HELSÎNKÎ, 29/12 2011 — Xelîlê Çaçan herî baş bi xebata xwe ya demdirêj wek serok û berpirsê radyoya kurdî ya Rewanê (Êrîvanê) tê nasîn. Lê wî û malbata xwe, bi taybetî xanima wî Eznîva Reşîd û kurê wan Têmûrê Xelîl bi dehsalan jî û jiyana xwe daye xizmeta rojnamevanî û nivîskariya kurdî. Çaçan herwiha yek ji zîrektirîn berhevkerên zargotina (edebiyata devkî) ya kurdî bû. Wî li ser hev 1800 stranên kurmancî tomar kirine.
Xebatên Xelîlê Çaçan gelek in û mirov dikare pirtûkan jî li ser binivîse. Lê di vê nivîsarê de em ê qîma xwe bi nasandin û nirxandina pirtûka çîrokên wî (novel) ya bi navê ”Benê min qetiya” bînin. Çaçan çîrokên xwe, wek hemû berhemên xwe yên din jî yên bi kurdî di dema Sovyetê de, bi alfabeya kurdî-krîlî nivîsîne. Lê ev pirtûk li Stenbolê hatiye çapkirin û tê de çîrokên wî bi alfabeya kurdî-latînî hatine pêşkêşkirin.
Pirtûk bi nivîsareke Têmûrê Xelîlê kurê Xelîlê Çaçan dest pê dike ko tê de malbata Çaçan û xebata wan ya rojnamevaniyê tê nasandin. Piştî wê nivîsarê dîsa nivîseke Wezîrê Eşo derbarê heman mijarê heye. Paşî jî gotinên çend kurd û biyaniyên navdar li ser Xelîlê Çaçan hatine rêzkirin: ji Çegerxwîn bigire heta Mistefa Barzanî heta helbestvanê ermenî Hmayak Manûkyan. Mixabin her sê nivîs hema bêje her tiştî dubare dikin û tiştekî giring li hev zêde nakin. Li cihê wan her sêyan yek bes bû.
Lê li hêleke din, li ti derê ne dema bûn û ne jî ya mirina Xelîlê Çaçan nayê diyarkirin. Herwiha di beşa nasandina nivîskar de hema bêje ti tişt ne derbarê dîrok û rewşa ko ev çîrok tê de hatine nivîsîn û ne jî yekcarî li ser çîroknivîsiya wî nayê behskirin. Bo nimûne, nayê xwiyakirin ka hemû çîrokên ko Çaçan nivîsîne ev in yan jî ev tenê gulbijêreke çîrokên wî ne yan jî yek ji pirtûkên wî yên çîrokan e ko ji krîlî hatiye latînîzekirin. Xwezî yek ji wan her sê nivîsarên dubarekirinên hev gorî van zanyariyan hatibûya kirin.
Di pirtûkê de sêzde kurteçîrok hene ko bi dirêjahiya xwe her yek bi giştî di navbera pênc û deh rûpelan de ye. Çîrok li demên cuda û li ser mijarên cihê hatine vehûnandin lê du mijar di ser yên din re zal in: 1) evîn û astengên civakî û çandî di rêya bihevgihiştina evîndaran de û 2) dijwariyên jiyana berê û berhevdana wan li gel jiyana dema ko çîrok hatine nivîsîn.
Çîroka yekem, ”Na, ez ne gunekar im”, serpêhatiyek e ko vebêjê çîrokê ji mêj ve bihîstiye. Ew li deverekê mêvan e dema ko dibihîze ko jinek li kolanan digere û ji her kesa/ê dibîne re vê gotina ko bûye sernavê çîrokê dubare dike. Weke gelek çîrokên din jî yên pirtûkê, di vê de jî lehengên wê negihiştine mirada xwe ya evînê. Eşkere ye ko ji ber vê bextreşiyê mirov dikare dîn û har bibe û bi çol û çiyayan - yan jî bi kêmî bi kuçe û kolanan - bikeve. Lê gelo jinik çima xwe neçar dibîne ko bêgunehiya xwe bi xelkê bide bawerkirin? Di rastiyê de çi qewimiye?
