[HELSÎNKÎ, 20/2 2012] –
NÎGARKIRINA BI PEYVAN
Bîst sal bi rêya evînê ve
lê hê jî ne şarezayî rêya xwe me.
Carina ez biserketî bûm,
lê pirrtir car têkbirî.
Bîst sal, oy pirtûka evînê,
û dîsa jî li rûpelê yekem im.
PÊNC LÊKOLÎN LI SER EVÎNÊ
Evîna te
dozeke dîrokî ye di dîroka hebûnê de,
cejna zemawenda gul û giyayan e,
wehiyek e
ku datê yan jî danayê,
birûskek e
ku vêdikeve yan vênakeve,
heyvek e
ku ji paş mijangên te
hiltê yan jî hilnayê.
Evîna te
parçenivîseke sûmerî ye,
aşûrî ye,
fenîkî ye,
siryanî ye,
fîrawnî ye,
hindî ye,
parçenivîsek e ko di ti pirtûkan de nehatiye nivîsîn.
Evîna te
dema navbera ceng û aştiyê ye,
ti ceng
ji cenga demarî dijwartir nîne.
Evîna te
bindaveke stûndar ya efsûnî ye,
tijî dergeh û derî ye,
ku yekî vedikim,
yekî din tê digirtin.
Ger lêvên te maç dikim,
hingiv, tirî û qend
ji lêvên min dirije.
Ger carekê ji te re behsa evînê bikim,
peyvên Serdara min dê min bikujin.
Evîna te
girêka sed pirsên wisa vedike
ku helbestan bersiv jê re nîne.
PIRTÛKA DESTÊN TE
Pirtûka destên te şabaniya pirtûkan e,
qesîdeyên tê de hatine avzêrrkirin.
Nivîsarên bi belgên qespan xemilandî,
desteyên helbestan,
suhbetên li ser meyê,
stran û
muzîk tê de hene.
Destên te nivîneke ji perr û baskan e,
dema diwestim,
di nav de vedihesim.
Destên te
helbest, dirûv û wate ne.
Bê destên te
dê ne helbest,
ne pexşan
û ne jî tiştekî bi navê wêjeyê heba.
Nameya destên te
biçûk e, pirtûkeke biçûk
lê ew ensîklopedî û zanistnameya min e,
ji wê hîn bûme
ka sifirê Şamê çawa tê çêkirin,
ka hevrîşm çawa tê ristin.
Jê fêr bûme
ka çawa til helbestan dinivîsin,
jê elimîme ko zeviyên pembû
dikarin bifirin.
Pirtûka destên te bihagiran e:
pirtûka stranan tîne bîra min,
tîne bîra min Gerdenîka Kevokê,
Elsaya Şeyda,
helbestên Lorca,
Pablo Neruda,
wan yên ko agirê dilovaniyê
li dinyayan vêxist.
Pirtûka destên te
dişibe gulên dayika min:
rêza yekem yasemîn in,
rêza dawîn yasemîn in.
Destên te
pirtûkeke derbarê sofîtiyê ye,
li ser wehiyê ye,
behsa semaya derwêşan dike,
xeyalperistan dike mijara xwe.
Dema rûdinim wê bixwînim,
lava ji xwedayê peyamberan dikim.
Pirtûka destên te
rêya ber bi Xwedê ve ye
ku bi hezaran bawermend pê ve dimeşin,
birûskek e esmanan ron dike
û awazeke delal ya bi ûdê ye.
Pirtûka destên te derbarê reseniyê,
helbestê, evînê,
dadweriyê û baweriyan e.
Min ew ji destpêkê ta dawiyê xwe
dema ko hê nexwendewar bûm,
gava ko hîna sê-salî bûm.
Pirtûka destên te
rojane nanê perwerdeyiyê
li birçsiyan belav dike
û dersên evînê dide evîndaran,
wek stêran ron dike tarîtiya winda di nav de.
Ez bi xwe jî winda bûm
heta ko min pirtûka destên te xwend
û rêya min ron kir.
Serpêhatiya destên te
li ser şîvê
tama meyê
û şiklê amanan diguherîne.
Tê dikoşim serpêhatiya destê te fam bikim
û hê jî dipûnijim ka çi li pişt maneyan heye.
Tiliyek hêza xeyalkirina min xurt dike
û yek jî hemû bûneweriya min dihejîne.
Kevokek,
kevokek
dinişe ser mile min.
Ev kevok ji kû hatiye?
(Mozart) şiyar dibe… û dikeve xewê
li raserî kilîlên vê aşkirayiyê
û min bi şirê stêran dişo
û min ji tixûbên deran radike.
Çima li ber destên te
hevsengiya min ji dest min diçe?
Ger destê te ne li ser merîka gumlekê min bûya,
ez ê aniha li nav dûmanê winda bibûma!
RÛPELA YEKEM
Di vê pirtûkê de,
wek di nav daristaneke agirîn de,
digerî,
agir berdidî ximavê,
agir berdidî ziman,
agir berdidî destê min,
til
bi til
heta ko dibim
çiradankeke dêreke bîzansî.
Qesîdeyên veçemandî vedikî,
wek ko semavaneke spanî
demara şevê veke
û bikeve nav,
strîkan di zerfekî spî de bi cih dikî,
kevokên spî ji zerfî dirijin,
pembûyê spî,
xemên spî
û muzîka spî.
Berspêdê xwe ji bal min vedizî
wek dirrindeyekî
naxwazim min bihêlî.
Tu ji ti derê nayê,
dixwazim bibêjim ko ji her derê têyî,
di destên te de
gulên taze
û welatekî hişkbûyî.
Di çanteyê te de
du bersîngên di poşetan de bicihkirî
û jinîtiyeke derengmayî.
Ji min tika dikî
ku ji deryayê hêvî bikim
ku te bike masî,
ji çûkan rica bikim
ku te hînî azadiyê bikin,
ji dadgêr doz bikim
ku te wek jin bipejirîne,
ji nêçîrvanê bikêf lava bikim
ku kêlîka ecela te taloq bike.
Ji te re vedikim parçehelbestên ziman,
keskiya deryayê ji te re vedikim
û valagehên qesîdeyên negengaz.
Nîv ji nivîna xwe
û nîv ji lihêfa xwe diyarî te dikim;
nanê penaberiyê
û meya azadiyê li gel te parve dikim.
EVÎNDARÊ TE ME DAKU ESMAN PIÇEKÊ BILIND BE
Dixwazim evîndarê te bim, dilbera min,
daku dîsa sax bibim
û gotinên min saxlem bin,
daku bikarim kemera reş
ji dor dilê xwe veşelînim
ji ber ko bê te
her war û welat
dereweke mezin e,
mêweyeke rizî ye.
*
Dixwazim evîndarê te bim
daku bêm ser dine yasemînan,
daku beşdarî peristina binefşan bibim,
daku helbestê biparêzim
ji şaristaniyê
ji şîniya deryayê
ji keskiya daristanan.
*
Dixwazim evîndarê te bim
daku piştrast bim ku
qespistanên çavên te
herdem sax û saxlem bin,
daku hêlînên çûkan li bersîngên te
sax û saxlem bin,
daku masiyên helbestê yên di xwîna min de
sax û saxlem bin.
*
Dixwazim evîndarê te bim
daku rizgar û reha bibim
ji hişkiyê
ji xwêdariyê
ji reqbûna tiliyan,
daku bikarim vegerim ber robaran,
nav darçaman
nav mêrgên rengîn,
daku bikarim pirştrast bibim
ku ez ê hê jî bişêm bistrim,
hê jî bikarim bigirîm.
*
Dixwazim evîndarê te bim
daku vegerînim bîra xwe
her kitûmata mala me ya li Şamê,
ode bi ode
kevir bi kevir
her bilbilê wê
daku biaxivim li gel pêncî yasemîndankan
yên dayika min her sibê dipişkinandin
wek ko zêringer lîreyên xwe yên zêrîn dipişkinîne…
*
Ji te hez dikim, serdara min,
li demekê
ku evîn bûye kêmasî
û ziman ji taqet ketiye,
helbestname bi kêmûkasî ne
û êdî dar xwe ranagirin
û çûk nikarin baskên xwe bilivînin
û stêr nizanin
bê nîşanên rêberiyê darijin.
*
Hez dikim evîndarê te bim
berî ko biryana xeyala dawîn
ya kovî were
berî evînnameya dawîn
berî ko dawîn qesîdeya bi erebî
were xeniqandin.
*
Dixwazim ji te hez bikim
û fincaneke qehwê li gel te vexwim
berî ko tovê qehwê ûfincan bên desteserkirin,
dixwazim kêlîkekê bi te re rûnim,
te bigirim himêza xwe
berî ko dev û destên min werin girêdan,
dixwazim di himêza te de bigirîm
berî ko bac li ser rondikên min were ferzkirin.
*
Dixwazim ji te hez bikim, serdara min,
daku bikarim li vagona demê siwar bibim
û pîvana demê biguherînim,
navên nû li roj û mehan bikim,
saetên dinyayê
li gor gav û gulava te eyar bikim,
li gor gulava ko bêhna wê bigihe qehwexanê
berî ko tu serê xwe bidî hindir.
*
….
*
Esman, serdara min, nizmtir bûye
û ewrên bilind
êdî xwe berdane erdê.
Dewleta Efletûnî,
Qanûna Hamurabî,
şîretên pêxemberan,
peyvên helbestvanan
êdî bê bergeha deryayî ne.
Loma periyan, falbêjan,
pîrederwêşên gerrok
ez şîret kirim ko bibim evîndarê te
daku esman piçekê bilindtir bibe.
Wergerandina ji erebî: Husein Muhammed
|