[HELSÎNKÎ, 22/2 2010]
1.
Nehêle ko dara derdan di dilê te de şên bibe.
Berdewam pirtûka zewqan bixwîne,
meyê vexwe û li gor dilê xwe bike.
Jixwe dê tenê demekê li dinyayê bimînî.
2.
Şêxê delal, guh bide min:
Bêdeng be û bela xwe ji me veke!
Em meynoş li ser rêya rast dimeşin
lê çavên te xwehr in; herre doktorî!
3.
Roj xweş, hewa nerm û esman sahî ye,
baranê toz ji ser pelên gulan vemaliye
û bilbil bi zimanê xwe bo sorgulê distire:
Yarê, dema noşîna meya jiyanê ye.
4.
Tavê taca xwe avêt ser banî,
şabaniya rojê tas bi meyê dagirt.
Spêdê hê zû zengilan awazek
li derdoran belav dikir: Vexwin!
5.
Cerrikek meya yaqûtî, dîwanek
helbestan, pariyek nanî,
bextiyar û aram li gel te
– jiyana min ji ya mîran jî xweştir e.
6.
Roj nîne ko sond nexwim:
“Ez ê cerr û tasa meyê bihêlim.”
Lê niha bihar û heyama sorgulan e.
Xwedêyo, li min bibore, ez ê vexwim!
7.
Spêdê dengek ji meyxanê hat:
Serxweşê hêja, mêrê mest,
rabe em dîsa tasa xwe vexwin
berî ko ew di ser de birije.
8.
Sorgula bextiyariyê pişkiviye:
Çima destê xwe nagihînî tasê?
Vexwe! Felek dijminek bêbext e,
rojek din ya wek vê nade me.
9.
Ewrê biharê rondikek li mêrgê barand.
Bê meya sor jiyan nabe.
Ev xeml xweşiya me ye.
Kesek dê li ser gorra me zewqê bike.
10.
Berî ko mirin me bibe,
berî ko giyanî ji me bistîne,
were em li mêrgê rûnin û vexwin
berî ko giya li ser gorra me şên bibe.
11.
Mey, stran, zeriyek li gel te,
li berava robarî bi hev re.
Li agirê Dûjehê nefikire.
Ger Biheşt hebe, ev e.
12.
Bilbilê serxweş firî nav gulistanê,
sorgulek rûken û tasek meyê dît,
hat ber guhê min û stirî:
Dest biavêjiyê! Dema borî êdî nayê.
13.
Tas bi meya sor dagirtî,
awazên şirîn yên saz û sentûrê!
Ma dîndar çi ji meyê dizanin?!
Bila ji me dûr bin, çêtir e!
14.
Bihar e, wek sosinan bike:
tasa meyê diyarî dostan bike,
li gel rûsosinan rûne û vexwe
berî ko bayê felekê te bibe.
15.
Ez, yara xwe û mey li kuncikek meyxanê.
Dil, giyan, tas û cil me kirine barimte.
Ne li hêviya rehma Xwedê me,
ne jî xema agirê Dûjehê dixwim!
16.
Di xewnê de hişmendekî gote min:
Sorgula zewqê di xewê de napişkive.
Niha şiyar, rabe û vexwe;
paşî dê li gel mirinê têr binivî!
17.
Dewr û deman li gel tasê rûniştime
û min pesnê meya yaqûtî daye.
Dîndaro, ger hişê te hosteyê te be,
yê min şagirdê min e!
18.
Were em dinyayê bidin bi du qirûşan
û pê meya nû yan ya kevn bikirrin!
Dipirsî: Gelo em ê piştî mirinê kû ve biçin?
Meyê bîne û paşî kû ve biçî, wê ve herre!
19.
Peristgarên sucatka nivêjan ker in!
Barê li pişta wan durûtî ye.
Ew bi dîndariya xwe
bêbextiyê li îslamê jî dikin!
20.
Îro în e anku rojek pîroz e.
Tasê bihêle, bi cerran vexwe!
Ger rojê cerrekî binoşî,
îro rojek pîroz e, duyan vexwe!
21.
Xelk dibêjin ko ez gunehkar im!
Ez bêguneh im; li xwe binerin.
Ma min ji bilî vexwarina meyê
û gankirinê çi kiriye?
22.
Ger her roj meyê vexwî,
roja înê jî vexwe, wê ji bîr neke!
Li gor dînê me, ew jî tenê rojek e.
Xwedê biperêse, ne rojan.
23.
Madem ko Xwedê mey li Biheştê helal kiriye,
kê ew li vê derê heram kiriye?
Koçerek serxweş li hêştira xwe dida,
Pêxemberî jî mey li wî heram kir, ne li me.
24.
Mirovên mezin xwe bi derdan dewlemend kiriye
û dikin ko bi kul û kovaniyan bifetisin.
Ger kesek ne wek wan hesûd be,
çi ecêb e: ew wî nezan dihesibînin.
25.
Diyariya dinyayê jê wergire,
rûne û meyê bide ser devê xwe!
Xwedê ne hewceyî dîndariya te ye;
diyariya dinyayê jê wergire û binoşe!
26.
Bila meyxane herdem tijî bin!
Bila dîndar cilên xwe biçirrînin!
Bila ebayên wan yên pînekirî
bikevin bin piyên meyxweran!
27.
Ger mey hebe, li vexwarina xwe poşman nebe
daku li tiştên din jî poşman nebî!
Sorgul kirasê xwe didirîne, bilbil distire.
Demên wiha kes poşman nabe!
28.
Kesê mejî di serî de hebe,
dest ji meyê bernade: ava jiyanê ye.
Ger bixwazî ko dest ji tiştekî berdî,
dest ji mizgeft û nivêjan berde!
29.
Ger dest fêrî tasa meyê bûbe,
heyf e xwe bigihîne pîroznameyê.
Tu hişk û dîndar î, ez terr û bêedeb im.
Ma tu nizanî ko agir yê hişk digire!
30.
Ger meyê bi serê çiyayî de bikî,
ew dê dest bi reqs û semayê bike!
Çima dixwazî ko dest ji meyê berdim?
Mey e ya ko mirovî dike mêr!
31.
Hey malwêranê dûjehî!
Ta kengî dê bibêjî:
Xwedêyo, Omerî efû bike!
Ma tu dê Xwedê hînî efûkirinê bikî?
32.
Hosteyî parçe baş li hev anîn.
Lê Wî bo çi karê xwe avêt aliyekî?
Ger kar bi ser nekeve, sedem kî ye?
Ger bi ser keve, ev şkestin ji çi ye?
33.
Dema ko pişkivîna sorgulan dibînî,
yarê, tasê bi meyê dagire!
Guh nede Biheştê û Dûjehê;
zêde behsa wan tê kirin.
34.
Şeva borî di ber meyxanê re borîm.
Min pîremêrek cerrik li ser milî dît
û min jê pirsî: Ma şerm nakî, pîro!
Got: Xwedê dilovan e; vexwe û bêdeng be!
35.
Vê şevê ez ê ta binê setilê vexwim.
Bo min dolikekî yan duyan bihêlin.
Ez ê pêşî hiş û îmanê telaq bidim
û paşî li gel keça tirî bizewicim.
36.
Dema bimirim, min bi meyê bişon,
stranên meyê li ser cenazê min bibêjin.
Ger roja qiyametê hûn li bigerin,
hûn ê min li eywana meyxanê bibînin.
37.
Ez ê hind meyê vexwim ko dema mirim
û bûm ax, bêhna meyê ji bin axê rabe.
Ger tu bê ser gorra min,
dê ji bêhna axê serxweş bibî.
38.
Yara delal, robar, mey û sorgul!
Ta bikarim, ez ê zewqê bikim.
Hindî ko hebûme, heme û dê hebim,
min vexwariye, vedixwim û ez ê vexwim!
39.
Dibêjin ko remezan nêzîk dibe
û nabe ko li meyxaneyan bigerim.
De baş e: ez ê berî remezan wisa vexwim
daku hemû mehê serxweş bim û binivim.
40.
Bila keçên delal her li bîra te bin,
bila tasa meyê ji destê te nekeve!
Tê gotin: Xwedê te poşman bike!
Ne ew min poşman dike û ne jî poşman dibim.
41.
Vedixwim! Yên hişmend gun nadinê
ka vedixwim yan ne.
Xwedê dizane ko vedixwim.
Ger venexwim, Xwedê dê şaş be!
42.
Ma ta kengî koşkan li ser deryayan ava bikim?
Ez ji dêr û mizgeftan, pût û peristgaran kerixîme.
Kî dibêje ko Xeyam dê biçe Dûjehê?
Ma kî çûye Dûjehê, kî ji Biheştê vegeriye?
43.
Gunehkar im. Ka efûya Te?
Dilê min tarî ye. Ka nûra Te?
Ger Biheşt xelatê dîndariyê be,
bazirgianiyê dikî. Ka dilovaniya Te?
44.
Tozê biavêje esmanan!
Meyê vexwe, li pey keçikan bigere!
Îman û îbadet bo çi ne?
Ti kesê çûyî nevegeriye.
45.
Tê gotin ko Qur’an mezintirîn pirtûk e.
Ew carine tê xwendin lê ne herdem.
Li ser lêva tasê rêzek herfan heye:
”Mey”. Ew herdem tê xwendin.
46.
Ez vegerîme ser edetên xwe
û min xatir ji nivêjan xwestiye.
Cihê ko mey lê be, tu dê bibînî
ku ez jî lê me û gerdena xwe dirêj dikimê.
47.
Ji her alî ve xelk gazî dikin:
Meyê venexwe, ew dijminê dînî ye!
Bi Xwedê, madem mey dijmin be,
vexwarina xwîna dijminî helal e!
48.
Dîsa hatim mizgeftê
lê ne daku nivêjê bikim.
Carekê min berrikek ji vir dizîbû.
Niha ew kevn bûye û hatime yek nû.
49.
Tevî ko meyê nav û namûsa min reş kiriye,
hindî ko hebim, dest jê bernadim.
Lê meyfiroş min ecêbgirtî dikin:
Ma dê çiyê baştir li şûna meya ko difiroşin?
50.
Li meyxanê xwe bi meyê bişo.
Nav û namûsa ko pîs bû, êdî pak nabe.
Dilşad be: perdeya namûsa me hatiye
dirrandin û êdî nayê dirûn!
51.
Li şûna taet û îbadetî, çêtir e ku
mirov meyê ve xwe û bide dû keçikan.
Ger evîndar û serxweş biçin Dûjehê,
Biheştê dê vala bimîne.
52.
Xwedêyo, Te cerrikê meya min şkand!
Te deriyê zewqan li min girt, Xwedêyo!
Te baştirîn vexwarina min rijand erdê!
Ma ez im yan Tu yî serxweş?
53.
Ez ne bi kêrî Biheştê û ne jî Dûjehê têm.
Xwedê dizane ka ji çi hatime çêkirin.
Wek derwêşek bêîman yan qehbeyek kirêt:
Bê bawerî, bê pare û bê hêvî me.
54.
Yê evîndar divê hemû salê serxweş be,
bêhiş, şêt û bêşerm be!
Dema venexwim, her tişt min aciz dike.
Lê serxweş bim, çi dibe bila bibe!
55.
Niha xortaniya min e û vedixwim
ji ber ko dixwazim vexwim!
Nebêjin ko mey tehl e:
ew jî wek jiyanê ye.
56.
Dilo, karê te xwînrêtin e.
Her roj derd girantir dibin.
Di vî leşî çi dikî, giyana goyîn?
Baştir e ko jê dûr kevî!
57.
Ev cerrik jî wek min evîndar bû,
wî xwe bi pirça yarê ve girê da.
Destikê li kêleka cerrikî
Destê yarî yê li navtenga yarê ye.
58.
Jiyan li gor daxwaza me nameşe.
Bo çi xeman bixwin, serê xwe biêşînin?
Ma em ji spêdê ta êvarê rûnin û bigirînin
ku yên dereng tên, zû diçin?
59.
Tu li dinyayê geriyayî. Lê te çi
dîtibe û bihîstiye, bêwec e.
Û te dinyayek maliyet civand.
Lê dîsa jî bêwec e.
60.
Ger dil razên jiyanê bizane,
wî dê piştî mirinê razên Xwedê bizaniyana.
Niha tu li ser hişên xwe yî û ti tiştî nizanî.
Îcar dema ko bêhiş bî, dê çi bizanî?
61.
Şewata dilê min bi meyê bitemirîne.
Jiyan wek zîbakê dibeze.
Were, bextiyarî wek xewnê vedireve,
were, gelek nemaye ko xortanî xilas bibe.
62.
Edetê min: vexwarin û zewq.
Dînê min: xemsarî û terkexemî.
Ji alemê dipirsim: bi çi hûn dê
ji min xilas bibin? – Bi dilê te.
63.
Dinya govek kevn û xopan e,
tê ve hespên bi navê Spêde û Êvar.
Bermayiyên cejnên sed mîran,
Tê de gorrên sed paşayan.
64.
Ma tu baweriya xwe bi xelkê tînî?
Çavê veke da bibînî ko dijmin in!
Hindî heval kêmtir bin, çêtir e:
dost ji dûr ve delaltir in.
65.
Dema Xwedê ez ji axê çêkirim,
Wî dizanî ka ez ê paşî çi bikim.
Min yek guneh jî bê fermana Wî nekiriye.
Îcar çima Ew dê min biavêje nav Agirî?
65.
Xwedêyo, ma Tu ne hêja û dilovan î?
Te çima gunehkar ji Biheştê avêtin?
Ger qencan efû bikî, ew ne dilovanî ye.
Tenê ger gunehkaran efû bikî, dilovan î.
67.
Xwedî çi xezînan im? Hîç.
Raborîna rojan çi daye min? Hîç.
Findek im. Ger bitemirim, hîç im.
Tasek efsûnî me. Ger bişkêm, hîç im.
68.
Dema jiyan xilas bû, êdî ferq nake
ka ew tehl bû yan şirîn.
Meyê vexwe: piştî me jî
heyvê dê gir û hûr bibe, hûr û gir bibe.
69.
Yê ko erd ava kir û esman danî ser,
Wî pirr derd jî dan dilê mirovî.
Gelek lêvên sor û pirçên zêrrîn
di himêza axê de hatine veşartin.
70.
Em ê ji Jiyannameyên bên derxistin.
Em hemû dê bikevin nav lepên felekê.
Meygêrra delal, hê meyê tê ke!
Em hemû dê haha bibin ax.
71.
Dema ko dara jiyana min ji rehên xwe bêt hilkişandin,
parçeyên leşê min dê li ber bayî belav bibin.
Tasekê ji axa min çêkin.
Dema ko hûn meyê tê kin, ez ê vejîm.
72.
Ji bextiyariya min tenê bîranîn mane,
tek yara min meya xopan e.
Lê dest ji meyê bernede
madem ti tiştek din nemaye.
73.
Êdî deftera xortaniya hatiye girtin,
Hênikiya êvaran nemaye.
Firindeyên xweşiyan yê bi navê xortanî
bê haya min dûr firiye.
74.
Berî ko navê te ji dinyayê hinda bibe,
meyê vexwe û xeman verevîne.
Dest bike her parçeya pirça yarê
berî ko tu bê parçe-parçekirin.
75.
Ta ko strîk dilê mirovî nedirrîne,
mirov nikare xwe bigihîne sorgulê.
Binere, çawa şeh sed car tê hesûn
ta ko dikare xwe bigihîne pirça yarê.
76.
Ma xwe mezin dihesibînî?
Li pirsên gir û gewre dipûnijî?
Vexwe! Mirin li te digere,
vexwe berî ko bigihe te bigire!
77.
Ti kesî xwe negihandiye pişt perdeya qederê,
hê kesî raza felekê fehm nekiriye.
Bi şev û roj heftê û du salan pûnijîm
û tê negihiştime. Lê mirin gihişt min.
78.
Ka ji hemû rêvingên rêyên dûr
yekî nîşanî min bide ko vegeriye.
Li vê rêya hêvî û hewceyiyan
ti tiştî bo sibê nehêle. Venagerî.
80.
Em tên û diçin.
Ev çerx bê destpêk û dawî ye.
Kes nikare bibêje
ka em ji kû tên, kû ve diçin.
81.
Bi ti awayî ji bendên dinyayê rizgar nabim
û nikarim hilmek dilşadiyê bikêşim.
Ji mêj ve ye ko şagirdê qederê me
hê hê jî çerxa felekê fehm nakim.
82.
Berî ko em hebin, roj û şev hebûn,
û esman li çerxa xwe dizivirî
Dema ko piyê danî ser axê,
çavê zeriyekê dê di bin de bimîne.
83.
Gumtilka axê ya li erdê
carekê siltanekî yan gultîla mîrekî bû.
Tozê bi hişyarî ji ser rûyê xwe bimale,
ew toz jî carekê rûyê delaliyekê bû.
84.
Ger min fêkî bi dara hêviyê ve dîtibûya,
min dê serê benê jiyanê jî peyda kiribûya.
Ta kengî di tengasiya zindanê ve bim?
Xwezî min deriyê nebûnê dîtibûya.
85.
Qurçek meyê ji mîrnişînekê jî baştir e:
ji bilî meyê, hefza xwe ji her tiştî bike!
Sertûkê meyê ji textê Ferîdûnî çêtir e,
qepaxa cerrikî ji taca Xesroyî jî hêjatir e.
86.
Serxweş jî tasa bi hunerî çêkirî
li erdê nadin û naşkînin.
Ew dest û piyên şirîn û delal:
Evîna kê ew çêkirin? Kîna kê ew şkandin?
87.
Ez ê biçim: li vê dinyaya derewîn
ji bilî bayî tiştek bi destê mirovî nakeve.
Divê şahiyek ji ber mirina min bêt kirin:
taliya talî ji destê felekê xilas dibim!
88.
Hatina min ti mifa neda felekê,
çûna min zêrr û zînetan nadiyê.
Min ji ti kesî nebihîstiye ka çima
ez hatim dan, çima dê bêm birin.
89.
Ger Xwedê karên xwe baş pîvabûna,
her kes dê bi para xwe razî bûya.
Ger kiryarên Wî dadperwerane ne,
îcar çima em derd û xeman dixwin?
90.
Her carê yek serê xwe radike: Ez heme!
Bi malê xwe, zêrr û zîvên xwe: Ez heme!
Her çi kesê ko cihê xwe hinekî xweş dike,
Mirin serê xwe lê radike: Ez heme!
91.
Jiyan tarî ye, ti ronahî peyda nabe.
Derd giran dibin, dil diperrite.
Spas bo Xwedê, Wî derd
ji dilê me kêm nekirine!
92.
Ne ji xweşiya xwe vedixwim, ne daku serxweş bibim,
ne daku dest ji dîn û terbiyetê berdim.
Tenê dixwazim kêlîkekê ji xwe rizgar bibim.
Loma vedixwim û xwe serxweş dikim.
93.
Perdeya felekê nikare bêt rakirin
û kes fêrî pergala wê nabe.
Tenê di bin axê ve cih bo her kesî heye.
De meyê vexwe, dawiya van çîrokan nîne.
94.
Wek ava robaran yan bayê deştan
Roj bi roj jiyana min jî dibore.
Ti car li du rojan negirîme:
roja ko hê nehatiye û roja çûyî.
95.
Yên ko berî me mirine,
bi ramanên xwe ve çûne.
Lawiko, were rûne û vexwe:
gotin û raman pûşê pûç in.
96.
Ev hemû tenê lîstikek e.
Em pêlîstok in, Xwedê dilîze.
Dinya depê lîstikê ye,
her yek ji me carekê tê xwarin.
97.
Îro nikarî sibê eyar bikî,
xemxwarina ji pêşerojê bêkêr e.
Ger hiş di serê te de hebe,
dê bizanî ko jiyan ne ebedî ye.
98.
Karwanê jiyanê bi rêyên seyr ve dimeşe.
Dest biavêje derfetên heyî,
xema ji pêşerojê nexwe!
Tasek meyê bîne, şev zû direve.
99.
Gelî cahilan, hûn lêhbên dinyayê dizanin,
nehêlin ko ew we bixapînin.
Nehêlin ko jiyana we pûç biçe.
Bo xwe li yarekê bigerin, meyê vexwin!
100.
Hevalno, hogirno, meyê tê kin,
rengî bidin rûyê bêreng!
Dema ez mirim, min bi meyê bişon
û tirba min li binê mêwa tirî çêkin.
101.
Wî ez bêdilî min anîm
jiyanê û ecêbgirtî kirim.
Çûn jî dê bêdilî be û nizanim
ka merema Wî bi dan û birinê çi ye.
102.
Gunehên kom bi kom tên bîra min,
dilê rondikan ji çavên min dibarîne.
Lê xweşbextane me peymanek heye:
Beniyê poşman bibe, dê bê efûkirin.
103.
Cerrvan dest di nav axê re ye.
Ji bilî axê li tiştek din narame.
Ta kengî ew dê li axê bide? Ew ax jî
leşê kesekî bû. Ma cerrvan tê nagihe?
104.
Piştî ko navê me bêt jibîrkirin jî,
dinya dê her li dû me bimîne.
Dema em tine bûn, ti tişt jê ne kêm bû.
Gava em nemînin jî, ti tişt jê kêm nabe.
105.
Hin kes xwe bawermend dihesibînin,
hin li rêya Biheştê digerin.
Lê dema perdeya razan bêt rakirin,
ew ji Te dûr in, dûr, dûr…
106.
Kesî raza jiyanê fehm nekiriye,
ti kes gavekê jî pêş neketiye.
Ji şagirdan ta hosteyan
hemû lawên baban lawaz in.
107.
Dilşad be, xema te duhî hat xwarin,
dua û daxwazên te duhî hatin pejirandin.
Ev çi gotin e? Tu ne pêwîst bûyî
dema karên te yên sibê duhî hatin kirin.
108.
Duhî, roja borî, neîne bîra xwe,
xema sibê, roja hê nehatî, nexwe.
Li gor pêşerojê yan paşerojê nejî.
Jiyanê ji dest nede. Niha dilşad be!
110.
Tav di bin axê ve nayê veşartin
û raza felekê nayê aşkerekirin.
Hişê min ji kûriya ramanan
moriyek anî lê newêrim vekim.
111.
Şeva borî çûm cerrxaneya cerrvanî.
Min hezar cerr dîtin, hin bi deng, hin bê.
Ji devê her cerrî gaziyek bêdeng dihat:
Ka çêker, ka bikirr, ka firoşer?
112.
Ger serxweş bim, bêhiş im;
ger serzelal bim, her tişt hinda ye.
Lê deverek di navbera serxweşî û
zelaliyê de heye: jiyan e. Wê diperêsim.
113.
Tenê meyperês sorgulê dinasin;
ne kesên bêhnteng û dilteng.
Bêhiş halê me nizanin,
tenê serxweş di hev digihin.
114.
Xeyam, çima xeman dixwî?
Xemxwarin bi kêrî çi tê?
Ger gunehan nekî, nayê efûkirin.
Rehm bo gunehkaran e, xeman nexwe!
115.
Gelî melayan, em ji we zêdetir dixebitin.
Dema em serxweş jî bin, ji we bihiştir in.
Em meya sor, lê hûn xwîna sor vedixwin.
Ka bêjin, kî ji me bêexlaqtir e!
116.
Çêtir e ko li gel te li meyxanê bipeyivin
ji ko bi tenê li mizgeftê nivêjan bikim.
Ey Danerê Destpêk û Dawiyê,
min bisoje yan bihebîne – çidikî bike!
117.
Min ne ji hejariya xwe, ne ji rûreşî
û jî bo serxweşiyê mey vedixwar.
Min dinoşî daku kêlîkê dilşad bim.
Niha dildarê Te me. Êdî venaxwim.
***
Bijartin, wergerandin û venivîsîn: Husein Muhammed |