HELSÎNKÎ, 22/10 2011 — Nivîskarê navdar yê fînlendî Jari Tervo qedera keçeke kurd kiriye mijara romana xwe ya nû ya bi navê ”Layla”. Roman li meha îlonê derketiye bazarê û bi berfirehî hatiye reklamkirin. Ew niha li Fînlendayê di lîsteya pirtûkên herî zêde tên firotin de di rêza yekem de ye.
Babê Leylayê, tenê çend saetan piştî jidayikbûna wê, soz dide birayê xwe ko keça xwe bide kurê wî. Di pazdehsaliya xwe de Leyla li pismamê xwe tê mehrkirin. Lê piştî şeva zewacê, diyar dibe ko Leylayê berî mêrkirinê keçaniya xwe ji dest daye. Loma mêrê wê pê razî nabe û dixwaze ko bi kuştina wê û yarê wê yê berguman”malbat namûsa xwe paqij bike.” Lawikê berguman, ko di rastiyê de ti para wî di jidestdana keçaniya Leylayê de nîne, tê kuştin lê birayê Leylayê alîkariya wê dike û wê ji dest malbata wê û ya mêrê wê rizgar dike.
Binemala Leylayê hin kurdên ji Diyarbekirê ne lê demek e ko li taxeke jaran ya Stenbolê bi cih bûne. Leyla neçar dimîne ji malbata xwe bireve, li gelek deverên Tirkiyê xwe veşêrê, ji ber tinebûna pare û maliyetê di rewşên kembax de bixebite û taliyê xwe bigihîne Ewropayê. Lê li Ewropayê jî ti jiyaneke geş û xweş li benda wê nîne. Daku bikare li aliyekî deynê qaçaxçiyên xwe bidiyê û li aliyê din jî ji xwe re stargeh û penagehekê peyda bike û êdî li Tirkiyê neyê vegerandin, ew tê neçarkirin ko bi qaçaxî bijî û dest bi laşfiroşiyê bike.
Lê malbata wê dest jê bernade: babê wê û birayekî wê ta Helsînkiya paytexta Fînlendayê jî didin pey wê. Ne Leyla tenê, lê bab û birayê wê û heta birêveberê kerxaneya nepenî, ya ko ew tê de kar dike jî, dikevin belayên nedîtî.
Roman helwesteke xurt e dijî ”şideta namûsî”, neheqiya ko li kesên bêîmkan dibe û zilma ko hem di civakên rojhilatî û hem jî rojavayî de li jinan tê kirin. Pirtûk bi kelecan û bûyerên surprîz û nepayî dagirtî ye.
Nivîskar Jari Tervo li Tirkiyê jî geriyaye û hin vekolîn li ser mijara xwe kirine. Lê mixabin diyar e ko wî xwe negihandiye enformant û agadarkerên baş yên kurdnas û kurdîzan. Di pirtûkê de gelek peyv û gotinên têkildarî kurdan û kultûra wan hene. Lê mixabin ew ne yekser bi kurdî, lê wergerên wan yên tirkî ne. Bo nimûne, dema ko mijar malbata kurd e û behsa xwarina wan dike, ne gotinên wek jajî, dew û nanê sêlê lê hevberên wan yên tirkî ”otlu peynir, ayran û yufka” dinivîse. Navên kurdî jî carina li gor rastnivîsiya tirkî (nimûne: Gülistan, Memet, Ferhat) û caria jî li gor transkrîpsiyona zimanê fînlendî (nimûne: Nishtman, Trifa, Berzenji) bi kar anîne. Hin car jî bi şaşî navê zelaman li jinan kiriye: di romanê de Ferhat, Rojbin û Fatih jin in!
Lê pirsgirêka herî mezin ew e ko nivîskar, ji nezanî be yan jî tenê bo şidandina tengij û tansiyona romanê be, kurdan - berevajî kesên ji neteweyên din (tirk, fînlendî, almanî, yûnanî ko ew jî di romanê de cih digirin) - wek kesên zêde serhişk û bo parastina namûsa xwe mirovkuj jî nîşan dide. Herwiha zêde qerf û henekên xwe bi xebata rizgarîxwazî ya kurdan dike.
Di vî warî de ew bi nivîseke min ya berfireh ya bi zimanê fînlendî hatiye rexnekirin. Nivîsê, nûçeyên ji wê nivîsê çêkirî û paşî jî çend hevpeyivînên li ser heman mijarê bi nivîserê van rêzikan re di çapemenî û ragihandina fînlendî de deng vedaye. Di mezintirîn Fuara Pirtûkan ya Fînlendayê de, li dawiya vê mehê ez û nivîskarê romanê dê li ser heman mijarê gotûbêjê bikin.
Jari Tervo: Layla, weşanxaneya WSOY, 2011, 360 rûpel.
***
Li ser vê stûnê (kolumn) Husein Muhammed pirtûkên kevn û nû yên kurdî yan li ser kurdan dinasîne û dinirxîne. Ji nivîskar û weşangêran tê hêvîkirin ko berhemên xwe bo nasandin û nirxandinê bigihînin wî. Hûn dikarin navnîşana wî ya malê bi rêya posteya elektronîkî (email) jê bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |