LÎTERATÛR |
 |
 |
 |
 |
STOCKHOLM, 18/2 2008 — Nivîskarê kurd Hesenê Metê niho bi dirêjnovel yan jî romana xwe ya nû »Gotinên gunehkar« aktuel e û kitêba wî di taliya sala borî de li Stenbolê (Avesta) derket û niho jî li Stockholmê (Apec) derketiye. Nefel bi destûra nivîskarî parçeyeka kitêbê eksklusîv bo xwendevan û mêvanên xwe belav dike.
***
Gotinên cenabê Şeytan in, dibêje:
– Wek ko min got, piştî destpêkê, piştî kamilîya kaînatê rojekê Xwedê hat, deng li min kir û got:
“– Y´Ahrîman.“
Cenabê Xwedê ez welê bi nav dikirim: Ahrîman. Lê dema ko ji kar û keramtekî xwe razî û kêfxweş bûya, ji kêfxweşîya xwe ziman lê giran dibû û wê çaxê jî kelam di xwe de dicûtin. Cenabê wî eva “Y“a mezin mîna nîşana rûmet û hurmetekê bi pêşîya navê Ahrîman ve dikeland û welê ez bi lêv dikirim. Bi gotineke din, dixwest bibêje: Ya Ahrîman.
Ez ji ber rabûm û min gotê:
“– Kerem bike, ez bi gorî“
Xwedê got:
“– Ez ê anuha jî tiştekî din biafirînim.“
Min got:
“– Tu ê çi biafirînî?“
Xwedê got:
“– Ez ê di sûretê xwe de ji axê ademekî biafirînim.“
Min got:
“– Ji bona çi?“
Xwedê got:
“– Ji bona xwe.“
Min dengê xwe nekir. Min da xatirê mezinîya cenabê Wî û herweha ji axê ademekî xwe afirand. Û dûre, piştî gelek wextan rojekê hat û dîsa got:
“– Y´Ahrîman.“
Min dizanîbû ko dîsa ji ber kar û kerametekî xwe kêfxweş bûye, ez ji ber rabûm û min gotê:
“– Kerem bike, ez bi gorî.“
Xwedê got:
“– Anuha jî ez ê Hewayekê biafirînim.“
Min got:
“– Ew ji bona çi?“
Xwedê got:
“– Ewê jî ji bona xwe. Ew jî ji bona min e. Dixwazim Hewa xanim xwe bide kêleka Adem, ji hev hez bikin û tev keç û lawên xwe, ew van hemû kar û keramtên min bibînin.“
Min got:
“– Welê xuyaye ko piştî Hewayekê, cenabê Te ê keç û lawan jî bi wan ve bike?“
Bi kêfxweşî û bi serbilindîya hunermendê herî mezin got:
“– Belê, ez ê welê bikim. Ez ê wan bi wan, wan ji wan zêde bikim ko hemû jî van kar û kerametên min bibînin û jê bitamijin. Û her cara ko ew ji van tiştên xweş bitamijin, ew ê kêfxweş bibin û ew ê mezinîya min bipesinînin.“
Min got:
“– Ev yeka nakeve serê min.“
Xwedê got:
“– Tiştê ko nakeve serê te çi ye?“
Min got:
“– Ademekî ji axê û ji rêxê... tiştek jê dernakeve.“
Bi narihetî vegeriya ser min û got:
“– Ez dikanim ji axê jî, ji rêxê jî û ji tunebûnê jî biafirînim, lewra ez mezin im. Ez dibêjim ji axê, lê tu rêxê jî pê ve dikî û pê kerametê min piçûk dikî, tu mezinîya min piçûk dibînî!“
Dilê min bi mezinîya wî şewutî û min gotê:
“– Îstaxfîrellah!... min xwest ko ez bibêjim, afirandina ademîyên ji axê, ew ê bi xwe re kût û kêmasîyan jî mezin bikin... ew ê bibin aferîdên natemam û ne tiştekî din. Ji aferîdên natemam jî tenê kar û kerametên natemam çêdibe, ne zêde: Ramanên natemam, kar û ruhên natemam, pesindanên natemam, çîrokên natemam, gotinên...“
Gotin di devê min de hişt, pesinê min da û got:
“– Aferîn, te gotineke rast kir, gotina natemam. Ew ademê ko min afirandiye, sûretê min e, ew ne ez im. Sûretê min divê kêm be, divê natemam be. Ji xwe cudayîya min û adem jî ev e. Ji sed nav û rengdêrên xwe min tenê yek kiriye para adem, min tenê yek nav bexşî wî kiriye: însan. Bi nod û neh daraxan ew ji min kêmtir e. Ji Rastîya min, ji wan sed navên min, tenê nod û neh navên min, nod û neh daraxên min bi adem aşîkar in. Lê ji Rastîya min, ew navê dawîn, tenê ew navê daraxa sedî, veşarî û wersireke min e. Ew nayê zanîn û divê neyê zanîn.“
Min gotê:
“– Êêê“ û ez li bendî sekinîm ka ew ê hîn çi bibêje.
Xwedê got:
“– Ew ê erka keç û lawên ademî jî ew be ko ew vê natemamîya xwe, van daraxên di navbera min û xwe de, di rojên jiyana xwe de kêm bikin. Bi sadiqî û bawermendîya xwe, bi gotin û tevgerên xwe, bi kirin û ramanên xwe, divê ew van nod û neh daraxên di navbera min û xwe de kêm bikin. Ew çiqasî van daraxan kêm bikin, ew ê ewqasî nêzîkî min werin.“
Min dîsa gotê:
“– Nakeve serê min. Bi qasî ko nakeve serê min, adem û zarokên xwe jî... ew ê jî tênegêhîjin. Ew ê bi xwe jî tênegêhîjin bê çima çêbûne. Ev darax û ev çeperên ko cenabê te vedibêje û dide ber wan... ev ê li wan bibe ekvasyoneke daraxeke welê ko qet û qet neyê zanîn... ev nabe.“
Xwedê got:
“– Ji xwe wersir jî ev e, maneya kar û kerametên min jî ev e. Divê ew tênegêhîjin. Tiştê ko were fahmkirin, ji rûmeta xwe kêm dikeve, ji bayê efsûnîya xwe sivik dikeve. Û ez ê welê bikim ko di hemû rojên jiyana xwe de, ew tênegêhîjin bê ew çi ne û ji bo çi hene. Dixwazim bi şev û bi roj, di her gav û her nefeseke xwe de ew li bersiva vê yekê bigerin, li min bigerin. Lê ez ê bikim ko ew ti carî serwextî vê wersirê nebin.“
Min got:
“– Ditirsim ko ev wersir di serê wan de bibe pirs û ji nav dernekevin, bidin dû û li bersivan bigerin, li te bigerin, li rêyan bigerin, li mezinîyan bigerin... ew ê bi vê yekê xwe bêşînin, hevdu bêşînin, cenabê Te bêşînin.“
Xwedê bi hêrs got:
“– Mezinî navek e, rengdêrek e û ew jî tenê xisûsîyeteke min e, Mezinî a min e.“
Min got:
“– Amentûbîllah, gumana min ji mezinîya cenabê te tuneye. Ez jî welê dibêjim, ez jî dibêjim mezinî tenê li mezinan tê. Lê mezinîyeke ji nezanîya keç û lawên ademî gelekî xeter e. Ko ew bi wersira hebûna xwe nizanibin, ew ê bi çap û çarçoveya xwe jî nizanibin, a wê çaxê ew ê xwe li hev mezin bikin. Û dema ko Mezinî têkeve nava du ruhan, ew ê bibe sedema narihetîyê, ew ê bibe sedema xirabîyê. Û ez ditirsim ev nav û rengê mezinîyê di rojên jiyana wan de bibe sedemên êş û naxoşîyên welê ko anuha me di zimanê xwe î îlahî de navên wan jî nîne.“
Vê carê bi hêrseke bilind got:
