HELSÎNKÎ, 28/11 2011 — Têmûrê Xelîl (b. 1949 li Êrîvanê) derçûyî û mezûnê fakulteya fizîk û matematîkê ye lê di nav kurdan de ew baştir bi xebatên xwe yên rojnamevaniyê û bi taybetî jî bi wergerandina berhemên zanistî yên li ser kurdan tê nasîn. Têmûr bi dehan salan di rojname û kovarên kurdî, rusî û ermenî de li ser kurdan û kurdî xebat kiriye. Ew niha jî berdewam di hin malperên kurdî de dinivîse.
Têmûr bi qasî deh pirtûkên zanistî, zimannasî yan folklorî yên li kurdan ser ji zimanên din wergerandine kurmancî yan jî ji alfabeya kurdî-krîlî xistine xizmeta xwendevanên kurdiya bi alfabeya latînî. Çend ji wan pirtûkan çap bûne lê pirraniya wan mixabin heta niha hê li benda ronahîdîtinê ne.
Herçend ko Têmûrê Xelîl zêdetir bi xebatên xwe yên wergêrî, zimannasî û rojnamevanî were nasîn jî, wî xwe ji wêjeya spehî, edebiyata afirandinê jî dûr nehiştiye. Di vê nivîsarê de em ê berê xwe bidin pirtûka wî ya novelan, ”Dengê xwînê”, ko ji çîrokeke dirêj û du yên kurt pêk tê û di nav Weşanên Lîs de hatiye çapkirin. Em ê bo nirxandinê tenê çîroka dirêj pêşkêş bikin.
Çîroka dirêj, ya ko ji rûpela 13em heta 76em digire û navê xwe daye pirtûkê jî, ”Dengê xwînê” ye. Temoyê kurd evîndarê Alînayê ye - nayê diyarkirin ka Alîna ji kîjan miletî ye lê belkî rus e. Herdu neçar dibin bi fizîkî ji hev dûr bikevin dema ko Alîna li zanîngeha Moskovayê dest bi xwendina xwe ya bilind dike.
Lê ew nikarin bêyî hev bijîn loma Temo demekê paşî bo çend rojan berê xwe dide Moskovayê. Alîna li tevjînxaneya xwendekaran dijî loma Temo mecbûr e ko di dema seredana xwe de jî li mêvanxaneyeke ji tevjînxaneyê dûr binive. Lê ew her sibeyê tê û bi Alînayê re heta zanîngehê dimeşe. Di dema ders û waneyên Alînayê de jî ew xwe li nêzîkî zanîngehê mijûl dike daku piştî qedîna dersan di zûtirîn demê de xwe bigihîne yara xwe û heta êvarê pê re be.
Piştî çend rojan Temo neçar dibe dîsa vegere malê û ser karê xwe. Di çîrokê de nayê diyarkirin ka mala wî li kû ye lê bi texmîn ew li Ermenistanê dijî. Temo di karxaneyekê de dixebite û çi pareyê ko dikeve destî, dide ser hev daku dîsa bikare xwe bigihîne yara xwe. Çend caran wiha Temo diçe û tê.
Lê asteng û kelemên di rêya hasilbûna mirada Temo de ne tenê dûriya çend hezar kîlometreyî ya ji Alînayê ye. Berî her tiştî malbata Temo dijî zewaca bi keçeke ne-kurd re ye. Tevî ko malbatê Alîna dîtiye jî û li ber dilê wan şirîn e jî lê dîsa jî ew bawer nakin ko keçik mîna jinên kurd bi kêrî ”bermalîtiya” Temoyî were.
Temo bi xwe jî ji zewaca bi Alînayê re dudil e: Li aliyekî ew bêqam ji keçikê hez dike. Lê li hêleke din, aşiq û evîndarê çande, welat û zimanê xwe ye û nîgeran e ko keseke biyanî dê ti car nikare wisa dilsozî û welatperweriya wî fehm bike. Di ser re jî, tirs heye ko heta zarokên wî jî yên ji wê jinê baş nikaribin hînî çande û zimanê xwe bibin û bi jiyaneke kurdewarî mezin û serbilind bibin.
Alîna pê dihese ko malbata Temoyî dijî zewaca wan e. Ew dike û nake, nizane çi bike lê taliyê digihe wê encamê ko divê bi awayekî dilê Temoyî li xwe sar bike daku Temo neçar nemîne ko dijî daxwaza malbata xwe tevbigere. Dema ko carekê Temo dîsa tê seredana wê li Moskovayê, ew goya bûye evîndara lawikekî din û dilê wê ji Temoyî reş bûye. Temo pêşî ji çavên xwe bawer nake lê hêdî-hêdî dikeve wê baweriyê ko qaşo bi rastî hestên Alînayê li hemberî wî êdî cemidîne.
Di navberê re malbata Temoyî her tiştî dike daku wî zû-zû bi keçeke kurd re bizewicîne. Gelek keçên ciwan hazir in ko xwe yekser biavêjin hemêza Temoyî lê Temo xwe li wan giran dike. Lê dema ko keçek li destpêkê xwazgîniya wî red dike, ew hêdî-hêdî li wê germ dibe û taliyê pê re dizewice.
