[HELSÎNKÎ, 29/4 2011]
Pejirandin (1)
Min - yê ko xwe hişmend, ta bêje bilîmet û zekî jî hesibandiye - ev destnivîs xwendiye û, bêdilî xwe jî, jê agadar bûme ko ew sosret, ecêb, qerfok, biexlaq, felsefeyî û hêja ye ko wan jî dilxweş bike yên ko ji romanan hez nakin. Loma min weşandina wê qedexe kiriye û bi dadgeran daye bawerkirin ko ew erjeng e.
Nameya Se'dî bo sultane Şerayê (2) li ser çîroka Sadiq
Roja 18ê meha şewalê, sala 837 a koçî (3).
Efsûniya çavan, jana dilan, ronahiya jîran! Toza piyên te maç nakim çimkî hema tu bi piyan nameşî; heke bimeşî jî, tenê li ser xalîçe û sorgulên welatê ariyan. Wergera pirtûkek kalepîrek hişmend arasteyî te dikim ko ev kalepîr di rewşek wisan a bextiyariyê de bû ko ti mijûliyek wî ya din tine bû loma dema xwe bi nivîsîna çîroka Sadiq ve, bi çîrokek wisan ve derbas kir ko naveroka wê ji naveroka xwiya dibe dagirtîtir e. Ji te lava dikim ko tu wê bixwînî û helwesta xwe li ser diyar bikî; çimkî tevî ko tu li bihara jiyê xwe yî, tevî ko hemû zewq li ber te ne, tevî ko tu bedew î û jîrî û jêhatîbûna te jî bedewiya te hê berztir dikin, tevî ko ji êvarê ta spêdeyê tu bi pesnan tê avdan, ji ber vê hemû yekê tu mafdar î ko bê hişek saxlem jî bî lê dîsan jî xwedî hişek hişmendan û tamnasiyek narîn î, û min bihîstiye ko tu ji derwêşên pîr ên rîdirêj û kulavkovik zanetir dipeyivî. Tu bêdeng î lê ne biguman î, dilnerm î lê ne lawaz î, qenciyê dikî lê bi fehmayî, ji dostên xwe hez dikî lê kesekî nakî dijminê xwe, jîriya te ti caran ne bi zimandirêjiyê ye, xerabiyê nakî tevî ko xerabîkirin ji te re bêsinor asan û sanahî ye. Bi kurtî: li ber çavên min, giyana te jî herdem mîna bedena te pak û bijûn bûye. Dilê te li felsefeyê ye jî loma bawer dikim ko ev pirtûk dê ji her kesekî zêdetir bi dilê te be.
Ew pêşî bi zimanê keldanî hatiye nivîsîn ko ti ji me herduyan tê nagihe. Ew ji bo dilxweşkirina sultan Olix-beg (4) li erebî hat wergerandin. Wan serdeman "Hezar û yek şev", "Hezar û yek roj" û pirtûkên din ên çîrçîrokan li nav rojhilatiyan navdar bûn. Olix zêdetir ji çîroka Sadiq hez dikir lê sultane heyranên berhevoka "Hezar û yek şev" bûn. "Hûn çawa dikarin", Olixê aqildar ji wan re got, "pêtir ji wan çîrokan hez bikin ko ne ti aqil tê de heye û ne jî ti sûde?" - "Jixwe ji ber hindê em jî jê hez dikin", sultaneyan bersiv da.
Bêşik dizanim ko tu ne mîna wan î lê olixek rastîn î. Herwiha hêvî dikim ko tu bi wan çîrokokan ve westiyayî û betiliyî yên ko dişibin çîrokên mîna yên "Hezar û yek şev"ê lê pirr ji wan kamaxtir in daku destûr hebe ko bi hişmendî hinekî bi te re bidim û bistînim. Heke tu Thalestrisa Îskenderê kurê Philippos (5) an jî ya şehbanoya Sabayê ya Silêman (6) bûyayî, guman nîn e ko ev padişa dê bihatana cem te.
Ji xêr û qenciyên esmanî lava dikim ko kêfxweşiya te bêkêmasî, bedewiya te herherî û bextiyariya te jî bêdawî be.
Se'dî (7)
Notên wergêrî:
1. Ev qerf û henek di çapa sala 1748an de bû.
2. Dixwiye ko sultane Şera şûnnavê hevalek baş a Voltaire, esilzade Emilie du Chatelet e ko Voltaire gelek ji berhemên xwe jê re kirine diyarî.
3. 837î koçî ango hicrî 1459î zayînî ye.
4. Olix-beg, ji dûndeya Temûr Lenk, ji xwendabûna xwe û bi taybetî jî li rişteya matematîkê û stêrnasiyê navdar bû; sala 1449an mir.
5. Li gor çîrokên berê yên yunaniyan şehbanûya amazoniyan Thalestris hat cem Skenderê Mezin daku qaşo jê re kurek têr bihagiran biwelidîne û Îskender bêdûnde nehêle. Di çîrokên gelêrî de amazonî miletek şerxwaz ê tenê ji jinan pêkhatî ye.
6. Sultan û pêxember Silêman ko li gor pirtûka pîroz a Peymana Kevn (binere: babeta 10. ji 1. Şehnameyê; babeta 2. ji 2. Demnameyê) şehbanoya Sabaya dewlemend a Erebistanê hat cem wî.
7. Nivîskar li vir namenivîs kiriye Se'dî. Se'dî ango Se'diyê Şîrazî ango Mişerrefeddîn ibn Muslih (derdorî salên 1213 û 1219 hatiye dinyayê û îhtîmal e sala 1292yan wefat kiriye) nivîskarê pirtûka navdar 'Gulistanê ye.
***
Niha Sadiq dixwest bi xêra felsefeyê û dostaniyê bela û xemên felekê anîn serê wî ji xwe vebirevîne. Wî li taxek Babîlonê xaniyek başraxistî û xweşikneqişandî peyda kir û hemû huner û şahiyên ji mirovên camêr re guncav li wir kom kirin. Bi roj pirtûkxaneya wî ji hemû zana û xwendayan re vekirî bû û êvaran jî sifreya wî ji heval û hogiran re deynayî bû. Lê hê zû tê gihî ka zana û xwenda çend xeter û talûke ne. Nîgaş û şerrenîxek li ser destûrek Zerdeşt çêbû ko xwarina qertalên dehlan qedexe dike. (1)
"Çawan qertalên dehlan dikarin bên qedexekirin", hin ji wan enirîn, "madem ew qet tine bin?"
"Divê ew hebin", hin ên din avêt ber wan, "madem Zerdeşt xwarina goştê wan qedexe kiriye""
Sadiq xwest wan aşt bike û got:
"Heke qertalên dehlan hebin, em ê wan nexwin; heke ew tine bin, em ê hê dîsan wan nexwin; û bi vî awayî em ê her li ser rêbaza Zerdeşt biçin."
Xwendayek, ê ko 13 cild li ser jiyan û taybetmendiyên qertalên dehlan nivîsîbûn û wek din jî dêwek zanayan bû, lezî li nik serekek dînî yê bi navê Yebor, ê ko ji hemû keldaniyan bêaqiltir û ango herwiha rêhişktir jî bû, gazin li Sadiq kirin. Vî Yeborî xwest ko Sadiq li sêdarê bê dan û gorî (qurbanî) rojê bê kirin daku ew serek bi dilê xwe yê razî pirtûka lavayan a Zerdeşt di dest xwe bigire û qaşo duayan bike. Qadirê dost - xweşdostek ji sed qeşeyan bihagirantir e - xwe gihand cem Yeborê pîr û wiha got:
"Bijî roj û qertalên dehlan! Li xwe hişyar be û Sadiq ceza neke çimkî ew ewliya ye! Wî qertalên dehlan di mirîşkgehên xwe ve hene lê dîsan jî wan naxwe. Lê dozgerê wî bi xwe xirrayî û gawir e û şerm nake ko dibêje kîroşk lingşeq in û paqij in (2)."
"De baş e!" Yebor got û serê xwe yê keçel hejand. - Divê Sadiq bê daliqandin çimkî bi xerabî basa qertalên dehlan kiriye û yê din jî ji ber hindê ko bi nebaşî ji kîroşkan axiviye."
Lê Qadir bergerî û sulh kir û wek alîkar keçek ji xwe re bi kar anî ya ko zarokek ji wî re welidandibû û di nav encûmena serekên dînî xwedî bandorek mezin bû. Ti kesek nehat daliqandin ko ev yek jî bû sedema pitepita hin zanayan û wan ruxîn û hilweşîna hemû Babîlonyayê pêşbînî kir.
Sadiq ji xwe re qîrî:
"Gelo ma çi ye bextiyarî? Hemû tişt, ta yên tine jî, li vê dinyayê bela serê min in."
Wî nalet li xwenda û zanayan barandin û xwest ko ji hingê şûnde tenê bi xweşdostan re bijî.
