HELSÎNKÎ, 24/7 2009 — Mala Endre bû navê wî gundikê varê û bi çiyayên bilind dorpêçkirî. Gelî rastgeh û biber bû lê çemek fire yê ji çiyayan ew ker dikir. Ev çem dirijî deryaçeya li binê gund, cihê meydanek berfire.
Bi belemê bi deryaçeyê ve hatibû yekem kes yê ko ev dever çandibû. Navê wî Endre bû, û rûniştvanên gund dûndeha wî bûn. Hinan digot ko ew piştî kuştina kesekî revîbû vir lew ûcaxa wî wa reşbîn bû. Hinan jî digot ji ber çiyayan e ko wa bilind in ko ta li nîvroyên nîveka havînê jî tav li gelî nade.
Hêlîna xertelekê li raserî gund hebû. Ew li ser lêva zinarekî li rizdeyek bilind yê çiya hatibû çêkirin. Her kesî dikarî bibîne dema xertela mê dadida ser hêlînê lê kesî nedikarî hewa bikeve wir û xwe bigihîniyê. Nêrexertel teşîrêsk li raserî gund dikir, geh xwe di berxekê werdikir, geh di karikekê; carekê wî ta zarokek biçûk jî revandibû. Lew li gund aramî peyda nedibû hindî ko ew hêlîn li wir ba. Xelkê digot ko berê carekê du birayan xwe gihandibû hêlînê û ew xirab kiribû. Lê vî zemanî kesî nikarîbû xwe bigihîniyê.
Çi cara du kesan li gundê Endre hev dîtiba, suhbeta wan rikrast diçû ser hêlînê û wan serê xwe radikir û li wê dinerî. Wan ew hemû dizanî ka xertel kengî piştî sersalê vegerîbûn, ka wan li kû xwe di erdê werkiribû û ziyan kiribû û ka kî dawîn car tê koşîbû hewa bikeve hêlînê. Kurran hê ji zarokî ve xwe dielimand hilketina bi dar û zinaran ve daku carekê wek wan herdu birayan hilbikevin hêlînê û wê xirab bikin. Li dema çîroka me Leif fêristirîn xortê gundê Endre bû. Ew ne ji xelkê gund bû, pirça wî xelek û çavên wî hûr bûn û ew di hemû pêşbaziyan de jêhatî bû û dilketiyê keç û zeriyan bû. Wî hê ji zû ve pesna xwe dida ko dê carekê bigihe hêlînê, lê yên pîr texmîn dikir ko ya baş ew e ko bi hindê methên xwe neke.
Van gotinan ew zivêr dikir, û hê berî ew bibe zelam,wî xwe li hêlînê cerriband. Yekşemek zelal ya berhavînê bû; diyar e têjik ji hêkan derketibûn. Bi komên mezin xelk li binê rizdeyê çiya civîbûn daku lê temaşe bikin. Yên pîr ew hişyar dikir û yên genc ew def dida berev hewaketinê. Lê wî tenê guh dida daxwaza xwe, sekinî ta ko mêxertel ji ser hêlînê firrî, kurrik xwe hilavêt û li bilindiya çend bermilan şorr ma. Ew dar li kendek zinaran bû û kurrik dest pê kir pê ve hilket. Ber û kevirk ji ber piyên wî vediresîn, ax û xîz girrêl dibû xwarê. Wek din ti deng nedihat. Tenê xwişîna dengnizm ya bênavbirr ya çem dihat bîstin. Tavilê rizde dewr da. Kurrik demek dirêj bi destekî ma, piyên wî ji ber diçûn û wî nedikarî baş bibîne. Gelekan, bi taybetî jinan, berê xwe jê girt û got ko wî dê wiha nekira ger dêbavên wî sax ban. Lê taliyê wî xwe gihand bineciyê. Lê car destek wî û car piyek wî sist dibû û kurrik dihilisî lê cardî jî xwe pê ve dişidand. Yên li jêr dengê lêdana dilên hev dibîst. Hingê keçikek zirav, ya ko bi tenê li ser kevirekî rûniştî bû, rabû ser xwe. Wê destê xwe dirêjî jor kir û gazî kir: "Leif, Leif, çima wa dikî?" Hemû li wê zivirrîn, bavê wê li tenişt wê rawestî bû û hişk lê dinerî lê keçik pê nedihesî. "Were xwarê, Leif", wê bang kirê. "Ez ji te hez dikim. Tu bi hewaketina wir ti tiştî bi dest naxî.!"
Xelk pê hesî ko kurrik li pêşniyaza wê fikirî, çend kêlîkan rawestî lê paşî hewaketina xwe domand. Dest û piyên wî xwe baş zeft dikirin lew demek dirêj her tişt baş meşî lê paşî westînê dest pê kir ji ber ko kurrik pirr car radiwestî. Kevirkek gindirrî jêr. Ew mîna pêşbîniyê bû; hemû kesên li binê rizde lê nerî ta kevirk ket erdê. Pirraniya wan êdî xwe ranegirt lew ji wir pelate bûn. Tenê keçik hê li ser kevirê bilind sekinî bû, destên xwe dihejandin û li silal dinerî. Leif tê koşî bi destekî xwe bi rizde ve zeft bike lê destê wî dahilisî - keçikê baş dît - wî da xwe bi destê din lê ew jî daxijikî. "Leif", keçik wa bilind qîjî ko çiya deng veda, û hemûyên din jî beşdarî qîjîn û qîrrînê bûn. "Ew ê bikeve!" ew qîrrîn, û jin û mêran destên xwe ber wî ve dirêj kirin. Belê, ew dahilisî, zîx, ber û ax li gel xwe da-anîn, hê jî datehisî û hê lezgîntir dahat. Mirovan berê xwe jê girt, wan bîst ka çawan qajînek dirrinde ji rizdeyê çiyayê li pişt wan hat û ka çawan tiştek giran mîna gumtilek axa şil şepî erdê.
Dema wan dîsan wêrî awir bidinê, wan dît ko kurrik bi erda li binê rizde ve wa merriçîbû ko êdî nedihat nasîn. Keçik li ser kevir daketî bû, û bavê wê ew rakir û bir.
Xortan, ko herî zêde Leif ber bi hewaketinê pal dabû, hema newêrî li hawarê biçin, hinan ta newêrî lê binerin jî. Hingê yên pîr neçar man dest biavêjinê. Zelamê herî pîr, dema dest avêt kurrik, got: "Mixabin ko ev bi serî hat - lê" wî lê zêde kir, "baş e ko tiştek wa bilind heye ko her kes nikare xwe bigihîniyê."
***
Wergerandin: Husein Muhammed |