Ji riya rast dageriyan. Ketin kuçeyê. Ew dudilî bû. Jê hez nedikir. Diviyabû biçûya karê xwe. Ji bo vî karî ji cihekî pir dûr hatibû. Şeş sed û pêncî kîlometre rê birîbû.
Lê (Wî) nehişt. Wek şeytanekî ew ji rê derxistibû. Ew bi xwe bi kelecan bû û dixwest wî jî bi kelecan bike. Berî ko ew bigihîjin serê kuçê, her ko gavek davêtin di serê xwe de dibir û tanî. Halan tê dida û ew dihejand. Gava ew gihîştin, êdî nerm bûbû. Ne bi dilê xwe digel wî kete kuçê. (Ew) ji nişka ve şa bû. Got:
— Ez ê rêwîtiyeke efsûnê bi te bikim.
Wî deng nekir û da dû. Wek hatibû kedîkirin û gav bi gav dida dû wî. Digel wî diket rêwîtiyeke efsûnî…
Riyeke bi kortal û xwaro maro ko ber bi jêr ve dirêj dibû. Riyeke weha bû ko gava te gava xwe diavêt diviyabû çavekî te berdewam li jêr ba, da ko tu nehilkumî an jî tu nekevî kortalekê. Diviyabû çavê te yê din jî li jor ba, ne ko tu li dîwarekî biqelibî û di deriyekî re bikevî jêr. Hem kortal e hem kuçe ye… Ji bo wî ev ne kortal bû, kolan bû. Pêwîstiya wî pê tunebû ko çavekî wî li jêr yek jî li jor be. Ji ber ko bi çavên xwe yên hundirîn didît û zanîbû ko pêwîsîtî pê nîne…
[…Ez ê piştî şeş heft gavan bi ser destê çepê de bizîvirim… Kolan bi xwe min dizîvirîne. Digihîjim hemberî wî. Ez teneka çopê ya li ber derî tînim. Ez bernixûm dikim û diçim ser. Ez destê xwe ji qulikê dirêjî hundir dikim û ristikê dikişînim. Derî vedikim û dikevim hundir. Emînê li hundir li ber mûslixê ye. Firaxan dişo. Gava çav li min dikeve bi min re dikene. Dibêje:
— Eferim… a weha… Ma çima ez ê her car ji te re derî vekim.
Berê her cara ko ez diçûm min li derî dixist û Emînê ji min re derî vedikir. Carekê heta qirikê hatibû dagirtin. Got:
— Oof, ma destê te bi xwe şikiya ye ko tu bi xwe derî venakî?
Gava min bi wê şermê jê re got:
— Axir destê min nagihîje ristika derî.
Wê teneka tozê bernixûm kir. Ji min re danî û got:
— Here ser.
Vêca derî girt û got:
— Destê xwe dirêj bike.
Min destê xwe dirêj kir û derî vekir. Jê pê ve piştî ko ez diçûm min nema li derî dida. Lê niha divê ez li derî bidim…]
(Wî) ew şiyar kir û jê pirsî:
— Tu çi dikî?
Te digot qey ew teyşî xewê bû û bersiv dida. Got:
— Ez li derî didim.
Yê din emir lê kir û got:
— Meke… Bide pêşiya min, em herin.
Bi ya (Wî) kir. Ket pêşiya wî û çûn.
[… Mala hoste Heme Kerîm… Mala mam Qadir… Mala Sale Sineyî… Pêrar bû ko min kurê wî Heme Emîn li Bexdayê dît. Min ew nas nekir. Lê wî dest pê kir û got:
— Şiklê te ji min re ne xerîb e, mîna ko ez te nas dikim.
Min baş bala xwe dayê û mêjiyê xwe guvaşt. Bê sûd bû. Min got:
— Bibexşîne, cenabê te kî ye?
Bersiva min ew xist gumanan. Tu nemabû dev jê berda. Min got:
— Tu ya rastî dixwazî ez di naskirina insanan de bîrkorî me. Loma meke.
Hingî wî got:
— Ez Heme Emînê kurê Sale Sineyî me. Heke ez ne şaş bim em zarokên eynî taxê ne. Çi bigire em zarokên eynî kuçe û kolanê ne.
Heme Emîn… Mam Salih… Feyme Xana jina wî… Sebawa keça wî… Diya min çû xwazgîniya Seba ji bo kekê min. Diya wê gotibû bavê wê ew ji pismamekî wê re hiştiye. Dû re ji cîranan re gotibû em keça xwe nadin kesekî ko ji birçîna dimire. Ji ber wê yekê navbera diya min û diya wê û navbera bavê min û bavê wê xerab bû. Heta ko me ji wê taxê bar kir jî em bi hev re nepeyivîn.
Gava em li ser daxwaza wî çûn û rûniştin û min ev behs anî bîra wî, wî jî bi min re dest pê kir, bi hîke hîk keniya û got:
— Baş tê bîra min. Diya min jî ez her tim tehdît dikirim û nedixwest ez bi te re bipeyivim. Min digot baş e, bi rastî jî min digot ez bi te re napeyivim, lê gava em diketin nav lîstik û bazdanê min soza xwe ji bîr dikir.
Bi dirêjiya rûniştina me sohbeta me her li ser taxê bû. Gava min nûçeyên taxê yên dawî jê pirsî, derket ko ew ji min pir zêdetir nizane. Got:
— Ev huvdeh sal in ko ez jî hem ji taxê, hem jî ji bajêr qut bûme. Ez carina di nav re gava bi tesadufî pêrgî yekî wek te têm ez nûçeyên taxê jê dipirsim.
Gava min jê pirsî:
— Ma di hundirê van huvdeh salan de qet riya te bi wir neketiye?
Got:
— Na, bedaxewe!
Min got:
— Tu çi dibêjî ko em herdu bi hev re sefereke taybetî bikin û herin seredana wir… Em bi hev re li kuçe û kolanên wê baz bidin û li xirbeyê ber mala Xumsar têra xwe, xwe vegevizînin.