Di ”Qîza general” de çîrokbêjê me li tatîlgehekê ye. Ew dibîne ko keçeke delal û ciwan hertim bi tenê avjeniyê dike. Şev û roj li lehengê me diherrimin heta ko xwe hêdî-hêdî digihîne wê û xwe pê dide nasîn. Lê tavilê ew keçikê di rewşeke kembax de dibîne.
Di ”Emanet”ê de lehenga çîrokê Gevez li ber sekeratê ye. Wê bi salan emanet li cem xwe parastiye. Tam berî wefata xwe, wî digihîne mîrasgirê emanetê.
Di ”Ceyran”ê de dema cengê ye. Mirov gelek tiştên xwe di şerr û cengan de ji neçarî ji dest dide. Carinan, bi kêmî ji zarrokan re, jidestdana dewar yan sewaleke malê ne ji mirina mirovekî malê kêmtir jandar e.
”Dayika Nataşa” jinek e ko mêr û zarrokên wê di cengê de winda bûne. Loma ew ji Rusyayê li pey wan hatiye Çekoslovakyayê û li wir jiyana xwe bi parastina abîdeya şehîdên Sovyetê diborîne. Diyar e ko di vê serpêhatiyê de çîroknivîs bi xwe weke rojnamevan seredana wê derê kiriye û di nav navên şehîdan de li kurdan jî digere.
Di çîroka ”Dewsa şivikê - defter” de jarî û nedarî serdest e. Du malbat ji ber xizaniya xwe neçar in bi deyn şîrê çêlekê li hev parve bikin. Lê carekê şivika ko hesab li ser tê diyarkirin hinda dibe. Gelo encam dê çi û çawa be?
”Diya esker” serpêhatiya dayikeke kurd e ko kurê wê jî di ”Şerê Weteniyê” (di Cenga Cîhanê ya Duyem de şerê navbera Almanyaya nazî û Sovyetistana komunîst) de tê kuştin. Lê gelo wî berî hatinkuştina xwe çi qehremanî kiriye?
”Du dilêd bengî” çîroka evîna keçekê û xortekî ye. Dilê wan bijiye hev lê mixabin babê her yekî ji wan begek e û herdu dîn-dijminên hev in. Dinya xirab bibe jî, ew dê razî nebin ko zarokên wan bibin jinûmêrên hev. Serpêhatiya keçê û kurrikî dilşewitîn e. Herdu dinalin, dihelin, dikelin heta ko keçik tê ber mirinê û dimire jî. Lê gelo dawî dê wisa be?
Di çîroka ”Çawa gayê me ji takirinê xilaz bû” de destê biharê ye. Malbatê ji xwe re cotek gayan bo cotkirinê amade kiriye. Lê tam berî destpêkirina cotî, gayek giran nesax dibe û neçarî serjêbûnê dibe. Gelo malbata reben dê çawa cotê xwe bike û xwe ji vê belayê rizgar bike? Tek tişta bêguman ew e ko malbatê pê çenabe ko gayekî din jî peyda bike.
”Moriyên Nenê” serpêhatiya dapîrekê ye ko ji neviyên xwe re vedibêje. Pîrê di ciwaniya xwe de ji dil bûbû evîndar û hêvî dikir ko bi sêwiyê ko malbata wê xwedî kiriye re bizewice. Lê mirada rebenê ti car hasil nabe. Lê madem ko wê jiyana bê evîndarê xwe li xwe heram kiribû, serpêhatiya wê çi ye ko heta niha jî dijî û xwedî zarok û neviyan e?
Di ”Neynika şkestî” de xortekî li ber jinanîn û dawetkirinê neçarî çûna cengê dibe. Ew ne tenê beşdarî şer dibe lê ji pêşeniyê re tê şandin. Gelo qedera evîndarê xort dê çawa be û yên li malê li benda wî dê çawa bikarin bijîn?
Di ”Qisa apê Zurbe” de jiyana bajarvanî û ya gundewarî, bi taybetî zozanî, tên berhevdan. Lê çîroknivîs bi devê Zurbe me dibe demên borî û reva ji welat û zilma romiyan jî.
”Totika şor” baweriyeke gelêrî ye ko berê hin xelkê jê bawer dikir. Li gor wê baweriyê, mirov dê bikare bi pêşbînî li qedera xwe binere. Pêşbînî reş e lê gelo qeder jî dê wisa be?
Wek ko me li destpêkê jî got, mixabin dema nivîsîna van çîrokan û rewşa ko ew tê de hatine nivîsîn, nehatiye diyarkirin. Lê diyar e ko ew 30 ta 70 sal berî niha hatine vehûnandin. Divê ev rastî û rewşa wê demê ya kurmanciyê li ber çavan were girtin dema ko ev çîrok ji aliyê edebî û zimanî ve werin nirxandin.
Çîrok bi awayekî klasîk hatine dariştin: ew ji destpêkê heta dawiyê bi kronolojîkî bûyer li pey bûyerê diqewime û nivîskar li bûyerên berê di çîrokê de behskirî venagere. Herwiha giranî li ser vegotina bûyeran, ne li ser saloxdana siriştê derdorê yan yê kesan e. Çîrok bi tevneke hêsan û sade hatine ristin û xwendevanên ko li edebiyata nûjen ya carina asê ne şareza jî dikarin wan bi sanahî bixwînin.
Zimanê çîrokan yê kurdên Ermenistanê û deverên din yên Sovyeta berê ye. Lê dîsa jî gelek kêm peyvên ji xwendevanên kurmanciya giştî re nenas tê de hene. Du peyvên ko di pirtûkê de berdewam ji wateya wan ya di kurmanciya giştî de cuda tên xebitandin: ”hêja” (bi maneya ”hê jî, heta niha jî”) û ”gilî” bi wateya ”gotin” - di kurmanciya giştî de gilî: gazin, şikayet, itiraz”).
Ji aliyê rastnivîsiyê ve divê were bibîranîn ko rêç û rêzikên ko di alfabeya kurdî-krîlî de tên (yan dihatin) bikaranîn, ne bi temamî hevgirên yên kurmanciya bi alfabeya kurdî-latînî ne. Bo nimûne, daçeka ”di … de” (nimûne: di pirtûkê de) herdem wek ”di … da” (nimûne: di pirtûkê da) û paşbendika pirrjimariyê ya girêdayî ”…ên/yên …” (nimûne: dilên bengî, pencereyên şkestî) wek ”… êd/yêd …” (nimûne: dilêd bengî, pencereyêd şkestî) hatine nivîsîn.
Nikarim bêguman bim lê bi xurtî bawer im ko nivîskar pirraniya çîrokên xwe ji bûyerên bi rastî di jiyanê de qewimî girtine. Loma ev çîrok ne tenê wek edebiyat lê wek hin belgeyên dem û dewrana dîroka me jî dikarin werin hesibandin.
Ji hêla helwest û dinyabîniya xwe ve Xelîlê Çaçan nivîskarekî geşbîn e. Pirraniya çîrokan bi xêr û xweşî diqedin.
Mixabin ev tek berhema Xelîlê Çaçan e ko min bihîstiye ko bi alfabeya latînî ji xwendevanên kurdî re hatiye berdestkirin. Ji ber ko berhemên tiyatroyê di kurmancî de hê pirr kêm in, bi baweriya min, ji çîrokên wî jî zêdetir, dê şano û piyesên wî mifa û sûde bidaya ziman û edebiyata me eger ew bi alfabeya latînî raberî xwendevanan werin kirin. Bi hêviya wê rojê!
Xelîlê Çaçan: Benê min qetiya, 102 rûpel. Weşanên Doz, Stenbol 2007
***
Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |