HELSÎNKÎ, 5/10 2011 Kurdīhez berdewam ditirsin ko rewşa zimanź kurdī di xeterī talūkeyan de ye. Ne tenź kurdan heta niha zimanekī hevgirtī ū standard peyda nekiriye, lź bandora zimanźn biyanī, bi taybetī tirkī, dike ko kurd des tji zarava ū devokźn xwe jī berdin.
Ew ne tenź neēar in ko li dibistan ū dezgehźn fermī zimanź dagirkerźn xwe bi kar bīnin, lź nifş bi nifş, heta belkī roj bi roj, ew źdī zźdetir di nav xwe bi xwe de jī, bźyī ko ti dagirker ū dijminźn wan hazir bin jī, źdī bi zimanź serdest ū zordestźn xwe diaxivin. Ev rewş ne tenź ji mecbūrī li Tirkiyź, di bin nīr ū zincīr, zend ū zopźn tirkan de, lź herwiha bi dilxwazī li Ewropayź jī tirkīaxiviya wan didome. Heta kurd zarokźn xwe, yźn ko rojekź jī Tirkiye nedītiye, li Ewropayź dişīnin ders ū kursźn zimanź tirkī.
Ev ne tenź ji alī kesźn heval ū hevbendźn hikūmetź ve tź kirin. Heta şoreşgźrźn me jī ji cahş ū qoriciyźn me jī zźdetir xwe bi īfadekirina bi zimanź dijminźn xwe serbest ū serbilind dihesibīnin.
Lź heleke din, zimanź kurdī, zaravaya kurmancī di nav deh-bīst salźn dawīn de gelek gavźn berēav ber bi standardbūnź ve avźtine. Eger berī deh-bīst salan pirraniya kurdan di hemū jiyana xwe de tiştekī bi zimanź kurdī nivīsandī nedītibū, niha ew dikarin bźhejmar ū bźdawī berhemźn kurdī bi rźya Internetź bi kurdī bixwīnin.
Êdī ne kurdī tenź bi hin belavokźn dizīkī tź dītin yan ji kasetźn qedexekirī tź bihīstin: heta ji aliyź dewletźn dagirker ve jī (niyeta wan qenc yan jī xirab be) bernameyźn temaşekirinź (televizyon), guhdarīkirinź (radyo) ū xwendinź (malper, rojname) tź bikaranīn. Êdī xwehīnkirina xwendin ū nivīsīna zimanź kurdī di dest , delīv ū derfetźn her kesī de ye. Lź di heman demź de kurd ji hemū demźn berź zźdetir bi xwe, bi zanetī yan jī ji nezanī be, derbasī zimanź tirkī dibin ū ti ihtimal nīne ko ew dīsa li kurdī vegerin.
Kurdīzimanī tek faktor e ko kurdan bźguman ji ereban, farisan ū tirkan cuda dike. Dīnź me yek e, rengź me pirr nźzīkī hev e ū tixūbźn kultūra kurdī ū kultūra tirkī/erebī/farisī ne zelal in. Jixwe niha źdī ti hźzeke xurt ya kurdī daxwaza dewletbūna kurdan ū bi wī awayī diyarkirina tixūbźn erdnasī yźn navbera xwe ū ereban yan farisan yan tirkan di bername ū rojeva xwe nehiştiye: hemū bi daxwaza mafźn ēandī ū zimanī qīma xwe tīnin. Lź di rastiyź de bi xwe jī ne siyasetź bi kurdī dikin ū ne jī źdī qīmetekī di jiyana xwe de didin zimanź xwe.
Bźguman her kurd azad e ko eger bixwaze, xwe ereb yan faris yan tirk bihesibīne, bi zimanź wan heta li gel zarokźn xwe jī biaxive ū wī zimanī hīnī wan bike. Lź derdź giran ew e ko gelek kurdan mal ū jiyana xwe gorī ū qurbanī doza kurdītiyź kiriye, bi hezaran qeda ū bela anīne serź xwe lź dīsa jī giringiyź nadin giringtirīn - eger ne tekane - şertź kurdbūnź: zimanź kurdī.
Ev gilī ū gazinźn kurdīhezan, ko min li jor rźz kirin, zehf tźn dubarekirin. Lź gelo rewşa zimanź kurdī bi rastī, li gor vekolīnźn zanistī ēawa ye?
Lźkolerź kurd yź hźja Ergin Opengin qīma xwe tenź bi dubarekirina gilī ū gazin neaniye. Wī dest avźtiye vekolīna vź mijara pirr giring bi teza xwe ya masterź. Navź teza wī Rewşa sosyolīngwīstīk (civakī.-zimannasī) ya zimanź kurdī li Tirkiyeyź: vekolīna saloxder ū şiroveker ya faktorźn sosyolīngwīstīk ū pratīkźn zimannasī di ēarēoveya zimanź kźmaniyź de (LA SITUATION SOCIOLINGUISTIQUE DE LA LANGUE KURDE EN TURQUIE: Létude descriptive et interprétative des facteurs sociopolitiques et des pratiques langagičres dans le contexte dune langue minoritaire).
Ev berhem belkī yekem xebata berfireh ya zanistī ya li ser rewşa civakī ya zimanź kurdī, bi taybetī kurmancī, be. Lźkoler li destpźkź teoriyźn derbarź mijarź bi giştī vedike, paşī behsa rewşa kurdan ū zimanź kurdī li hemū Kurdistanź dike ū paşī jī xwe kūr berdide rewşa kurdan li Tirkiyź ū zimanź kurdī li wź derź.
Opengīn behsa zanīna yan nezanīna zimanź kurdī ū yź tirkī li Bakurź Kurdistanź dike. Ew herwiha yekzimanī ū duzimaniya mirovźn deverź, bikaranīna bi hev re ya kurdī ū tirkī, bikaranīna zimanekī li malź ū yź din li derve, axivīna bi zimanekī ū xwendina/nivīsīna/guhdarīkirina bi yź din dike. Ew herwiha texmīnźn xwe derbarź zindīmana yan -nemana zimanź kurdī, bertengbūna bikaranīna wī ū rewşa zimanī ya li meydana giştī dike.
Nameya masterź li zanīngeha Rouen ya Fransayź hatiye amadekirin. Ew bi zimanź fransī hatiye nivīsīn lź li gor ko birźz Hesenź Qazī ez agadar kirim (gelek spas bo wī ko ez ji vź berhema hźja agadar kirim ū kopiyek jź gihand min), tez ji aliyź lźkoler bi we ve li kurmancī jī hatiye wergerandin ū dź bibe pirtūk jī. Mixabin niha tenź destnivīsa fransī di destź min de ye.
Wergerandin ū weşandina vź berhemź bi kurdī dź gelek bikźr be: mixabin gelek caran berhemźn zanistī yźn li ser kurdan, kurdī ū Kurdistanź li kurdī nayźn wergerandin ū loma pirraniya xwendevanźn kurdī ji wan bźpar dimīnin. Jixwe nivīsīna vekolīnźn zanistī jī bi kurdī gelek kźm e.
Lź herwiha hźvī dikim ko vekoler bi xwe vź teza xwe ya hźja li tirkī jī wergerīne ū yan bide wergerandin. Em kurdīhez ū kurdīnivīs gelek caran bi kurdī gilī ū gazinan li kesźn tirkīaxiv ū tirkīnivīs dikin. Lź tevī ko divź em giringī ū giraniyź bidin ser zimanź kurdī, divź ev gilī ū gazinźn li ser bźqīmetkerźn kurdī bi tirkī bin daku tirkīxwīn ū tirkīnivīs wan bixwīnin!
Ergin Opengin: LA SITUATION SOCIOLINGUISTIQUE DE LA LANGUE KURDE EN TURQUIE : Létude descriptive et interprétative des facteurs sociopolitiques et des pratiques langagičres dans le contexte dune langue minoritaire.146 r, Rouen 2009.
***
Li ser vź stūnź (kolumn) Husein Muhammed pirtūkźn kevn ū nū yźn kurdī dinasīne ū dinirxīne. Ji nivīskar ū weşangźran tź hźvīkirin ko berhemźn xwe bo nasandin ū nirxandinź bigihīnin wī. Hūn dikarin navnīşana wī ya malź bi rźya posteya elektronīkī (email) jź bixwazin: husein.muhammed@gmail.com |