Wek ko em behsa tiştekî pir girîng dikin û li ser li hev tên destê xwe dirêj kir û got:
— Ka destê xwe bide min… Welleh ez ê bêm û mîna tu dibêjî bikim.
Min destê xwe da wî. Me soz da hev. Em vegeriyan hotêlê û em razan. Lê gava em sibehê şiyar bûn kes ji me li ser vê meseleyê nepeyivî. Her yek ji me çû karê xwe. Gava me nîvro dîsa hevdu dît, ew behsa ha dîsa nehat holê. Heta li der û dora esir ko ew bang kirin ser telefonê. Gava vegeriya, got:
— Divê ez herim.
Bi lez çentê xwe amade kir û çû. Min jî êdî ew behsa ha ji bîra kir. Heta vê sibehê ko şeytan ez xapandim û ez lê germ kirim û got:
— Bi salan e ko tu li benda firsendeke weha yî. Tu pêrar digel Heme Emîn li hev hatin ko sefereke taybetî bo çûna wir bikin. Niha va ye ew firsend bi hêsanî ji te re peyda bûye. Ji destê xwe dermexe.
Min çiqasî li ber xwe da û got:
— Axir ez ji bo karekî din hatime.
(Wî) dev ji min berneda û got:
— Tu digihîjî ko karê xwe jî bikî. Firsendeke û ketiye destê te. Ji destê xwe dermexe. Here û li nav kolanên taxê bide lotikan. Yek bi yek li deriyên malan bide. Bêtirs têkeve hundir û derkeve. Dawiya dawî here xwe li nav xirbeyê ber mala Xumsar vegevizîne. Firsendek ketiye destê te û ji destê xwe bermede.
Wê gavê zarokek ji deriyê mala Sale Sîneyî derketibû derve. Demek bû rawestiyabû û li wî dinerî. Gava jê haydar bû, dikir ko devê xwe veke û jê bipirse. (Wî) bi lez ew hişyar kir û jê re got:
— Bibêje ez li mala Hecî Mehmûdê Elaf digerim.
Ev gotin ne niyeta wî bû. Lê bi gotina (Wî) kir. (Wî) çi emir kir û wî jî weha got. Zarok got:
— Kesî bi vî navî li vê kolanê tuneye.
Ew di hundirê xwe de ser û bin bûbû. Spasî zarok kir û bi riya xwe de çû. (Wî) ji wî lome kir û got:
— Heke weha here tu ê teşqeleyekê bînî serê me.
Wî got:
— Yê ko teşqele aniye serê min tu yî. Min got ez nayêm, lê te bi zorê ez kêşam.
(Wî) pê re dirêj nekir. Zanîbû ko rast dibêje. Da dû wî û meşiyan…
[…Tu dibêjî qey di hundirê tunelekê de ye. Berê ne weha bû. Ez hezar carî tê re hatime û çûme… Her wek xwe ye. Tu dibêjî qey kesî destê xwe nedayê. Ew ode di ser mala Semed Axa re bû. Tenê tiştek hatiye guhertin, berê wek çira şîr bû, lê niha boz bûbû. Rojên avakirina wê baş tê bîra min. Odeyeke rêk û pêk û spî û wek çira şîr û bi pencere bû. Baş jî tê bîra min ko min ji bavê xwe re got:
— Bavo… Çima tu jî odeyeke weha spî û pak ji me re li ser ban ava nakî?
Bavê min wek bersiv destê xwe bi sozdarî di ser serê min re bir belkî ez niha bikaribim maneya wê şirove bikim. Heke na wê kêliyê ez pê dilteng bûm. Gava min pirs dubare ji diya xwe re got, wê destê xwe jî di ser serê min re nebir. Êdî her bi temamî ez xemgîn bûm û her cara ko digiham rasta wê, pirs di serê min de vedijiya. Erê bi rastî ji bo çi? Gelo min hesûdî ji wan dikir?.. Ma min jî dixwest ez wek wan bim? Gelo ji ber ko dil û hundirê min gemarî bûn? Na, na bi Xwedê, ez qet ne yekî welê bûm. Ne bi zaroktî û ne jî niha bi mezinî.
Na, na Welleh, ez xwe nas dikim. Lê odeyeke rêk û pêk, xweşik û spî wek çira şîr spî bû. Ez hogirî bûbûm û min dixwest ko odeyeke me jî ya weha heba. Aha binere, niha jî çiqasî xweşik e. Bi tenê rengê wê hebekî boz bûye. Heke na…]
Tu çi dikî?
Ha… heke na…
Ew rawestiya bû, û ji jêr ve li odeyî hildinerî. Û çavên wî li ser nixteyekê sekinîbû. Awirên xwe dagerand û li jêr nerî. Bi aliyê destê çepê ve çerx bû. Dîwarekî xwar û maro û bilind ber bi jor ve hilkişiyabû. Heta serê kuçê diçû û bi aliyê çepê ve dizîvirî. Odeya jor ya wî alî û dîwarê xwar û bilind yê vî alî şiklê deriyekî tunelê dida kolanê.
Çûn. Çûn aliyê din. Lingên xwe avêtin nav sînor. Sînorê hundirê xirbe.
Kes ne xwedî ye û her kes xwedî ye…
…Hîn wek xwe ye. Meydaneke fireh û çar serkolan in. Hingî pênc bûn. Haya min jê heye ko ya pêncem çawa vemirî… Çawa hat girtin. Çûn û hatina min ya wê kolanê ne kêmtir ji ya vê kolanê bû. Wê derê em rast derdixistin ser riya teze. Vêca ji wir jî em derdiketin nav baxçe û Weys. Her wek şerê me yê taxê, me ew wek deriyê sereke yê kelehê bi kar dianî. Derî ji qelîştekên navbera du dîwaran pêk hatibû. Ew navbir ne zêdeyê metreyekê bû. Aliyek derdiket ser rê û aliyê din cihekî sê qorzî û vala bû, û jê pê ve meydan bû. Yekem car dîwarekî ji kelpîçan di navbera herdu dîwaran de çêkirin. Piştî wê riya çûn û hatinê hat birîn. Piştî demekê ew cihê sêqorzî jî girtin. Dîwarekî bilind bi ser meydanê ve lêkirin. Ez pir li ber ketim. Min ji Heme Ceza pirsî:
— Çima welê kirin?
