HELSÎNKÎ, 19/6 2011 — Helbestvanê mezin yê fînlendî Eino Leino herwiha wek şaîrê neteweyî yê welatê xwe jî tê nasîn. Li vê derê em gulbijêrkek ji bi sedan helbestên wî yên hezkirî diyarî xwendevanên zimanê kurdî dikin.
Ji dîwana Maaliskuun lauluja (Stranên Adarê), 1896
DI SER DARISTANÊ RE ROJ HILHAT
Di ser daristanê re roj hilhat
dema zerî li nav mêrgê digerrî,
û gulên êvarê xwe veşartî
dîsan rûyê xwe yên girtî vekirin.
Û zeriya wisa delal
li nav mêrgê hêdîka meşî
û gulan devê xwe birin ber guhê hev
dema dangên kirasê wê ji gulavê şil bûn.
DEMA DELALA MIN ÇÛ
Tiştek te neda min, canê,
wek bîranîn, delal min,
ji bilî şûnpiyên te li beravê -
pêlan ew jî ji min standin.
BAHOZAN BIRÎ, BAYAN ÎNAYÎ
Ez ê reben dema hatim dinyayê,
bihedan û hêmin bû her
mîna berî bahoz dest pê bike -
haya min ji tofanê nebû.
Lê paşî ewr vecivîn,
esmanê min tarî kirin
û birûsk şirqîn, av rabû -
min kir û nekir xelasbûna min nebû.
Mîna qirşikan baroveyan birim
dûrî dinyayê kirim;
lê dawî hat li yemanê
û bayan avêtim hemêza axê.
RAMANÊN MEZIN
Di berxwedana jiyanê de
tenê ramanên mezin
dikarin mirovan hildin jor -
wa hatim fêrkirin.
Lê sal û deman
ez hînî hindê jî kirim
ku ramanên zêde mezin
barê giran didin milê mirov.
------
Ji dîwana Yökehrääjä (Şevrêsk), 1897
STRANA KEÇA JANDAR
Bihurme, kevirê reş yê Dojehê,
biheje, çiyayê êşan!
Bihêre kerb û kînan,
kul û keseran,
bikelîne danê
gilî û gazinan!
Biherrike, çemê Dojehê,
di ser pira miriyan re!
Bi xwe re bîna sinbilên xeman,
genimê derdan, cemeda dilan -
em dê bi pêxemet
dawetê têr vexwin.
Kêm maye
êdî dê ew dem bêt,
yeman dê rabe,
dinya dê bimîne bin pêlên janan,
mirin dê miletan vexwîne
govenda keça Dojehê.
Bihurme, kevirê reş yê Dojehê,
biheje, çiyayê êşan!
Bihêre kerb û kînan,
kul û keseran,
bikelîne danê
gilî û gazinan!
WEK REŞ Û SPÎ
Mîna pelatînkên reş û spî
li hindavî gulan bi hev re dipirrpirrin,
wa kul û kêf
giyanê min dadigirin.
Mîna şev û roj bi hev re
ewrên havînan diperritînin,
wa spêde û êvarên bextiyariyê
berdangên rojên min sor dikin.
Mîna zarokên jiyan û mirinê
li ber tavheyva payizê dilîzin,
wa payiz di şeva canê min de
gulên bihara lezgîn dixwe.
BO DOSTEK MIN
Belê, tenêtî, dosta xeman
û dayika diltenik ya
ramanên mezin,
nêzîkiya wê germ e.
Dema dil şkestî û can tarî be,
bên teng û jiyan dijwarî be,
û gula baweriyê bêbên û çilmisî be,
dema şadî vemirî be û hêvî temirî be -
Wey, hingê çend xweş e
bi tenê bimeşî, bi tenê li nav şevên zivistanî
û li pêş xwe çolistanekê bibînî
û dûr li nav çembera xeyalan bigerrî.
Wa mezin, wa aram e bêdengî
û pesna jiyanê ji bilind deng vedide:
ji nav zeviya kedê gula şadiyê hiltê
û qencî ji bin axa xeman dertê.
XUMAMÎ
12.
Wey, ma tê bîra te ew stran
ya me dema zaroktiyê digot,
dema şev dihat ber pencereyê -
wê stranê em şad dikirin.
Wê rehetî di dil de diçand
û bawerî dida xewê -
ger hê ew stran bêt bîra te,
niha bistre, wê stranê bêje, wey!
-----
Ji dîwana Sata ja yksi laulua (Sed û Yek Stran), 1898
SED Û YEK STRAN
2. ARAMÎ
Çi ye ev bêna gulan li dor min?
Çi ye ev bêdengî?
Çi ye wateya vê aramiya di dilê min,
vê tenahiya mezin, seyr û nû?
Dibîzim, çawan kulîlk dipişkivin
û dar dipeyivin li nav daristanê.
Bawer dikim, niha digihim xeyal
û hêvî û xebatên dûr.
Her tişt wa bêdeng e li dor min,
her tişt wa xweş û geş.
Gulên mezin vedibin di dilê min de
û bênek kûr ya rehetiyê didin.
9. STRANA SPÊDEYÊ
Deng vede, strana min,
bilind vede!
Spêde dertê,
pêl li beravê dide.
Binive, dilê min,
xewek bedew binive!
Bibîne, çawan pê dihese
hemû xelk û alem
Bifirre, evîna min,
di ser çiyayan re, bifirre!
Çiya jî nabin asteng
li ber evîna ciwanan.
12.
Bide ez veşêrim danga te
serê xwe yê giran, yê nesax,
bihêle biavêjim danga te
vî dilê xwe yê bidax.
Erd wa xirrîxalî ye,
tenê tu tijî yî mîna şevê
ya li esmanê wê stêr diçirisin,
ya li ber sîberên wê dil lê didin.
Ax, şeva min ya nerm û narîn,
şeva min ya gewer û gewr,
bigire koşa xwe vî zarokê westiyayî!
Min pirr germ û gurr e.
20.
Bextê min kulîlkan dide wek darsêvan
li şevên biharê yên ron,
dema gupikên kajan dadiçemin
û zarok di xewn û xeyalan in.
...
66.
Ji min wa bû
qey em li ser avê bimeşin
û tav germ bike pêlan
û sînga zinarên beravan.
Wa bû qey em daketibin
bin wê tehta bedew
û me hilkolandibe jê axa spî
û raguhestibe serê girikî.
Û ma ne roj ava bû
pişt giravan, devê tengavan,
û hat êvar û daket şev
nav geliyan, ser daran?
Bû govend û dîlana şevê,
mijê bi pêlên deryayê lîst,
li ber xewê cokên geliyan
avjenkî û melevanî kirin.
Ji çeqekî xwe avêt yek dî,
ji gulekê hilket yek dî,
dest di hev de em rawestî bûn
û me lê dinerî ka ew çawan verevî.
Ax, çend kurt e şeva havînê!
Aniha dê roj ji nav pêlan hilbêt
lê ta hingê dê ramanên min
li nav pêlên xewnan bimeşin.
72.
Heyva şermok bi rêya xwe ve dimeşe,
şeva biharê bedew û pîroz e.
Hê ji mêj ve ye dema veqetînê ye
lê hê jî me herduyan heman doz e.
Bakê şevê hêdîka dilorîne
pelên gulên di xewnan.
Dilê bêdeng lê dide dizane
hêviyên mezin yên havînan.
76.
Wa min li te nerî, zerî,
wek gul li xemla xwe.
Wa min li te kir guhdarî, zerî,
wek gelî li robarê xwe.
Tu gul pişkiviyî di dilê min de,
bûyî awaza dilşadiya min.
Te şiyar kir bihar li ber min,
te kir stran kaniya min.
Te bayek bir û babelîskek anî.
Lew niha dilşadiya min
wek gula bêxeml e,
sînga min niha bûye
çemê av lê qerrisî.
-----
Ji dîwana Ajan Aalloilta (Ji Pêlên Demê), 1899
LI SER GORRA Z. TOPELIUS
Xweş binive
li geliyê guldar,
xweş binive
di danga dayika dildar.
Gelek xweş e nivistin
bo yê kar nekirî nehiştin.
Aramî ye para
têkoşer xebatkara.
Mirin dimeşe,
gul diwere, dar diweşe.
Yê qehreman
dikeve dilê niştiman.
Xweş binive,
te strî li rêya me nehişt,
xweş binive
di gorra herdem-bihişt.
-----
Ji dîwana Hiihtäjän virsiä (Awazên yê Kaşvan), 1900
STRANA BEXTIYARIYÊ
Kî bextiyar be, bila bextiyariya xwe veşêre,
kê gencîne û xezîne hebin, bila wan biniximîne,
û bila bi tenê bextiyar be ji bextiyariya xwe
û zengîn ji gencîneyên xwe.
Bextiyarî xwe li ber awirên xelkê nagire.
Yê bextiyar be, bila biçe çolê
û bêdeng bijî, belê, bêdeng li çolê
û bila bêdeng bextiyar be ji bextiyariya xwe.
-------
Ji dîwana Pyhä Kevät (Bihara Pîroz), 1901
STRANA AGIRÎ
Yê agir be, bila agirî biperêse.
Yê ji axê be, bila bibe ax.
Lê yê bixwaze bigihe ber perrên esmanan,
ev e jê re awaza yê sazvan:
Gelo em çi ne? Tenê xwelî, toz?
Ne tam: Raman ji axê çêdibe.
Qedera te ye carekê bibî xwelî
lê ta hingê agirek geş be.
Çi ye agir? Madde ye. Çi wî geş dike?
Yezdan, giyan, viyana ebedî.
Jî kurt e lew geş hilbibin.
Ax dimîne lê giyan digihe esmanan.
----------------
Wergerandin: Husein Muhammed |