“– Ko ji ademîyan yek nefsa xwe mezin bike, ez ê çavên wî derxînim!“
Min got:
“– Ji xwe pirs û tirsa min jî ev e. Dibêjim, tu ê çima biafirînî û tu ê çima çavên wan derxînî?“
Defa sîngê xwe werimand û got:
“– Ez rastî me, Ez mezin im, Ez aferîner im. Aferîdên min divê li vê yekê bigerin û bibînin, divê keç û lawên ademî kar û kerametên min bipesinînin, divê ew rastîyê bibînin.“
Min got:
“– Lê ko ew Rastîyê nebînin, ko ew Mezinîya cenabê te nebînin?“
Xwedê gefên xwe dubare kir û dîsa got:
“– Ez ê çavên wan derxînim, ez ê wan kût û kûr bikim, ez ê xezeba xwe li wan bibarînim.“
Min got:
“– Ma ev karê cenabê Te nabe sûc?“
Xwedê sil bû û got:
“– Sûcê çi!... pirsan ji min neke, ez ji pirsan narihet dibim.“
Min got:
“– Ko cenabê Te ji pirsan narihet dibe... wê çaxê neke, merivan neafirîne, wan bi hev zêde neke, wan ji hev zêde neke. Lewra ew ademîyên ko Tu biafirînî, ew ê jî rojekê bi hezaran pirsan ji te bikin. A wê çaxê Tu ê bêtir hêrs bibî, Tu ê bêtir narihet bibî.“
Xwedê got:
“– Ev hemû xweşîyên kaînatê min ji bona wan saz kiriye, dixwazim jê bitamijin û pê kêfxweş bibin.“
Min got:
“– Tu dîsa bi a xwe bike, lê bizane ko kêfxweşîya wan ê bi êşa wan neke. Xweşîya wan ê bi hêrs û narihetîya cenabê Te neke. Lewra ez dizanim ko di wan rojên jiyana xwe de ew ê rojekê rabin û bibêjin: “Guloka dunyayê bi dilopeke hêsrê çavê zarokekî nake.“(*)
Xwedê dîsa xwe ji van gotinên min aciz kir û got:
“– Rê nede ber min! Li dijî karê min asê nebe! Têkilî karê min nebe! Tevlihevîyê neke û tevlihevîyê dernexe! Ez dizanim çi dikim. Tiştê ko tu nizanî jî ez dizanim. Lewra ez dizanim, ez dikanim, ez dibînim ko ew ê çi çawa bibe, ji ber ko ez Mezin im.
Min got:
“– Ko ew keç û ew lawên ademî jî rojekê bi çîroka hebûna xwe bizanin, bizanin ko cenabê Te hertişt ji bona xwe, ji bona navê xwe û ji bona mezinîya xwe afirandiye... ew ê jî weke min bifikirin. Ew ê jî bifikirin û bizanin ko kêfxweşîya wan bi êşa wan nake. Ew ê serwext bibin ko ew hemû rojên jiyana wan bi êş û azara gaveke wan nake. A wê çaxê ew ê li xwe û li hertiştî asê bibin û bibêjin: “Nalet li wê rojê ko ez ji dêya xwe bûm. Nalet li ewî kesî ko bezîya pêşîya bavê min û gotê ji te re lawek çêbû.“(**) Dema ko ew bigêhîjin vê bawerîyê, ew ê êdî bi te bawer nekin. Keç û lawên ademîyan ê bi te bawer nekin. Ew ê ji te û kelamên cenabê te dûr biçin, dûr bikevin.“
Vê carê Xwedê hêrsa xwe mezintir kir û got:
“– Fesadîyê neke!... Ko tu rê nedî ber wan, ko tu wan ji rê dernexînî, ew ê bi van tiştan nizanibin û ew ê mîna te jî nefikirin.“
Min got:
“– Va ye ez û tu, em bi hev re ne. Em ê bi hev re bimînin û em ê bi hev re bibînin. Wek ko min ji cenabê te re got, li kîjan cîh û kîjan wextê dibe bila bibe... Ko gotin were û li min bisekine, ez ê jî a xwe bibêjim. Ez ê jî Rastîyê ji wan re vebêjim. Lê êdî ew û bawerîya xwe, ew û têgêhîştina xwe.“
Bi van gotinên min re mîna ko rastî tenê karê wî be, mîna ko min çav berdabe rastîya wî, nola ko ez bûme çavnebarê rastîya wî, Xwedê bi gef û tengijîn got:
“– Tu ê rastîya çi ji wan re bibêjî?“
Min got:
“– Ez ê bikim ko rastîya van gotinên cenabê Te ji wan re bibêjim.“
Dîsa xwe êşand û got:
“– Di navbera te û wan de ez ê ji kelamên xwe dîwarekî bilind û bilind ava bikim. Ez ê welê bikim ko ew bi gotinên te bawer nekin, bi wan keç û lawên ademî ez ê nûra ruyê te reş bikim. A va ye, ji anuha û pê ve ez fermanekê radikim: Zanîn û ramanên mîna ramanên te gunehkarî ye. Û ez vê yekê dikim peyman û didim ber wan. Ev Peyman û ev Ferman ji anuha û pê ve Tê ye.“
Bi van gotinên xwe ên Peyman, Ferman û Tê re bi hêrs destê xwe jî di kevirê kêleka xwe de da û rabû. Ji vê hêrs û hêza cenabê Wî heft deriz li ewî kevirê pîroz ketin.
Dema ko Mîrê Mezin, bi ewî navê ko Xwedê li wî kirî, Ahrîman bahsa hêrs û hêza cenabê Xwedê dike ko çawa destê xwe jî li wî kevirê pîroz daye, rasterast di wê gavê de mîna ko hêzeke veşarî li sûretê min bikeve, çîk ji ber çavên min difirin û êşa dilekî heft parçeyî li xwe hîs dikim. Ez bawer im cenabê Ahrîman jî vê rewşa min dibîne û loma ji min re dibêje:
– Ko te bivê, kerem bike, em biçin û ewî kevirê pîrozwer nîşanî te bidim. Û dawîya çîrokê jî ez ê ji te re li wir vebêjim.
– Ji ber vê qencîyê ez ê bibim deyndarekî cenabê te, dibêjim... deynê ko ez ê ti carî nikanibim li te vegerînim, nikanibim ji binî rabim.
*
Dema ko Ahrîman hêdîka ji cîhê xwe radibe, nû hay jê dibim ko xeftanekî dirêj î matînî li nava milan e. Heta jêr, heta erdê daketiye, matînekî di rengê dûyê titûnê de ye, titûna ko xwe bi xwe dişewute. Meriv dibêje qey dûyê titûnê ye û li dora laşê wî formê li xwe diguherîne. Bejna wî ji bejna min hinekî dirêjtir e. Şiva wî a dirêj di dest de, şiva ko pê agir tev dida... û dide pêşîya min. Ji bo ko ez ewî kevirê dewsa destê Xwedê bibînim, ez didim dû Ahrîman, bi gotineke din, ji bo xatirê dewsa destê Xwedê ez li pey Şeytên diçim.
Li hêleke hundurê mala cenabê Ahrîman, em di derîyekî din re derdikevin... em derdikevin dibêjim, lê belbî jî em dikevin dereke din, baş nizanim. Em derbasî hundurê baxçeyekî dibin. Dar, devî û kulîlkên di baxçe de bi min nenas in û ev jî dihêle ko bibêjim baxçe ne li erdê û ne jî li asiman e. Lê wan kesên di nava baxçe de nas dikim, dixwazim bibêjim ji kincên wan î sipî û ji laşên keçên wan ên nîvtazî nas dikim... ji ehl-î malê, ew keç û xortên bakîre ne, ji ayîna perestgehê derketine û xwe li vir girtine. Hatine ko li vir hevdu nas bikin, hevdu bîhn bikin, bi hev şa bibin û xwe zêde bikin.
