[HELSÎNKÎ, 12/11 2010] — Hebû û nebû, carekê paşa û şabaniyek hebûn ko her rojê digotin hev: ”Ax xwezî me zarokek hebûya!” Lê zarok nedibûn nesîbê wan. Lê carekê, dema ko şabaniyê avjenî dikir, beqekê xwe ji avê hilavêt bejahiyê û gotê: ”Mirada te dê hasil bibe. Berî ko salek bibore, keçek dê bo te peyda bibe.”
Belê, pêşbîniya beqê rast derket! Keçek ji şabaniyê re çêbû. Keçik wisa delal û ciwan bû ko dilxweşiyek bêsinor da paşayî. Wî şahiyek mezin da duristkirin. Wî ne tenê xizm, lêzim û dostên xwe vexwendin lê herwiha perî jî dawet kirin daku ew bextiyariyê û serfiraziyê diyarî zaroka wî bikin.
Sêzde perî li welatê wî paşayî hebûn. Lê paşayî tenê dazde sêniyên zêrrîn hebûn daku perî jê bixwin loma wî periyek venexwend.
Şahî gelek şeng û şox bû. Li dawiya şahiyê perî nêzîkî dotmîrê bûn û diyariyên delal danê. Periya yekem qencî diyarî wê kir, ya duyem delalî, ya sêyem dewlemendî û yên din jî diyariyên wisa ko dawiyê her tiştê mirovî hêvî dikir, bû para wê.
Dema ko periya yazdehem diyariya xwe da, periya sêzdehem, ya ko bo şahiyê nehatibû vexwendin, deriyê eywana şahiyê vekir û hat. Wê xwest tola xwe hilde ji ber ko nehatibû vexwendin. Bêyî ko silavî ti kesî bike yan li ti kesî binere, wê bi dengek bilind got: “Dotmîr dê di pazde-saliya xwe de bi serikê tûj yê teşiyê tila xwe birîndar bike û dê mirî bikeve erdê!”
Piştî hingê ew, bêyî ko ti tiştî bibêje, ji salonê derket û çû.
Tirs û xof ket dilê hemiyan. Lê paşî periya dazdehem derket pêş. Wê hê diyariya xwe nedabû. Wê hêz û hinêr nebû ko pêşbîniya periya bêbext betal bike lê wê dikarî wê biguherîne. Wê got: “Dotmîr namire lê dê tenê bikeve xewek kûr, xewek sedsalî!”
Paşayî bêguman dixwest keça xwe ya dilber ji belayan bisitirîne. Loma wî ferman da ko divê hemi teşiyên welatê wî bên sotin û şewitandin.
Bi mezinbûna dotmîrê re hemî diyariyên periyên pak bi cih hatin. Dotmîr bû keçek delal, qenc, xweşmirov û dilovan. Her kesê ko ew didît, dibû heyranê wê.
Lê tam di roja ko dotmîr dê bibûya pazde-salî de, paşa û şabanî hingê ne li malê bûn.
Keçik di keleha mezin ve bi tenê bû. Ew ji eywanekê diçû yan din û li gor dilê xwe disekinî û hem li odeyên mezin û hem jî li yên biçûk dinerî.
Taliyê ew hat ber bircek kevn ko berî hingê ti car neçûbû tê ve. Ew bi nêrdevanên zivirrok ve hilket û gihişt ber deriyek biçûk. Derî qilfkirî bû û jengarê kilîlê wê girtibû. Lê dema ko dotmîrê kilîl bada, derî vebû. Di odeyê ve pîrejinek rûniştî bû û hirî bi teşiyê dirist.
“Rojbaş, xaletê”, dotmîrê gotê. “Ew çi ye ko tu dikî?”
“Ez hiriyê dirêsim”, pîrejinê gotê û serê xwe dahejand.
“Lê ew darikê ko di destê te de wisa xweş dizivirre çi ye?”, keçikê jê pirsî.
Dotmîrê xwe nêzîkî pîrejinê kir û dest avêt teşiya wê ji ber ko wê jî xwest xwe li ristinê bicerribîne. Lê hê destê wê baş negihiştibû teşiyê, pêşbîniya periya bêbext bi cih hat û wê teşiyê tila dotmîrê birîndar kir. Di heman bîskê de ko dotmîr bi birîna xwe hesî, ew ket ser doşeka ko li wê odeyê bû û ket xewek giran.
Paşî xew li hemî kelehê belav bû. Paşa û şabanî jî tam hingê gihiştibûn kelehê, û hingê xewê ew jî girtin. Li gel wan hemi dîwan jî ket xewê. Hesp û se li dermal, hacîreşk li ber sivandeyan û mêş bi dîwaran ve di xew çûn. Heta agirê gurr yê kulînê jî vemirî, birijîna goştî vebirrî. Aşpêj tam li ber bû ko zelekê li gepa berdestiyê xwe bide ji ber ko wî bêhişiyek kiribû lê aşpêj jî li ser piyan di xew çû. Ta ba jî hedirî û pelgek daran jî li ber kelehê êdî nedihejî.
Terraşên strîdar dor li kelehê girtin, sal bi sal bilindtir bûn heta ko êdî ti rê bo xwegihandina kelehê nehêlan. Belê, terraş wisa bilind bûn ko êdî banê kelehê jî di bin xwe ve veşart û êdî ta alaya li ser birca kelehê jî di bin ve ma.
Lê di nav gel de çîroka Sorgula delal dihat vegotin. Belê, dotmîr bi wî navî dihat nasîn. Car-car hin kurrmîr dihatin û hewl dida ko xwe bigihînin hindirrê kelehê. Lê bi ti awayî nedikarî rêyekê peyda bikin. Strî bi hev re asê bûn wek ko destên asinî bin û kurrmîrên xort di nav xwe re asê dikirin.
Piştî çendî çend salan carekê kurrmîrek hat ber kelehê. Pîremêrekî behsa terraşên strîdar bo wî kir. Pîremêrî gotê ko kelehek di nav wan re asê maye û dilberek ecêb delal bi navê Sorgul tê ve nivistî ye. Ev sed sal in ko di wê rewşê de ye. Herwiha paşa, şabanî û hemî dîwan li gel wê di xewê de ne.
Pîremêrî ji bapîrê xwe bihîstibû ko gelek kurrmîran xwe li wan terraşên strîdar cerribandibû lê hemî di nav re asê mabûn û miribûn.
Hingê kurrmîrê xort got: ”Ez natirsim! Ez ê rêya xwe ramalim û xwe bigihînim Sorgula delal!”
Pîremêrî hewl da ko rê li ber kurrmîrî bigire lê wî guhê xwe neda pîremêrî.
Xweşbextane tam hingê sed sal di ser wê rojê re derbas bûbûn dema ko Sorgulê xwe birîndar kiribû. Anku niha roja şiyarbûna wê bû. Dema ko kurrmîrî xwe nêzîkî terraşan kir, êdî qet strî lê nebûn. Berevajî striyan, ew bi gulên geş û delal xemilandî bûn. Gulan xwe veda alî û rê li ber kurrmîrî vekir bêyî ko wî hema biselixînin jî. Lê li pey wî, gulan dîsa xwe gihand hev û rê asê kir.
Li hewşa kelehê kurrmîrî dît ko hesp û se di xewek giran de ne. Di ber banî re hacîreşkan serê xwe şorr kiribû ber çengên xwe. Dema ko ew çû navê kelehê, wî dît ko mêş bi dîwaran ve nivistî ne. Li kulînê aşpêjî hê jî destê xwe dirêj kiribû daku zelekê li berdestiyê xwe bide û di destê keçika xidam de mirîşkek reş hebû ko wê li ber bû rabe verûçikîne.
Kurrmîr hê meşî. Li eywana kelehê wî dît ko hemî dîwanî di xewê de ne û paşa û şabanî jî li ser textê paşatiyê nivistî ne.
Ew hê jî ber bi pêş ve meşî. Li her derê bêdengî serdest bû û ta hilma nefesa benderuhekî jî nedihat bihîstin.
Taliyê kurrmîr gihişt birca ko dotmîr tê ve bû. Ew bi nêrdevanên teng yên zivirrok ve hewa ket û meşî odeya ko dotmîr tê ve nivistî bû.
Kurrmîrî derî vekir. Dotmîra di xewê de wisa ciwan bû ko êdî kurrmîrî nedikarî çavên xwe jê veke. Kurrmîrî xwe çemand û dotmîr maçî kir. Di heman kêlîkê de Sorgulê çavên xwe vekirin, ji xewê şiyar bû û bi awirên dilovanî li kurrmîrî temaşe kir.
Ew li gel hev derketin. Dema ko hatin eywana kelehê, paşa jî şiyar bû. Paşî şabanî û hemî dîwaniyên din jî ji xewê rabûn û ecêbmayî li hev nerîn.
Li hewşa kelehê hesp rabûn ser lingên xwe û xwe daweşandin. Tajî bi ser xwe ve hatin û kilikên xwe hejandin û di ber sivandeyan re hacîreşkan serê xwe ji nav çengên xwe derxistin, li dor xwe temaşe kirin û firrîn.
Mêşên bi dîwarê kelehê ve dest bi livînê kir. Agirê kulînê gurr bû û xwarin germ kir. Goştî dest bi biriştinê kir û aşpêjî zelek li binê guhê berdestkê xwe da û bû wîle-wîla berdestkî.
Gelek dem pê ve derbas nebû, dest bi haziriya daweta kurrmîrî û Sorgulê hat kirin. Dawetek gelek şeng û şox bû û paşa û şabanî jî wek bûk û zavayî dilxweş bûn.
Wisa Sorgul û kurrmîrê xwe ta dawiya jiyana xwe bextiyar jiyan.
Wergerandin: Husein Muhammed |