Wî camêrtirîn mêr û xweşviyayîtirîn jinên Babîlonyayê li xwe civandin. Wî bitamtirîn û têrçêjtirîn şîv didan mêvanan û berî şîvê jî herdem konser û suhbetên herî dilhebîn hebûn. Ew êdî fêr bûbû ko hemû daxwazên pûç ên xwemezinkirina bi zanatiyê ji wan suhbetan vebirevîne û dûr bixe çimkî ev daxwaz misogertirîn û asantir awa bûn ji bo herimandina xweştirîn suhbetan û dilhiştina baştirîn dostan jî. Ne bijartina dostan û ne jî ya xwarinan bi bêwecî pêk hat çimkî wî di her tiştî de baştir ji hindê hez dikir ka tişt bi xwe çawan e, ne ka tişt çawan dixwiye. Bi vî awayî rûmetek mezin bû para wî tevî ko armanca wî qet ne rûmetdarî bû jî.
Li raberî xaniyê wî kesek bi navê Arimazes dijiya ko zikreşiya wî hema ji rûyê wî yê girr jî dixwiya. Tevî sappi/öd/safraêşewîtiya xwe dilpîs jî bû. Çimkî wî bi xwe di hemû jiyana xwe de nikarîbû tiştekî bi dest bixe, wî bi iftirakirinê/parjaamalla dixwest tola xwe hilbîne. Tevî dewlemendiya xwe jî wî nedikarî xwe nazdar bike û dostan peyda bike. Xilingîna erebeyên êvaran dihatin nik Sadiq ew diqehirand, û pesinandina şan û şoreta Sadiq jî ji alî xelkê de ew hê zêdetir dixeyidand. Carinan ew diçû cem Sadiq û venexwendî rûdinişt ser sifreyê û kêfxweşiya hemû civatê diherimand, tam mîna harpiyan (3) bû ko tê gotin ko wan destê xwe bikira çi goşt, ew dijehirand. Carekê wî xwest şahiyek ji jinekê re li dar bixe lê jinikê li gor wî nekir û bo şîvê çû mala Sadiq. Carekê jî, dema wî li serayê bi Sadiq re suhbet dikir, wan şalyar û wezîrek dît ko Sadiq vexwend şîvê lê ew na. Kerb û kînên herî bêderman pirrî caran ji tiştikên herî bêwate çêdibin. Wî zelamî, ko li Babîlonyayê wek "hesûd" dihat navandin, dixwest Sadiq biruxîne tenê ji ber ko Sadiq wek "bextiyar" dihat nasîn. Wek Zerdeştê kal jî dibêje, ji bo xerabîkariyê rojê bi asanî sed car derfet û delîv heye lê ji bo qencîkariyê salê carekê.
Yê hesûd çû nik Sadiq. Wê gavê Sadiq bi du dostên xwe û zerîcanekê re digeriya û Sadiq, bê ko armanca wî ji suhbetê zêdetir tiştek be, gotinên pirr dilhebîn ji vê xanimê re digotin. Suhbet li ser şer bû, li ser şerê padişa dijî vasalê xwe, mîrê Hîrkanyayê. Sadiq, ko çelengiya xwe di wî şerê kurt de diyar kiribû, bi gewretî pesna padişa û hê jî zêdetir pesna zerîcana bi xwe re dida. Wî tabloyê xwe derxist û li wir, bê ko xwe amade kiribe, çarînek li ser nivîsîn û da zeriyê daku bixwîne. Herwiha dostên wî jî xwest ko wê helbestê bixwînin lê nefbiçûkiya wî, yan jî baştir em bibêjin xweheziya wî ya rind tê famkirin rê neda ko helbestê bide dest dostan. Wî dizanî ko helbestên bi gavekê û ne bo mayindebûnê hatî hûnandin tenê kêrî wan kesan tên ko jê re hatine nivîsîn. Loma wî tablo şkand û parçokên wê avêtin nav tiraşekê daku êdî neyên dîtin.
Çipikên baranê dest pê kirin, ew jî çûn hindir. Yê hesûd ma li nav baxçe û lê gerî ta ko aliyek tabloyê dît. Ew alî wisan mabû ko nivîsê aliyên xwe yê rêzan dadigirtin, ramanek serbixwe pêk dianîn û dibûn çarînek ji ya berê kurttir. Bi pîşatî û tesadufiyek seyr û sosret wan parçeyên helbestê heqaretên tûj û tund dijî padişa pêk dianîn. Wiha bû:
Bi stemkariya tawanan
Piştî giha tac û textan
Li dema aştiya giştî
Tenê ew aştiyê binpê dike
Yekem car di jiyana xwe de yê hesûd bextiyar bû. Niha wî awa û rêyek hebû ko wî camêrê berz û ezîz biruxîne. Wî, yê bi şadiyek zordarane dagirtî, hişt ko ev parçehelbesta Sadiq bi destê xwe nivîsî bikeve ber destê padişa. Sadiq, herdu dostên wî û zerîcana baskirî hatin girtin. Doza dijî wî zû hat çareserkirin, bê ko li wî bi xwe bê lêpirsîn û guhdarîkirin. Dema biryar ji wî re hat xwiyandin, ê hesûd ket ser rêya wî û bi dengbilindî û qerfî jê re got: "Ha! Te digot ew helbest kêrî tiştekî nayê!" Sadiq bi xwe qet xwe wek helbestvan nedihesiband lê xema wî ew bû ko bi tawanek mezin, a ko wî bi xwe nekiribû, ew, herdu dostên wî û zerîxan hatibûn girtin. Derfeta xweparastin û berevaniyê jê re nehat dan çimkî tabloyê tawana wî têr bi zelalî destnîşan dikir. Qanûna Babîlonyayê wisan bû. Ew di nav kom û cemawerek mereqdar re borî ko kesî jê nediwêrî bi rewşa wî xembar be lê her kesî dixwest lê binere ka ew ê bi serbilindî bimire yan na. Tenê xizmên wî xemgîn bûn; ew jî ji ber ko wan dê nikariya mîraseya wî bixwin çimkî sê ji çarî maliyeta wî ji padişa û yek ji çariyê jî ji yê hesûd re hat desteserkirin.
Dema wî xwe ji bo mirinê amade dikir, wisan qewimî ko papaxanê padişa ji şaneşînê dafirî û dada nav tiraşek sorgulan a baxçeyê Sadiq. Ba ji darek nêz xoxek daweşandibû û xox mabû bi aliyek parçeya din ji tabloyê helbesta Sadiq ve. Papaxan xox bi tablo ve hilgirt û çû firî koşa padişa. Hukumranê mereqdar gotinên bêraman lê yên mîna dawiya misrayên bûn xwendin. Wî ji helbestan hez dikir, û dikare bê gotin ko mîrên ji helbestan hez bikin her dê serfiraz bin. Serboriya papaxan ew heyirand û matmayî hişt. Wê gavê şehbanoyê gotinên li ser parçeya din a helbesta Sadiq nivîsî anîn bîra wî. Herdu parçok li rex hev hatin bicîkirin. Helbest wisan xwiya bû ka Sadiq çawan ew nivîsîbû:
Bi stemkariya tawanan welat tim dinalî;
Piştî giha tac û textan, padişa aramî afirand.
Li dema aştiya giştî tenê Evîn ji şer re dibe alî;
Tenê ew aştiyê binpê dike, tenê wê dil ruxand.
Padişa fermî ko Sadiq di zûtirîn demê de bê anîn pêşberî wî û herwiha herdu hevalên wî û ew jin di gavekê de bên berdan. Sadiq xwe avêt ber piyên padişa û şehbanoyê; bi dilpakî lêborîn ji wan xwest ko helbestek wiha kêmbiha jê re nivîsiye û wisan dilhebînane û aqildarane peyivî ko padişa û şehbanoyê xwest wî carin din jî bibînin. Hemû maliyeta hesûdê ji derew gilî li Sadiq kirî ji Sadiq re hat rapêşkirin lê Sadiq hemû maliyeta wî lê vegerand. Qedir û qîmeta Sadiq roj bi roj li nik padişa zêde bû. Wî ji bo hemû şahiyên xwe bangî Sadiq jî dikir û di her mijarê de helwesta wî jî dipirsî. Şehbanoyê jî êdî bi awirên wisan dilhebîn li wî dinerî ko dikare ne tenê ji wê re lê herwiha ji şûyê wê yê payebilind re, ji Sadiq re û ta ji hemû mîrnişînê jî re xeternak be. Sadiq bi xwe hêdî-hêdî dest pê kir bawer bike ko bextiyarbûn ne dijwar e.
Notên wergêrî:
1. Dixwiye ko mebesta nivîskar qedexekirina xwarina hin jiyaneweran ji alî Mûsayî ve ye.
2. Dêhnê dide hin fermanên Mûsayî.
3. Di pirtûka Vergilius Maro, Aeneisê de harpî hin firindeyên çîrokî yên erjeng û dirînende ne.
***
Dema wê cejna mezin nêz bû ya ko her pênc salan carekê dihat pîrozkirin. Li gor irf û adetên Babîlonyayê her pênc salan carekê, di vê cejnê de navê wê welatiyê yan wî welatiyî dihat hildan û şanazîdan ê di wan pênc salan de cewertirîn û camêranetirîn kar kiribû. Xanedan û serekên dînî di bijartinê de dadger û hakim bûn. Waliyê bajar bedewtirîn kar û kiryarên di serdema rêveberiya wî de hatî kirin diyar dikirin. Paşî hilbijartin dihat pêkanîn û padişah biryar radigihand. Mirov ji beş û quncikên herî dûr jî yên welat diherikîn vê şahî û şehyanê. Padişah bi xwe yê hatî hilbijartin bi qedehek zêrîn a bi dirr û yaqûtan neqişandî xelat dikir û herwiha digot:
"Kerem bike vê xelata camêriyê bigire. Bila xweda gelek kesên mîna te bidin vî welatî!"
