HELSÎNKÎ, 5/8 2011 — Mihai Eminescu (1850–1889) wekî naskirîtirîn û hezkirîtirîn şairê Romanyayê têt hesibandin û wekî helbestvanên neteweyî yê wî welatî jî tê pejirandin.
Perî
Perdeyên mija zîvîn
ji tavheyvê difûrin,
li raserî avê difirin,
li hindavî mêrgê digerin.
Gul hêdî dinehwirin,
tevnpîrk tevnê xwe dirêsin,
kevirên dirr û gewher yên daristanê
li hewranê çîrokî yê şeva şîn diwerin.
Li beravê darên çamê
li birqa heyv û avê çavdêr in.
Di nav pel û çeqên daran re
tava spî û siya reş pev dilîzin.
Keçxanim serê xwe ji nav qamûş dertînin,
sorgulan bi avê de berdidin;
sihreke kevn e ko berê
bi nehînî û razdarî dihat vegotin.
Li awêneya rûyê avê,
li pira zîvîn ya esman dinerin
ka pêşeroj dikare bê dîtin,
ka yezdan dê peyaman bişînin?
Sorgulên xwe diwerînin
da rûyan bibînin,
da razên şevê
bêrîkirina birçiyan têr bikin.
Belê, ew, delalên dilan,
li sîberên dor xwe dinerin,
di şîniya çavên wan de
hemû çîrok dicivin.
1876
Bo Stêrê
Dema stêr çirîskekê vedijenîne,
rêya wê dirêj e;
ta xwe bi me digihîne,
hezar sal ji demê dirêje.
Ew hê ji mêj ve vemiriye,
tarîtiyê ew daqurçandiye.
Lê dîsan jî
em ji nû niha wê dibînin.
Belê, em li stêra temirî,
li leylanokan dinerin,
leylanên li ser serê me dibiriqin.
Wiha carekê jî evînê
ron kir şeva giyanê min.
Ew ji mêj de vemiriye
lê dîsan jî çirîska wê bi me re ye.
1883
Hevdîtin
- Daristanê, daristana min,
çawa demên te derbas bûne?
sal herikîne.
gav gerîne.
Li gelek rêyan likumîme
ta dîsan li vir vegerîme.
- Her wek berê:
Zivistanan tipiyan li derê
çeqên min şkandine,
avên min xetimandine
rêyên min di bin xwe ve niximandine
stran ji min verevandine.
Û her wek berê:
Havînan li vê derê
stran strandine,
bi rêyên ber bi kaniyan ve
jin bi cerên xwe ve hatine
da stranên tijîkeser bibêjine.
- Bi kanî, rêçik û rê,
tu yî her yê berê.
Dem diherike, dem diruxîne
lê te her dixemilîne.
- Sedsal tên, diçin û li ser rê ne,
stêr her wek berê ne.
Dem çi dibin, bila bibin,
di nav çeqên min re ba digijin,
av bi Çemê Tuna ve diherikin,
rêya xwe her naguherin.
Tenê mirov guherbar e,
gerok e, carinan bêyar e.
Em çi bin her wer dimînin,
ti ji me naguherin:
derya, çem, avên din,
erd û bozkirên ser û bin,
roj û heyvên esman
bêdem in, bêpayan.
1879
Bi sedan keştî
Bi sedan keştî ji lengergehê
di ser deryaya fire re bi rê dikevin,
çend ji wan dê bên daqurçandin
hemêza avê, hemêza ba?
Komek firindeyên koçer
xwe dilezînin wargehên dûr,
ma ew ê bi rê ve netehisin
hemêza avê, hemêza ba?
Li pey bextiyariyê tu dibezî,
hevrê bi te re bin tu dixwazî.
Ji pey te axînan dikişîne
hemêza avê, hemêza ba?
Dilê mirov li dewrana demê
çerqekê diavêje.
Bi herherî jê re stranekê dibêje
hemêza avê, hemêza ba?
1880
Firindeyên biçûk
Firindeyên biçûk ên xewxwaz
bi êvarê re vedigerin malê,
nav darên hêlînan.
Şevbaş!
Kanî hêdîka dixilwilin,
gul li nav baxçe dinivin,
daristanên tarî bêdeng in.
Xweş rakeve!
Qû/kuðu li ser avê xwe
diqelizîne kendavoka bînvedanê.
Firîşte jî parêzvanên xewa te ne.
Xweş binive!
Bi bêpêjnî heyva rûduru (kuulaskasvo)
li şeva hênik dinere.
Hemû dikevin xewa aram.
Şeva te xweş!
1883
Daristanê, çima hurmîna te ye?
Daristanê, çima hurmîna te ye,
bê ba û bê baran
şeperepa çeqên dara te ye?
Bi rastî jî dihejim
çimkî dem ji dest min diçe,
roj direvin
şev dadikevin,
ji daran pel diwerin.
Wek mêdekê erd diximin,
stran nayên guhên min.
Siwarên bayên qeşayî
havîn dûr diajotin.
Firinde filitîne,
çeqên daran rût mane.
Refên kirlangiçan bi baskên armûşî
di ser lûtkeyên min re difirin,
baweriyên min diherifin,
xweşiyên min jî pê re diçin.
Didin xwe hilbikevin
ber qeraxa esmanên tarî dibin,
lê taqet û şiyan di baskan de namînin,
havîn li min venagerin...
Demên li pêş min
tarî û bêhêvî ne,
hevalên şeva min kul û xemgînî ne,
yên roja min rondik û girî ne.
1883
Tişteke din naxwazim
Tiştek din naxwazim
heke li hengura êvarê,
li ber pistîna pêlan
bi aramî bikarim bimirim.
Daristan dê parêzvana min be
û xew dê şirîn be.
Li raserî deryaya fire
valahî bêsînor e.
Dixwazim bê merasim
û bê gorr bimînim
heke bikarim li bin siya darekê
serê xwe deynim ser derekê.
Bila kes jî rondikekê
bo min nebarîne.
Bila dengê strana payizê
xwe bigihîne daran rûtbûyî.
Heyv dê di ser esman re
bimeşe hemêza kajan,
xwişîna ava kaniyê dê bêdeng bibe
û daristan bikeve xewê.
Ixlamûr zêrevana ba ye.
Di bin axê ve jî
dê lorînên wê bên guhê min.
1886
wergerandin: Husein Muhammed |