HELSÎNKÎ, 11/8 2008 — Berî min jî, çend camêran Qur’an kiriye kurdî. Min di wergera xwe de sûde ji hin ji wan jî wergirtiye: bi taybetî ji wergera Seyd Elî Şîlanî, ya Abdullah Varlî û (vê dawiyê jî) ya Mela Mihemedê Hekarî yên bi kurmancî (ya Şîlanî bi alfabeya erebî ye) û ji wergereke soranî (”Tefsîrî Asan”).
Ew wergerên navborî hemû jî gelek hêja ne. Lê mixabin yek ji wan jî ne li gor kurmanciya standard û sade hatiye nivîsîn. Ya hêja Varlî bi peyv û hevokên gelek asê hatiye nivîsîn. Wergera Şîlanî bi alfabeya kurdî-erebî û bi giranî jî bi devoka behdînî ye loma xwendevanên kurmancî yên ko tenê bi alfabeya latînî dixwînin nikarin wê bi kar bînin. Wergera Hekarî (ko bi xwe bi pirranî kopiya wergera Şîlanî ye) bi devoka hekarî û behdînî ye û hem ne li gor rastnivîsiya kurmanciya standard e û hem jî xwendina wê bo kesên ko tenê nasyar û aşnayên kurmanciya rojava (botanî) ne, hinekî dijwar e. Lê dîsa jî, eger wan camêran berî min dest bi vî karî nekiriba, dê rêya min hê jî asêtir ba loma ji dil deyndar û spasdarî wan im.
Ji bilî van wergerên kurdî, min di wergera xwe de bêguman teksta orijînal ya bi erebî wek bingeh girtiye. Min herwiha sûde û mifa ji sê wergerên inglîzî (Abdullah Yusuf Ali, Muhammad M. W. Pickthall û M. H. Shakir) û çend şiroveyên (tefsîrên) bi erebî jî bi kar anîne. Lê armanca min tenê wergerandina Qur’anê bûye, ne şirovekirin û ravekirina wê. Bawer dikim ko xwendevan dikarin pirraniya Qur’anê bi asanî bêyî ravekirinê jî bixwînin. Tenê carine bo temamkirina hevoka kurdî neçar mame çend peyvan di milbendan de [...] lê zêde bikim daku hevok bêt fehmkirin. Wek dî, min hewl nedaye diyar bikim ka çi peyv çima hatiye gotin.
Pirraniya wergêrên Qur’anê mela û kesên dî yên dîndar in. Mebesta wan bi wergerandinê ew e ko kurd bikarin vê pirtûka pîroz bi zimanê xwe bixwînin û daku karûbarên xwe yên dînî û civakî li gor şertên îslamê bimeşînin. Bêguman ev meremek giring e. Lê nirxek dî jî yê Qur’anê heye: bi baweriya min ew kitêbek bihagiran ya wêjeyî anku edebî ye. Min xwestiye ko bi vê wergera xwe bi taybetî nirxê bilind yê Qur’anê yê edebî bidim pêş.
Min xwestiye ko wergera xwe bi zimanekî asan (sanahî, hêsan) û sade binivîsim. Ta ji min hatiye, min kurmanciya standard û sade bi kar aniye. Min bi zanetî hin peyvên erebî jî di wergerê de bi kar anîne. Nabêjim ko li cihê wan mirov nikare hin yên kurdiya ”pak” û ”petî” jî bi kar bîne, lê ewpeyvên erebî yên ko min xebitandine niha di zimanê me de rûniştî ne û heta ji hevwateyên (sînonîmên) xwe yên kurdî jî baştir tên famkirin. Loma bikaranîna wan xwendinê bo xwendevanan asantir û xweştir dike.
Li aliyê dî, min di navên pêxemberan de formên wan yên bi kurdî bi kar anîne. Jixwe pirraniya wan navan ji destpêkê ve îbranî ne (cuhyanî ne anku bi zimanê yehûdiyan in) û di erebî ew li gor şiklê xwe yê erebî tên bikaranîn. Loma min, bo nimûne, nav wek Birahîm, Simayîl, Aqûb û Ûsiv bi kar anîne, ne wek bi erebî: Îbrahîm, Isma’îl, Ye’qûb û Yûsif (yan wek bi îbranî: Avraham, Îşmaêl, Ye’eqov û Yosêf).