Piştî zewacê û bûna zarokekê jî jê re, Temo bi dilxwazî dibijêre ko mamostetiyê li gundekî veder û varê yê kurdan yê navçiyayî bike. Li wê derê ew di tenêtiyê de li evîna xwe ya lêheramkirî lê hê jî zindî dipûnije. Tenê dawiyên hefteyan vedigere nav malbata xwe ya li paytextê.
Hê jî hinek dem dibore û zarokek din jî ji Temoyî û jina wî re dibe. Temo êdî li paytextê bi cih dibe û li dezgeheke kurdî, di nav jiyana malbatî û kurdewarî de dixwaze evîna xwe û Alînayê ji bîr bike. Di wê navberê re xeber digihe Temoyî ko Alîna jî êdî zewiciye û paşî du zarok ji wê re jî dibin.
Wiha kela dilê Temoyî hêdî-hêdî kiz û qels dibe - yan jî bi kêmî bi ser ve wisa dixwiye. Paşî rojekê telefonek ji Temoyî re tê û dengê qisekerê dişibe yê Alînayê. Lê ew ne Alîna ye. Tevî vê rastiyê jî, Temo dixwaze dest jê bernede û hêvî dike ko keçika Alîna-şib jê re carina telefonê bike û Temo bikare wisa hest pê bike ko bi yara xwe re di nav têkiliyan de ye. Keçik hevdîtinê pêşniyar dike lê Temo naxwaze - yan jî newêre. Heta wisa jî daxwaza keçikê bi cih tîne ko dike keçik wî bibîne lê ew wê nebîne daku jê re diyar nebe ko keçik belkî bi qasî Alînayê dilê wî nebijîne xwe û wisa jê sar nebe.
Dîsa sal û belkî dehsal jî derbas dibin û êdî Temo bi malbata xwe ve li welatekî din bi cih bûye. Dîsa haya wî û Alînayê, bi rêya xwişkên wî, ji hev dibe û ew nameyan jî ji hev re dinivîsin. Temo nameyeke dirêj dinivîse - yan jî di rastiyê de çend nameyan jî dinivîse - lê nizane çawa bextreşiya xwe, ya ko tê de dijî, û hesreta xwe, ya ko dixwest bigihe Alînaya xwe, jê re vebêje.
Êdî zarokên herduyan mezin bûne û hinan şû jî kiriye. Lê gelo niha jî hê asteng û kelem li ser rêya Temoyî û Alînayê mane yan jî ew dikare di navseretiya yan seretiya (pîrîtiya) xwe de bigihin hev?
Li ser hev 20 - 25 salan Temo û Alîna evîndarên hev in. Di heman demê de herdu jî zewicî ne. Erê nivîskar bi giştî ji dûr ve li jiyana Alînayê dinere lê herdem bi Temoyî re heye. Mixabin dîsa jî nivîskar hema bêje qet behsa pirsgirêkên ko ev cûre evîn dikare bi xwe re bîne navbera Temoyî û jina wî nake. Bo nimûne: çawa Temo dikare li ber guhên jina xwe bi telefona malê (berî ko telefonên destan hebûn) suhbetên dûr û dirêj li ser evîna xwe û Alînayê bi keçika ko dengê wê dişibe Alînayê re bike bêyî ko jina wî xwe mayê xwe tê bike?
”Dengê xwînê” belkî bi temamî çîrokeke xeyalî ya ji serê nivîskar be lê ew dikare bi gelek aliyên xwe ve beşeke ji jiyana nivîskar bi xwe be jî: Ji nivîsa nasandina nivîskar ya di pirtûkê de diyar dibe ko wî sê salan li gundekî kurdan ders daye (Temo jî di çîrokê de wiha dike), paşî di redaksiyona rojnameya Riya Teze de xebitiye (Temo jî li dezgeheke kurdî dikeve ser kar), babê du keçan e (Temo jî), paşî jî koçberî Swêdê bûye (Temo jî bar kiriye welatekî din). Heta nav bi xwe jî: Temo=Têmûr!
Nivîskarê çîrokê, Têmûrê Xelîl hem ev û hem jî herdu çîrokên xwe yên kurttir, bi zimanekî rewan û herrikbar nivîsîne. Ew bi kurdî û li gor zihniyeta zimanê kurdî hatine vehûnandin. Vegotina wî dikare zewqeke xweş bide xwendevanên kurdî.
Tevî ko çîroknivîs ji Ermenistanê ye û - weke me hemûyan - bandor û tesîra kurdiya wê derê li ser wî jî heye, lê ew bi kurdiyeke xwerû û xweş dinivîse û kurmancîxwînên welat û deverên din dê di xwendina berhemên wî de zehmetiyê nekêşin. Hêjayî gotinê ye ko Têmûrê Xelîl tenê sê peyvan ji wateya wan ya giştî ya kurmancî cuda bi kar tîne: ”yên mayîn” (bi mebesta ”yên din, yên dî”), ”gilî” (bi maneya ”gotin”) û ”hêja” (bi merema ”hê jî, hê niha jî”). Herwiha ew jî, mîna gelek nivîskaran, pirrî caran ”tê” (tu dê, tu ê) dinivîse lê ev peyvikeke zêde devkî ye û bi kêrî nivîsînê nayê. Weke din, ji aliyê rastnivîsiyê û rêzimanê ve pirtûk berhemeke biserketî ye.
Têmûrê Xelîl: Dengê xwînê, 94 rûpel, Weşanên Lîs, 2009
***
Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |