FÎNLANDIYA, 16/7 2008 — Helbestvan û wergêrê hêja Kawa Nemir di hevpeyivînekê de li gel rojnamevan Maşallah Dekak bi berfirehî behsa karê xwe yê wergerandina wêjeyê dike. Hevpeyivîn di Peyamnerê de belav bû û paşî gelek malperên dî jî yên kurdî, Nefel jî di nav de, ew weşand. Giring e ko her nivîskar û bi taybetî her wergêrê kurd wê bixwîne.
Ji ber ko ez bi xwe jî ev bi salan e mijûlî wergerandinê me, nirxek mezin didim kek Kawayê zîrek û jêhatî. Li ser giringiya wergerandinê ez bi birêz Kawa re hevbîr im. Lê çend tişt di hevpeyivîna wî de hene ko dixwazim nerînên xwe yên cuda li ser pêşkêş bikim.
1. Wergerandina ji wergeran
Kek Kawa Nemir di hevpeyivîna xwe de rexneyên dijwar li wergerandina ji wergeran anku wergerandina ji zimanê duyem yan sêyem dike.
Wergerandina ji wergeran yan wergerandina ji zimanê duyem tê wê wateyê ko pêşî (1) berhemek bi zimanekî hatiye nivîsîn, paşî (2) ji wî zimanî li zimanek hatiye wergerandin û piştre (2) ji wê wergerandinê li zimanek din tê wergerandin.
Bo nimûne: Shakespeare berhemên xwe bi inglîzî nivîsîne. Tirkan hinek ji wan li zimanê tirkî wergerandine. Eger kesek rabe wan ne ji inglîzî lê ji tirkî li kurdî wergerîne, hingê ew “wergerandina ji wergerê” yan jî “wergerandina ji zimanê duyem” e.
Di rewşa herî îdeal de, her nivîs ji zimanê ko pê hatiye nivîsîn û rasterast li zimanê kurdî tê wergerandin. Anku Shakepeare ne ji wergerên tirkî lê yekser anku dîrek ji inglîzî li kurdî tê wergerandin. Dostoyevskî ne bi rêya frensî yan swêdî lê dîrek ji rusî li kurdî tê wergerandin. Fernando Pessoa ne ji inglîzî lê dîrek ji portugalî (portekîzî) li kurdî tê wergerandin. Bi vî awayî ew şaşiyên ko di wergerên yekem de (em bêjin ji inglîzî li tirkî) dê di wergera ji zimanê duyem de (em bêjin ji tirkî li kurdî) dubare nebe.
2. Wergerandina ji wergeran ne “bêçine û badilhewa” ye
Kek Kawa jî dixwaze ko werger dîrek ji zimanê ko tekst pê hatiye nivîsîn li kurdî werin wergerandin. Wiha bi kêmî rê li ber hinek ji şaşîtiyan dê bêt girtin. Lê rêzdar Kawa neheqiyek mezin li wergêran dike dema ko wiha dibêje:
“Ev karê ko tê kirin (anku wergerandina ji wergeran – HM), karekî bêçine ye, badilhewa ye. Navê vî karî sextekarî ye.”
Li gor ferhenga kurdî – kurdî Wîkîferhengê peyvên “bêçine” û “badilhewa” tên wateya “bêfeyde, bêkêr, bêmifa, bêwec, hewante, pûç, vala”.
Heta niha bi dehan pirtûk û bi sedan yan hezaran berhemên pexşanî yan helbestî ji wergeran li kurdî hatine wergerandin. Bo nimûne, “Don Kîşot (Don Quijote)” ya Miguel Cervantes ne ji spanî lê bi rêya swêdî (û tirkî?) hatiye kurdîkirin. “Bazirganê Vênîsya” ya Shakespeare ne ji inglîzî lê bi rêya erebî wergeriye kurdî. “Merivên Reben” û “Şevên Spî” yên Dostoyevskî ne dîrek ji rusî lê bi rêya swêdî û tirkî bûne malê zimanê kurdî. Ev tenê çend mînak in lê bi ti awayî ne tek mînak in. Min bi xwe zewqek mezin ji xwendina wan wergirtiye. Ji bilî xwendina wan ya bi kurdî, min herwiha ew bi hin zimanên din jî xwendine. Min “Bazirganê Vênîsyayê” bi inglîzî jî xwendiye. Cervantes û Dostoyevskî jî bi wergerên fînlendî (fînî) xwendine. Ev wergerên fînlendî dîrek ji zimanên yekem hatine kirin. Lê dîsan jî kêmasiyên ko min di van wergerên kurdî de dîtine mînîmal in. Bi ti awayî jî mirov ji van berheman yan ji keda ko wergêrên wan daye re nikare bibêje “bêçine” yan “badilhewa”!
Rast e ko di rewşek optîmal de dê çêtir ba eger wergêrên van berheman zimanên orijînal yên van berheman zanîban û ew dîrek ji berhemên resen (ne ji wergeran) wergerandiban.
Lê madem ko rewş ew e ko me zimanzan û wergerên wisan nînin yan kêm in yan jî wî karî nakin, gelo em van berhemên hêja yên wêjeya cîhanê qet li zimanê xwe wernegerînin?
Gelo ma ji ber ko me wergerên portugalîzan (portekîzîzan) nînin, nabe ko em Paulo Coelho û Fernando Pessoa qet bi rêyên wergerên ji zimanên din li kurdî wergerînin? Ji ber ko em çekî û polonî nizanin, ma divê zimanê kurdî ji Jaroslav Hašek û Stanisław Jerzy Lec bêpar be. Ji ber ko ez îtalî û yewnanî nizanim û nabînim ko ti kurdek din jî Salvatore Quasimodo yan Konstantinos P. Kavafîs ji yewnanî werdigerîne, ma qet nabe ko bi wergerandina çend helbestên wan xwendevanên kurdî aşnayî huner û hinêra helbestvaniya wan bikim? Ma ji ber ko em çînî û japonî nizanim, qet nabe em bi rêya wergerandina ji inglîzî li kurdî wêjeya wan bi xwendevanên kurdîxwîn bidin nasîn?
3. Wergerandina ji zimanê duyem ne “sextekarî” ye
Birêz Kawa Nemir di hevpeyivînê de li ser wergerandina ji wergeran wiha didomîne:
“Navê vî karî (anku wergerandina ji wergeran – HM) sextekarî ye.”
Dîsa ev neheqî û heqaretek mezin e ko kek Kawa li wergêrên kurd dike.
Eger kurdek rabe berhemekê ji wêjeya cîhanê wergerîne lê navê xwe li cihê yê nivîskarê berhemê deyne û wê berhemê weke ya xwe bide nasîn, hingê ew “sextekarî” ye. Eger wergêr bi zanîn berhemekê di wergerandinê de biguherîne yan hin tiştan lê zêde bike yan jî kêm bike bêyî ko ji xwendevanên xwe re bêje û bi armanca xapandina xwendevanên xwe wiha bike, hingê ew jî sextekarî ye.
Lê tenê wergerandina berhemekê ji wergerekê bi serê xwe nikare sextekarî be! Belkî kêmasî di wergera yekem de hebin û belkî ew kêmasî bi nezanî biçin nav wergera kurdî de jî. Lê navê vê “kêmasî” ye lê ne “sextekarî” ye.
Rast e ko kêmasî di wergerên kurdî de hene. Lê ew kêmasî di hemû wergerên hemû zimanan de hene. Di wan berheman de jî yên ko kek Kawa yan min bi xwe rasterast ji inglîzî li kurdî wergerandine de jî hene.
Herwiha carine hin wergerên ji wergeran ji wergerên yekser bêkêmasîtir in. Bo nimûne, hemû romanên Yaşar Kemal bi rêya inglîzî li fînlendî hatine wergerandin lê hin ji romanên wî yekser ji tirkî li kurdiya soranî hatine wergerandin. Lê yên soranî dîsan jî gelek ji yên fînlendî zêdetir bikêmasî û şaşî ne.
Bi gelek awayên din jî hin wergerên ji wergeran ji hin wergerên yekser biserketîtir in. Tiştê herî giring di wergerandinê de ne ew e ka wergerandin yekser yan jî ji wergerekê tê kirin. Tiştê pirr giringtir ew e ka wergêr jîr û zîrek e û baş zimanê kurdî dizane yan ne.
4. Wergera ji wergerê jî dikare biserketî be
Kawa Nemir li van gotinên xwe yên li jor behskirî nasekine lê wiha didomîne:
“Ji ber ko li cîhanê, di wêjeyên din de, destpêkê [wergerandina ji wergeran] hatiye ceribandin, lê di pey re rastiyê ciyê xwe dîtiye û dîtine, ko heke tu wê tekstê ji zimanê resen wernegerînî, tu caran ew tekst nagihîje armanca xwe.”
Li cîhanê berê jî ji wergeran hatiye wergerandin û niha jî ev dewam dike. Tenê zimanên herî mezin li cîhanê ew derfet û delîv heye ko pirraniya berhemên wêjeyî dîrek ji zimanên teksta orijînal wergerînin. Hemû zimanên din – hinek kêm û hinek jî zêdetir – hewceyî wergerandine neyekser (endîrek) in.
Ez bi xwe nizanim divê ev gotina Kawa ya dibêje “di pey re rastiyê ciyê xwe dîtiye” çawa bêt famkirin. Rast e ko li Ewropayê weşanxane hewl didin ko eger wergêrên ko bikarin berheman dîrek ji zimanê teksta orijînal werbigerînin û ew jî bi qasî wergêrên ko ji zimanê duyem werdigerînin baş bin wan bi kar tînin. Lê eger wergêrên wisan nebin, weşanxane xwe hertim ji bin barê wergerandina berhemên hêja nadin alî.
Gotina Kawa “heke tu wê tekstê ji zimanê resen wernegerînî, tu caran ew tekst nagihîje armanca xwe“ ne rast e. Wergera neyekser jî dikare biserketî be û ya yekser jî dikare têkçûyî be.
Bo nimûne, swêdiyan romanên Orhan Pamuk bi rêya inglîzî kirine swêdî. Akademiya Swêdê ya ko wergirên xelatên Nobel hildibijêre romanên wî bi swêdî xwendine û ew dîsa hêjayî xelatkirina bi Nobelê dîtiye. Loma eger gotina Kawa Nemir (“heke tu wê tekstê ji zimanê resen wernegerînî, tu caran ew tekst nagihîje armanca xwe”) rast ba, Pamuk ti car nedikarî bibe xwedî xelatê Nobelê.
Bi hezaran berhemên nivîskarên Rojhilatê û yên ko bi zimanên biçûk yên Ewropayê hatine nivîsîn, ne bi rêya wergerên yekser lê bi wergerên wergeran bûne malê cîhanê.
Bêguman rast e ko eger wergerandin yekser ji teksta orijînal be, çêtir e. Lê eger ew îmkan tine be, wergerandina ji wergeran jî ne herdem tiştek xirab e.
5. Wergerandina ji erebî, farisî yan tirkî ne kolonyalîzm e
Li şûna ko kek Kawa şîretên baş bide wergêrên kurd û ji wan re bibêje ka wergerandin çawan baş e û divê çawa were kirin, ew xwe zêde bi rexnekirina wergerandina ji wergeran ve diwestîne û pirsgirêkê ji hedê wê zêde mezintir dike. Ew wiha dibêje:
“Ev mesele piçekî digihîje meseleya kolonyalîzmê jî. Îro em rabin destpêkê ji dagirkerên xwe faris, ereb û tirkan wergerê bikin û di pencereya wan re li cîhanê binihêrin, ev mezintirîn şaşî ye.”
Rast e ko van miletan welatê me dagir kiriye û bandora wan li ser me heye. Lê wergerandina ji wan zimanan – çi wergerandina berhemên nivîskarên wan bi xwe be û çi jî wergerandina berhemên nivîskarên cîhanê bi rêya van zimanan be – ne kolonyalîzm e.
Kolonyalîzm ew e ko em bi zimanên wan dinivîsin, em şerm û fedî dikin bi zarokên xwe re bi zimanê xwe bipeyivin û li cihê kurdiya şirîn wan fêrî zimanên dagirkeran dikin. Lê eger Shakespeare yan Goethe yan Proust baş li tirkî yan erebî hatibe wergerandin û em jî – ji ber nebûna derfeta wergerandina ji inglîzî yan elmanî yan frensî – ji tirkî yan erebî wergerînin, ti qebahet tê de nîne.
Kawa wiha dewam dike:
“Ji van zimanan (erebî, farisî û tirkî) zêdetir pêdiviya kurdan bi zimanên Rojava û Rojhilat heye. Divê kurd bi zimanê çînî, ûrisî, îngilizî, frensî û almanî bizanibin. Divê bi kêmanî em bi sê zimanan bizanibin û wan tekstan rasterast ji zimanên resen wergerînin.”
Belkî ev gotinên Kawa rast bin lê ew dûrî realîteya me ne. Pirraniya nivîskarên me bi erebî, farisî yan tirkî mezin bûne û pirraniya karûbarên xwe yên rojane jî ji neçarî bi van zimanan dikin. Ko em rabin ji her nivîskarê xwe yê li Amedê yan Dihokê yan Qamişlo dijîn bixwazin ko ew çînî yan rusî fêr bibin û ji wan zimanan berheman wergerînin, ev xeyalek e ko em nikarin niha bikin rastî û tek encama wê dê ew be ko kurdan ji wergerandinê bitirsîne û verevîne.
6. Destberdana ji jiyanê ne mercê wêjevanbûnê ye!
Ez ji mêj ve dizanim ko kekê me Kawa Nemir bi wergerandinê ve mijûl e û ez wî yek ji baştirîn wergêrên kurd dihesibînim. Lê mixabin ew di hevpeyivînê de ji xwe zêdetir kesî nabîne. Pêşî ew kesên din wek wergêr nahesibîne ji ber ko dibêje:
“Mixabin li Kurdistana Bakur ji min û pê ve kes tune. Ji min û pê ve kesekî ko bi tenê karê edebiyatê dike tune.”
Rast e ko nivîskarên kurd – wek nivîskarên gelek miletên din jî – nikarin bi nivîsandina wêjeyê jiyara (debara) xwe bikin loma neçar in ko di ber nivîsînê re karek din bikin. Bo nimûne, ez xwe bibêjim: ji sala 1995ê ta niha ez bi kurdî dinivîsim û li kurdî werdigerînim lê hê jî rojekê min qirûşek bo nivîsîna yan wergerandina wêjeyê wernegirtiye. Loma ji bilî mijûlbûna bi karek din ve ti derfetên jîna min nînin. Nizanim ka kek Kawa bi çi dijî, lê dizanim ko pirraniya nivîskarên me wek min neçarî karkirineke ji bilî wêjeyê ne jî.
Di rewşek niha de mirov dê bêwijdan be eger ji nivîskarên kurd bixwaze ko ew ti karek din nekin. Yan jî eger karek din bikin, mirov bibêje ko ne nivîskar in. Eynî tişt bo wergêran jî dibe.
Ya giring ne ew e ka mirovî hemû dema xwe daye wêjeyê yan jî di ber wê re karek din jî dike. Pirr giringtir ew e ka mirov di wêjeyê de çi qas biserketî ye. Berevajî Kawa, gelek kesan ew derfeta betaliyê nîne lê dîsan jî wan di deh salên dawîn de ji Kawa zêdetir berhem nivîsîne yan wergerandine. Loma mirov nikare bibêje ko Kawa tek nivîskar yan wergêrê hemû Bakurê Kurdistanê ye!
6. Divê wergêrên nû bên pesinandin, ne heqaret li wan bêt kirin
Min bi xwe hay ji têkiliyên şexsî yên navbera Kawa Nemir û wergêrên din yên li Bakurê Kurdistanê nîne lê bi baweriya min Kawa di hevpeyivîna xwe de neheqiyek mezin li gelekan dike. Ew wiha dibêje:
“Ji sala 2003’an ve ye hinek rabûne û ji nişkê ve wergerê dikin û tu têkiliya wan bi wergerê nîne. Ev kes wekî tovê pirparê ne.”
Berî her tiştî ez dixwazim spasiya van kesên ko xwe bi wergerandinê ve diêşînin bikim. Kawa jî û ez jî û her kes ji me carekê “ji nişkê ve” dest bi wergerandinê kiriye. Ez tê nagihim, çima ev kesên ko sala 2003 hatine nav tevgera wergerandinê tên heqaretkirin. Ti kes ji me dema ko ji zikê maka xwe derketiye ne wergêrê Homeros û Shakespeare bû. Kawa jî, min jî û her kesê ko xwe li wergerandinê ceribandiye, pêşiyê gelek şaşî kirine û niha jî em dikin.
Kawa bi erzanî dibêje:
“Wergerê dikin û tu têkiliya wan bi wergerê nîne.”
Her kesê ko wergerê dike, têkiliya wî bi wergerandinê heye. Belkî kêmasiyên me hemûyan gelek in lê ev nayê wê wateyê ko divê hin kes dest ji wergerandinê berdin. Eger îro ev kes klasîkên cîhanê bi kêmasî werdigerînin, sibe ew heman kes yan jî nifşên li dûv wan bên dê wan kêmasiyan sererast bikin. Lê eger em îro nehêlin ko hin kes wergerên bikêmasî bikin, sibe wergerên bêkêmasî (yan kêm-kêmasî) jî nabin.
Kawa Nemir wan camêrên ko Nietzsche, Dostoyevskî yan Gogol wergerandine kurdî bêhed rexne dike û nikare di karê wan de ti hêjayiyan bibîne. Ev jî neheqiyek mezin e. Belkî rast e ko ew berhem ne ji zimanê teksta orijînal (elmanî yan rusî) hatine wergerandin û belkî ta gelek şaşî jî tê de hene. Lê dîsan jî bi temamî redkirin û recimandina wan korahî ye.
Eger Kawa dilsozî van klasîkan be û xeman ji resenmana wan bixwe, ew dikare rabe wan berheman bide ber orijînalên wan yan jî miqayeseyî wergerên inglîzî bike û kêmasiyên wan destnîşan bike. Eger wisan bike, dê mifa û sûdek gelek mezin bide me hemû wergêran. Jixwe eger wan berheman bi temamî red bike, ne kes guh dide gotinên wî û ne jî ti qîmetê wan gotinan dimîne.
7. Kurdan teşwîqî wergerandinê bikin, ne jê dûr bixin
Kek Kawa xemxwerek ziman û wêjeya kurdî ye. Ew jî xemgîn e ji ber ko kurd giringiyê nadin wergerandinê û wêjeya bilind. Ez di vî warê de hevbîrî wî me.
Lê mixabin Kawa bi van rexneyên xwe yên dijwar wergêrên kurd hem bêqîmet dike, hem wergêrên heyî dilsar dike û hem jî wergêrên nû ji meydana wergerandinê vedirevîne. Ev gotinên wî ne di berjewendiya tevgera wergerandina kurdî de ne.
***
Husein Muhammed dadnas, wergêr û nivîskar e. Ta niha heft pirtûkên wî wergerandî hatine weşandin. |