HELSÎNKÎ, 6/3 2012 — Can Êzîdxelo li ser ”Konferansa Zimanê Kurdî” ya van rojan li Diyarbekirê hevpeyivînek daye beşa kurdî ya Dengê Emerîkayê (VOA) û tê de gelek rexneyan li zimannasên kurd û li konferansê dike.
Ez bi xwe ne li konferansê bûm û ne jî bo konferansê hatibûm vexwendin. Lê dîsa bi min pêwîst e ko bersiva hin rexneyên wî bidim.
1. VOA: Can Êzîxelo (CÊ): "Zimanzan divê herî kêm du zaraveyan bizanibe."
Husein Muhammed (HM): Mirov sed zarava û zimanan jî bizane, tenê bi zanîna ziman yan zaravayan nabe zimannas. Bê guman bo zimanannasan gelek bifayde ye ko ziman û zaravayên cuda bizanin lê ew ne şertekî bivê-nevê ye.
Zimannasek dikare mesele li ser zaravaya kurmancî lêkolînê bike yan jî li ser devoka Entabê bike, yan li ser bandora zimanê tirkî li ser kurdî bike yan awayê tewîna lêkerên kurmancî yan jî zayenda navdêran bike. Ji ti van lêkolînan re zanîna hewramî, feylî, bextiyarî û filan û bêvan ne pêwîst e.
Bê guman lêkolîna mirovî dikare berhevdanî (comparative) be anku mirov dikare bo nimûne cudahiya navbera tewîna lêkeran di kurmancî û soranî, zazakî û hwd de bide ber hev. Lê ev ne ti zerûrî ye, mirov dikare li ser kurmancî tenê yan heta li ser devoka bajarekî yan jî gundekî yan eşîrekî jî bisekine. Ya rast, di lêkolînên wiha sinorkirî de encamên gelek baştir û bibertir jî derdikevin.
2. VOA: "Bîrêz Êzîdxelo hemî zaravayên Kurdî dizane û li ser şêwezaravayan xebatan dike."
HM: Nizanim ka ev zanîna hemû zaravayên kurdî idiaya Can e yan jî ya rojnamevanê ye. Lê min bi xwe nedîtiye ko ti kes hemû zaravayên kurdî bizane (kurmancî, soranî, hewramî, goranî, lorî, feylî, bextiyarî - jixwe wer diyar e ko Can van hemûyan wek beşek ji zimanê kurdî dihesibîne tevî ko gelek guman û gengeşî li ser vê yekê heye jî). Ez bawer nakim ko Can van hemû zaravayan bizane lê hêvî dikim ko ez şaş bim.
Heta niha Can di birêvebirina beşên kurmancî yên malperên medyaya fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Pukmedia û rojnameya Xendan de cih girtiye û di wan de xebitiye. Herdu malper jî bi giranî yên nûçevanî ne. Bi gotineke din, kar û erkê serekî yê Can wergerandina nûçeyan ji soranî li kurmancî bûye. Ev kar zanîna herdu zaravayan û zîrekî lezgîniyê dixwaze lê ne hewceyî ti zimannasiyeke kûr e. Min rojekê nebihîstiye ko wî lêkolîneke zimannasî belav kiribe. Herwiha min heta niha ti lêkolînên zimannasî yên Can nedîtine ko zimannasiya wî binirxînim.
3. VOA: “Can Êzîdxelo di derbarê konferansê de dibêje, mixabin ko heta neha konferansan tu tesîr li Kurdan nekirîye û jibo ko neyê gotin ko kar û xebat nayê kirin, konferans û festîval weke makyacê tê bikar anîn.”
HM: Di vê xalê de ez hinekî bi Can re hevbîr im: kurd gelek caran bawer dikin ko eger bi hezaran kes hatin cem hev û çend slogan avêtin, wisa qedera wan dê ber bi başiyê ve biçe. Mixabin piştî civîn û xwepêşandanan – ko gelek kes tenê ji ber rûmetê beşdar bûne – her kes vedigere mala xwe û êdî mijar ne xema ti kesî ye. Derengtir jî hesab ji ti kesî nayê pirsîn û çavdêriya bicihhatina daxwazan nayê kirin. Di rewşa herî xirab de konferansên zimannasiyê jî dikarin wiha di ber avê de biçin.
Li hêleke din, konferansên wiha dikarin moralê bidin zimannasên kurd yên ko di vederî û izolasyonê de dijîn û gelek ji wan heta derfeta rojane ya bikaranîna kurdî jî li gel kesên li dor xwe nîne. Heta bikarîner û xwendekarên kurdî yên “sade” jî dikarin hest pê bikin ko zimanê wan ne bêxwedî ye. Dîsa ev dikare mesajeke giring ji siyasetvanên kurd û yên dagirker re jî be. Lê bi wî şertî ko beşdarên van konferansan ne tenê daxwazan ji siyasetvanan û gel bikin lê armancên şênber û konkret ji xwe re diyar bikin. Paşî di konferansa sala were de bicihhatina yan bicihnehatina wan binirxînin û li gor pêwîstiyan xwe bi xwe jî rexne bikin. Herwiha divê ji bilî konferansan bo nimûne kovar û malperên zimannasiyê bên avakirin daku xêrûbêrên civînan ne tenê ji beşdaran re bimînin û zû werin jibîrkirin.
4. VOA: “Birêz Êzîdxelo dibêje, ew hêvîdar e ko ev konferans dê ji yên berê baştir be, jiber ko cîh dane piranîya zaravayan.”
HM: Eger armanca konferansê bi rastî nasandin yan berhevdana hemû zaravayên kurdî be, rast e ko divê şarezayên hemû zaravayan, yan bi kêmî zaravayên serekî, werin vexwendin û delîv û derfeta pêşkêşkirinê ji wan re were dan. Lê eger, bo nimûne, armanca konferansê siyaseta zimanî ya kurdan li Bakurê Kurdistanê yan rewşa tinebûna perwerdeya bi kurdî li Tirkiyê yan hewldanên dawîn yên hikûmeta Tirkiyê bo sistkirina qedexeyên li ser kurdî be, ti hewceyî bi vexwendina şarezayên wan zaravayên kurdî nîne ko li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê nayên peyivîn. Di konferanseke wisa de zêdetir pêwîstî bi şarezayên kurmancî û zazakî, bi mamoste û pedagogan, bi rojnamevan û medyanasan, bi siyasetvan û karmendan heye.
5. VOA: “Êzîdxelo destnîşan dike ko di konferansê da kêmahîya zaravayên Lor û Bextîyarî û Feylî xwe dide hisandin.”
HM: Wek sembol, hebûna pisporên van zaravayan – ko li hemû dinyayê jî gelek kêm in – belkî giring be. Lê di rastiyê de van ê çi ji beşdarên konferansê re li bernameyê zêde bikira? Ti pirsgirêkên zimanê kurdî – bi taybetî li Bakurê Kurdistanê – qet ne ew in ko kurdîaxivên wê derê û heta zimannasên wê derê jî lorî û bextiyarî û nizam-çi bextreşiyê nizanin! Ew zarava ti car li Bakurê Kurdistanê nehatine peyivîn, niha nayên axivîn û ê di siberojê de jî neyên şitexalîn. Zanîn yan nezanîna wan ji aliyê çend zimannasên kurd ve ti pirsgirêkê çareser nake. Ya rasttir, yek ji wan her sê zaravayan jî ne zimanê perwerdeyê, medyayê û heta ne zimanê nivîsînê ye jî.
Pirsgirêkên serekî yên zimanî û zimannasî li Bakurê Kurdistanê ew in ka mirov çawa kurdan li axivîna bi kurdî vegerîne, kurdî ji bin simên roj bi roj qayimtir yên tirkî rizgar bike, perwerdeya bi kurdî bi dewletê bide pejirandin, dezgeheke zimannasî ya fermî bo kurmancî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bide damezrandin û rê li ber standardbûna kurmancî (û zazakî) veke. Ti ji van pirsgirêkan bi zanîna feylî yan lorî çareser nabe û ti ji wan tenê ji ber nezanîna wan zaravayan bêçare jî namîne.
6. VOA: “Zimanzanê Kurd [=Can Êzîdxelo] li ew kesên ko xwe weke zimanzan didin nasîn û ji zaravayê xwe pêtir zaravayên dinê nizanin rexne dike û dibêje: “Zimanzan divê herî kêm du şêwazaravayan bizanibe. Eger tu tenê Kurmancî bizanibî û pirtûkek Kurmancî çêkî, ew xebat nabe rêziman, ew dibe gotar."
HM: Ev gotineke ecêb û bi her awayî dijî zanistî ye. Mirov dikare ne tenê rêzimana zaravayekî lê heta rêzimana devoka gundekî jî binivîse û heta guh nede rêzimana gundê cîran jî! Eger metodên din yên zimannasiyê biserketî bin, qet berhevdana zaravayên kurdî bo nivîsîna rêzimaneke biserketî ne pêwîst e. Mirov dikare bo baştir fehmkirinê nimûneyeke din jî bide: kesek dikare rêzimana inglîziya amerîkî gelek biserketî binivîse bêyî ko ti haya wî ji inglîziya, bo nimûne, Skotlendayê, Îrlendayê yan Nîjeryayê hebe. Yan berevajî wê, mirov dikare rabe hewl bide hemû zaravayên kurdî bide ber hev û dîsa jî encam dikare “girara gavanan” be anku tiştekî nebiserketî.
Wek din jî, jixwe dema ko kesek bi “kurdî” dinivîse, di rastiyê de ew bi kurmancî yan soranî yan zazakî yan bi zaravayeke din dinivîse. Rêzimanên ko tên amadekirin jî, di rastiyê de hema bibêje hemû her yek li ser zaravayekê disekine. Û gelek ji wan pirr biserketî ne jî, ji alî bi hezaran kesan ve sûd û fayde jê tê wergirtin û bi dehsalan tên xwendin.
Lê yên ko qaşo rêzimana hemû zaravayên kurdî dinivîsin yan jî heta du-sê zaravayan tevlihev dikin jî, yekî ji wan jî nikariye xwe baş bi xwendevanan bide qebûlkirin. Eger kes li dijî wan dernekeve jî, ti kes ranabe ko li gor qeyd û bendên wan diyarkirî bi “kurdiyeke giştî” binivîse. Heta Can bi xwe jî nûçeyan ji soranî werdigerîne kurmancî û – li gor vê nûçeyê şairê hewramî Mewlewî dike kurmancî. Gelo ka hewldanên wî bi xwe yên nivîsîna bi “kurdiya giştî” anku kurm-sor-hewr-lor-bext-…-mancî?
Madem ko “hemî zaravayên Kurdî dizane û li ser şêwezaravayan xebatan dike”, bila pêşî van xebatan belav û berçav bike û paşî me rebenên kêmzan û nezan rexne û biçûk bike!
7. VOA: “Can Êzîdxelo di derbarê zimanê standart / yekgirtî de dibêje ‘ew kesên ko li vir in divê ko di destpêkê da xwe fêrî zimanê Kurdî bikin, ew zimanê Kurdî nizanin, zaravayên Kurdî dizanin, ev gelek xeter e, metirsîyek mezin e, ger ewa dewam bike em nikarin ji wan re bêjin zimanzan, ew Soranîzan in, Kurmancîzan in’."
HM: Lahewlewela! Ev çi ziman e ko heta niha Êzîdxelo ji me veşartiye lê dîsa jî ji me dipê ko em wî fêr bibin? Gelo Can bi xwe bi wî zimanî dipeyive? Yan ew ziman li kû derê tê peyivîn? Gelo qeyd û bendên rêzimana vê kurdiyê çi ne?
Her kurd dikare zaravaya xwe wek zimanê kurdî bi nav bike û her kesê ko zaravayeke kurdî baş dizane, kurdî baş dizane. Dema ko mirov bi kurdî diaxive yan dinivîse, di pratîkê de mirov bi kurmancî, soranî, zazakî yan zaravayeke din diaxive yan dinivîse. Carinan qisekerên du zaravayên cuda yên kurdî tên hemberî hev û hingê yek yan herdu hinekî hewl didin ko deng, peyv û îdyomên taybetî zaravaya mixatibê xwe di nav axivîna bi zaravaya xwe de bi kar bînin daku têgihiştin asantir be. Lê wek din li darê dinyayê ti zimanekî kurdî yê di ser zaravayan re nîne ko rêzimana wî di siriştê de hebe û tenê li benda rêzimannasan be daku wê bibînin û bi saloxdanî (descriptively) ji xwendevanan re diyar bikin. Hin kesên ko hewl daye ”rêzimana kurdî” (ya di ser zaravayekê re) binivîsin, di rastiyê de hin pêşniyarên keyfî kirine ko ne heta niha ji aliyê kurdan ve hatine pejirandin û ne jî ê ji niha ve ti encameke biserketî ji wan derkeve.
Can pê ve diçe û dibêje: ”Ev gelek xeter e, metirsîyek mezin e, ger ewa dewam bike em nikarin ji wan re bêjin zimanzan, ew Soranîzan in, Kurmancîzan in.”
Eger Can ji bilî xwe nexwaze ji ti kesî din re bibêje kurdîzan û ji wan re bibêje kurmancîzan, soranîzan û hwd., ev dinya bi gelemperî azad e û mafê wî yê gotinê jî heye. Xeteriya mezin li ser kurdan ne ew e eger ew zaravayên din – yên ko belkî di hemû jiyana xwe de jî pêrgî neyên, wek kurdên bakur û zaravayên feylî û lorî – lê ew e ko kurd bi zaravaya xwe na-axivin, naxwînin, nanivîsin, najîn. Dehfdana kurdan ber bi xwe nefêrkirina hemû zaravayên din ve (di ser zimanê fermî yê welatê ko lê dijî û mecbûriya fêrbûna yek yan çend zimanên cîhanî yên wek inglîzî di vê jiyana global de), ne ko zimanê kurdî li ber kurdan şîrîn dike lê dike ko kurd ji xwe û hêz û taqeta xwe şerm bikin û yekcarî li hemû kurdî anku zaravaya xwe jî sar bibin.
Pirsgirêkên zimannasên kurd yên şarezayî kurmancî (yan her zaravayeke din) ne bi zanîn yan nezanîna lorî-moriyan ve girêdayî ye. Eger derfetên manewî û malî ji wan re werin pêşkêş kirin, bê guman ne hemû lê pirraniya wan ê encamên gelek hêja derxin pêş heta eger wan rojekê peyvek jî bi feylî-meylî nebihîstibe û nexwendibe jî. Lê ev encamên zanistî û zimannasî dikarin paşî alîkariya feylî, lorî, bextiyarî, zazakî û hwd bikin daku ew jî zaravayên xwe pêş bixin. Bi heman awayî lêkolînên sedsala borî di warê soranî de alîkariya pêşketina kurmancî jî kiriye.
Kesên wek Can Êzîdxelo û nivîserê van rêzikan bextiyar in ko delîv û derfeta fêrbûn û peyivîna bi zaravayên cuda yên kurdî hebûye. Pirraniya kurdan di vê babetê de ji derfetên hînbûna zaravaya xwe jî bêpar û mehrûm bûne. Ti heqê me nîne ko em xwe li ser serê wan qurre bikin û pesn û methên xwe bikin. |