HELSÎNKÎ, 3/10 2009 — Xwendevanên hêja û yên mêşa û yên mejîka! Em dizanin ko hûn ne mîna me ne û bîna we jî gelekî teng e loma em ji we hêvî dikin ko ji bo navê Xwedê û hemû çarsed hezar peyamberan û nebiyê axir û yê ummetê ko hûn serê xwe û me nexin belayê û...
Vê hevpeyivînê qet nexwînin!
Hûn dizanin ko kesên pêwîstî bi mirov heyî çi qas tê dikoşin ko xwe li ber mirov şîrîn bikin! Wê rojê, berî nîv salê telefona min zingî... Min jî bi dengê xwe yê xetimî û xinzirî, enirî û neşîrîn bersiva bi "e...llooo, ellooo" da lê dema ko min bihîst ko dîsan Elî di telefonê de ye, bû qutîna dilê min ê recifok, sincirîna mejiyê min ê bihêrs û fitîna qûna min a kuşle - biborin ez gelekî zimanreş im lê ma çi derewan ji we re bikim. Belê ew Elî bû lê hûn ti caran li ber guhê wî nebêjin "Elî" çimkî Xwedê ew wek "Elo" daye û ji roja dinyadîtinê ta ko ew biçe gorra tijî mişk û mar û ji wir jî bi hevrêyên xwe yên şêx ên Xwedê xezeb lê barandî bigihe bineciya xwe, ew ê wek "Elo" bimîne û serê wî dê di nav belayan de be û min jî bi xwe re bikişîne nav wê xezeba Xwedê li Şeytan barandî û berevajî...
Xwendevana/ê hewhêja! Ez dîsan jî gelekî ditirsim ko tu ewqas mejîhişk î ko te bi gotina min nekiribe û te ev nivîsa nivîskarek şêt û peledîn ta vir jî xwendibe lê ez bi navê Çarsimbegê Pîroz dikim ko ev rê ya çûn û nehatinê ye û eger te ev hevpeyivîn xwend, êdî ne ez û ne jî dermanê keça Çarsimbeg bide te, dê birînên te nekewîne û tu me bikişînî Dadgeha Bilind a Mafên Mirov a Ewropayê jî, em ê qurûşek neyî ji ber vê ziyangihandinê nedin te û bi rê ve jî em ê wê rastiya tal jî bînin rûyê te ko Mistoyê Kemo li Samsunê dêlika diya xwe, ya ko piştî welidandina kurê xwe ew jî dişibî wî ango bûbû meymûn, jî nekuşt û Newrozê jî ne ji vê bûyerê dest pê kir. Herwiha tu mîna me neke û bi dinyayê nekeve û derbider nebe çimkî ez pêşbînî dikim ko dê li welatê Richardê Dilrovî ji te re zelal bibe ko Seleheddîn ne ji wan kesan bû ko zarok li cem me jê re dibêjin: "Ereb ereb deqdeqî, gunên bavê we teqî!"
Va ye heval - bibore dijal - tişta pêwîst ez hêdî hêdî ji te re dibêjim; ma çi qas Şeytan ketiye herdu guhên te û ew mismidandine ko tu hawara min nabihîzî, ma bi rastî Xwedê tu ew qas famkor û neguhdar kiriyî ko tu fam nakî ko ji te re dibêjim êdî hew van gotinên min bixwîne! Ma tu ji min re nabêjî ka ji roja fêrbûna xwendinê ta îro te çi qas pirtûk bi hesûdî û çavbirçî daqûrandine û dabilandine, dilê te pê êşiye, zikê te pê werimiye û serê te pê tevgiziye û wan tu mîna masiyan xistiyî torrê û bi şokê tu ji aliyê wan de hatiyî xertifandin! Te çi wec û sûd ji vê xwendinê dît, çend rûpelên pirtûkên te bûn baloleyên nan, çend "o" bûn libên zeytûnan, va ye Kurdistan vê havînê hişk û ziwa ma lê ma qet niqteyek ji ser "i"yên te ket û bû dilopek avê, ma zeviyek bê hat avdan, ma devek ziwa yan lêvek peqî û şeqî ew çipa avê mijand? "Î"yên te yên ew qas hatî li ser nîqaşkirin, ma yek jî ji wan li vê zivistana berfîn, nixte û têrbaran bû banek an jî ta sivandeyek avrêj li ser xaniyê te daku hema şevekê bagurdaniyê li ser banê xanî nekî û têrxew bibî û hema rojekê bi tenê jî zarokên te bikarin pişta xwe bidin dîwarê neritibî ango ziwa û av pê de nehatî!
Ango hevrê - yanî dijrê (Bibore ko ez hertim gotinan berevajî dikim lê tu dibînî ko şeva vê şevê min sînorê peyv û zimanan derbas kiriye û ji cîhana awezmendan, aqilmendan dûr ketime loma ez îro çi bibêjim li min negire û neke tawana min û nexe stuyê min çimkî bi dûpişta Çêleka Belek a tewizî û lewitî û - ko ji te tiştekî veneşêrim - bi-xwe-ve-rîtî dikim ko sibê nîv aqilê îro jî li cem min peyda nabe - jixwe min got ko ev rêya çûn û nehatinê ye.) Tu vebigere, em bi navê yê Qûnneşûştî sond dixwin ko Bor û Beraq û hemû celeb siwariyên din ji te re amade ne ko te ji vî agirê vê Dojeya neafirandî lê herhebûyî û dê-hebe-yî xelas bikin...
— Belê Eliyê jêhatî, bibore, min dixwest bibêjim Eloyê goc. Me hemû xwendevan, nijdevan û piştdîwarî ji xwe revandin (jixwe min dizanî ko ew gelekî bêkulek û bizdok in) loma em dikarin dilê xwe ji gotin û daxwazên genîbûyî vala bikin çimkî ne kes ticaran van gotinên me dibîne û ne jî bêguman dixwîne.
— Kuro Huso, ma tu çi qas bêhiş û kevnaqil î! Ma tu nizanî ko bê vê pêşgotina te ya serêşîn jî kesekî dê ev hevpeyivînê nexwenda... Em nikarin bala kesekî bikişînin, em ne kurên kesên navdar in û me bavên partî-martî jî danemezirandin... bibore ez her bêjeya damezirandin dixebitînin lê wer dixwiye ko hûn bi kurdiya nûjen niha jê re "qurmîş kirin" dibêjin... Na, Huso, bavkalên min û te tenê kezwan- û mazîçin bûn loma em ê bala kesekî nekişînin...
— Elî-xwelî, tu mereq neke, bi navê Wî kim ê ko para Wî di afirandina min û te de tine ko eger em nikarin bala wan bikişînin jî, bîna fisteyî ya kilmûşê bi poza te de hatî wan ber bi xwe de dikişîne. Loma ez ji dil spasiya te dikim çimkî tu kesek hunermend î û ev huner tenê bi we hunermend û ronakbîran - ango ev belengazên tarîtiyê jî nabînin - re heye... Lê em bên ser pirsên me ji hevpeyivînê re amade nekirî: ...
— Bibore, bibore...
— Ê, tu dixwazî ez kû de derbas bibim...
— Na, min xwest bibêjim, li min negire...
— Ma niha çi ber bi te de tê ko wê li te negirim...
— Kuro, ma tu çima ew qas çirrîk î û qet naxwazî gotina mirov fam bikî lê her car peyva mirov bi awayek din dihejînî û wateyên nû didiyê!...
— Elo-çavbelo, birûşkefto, lêvdozero, min tenê dixwest bipirsim ka tu niha çend salî yî lê te ev qas dirêj kir...
— De îcar were û ji qehiran nemire: kuro min bi xwe dixwest hê ji berî pirsê bersiv didim ko bi serê te kim...
— Bi serê min neke, bi serê xwe bi xwe bike...
— Sermezino, zimandirêjo, de bila ne bi serê te be, bila bi serê min be... ne ez û ne jî Qantira Avis dizane ka ez kengî hatime dinyayê yan çend salî me lê eger tu bixwazî bizanî ka ez ê kengî ji vir bifinim û li vir nemînim, ez dikarim ji te re bibêjim...
— Na Elo, nebêje ka kengî tu dê bimirî çimkî kul û xemên me bi xwe kêm bûne û em hêvî dikin ko cenabê te - bibore cenazê te - kul û kederên me hê ji berê jî kêmtir neke... Lê ji me re hinekî basa zarokiya xwe bike. Gelo tu hingê mîna niha bûyî yan jî şûm bûyî?
— Te çi ye, ma tu îro nizanî mejiyê xwe bixebitînî! Ez ne mîna niha bûm yan şûm bûm lê mîna niha şûm bûm. Ji bilî şûmiyê jî, neqet, gilav, netebitî, venehewayî, necis, ... tu hê zêdetir jî bêjeyan dixwazî?
— Na na, niha bes e, hin gotinan ji bo dirêjiya vê hemû hevpeyivînê, ya ko kes dê nexwîne, bihêle... Lê min dixwest ji te tiştekî bipirsim. Te got ko tu şûm bûyî. Ez bi xwe jî wisan bûm lê di rastiyê de min nediwêrî kesekî. Min hertim du kes berdidan hev û xwe ji pevçûna wan vedikişand an jî dûr dixist. Carinan hin kesan dixwest bi min re şer bikin. Ez jî qaşo mêrek jixwerazî bûm loma ti caran min ser li ber wan neditewand lê min nediwêrî û ne jî dikarî li wan bixim. Min ji wan re digot: "Tu li vir bisekine, ez ê biçim ji xwe re darek lêdanê bînim û bên bi te re şer bikim. Lê ko ez hatim, tu jî tenê bi dest û pêhnan nebe. Eger alavek pêlêdanê bi te re nebe, guneyê min pirr bi te tê loma ji xwe re tiştekî amade bike yan na, fermana telifandin û qelandina mala bavê te ye..." Lê dema ez ew qas ji dijminê xwe dûr diketim ko wî dê êdî nikariya min re bigire û li min bixe, min têr dijûn, xeber û her celeb gotinên pîs ji malbata wî re digotin, xwe hildipîvand dê û xwişkên wî û "tifff" baz dida û diketim quncikek malê û bi hefteyan dernediketim ta ko dijminê min hemû bûyer ji bîr dikir...
— Kuro, xwezî ez jî mîna te bûma. Mêraniya min mal li min mîrat û kamax dikir. Li hemû taxa me kesekî bi min û birayê min nedikarî. Me qosk û berdeqanî çêdikirin û li esmanê me ne balinde û ne jî balafir ji darbeyên wan xelas dibûn. Pirraniya taxa me dewlemend bûn û em hejar bûn, xaniyên wan hemû bi pencereyên şûşeyî bûn lê naylon jî bi pencereyên kolikê me ve tine bû. Me bi qosk û berdeqaniyan rojane du-sê pencere dişkandin lê em ew qas di karê xwe yê pîroz de zîrek û çeleng bûbûn ko me bi asanî xwe nedida destê xwediyên xaniyan û pirrî caran qet kesekî nedizanî ka kê ew pencere şkandine, ji xwe kesekî - me bi xwe jî - nedizanî ka çima me ew dişkandin... Lê rojekê bûyerek têrbela hat serê me ko bawer dikim eger ne ez û birayê xwe yê bîje û weledzina bûna, kesek din dê jê xelas nebûya. Em bi kurê fermandarê bajarok re dilîstin û wî jî henekên xwe bi me kirin û got: "Çima ev bîna wiha pîs ji we tê!" Camêr rojê deh caran xwe bi misk û emberê xwe dişûşt lê me bi xwe av jî tine bû ko spêdeyan lepekê biavêjin rûyê xwe û serçavên xwe pê bişon. Me hişt ko ew çend rojan her me biqehirîne ta ko me rojekê ew bir hindava sergûfkê û gûxaneya taxa me û ew virand nav gû û di nav de hişt... Ez nizanim ka ew çawa ji nav derket lê piştî du-sê saetan bi ser mala me de hatibû girtin. Lê em jî ne qepûşkaqil in loma ez û birayê xwe du rojan neçûn malê. Me hin zarok bi zorê ji xwe re dişandin xwarinê û carinan jî eger me tiştek xwarinê di destê zarokekî de bidîta, me jê distend û dixwar... Lê jiyan wiha jî zêde demek dirêj nedomî. Spêdeyekê em bi dizîkî vegerîn malê û, bê ko bavê me bi me bihese, em filitîn dibistanê...
— Ma hûn neditirsîn ko ji dibistanê kesekî dê peyam bigihanda malbata kurikê reben?
— Ma tu çi qas bêsebir û qûnxwêkirî yî! De bihêle ko ez hemû çîrokê ji te re bibêjim... Kurik jî bi me re li heman waneyê bû. Piştî xelasbûna waneya yekem, ew bezî ko bigihe malê û ji malbata xwe re bibêje daku ew bên û cezayê me bidin me. Lê em li deriyê bexçeyê dibistanê gihanê û birayê min kêrek ji berîka xwe deranî û destê xwe avêt qirika wî û got: "Tu ji kesekî re tiştekî bibêjî, ez ê te bi vê kêrê vebiçirînim!" Kurik zer û spîçolkî bû û bi serhejokî got: "Bi... bi... bila, e... e.. ez na-nabêjim kesî..." Ew roj yek û ev roj du, kurik zarok bû û mezin bû lê êdî newêrî devê xwe li ber me vebike û zimanê xwe bigerîne...
— Ê we pirr baş kir lê hûn çawa vegerîn malê? Ma bavê te û diya te jî ew dorlêgirtina mala we ji bîr kiribû?
— Tu bihêle, ez ji birayê xwe re bibêjim... Herçi bavê min bû, ew mejîreş û bêhiş bû û tiştek pêwîst li bîrê nedima lê tiştên wiha qet ji bîra wî nediçûn. Êvarê min û birayê xwe hê zû xwe ji qesta xist nav nivînan û me qaşo xwe xewand daku bavê me tiştekî bi me neke. Lê bîskekê ez pê hesîm ko kesekî di guhê min re girtibû û qajewaja min bû. Bavê min ez û birayê min di govê ve, di nav çêl û gayan de, bi werîs bi stûnekê ve girê dan û derket. Nizanim ka ji bîr kir an jî wê bîskê Şeytan ew qas dilovanî xist dilî ko fanosa vêxistî di govê ve hişt. Hawar Xwedê, ez ti caran bi qasî hingê netirsîm: heyama telewiya gayan bû û ew herdu ga pev diçûn û bêguman bû ko yekî ji herduyan jî qet nedixwest ko em dest biavêjin xanimên wan. Loma ew carinan li dor me jî dizivirîn û em gelekî ditirsîn ko eger niha na aniha ew dê herdu bi hev re me biqoçînin û bi wê stûnê ve bimerçiqînin û xwîna me gorî jîrî û awezmendiya bavê me bikin! Eger wê bîskê min nikarîbû destê xwe bigihînim berîka birayê xwe û kêrê jê derbînim û me bi hev re ew werîs zû nepiçanda, em ê niha nemana û belkî ev cîhan jî bê mana me bi xwe şa bûbûya!!!
— Çîroka te bi min balkêş e - jixwe ji bilî min ne kes vê dibihîze û ne jî dê bixwîne - loma bidomîne.
— Belê heyran, meha remezanê ber bi dawiyê de diçû - jixwe bavê min jî hez dikir ew bi dawî bê çimkî di rastiyê de ti caran nivêj nedikirin lê meha remezanê ji şermên gundiyan de xwe birojî dida diyarkirin. Belê, dawiya remezanê bû û çend roj ji bo cejnê mabûn. Bi rastî, bavê min nedixwest tiştan bikire û bide mêvanan daku ew pê bikerifin û bizeqinin lê ji ber bend û zincîrên adet û kevneşopiyên civakî ew jî bêçare dima û hin tişt dikirin lê sedemên kirîna tiştan ji civakê zêdetir diya min bû, wê zext li bavê min dikir... Belê, me newêrî spêdeyê biçin bi dêbavên xwe re rûbinin ser taştê û xwarina xwe bixwin loma me xwe xîfand ber herzêl û stêrrk û ciyên din û me şîrînî, gûz, fisteq û hwd. din têr xwarin, berîkên xwe jê tijî kirin... Roja cejnê tiştan têra mêvanan nekirin loma xwezî te hingê rûyê bavê min û kîna di bin wî rûyî ve bidîta!..
— Elo... Elo... Elo, ez dixwazim tiştekî ji malbata te fêr bibim: Te got ko diya te zext li bavê te dikir. Dema me zêde kurt e - ji xwe tu dizanî ko her kovar, rojname û weşanxaneya mirov jê re nivîsekê bişînin, dibêje: "Em we pîroz dikin. Hûn xebatên gelekî hêja dikin lê mixabin divê em bi xemgînî rabigihînin ko em nikarin vê berhema ew qas dirêj biweşînin." Zeqnebût ji vê rewşê re; eger mirov kurttir binivîse, ew ê bibêjin: "Lawo, te ti tiştek di nivîsa xwe de negotiye; ma em ê wê ji bo çi biweşînin!?"... Lê ji xwe kes dê vê neweşîne û em ê nehêlin jî ko kesek biweşîne û belav bike loma ji min re basa pêwendiyên navbera dêbavên xwe de bike.
— A me, bavê min pirsgirêkên xwe yên taybet hebûn. Ew bi civatan re radibû û rûdinişt lê di rastiyê e ew hertim xeyidî, hêrsbûyî û esebî bû. Bi rastî, ta niha jî hê nizanim ka çima. Lê wî hemû qehrên xwe li me dişkandin. Di civaka me de pirraniya "mêran" ji bo "verevandina qehrên xwe" li jinên xwe dixin. Bavê min jî dixwest wisan bike lê nediwêrî... Dayika min û meta min "pevguher" bûn ango meta min jî bi xalê min re zewicîbû. - Ji xwe tu jî dizanî ko ew şêweyê zewicînê hê jî li Kurdistanê didome. - Eger xalê min bizaniya ko bavê min li xwişka wî xistiye, wî jî dê li meta min bixista. Eger lê nexista, her kesî dê bigota ko ew bi jina xwe newêre, ew "serjinik" e û "jina jina xwe ye" û nizam çi quzilqurt... Berevajî meta min a şermîn û reben, diya min dê zû basa pevçûnên xwe û bavê min ji malbata xwe re bikira. Herwiha diya min ew qas dengbilind û xeberreş bû ko eger wê bixwesta yan jî tenê bi kesekî re bi nîqaş biçûya, wê dikarî di demek kurt de hemû tax li xwe bicivanda... Min bi xwe bi çavên serê xwe nedîtiye lê hin kes dibêjin ko ew carinan bi şûnikan diket dû bavê min jî lê ya rast ew e ko derqûn û kemaxên min hê jî ji ber şûnikên wê diêşin...
— Te berî kêlîkekê got ko te û birayê xwe we hevkariyek baş li dij zarokên din dikir lê pêwendiyên we herdu birayan bi hev re çawa bûn? We li hev dixist?
— Eger ez bi kurtî bibêjim, em ew qas şûm bûn ko bi rojê me bi hev re li zarokên taxê dixist û em êvarê dihatin malê û em bira li hember bira têk diçûn. Ma tu û birayên xwe jî ne wiha bûn?
— Min sê birayên ji xwe mezintir û yek jî ji xwe biçûktir hene. Her yekî ji me dixwest bi yê(n) ji xwe mezintir re be lê bi ti awayî nedipejirand ko yê(n) biçûktir pê re be/bin! Lê min du kurmamên bi jiyê xwe hebûn. Mîna îro tê bîra min ko em ti caran her sê bi hev re nedibûn heval. Hertim du ji me hevgir bûn û yê sêyem bi tenê dihişt û pê re nedipeyivîn. Ev hevgiriya me ya duqolî carinan ta hefteyekê didomî lê carinan di heman rojê de em du-sê caran ji hev dixeyidîn û bi hev re nedipeyivîn lê piştî bîskekê dîsan bi hev re dibûn heval. Bûyerên hevaltiyê yên wê demê zû-zû ji bîra min neçûne lê ez çi qas difikirim jî, qet nayê bîra min ko em ew her sê pismam carekê tenê jî di heman demê de her sê bi hev re heval bin... Ji ber sedema şer û pevçûnên zarokan carinan malbat û carinan jî binemal û ta eşîr jî pev diçûn û encama van pevçûnan paştir dibû sedema jihevkuştina gelek mêran jî. Lê di rastiyê de, zarokan pirr zû li hev dikirin û nakokiyên xwe ji bîr dikirin... Erê Elo, te gelek bela anîne serê xelkê lê bela bi serê te bi xwe jî hatine. Lê xerabîkariya herî zêde tu li ber ketiyî çi ye?
— Bapîrê min pirr pîr bûbû û çav jî nemabûn, kor bûbû. Her roj diya min ez an birayê min dikir şivanê wî. Min qet ji wê yekê hez nedikir. Rojekê hemû zarok bi kêfa dilê xwe dilîstin lê ez zêrevanê bapîrê xwe bûm. Ji kerban, min jî mîst ser kevirekî û bapîrê xwe li ser rûniştand. Dema min ew vegerand malê, diya min pirsî ka çima şelwalê wî şil e. Min jî bi qirnij û ehmeqî got: "Şîva xwe kiriye bin xwe!" Ez dû re gelekî di ber vê gotinên xwe de ketim çimkî bapîrê min ne mîna dêbavên min stemkar bû. Lê ez jî qet ji wê yekê hez nakim ko dêbav dibêjin: "Ji ber ko me tu aniyî dinyayê û tu mezin kirî, divê tu hertim guhdar û xizmetkarê me bî!" - Ji xwe eger biryar di destên min de bûya, min ê nehiştibûya ko kesek min bîne dinyayê û li vir mezin bike...
Belê, wê şevê me suhbet û devjenkiyek dirêj bi hunermendê zimandirêj, lêvşotirk, lewçe, didanketî û bêpidû Elo re kir. Me herduyan bi wê suhbetê dilê xwe ji gotinên gemar pak kir û yek ji me li ser sercila Qantira Avis û yek jî di bin kurtanê Mehîna Stewr ve ket xewek giran. Xwedê şahid û govan e ko kesî li vê cîhana derewîn nedixwest ko em spêdeyê sirpîsax şiyar bibin. |