;1409;1411;1412;1413;1414;1415;1416;1417;1418;1419;1420;1421;1422;1423;1424;1425;1426;1427;1428;1429;1430;1431;1432;1433;1434;1435;1436;1437;1438;1439;1440;1441;1442;1443;1444;1445;1446;1447;1448;1449;1450;1451;1452;1453;1454;1455;1456;1457;1458;1459;1460;1461;1462;1463;1464;1465;1466;1467;1468;1469;1470;1471;1472;1473;1474;1475;1476;1477;1478;1479;1480;1481;1482;1484;1485;1486;1487;1488;1489;1490;1491;1492;1493;1494;1495;1496;1497;1498;1499;1500;1502;1503;1504;1505;1506;1507;1508;1510;1511;1512;1513;1514;1515;1516;1517;1518;1519;1520;1521;1522;1523;1524;1525;1526;1527;1528;1529;1530;1531;1532;1533;1534;1535;1536;1537;1538;1539;1540;1541;1542;1543;1544;1545;1546;1547;1548;1549;1550;1551;1552;1553;1555;1556;1557;1558;1559;1560;1561;1562;1563;1564;1565;1566;1567;1568;1569;1570;1571;1572;1573;1574;1575;1576;1577;1578;1579;1580;1581;1582;1583;1584;1585;1586;1587;1588;1589;1590;1591;1592;1593;1594;1596;1597;1598;1599;1600;1601;1602;1605;1606;1607;1608;1609;1610;1611;1612;1613;1614;1615;1616;1617;1618;1619;1620;1621;1622;1623;1624;1625;1627;1628;1629;1630;1631;1632;1633;1634;1635;1636;1637;1638;1639;1640;1641;1642;1643;1644;1645;1646;1647;1648;1649;1650;1651;1652;1653;1654;1655;1656;1657;1658;1659;1660;1661;1662;1663;1664;1665;1666;1667;1668;1669;1670;1671;1672;1673;1674;1675;1676;1677;1678;1679;1680;1681;1682;1683;1684;1685;1686;1687;1688;1689;1690;1691;1692;1693;1694;1695;1696;1697;1698;1699;1700;1701;1702;1703;1704;1705;1706;1707;1708;1709;1710;1711;1712;1713;1714;1715;1716;1717;1718;1719;1720;1721;1722;1723;1724;1725;1726;1727;1728;1729;1730;1731;1732;1733;1734;1735;1736;1737;1738;1739;1740;1741;1742;1743;1744;1745;1746;1747;1748;1749;1750;1751;1752;1753;1754;1755;1756;1757;1758;1759;1760;1761;1762;1763;1764;1765;1766;1767;1768;1769;1770;1771;1772;1773;1774;1775;1776;1777;1778;1779;1780;1781;1782;1783;1784;1785;1786;1787;1788;1789;1790;1791;1792;1793;1794;1795;1796;1797;1798;1799;1800;1801;1802;1803;1804;1805;1806;1807;1808;1809;1810;1811;1812;1813;1814;1815;1816;1817;1818;1819;1820;1821;1822;1823;1824;1825;1826;1827;1828;1829;1830;1831;1832;1833;1834;1835;1836;1837;1838;1839;1840;1841;1842;1843;1844;1845;1846;1847;1848;1849;1850;1851;1852;1853;1854;1855;1856;1857;1858;1859;1860;1861;1862;1863;1864;1865;1866;1867;1868;1869;1870;187Ferqa di nêvbera »ko«, »ku« û »kû« de (2005-05-19)
fjrigjwwe9r0TabArticles:ArticleHeadline
Xewna Mesûd Barzanî ji başûrê Kurdistanê mezintir e (2005-02-07)
 
REKLAM


KOLUMNÎST
Şebabê Egît nabe Şeroyê Biro û ez jî nabim ”heval”
Tolstoy û xelata Nobelê
Kurdistaneka serbixwe û [ne]cida
Heşt rojên şerê xendekê – I
Em û felsefe
Hilbijartinên Kurdistanê ez şok kirim
© 1997–2024 www.nefel.com  |  E-poste: info@nefel.com  |  Powered by Medesoft.org