Fermûn sûreta Ûsiv anku beşa 12-ê ya Qur’anê. Ev serpêhatiya evîna Ûsivî û Zelîxayê paşî bûye îlhama gelek şair û helbestvanan. Navê Zelîxayê (Zileyxayê, Zuleyxayê) di Qur’anê de nehatiye gotin lê berhemên piştî Qur’anê bi yekdengî dibêjin ko navê vê jina ko bû evîndara Ûsivî, Zelîxa ye.
Hêvîdar im ko rojekê hemû Qur’anê diyarî we xwendevanên delal bikim.
***
Bi navê Yezdanê dilnerm û dilovan
1. A L R *. Ev gotinên Kitêba zelal in.
2. Bi sond, Me** ev Qur’ana bi erebî şandiye daku hûn tê bigihin.
3. Em dê yek ji baştirîn serpêhatiyan bo te bibêjin û bi vê Qur’anê diyar bikin ji ber ko tu berî vê ji nezanan bûyî.
4. Dema ko Ûsiv gote babê xwe: ”Babo, bi sond, min di xewna xwe de yazde stêrên gerrok û herwiha tav û heyv dîtine, û min dîtiye ko ew li pêş min xwe diçemînin”, hingê
5. babê wî gotê: ”Kurrê min! Behsa xewnên xwe bo birayên xwe neke; yan ne, ew dê dijî te dest bi planên dizîkî bikin. Bi sond, şeytan dijminê mirovan yê diyar e.
6. Bi vî awayî Xwedayê te dê te bibijêre û dê van serpêhatiyan bo te şirove bike, û Ew dê te û dûndeha Aqûbî bisitirîne, wek çawan ko Wî bavkalên te Brahîm û Îshaq jî sitirandin. Bi rastî, Xwedayê te zana û hişmend e.”
7. Di serpêhatiya Ûsivî û birayên wî de nîşanên diyar bo wan kesan hene yên ko lê vekolin.
8. Belê, wan got: ”Ûsiv di nav birayên xwe de bo babê me ji me yên dî ezîztir e herçend e ko em ji koma eynî birayan in. Bi rastî, babê me li ser rêyek şaş e.
9. Ûsivî bikujin yan dûr bixin welatekî biyanî daku babê we bala xwe bide we û hûn piştî hingê bextiyar bibin.”
10. Çend kesan ji wan got: ”Ne, Ûsivî nekujin. Wî biavêjin binê bîrekê daku belkî hindek rêving wî li gel xwe bibin û hûn di plana xwe de bi ser bikevin.”
11. Wan got: “Babo, çi ye ko tu nahêlî Ûsiv li gel me bêt? Bi rastî, em ê qenciyê li wî bikin.
12. Wî sibê li gel me bi rê bike, bila li gel me lîstik û yariyan bike û em ê baş çavdêriyê lê bikin.”
13. Wî gotê: “Bi rastî jî ditirsim wî li gel we bişînim. Û ditirsim ko gurg wî bixwe eger hûn çavdêriya wî nekin.”
14. Wan gotê: “Eger gurg wî bixwe, herçend e ko em gelek in, ma ne dê pêşî me bixwe?”
15. Dema ko wan ew li gel xwe bir û wan li hev kir ko wî berdin binê bîrê, Me hingê ji wî re diyar kir: “Bi sond, dê carek bêt ko tu dê behsa kiryara wan bo wan bikî dema ko ew êdî te nanasin.”
16. Paşî berê êvarê ew li babê xwe vegerîn û girîn.
17. Wan got: ”Babo! Me pêşbezî kir û me Ûsiv li nik tiştên xwe hişt û hingê gurgî ew xwar. Lê em çend rastiyê bibêjin jî, tu ji me bawer nakî.”
18. Wan gumlekê wî yê ko wan bi xwînek dî lewitandibû anî. Aqûbî got: ”We di nav xwe de ev plan kiriye. Bi Xwedê, niha divê sebir bikim, û ez ji Xwedê dua dikim ko alîkariya min bike daku tehemila vê ya hûn dibêjin bikim.”
19. Paşî karwanek di wê derê re borî û avkêşê xwe şand ser bîrê. Wî setila xwe berda binê wê. Paşî gazî kir: “Mizgînî! Kurrikek tê de ye!” Wan ew bo xwe rakir wek ko eşyayê firotinê be lê Xwedê dizanî ko ew çi dikin.
20. Paşî wan ew bi çend qirûşên zîvîn firot ji ber ko li wan bar bû.
21. Û misriyê ko ew kirrî, gote jina xwe: ”Wek mêvanekê qedrê wî bigire! Belkî ew feydeyek mezin bide me û belkî em wî bikin kurrê xwe.” Wisan Me li wî welatî warek da Ûsivî daku Em van serpêhatiyan bo wî şirove bikin. Yezdan fermanên xwe diyar dike lê pirraniya mirovan tê nagihin.
22. Piştî ko Ûsiv xurt û mezin bû, Me fehm û aqil dayê. Tam bi wî awayî Em qencîkeran wan xelat dikin.
23. Paşî jina ko Ûsiv di mala wê de dijiya, xwest wî radestî xwe bike; derî lê girt û gotê: ”Were bal min, lezê bike.” Wî gotê: ”Xwedê stara min e. Bi rastî, Xwedê baştirîn wargeh daye min, û mirovên niyetxirab qet bi ser nakevin.”
24. Jinikê ji dil biryar dabû ko Ûsivî bigire, û wî jî dê qebûl kiriba eger fermana Xwedayê xwe nebihîstiba. Me wisan kir daku wî ji gunehê û rûreşiyê biparêzin. Bi rastî, ew beniyekî Me yê dilsoz bû.
25. Herdu bi bez revîn ber derî. Hingê jinikê gumlekê wî ji piştê ve dirrand, û li ber derî mêrê jinikê hat pêşiya wan. Jinik qêrrî: ”Ma ji bilî zindanê yan cezayek giran, çi ye sizayê wî yê ko dixwaze xirabiyê li jina te bike?!”
26. Ûsivî got: ”Wê dixwest min bixirrîne.” Yeke ji xizmetkarên jinikê şahidî kir: “Eger gumlek ji pêşve hatibe dirrandin, hingê xanim rast dibêje û kurrik derewan dike.
27. Lê eger gumlek ji paşve hatibe çirrandin, hingê jinik derewan dike û zelam rast dibêje.”
28. Dema ko mêrê jinikê dît ko gumlek ji paşve hatiye dirrandin, wî got: “Bi rastî, ev lêbên te yên jinkanî ne. Hîlebaziya we dijwar e.
29. Ûsivo! Tu xeman nexwe. Û tu, jinê, daxwaza lêborîna gunehên xwe bike! Bi rastî, tu ji gunehkaran î.”
30. Paşî jinên bajarî gotin: ”Kabaniya axayî dixwaze ko xizmetkarê wê yê xort radestî wê bibe, bêhed bûye evîndara wî. Bi sond, em eşkere dibînin ko ew xirriyaye.”
31. Lê dema ko jinikê gotinên wan bihîstin, wê ew vexwendin mala xwe û xwarinek bo wan çêkir û kêrek da destê her yekê ji wan û got: ”Ûsiv, were pêş çavên wan.” Gava ko wan Ûsiv dît, gelek pesnê wî da û [hay ji xwe nema loma] destên xwe birîndar kirin û qêrrîn: ”Xwedêyo! Ev nikare mirov be. Ev melayketek jêhatî ye.”
32. Jinikê gote wan: “We ji ber wî lome li min dikirin, û rast e ko min dixwest ew radestî min bibe lê wî xwe parast. Lê eger ew bi gotina min neke, bi sond, dê wî biavêjin zindanê û ew dê şermezariyê bibe.”
33. Ûsivî got: ”Xwedêyo! Zindan bo min çêtir e ji tiştê ko ew dixwazin bi min bidin kirin. Û eger Tu wan ji min dûr nexî, ew dê min bi ber xwe ve bikêşin û ez ê bibim yek ji nezanan.”
34. Xwedê duaya wî pejirand û ew ji niyeta wan ya xirab parast. Bi rastî, Xwedê her tiştî dibihîze û dizane.
35. Paşî bo wan diyar bû ko baş e wî demekê biavêjin zindanê.
36. Du zelamên dî jî yên xort li gel wî ketin zindanê. Yekî ji herduyan got: ”Min di xewna xwe de dît ko tirî digivêşim û dikim mey.” Û yê dî got: ”Min di xewna xwe de dîtiye ko nanî li ser serê xwe hildigirim û teyr wî dixwin. Bo me bêje ka maneya wan çi ye. Bi rastî em dibînin ko tu qencîker î.”
37. Ûsivî gotê: ”Berî ko xwarina we bo we bêt, ez ê behsa xewnên we bo we bikim ji ber ko Xwedê ez fêr kirime. Min dest ji ilmê wan kesan berdaye yên ko baweriyê bi Xwedê û axretê nakin.
38. Ez li ser rêya dînê bavkalên xwe Brahîmî, Îshaqî û Aqûbî dimeşim. Nabe em ti kesî hevberî Xwedê bikin. Ev dilovaniya Xwedê ye bo me û hemû mirovan lê pirraniya xelkê ne spasdar in.
39. Gelî hevalên min yên zindanê! Ma çêtir e ko gelek xweda hebin yan tenê Xwedayekî ko hemû hêz heye?
40. Yên ko hûn ji bilî Xwedê diperêsin, tenê nav in ko we yan bavkalên we danîne. Xwedê ew ji jor ve ferman nekirine. Emir tenê di destê Xwedê de ye. Wî ferman daye ko nabe hûn ji bilî Wî ti kesekî dî biperêsin. Ev dînê rast e lê pirraniya mirovan tê nagihin.
41. Hevalên min yên zindanê! Yek ji we dê meyê bo vexwarinê pêşkêşî xwedanê xwe bike lê yê dî dê bêt xeniqandin û teyr dê bên serê wî bixwin. Qedera pirsa we ev e.”
42. Û wî gote yê ko dê bihata parastin: ”Min bîne bîra axayê xwe!” Lê şeytanî kir ko ew ji bîr bike loma Ûsiv çend salan di zindanê de ma.
43. Paşî paşayî got: “Min di xewna xwe de dît ko heft çêlekên lawaz heft yên qelew dixwarin û min herwiha heft guliyên genimî yên terr û heft yên hişk dîtin. Gelî rêberên min, ka bo min vê xewnê ravebikin bikin madem ko hûn ravekerên xewnan in.
44. Wan gotê: “Ev xewnên tevlihev in û em nikarin yên wisan şirove bikin.”
45. Hingê Ûsiv hat bîra yê ko ji zindanê serbest bûbû û wî got: ”Min bişînin bal wî, ez ê bo we xewnê şirove bikim.”
46. ”Ûsiv! Tu rastgo yî! Bo me heft çêlên zeîf yên ko heft yên qelew dixwarin û herwiha heft guliyên terr û heft yên hişk şirove bike.”
47. Wî gotê: ”Divê hûn heft salan zeviyên xwe wek berê xwedan bikin lê dexlê ko hûn bidirûn divê hûn di guliyên wî de bihêlin, tenê piça ko hûn bixwin ne tê de.
48. Paşî dê heft salên xelayê bên û dê dexlê we bo pêşerojê parastî xilas bike û tenê hinek tov dê bo çandinê bimîne.
49. Piştî wan salan, dê baran bêt û xelk dê bikarin tirî bigivêşin [daku bibe mey û mewîj].”
50. Û paşayî got: ”Wî bînin bal min!” Lê gava ko qasid hat nik Ûsivî, vî got: “Vegere bal axayê xwe û jê bipirse ka ew jinên ko destê xwe birîndar kirin çi dikin. Bi sond, Xwedayê min niyeta wan dizane.”
51. Û paşayî ji wan pirsî: “We çi niyet hebû dema ko we hewl da ko Ûsivî bixirrînin?” Wan gotê: ”Bi Xwedê, me hay jê nîne ko wî ti tiştek xirab kiribe!” Jina axayî got: ”Niha rastî eşkere bû. Min dixwest wî bixirrînim lê ew rastgo ye.
52. Vê dibêjim daku ew bizane ko dema ew ne hazir be ez derewan lê nakim ji ber ko Xwedê rêya rast nîşanî bêbextan nade.
53. Û nikarim bibêjim ko canê min ji gunehan azad e çunkî bi rastî giyan dikeve ber xirabiyan eger Xwedê dilovaniyê nede. Bi rastî, Xwedayê min dilnerm û dilovan e.”
54. Hingê paşayî got: ”Ûsivî bînin bal min. Ez ê wî bikim xizmetkarê xwe. Piştî ko paşa li gel wî peyivî, got: ”Ji îro pêve me bawerî bi te heye û tu payebilind î.”
55. Ûsivî gotê: ”Tu xezîneyên welatî bike bin destê min, ez bi rastî sexbêr û hişmend im.”