Dema ev roja bihagiran hat, padişah li ser textê xwe rûniştibû û xanedan, malmezin, serokên dînî û nûnerên hemû wan gelan ên di şehyanê de beşdar li rex wî bûn û tevî vê şahiyê bûbûn ko tê de xelat ne bi siwariya hespan û ne jî bi xurtiya bedenan lê bi çakî û qenciyan dihatin standin. Walî bi dengek bilind ew kar û kiryar ragihandin ko dikarin ji xwediyên xwe re wê xelata bêmînak bistînin. Wî qet basa camêriya Sadiq nekir ko wî hemû maliyeta yê hesûd lê vegerandibû; dixwiye ew ne kiryarek wisan zêde baş bû ko pê bikare pêşbaziya standina vî xelatî bike.
Walî navê dadgerekî anî ko bi bêdestî xwe şaşiyek mezin kiribû û şaşiya wî bûbû sedema xesarek mezin bû welatiyek û loma hemû maliyeta xwe dabû wî yê ziyanlêbûyî.
Paşî wî basa xortekî kir ko bi coşî û dildarî bûbû evîndarê keçekê û dixwest wê ji xwe re bîne lê paşî ew keç dabû hevalek xwe yê ko ji ber evîna heman keçikê li ber mirinê bû, û di ser hindê re vî xortî next û qelenê keçikê jî pêş hevalê xwe ve dabû.
Dawiyê jî wî navê şervanekî anî ko li cenga Hîrkanyayê nîşaneyek hê jî mezintir ji camêriya xwe raber kiribû. Şervanên dijmin dixwestin evîndara wî bikujin lê wî ew diparast. Hingê jê re peyam hat ko hin hîrkaniyên din li ber in ko diya wî bikujin. Bi girî ew neçar ma evîndara xwe bihêle û bileze diya xwe xelas bike. Ko diya xwe filitand û vegerî nik evîndara xwe, dît ko ew hatiye kuştin. Wî xwest xwe jî bikuje lê diya wî anî bîrê ko ew kur û semyanê wê yê yekane ye loma wî hind egîdî hebû ko xwe nekuje.
Dadgeran xwest ê şervan bibijêrin. Lê hingê padişah axivî û got:
"Kar û kiryarên wî, wek ên ev ên din jî gelekî bedew û camêrane ne lê ew ne seyr û sosret, ne ecêb û ne jî hêbetî ne. Lê Sadiq do karek kir ko ez matmayî hiştim. Min berî çend rojan wezîr û xweşdiviyê xwe Koreb ji kar avêtibû. Min ew gelekî bi tund û tûjî tawanbar dikir lê dîsan jî hemû wezîr û berdestkên min digot ko ez gelekî dilnerm û dilovan im. Her yekî ji wan texsîr nedikir daku fesad û îftîrayê li Koreb bikin. Hingê min ji Sadiq pirsî ka ew çawan difikire û wî wêrî berevaniya Korebê bertawan bike û wî biparêze. Piştrast bin ko dikarim ji dîroknivîsiya me mînakan bidim ko kesekî hemû maliyeta xwe ji ber şaşiyên xwe daye, ko yekî destgirtiya xwe daye yek din, ko yekî diya xwe ji evîndara xwe zêdetir viyaye lê min qet nebihîstiye ko berdestkek rabûbe berevaniya wezîrek neviyayîbûyî kiribe. Ez ê bîst hezar pareyên zêrî bidim wan kesan ên basa qencî û camêriyên wan hatiye kirin lê qedehê ez ê bidim Sadiq."
"Rêzdarê min", Sadiq got, "tenê Hûn bi xwe hejî û hêjayî wê qedehê ne! We bi xwe karek bêwêne û bêmînak kiriye madem Hûn, tevî ko Hûn padişah in jî, li evd û koleyê xwe neqehirîne ji ber ko wî dijî neheqiya we deng kiriye."
Her kes li padişah û Sadiq ecêb û mat mabûn. Dadgerê hemû maliyeta xwe dabû, evîndarê destgirtiya xwe dabû hevalê xwe, şervanê diya xwe ji evîndara xwe zêdetir viyabû, hemûyan xelatên xwe wergirtin û dît ko navên wan li kevana navên camêran hat zêdekirin, lê qedeha zêrîn bû para Sadiq. Padişah ket nav serok û rêberên baş lê mixabin ev başî zêde neparast.
"Dereng be jî, ez êdî bextiyar im!" Sadiq bawer kir, lê ew şaş bû.
***
Padişahî serokwezîrê xwe ji dest dabû. Wî Sadiq bijart şûna wî. Hemî keç û zeriyên Babîlonyayê pesna vê bijartinê da ji ber ko ji avabûna wê dewletê ta hingê ti caran wezîrek wisan xort nehatibû bijartin. Berdestkên eywanê hemî qehirîn; yê hesûd dê hema bimiriya, ta poza wî jî werimî.
Piştî spaskirina key û keybanûyê, Sadiq çû spasiyên xwe raberî papaxan jî bike û wiha gotê:
"Firindeyê bedew! Te ez xelas kirime û di ser re jî kirime serokwezîr. Se û hespê key û keybanûyê ji min re gelek pare û maliyet aniye lê te tenê qencî ji min re kiriye. Tiştên wisan in ko jiyana mirov pêk tînin! Lê", wî domand, "belkî bextiyariyên wiha ne demdirêj bin".
Papaxan bersiv da: "Erê, erê."
Sadiq hinekî ji wan gotinan tirsî lê ji ber ko xwezanasek jîr bû û dizanî ko papaxan nikare pêşbîniyan bike, ew zû aram bû û dest bi karûbarên xwe yên serokwezîrê kir.
Wî wisan kir ko her kes hêza pîroz a qanûnan binase lê kes xwe tirrbilind neke. Wî bi ti awayî azadiya dengdanî ya dîwanê bisinor nekir; berevajî wê, her wezîr karî bi azadî helwesta xwe diyar bike bê ko bitirse ko bikeve ber dilreşiyê. Dema wî biryarek dida, biryar ne li gor dilê xwe lê tenê li gor qanûnê dida. Heke qanûn gelek giran û dijwar bûya, wî sivik û asan dikir. Jixwe heke di qanûnê de kêmasî hebûya, wî biryarek wisan dadmend û adilane dida ko dibêjî qey ev biryar ji alî Zerdeşt bi xwe de hatiye dan.
Gel ji wî ew rêbaz û prensîpa gewer fêr bû ko li şûna kesek bêgune bê cezakirin, baştir e ko yê tawankar bê berdan. Ka çawa qanûn bo tirsandina welatiyan in, wî bawer dikir ko wisan divê bo parastina wan jî bin. Hinêra wî ya serekî ew bû ko wê rastiyê, ya her kesî dixwest vebişêre, diyar bike. Hê di rojên pêşîn ên hukumeta xwe de wî ev şiyana da der.
Bazirgan û tacirek navdar ê babîlonî li Hindistanê miribû. Wî di hosînameya ango wesiyetnameya xwe de herdu kurên xwe kiribûn mîrasgirên xwe yên wekhev, tenê bi wî şertî ko diviyabû wan pêşî xwişka xwe dabûya şû û dûre mîras li xwe par vebikira. Herwiha wî sîhezar pareyên zêrî wek diyarî hiştibûn ji wî kurê xwe re yê bi delîl zêdetir ji bavê xwe hez kiribû.
Kurê mezintir peykerek gorrî bo bavê xwe da çêkirin, kurê biçûk jî di şûkirina xwişka xwe de alîkariya wê kir û hin pare jî di ser re danê.
Her kesî digot:
"Yê mezintir ji bavê xwe û yê biçûktir ji xwişka xwe zêdetir hez dike. Loma ew sîhezar pareyên zêrî bo kurê mezin in."
Sadiq herdu kur li pey hev vexwendin nik xwe. Wî ji yê mezintir re got:
"Bavê te nemiriye; ew ji nesaxiya xwe baş bûye û dê aniha vebigere Babîlonyayê.
"Mala Xwedê ava!" kurê mezin bersiv da. "Lê mixabin peykerê wî ji min re pirr giran ket!"
Sadiq paşî heman tişt ji birayê biçûk re jî ragihand.
"Mala Xwedê ava!" yê biçûk bersiv da. "Bêguman ez ê hemî malê bavê xwe lê vebigerînim lê dîsan jî hêvîdar im ê min daye xwişka xwe ji wê neyê standin."
"Ne pêdivî ye ko tu tiştekî vebigerînî", Sadiq got. "Berevajî hindê, ew sîhezar pareyên zêrî jî bo te ne çiku tu zêdetir ji bavê xwe hez dikî."
Keçek pirr dewlemend soz dabû du mecûcan ko bi wan re bizewice, û ko piştî ko çend mehan têra xwe zewq ji herduyan standibû, haydar bû ko avis e. Herdu mecûcan dixwest pê re bizewicin.
"Ez dixwazim ew bibe mêrê min", wê got, "yê ez gihandime wê rewşê ko dikarim zarokekê bidim welatê xwe."
"Ez im yê ew karê qenc kiriye", yekî ji herdu mecûcan got.
"Na, ez im yê wisan bextiyar", yê din got.
"De baş e!" keçikê got. "Ez ê nas bikim ka kîjan ji we bavê zarok e bi wê yekê ka kîjan ji we dê baştir zarok mezin bike."
Wê kurek welidand. Herdu mecûcan xwest wî mezin bikin. Pirsgirêk bo çareserkirinê hat ber Sadiq. Wî bangî herdu mecûcan kir.
"Tu dê zarok fêrî çi bikî?" wî ji yê pêşîn pirsî.
"Ez ê wî", mecûc bersiv da, "hînî her heşt beşên axiftinê, diyalektîkayê, astrolojiyê û demonomaniyê, herwiha bûneweriya abstrakt û konkret, substans û aksîdens, monadan û harmoniya prestabîlî bikim."
"Û ez", yê din got, "dê tê bikoşim wî bikim mirovek camêr ko hêjayî rûmeta heval û hogirên xwe be".
Sadiq biryar gotê duyem:
"Tu bavê wî bî yan na lê diya wî ji te re helal be."
Her roj gazinên li fermanrewayê Medyayê, Îraks, dihatin koçka padişah. Îraks camêrek fêris bû ko ji dilê xwe ne xerab bû lê bi bêwecî û zewqan lewitîbû. Wî nedixwast kes wî biaxêve û ne jî kesek gotinek dijî ya wî bibêje.Tawis ne bêwectir, kevok ne bizewqtir û kûsî jî ne hêdîtir in ji wî. Ew tenê nefsmezin bû û li şan û şerefê digerî. Sadiq xwest wî çê bike.
Sadiq jê re li ser navê padişah hosteyek mûzîkê digel dazdeh stranbêj û bîstûçar tembûrvanan, herwiha hosteyek eywanan digel şeş xwarinçêkeran û çar berdestkan şandin û wan deqeyekê jî Îraks bi tenê nehişt. Bi fermana key û padişah, ev a jêrîn rojeva wî bû û ferman jî ferman bû:
Hê roja pêşî, ko Îraksê zewqxwaz şiyar bû, hosteyê muzîkê bi stranbêj û tembûrvanên xwe ve hatin. Beyt û qesîdeyek du saetan dirêj hat gotin ko her sê deqeyan carekê ev paşparçe dihat dubarekirin:
Çi çak û çi rind!
Çendî berz û bilind!
Ax, çawa ev rêzdarê elind
dikare pozbilind be hind!
Piştî qesîde bi dawî hat, yek ji berdestkên eywanê axiftinek sê çarêkan dirêj a pesn û senayan jê re xwend û tam pesna wan qenciyên wî da yên ko wî tine bûn. Piştî axiftinê, ew bi sirod û awazên muzîkê bir ser sifreyê. Firavîn sê saetan vekêşî. Heke wî hema bixwesta devê xwe jî vebikira, berdestkekî zû digot: "Ew rast dibêje." Û hê negihabû sê-çar peyvan bibêje, berdestkek din duyem bang dikir: "Ew rast dibêje." Herdu berdestkên din jî tîlqe-tîlq bi wan qerf û henek û tirrane û tehnan dikenîn ên Îraks digotin an ên diviyabû wî bigotana. Piştî firavînê heman qesîde dîsan jê re hat dubarekirin.
Erê, roja pêşîn ji wî re xweş bû. Wî bawer dikir ko şahê şahan bi rastî jî ji ber xebat û bidestxistiyên wî ji wî hez dikir. Roja duyem ji ya yekem kêmtir li xweşiya wî hat. Ya sêyem acizok bû û ya çarem êdî wî her karî tehemil bike. Ya pêncem êdî jê re bo êş û jan. Dawiyê wî êdî hew karî li ber xwe bide û guhdariyê bike ko tê gotin: 'Ax, çawa ev rêzdarê elind / dikare pozbilind be hind!' û ne jî baldirêjî ma ko her pesna wî tê dan: 'Ew rast dibêje'. Wî ji eywana key re nivîsî û hêvî kir ko key berdestkan, tembûrvanan û hosteyê eywanê vebigerîne. Di heman nameya xwe de soz da ko êdî hew wiha keslan û bêwec be û li şûna hindê, dest biavêje bicîanîna karûbarên xwe. Wî êdî kêmtir xwe di gulav-milavan de dixeniqand, kêm cejn û şahî ji xwe re li dar dixistin û ji berê bextiyartir bû. Ji ber ku, wek di pirtûka Sed-der de tê gotin, zewqa berdewam ne ti zewq e.
***
Bi wî awayî Sadiq her roj tûjiya jîriya xwe û qenciya giyanê xwe da diyarkirin. Xelk lê mat dima lê dîsan jî ji wî hez dikir. Ew ji her kesek din bextiyartir dihat dîtin. Hemî împaratoriyê navê wî vedida; hemî jin heyranî wî bûn; hemî welatiyan dadperweriya wî dipesinand; mîna ko ew pêşbîn û orakel be, zanayan li wî dinerî; ta qeşeyan jî digot ko ew ta ji sermecûcê pîr Yebor jî aqildartir bû. Niha êdî kesekî nedixwest wî bikişîne dadgehê jî ji ber qertalên dehlan; bawerî bi wê yekê dihat kirin a li gor wî jî hêjayî bawerîpêkirinê bû.
Gengeşe û arîşeyek mezin li Babîlonyayê hebû ko zêdeyî hezar û pêncsed salan bê çareserî domîbû; wê hemî welat kiribû du mezhebên bi serhişkî dijî hev. Hinan digot ko ti caran nabe kesek piyê xwe biavêje perestgeha Mîtran bê ko pêşî piyê çepê biavêjê; hinên din jî digot ko bivê-nevê her divê mirov pêşî piyê rastê biavêjê. Loma bi kelecanî mirov bendewarî cejn û roşana berz û bala ya agirê pîroz bûn daku bibînin ka Sadiq dê peyrewê kîjan mezheb û terîqetê be. Çav û awirên hemî dinyayê li herdu piyên wî bûn û hemî bajar di bin barê kelecaniyê de bû. Sadiq xwe bi herdu piyan hilavêt hindirî pîrozgehê û pey re bi peyv û gotinên bedew û dilhebîn diyar kir ko yezdanê erd û esmanan, ko mirov li berî ne ti tişt in, ti ferq û cudatiyê naxwe navberî piyê rastê û piyê çepê. Yê hesûd û jina xwe angaşt û îdia kir ko Sadiq di axiftina xwe de baş zimanê dîmenan bi kar neanîbû û herwiha nehiştibû ko bandora çiya û geliyan di wê axiftinê de baş bê ser ziman.
"Ew hişk û bêruh e", wan got. "Di axiftina wî de derya nareve û stêr ji esmanan naxuricin û roj jî mîna berfê nahele. Ew qet ne xwedî taybetmendiya bedewzimanî ya Rojhilatiyan e."
Herçi Sadiq bû, şêwaz û rêbazên hiş û aqil têrî wî dikirin. Hemî alîgirên wî bûn ne ji ber ko ew rast û durist bû, ne ji ber ko ew dildar û jîr bû lê tenê ji ber ko ew serokwezîr bû.
Bi heman rêçika şanazî, wî pirsgirêka mezin a navberî mecûcên reş û spî jî çareser kir. Wek tê zanîn, yên spî digot bêxwedayane ye ko mirov berê xwe bide başûr-rojhilat dema nivêjê dike; yên reş jî didan bawerkirin ko Yezdan xezeb û nefretê li wan kesan dibarîne yên dema nivêjê dikin berê xwe bi nik bakur-rojava ve dikin. Sadiq ferman da ko her kes dikare li gor dilê xwe hêla lê binere bibijêre.
Wî dizanî dema xwe wisan baş bi kar bîne ko hê danê spêdeyê wî hemî karûbarên takekesî û gelemperî bi cî dikirin. Beşa dawîn jî ji roja xwe wî bo bedewkirina bajarê Babîlon dimezêft. Wî şanoyên xembar, ên temaşevan pê digirîn, û şanoyên kenawerî, yên pirr kêfa xelkê dianîn, didan pêşkêşkirin. Hin ji van şanoyan hê ji mêj de hatibûn jibîrkirin lê wî ew anîn ber dilê xelkê. Ne ko wî xwe qet ji hunermendan jîrtir dihesiband; wî ew bi diyariyên xwe xelat dikirin û bi dizîkî dixwest wî bi xwe jî heman hinêr û şiyan hebûna. Êvaran wî pirr kêfa key ango padişah û bi taybetî jî ya keybanûyê ango şahbanûyê dianî. Key digot: "Wezîrê mezin!" Û keybanûyê: "Wezîrê ezîz!" û herduyan bi hev re: "Ax dê çi mixabinî bûya heke ew hatibûya daliqandin û lisêdaredan."
Ti carî ti kesek payebilind hindî Sadiq maf nedaye jinan ko bipeyivin. Pirraniya wan dihatin ji mijarên wisan dipeyivîn ko ti têkiliya wan pê ve tine bû lê tenê daku bikarin pêwendiyan li gel Sadiq deynin. Jina yê hesûd ji wan a pêşîn bû. Wî ji Sadiq re bi Mîtran û Zend-Avestayê sond xwar ko kînê û nefretê li karûbar û tevgerên mêrê xwe dibarîne û dilê wê ji wî û karên wî reş dibe. Wê ta domand ko mêrê wê zalim û stemkar e û got ko xweda dê wî ceza bikin û biheştê li wî heram bikin. Dawiyê wê hişt derpiyê wê dabike û ji ber ko Sadiq ew dîsan nekir pê wê, ev kêmasî - heke jixwe qet kêmasî be - bû sedema bêmînak belayan. Sadiq daketina derpiyê wê bo xwe nekir tiştek mezin lê jinikê nexşe û planên xwe yên belakirr amade kiribûn.
Hin jinên din jî her roj dihatin. Demnameyên nepenî yên babîlonî angaşt dikin ko ew ta carekê ket fêtkariyê jî lê mat ma ko ew zewq qet li xweşiya wî nedihat. Ew jin, a ko wî hema bê zanebûn, heyranî wê bû, yek ji berdestkên eywana keybanû Astarteyê bû. Bo xemrevîniya xwe wê jina babîlonî ji xwe re dikir ko divê serê wî tijî karûbar be loma ew di wan bîskan de, ko kesên deng û pêjnekî ji xwe naînin an jî tenê bêje û biwêjên pîroz pist dikin, carinan diqîrî: "Keybanû!" - Jinikê bawer dikir ko dereng be jî Sadiq hatiye ser hişê xwe loma ji wê re dibêje: "Keybanûya min!" Lê Sadiqê hê jî hişbelav hingê navê Astarteyê dianî. Herçi jinik bo, ko di wê delîvê re her tişt li gor dilê xwe ravedikir, texmîn dikir ko Sadiq bi navê Astarteyê dixwest ji jinikê re bibêje: "Tu ji keybanû Astarteyê jî bedewtir î."
Piştî ko jinikê gelek diyarî wergirtin, wê Sadiq bi cî hişt. Di cî de wê serpêhatiyên xwe ji jina yê hesûd, baştirîn hevala xwe, re gotin. Jina yê hesûd pirr aciz bû û got:
"Wî ta nexwest derpiyê min ê daketî jî hilbide, wî derpiyî yê ez ê êdî ti caran bi kar neînim."
"De va ye!" jina bextiyar ji ya çavnebar re got. "Derpiyên te jî mîna yên keybanûyê ne loma! Ma tu jî wan ji heman bazirgan û tacirî dikirrî?"
Ya çavnebar, bê ko ti bersivekê bide, ket hizir û texdîran û çû mijarê bi mêrê xwe yê hesûd re bide û bistîne.
Di wê navberê re Sadiq li xwe hay bû ko hergav ne li ser hişên xwe ye dema xelk dihat pêşberî wî û dema ew wek dadger dixebitî. Wî nedizanî sedem û binasên hindê çi ne loma ev yek bû xema wî.
Wî xewnek seyr û sosret dît. Wî hest bi hindê kir ko li ser doşekek sorgulan paldayî û dirêjkirî ye û marek ji nav wê serê xwe dertîne û bi zîlika xwe ya tûj û têrjar rast bi dilê wî vedide.
"Ax!" wî got, "ji mêj de ye ez li ser giyayên hişk û strîn dirêjkirî me; niha li ser doşekek sorgulan im lê gelo ew marê han kî ye?"
***
Belayên hatin serê Sadiqî ji ber bextiyariya wî û bi taybetî jî ji ber xebat û bidestxistiyên wî bûn. Ew her roj bi key û keybanûya wî ya bihagiran Astarteyê re bû. Balkêşiya suhbeta wî hê jî zêdetir dibû bi wê yekê ko wî dixwest mêvanên xwe dilxweş bike. Xortî û şirîniya wî, bê wî aga jî jê hebe, bandor û tesîrek mezin li Astarteyê kir ko pêşî wê hay jê tine bû tevî ko dildariyê bi bêpêjnî xwe gihand hemêza wê. Bêtirs û bêşik Astarteyê pirr dixwest her wî wezîrî bibîne yê ko hem ji mêrê wê û hem jî ji hemî welat re pirr binirx bû. Wê bêwestan ji key û ji berdestkên eywana xwe re her û her pesna wî dida. Ev hemî dibû tîrek ko dê bi sîngê wê biketa lê mixabin wê hay ji bayê felekê nebû. Wê diyarî didan Sadiq û ji bizane zêdetir dilhebînî dipêçand nav wan diyariyan. Wê dida bawerkirin ko ew tenê wek keybanûyê ji vî wezîrî hez dike ko ji xizmeta wî gelekî razî ye lê carinan ji gotinên wê baş diyar dibû ko ew ji devê kesek evîndar derdikevin.
Astarte pirr bedewtir bû ji Semîraya navborî, ya nedikarî tehemila kesek tekçav bike, û ji wê jina din jî, ji Azorayê, ya dixwest poza mêrê xwe bibirre. Dostaniya Astarteyê, gotinên wê yên dilhebîn, ko pê rûsor dibû, awirên wê, yên wê dixwest jê bigire lê dîsan jî hertim li Sadiq vedigerînin, agirek di dilê Sadiq de hilkir û vêxist ko ew pirr mat û ecêbmayî dihişt. Wî li ber xwe da; bangî felsefeyê kir ko berê jî li hewara wî hatibû lê bi wê jî tenê ji rewşa xwe agadar bû bê ko ew qet xema wî vebirevîne. Erkdarî, spasdarî, payeberziya rûreşkirî ya key û padişah, hemî di çavên wî de bûbûn xwedayên tolhildanê. Wî li ber xwe dida, ew bi biserketinên xwe şad dibû; lê ev biserketin, a ko diviyabû ew hertim pê şad bibûya, ji wî re bû egera pirr axîn û oxînan, rondik û hêsiran. Wî êdî nediwêrî bi keybanûyê re bi wê azadiya dilnermîn bipeyive ko ew herdu pê gelekî dilşad dikirin. Ewrek êdî ketibû ser herdu çavên wî; gotinên wî tevlihev û çêkirok û nejidil bûn; wî serê xwe şorr dikir, û ko êvaran wî bêdilî xwe li keybanûyê dinerî, wî çavên keybanûyê didîtin û ew awir tijî bûn ji rondikan ên ko tîrên agirîn dijenandin wî. Dixwiya ko wan ji hev re digot: Em heyranî hev in bê ko biwêrin ji hev hez bikin; em herdu bi agirekî dişewitin ko em newêrin binasin.
Sadiq herdem matmayî û bihêvî ji wê vediqetî, dilê wî tijî bû ji janek ko wî êdî hew dikarî xwe li ber bigire. Dawiya dawîn wî mesele ji dostê xwe Qadir re got.
Qadir gotê:
"Min hê ji mêj de hay ji wan hestan heye ko te dixwest ji xwe vebişêrî. Dildarî û azweriyê hin nîşaneyên xwe hene ko mirov bi asanî jê şaş nabe. Bi kêfa xwe yî, Sadiqê hêja; heke min a dilê te dîtibe, ma ne dê key jî hay ji wê hestê hebe ya wî dixeyidîne? Jixwe tekane kêmasiya wî jî çavnebariya bêsinor e. Lê tu ji keybanûyê bi hêzek zêdetir dijî dildariya xwe yî ji ber ko tu hem fîlozof û hem jî Sadiq î. Astarte jin e; ew hê jî ji çav û awirên xwe bisexbêr û bidîqet e çiku ew hê xwe tawanbar nahesibîne. Çiku ew ji ber bextreşiya xwe bawer dike ko bêgune ye, ew xwe naparêze û li xwe ne hişyar e. Ta ko ew lomeyan li xwe nake, ez ji ber wê direcifim û dilerizim. Heke hûn herdu yekdil bûna, we dê hemî çav bixapandina. Lê dildariya hê nû geş dibe û dibişkive, ya ko dijî wê berxwedan heye, xwe zû dipeyitîne û diyar dike lê evîna razîkirî dizane xwe vebişêre."
Sadiq bi ti awayî nedixwest bêbextiyê li key û padişah, li wî dostê xwe yê qenc bike; û wî ti caran bi qasî niha nedixwest rastgo û sadiq be hemberî serdarê xwe yê ko Sadiq li nik xwe dilê wî hiştibû.
Di wê navberê de, dema keybanûyê navê Sadiq dianî, eniya wê sor dibû, carinan diheyirî û carinan jî bandorek bihêz lê dibû. Dema key amade bû û ew bi Sadiq re dipeyivî û herwiha dema Sadiq ji wan vediqetî jî, kelecaniyek wisan keybanû digirt ko ji ber hindê key ket şik û gumanan û nearam bû. Key her tişta didît bawer dikir û tişta nedidît jî pê ve zêde dikir. Bi taybetî wî ji çav rakir ko sol û pêlavên jina wî jî mîna yên Sadiq rengşîn bûn, ko qeytanên jina wî zer bûn wek kumik û kulavê Sadiq jî. Jixwe ew delîlên mîna avê zelal bûn bo vî padişahê hind seqbêr û başbîn! Ev şik û guman hêdî-hêdî di dilê wî yê qehirî de bûn rastî û esehî.
Hemî kole û xulamên key û keybanûyan herwiha sîxur û casûsên dilê wan in jî. Zû diyar bû ko Astarte dilhebîn û Miwebder jî çavnebar bû. Yê hesûd wisan kir ko jina wî derpiyê xwe yê mîna yê keybanûyê ji key re şand; çi nesîb ko ew jî şîn bû. Êdî ji bilî tolhildanê tiştek di dilê padişa nebû. Wî biryar da ko spêdeyekê keybanûyê bide jehrkirin û Sadiq jî bide fetisandin û xeniqandin. Bo vî karî wî nemêrek zalim û stemkar erkedar kir ko pirrî carên din jî tolhildanên xwe bi destê wî bi cî dianîn.
Wisan qewimî ko di heman demê de di odeya key ve bejnbostek hebû ko erê lal bû lê qet ne kerr bû. Destûr ji wî re hebû ko li her derê be; wî dikarî ta govan û şahidê karûbarên veşartî û nehînî jî be. Wî lalokî pirr ji keybanûyê û Sadiq hez dikir. Bi biryara key, ko ew herdu bên kuştin, lalê me gelekî hem qehirî û hem jî bo canê wan tirsî. Lê çi bike daku rê li ber wê hovîtiyê bigire ko belkî di van gavan de bê kirin? Wî nedikarî bang û hewaran bike lê pirr baş dizanî nîgaran çêbike. Loma wî pirraniya şeva xwe bi xîçandina wêne û nîgaran ve borand daku keybanûyê agadar bike ji belayên dê bên serê wê û Sadiq. Di nexşeya wî de li qulaç û quncikekê keyê qehirî û hêrsbûyî hebû ko ferman dida yê nemêr; li ser mêze û maseyê ben û werîs, aman û firaq hebûn, herwiha derpiyek şîn û qeytanên zer, û li dawiyê jî keybanûya di dest berdestkên xwe de li ber mirinê û Sadiqê li ber pî û lingên wê fetisandî û daliqandî. Li qeraxa esman roja hildihat dixwiya û nîşaneya wê yekê ko ev karê qirêj û hovane dê li dema derhatina tîrojên pêşîn ên spêde û berbeyaniyê bihata kirin.
Piştî ko wî karê xwe bi dawî anî, ew lezî nik berdestkekê, ew ji xew şiyar kir û bi wê da famkirin ko divê ew di zûtirîn demê de vî wêneyî bigihîne keybanûyê.
Nêvî şevê deriyê Sadiq hat qutîn. Ew hat şiyarkirin û nameya keybanûyê raberî wî hat kirin. Wî bawer dikir ko xewn e dibîne. Wî bi destên recifok name vekir. Ax çi matmanek seyr û bêhêvîtiyek giran ew girt dema wî xwend: "Di cî de bireve, yan jî namînî sax. Bireve, Sadiq. Ez vê fermanê dikim ji ber evîna me û qeytanên min ên zer. Ez ne tawankar im lê dizanim ko mirina tawankaran bendewarî min e."
Sadiq ji devê xwe ve hema lal û bêziman bûbû. Wî bangî Qadir kir ko û bi bêdengî name da dest wî.
"Guhê xwe bide min û rasterê bireve Memfîsê", Qadir got. "Heke tu biçî keybanûyê bibînî, tu dê tenê mirina wê lezgîntir bikî, ne tiştek din. Jixwe bixwazî li ser mijarê bi key re bipeyivî, ew yek jî dê hê zêdetir zerer û ziyanê bigihîne keybanûyê. Tu qeder û feleka wê bihêle bi stoyê min ve û bide pey feleka xwe. Ez ê galegotekê belav bikim ko qaşo tu ber bi Hindistanê çûyî. Paşî ez ê li pey te bêm û te agadar bikim ka çi li Babîlonyayê diqewime."
Di cî de Qadir ferman da xulamên xwe ko du hêştirên beza amade bikim û wan bibin ber deriyek nepenî yê serayê. Wî alîkariya Sadiq kir û ew hinart derveyî bajar.
Dema ew penaberê berz û çak giha serê evraziyê girikekê, ko hemî Babîlonya jê dihat dîtin, wî berê xwe da seraya keybanûyê û ji hal çû.
Piştî ko hat ser hişên xwe jî, gelek rondik barandin û hêvî kir ko bimire. Dawiyê, ko baş li wê delaltirîn û ezîztirîn jinê û feleka bextreş a keybanûya pêşîn ramî û ponijî, ew bîskekê li xwe vegerî û qîrî:
"Ax çi ye ev jiyan? Ey qencî! Ma te çi gihand min! Du jinan ez bi bêbextî xapandim; a sêyem ko qet ne tawanbar e lê ji wan herduyan jî bedewtir e, ketiye ber kuştinê! Hemî ew başî û camêrî, ya ko min kiriye, bûye xezeb û bi dû min ketiye; ez hilketime ser ban û çiyayên şan û şoretê tenê daku ji wir bikevim kend û kospên hê kûrtir ên belayê. Heke ez jî mîna gelekan nerind û necamêr bûma, ez jî dê mîna wan dilşad û bextewar bûma."
Di bin barê van ponij û ramanên xemdar de, çav bi kevînk û perdeyên janê niximandî, xofa mirinê li rû û kûr di hizir û bîrên reşbîn û tikîtarî de, wî rêya xwe ber bi Misirê de domand.
***
Sadiq rêya xwe li gor stêran dibir. Komstêra Orîon û Sîrîusa birqdar serkêşiya wî kir ber bi Kanopusê de. (1) Ew ponijî li ser wan gogên ronahî yên bêsinor, ko di çavên me de tenê çirûskok in û di heman demê de ew zemîna me, ko di rastiyê de tenê niqteyek e di bala û fezayê de, ji me re wisan mezin û gewre dixwiye! Herwiha ew ramî ka çawan mirov tenê mîna pêşû-mêşûyan in ên ko li ser pirtikek teniyê hev dixwin. Wisan dixwiya ko bextreşiya wî li ber van hemî bûneweriyan ne ti tişt bû ji ber ko hemî Babîlonya jî hema ne ti tişt dixwiya. Lê dema ew li rewşa xwe û dilê xwe vegerî, ew ramî ko dibe ji ber wî Astarte hatibe kuştin jî niha, bala û feza ji bîra wî û ber çavên wî çûn û wî di hemî xweza û xweristê de ji bilî Astarteya li ber mirinê û Sadiqê qehirî zêdetir tiştek nedît.
Bi vî dilî, di nav van fikir û ramanên geh li felsefeya berz û geh jî dîl û esîrên êş û janan de, geh li jêr û geh li jor, wî xwe gihand ser sinorê Misirê. Xulamê wî yê qenc û çê ji berî wî gihabû bazargehê daku jê re xane û şevgehekê peyda bike. Di heman navberê de Sadiq li nav baxçe û gulistanên derdorî bazargehê digerî. Di cî de wî li ber rêya mezin giriyê jinekê bihîst ko gazî erd û esmanan dikir ko li hewarî wê bên. Herwiha wî zelamek hêrsbûyî, yê bela xwe ji wê jinikê venedikir jî, dît. Zelam ew girtibû jî. Jinikê xwe avêtibû ber pî û lingên wî jî lê dîsan zelam li wê dida û gotinên pîs lê dibarandin. Ji kerbên zelamê misirî û lêborînên berdewam ên jinikê, Sadiq derxist ko zelam çavnebar û jinik jî nesadiq bû. Lê ko Sadiq seqbêrtir li wê jinikê nerî, ko bêmînak bedew bû û hinekî dişibî Astarteya bextreş, ew di ber jinikê de ket û kerbên wî ji yê misirî vebûn.
"Hewar!" jinikê got Sadiq. "Min ji destên vî zalimî azad bikin; min xelas bikin!"
Piştî Sadiq ev gazî û hewar bihîst, ew lezî xwe xist navbera wê jinikê û yê cenawir. Wî hinekî zimanê misirî dizanî û ji mêrik re got:
"Heke pirtikek jî ji mirovaniyê di te de hebe, dest nede vê bedew û bêhêzê. Ma tu çawa diwêrî vê şahesera xwezayê biherîmînî ya li bin pî û lingên te, li ber dest û lepên te ye û ji bilî bi rondik û hêsirên xwe nikare bi ti awayek din berevanî û bergiriyê li xwe bike?"
"Ahaa!" yê cenawir qîrî, "ango tu jî ji wê hez dikî! De ez ê tolê li te jî hilînim!"
Wî ew jin, a pirça wê di dest wî de, berda, dest avêt rima xwe û rabû bi wê sîngê yê biyan bişeqîne. Lê yê xerîb, ji ber ko hê xwînsar bû, bi asanî xwe ji ber êrişa yê hêrsbûyî veda. Wî ji nêzî serikê asinî yê rimê girt. Yekî xwest rimê vekişîne, yekî jî xwest ji dest wî derbîne. Di wê kêşê de rim şkest. Yê misirî dest avêt şûrê xwe û Sadiq jî yê xwe, û ew pev çûn.
Yê misirî sed derbe jî veweşandin lê Sadiq xwe ji wan vedida aliyekî. Jinikê, ko li ser giya rûniştî bû, sinceqa pirça xwe durist dikir û li wan dinerî. Yê misirî ji dijberê xwe bihêztir bû lê Sadiq ziringtir bû. Sadiq kesek bû ko bi biryara mejiyê xwe şer dikir lê yê misirî kesek qehirî bû û liv û tevgerên wî tenê li gor kêfa tolhildana wî bûn. Dema yê misirî xwest xwe biavêje Sadiq, Sadiq ew girt, vegivaşt hemêza xwe û xist erdê, şûr danî ser sîngê wî û soz da ko zerer û ziyanekê negihînê. Lê yê misirî ji kerb û kînan xencera xwe deranî û bi wê Sadiq birîndar kir. Hingê Sadiq qehirî û bi şûrê xwe sîngê wî şeq kir. Qajewajek bitirs ji yê misirî hat û ew mir.
Sadiq çû nêzî jinikê û bi sernermî gotê:
"Wî ez neçar kirim ko bikujim. Min tola te hilda. Niha tu êdî ji bihêrstirîn kesê min dîtî azad î. Ez çi ji te re bikim?"
"Mirin bo te, pîjeyê heram!" jinikê got. "Mirin bo te! Te evîndarê min kuşt. Xwezî min bikariya dilê te vebiçirrînim!"
"Lê, xanima delal!", Sadiq got. "Ma ev çi evîndar bû ko te hebû! Wî bi hemî hêza xwe li te dixist, û xwest min jî bikuje ji ber ko ez li hewara te hatim."
"Wey xwezî wî hê jî li min bida!" jinikê bi nalîn got. "Sûc û binasên min in. Xwedê bike ko ew her li min bide û tu li şûna wî li erdê mirî bî!"
Sadiq, ko ji herdemê zêdetir qehirîtir û bihêrstir bû, jê re got:
"Xanima delal! Tevî ko tu pirr bedew î jî, heqê te lêdan û lêxistinek jidil e; ewqas tu bêhiş î! Lê hema bila bimîne."
Ew li hêştira xwe siwar bû û berê xwe da bazargehê. Hê çend gavan nemeşîbû, li dor xwe zivirî ji ber ko dengê çar şandiyên lezgîn ji Babîlonyayê dihatin bihîst. Hespên wan bi zîn û hefsar bûn û bi çargavkî dibezîn. Yekî ji wan, ko ew jinik dît, gazî kir:
"Ev tam ew e! Ew tam dişibe wêneyê ji me re hatiye dan."
Yê mirî ne xema wan bû, wan bê virde-wirde jinik girt. Jinikê dîsan hewar kir Sadiq:
"Vê carê jî li hewara min were, ey xerîbê dilgewer! Ji ber gotinên min li min negire. Li hewara min were û ta gorrê ez a te me!"
Lê êdî dilê Sadiq hew pê şewitî. Wî got:
"Hewara xwe bigihîne kesên din! Êdî tu min naxî xefik û davikên xwe."
Jixwe ew birîndar jî bûbû, xwîn jî dirijî û wî bi xwe jî pêwîstî bi alîkariyê hebû. Herwiha yekûna wan her çar şandiyên lezgîn, ên ko dixwiye ji alî Miwebder de hatibûn şandin, ew zivêr dikir. Loma ew bi lez siwar bû ber bi bazargehê ve bê ko tê bigihe ka çima wan her çar şandiyên lezgîn ên babîlonî êrişî jinikê kiribû. Hê jî kêmtir wî dikarî xweza û rêwişta wê jinikê fam bike.
***
Hê ew baş negihabû bazargeha misirî, wî dît ko ketiye nav girseya gel. Hemî diqîrîn:
"Ev e ew ê Mîsufa bedew şelandiye û Kletof kuştiye!"
"Gelî mirovan!" Sadiq got. "Xwedê neke ko ez ti caran Mîsufa we ya bedew bişelînim! Ew zêde serhişk, û herçi Kletof e, min ew nekuştiye lê min tenê xwe jê parastiye. Dema min bo Mîsufaya bedew dilovanî ji wî xwest, wî viya min bikuje. Ez xerîb im û ji Misirê bo xwe li penayê digerim. Jixwe qet ne ciyê baweriyê ye, ko madem ez vehewandinê ji we dixwazim, wê wisan bikim ko jinek we bişelînim û zelamek we bikujim."
Hingê misirî dadmend û mirovane bûn. Gel Sadiq bir baregeha bajar. Li wir birînên wî hatin pêçandin û kewandin û dûre ji wî û xulamê wî, ji her yek bi tenê, bûyer hatin pirsîn. Di cî de diyar bû ko Sadiq ne mirovkuj bû lê dîsan jî tawanbar bû di rêtina xwîna mirovan de loma qanûna welat cezayê koletiyê dayê. Herdu hêştirên wî bo bazargehê hatin firotin; hemî zêr, ê bi wî re hebû, li niştevanan hat parvekirin; ew û xulamê xwe wek kole hatin firotin.
Bazirgan û tacirek ereb, navê wî Setok, ew herdu kirrîn. Lê ji ber ko xizmetkarê wî ji wî zêdetir fêrî karên giran bûbû, bihayê wî gelekî ji yê xwedanê wî zêdetir bû bê ko ew li gor nirxê wan ê rastîn bên pîvan. Loma wek kole, Sadiq ji xulamê xwe kêmtir bû. Herdu bi zincîrekê hatin girêdan û wiha bazirganê ereb ew ta ber derê mala xwe ew li dû xwe birin. Bi rê ve Sadiq sebir û baldirêjî dida xulamê xwe û tika dikir ko ew aram û bînfire be. Wek ko edetê wî bû, wî dîtin û ramanên xwe li ser jiyana mirovan digotin.
"Ez dibînim", wî got, "ku feleka min a bêbext te jî bi xwe re dikişîne. Ta niha hertişt li min xwarûvîç bûye. Ez hatim cezakirin ji ber ko min dît ko se û kûçik di ber min borî. Ji ber qertalên dehlan hat xwestin ko ez bêm daliqandin. Hema ez ketim ber mirinê ji ber ko min helbestek pesndanê bo key û padişah nivîsî. Kêm mabû ez ê bihatama fetisandin û xeniqandin ji ber ko qeytanên keybanûyê zer bûn. Û niha jî ez û tu radestî koledariyê hatine kirin ji ber ko cenawirekî li evîndara xwe dixist. Lê xem neke, ka em bisteyî û cesareta xwe ji dest nedin; belkî ev hemî dê di nêz de bi dawî bê. Niha bivê-nevê kesek dê niha koleyê vî bazirganî be, ma çima ew kesek din be û ne ez, ma ew jî ne mîna min mirov in? Jixwe ev bawer nakim ko ev bazirgan bêrehm be. Heke ew bixwaze sûdeyekê ji koleyên xwe bigire, divê ew baş sereguhiya wan bike.
Wî wisan got lê tişta di kûriya dilê wî de bû felek û qedera keybanûya Babîlonyayê bû.
***
Çend qonaxekan dûrî kela Arbogad, dema ew ji rewşa xwe şepirze bû û xwe wek armanc û hedefa bextreşiyê dihesiband, ew giha perava çemikekê. Wî li derava çemik masîgirek dît ko bi destên xwe yên bêhêz bi zorî û sed kotekan torra xwe zeft dikir û di heman demê de berê xwe dabû asman:
"Dixwiye ko bextreştirîn mirovê li ser rûyê dinyayê me", yê masîgir bi keserkûrî digot. "Ez, wek ko her kesî îtîraf pê dikir, navdartirîn firoşkarê penîrê qeymaxî yê Babîlonê bûm û niha ez çûyî me. Min nazenîntirîn jin hebû ko di hemû dinyayê de kesekî bikare hebe û wê ez xapandim. Mala min wêran bû, û min bi çavên serê xwe dît ka ew çawan hat şelandin û hilweşandin. Ko revîm vî koxexanîkî, ji bilî masîgiriyê ti rêyek min tine bû lê niha nikarim masiyekî jî bigirim. Ax torrê, torra min! Ez ê êdî te neavêjim avê, dem hatiye ko xwe bi xwe biavêjimê."
Piştî van gotinan ew rabû ser xwe û lezî nêzî çem mîna wan kesan ên xwe dilezînin daku dawiyê li jiyana xwe bînin.
