STOCKHOLM, 10/11 2014 — Odeyeka biçûk li serbanê avahiyeka kevin, li taxeka dewlemendan li bajarê Parîsê. Çar gencên feqîr bi hev re wê odeyê kirê dikin. Di wê odeya sar de, carinan bê şîv û birsî radizin lê belê jiyaneka şad dibînin.
Di navbera feqîrî û dewlendiyê, hêviyên bilind û realîteya dijwar de, bûyerên ”Jiyana bohemî” ya nivîskarê elmanî-fransî Henri Murger (1822–1861) bi kontrastên balkêş despê dike.
Pirtûka Henri Murger ne li gorî norm û pîvanên romanê ye, ew bêhtir nêzîkî kurteçîrokan e, lê belê girêdanek di nêvbera naverok û bûyeran de heye. Hêj Murger pirtûka xwe nedabû çapê di kovarên edebî de belav bû. Hingê derhêner Théodore Barrière jî hinek beşên wê yên bijare wekî şano nîşan da.
”Jiyana bohemî” li ser hev wekî pirtûk di despêka sala1851-ê de belav bû. Lê belê pirtûka Henri Murger navdar nebû heta ko muzîsyenê îtalî yê naskirî Giacomo Puccini kir çavkaniya operaya xwe.
Puccini operaya ”Jiyana bohemî” cara yekê sala1896-ê li Torino li Îtalyayê û du salan piştî hingê li Parîsê nîşan da. Spehîtahiya sehneyên Puccini, awayê dekorasyon û ronahiyê, tabloyên Claude Monet, Édouard Manet yên impressiyonîsmê ko wê hingê zêde populer bûn anî ber çavên xelkê. Puccini bi musîk û naverokeka modern ne tenê tişteka nû û guhertî di dîroka operayê de afirand, lê belê opereya wî bû yek ji sedemên ko bohemyanîzm wekî têgeh, raman û stîleka taybet ya jiyanê li seranserê dinyayê belav bû.
Bohemyanîzm di huner û lîteraturê de bû tevgerek û çavkaniyeka afirandinê lê belê bohemyanîzm çi ye û ji kû hat.
Bohemia bi xwe herêmeka Çekistanê ye, ji ber taybetmendiya cihê wê, bû wekî pirekê di navbera rojhelat û rojavayê Ewropayê de. Di despêka sedsala nozdehê de, dema ko romên Macaristan û Romanyayê berê xwe dan Fransayê û welatên dî yên rojavayê Ewropayê li Bohemiyayê kom dibûn û ji wê derê rêya koçberiya dûrûdirêj dewam dikir. Ango Bohemia ji bo wan cihekî bêhnvedanê bû û ti têkiliya wan ya yekser bi wê herêmê ve nebû, wisa jî gelekan li Fransayê texmîn dikir ko xelkê Bohemyayê ne û bi wî navî hatin nasîn.
Fransî bûn heyranê miletekî bê welat, bê erd û xanî. Jiyana xwe hemiyê di koçberiyê de dibûhirînin. Çawa mirov dikare di nêva hewqas feqîrî û belengaziyê de kêfxweş be, stranan bibêje û bextewariyê li derdora xwe belav bike. Cilûbergên rengîn, keziyên dirêj, çavên tarî, nêrînên kûr û beşişînên jidil. Ev wêneya romantîk ko gelek caran tevlî fantazî û xeyalan jî dibû, ji hunermend, helbestvan û nivîskaran re bû çavkaniyeka îlhamê.
Perîşaniya Henri Murger ji ya roman ne dûr bû, malbata wî di sedsala hejdehê de ji feqîriyê koçber bû û ji Elmanyayê çû Parîsê. Babê wî dirûnkar ”terzî” bû, lê ji ber ko karê dirûnê pir kêm bû, nobedariya taxên dewlemendan dikir. Murger dema ko dest ji dibistanê berda û alîkariya babê xwe kir pazdesalî bû.
Murger di rêya karê babê xwe de, jiyana halxweşan ji nêzîk ve nas kir, têkiliya wî bi zarokên wan re çêbû û hêdî hêdî tevlî aktîvîteyên wan yên hunerî û edebî jî bû. Henri Murger pirtûk ji hevalên xwe yên dewlemend deyn dikir û dixwend.
Murger rojên xwe li taxên dewlemendan diborand, êvaran li mala xwe ya feqîr diraza. Kontrastên herdu dinyayên jihevcuda çavên Murger li gelek tiştên nû vekir û asoyên wî berferehtir kir. Murger bi ”Jiyana bohemî” sînorên di navbera tebeqeyên civatê de şikand. Wêneya mirovê feqîr ya tradîsyonel ”cilûbergên qetiyayî û serûçavên xemgîn” bi dewlemendiyeka mezin ya hestên mirovane şêwe kir.
Romana navdar “Les Misérables” yanî "Mirovên perîşan" ya Victor Hugo jî bi rûhekî bohemî hatiye nivîsandin. Hugo di romana xwe de berê ronahiyê dide êş û janên hejaran. “Les Misérables” zêdetirî pêncî film û şano jê çêbûn û gelek xelat wergirtin.
Bi tesîra huner û literatûrê, ramanên bohemî di civatê de, nemaza di nêv nifşên genc de belav bû. Feqîrî jî bû bijareyeka dilxwaz, feqîrî ne tenê bêpereyî ye, lê belê rizgarbûna ji qeyd û tradîsyonên halxweş û esilzadeyan e ko di civata fransî de pîvanê şaristaniyê ye. Gelekan dest ji malbatên xwe yên dewlemend berdida, ji tradîsyonên wan rizgar dikir û di nêva zehmetî û janên feqîriyê de li wateyaka jiyana xwe digeriyan. Cilûbergên roman jî tevlî fantaziya rojavayîyan bû û stîla cilûbergên bohemî jî çêbû.
Bohemyanîzm wekî tevgereka hunerî û edebî piştî şerê cîhanê yê yekê vemirî û winda bû, lê belê raman, hest û rûhê bohemyanîzmê di jiyanê de dewam dike. Tenê têgeh tên guhertin lê mirov û pêwîstiyên wî zû-bi-zû nayên guhertin.
Henry Murger dibêje mirov hêj genc, berî ko bikeve bin barê perpisyariyên giran yên jiyanê de, divêt peryodeka bohemî bijî. Bê qeyd û stres û bê berpirsyarî, tenê bila ne birsî be,wekî dî çawa kêfa wî dixwaze bila bijî û ti hesretan di dilê xwe de nehêle. Henry Murger dibêje gencînîyeka wisa azad û têrtecribe mirovî ji aliyê psîkolojîk ve rehet dike, dewlemendiyeka mezin dide hest û kesayetiya wî, ko paşê di jiyana xwe de bi ser dikeve û bêhtir bextewar dibe.
|