56. Wisan me payeyek bilind da Ûsivî daku ew bikare li dereke bi dilê xwe bi cih bibe. Em dilovaniya xwe diyarî wî dikin yê ko Em bixwazin, û Em heqê qenciya qencîkeran jî ji bîr nakin.
57. Bi rastî, xelatê wan yên ko bi fermanên Xwedê dikin dê di pêşerojê de mezintir be.
58. Paşî birayên Ûsivî hatin bal wî. Wî ew nasîn lê wan ew nenasî.
59. Û dema ko wî barê wan hazir kir, gotê: “Birayê xwe yê ji babê xwe bînin bal min. Ma hûn nabînin ko ez bo we baş dipîvim û malxwêyekî mêvanperwer im?
60. Lê eger hûn wî neînin nik min, ez ê qet qûtî nedim we û nêzîkî min nebin.”
61. Wan gotê: “Sond be, em ê bi dilxweşî daxwaz bikin ko babê wî, wî li gel me bişîne bal te.”
62. Ûsivî gote xizmetkarên xwe: “Pareyên wan jî bikin di nav eşyayê wan re daku dema bigihin malê pê bihesin û dîsa vegerin.”
63. Dema ko ew hatin bal babê xwe, gotê: ”Babo, qût dê ji me bêt vebirrîn, eger birayê me li gel me neşînî. Em ê baş çavdêriyê li wî bikin.”
64. Wî gotê: ”Ma ez dikarim wî bispêrim we piştî ko min birayê wî spart we. Lê Xwedê baştirîn parêzvan e; Ew dilnermtirîn dilovan e.”
65. Dema ko wan eşyayê xwe vekir, dît ko pareyê wan lê hatiye vegerandin. Wan got: ”Babo, ma em hê çi hêvî bikin? Ev e pareyên me jî hatine vegerandin, me dexlûdan bo malbata xwe peyda kiriye, em ê baş birayê xwe jî biparêzin û bi qasî barekî hêştirê zêdetir jî qûtî wergirin. Ev qas ne bes e.”
66. Babî got: “Ez wî li gel we bi rê nakim heta ko hûn li pêşberî Xwedê sond nexwin ko hûn dê bi esehî wî li min vegerînin eger rewş rê lê negire.” Piştî ko wan soz dayê, wî got: ”Xwedê ya ko em dibêjin bi cih bîne.”
67. Û dewam kir: ”Lawên min, ne di eynî dergehî re lê her yek di yekî re herrin nav bajarî lê ez qet nikarim we ji ya ko Xwedê bike biparêzim. Çare tenê di destê Xwedê de ye. Ez hêviya xwe dispêrim Wî û bila her kesê hêvî dike xwe bispêre Wî.”
68. Gava ko ew li gor şîreta babê xwe çûn nav bajarî, şîreta wî jî nikarî wan li dijî Xwedê biparêze lê mirada di dilê Aqûbî de hasil bû. Bi rastî, ew agadar bû ji ber ko Me ew fêr kiribû lê pirraniya xelkê fam nakin.
69. Dema ew gihiştin bal Ûsivî, wî birayê xwe [yê biçûk] girt nik xwe û gotê: ”Ez bi rastî birayê te me lewma xeman nexwe ko wan ev bela aniye serê te.”
70. Û dema ko wî barê wan da hazirkirin, yekî [ji xizmetkaran] tasek kir di nav barê birayê wî re. Paşî yekî [ji xizmetkaran] kir hewar: ”Hey, rêvingîno! Bi rastî hûn diz in!”
71. Ew [birayên Ûsivî] li xwe zivirîn û got: ”Çi tiştê we hinda bûye?”
72. Wan [xizmetkaran] got: “Tasa zîvîn ya paşayî hinda bûye. Her kesê ko wê bîne, bi soz, em ê bi qasî barê hêştirekê xelat bidinê.
73. Wan [birayên Ûsivî] got: “Bi Xwedê, hûn baş dizanin ko em nehatin vê derê daku xirabiyê bikin û em ne diz in jî.”
74. Zelaman [xizmetkaran] got: “Pa eger hûn derewan bikin, gerewa wê çi be?”
75. Birayan got: “Yê ko tas di nav barê wî de bêt dîtin, bila ew gerewa tasê be. Heqê kesên pûç li bal me wiha ye.”
76. Pêşî zelamekî ji têrrên wan li tasê gerrî û paşî ji têrra birayê biçûk derxist. Wisan Me ev bo Ûsivî kir hêcet çunkî wî nedikarî li gor qanûna paşayî birayê xwe li nik xwe bihêle eger Xwedê wisan neviyaba. Em kê bixwazin, qedrê wî bilind dikin. Û di ser hemû zanayan re Xwedê hemûzan e.
77. ”Madem diziyan dike, bi rastî birayê wî berî wî jî dizî kirine.” Hingê Ûsivî ew gotin di dilê xwe de veşart û bo wan diyar nekir. Wî ji xwe re got: “Hûn hê jî xirabtir in lê yê herî baş gunehên we dizane Xwedê ye.”
78. Birayan got: “Axayo, babê wî pîr e, gelek êxtiyar e. Yekî ji me li şûna wî bigire çunkî em dibînin ko bi rastî tu mirovekî qenc î.”
79. Ûsivî got: “Xwedê hevza me ji girtina her kesî bike ji bilî yê ko me tiştê xwe pê dîtiye. Eger wisan bikin [anku kesekî dî bigirin], bi rastî em ê bêwijdan bin.”
80. Piştî ko birayên wî ji rizgarkirina birayê xwe bêhêvî bûn, wan xwe bo danûstandinê veder kir. Mezinê wan got: “Ma nayê bîra we ko we bi navê Xwedê soz da babê xwe û we berê jî soza xwe li ser Ûsivî şkand? Ez qet ji vê derê naçim heta ko babê min fermanê nede yan Xwedê wisan neke çunkî ew baştirîn dadwer e.
81. Hûn li babê xwe vegerin û bibêjinê: ‘Babo, bi sond, kurrê te dizî kiriye. Û me tenê soza wan tiştan daye yên ko em dizanin û em nikarin çavdêriya wan tiştan bikin yên ko nayên dîtin.
82. Ji bajarê ko em lê bûn yan karwanê ko em pê re hatin bipirse. Bawer bike ko em tam û tenê rastiyê dibêjin.’”
83. Wî [babê wan] gotê: “Na, we bi xwe ev serpêhatî çêkiriye. Divê ez bênfireh bim. Belkî Xwedê wan hemûyan pêkve vegerîne. Bi rasti, Ew her tiştî dizane û yê herî hişmend e.”
84. Û wî rûyê xwe ji wan veda alî û got: ”Ax, çi xemgîn im bo Ûsivî!” Û çavên wî lehiyên rondikan bûn ji ber xemê ya ko wî vedişart.
85. Wan gotê: ”Bi Xwedê, tu bo bibîranîna Ûsivî zêde dilnazik î heta ko bimirî.”
86. Wî got: “Ez xem û derdên xwe yên giran tenê bo Xwedê dibêjim, û Ew min ji tiştên hûn nizanin agadar dike.
87. Lawên min, herin li Ûsivî û birayê wî bigerin û ji dilovaniya Xwedê guman nekin. Bi rastî, ji bilî bêdînan kes hêviya xwe ji rehma Wî nabirre.”
88. Ew vegerîn bal Ûsivî û gotê: “Axayê dilovan, belayek bi serê me û gelê me hatiye û me tenê piçek pare hene. Lê dîsa jî têrrên me dagire, li me dilovan be çunkî Xwedê dê dilovanan xelat bike.”
89. Wî gotê: “Hûn dizanin ko we çi li Ûsivî û birayê wî kir dema ko hûn nezan bûn?”
90. Wan got: “Bi rastî tu Ûsivî?” Wî got: “Ez Ûsiv im û ev jî birayê min. Xwedê qencî li me kiriye. Bi rastî, Xwedê xelatê qencan ji bîr nake û yên wan jî ji bîr nake yên ko wî diperêsin û bênfireh in.”
91. Wan got: “Bi Xwedê, Wî tu bilind kiriyî raserî me, û bi rastî em gunehkar in.”
92. Wî gotê: “Bila lome li we neyên kirin. Xwedê hûn efû kirine û dilovantirîn dilnerm e.
93. Vî gumlekê min bibin û deynin ser çavên babê min daku ew dîsa dinyayê bibîne. Û hemû malbata xwe bînin bal min.”
94. Dema ko karwan [hê nû] bi rê ketibû, babê wan [li malê] got: “Bi rastî, ez bi bêhna Ûsivî dihesim lê belkî hûn bibêjin ko min hişê xwe hinda kiriye.”
95. Wan [malbatê] gotê: “Bi rastî tu hê jî li ser gotina xwe ya berê yî.”
96. Dema ko mizgîn hat û gumlek danî ser çavên Aqûbî, bînahiya wî dîsa lê vegerî. Wî got: “Ma min negote we ko Xwedê min agadarî wan tiştan dike yên ko hûn nizanin?”
97. Wan got: “Babo, daxwaza efûkirina gunehên me bike çunkî bi rastî jî em gunehkar in.”
98. Wî got: “Ez ê bo we daxwaza efûkirinê ji Xwedayê xwe bikim. Bi rastî, Ew efûker e, dilovan e.”
99. Dema ko ew paşî hatin nik Ûsivî, wî dêbavên xwe girtin bal xwe û gotê: “Bi îradeya Xwedê, bi aramî û êmnahî li Misirê bi cih bibin.”
100. Û wî dêbabên xwe li ser textî danîn lê wan xwe li pêş wî çemand. Wî got: “Babo! Ev şiroveya xewna min ya kevn e, Xwedê ew kir rastî. Wî qencî li min kir dema ko Wî ez ji zindanê serbest kirim û ez ji çolê anîm vê derê piştî ko şeytanî dubendî di navbera min û birayên min de derxist. Bi rastî, Xwedayê min baş dizane ka çi dike. Bi rastî, Ew hemûzan û yê aqildartirîn e.”
101. Xwedêyo! Te hêz daye min û ez fêrî şirovekirina bûyeran kirime. Danerê erd û esmanan! Li dinyayê û axretê Tu alîkar î. Bila ez ta mirinê bawermend bim û min jî ji kesên qenc bihesibîne!”
102. Ev yek ji serpêhatiyan e ye ko te nedinasîn lê Me pêşkêşî te kir ji ber ko tu ne nêzîkî wan î dema ko ew plan û hîleyan hazir dikin.
103. Lê tu çi qas bixwazî jî, pirraniya mirovan bawer nakin.
104. Tu [bo dana van şîretan] pare jî ji wan naxwazî. Ev hişdarî ye bo hemû mirovên dinyayê.
105. Çendîn nîşan li erd û esmanan hene lê ew di ber re diborin û mereq jê nakin!
106. Û pirraniya wan ji Xwedayê tenê bawer nakin lê xwedayên dî dikin hevkûfên Wî.
107. Ma ew ji biryara Xwedê ya ko dê li ser kesî bêt dan yan jî belaya ko ji nişkê ve bêt parastî ne?
108. Bibêje wan: “Ev rêya min e, ez we vexwînim bal Xwedê ve ji ber ko Ew rêberiya min dike wek ko rêberiya yên berî min kiriye. Pesn bo Xwedê. Ez nadim dûv bêdînan.”
109. Berî te, me zelam tenê ji nav bajariyan dibijartin û fermanên xwe pê radigihandin. Ma ew li dinyayê negerîn û wan nedîtin ka çi bi serê yên ko berî wan dijiyan hat? Cihê yên ko [Xwedê] diperêsin dê bi rastî çêtir be. Ma hûn hê jî fam nakin?
110. Dema ko qasidên Me diketin bêhêvîtiyê û xelkê bawer dikir ko derew bo wan hatine kirin, Em dihatin alîkariya wan. Wisan Me ew kesên ko bi dilê Me bûn diparastin, û rê li ber cezayê ko Em didin gunehkaran nayê girtin.
111. Bi rastî, di van serpêhatiyan de ders bo kesên tê bigihin hene. Ev ne çîrokek çêkirî ye lê tenê pesindkirina bûyerên berê ye, şiroveya her tiştî ye û rêber û dilovanî ye bo yên ko bawer dikin.
* A L R anko ”Elîf Lam Ra”: Wateya van her sê herfan û hin herfên dî yên di Qur’anê de nayê zanîn. Hin şiroveker maneyên cuda-cuda didin wan lê pirraniya ravekeran neçar in bibêjin ko ”Xwedê baştir dizane”.
** Dema ko Xwedê di Qur’anê de behsa xwe dike, dibêje ”Em” yan ”Me”, ne ”Ez” yan ”Min”.
***
Kerem bikin sûreta Ûsiv ji Qur’ana pîroz bi wergera kurdî. Ev sûretek ji wan 33 sûretan e ko min ta niha ji Qur’anê kirine kurdî. |