"Çi!" Sadiq ji xwe re got. "Ango mirovên hindî min jî bextreş hene."
Coşa wî, ko bixwaze yê masîgir ji mirinê bifilitîne, bi qasî van gotinên wî lezgîn hat. Ew bizirî cem ê masîgir, ew girt û dest pê kir bi awirên xemrevîn û dilhebîn pirsin arasteyî wî kirin.
Tê gotin ko mirov kêmtir xemgîn e heke di xemgîniya xwe de ne bi tenê be. Gorî Zerdeşt, sedema vê ne xerabîxwazî lê pêdivîtî ye: heke yê xemgîn ne bi tenê be, ew xwe hevbendê xemgînê din dihesibîne û wî dike hevrêyê xwe. Dilşadiya mirovek kêfxweş dê ji yek xemgîn re ziyan bûya lê du xemgîn mîna du darên nazik in ko dema xwe bidin hev, baştir dikarin hemberî bahozê li ber xwe bidin.
"Çima li ber bextreşiya xwe têk diçî? Sadiq ji yê masîgir pirsî.
"Çimkî ti rê ji min re nemane", yê masîgir bersiv da. "Ez li gundê Derlback ê nêzî Babîlonê payeberztirîn kes bûm û min û jina xwe baştirîn penîrên qeymaxî yên hemû welat çêdikirin. Şahbano Astarte û wezîrê navdar Sadiq dildarên wan penîran bûn. Min ji wan re şeşsed penîr biribûn û paşî rojekê çûm pareyên xwe ji wan werbigirim. Dema giham Babîlonê, min bihîst ko şahbano û Sadiq wenda bûne û ti kesek nizane ka bi kû de terikîne. Min xwe lezand mala Sadiq efendî - min ti caran ew bi xwe nedîtibû - lê min dergevanên desteya serekên olî, yên ko angorî zagon û rêwerzan mala Sadiq dişelandin, li wir dîtin. Lezîm xwaringehên şahbanoyê; li wir hinan ji min re got ko ew miriye, hinan got ew girtî ye û hinan jî got ko ew reviye lê hemûyan ez piştrast dikirim ko ez ê destheqê xwe nestînim. Dû re ez û jina xwe çûn nik Orkan efendî yê ko yek ji nasên min ên bazirganiyê bû; me ji wî starek ji ber van qeza û belayan xwest, wî stargeh da jina min lê ez derkirim. Jina min ji penîrên qeymaxî sîstir bû û ji hinaran geştir bû. Ev bû sedem ko Orkan ew li cem xwe hişt lê ez derxistim. Min bi bêhêvîtî ji jina xwe ya xweşviyayî re nameyek nivîsî. Wê wiha bersiva peyamber da: 'Belê, bi rastî jî! Dizanim kê ev şandiye. Min nav û dengê wî bihîstiye. Tê gotin ko ew penîrên qeymaxî yên pirr tamxweş çêdike; bila ew penîr ji min re bên sparişkirin û heqdestê wî jê re bê dan.'
- Min doza xwe spart desteyên dadgerî û dadgehê. Min şeş uns (1) zêr mabûn; ji wan diviyabû du unsan bidim dadwerê min şîret jê xwestin, du unsan bidim parêzerê bi karê min rabû û herduyên mayî jî bidim sekretera/ê serdadger. Piştî vê hemû yekê jî, hê doza min hema dest jî pê nehatibû kirin tevî ko min zêdetirî hemû penîr û jina xwe pare lê mezaftibûn. Vegerîm gund bi niyaza firotina xanî daku jina xwe vebistînim.
- Nirxê xaniyê min, qet nebe, şêst uns zêr bû lê hemûyan didît ko belengaz im û neçarî firotinê bûme. Yê yekem, ko hat bazarkirinê, sî uns pêşniyaz kirin, yê duyem bîst û yê sêyem deh. Wisan çavtarî bûbûm ko li ber bûm wisan erzan bifiroşim lê di heman demê de mîr Orkan êrişî Babîlonê kir û her tişt ji ser rêya xwe vemaland. Xaniyê min jî pêşî hat şelandin û paşî jî hat şewitandin.
- Ko min maldariya xwe, jina xwe û xaniyê xwe ji dest dan, min xwe vekişand vê deverê ko niha min lê dibînî. Min daye xwe ko bi masîgiriyê jiyana xwe bidebirînim lê êdî masî jî mîna mirovan qerf û henekên xwe bi min dikin. Êdî tiştek bi dest min nakeve, ji birçan li ber mirinê me, û bê te, xemrevînê ezîz, min ê bo mirinê xwe bisparta çem."
Çîroka masîgir bênavbirr nediherikî çimkî her bîskê carekê Sadiq, ko pirr ketibû bin bandora xem û kovaniyê, jê dipirsî:
"Çawa? Ti tiştekî di warê şehbanoyê û feleka wê de nizanî?
"Na, nizanim, hêja" masîgir pirsa wî dibersivand. "Tenê hindê dizanim ko şehbanoyê û Sadiq bihayê penîrên min ên qeymaxî nedaye, ko jina min ji min hatiye talankirin û ko ez bi xwe di bêhêvîtiyê de me."
"Kêfxweş im", Sadiq got, "ku te pareyên xwe bi herherî ji dest nedane. Min bihîstiye ko basa Sadiq tê kirin; ew zelamek çê ye, û heke ew vebigere Babîlonê, wek ko ew pirr dixwaze, ew ê deynê te bi çendqatî jî bide. Herçi jina te ye, ko wek kesek bişeref naxwiye, ji te tika dikim ko dev ji wê û vestandina wê berbidî. Bi şîreta min bike û here Babîlonê. Ez ê berî te jî bigihim wir çimkî ez siwar im û tu peya yî. Xwe bigihîne nik Qadirê dilcewer; jê re bibêje ko te dostê wî dîtiye û li cem wî bendewarî min be. De here! Dibe ko êdî ne bextreş bî."
"Wey Hormizê (2) mihrevan", Sadiq domand, "tu min bo xemrevandina vî zelamî dikî sedem; tu dê kê bikî xemrevîna/ê min?"
Wiha got û nîvî zêrên xwe yên ji Erebistanê înayî dan masîgir. Masîgirê matmayî û heyranbûyî xwe avêt ber piyên dostê Qadir û got:
"Tu nîmeta Xwedê yî."
Sadiq hê jî ji wî dipirsî û rondik dibarandin.
"Çawa, hêja!" masîgir bi kelokî girî, "ma tu, yê ko wiha qenciyê li mirovan dikî, bi xwe jî mîna min xemgîn û bextreş î?"
"Sedcarî ji te bextreş û xemgîntir im", Sadiq bersiv da.
"Lê çawa gengaz e", wî zelamê çê jê pirsî, "ku yê bide ji yê werbigire xemgîntir be?"
"Sedem ew e", Sadiq bersiv da, "ku mezintirîn bextreşiya te tinebûn bû lê hejariya min di naveka dilê min de ye."
"Ma dibe ko Orkan jina te jî revandiye?" masîgir pirsî.
Vê pirsê hemû serpêhatiyên Sadiq anîn bîrê. Ew di dilê xwe de, ji seyê şehbanoyê ta gihana nik serdarê keleşan Arbogad, bi xeleka belayên hatî serî ve hat û çû.
"Bi sond, Orkan hêjayî cezakirinê ye", wî ji masîgir re got. "Lê çi mixabin, pirrî caran zinxên mîna wî xweştiviyên felekê ne. Lê çawan jî be, tu here nik Qadir efendî û li wir çaverêyê min be."
Ew ji hev veqetîn. Masîgir bi rê ket û spasdarê qedera xwe bû; Sadiq hespê xwe çargavand ser rêya xwe û hê jî lanet li feleka xwe dibarand.
Notên wergêrî:
1) her unsek 28,349 g e -wergêr
2) Hormiz anku Ahuramazda di zerdeştiyê de navê Xwedê ye.
______
* Ev giringtirîn parçeyên nastirîn romana Voltaire (1694-1778) e ko bi navê "Zadig, ou la destinée" yekem car sala 1747-ê derketiye.
Fîlozof û nivîskarê serdema ronakbîriyê (the Enlightenment) Voltaire, bi navê xwe yê rastîn François-Marie Arouet, gelek berhem - çi pirtûkên dîrokî, çîvanokên felsefî û çi jî helbest - weşandine. Cîhana peyhatî ji berhemên wî herî baş kurteromanên wî yên satîrîk ango vê Felekê (1747) û Cahil (Candide, 1759) dinase. Felek çîrokek îronîk e li ser xortek rojhilatî bi navê Sadiq ko piştî pêrgîhatin û tûşîbûna hejmarek mezin belayan padişahiya Babîlonyayê bi dest xwe ve tîne. Hemû bûyerên romanê li Rojhilata Navîn rû didin. Di neynika felek û qedera Sadiq re Voltaire kêmasiyên mirovan û neheqiyên civakî, yên ko pirraniya wan hê jî di rojevê de, radixe ber çavan.
Wergerandin: Husein Muhammed |