Wî jî tiştek jê nedizanî. Bi tenê milê xwe hejand û tiştek negot.
Kolanên din wek xwe û berê ne. Ew ê li hemberî min riya çûn û hatina xwendegehê bû. Kolana din ko ji aliyê meydanê yê din digihîjê vê kolanê riya çûn û hatina min a hundirê bajêr bû. Ez ji wir digihîştim ber aşê gûyîn, nav meydana mastfiroşan, ser meydana kafiroşan, kuçeya xumxaneyan, seracan, firaxsipiyan, ba hawizê bazarê û qeyseriya Osman Paşa. Heta ez kurê diya xwe bûm ez di wê kolanê de ji Hemama Sûret dûrtir nediçûm. Lê piştî ko ez bûm kurê bavê xwe, bi aliyê Hemama Sûret ve hildikişiyam ber bi meydana kafiroşan û heta Esheba Spî diçûm. Û bi aliyê aşê gûyîn heta ber deriyê serayê diçûm. Lê ew ê li aliyê destê çepê tenê kolana bazdana min a rojane bû. Di şiklê kevanekê de ye. Ev serî li serê meydanê ye û serê din digihîje kolana ko tê nav meydanê.
Hemû wek xwe ne. Tiştek jê nehatiye guhertin. Ev e, ez dibînim. Ev e ez kevnemeydana rimbaziya xwe jî dibînim. Lê çima welê vikî vala ye. Çima welê bêdeng û his e? Ha… tu çi dibêjî:
— Dibêjim ew li xwendegehê ne. Li saeta xwe binere. Niha saet neh û nîvê sibehê ye.
Na xêr, ez li saeta xwe nanerim. Niha dem li der û dora esir e. Meydan bi dev re ye. Hemû bi kelecan in. Em û lîstika xaran. Ez yê yekem im-tu yê herî dawî yî-duwem-tûş bike. Lê nakeve. Fen-Qilûçank?-Ez nakim-Meke-Lîstika kevir-fîkanko-Ez bi xwe yekem-Te fen kir-Ez nakim-Cehenema te-Çalçalên-Bi gwîzan?-Na bi mişmişan-Şêrîn?-Şêrîn-Pênc bi gwîzekê- Na bi heftan-Baş e-Tu-Na tu-Nakim-Ha ji te re mişmişên te û ka gwîzên min-Ez nadim-Şer-Xeyd-Çerxûfelek-Meta Xumsar-Pehînek li jûniya Ehe Kele da, Ehe Kele di cihê xwe de melisî. Agir bi kezeba diya Ehe ket. Hat şerê meta Xumsar bike. Diya min pêşiya wê birî û nehişt biçe meydana şer. Diya min digel jinên din ew birin malê. Kekê min jî destê xwe xist bin milê Ehe, û digel Heme Selîm û du-sêkên din bi hejandin çûn hundir. Meta Xumsar vegeriya ser çerxûfeleka xwe. Em jî ber bi lîstikên xwe ve vegeriyan. Ez dibînim ko kekê min derketiye derve. Li ber derî rawestiyaye. Bang min dike û dibêje were. Dibêje bes e, were xwarina xwe bixwe. Divê ez bi a wî bikim. Rast e, ez birçî me. Ez ê herim.
Niyeta te çi ye?
Ez diçim… Ez ê herim xwarinê bixwim û werim derve.
Çûyina çi, xwarina çi! Bila hişê te li serê te be...]
Rawestiya. Sê-çar gav mabûn ko bigihiştayê. Bi lez li der û dora xwe nerî. Kes nedî. Li ber xwe nerî. Awirên wî li derî asê ma…
[…Ev jî her weke xwe ye. Lê ji berê bêtir reben û kincperîtî xuya bû. Ew di dema xwe de ne ewçend jihevdeketî bû. Hê ewqasî neketibû û reng neavêtibû. Gelo aliyê wî ê din çawa ye? Ez tu guhertinan tê de nabînim.
Ax!... Hewşeke biçûk û xwaro maro. Ber bi destê çepê ve hêwanek heye. Hêwan bi ser hêwanê ve ye û odekek biçûk li ser e. Li bin wê odekê gencîneyek heye. Li hemberî hêwanê hêwaneke din a bervekirî heye.
Sertenûr e… Mitfax e… Hemam e… Avdestxane ye, bêî ko tu dîwar di navbera wan de hebe, bi tenê avdestxane ko aliyekî wê bi telîsan ve hatiye girtin. Dem dema esir e. Ez ji xwendina dibistanê ya danê êvarê vegeriyame. Ez bi lez im. Ez pir bi lez dadigerim hundir û zû dikevim odê. Ez kitêbên xwe datînim hundirê taqa xwe û bi lez derdikevim derve. Diya min bi min digire. Ez bi naçarî teslîmî wê dibim. Ew min dibe aliyê tenûrê. Wê rojê nan lêxistibûn. Hê bizot di tenûrê de hebûn. Ez kincên xwe yek bi yek ji xwe dikim. Diya min kincên min yek bi yek bi ser tenûrê de dadiweşîne. Çend qirçîn tên guhên min. Kêfa min pê tê. Ji ber ko ez ê dotira rojê bixwebawer biçim dibistanê. Tirsa Şêrwan di dilê min de namîne. Heta mirinê ji bîra min naçe. Haya min qet ji tiştekî tunebû. Min bêdeng û ji dil û hinav guhdariya mamoste dikir. Ew ji nişka ve qîriya:
— Ay mamosta, aha spîyek!
Gava ez bi ser hişê xwe ve hatim, min dît ko tiliya xwe ber bi stukura min ve dirêj kiriye. Min dixwest ez di wê navê de bibim dilopek av û bi axê de herim xwarê. Lê mamosta Şêx Evdila, heta mirinê wê jî ji bîr nakim, pir bi hêdî hat aliyê min. Ez pê hesiyam ko Şêrwan da aliyekî û xwe bi ser min ve tewand. Min his ko bi du tiliyên xwe yên destê rastê rahişt spîyê. Di eynî wextê de, gava xwe rast kir, destê xwe yê çepê danî ser milê min û ji Şêrwan re got:
— Kurê min, ew pêşî bû, ne spî bû.
Herçiqas min berê jî ji mamosta Şêx Evdila pir hez dikir û di nav hemû mamostayan de li ba min yê herî bi qîmet bû, lê ji wê rojê û pê ve ew li ba min bû mirovekî pîroz. Loma gava rojekê ji nişka ve ew winda bû û min bihîst ko ew hatiye girtin û xistine girtîgehê, ez bi dizî çûm hewşa dibistanê, cihekî talde û ji dil ji bo wî giriyam. Lê xwezî…
Agahdar be… Ev kesê sisiyan e ko di ber te re dibuhure û bi ecêbmayîn li te dinere. Tevbigere.
Ew hîn li ber derî wek pûtekî bû. Gava li xwe hayê bû, devê wî ji hev ma. Li der û dora xwe nerî. Rêwiyek çend gavan jê bi dûr ketibû, her diçû û li dû xwe dizîvirî û li wî dinerî. Di eynî demê de dît ko jinek jî hatiye ber derî û bi ecêbmayî li wî dinere. Xwe li nezaniyê danî. Hêdîka bi aliyê çepê de zîvirî û meşiya. Derî û meydan li dû xwe hiştin. Devê kolaneke pehn ew digirt hundir, devê wê kolanê ew ber bi bajêr ve dibir. Piştî sê-çar gavan wî jê re got:
— Jin çû ket mala we.
Vî got:
— Ez dizanim…
[… Dikeve hundir. Dibîne ko diya min li ba xwişka min Leyla pir bi belengazî rûniştiye. Leyla mîna darikekî ji hev rakişiyaye. Bi dengekî nizim dinale. Ew zû ji diya min dipirse:
— Leyla çawa ye?
Diya min kelogirî bersivê dide:
— Ev e, tu dibînî.
Ez eynî demê ji dibistanê vegeriyame. Ez li hundir im û min kitêbên xwe xistine taqê. Ez li ser derketinê bûm. Piştî wan gotinan dengê giriyê diya min ê dilperitîn tê min. Ez his dikim ko giriyê diya min girî dixe qirika min jî. Ez zanim ko ev meh û nîveke Leylê ye ko di nav nivînan de ye. Lê ev cara yekê ye ko ez dengê giriya diya xwe ya li ser wê dibihîzim. Ez ji hundir derdikevim. Ez li hêwanê radiwestim. Dibînim ko diya min serê xwe xistiye nav jûniyên xwe û di ber xwe de dinuhurîne. Ez li meta Xeyrê jî dinerim. Hêsir ji çavên wê tên xwarê. Ez li Leylê dinerim û bala xwe didim rûyê wê. Ez li çavên wê dinerim, ez his dikim û wek girêkek ketibe qirika min. Ez his dikim ko bi carekê ve bigirîm. Ez ji nişka ve vediciniqim û baz didim derve. Gava ez derdikevim, ez li refek jin ras têm. Ew dikevin hundir û ez xwe digihînim cihê lîstika êvaran. Gava ez vedigerim malê ez qerebalixiyekê dibînim. Ez nizanim mesele çi ye. Tenê ez ewqasî tê digihêm ko diya min bêtir digirî û hawîrdora wê tije jin in. Ez dibînim ko bavê min jî aciz û bêdeng e. Sê-çar zilam lê kom bûne û bêdeng rûniştine. Kekê min xwe xistiye quncikekê û bêdeng û aciz rûniştiye. Xuşka min a biçûk wek haya wê ji tiştekî tunebe ji xwe re di hundirê malê de diçe û tê. Ez nizanim çi bikim. Bêtevger dimînim. Ez li cihekî li hewşê rûdinim û xwe melûl dikim. Ji nişka ve dengê qîjîna diya min tê min û dû re hawar û gaziya jinan tê min. Vêca ez dibînim ko bavê min, ew zilamên li ba wî û kekê min radibin ser xwe. Bi têkçûyin vir de û wê de diçin. Xuşka min a biçûk hê jî bê ser û ber di hundir de diçe û tê, lê niha ew ji dil digirî. Bavê min û kekê min jî her yek destmalek di destê wan de ye û bêdeng digirîn. Lê dengê giriyê min guhan ker dike. Hundirê hewşê pir qerebalix bûye. Ez dibînim ko Xuşka Ecê bi destê xuşka min a biçûk girtiye û ber bi min ve tê. Ew bi xwe jî digirî. Gava tê rasta min bi destê min jî digire û me herduwan dibe derve. Ew me dibe mala xwe û me dispêra keça xwe Nezîre. Nezîre jî digiriya. Ew destexuşka Leylê ye...
Ew jina ha digel pîrejinekê û xortekî hatine ber derî û hûr hûr li te dinerin. ]
(Wî) ev agahdarî da wî. Lê vî bi tenê awirek dayê û qet bersivek neda.
[…Bi şevan, gava Leylê diçû ba Nezîre ez jî bi xwe re dibirim. Ew bi çêkirina kumên xwe ve mijûl bûn, ez jî digel Heme Ceza heta ko dersa me hebû me dersa xwe çêdikir, piştî ko bavê wî vedigeriya, ez, Leylê, Nezîre û diya wan, em ji bo guhdarîkirina dûmahiya hikayeta şeva berê, an jî ji bo beşa yekê ji hikayeteke nû, rûdiniştin û me lê guhdarî dikir.
Xalê Mecîd!... Bi demê re ez şikil û dîmenê kê jî ji bîr bikim lê ê wî her di bîra min de ye. Mîna ko du birûyên gur û reş bi eniya wî ve hatibe zeliqandin. Du çavên mezin û beloq di bin wan de bûn. Çar qermîçokên stûr li jora wan. Du lêvên dagirtî û çeneyek pehn. Mîna ko bêvileke lihevhatî di nav du gepên gulmitî de hatibe zeliqandin. Ev hemû tişt di nav seriyekî bi pirç de cih digirtin. Û serî bi ser stûyekî kurt ve ragirtiye. Û mîna ko stû jî di nav du milên pehn de hatibe kutan. Belê, wî dîmenî saw dixist dilê mirov… Dîmenê mêrkujekî pir dilhişk û mêrxas bû. Belê, yê ko ew ji nêzîk ve nas nekira û yekem car ew bidîta, wê bê dudilî weha têbigihîşta. Ew bi xwe jî di encama wî şiklê xwe de tûşî gelek bûyerên ecêb bûbû. Bi xwe behs nedikir. Xelkê behs dikirin. Min jî ji bav û birayê xwe dibihîst. An jî min ji diya xwe û diya Heme Ceza dibihîst. Lê ecêbmayî dimam. Min di dilê xwe de digot ew ji ko weha ye. Min Xalê Mecîd wek xwe û Heme Ceza didît. Hevalê me bû. Hema bêje ew jî di emrê me de bû. Bi tenê ferq ew bû ko ew ji me zîrektir, zanepeyvtir û bêtir dinya dîtibû. Pir hikayetên xweş zanîbû. Her gava ko wî gava xwe davêt malê ez û Heme Ceza dilşa dibûn. Me kitêb û defterên xwe zû dipêçan û em li dorberê wî diçûn û dihatin. Em her li dû wî bûn heta dema ko dihat û rûdinişt û me jî herdu aliyên wî digirt. Dû re Nezîre û Leylê digel kumên di destên wan de û diya Hem Ceza jî dihatin û wek me li dora wî rûdiniştin. Piştî ko wî çayek, mêwe, an jî hinek gwîz û mewîj dixwarin, li me dinerî û dipirsî:
— Ka ez binerim bê hûn zanin em doh li ko mabûn?
Me jî zû bersiv dida. Me qet şaş nedikir. Vêca wî bi dengekî ferişteyî, bi reng û rûyekî ferişteyî û bi hest û hiseke ferişteyî dest bi dûmahiya hikayetê dikir. Em jî bêdeng û aram dibûn.
Ax Xalê Mecîd!... Min pêrar nûçeya mirina te bihîst. Gava min bihîst şeş sal bûn ko te ev dinyaya fanî li dû xwe hiştibû. Heme Ceza ji min re gotibû û hevdîtina me jî hevdîtineke ecêb bû. Ji bo karekî daîra min riya min bi dîwana wezaretê ketibû. Ez di korîdora beşa îdara wezaretê de diçûm û dihatim. Ez hingî pêrgî wî hatibûm. Her ji dûr ve min ew şiband, lê ez dudilî bûm. Ev şanzdeh sal bûn ko me hevdu nedîtibû. Derket ko ew ji min bîrtûjtir bû. Hema çavên me li hev ketin wî hemêza xwe vekir. Vêca dilê min jî ket cih ko ew bi xwe ye. Pirsa min a yekê di derbarê bavê wî de bû, min got:
— Rewşa wî çawa ye?
Wî pir bi hêsanî got:
— Ev şeş sal in ko wefat kiriye.
Ez pir li ber ketim. Te digot qey min nûçeya mirina hevalekî xwe yê pir nêzîk bihîstibû.
Digel wê jî min jî got:
— Pir mixabin… Ez nû ji te dibihîzim.
Ev mesele li ba Heme Ceza êdî kevin bûbû. Bi awayekî normal got:
— Ev qedera her kesî ye.
Lê ez…
Rawestandina te ew ecêbmayî hiştine. Ew gumanan dikin. Bes e. Bimeşe. ]
(Wî) ew bi vî şeklî agahdar kir. Ew pê aciz bû. Got:
— Baş e, baş e, tu dikî ko mesele ne xweş bibe.
(Wî) got:
— Ez ji bo te dibêjim. Tu binere… Va ye kalek jî hatiye ber derî. Rawestiyaye û li te dinere. Fermo, ew e, tu dibînî ji mala Xalê Mecîd jî du zarok derketine derve û li te hûr dinerin.
Ev her hêrs bû. Got:
— Bila ne ji bo min be. Ez çi tiştê naşîrîn dikim! Vir taxa min e û ez hatime seredana wê.
(Wî) hêdî got:
— Ez vê dizanim. Lê ew nizanin. De fermo, ez weha his dikim ko ew xortê ha bi hêrs li te dinere. Ew du zarokên din jî çûn û dayikên xwe anîn ber derî. Dora te hatiye girtin. Tu ê çawan ji nav derkevî? Tu ê çi bersivê bidî?
Hêrs û aciziya wî daket. Ecêbmayî ma. Xwest bide rê û here. Lê his kir ko êdî mesele ji destê wî derketiye. Di cihê xwe de çikiya…
[…Ez diçim û bi lez dikevim hundirê malê. Hemû laşê min di xwêdanê de maye. Ez pir tî bûme. Diçim ber mûslixa avê û devê xwe diximê. Ez têr avê vedixwim. Diya min û Leylê li hêwanê rûniştine. Ez xwe di tenişta wan re hol dikim û dikevim hundirê odê. Xarên min di taqê de ne. Di kîsikekî spî de ne û min ew di binê kitêbên xwe de veşartine. Ez zû radihêjimê û dixim bêrîka xwe. Ez dîsa bi aliyê wan de didim lotikan û derdikevim derve. Dengê banga diya min tê ber guhê min. Ez tênagihêjim ew çi dibêje û çi ji min dixwaze. Ez bi lez di deriyê hewşê re derdikevim derve. Pîra Atê û Hemîde Xan hatine ko biçin ba diya min. Ez li Pîra Atê diqeilibim. Ew li ser piştê li erdê dikeve û ji ser hişê xwe diçe. Hemîde Xan dike qîrîn û hawar. Diya min û Leylê bi dengê wê re derdikevin. Cîran jî bi dû wan de tên. Ez baz didim.
.Havîn e û stare û serban… Ez, kekê min û Leylê em di nav vê stareyê de radizên. Diya min, bavê min û xuşka min a biçûk Nesrîn jî di nav wê stareya han de radizên. Sibeh e. Hemû ji xew rabûne û daketine xwarê. Ez jî nuh ji xew rabûme û min çavên xwe vekirine. Dibînim ko kekê min Nezîre hembêz kiriye û maçî dike. Ez zû çavên xwe digirim. Ez nabînim û dengê wan nabihîzim. Dengê wan pir nizim e. Nizanim dibêjin çi. Nizanim ew behsa çi dikin. Hest dikim ko Nezîre hêrs e. Ez çavên xwe vedikim ko bizanim çi ye. Dibînim Nezîre dixwaze here lê kekê min nahêle. Min dîsa çavên xwe girtin. Teperepa lingên Nezîre dihat min ko ew diçû. Min wê çaxê xwe piçekî livand û tevgeriyam. Min xwe bi xwe got ko bila kekê min nizanibe ko haya min ji wan hebû. Min xwe weha nîşan da ko ez a niha ji xew radibim. Lê haya wî her ji min tunebû. Min dît ko kekê min rabûye ser xwe û li aliyê stareya mala Nezîre dinere.
.Zivistaneke sar û sext e. Berfeke pir bariya ye. Ev bîst û pênc rojên bavê min e ko ketiye nav nivînan. Kekê min bê kar e. Leylê di bin axê de ye. Nesrîn niha di dirûtina kuman de cihê wê girtiye. Cêwiyek di hembêza diya min de ye. Zivistanek e ko di kûrahiya bîr û hişê min de pir sar û sexttir e… Gelek dijwartir e. Bav tim û tim dinale. Du caran dinale. Tu dibêjî qey xweliya miriyan bi ser wî de hatiye dakirin. Rojê deh caran xwîna sor ji tiliya Nesrînê ya girdikê û tiliya eşedê ya destê çepê tê û ew nabêje ay. Cêwîk berdewam bi îskînî digirîn. Diya min jî bi giriyekî bêdeng bersiva wan dide… Ax zivistana sar û dijwar!.. Ez jî bi bêdesthilatiyeke dilbirîn hîn jî serê sibehan ji xew radibim, pak dest û rûyê xwe dişom, porê xwe şeh dikim û rast dikim. Li dest û neynûkên xwe dinerim û dilê min dikeve cih. Destmala min a spî di bêrîka min de ye. Pak û temîz û wek çira şîr spî ye. Ez ber bi aliyê taqa xwe ve diçim. Ez li şema dersa xwe ya ko min bi dîwarê hundurê taqê ve zeliqandiye dinerim. Tiliya xwe datînim ser. Ez li gora wê defter û kitêban yek bi yek ji hev cida dikim. Ez qelem û qelemtraş û jêbirê jî datînim aliyekî. Diya min jî bo amadekirina nanê hişk û çaya rojane rûniştiye. Tiştekî nabêje û gotinek ji devê wê dernakeve. Nanekî datîne ber min. Qedeha çayê ji min re dadigire û dide min. Ez bi xweşî dixwim û vedixwim. Ew bi çavekî bi tirs û xem li min dinere û tiştekî nabêje. Gotinek ji devê wê dernakeve. Ez radibim û ber bi kitêbên xwe ve diçim. Ez wan dixim çenteyê xwe yê teneke. Ez çente dixim bin çengê xwe û ber bi kolana ko berf li kabokan bû dimeşim.
Ji nişka ve şerek di navbera bavê min û birayê min de dest pê kir. Dû re kekê min ji mal derket û nema vegeriya. Heta du mehan kesî nizanîbû ew çûye ko û li ko ye. Her zû hat zanîn ko ew ne li bajêr e. Tu nas û meriv li bajêr neman ko em neçûn malên wan û me lê nepirsî. Bêsûd bû. Eserek jê derneket. Piştî ko deng ji birayê min derneket, pevçûnek ket navbera diya min û bavê min. Wan rojan mala me bûbû wek dojehê. Diya min xeyîdî û çû. Paşê hat û dîsa çû. Û dîsa vegeriya. Bavê min di navbera du agiran de dişewitî. Agirê kezebê ew rapêça. Çû Pênciwênê, Qeladizê, Raniyayê û Qeraxê lê bê fêde bû. Ew ket hundirê bêçaretî û xemeke mezin. Xew û xwarin lê nema bû. Ji aliyê din ve jî diya min jê aciz bû û pê re nedipeyivî. Diya min bi xwe jî di hundirê xemekê de bû, digiriya û dibiland. Heta ko rojekê xaltîka min derket û hat. Hema wê gava xwe avêt hundir ji diya min re got:
— Mizgîna min li te, mizgîna min li te.
Diya min ji cihê xwe pengizî ser lingan. Devê wê ketibû hev, nikarîbû bipeyiviya. Xaltîka min zû got:
— Ew li Kerkûkê ye.
Diya min bi carekê ve xwe hazir kir. Bi destê min girt û ez bi dû xwe de kişkişandim. Em li otobuseke textîn siwar bûn. Em li der û dora esir gihîştin ber wê malê û em ji otobusê daketin. Diya min wek dînan ket hundir. Silav neda. Li hal û wextê maliyan nepirsî. Tenê zû zû digot:
— Ka, ka?!
Pîrejinek û jineke sere bi dengê wê ve hatin. Şaş bûbûn. Komek zarok jî li dora wan diçûn û dihatin. Min dît pîrejinê diya min hembêz kir û rûyê wê maçî kir. Jina sere jî her weha. Lê diya min her bêsebir digot:
— Ka, ka?!
Min bihîst ko pîrejinê bi ecêbmayî got:
— Çi bûye, çi qewimî ye?
Diya min dîsa pir bi perîşanî got:
— Kurê min, ka kurê min?
Mîna ko wê pîrejinê niha sira meselê fêhm kiribû. Zû bi lez got:
— Li dikanê ye, li dikanê ye, ew ê a niha bên.
Wê gavê diya min ji ser hişê xwe çû. Pîrê rûnişt û serê wê danî ser çokên xwe. Jina sere çû kevnikek anî, şewitand û nêzîkî bêvila wê kir. Diya min hat ser hişê xwe. Kekê min jî ket hundir. Gava kekê min çav li min ket, matmayî ma. Paşê, gava wî diya min dît veciniqî û bi lez ber bi wê çû, ew hembêz kir û girî ketibû qirikê, got:
— Dayê…
Diya min dîsa ji ser hişê xwe çû, lê bi bêhna pîşo hat ser hişê xwe. Vê carê ew hêdî hêdî geştir dibû. Her ko dem derbas dibû ew bêtir zindî dibû û ken li rûyê wê peyda dibû.
Dotira rojê gava em diçûn ko li otobusa textîn siwar bibin û ber bi bajêr vegerin, kekê min em li ber dikanê sekinandin û ji min re got:
— Kîjan çente ji bo kitêbên te xweşik e ko ez ji te re bikirim…
Roja Erefatê ye. Hemû tiştên min temam e. Tenê pêlava min kêm e. Bavê min ji diya min re got:
— Pêlavên wî ne qetiyayî ne. Tune ye, hek hebûya min ê bikiriya.
Pêlavên min ne qetiyayî bûn lê kevin bûn. Ez ji gotina bavê xwe pir dilteng bûm. Digel wê jî min tiştek negot. Ez çûm aliyê din û bi jarî rûniştim. Bavê min çû derve. Diya min ber bi min ve hat, ez maç kirim û got:
— Xemgîn mebe… Tu bi xwe dizanî ger hebûya wî ê bikiriya.
Kekê min ket hundir. Wî mesele fêhm kir. Destê xwe xist bêrîka xwe û çi tê de hebû derxist. Hejmart. Got:
— Ev têr dike û ji ber jî dimîne. Rabe, em herin bazarê.
Cejn e… Xalê Mecîd serê sibê hat û pêncî fils dan min. Bavê min jî du pêncî. Gelo ez neçim seredana mala xaltîka xwe? Ez çûm û min destên wan maçî kirin. Apê Salih jî pênciyek da min û ez vegeriyam malê. Çar pênciyên min hene. Ez digel Heme Ceza diçim û li ereba hespan siwar bûm. Em vedigerin ber bi malê, bi aliyê çerxûfeleka Meta Xumsar. Gelo ew niha di çi rewşê de ye? Pehînek li çoka Ehe da. Ehe şûm bû. Wî di lîstikê de fen dikir. Berdewam lêdan dixwar, lê bêar bû. Birayê wî Xule jî eynî nimûneyekî weke wî bû. Ew di emrê me de bû. Lê wî her tim dikarîbû em bixapandina. Bi taybetî di şikandina şirûban de. Min dixwest ez tenê carekê pişta wî bidim erdê, lê bê fêde bû. Bi eşkere min heft dişikandin, wî çar, lê dîsa jî ez li zirarê bûm. Yê zora wî diçû her ez bûm. A… Eşedûbîla, Heme Ceza baş bû. Heme Ceza ji heqê wî derdiket. Simê Sor jî her wilo. Herdu bi hev re diketin kirê wî û ew baş aciz dikirin. Gelo çi bi Simê Sor hatiye? Ecêb e. Heta niha ne min ew dîtiye ne jî min tiştek jê bihîstiye! Gelo bavê wî? Ew tekane bû. Ew piştî sê zik keç hatibû dinyayê. Gelo xuşkên wî? Ew wê çaxê kamil û gihiştîbûn. Na… E… Mezina wan nû zewicî bû. Bi, bi, na, nizanim, navê wî nayê bîra min. Dawet tê bîra min. Daweta wan sê rojan taxa me rakiribû ser lingan. Ez û Heme Ceza û Simê, dirêjahiya wan sê rojan, karê me tenê ew bû ko em di dema govendê de, huçikên jinên govendkêş ji pişt ve girê bidin. Vêca ko yekê ji wan dest berdida û xelkê ew bi wî şiklî didîtin, pê dikeniyan. Em jî pê şa dibûn. Ez jî di wê sala ko em çûbûn Mişîrawa seyranê, min weha li kekê xwe û Nezîre kir. Kekê min şal û şapik lê bû û milê şapikê wî dirêj bû. Kekê min serê govendê dikişand. Nezîre jî di destê wî ê çepê de bû. Ya ko ez dajotim ser girêdana wan ew bû ji bo ko min ew di stareyê de dîtibûn. Min pir ji dil dixwest ko ew heta heta bi hev ve werin girêdan. Lê hêvîya min nehat cih. Ax, xwezî bûbûya.
Otobuseke textîn û jihevdeketî. Li ser banê otobusê tije qaf û qût. Di hundirê otobuê de jî şofêrek û heft mirovên ko serî hildane û ber bi derbederiyê ve diçin. Çend deşt û newal û daristanan derbas dikin û diçin… Ew digihîjin hemberî çiyayekî sext û bilind û bi riya fitlonek de hêdî bi çiyê ve bi hewa dikevin. Di nîvê çiyê de otobusa wan ji taqet dikeve û radiweste. Şofêr pê li firênê dike û dike hawar:
— Bilezînin, kevirekî deynin ber tekerê paşiyê.
Kekê min û bavê min bi lez xwe davêjin jêr. Her yek ji wan zû radihêjin kevirekî mezin û datînin ber tekerên dawiyê. Ez li cihê xwe rûniştime û li şofêr dinerim. Di destpêkê de ew biziyabû, niha ez dibînim ko ew bi ser xwe ve hatiye, dibînim dadikeve jêr. Diçe û bi bavê min û birayê min re dikeve peyvê. Dengê wan nayê min bê çi dibêjin. Ez dibînim ko bavê min bi destê xwe ber bi me ve işaret dike, paşê destê xwe ber bi çiya ve bilind dike. Ez weha têdigîjim ko divê em dakevin jêr û bi meşê bi jor bikevin da şofêr bikaribe otobusê ber bi jor ve biajo. Dibînim kekê min jî her weha dibêje. Bavê min û şofêr rawestiyane û dipeyivin. Kekê min ber bi wa ve gavan davêje. Ez tengijî bûm. Ez li bende bûm ko bavê min û kekê min destên xwe biavêjin berstukura şofêr û jê re bêjin:
— Heke ne tu û otobusa te ya nalet bûya wê çi bikarîba em bixapandina? Wê çi bikarîba em ji wê herêmê hilbikirana û ev riya çûn û nehatê bida ber me?
Dîsa jê re dibêjin:
— Yela, te em ji ko anîne dîsa me bibe wir. De, te em çawa anîne dîsa me vegerîne.
Ez weha li bende bûm. Lê ez dibînim kekê min tê û dibêje:
— Dakevin jêr, em ê bi meşê bi jor bikevin.
Ez ji nişka ve diteqim û êrîş dikim. Hema bi carekê ve min xwe gihand pişt dîreksiyon. Otomobîl şixuland. Min berê otobomobîlê ber bi jêr ve kir. Min destê xwe yê çepê dirêjî derve kir, min bavê xwe û kekê xwe xistin otomobîlê û min bi hemû hêza xwe pê li gazê kir. Otomobîl ji erdê ber bi esmên ve bilind bû. Deşt û berî, çiya û neweal û daristanên hov li jêrî me man. Em bi xurtî di ser wan re difiriyan û me hema xwe li malê danî. Min bi xwe di hundirê cigarekê de hemû qaf û qût kişandin jor. Min her yek ji wan danî cihê wan. Û em hemû dikevin hewa xwe ya berê. Hewa min a berê bazdana li nav kolanê bû. Ji malê difilitim derve. Heme Ceza dibînim û ber bi wî ve baz didim. Bangî wî dikim...
Heme Ceza!..
Tu bi desta dipeyivî!... Heme Cezayê çi? Hişê xwe bîne serê xwe!].
(Wî) ew veciniqand û weha jê re got. Gava ew hat ser hişê xwe û ber bi jor ve nerî dît ko ew xortê ha hat hemberî wî û dibêje:
— Mamosta bibexşîne, weha diyar e tu li malekê digerî û nikarî bibînî. Ez amade me ko alîkariya te bikim.
(Ew) aram bû û êmin bû. Ew jî bêqerar bû. Nizanîbû çi bersivê bide. Demekê fikirî. Li der û dora xwe nerî. Pîremêr, jin û pîrejin, du zarok û diya wan, hemûya lê dinerîn û hemû li bende bûn. Hingî wî li lêwik nerî û bi dengekî pir dilovan jê re got:
— Kekê min… Ez li vê taxê… Li vê kolanê… Aha li vê malê hatime dinyayê û min salên xwe yên zaroktiyê li wir bihurandine. Niha piştî bîst û pênc salan, riya min bi vir ketiye û tê re dibuhurim. Mesele bi tenê ev e. Ez spasê te dikim. Nizanim tu têdigihêjî ez çi dibêjim an na.
Lêwik bersiva wî neda. Berê xwe jê guhert, berê xwe bi pîremêr ve kir, destê xwe jê re bilind kir û bang kirê:
— Were bavo can.
Gava pîremêr gihîşt ba wan, lêwik gotinên wî jê re dubare kirin. Çaxê pîremêr ev bihîst, gavekê ber bi paş ve vekişiya, bi hûrî li ser û çavên wî nerî û got:
— Ma tu Heme Eliyê Hecî Qadir î?
Ew sersem bû. Bîst û pênc sal e. Wî çawa ew nas kir. Digel wê jî wî got:
— Belê, ez ew im.
Wê gava pîremêr ber bi wî ve çû, ew hemêz kir, du-sê caran li ser hev maçî kir. Paşê bi destê wî girt û got:
— Were!
Wî nizanîbû çi bike û çi bêje. (Wî) perdeya bêdengiyê çirand. Got:
— Here!... Firsendek e û ketiye destê te. Ne dûr e ko tu bêî fermokirinê biçî hundir.
Wî bi ya wî kir. Da dû pîremêr û meşiya. Jin û pîrejin matmayî mabûn. Gava hemû gihîştin ba wan, pîremêr ji pîrejinê re got:
— Heme Elî kurê Hecî Qadir e.
Pîrejinê got:
— Kîjan Hecî Qadir?
— Hecî Qadirê Şerbeto.
Wê çaxê pîrejin jî geş bû. Hemû bi hev re çûn hundir. Rûniştin. Pîremêr cihekî xênî işaret kir û got:
— Hê jî her weke xwe ye. Min çawa ji bavê te kiriye min weha hiştiye. Mîna tu dibînî, bi tenê rexê wî aliyî hatiye guhertin.
Ew dibîne… Sertenûr kiribûn metbax, serşok û avdestxane rêk û pêk bû. Herweha dît ko mûslixa li hewşê jî hatiye guhertin. Got:
— Ber mûslixê jî… Di dema xwe de kevirêj bû. Niha hawizekî çimento ye. Herweha avero jî. Pîremêr pê re bişirî û got:
— Bîra te kûr e… Bavê te jî weha bû. Gava em rûdiniştin û me qala salên zaroktiyê dikir, te digot qey defterek di destê wî de ye û ji min re dixwîne.
Tu ya rastî bixwazî, pîremêr bi xwe jî defterek di dest de bû. Wek firsenedeke taybetî ketibe destê wî, rûpel bi rûpel dest bi xwendinê kir. Karê ji riya dûr jê re hatibû ko diviyabû bike, di ser guhê xwe re avêt û bi eynî celebî li pîremêr guhdarî kir.
----------
Ji soranî: Ferhad Shakely & Firat Cewerî
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel |