SWÊD, 16/11 2013 — Sala 1992-ê Marc Sautet û hevalên wî mamostayên beşê felsefeyê li unîversîteya Parîsê biryar da ko her sibeha roja yekşemê li qehwexaneyekê bicivin, demeke xweş bi hev re bibuhirînin û minaqeşeyên felsefî bikin. Marc Sautet û hevalên wî bala xwe danê ko mişteriyên wê qehwexaneyê di heman dema hebûna wan de zêde dibin.
Gelek kes dihatin da guhdariya wan bikin, paşê hêdî hêdî tevlî minaqeşeyên wan yên enteresan dibûn ji ber bala xelkê dikişand. Aktîvîteya Marc Sautet û hevalên wî bû weke tevgerekê, navê qehwexaneya wan jî bû ”Qehwexaneya felsefî”.
Berê felsefe li mektebên ewropî temayeke bingehî bû, îro di nav evqas teknolojiyê de xwendekar wê dûrî pirsgirêkên xwe yên rojana dibînin. Dersa felsefeyê hêdî li mekteban nemaye û hebûna wê di sinorê hinek unîversîteyan tenê de maye. Mamosteyên felsefeyê li wan dezgehên hindik jî bi zehmetî li ber xwe didin û telebeyên wan roj bi roj kêmtir dibin. Felsefe weke temayeke luks û aloz ya kesên akademîsyen û entelektuelan têt nas kirin, dibe ko zehmetiya wê jî yek ji sedemên ko telebeyên wê xwe jê dûr diêxin be.
Profesorê fransî Luc Ferry xebatê dike da asteng li ber têgihiştina felsefeyê nemînin. Luc Ferry yek ji feylesofên nûjen yê naskrî ye û di dema Jacques Chirac de wezîrê perwerdeyê bû li Fransayê. Ji bo ko genc bê zehmetî jê fêm bikin ew teoriyên felsefî bi stîleke rehet û hêsanî rave dike. Luc Ferry pirtûkên xwe diyarî hersê keçên xwe û hemî gencên wekî wan kirine.
Ne hêsanî ye ko mirov felsefeyê terîf bike. Luc Ferry dibêje heta niha jî hîn terîfeke hevbeş ya felsefeyê nîne. Hinek dibêjin felsefe zanista ko mirovî fêrî azadiya aqil û ramanê, serxebûna rexne û rexnelixwegirtinê dike ye, hineke dî jî dibêjin felsefe hunera hizirkirna objekîv ya aqilane ye.
Mirov ji roja ko hatiye ser rûyê vê erdê ve li wateya jiyan û hebûna xwe digere. Terîfên felsefeyê çi bin jî, ew di encamê de projeyeke jiyanê ye, an jî bi gotineke dî ew rêya çare- û lihevragirtina jiyana mirovî ye. Lewra di vî warî de dîn û felsefe bi awayekî dibin rikeberên hev. Di projeya dînî de bextewariya axretê jî heye, lê di ya felsefeya nedînî de bexewariya wê ya li ser erdê ye.
Di jiyanê de tirsa herî mezin ya mirovan mirin e. Feylesofên Yûnanistana kevin dibêjin felsefe mirovî fêrî mirinê dike, ango fêrî qebûlkirina mirinê dike, lê belê profesor Luc Ferry dibêje ya baş ew e ko mirov bibêje felsefe mirovî fêrî jiyanê dike. Mirin qedereke bêçare ye, jiyana mirovî tejî bûyerên nexweş û karesat e. Heger mirov mirinê weke beşeke jiyanê qebûl neke dê ticarî nekare bextewar bijî. Bîrûbaweriya felsefî ewlekariya ruhî ji mirovî re peyda dike.
Li gorî Luc Ferry sê aliyên felsefeyê hene: Yek jê teorî ye û ew jî ramanên li ser wê yekê ne ka “mîsterîya” unîversum û jiyanê çi ye. Aliyê didoyê jî pratîk e, ango aliyê exlaqî ye ka xêr û şer çi ye, û ka mirov çi çawa bike da jiyan rêkûpêktir û humantir bibe. Aliyê sisiyê jî yê felsefeyê kûrahiya ramanê ye, divêt mirov hertim amade be ko ji bo pirsgirêk û astengên jiyana xwe çareyan bibîne.
Yanî pêwîstiyeke mezin bi felsefeyê heye. Jiyana modern mirov dûrî hev êxistine, hestên tenêtiyê zêde bûne, mirov birçiyê nêzîkahî û germahiya têkiliyên sosyal in. Qehwexaneyên felsefî bûn derfeta ko mirov lê raman, tirs û pirsên xwe parve bikin.
Jinekê li Qehwexaneya felsefî got, heta ko jiyan hebe, tirs û pirsên mirovan jî dê her hebin. Felsefe hêdî ne tenê ya mirovên akademîsyen e, ew ji zindana analîzên zehmet derket û bû ya her kesî. Qehwexaneyên felsefî bûn tradîsyoneke populer, li gelek bajarên mezin belav bûn.
Tişteke balkêş ew e ko hebûna felsefeyê li dezgehên xwendinê kêm dibe lê belê di heman demê de di nêv civatê û di nêv xelkên normal de ji nû ve populer dibe. Xelk bêyî kursiyên unîversîteyan bi germahî li felsefeyê vedigerin.
Lêkolînerê ”human science” Jack Damyant salekê li qehwexaneyên felsefî geriya, xwe nêzîkî xelkê kir û tevlî minaqeşeyên wan bû, di encamê de dîtinên xwe di lêkolînekê de belav kir. Tişta ko bala Jack Damyant kişand ew bû ko piraniya mişteriyên wan qehwexaneyan mirovên unîversîtexwendî bûn, lê belê hejmarek ji karker û mirovên kêmxwendî jî hebûn. Hejmara jinan ji ya mêran zêdetir bû.
Ji ber girtina beşa felsefeyê li gelek unîversîteyên ewropî, xemgîniyeke mezin çêbû. Wezaretên perwerdeyê rewşa nû wekî problemeke cidî dibînin û aktîv li çareyan digerin. Feylesof û pedagog dibêjin çare li nik zarokên biçûk e. Aristoteles digot ”felsefeyê bi pirsên zarokan despê kiriye”, û feylesofê fransî yê nûjen Michel Onfray dibêje ”her zarokek feylesofek e, lê dema mezin dibin kêm ji wan wekî xwe dimînin”.
”Zarokxaneyên felsefî” weke hewldaneke despêkê li gelek welatên ewropî belav dibe. Li Stockholmê jî berî salekê zarokxaneya felsefî vebû, heger bi ser keve dê li hemî herêm û bajarên dî yên Swêdê belav bibe. Derfeta pirs û diyalogê ji bo zarokên çar- û pêncsalî çêdike, pedagojiya wê li gor prensîb û metodên felsefî ye.
Li Fransayê filmek dokumenter li ser zarokxaneyên felsefî belav bû. Zarokên çar- û pêncsalî bersiva pirsên wekî ka mirin, hezkirin û azadî çi ye bi fantaziyeke berfireh û spehî didin. Helwêst û nêrînên xelkê di heqê zarokxaneyên felsefî de gelekî pozîtîv in. Di filmî de, tişta mirov dibe heyranê wê ew e ko zarok baş guhdariya hev dikin, ji nêrîn û têbîniyên hev yên cida re rêzê digirin ko gelek caran li nik mezinan jî peyda nabe.
Feylesof André Comte-Sponville tevlî xebata Luc Ferry bû. Pirtûkên wî gelekî populer in. Jostein Gaarder yê norwecî û Luciano De Crescenzo yê îtalî jî dan ser rêya fransîyan, herdu jî pirtûkên xwe bi stîleka gelekî enteresan dinivîsînin. Jostein Gaarder dîroka felsefeyê wekî çîrok nivîsî, Luciano De Crescenzo jî bi awayeke sivik behsa dîroka feylesofan û teoriyên wan dike. Pirtûkên wan zêde tên firotin. Feylesofên nûjen bi berhemên xwe yên balkêş, entereseya nifşên nû ji felsefeyê re hişyar dikin
Felsefe ne tenê asoyên mirovî berfereh dike, lê belê mirovan ji problemên wan yên psîkolojîk jî xilas dike. Psîkologan berê xwe dane felsefeyê û wê wekî metodeke îlacê bi kar tînin. ”Fîloterapî” metoda nû ye, di şona ko mirovê nexweş an jî yê xwedîproblem, wekî monolog tenê ji psîkologê xwe re biaxive, psîkologê wî hestên hevaltiyê û nêzîkahiyê li nik wî çêdike da nexweş bi rêya diyalogê dilê xwe veke û hemî kul û derdên xwe bibêje.
Piştgirên fîloterapiyê dibêjin felsefe di koka xwe de dermanê ruhî ye. Feylesofên dema antîkê jî weke psîkologên dema niho bûn. Fîloterapî ev berî çend salan e ko li Emerîkayê bi kar têt, lê belê li Ewropayê nû ye, minaqeşe jî li ser pir e û hêj nebûye metodeke fermî.
Hersal, pêncşema sisiyê ji meha yazdehê ko îsal dikeve 21-ê meha 11-ê roja cîhanî ya felsefeyê ye. Ji bilî semînerên ko li hemî bajarên mezin pêk tên gelek kes wê rojê li gor xwe pîroz dikin. Mirovê ko ji tenêtiyê hez dikin diçin serê girekî, li xwezaya dora xwe dinêrin û di xewn û xeyalan de ji dinyayê hemiyê dûr dikevin. Ev bi xwe jî felsefeyeke jiyanê ye.
Yan jî di serma, mij, berf û barana zivistanê de digel hevalên xwe yên nêzîk li qehwexaneyekê bicive û bi fincaneke çaya germ re ruh û dilê xwe bi axaftineke felsefî germ bike. |