Dema ez û Ahrîman, em di nava baxçe de di ber wan re derbas dibin, ez wan ji nêzîk ve dibînim, nîvtazî û melez in, bi erd û rengekî xwe î xas in. Ahrîman bi min dide zanîn ko dêya wan ademî bavê wan asimanî ne... an jî berevajî vê yekê ne. Li gor gotina cenabê Ahrîman, wan ev navê xwe î ehl-î malê jî ji ber vê yekê wergirtine. Em ji bakîreyên ehl-î malê dibuhurin, em li ava newalekê dikevin. Newal bi aveke zelal e. Xîçên bi rengên reş û sipî diyar dike ko kûrbûna avê bi qasî buhust û çend tilîyan e. Dema ko Ahrîman li pêş min dawa xeftanê xwe bilind dike û li avê dikeve, ez lingên wî dibînim: Ne mîna simên nêrîyekî û ne jî mîna pencên teyrekî cilipî ne. Ez jî weke wî dikim, mîna cenabê Ahrîman delingê xwe hildiçinim û welê li avê dikevim.
Li alîyê din î avê kevirekî bi qasî zebeşekî dîyarbekirî û di forma dilekî de heye. Mîna Hecer ul Eswed kevir ne reş e, kevirekî sipî ye. Bi gotineke din, Hecer ul Ebyez e, mîna kêla gorna ezîzekî ye, deriz lê ketine lê ji hev belav nebûye. Ez derizên li Hecer ul Ebyez nahejmêrim, lê ez bi gotina Ahrîman, bi gotina cenabê Şeytên bawer dikim, ez bawer dikim ko heft in. Mîna rehên dilekî pak ew heft deriz bi rengekî mor e, tu dibêjî rasterast rehên dilekî ne.
Cenabê Ahrîman li pêş evî Hecer ul Ebyezî xwarî erdê dibe, diçe enîya xwe tê dide, jê vedikeşe, li min dinere û di wê gavê de têdigêhîjim ko dibêje: dora te ye. Ez jî welê dikim, mîna Ahrîman dikim... ez mîna Şeytên dikim. Diçim li pêş Hecer ul Ebyez xwarî erdê dibim, herdu destên xwe didime ser û ez enîya xwe disipêrim kevirê pîrozwer... kevirê ko ji hêrs û hêza Xwedê heft deriz lê ketine. Dema ez enîya xwe disipêrimê, têderdixim ko hinekî sar e, sarekî mîna laşê marekî ye û ez li enîya xwe hîs dikim. Di wê gavê de ez wekîdin çi hîs dikim, çi daxwaz dikim, çi dibêjim û çiqasî dimînim anuha nayê bîra min. Lê dema ko Ahrîman destê xwe dide ser milê min ko ez ji ber Hecer ul Ebyez rabim, dibînim ko şahîyekê dest pê kiriye: Melodîya têlên harpayê li nava baxçe belav dibe, perîzadeyên asimanî û bakîreyên ehl-î malê li nav hev ketine. Laşê wan î pak û nerm bi liv û tevgerên maran di ber hev re şûş dibin, giran giran li hev digerin û bi hev şa dibin. Di wê gavê de bawerîyeke welê li min hasil dibe ko zend û tilîyên Leyla xanima botî, çîp û navika Salome xanima sabayî, liv û tevgerên Rachel xanima xişmûxalî ji van deran e. Ji vê melodî û dansa wan, ji van liv û nermîya laşê wan meriv bi bayê efsûnîyekê dikeve, mîna Herodes(*) meriv pê sermest dibe.
A di wê gavê de zikê baxçe bala min dikêşîne ko rasterast parçeyek ji buhuştê ye: Kerûbîyên bi baskên tenik, perîzadeyên nîvtazî, bakîreyên ehl-î malê, newal û avzêmên bi avên zelal, dar û devîyên bi reng û kulîlkên eksotîk, çûkên buhuştê, melodîyên ji têlên sîtar û harpayê... Tiştê ko ez di wê gavê de hîs dikim û lê dihizirim ew e ko dibêjim di vegerê de ez ê van nexş û van nîşaneyan ji tevayîyê dunyayê re vebêjim, van hemû tiştên ko min dîtine di vegerê de ez ê yek bi yek ji herkesî re bi lêv bikim. Ez î ko ji vê bergehê sermest û hîn jî di van ramanan de me, Ahrîman bi destê xwe wî kevirê sipî, bi ewî navê ko min lê kirî, Hecer ul Ebyez î pîrozwer nîşan dide û dibêje:
– Li vê derê, wê çaxê rasterast li vê derê em li hev rûniştin û em ketin heftûheyştî. Cenabê Xwedê li ber evî kevirî narihet bû, destê xwe lêxist û rabû ji min dûr ket. Û ji ewê rojê û pê ve... ko em dîsa vegerin ser çîrokê, ji wê roja ko destê xwe î pîrozwer li vî kevirî xist û pê ve, nakokîyekê rûda, zanîn û raman bûn gunehkarî û herweha hertişt jî bû sûc. Ji xwe çi bû, ji wê rojê û pê ve bû.
(*) Dostoyevskî.
(**) Tewrat / Eyub:3:3, Yeremya: 20:14-15.
(*) Herodes Antîpas: Tetrarkê Galîleyê ye. Bi jina birayê xwe re dimîne. Yuhannes î pesindar vê yekê tiştekî naxoş û gunehkarî dibîne û ev yeka li jinikê dibe rik û nefret. Keça wê Salome dansozeke gelekî jîr e. Dema ko li hizûra wî dansê dike, Herodes pê sermest dibe û jê dipirse ka wê çi divê. Bi pîjkirina dêya xwe, Salome xanim daxwaza serê Yuhannes dike. Daxwaz bi cîh tê, ji bo dansa wê ya xweşik li ser sênîyekê weke diyarî serê Yuhannes î pesindar tînin û didine wê. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Dema hevalê min yê nêzîk babê Gulê di jiyê 57 saliyê de li Stockholmê mirî, ez bi hindê gelek xemgîn bûm. Hedara min pir bi wî dihat û ez ji wî hînî gelek tiştan bûbûm; mebesta min di warê pirsa gel û welatê me û di warê ziman û giramer rênivîsa kurdî û her wisa di edebê çîrok û romanan de. Ya herî giring, ew kes, bo dostînî û hevalîniyê pir xweş bû û ew ji her kesî re û nemaze ji dostan re hindî jê bihata pir arîkar bû.
Babaê Gulê ji Diyarbekirê bû. Ew bi kurdistanî û miletperweriya xwe pir naskirî bû û ew gelek caran li ser hindê, li welatî, ji aliyê desthilatdarên tirk ve hatibû girtin û êşandin û carekê bo deh salan hatibû zîndan kirin. Piştî ko contaya tirk li sala 1980-ê li Tirkiyeyê hat ser hukmî, desthilatdarên Enqereyê xwest dirbekî li welatparêzên kurd û ji wan babê Gulê bidin, lewma ew neçar bû, ne ji dil, nîştîmanê xwe yê li ber dil û canê wî pir şirîn bihêle û bi rêya qeçaxçiyan xwe bigehîne Swêdê.
Wî li Swêdê her ji destpêka hatina xwe, xwe dabû ber pirsên ziman û edebiyata kurdî û xwe di wî warî de pir pêş xistibû û bi berdewamî di redaksiyonên gelek kovar û rojnameyên ko bi kurdî der diketin de kar dikir û dinivîsand. Tiştê ko wî dixwest bigeheyê ew bû ko bikaribe roman û çîrokên baş bi kurdî binivîse, lê roman û çîrokên weha ko girêdayî xelik û welatê wî bin, girêdayî maf û azadiya mirovan li welatê wî bin, ko pê bikaribe perîşanî û bindestiya xelikê welatê xwe yê li bin dagîrikirinê ji herdu aliyên civakî û neteweyî ve bîne ber çavan û rêyê li ber rêçareyan xweş bike.
Rast e ji bilî nivîsên wî yên di kovar û rojname û belavokên kurdî de hatibûn weşandin çi pirtûkeka wî ya çapkirî nebû, lê hêşta ew sax, wî pênc romanên xwe û du pirtûkên kurteçîrokan nîşa min dabûn û ji min xwestibû ko ez wan bixwînim û dîtinên xwe wekî xwendevanekî li ser wan der bibirim bona ko wî li gor wan dîtinên min guhortinên pêwîst li ser wan bikirana. Mebesta wî ji xwendina min bo wan ew bû bizanibe ka zimanê wan ji min re wekî xwendevanekî çawa ye, hêsan e û bê zehmet dihête xwendin yan giran e û xelik nikarin baş fehim bikin û xweşiya xwe tê de nabînin. Wî dixwest bizanibe ka ew xweş û bê rawestan dihêne xwendin û mirovî bi xwe re dibin û dikêşn bo nav serhatî û bûyeran û mereqê li ba mirovî çê dikin ko mirov li ser xwendina wan berdewam bibe û bixwaze dawiya wan bizane? Wî weha û ji ber gelek egerên din jî dixwest berî çapkirina wan, ne ko bi tenê ez, lê her kesek be bila bibe, wan bixwîne bona ko ew li gor têbîniyên wî yan yên wê yan yên wan çend xwenedavanan çîrok û romana xwe ava bike ve. Gotineka wî ya pir giring di warê pêşketina karê nivîskariyê de dihête bîra min, wî digot:
— Ez nikarim gelek di nivîskariya xwe de pêş bikevim, ji ber ko bona ko ez bikarim berhemekê çêtir û avatir û hunerîtir ji yê berê biafirînim pêwîstiya min bi awirdan û têbîniyên xwendevanan û rexneyên rexnegiran heye û ew jî nahêne kirin ji ber ko pirtûkên min nehatine çap kirin û nehatine xwendin.
Bi dîtina min ew herpênc roman û herdu pirtûkên kurteçîrokên wî, hem di warê hunerê teknîk û avakirina roman û çîrokan de û hem jî di warê zimanê wan yê xwerî kurdiyeka hêsan û sivik û xweş de pir li pêş in. Lê mixabin ew mir û wî ew berhemên xwe çapkirî nedîtin. Ew li vir bêkar bû û ji fermanberiya arîkariyên civakî pereyekê pir kêm digehişte destên wî, hema wî bi xortî debara xwe û jiyana rojane pê dikir. Ew ji hejarên Swêdê bû û wî weha nikarîbû pirtûkên xwe çap bikirana û xweziya wî ew bû rojekê zû welatê wî azad bibûya û wî pirtûkên xwe li wê derê çap kiriban û xelkê wî ew xwendiban.
Wî jin û sê kur û keçek hebûn. Hemû jî li Stokholmê bûn. Kuran, jin û zarokên xwe hebûn û keçê jî şû kiribû. Ez hersê rojên taziyê heta derengî şevê li mala wan dimam û bo nivistinê vedigeriyam mal. Gelek kesûkar û niyas û heval û dost dihatin serxweşiyê li malbata wî bikin û di xema wan de beşdar bibin. Roja sêyê, dema min xatra xwe xwestî û ez rabûm da ko bizivirim mal, pîreka wî li cem zarokên xwe yên ko li wir bûn ji min xwest rabiwestim ji ber ko tiştek heye ew dixwaze bide min bo ko ez ligel xwe bibim mal. Ew û kurekê xwe çûn odeya wî ya nivîsînê û wan kartoneka mezin bi xwe re anî. Jina wî kaxezkeka girtî xiste nav destê min û got:
— Mêrê min ev name û ev karton berî mirina xwe ji te re hiştine û te ya rast bivêt ez nizanim ka çi tê de ye.
Min şerim kir ez li wir nameyê û kartonê vebikim, lewma min xatra xwe ji wan xwest û ez bi nameyê û kartonê ve vegeriyam mal.
***
Min, li mal, zû dergeh li pişt xwe girt û min lempe hilkirin û karton deyna ber xwe û min seh kire tiştên ko di kartonê de bûn. Paşî min name vekir û xwend. Nameyeka pir kurt bû. Ev tê de hatibû nivîsandin:
— Birayê hêja û xweştivî! Ez dizanim ev barekê giran e ez bi hêviya te ve dihêlim, lê min ji bilî te çi kesekê wekî te ko cihê baweriyê be û xudanê peyman û soza xwe be û ev kar pê çê bibe nîne. Ev berhemên min in yên bi dawîhatî û yên bi nîvmayî û yên hêşta destlênedayî. Te mafê hindê heye ko tu li gor zanîn û hezkirina xwe wan ji çapê re amade bikî û çap bikî. Daxwaza min ya yekane ji te ew e ko ev berhem nemînin di wê kartonê de û zû bikevin nav destên xwendevanên kurd. Serketî bî di kar û jiyana xwe de. Birayê te babê Gulê.
Paşî ez careka din vegeriyam ve ser kartonê. Ew du beş bûn; ji serve kaxezeka stûr ya sipî li ser bû û li ser nivîsandibû ”Berhemên ji çapê re amadekirî”, ew jî her pênc roman û du pirtûkên kurteçîrokan û ferhengeka kurdî-kurdî û pirtûkek li ser dîroka edebê kurdî bûn. Di bin wan de kaxezeka dî ya sipî hebû û li ser nivîsîbû ”Berhemên ne timambûyî” û di bin wê kaxezê de gelek kaxez û destnivîs û têbîniyên li ser parçekaxezan hebûn.
Ez nêzî hefteyekê ketim ber wan kaxezan û min ew xwendin. Ew di piraniyê de hê di zerfên xwe de bûn û ji navnîşan û hejmarên posteyên wan diyar bû ka ji kûderê hatine û kengî. Ji wan kaxezan yekê bala min pir kêşa, lê çi navnîşanek ji bilî ya babê Gulê li ser zerfî nebû. Kaxez jî bi kurdiyeka xweş hatibû nivîsandin, lê ne kurdî û ne destxet yên babê Gulê bûn. Xwiya bû ko name ji ba kesekî hatibû û babê Gulê xwendibû, lê çi destkarî tê de nekiribû. Xwe, wî hertim digot min:
— Berî tu tiştekê edebî ji nû ve binivîsî û bo ko tu berhemekê hêja û bikêrhatî ji wê nivîsê yan wê hizrê durist bikî, divêt tu wî gelek caran bi dirêjiya demeka nedestnîşankirî bixwînî bona ko babet di serê te de, di nava te de bigehe loka afrandinê û te ji nav de neçar bike ko tu dest bidî nivîsandinê.
Ez li vir wê nameyê bê çi guhorîn, ji bilî hinek rastkirinan di warê rêziman û rênivîsê de, diêxim ber çavên we û ev jî deqa wê ye:
”Heyho dinyayê! Em hindî dijîn xweziyên rojên borî dikin. Wey pa rojeka xweş bû, ew çi caran ji bîra min naçe. Min di wê rojê de hest pê kir ko laşê min xwe hew li min digire û tiştekî ji min dixwaze. Çi tamên xweştir ji ya wê gavê nînin. Eger tirs û şerma min ji xelkî nebûya, min ew gav dikirin roj û meh û sal û min laşê xwe ji laşê wî venedikir.
Hersal xwîşk û birayên min diçûn çiyayê Cûdî bo ser canê Nûhî û hersê ewliyayan, lê ez bi xwe re nedibirim. Çûna wê derê jî li ba min bûbû mereqeka pir mezin, bi taybetî piştî ko ew ji wê derê vedigeriyan mal û wan behsa serhatiyên xwe yên herşeş rojên seredana xwe li Cûdî dikir. Di wê salê de keçikên hevjiyên min destûr ji malbatên xwe stend ko biçin wê seyranê, evca bû lavelava min jî, li dawiya dawiyê malbata min qayil bû ko ez jî bi birayên xwe re biçim.
Roja şembiyê, giş qolên ko ji deverên cida cida ji dorhêla Cûdî hatin li binê çiyayî xirvebûn, bona ko bi hev re lê ser bikevin. Veger jî diviyabû nîvroja pêncşembê bûya, çinkî, dibêjin ko êvariya roja pêncşembê canên wan hersê ewliyayan di şiklê sê kotiran de ji esmanan dihêne xwarê û li ser Cûdî dadidin û hemû roja îniyê li wê derê dimînin. Evca eger kesek li wir be canên wan nêzîkî Cûdî nabin. Lewma jî divêt Cûdî spêdeya roja pêncşembê bihête berdan, da ko ew cih bi hatina canên wan hersê ewliyayan bihête pîroz kirin.
Ji bo serketina çiyayî rêyeka taybetî hebû, ew jî pir sext û zehmet û asê bû. Lewma li wê derê rênîşanderên ko rêbarên çiyayî baş nas dikirin hebûn û ew diketin pêşiya birên mirovan û wan ew ber bi gupîtka Cûdî dibirin. Xwe rêyên hêsantir jî hebûn, lê bo serdanê û bona ko ew bi xêr bihata nivîsandin diviyabûya mirov di wê rêyê de biçûya. Vê çendê jî serhatiya xwe heye.
Dibêjin dewrekê, zemanekî ewliyayek ji devereka dûr bo serdana canê Nûhî yê li serê Cûdî hat. Dibêjin piştî pazde rojên rêyeka dijwar û zehmet ewliya mandî dibe, ji hêzê dikeve. Evca li cihekî li bin girê cihê mebesta xwe rûdine û bêhna xwe dide. Di wê gavê de kalekê porsipî, dêmşirîn û rûxweş, rastî wî dibe. Ewliyayê westiyayî piştî silavê û bi xêrhatinlêkirinê pirsiyarê ji pîremêrî dike ka çend dem ji wî re maye bona ko bigehe ser gorê Nûhî. Kal jî ko şeytan bû û xwe bi wî rengî guhortibû ji ewliyayî dipirse:
— Ma ev çend rojên te ne tu bi rê de yî?
— Evro pazde roj in ko ez bi rê ve me, ewliya weha bersivê dide.
— Heyho ewliyayo! Şeytan wilo lê vedigerîne. Hêj ya bi zehmet li pêşiya te ye. Te heta niha nîva rêyê biriye û hê nîva dijwartir maye.
Piştî wê axiftina xwe şeytan rêya xwe digire û diçe û ewliyayê di navsal de çûyî di bêhêvîbûnê de dihêle.
Ewliya bêzar dibe û di xwe re nabîne ko pazde rojên din jî bi rê ve bimîne û nizane ko şeytanî derew li wî kiriye û nizane ko gora Nûhî çend gavan wêvetirî wî, bi ser wî de ye. Lewma ew bêhîvî dibe û ji Xudê dixwaze ko canê wî li wir jê bistîne. Xudê jî bêdiliya ewliyayê xwe nake û daxwaza wî bi cih diîne
Çaxê em gehiştine wê derê rênîşanderê me destê xwe dirêjî girekê mezin yê berhûr û keviran kir û got:
— Aha wê hanê ye cihê ko şeytanî ewliya lê rawestandî û bê hêvî kirî.
Hê rênîşanderî axiftina xwe timam nekirî hey li wî û babê wî yê ko zû dest bide ber û keviran û li wî girî bide, her weçku şeytan bi xwe li wir e û ew dixwaze me ser de bibe û em beran li wî didin ji bona ko ew xwe ji rêya me bide paş. Te digot qey me bi wê berhavêtinê tola ewliyayî ji şeytanî dikir.
Êvarê, ber bi rojavabûnê, em rawestiyan dema rênîşanderî ji me re cihek li ber kaniyeka ava sar destnîşankirî û gotî ko ew cihê rûniştin û bêhinvedan û xwarinê ye. Her çend kesek yan çend malek çûn nav çeperokekî ko mîna dîwarên xanîkan, lê nizim çêkirî bûn û codelî û tiştên xwe raxistin, mêdekên xwe vekirin û dest bi xwarinê kir.
Ez dizanim ka hûn çend bêhinteng in û hûn dixwazin zû dûmahiyê bizanin. Ez jî serî gelek li we gêj nakim û dê yekser çime ser behsa tiştê di wê serdanê de li ba min herî giring, ew jî çavên wî xortî bûn. Rast e me hemûyan, keç û xortan di bin mijûlankên çavên xwe re, bi dizîkî ve temaşayî hevdu dikir, lê çavên wî ji min re ne wekî hemû çavan bûn. Berêxwedanên wî wekî birûsiyekê xwe li laşê min wer dikir û lerzikek pê bi min diket. Te digot qey çavên wî dest in, min digirin û cilikan ji ber min dikin, wan diperitînin. Ew ji gelek xortan bistehtir bû, çavzilkanê jî digel min dikir. Min li ber wan berêxwedanên wî yên pir nêr û dijwar ser li xwe diçemand. Lê di rastiyê de ez nikaribûm wî dêmî û wan çavan ji hizra xwe dûr bêxim û nedişiyam berê xwe jê bidim.
Min li wir didît ka çawa qîz û xort xwe ji dayûbab û kesûkarên xwe vedidizin û diçin pişt wan ber û keviran û ya dîtir di navbera wan de diqewimî. Lê min ew bistehî nedikir û herwekî dibêjin ez disotim û nedihate gotin.
Wî xwe gelek caran nêzîkî min dikir û çavên wî tiştek ji min dixwest. Ez di daxwaza wî digehiştim, lê ez pir ditirsiyam û min xwe di wî nedigehand. Ma qey ez dikaribûm xwe bilivînim? Nê hersê birayên min zêrevanên dayik û babê bûn ligel min.
Heyamekî, min dît ko birayên min ne xwiya ne, çi xiş tê de nebû ko ew jî bi qîzan re bûn. Xwehên min jî bi hevalên xwe re winda bûbûn. Xwe piraniya keç û kuran ne ji bo serdana canê Nûhî û hersê ewliyayan, lê ji bo kêfa dil û laşên xwe dihatin wê derê. Min hîngê, ji nû ew rastî zanî û min digot xwe:
— Xwezî ez berî niha hatibam vî cihî.
***
Roja duyê, xort û keç çûn ser gupîtka çiyayî û ji kombefran berif anî ji bona ko wê bihelînin û bikin ava vexwarinê. Roja dîtirê, roja sofî û feqeyan bû. Hemû li ser banê mezarî xirvebûn. Wan hindek gotin bi stirankî û bi zimanekê biyanî, dibe ko erebî bû, digotin û hinan jî li defan dixist. Du sê kesek jî li hindav serên xelkê ko hatibû serdanê bûn, şiftan di dest wan de bûn. Wan şiftan li pişta her kesekê ko henekên xwe bi zikrî kiriban didan û eger wî kesî dev ji hindê bernedaba wan ew ji wê derê derdixist. Li wê derê kesine ko bi duristî zikir dikir jî hebûn, ew ji dil û can diketine nav hundirê xwe û wan di dawiyê de xwe ji bîr ve dikir û bi cezbe diçûn û xwe ji serbanî dihavête xwarê û livînên wesa sehimdar dikirin, çirîseyê pê serê mirovî digirt.
Biborin ko min hûn careka din ji bingehê serhatiyê dûr xistin. Kurtûkurmanc, em roja pêncşembê nêzîkî nîvro ji çiyayî xwar ketin û piştî nîvro gehiştin binê Cûdî, wî cihê ko em û rênîşander jê ser bi çiyayî ketibûn. Li wê derê rûbarekê nekûr di rê de bû, ji bona ko em vebigerin diviyabûya me ew rûbar derbas bikiraya. Hinan deling û dehmanên xwe hildan û hin xortan şel ji pêyên xwe kirin û xwe da avê û rê li keçên ji xwe biçûktir girt û ji wan xwest ko siwarî piştên wan bibin bona ko ew wan derbasî aliyê din yê avê bikin, bê ko ew kincên wan ter bikin. Piraniya qîzikan siwarî piştên kurikan bûbûn û weha li avê derbas dibûn. Hinekan ji kuran, qîz li nîva rûbarî dixistine nav avê û bi wî awayî beşê kêf û laqirdî û henekan dest pê dikir.
Min, di wan gavan de, hema hind dît ew xortê ko laşê min bi çavên xwe dikêla li hember min e û ji min dixwaze ko ez siwarî pişta wî bibim, bona ko ew min derbasî rexê dî bike. Dev li min alizî û min nezanî çi bersiv bidim û çavên min rik man li çavên wî. Wî jî xwe li benda min û bersiva min negirt, herweçkî wî dizanî ka ez di nav xwe de çi dibêjim û çi dixwazim. Wî hema yekser pişta xwe da ber min, ez jî bê hizirkirin lê siwar bûm. Wî jî, li nîva rûbarî, wekî piraniya xortan, ez xistim nava avê, lê destê min yê rastê ji destê xwe yê çepê ber neda. Dest da gilîzankên min vekirin, min kir kenî û av li wî reşand. Wî xwe avête min û ez hêl kişandim ber xwe. Kincên min yên tenik û terbûyî di avê de bi laşê min ve nûsiyan û her wisa yên wî jî. Wî laşê min bi laşê xwe ve şidand. Ez di wan gavan de çûme dinyayeka din, kêf û tirs û qutequta dilî û tiştine din di nava min de ariyan. Ez di avê de bi pêsîra wî ya gerim hesiyam xwe dişidîne ser pêsîra min, ez bi tilên wî hesiyam serên memikên min digirin û diperixînin û wan rep dikin. Ez bawer nakim çi gavek ji wê gavê li nik min xweştir be û ew ji her tiştekî bêtir li bîra min e. Ew cara yekê bû destê kurekî bi laþşê min dikeve.
Niha ko ez wê gavê diînim bîra xwe, ez her wê tama cara yekê jê seh dikim, dema laşê min yê mê bo cara yekê bi laşekê nêr venûsiyayî. Her di wan gavan de, wî, digel wê xwepêkvenûsandin û gemirandina laşan de, devê xwe anî bo binguhê min û got:
— Xwe pîçek sivik bike, ez dê li pişt kevirê hanê li benda te bim, min axiftinek heye ez dixwazim bibêjim te.
Min nerî ko xwîşk û birayên min û yên niyas bi hevdu ve mijûl in, min jî xwe ji wan vedizî û ez ber bi wî kevirî, yê ko wî xwe li pişt veşartî çûm. Laşê min wê gavê pir aryabû û her parçeyekê awazek û daxwazek hebû. Herçend em weha hatibûn perwerde kirin ko ew çend, kar û tiştekê qedexe ye, guneh e û xelkê me jî hertim weha digot, lê piraniyê guhdariya wan şîretan nedikir û bi dizîkî ve, bi veşarkî, ew dikir. Ez jî yek bûm ji wê ref û ji wê civakê, min jî hez dikir lê şerim dikir û ditirsiyam, lê li pişt wî kevirî tirs û şerim hatine ser jê kirin û min bo cara yekê di jiyê bîstsaliyê de tam kire wê xweşiyê. Min zanî ko navê wî Memo ye û hevbajêriyê min e. Xwendinkar e li sala dawiyê ya lîseyê (amadeyî) û dê piştî hîngê xwendina xwe li universîteyê li Diyarbekirê li fekulteya ekonomiyê bidomîne. Ez bi xwe wê çaxê xwendinkara klasa dawiyê ya navîn bûm. Ew çar salan ji min mezintir bû, lê xortir ji jiyê xwe dihate ber çavan.
Civan û çavpêketinên me dubare û sêbare û çend bare bûn û xelkê jî pê zanî. Dayûbabên min ji wê danûstandina min û Memoyî pir nerehet bûn û wan xwest ez dev ji wî ber bidim. Lê bi rastî, êdî ji hindê derketibû û Memoyî ez bi hemî ve dagîr kiribûm û min nikarîbû bê wî bijîm. Serî li we gêj nakim, dûmahiya dûmahiyê û herçend bi dilê mala me nebû jî, min şû pê kir. »Bixwîne |
 |  |  |
 |
Ji diya min Elîfê û bavê min Evdilqadir re.
Min dilşahiya xwe li cem we hişt û ez çûm,
hûn li dû min bi xemgînî jiyan.
— Firat Cewerî —
Tu dever wek warê bav û kalan xweş tuneye
mirov li xerîbiyê di qesra herî xweş de jî bijî
dîsa mirov bêriya warê bav û kalan dike.
Ez ê niha ji we re behsa vegera Îthakayê bikim
xezeba ko Zeus aniye serê min ez ê vekim.
— Homeros, Odysseia —
Destpêk
Gotinek heye, dibêje; “mirov nikare dê û bavê xwe hilbijêre, lê mirov hevalên xwe hildibijêre”. Dibe rast be. Lê ez nikarim bibêjim ko min hevalê xwe î Ferda hilbijart.
Ev hevalê min ê zarotî û xortaniyê, ê xwendin û têkoşînê, ê sirgûnê û niha jî ê li ser riya vegera welêt e, ne mîna hevalekî lê mîna birayekî min e, ji birayekî jî wêdetir mîna perçeyek ji dilê min e.
Ev hevalê ko me cara pêşî bi hev re lingên xwe li topê xist, ê ko me di eynî demê de porê xwe şeh kir û ji keçikan re fîkand, ê ko me demekê bi hev re li ser dîwaran slogan nivîsandin, ê ko me bi hev re hutikên xwe li ba kirin û li dijî zilmê qîriyan, ê ko me bi hev re kitêb ne ko xwendin, lê daqurtandin û ê ko em ji ber bela kitêban li vî kujê cîhanê bi cih bûn, ew niha li ser riya vegera welêt e. Hevalê min ê ko ev bîst û heyşt sal in bûye çêra sirgûnê û bi evîna welêt roj bi roj dihele, niha berê wî li oxira vegerê ye.
Hevalê min Ferda, ê ko nikarîbû gêrikek biêşanda, bi destpêka jiyana sirgûnê re dilê wî teniktir bû, li ber xwîna ko di dema şoreşan de hatibû rijandin ket, ji ramana şer û pevçûnan bi dûr ket û li riyên çareseriyên aştiyê geriya. Wî demekê dilê xwe ê tenik spart evînê, xwest bi germî û xweşiya evînê ji kabûsê jiyana sirgûnê rizgar bibe, lê dilê wî ket xefika evînê û di destarê evînê de hat hêran.
Hevalê min ê ko li ser riya vegera welêt e û pêncî salên girover li dû xwe hiştine, wê sibe ji bajarê Goteborgê bide rê, wê were mêvandariya min, dû re wê here mala kurê xwe Cengo, xêtir jê bixwaze, ez ê wî bi otomobîlê bigihînim balafirgehê û wê here. Lê berî ko here û berî here mala kurê xwe Cengo, ez ê ji bo wî çend hevalên nêzîk biezimînim malê û şahiyeke bi xwarin û vexwarin li dar bixim.
A ji niha ve, jina min haziriya sibehê dike. Ew ê parsûyê heşandî, kortik û apraxan, kutilkan, hêta berxê, tirşikeke aliyê Mêrdînê, sê cûreyên seleteyan, savar û birincê çêbike. Min jî ji bo vê êvarê du şûşe vodkaya Absolut, şûşeyek araqa tirkan, du şûşe wîskiya Grant’s, çar şûşe şeraba sor, kaseyek bîra, coca-cola û fanta kirîne û em haziriya sibehê dikin. Digel ko jina min bi zaro ye û di meha xwe ya heftan de ye jî, ew dîsa bêrawestan vir de û wê de baz dide, haziriya xwarinên xwe dike û carê ji bo tiştên kêm min dişîne dikanê. Heke ne ji bo hevalê min Ferda bûya wê jina min xwe neda ber çêkirina ewqas xwarin. Jina min jî pir ji hevalê min Ferda hez dike û hertim pesnê maqûlî û mervantiya wî dide. Hem ez hem jî jina min, em ji ber vegera Ferda di hundirê gerînekeke hisî de ne. Ez bi xwe nizanim ne ez ê ji bo vegera wî kêfxweş bibim ne jî xemgîn bibim. Lê ez zanim ew bi xemgînî vedigere.
Gava adina rojê saet yekê piştî nîvroyê zengilê deriyê me lêdikeve û ez dêrî vedikim, ez hevalê xwe Ferda, digel çenteyekî bordo û baqek gulên sor li ber dêrî dibînim. Me hevdu berî bi çend mehan jî dîtibû, lê bi ya min ew vê carê pir ketibû. Porê wî bi carekê spî bûbû, gepên wî kort çûbûn, qermîçokên eniya wî zêdetir bûbûn û xelekên kalîtiyê xwe li dora çavên wî dabûn der.
Gava min derî lê vekir û ew bi min re beşişî, min xemgîniyeke veşartî di xetên rûyê wî de dît. Lê min bi kêf û henekan xwest hebekî xemgîniya ko rûyê wî dagir kiribû, sivik bikim, min rahişt çentê wî, em derbasî hundir bûn, min destê xwe dayê, ew maçî kir, dû re ew hemêz kir û bi dilxwaziyeke ji dil pişta wî tepand. Paşê kevaniya min jî bi xar ji mitfaxê hat û bixêrhatinî dayê. Wî ew baqê gulan dirêjî kevaniya min kir, me pesnê gulên wî ên xweşik dan, dû re bi rehetiya ko ew li mala dostekî xwe ê nêzîk e, çakêtê xwe ji xwe kir, bi dar de kir û em bi hev re derbasî odeya rûniştinê bûn.
Me odeya rûniştinê ji niha ve ji bo mêvanan amade kiribû. Bi niyeta ko wê cih li ser kursî û qoltixan nemîne me du doşekên singer li erdê raxistibûn û hemû vexwarinên xwe li ser maseya ber qoltixan bi cih kiribûn. Herçiqas hevalê min Ferda pêwîstiya vê mesrefa zêde nedîtibû jî, min dîsa bi ya xwe kiribû û xwestibû qet nebe hevalê xwe bi dilxweşî bi rê bikim.
Gava wî xwe da ser qoltixê, wî careke din pêwîstnekirina mesrefa zêde di bîra me de anî û li ber westandin û zehmetkêşiya jina min ket. Jina min ya ko hertim jê re digot keko, dîsa ew navdêr anî pêşiya navê wî û got ew wê xwarinê ji kekê xwe re çêdike. Piştî Ferda fêhm kir ko ew xizmet ji dil ji bo wî tê kirin, wî xwe pir rehet his kir û spas û şabaş bi ser jina min de barandin. Wextî jina min jî bi me re sohbet dirêj bikira, lê çaxa têgihîşt ko divê rabe, wê destûr ji me xwest, rabû û çû ser xwarinên xwe.
Piştî wê ez jî rabûm, çûm mitfaxê, min hinek qeşa ji sarincê derxist, xist kaseke camîn, kevçîkekî biçûk xist nav û anî odeya rûniştinê. Qedehên min ên krîstalên derewîn ji xwe li ser masê hazir bûn. Min ji me re her yekê hinek wîskî berda binê qedehê, qeşa xist nav û me qedehên xwe ji bo dostaniya salan li hev xistin. Ew qedeh bûn du û heta êvarê me şûşeya wîskiyê nêvî kir. Me di bin tesîra serxweşiya wîskiyê de sohbet kir; me behsa welêt, behsa zarotî û xortaniya xwe, behsa têkoşîn û berxwedanê, behsa şaşiyan, behsa jiyan û psîkolojiya sirgûnê û bêguman behsa vegerê û şertên wê kirin.
Saet şeşê êvarê, mêvanê pêşî li zengilê derî xist. Mêvanê pêşî jî hevalekî me yê berê bû. Saet şeş û tiştekî jî mêvanê dudan hat. Heta saet heftan hemû dost û hevalên ko min ezimandibûn hatin. Hin ji wan bi diyariyekê hin jî bi du diyariyan hatibûn. Te digot qey wan ji bo diyariyan hevdu tembîh kiribûn. Diyariyên ko ji Ferda re bûn dane Ferda, gul û pakêtên çoklatan jî dirêjî xanima min kirin.
Xanima min jî di vê navê de ew texlît xwarinên ko min navên wan li jor hejmartin di firaxên porselen yên xweşik de li ser masê bi awayekî spehî bi cih kiribûn û mîna xanim û bermaliyeke bi xwe bawer li benda mêvanan bû.
Berî ko em mêvanan keremî mitfaxê bikin, ez derbasî mitfaxê bûm û min li ser masê nêrî. Bi rastî jî ne ji ber ko bermaliya min ew xwarin çêkiribûn, lê wê ew xwarinên pir texlît ewçend spehî li ser masê bi cih kiribûn ko mirov digot qey ew tabloyeke rengîn e. Ji bo kêfa jina min lê neşikê û wê tempoya xwe dewam bike, bêyî ko kes bibîne min li mitfaxê lêvên wê maçî kir, tepek li kulîmeka wê ya rastê xist, bi çend gotinan pesnê wê da, pê re bişirîm, paşê dageriyam odeya rûniştinê û min mêvan keremî xwarinê kirin.
Mêvan, an jî ji mêvanan wêdetir hevalên me bi hev re ketibûn sohbetê. Gelekan ji wan zû de hevdu nedîtibûn, loma wan li kar û mijûliyên hev dipirsîn, guhertinên ko di wan de bûbûn meraq dikirin, gazin ji jiyana sirgûnê û têkiliyên sar ên ko berhemên jiyana sirgûnê ne dikirin. Heta ko hebekî xilbexilba wan kêm bû, min ji wan daxwaz kir ko ew rabin û ji xwe re xwarinê bînin. Ji ber ko cihê hemûyan li ser masê tunebû, min û kevaniya xwe li hev kiribû ko em bi awayê bufê çêbikin, bila her kes ji xwe re têxe sênîka xwe û derbasî cihê xwe bibin.
Dema min ew keremî xwarinê kirin, yê herî birçî û xwarinhez berî hemûyan rabû, lê dîsa jî ji odeya rûniştinê û ber bi mitfaxê dûvikek çêbû. Hinan firaxa xwe bi dev re dagirtin, hinan jî hindik xistê û careke din ji xwe re anîn. Hinan bi xwarinê re şeraba sor vexwarin, hinan vodka û cola tevlîhev kirin û hinan jî qîma xwe bi avê anîn.
Ez wek xwediyê malê, ji ber wê hewa şahiyê pir dilşa bûm. Herweha ez dilşa bûm ko jina min bêyî ko pozê xwe daliqîne, an jî xwe hêrs û aciz bike du rojan bi wê xwarinê ve mijûl bûbû û niha, dema bi mêvanan dadiket, ji wan re xwarin dixistê û qedehên wan dadigirt, qet rûyê xwe nedikir û her dibeşişî.
Em dilşa bûn, kêfa me li cih bû; min ji liv, tevger û axaftinên mêvanan jî tê derdixist ko ew jî kêfxweş û dilşa ne. Bêguman ji bilî hevalê min Ferda. Erê ew dipeyivî, wî bi mêvanan re sohbet dikir, lê mîna ko ew ne li cem me be, mîna ew li devereke dûr be; awirên wî wilo vala dixuyan û xemgîniyeke kûr xwe di siya dilşahiya şeva me de di rûyê wî de dida der. Em hemû ji bo wî civiyabûn, lê hişê wî li devereke din bû. Em hemû ji bo wî hatibûn ser hev, lê xemgîniya kambax dev jê bernedida. Ew ê piştî bîst û heyşt salan vegeriya welatê xwe. Ew bîst û heyşt salan ji welatê xwe dûr mabû, bîst û heyşt salan hesreta welêt kişandibû û bîst û heyşt salan bi agirê vegerê şewitîbû.
Mêvan diçûn û dihatin, mîna ko li malên xwe bin ji xwe re xwarin û vexwarin dixistinê, li ser lingan an rûniştî dipeyivîn, digel ko dilê piraniya wan ji bo vegerê lê dixist jî, lê heta niha veger ji kesî re nebûbû qismet; qet nebe kes wilo mîna Ferda di demeke nêzîk de li vegerê nefikirîbû. Loma, wan Ferda didan ber pêla pirsan, hinan xweziya xwe bi dilê wî dianîn, bi ya hinan vegera wî ya niha zû bû, hinan dilên xwe dibijandin rewşa wî û bêguman hin jî nedixwestin ko di kirasê wî de bûna.
Herçî Ferda bû, ew niha ji ser qoltixê rabûbû, li ser doşeka sînger cih dabû xwe, digel ko pir vexwaribû jî dîsa li ser hişê xwe bû û bi hevalan re di sohbetê de bû. Herdu hevalên ko li ser doşekê li rex Ferda rûniştibûn, hevalên me ên kevin bûn û herduyan jî hem ji Ferda hez dikirin hem jî li hemberî wî bi hurmet bûn. Yê ko li milê wî yê rastê rûniştibû, navê wî Serdar bû. Serdar yekî qut î qalind bû, bi jiyana sirgûnê re por weşandibû, rohniya çavan lê kêm bûbû, niha berçavkeke doxdarîn û girover bera ser bêvila xwe ya gir dabû, herdu çokên xwe kişandibûn zikê xwe, destên xwe lê gerandibûn, bi xayizî li qedeha xwe ya şerabê ya ko li ser xaliya ber doşekê bi cih kiribû dinêrî, di xeyalan de kûr çûbû, lê ji nişka ve mîna ko tiştekî xweş were bîrê keniya, hema di wê kêliyê de dengê xwe bi ser ê civatê xist, xwest hemû sohbet û minaqeşê bide rawestandin û balê bikişîne ser Ferda. Wî xwest Ferda têxe navendê û bi mêvanan bide zanîn û hiskirin ko civata me ji bo Ferda civiyaye.
Wî behsa bîranîneke xwe û Ferda kir, em hemû bi bîranîna wan keniyan. Dû re wî behsa hinek kitêb û kovarên ko Ferda di zarotiya xwe de dixwendin kir, em bi wê jî keniyan. Wî behsa keçika ko hem wî, hem jî Ferda di zarotiya xwe de jê hez dikir kir û em bi wê jî keniyan.
Serdarê ko ji nukte û pêkenînan re jêhatî bû, hunereke wî ya peyvê û lihevragirtina mirovan jî hebû. Ew bîranînên zarotî û naşîtiyê ko wî behs kirin, Ferda geş kir, bi wê geşiyê jî wî behsa bîranîneke xwe û wî kir. Em bi wê bîranînê jî keniyan.
Ferda li peyvê vebû; wî behsa bîranên me ên mişterek, behsa zarotiya li welêt, behsa dema têkoşînê, behsa hatina me ya Swêdê, behsa du hevalên ko çawa bi trafîkê li Swêdê miribûn, behsa dema ko em li Swêdê hînî zimanê swêdî dibûn, behsa bê wî çawa carekê bi şaşî ji xwe re xwarina psîkan kirîbû kir û wî bi axaftina xwe hem em dibirin salên buhurî, hem jî bîranînên me zindî dikirin.
Êdî me dawî li xwarinê anîbû, firaxên xwarinê ji odeya rûniştinê hatibûn hevdan, şûşeyên vala hatibûn rakirin, kaseya qeşayê hatibû nûkirin û serê me hemûyan kêm zêde xweş bûbû. Loma, me kê firsend dît, me behsa bîranîneke xwe ya dema ko em nû hatibûn Swêdê kir. Ji ber ko bîranînên me hemûyan kêm zêde dişibiyan hev, me hemûyan xwe di bîranînên hev de didît, loma em hemû bi pîrqînî dikeniyan û ne bi awayê êzîdiyên Ermenistanê be jî, me carê di nav re qedehên xwe ji hev re bilind dikirin û ji bo Ferda bi noşîn vedixwar.
Hem ji ber pêdaketina hevalan hem jî ji ber vexwarina ji esir ve, Ferda pir dilzîz bûbû û bi wê dilzîziyê dest bi axaftineke kurt kir. Deng ji her kesî biliya. Ew kenê ko berî kêliyekê xwe ji bîranînan dabû rûyên me niha xwe dabû alî û cidiyeteke bi xemgîniyê rapêçayî li rûyên me xwe dabû der.
Ferda mîna siyasetvanekî dest bi axaftinê kir, lê her ko di nav re çû ewqasî sade bû, bi durustî peyivî û ji berdêla ko behsa biserketinên xwe bike, xwe da ber rexneyan, qala qelsiyên xwe kir, ji bo şikandina dilên hin hevalan ji wan û ji hemû civatê doza lêborînê kir û got heke wî di jiyana xwe de tiştekî biserketî kiribe ew jî bi xêra hevalan kiriye û wê hevaltî ji bo wî hertim girîng bimîne.
Carina ewrekî xemgînî û bêdengiyê xwe bi ser civata me de digirt, carina jî hewayeke şahiyê ji civatê difûriya. Vexwarina ji êvarê de ew şexsiyetên derewîn ên di hundirê me de ji me bi dûr xistibûn û em bi şexsiyetên me ên rastî didan peyivandin.
Me bi şexsiyetên xwe ên rastî rastiyên xwe bi lêv dikirin.
Sohbeta me, xwarin û vexwarina me heta derengê şevê dewam kir. Herçiqas min ji hin hevalan xwest ko ew wî derengê şevê neçin malê jî, lê ew dîsa rabûn û çûn malên xwe.
Ez adina rojê saet di dehê sibehê de rabûm, min dît Ferda rabûye, riha xwe kur kiriye, serê xwe şuştiye, kincên xwe li xwe kirine û li mitfaxê bi jina min re qahwê vedixwe.
Min rojbaşî da wan, çend deqîqan li ser lingan bi wan re sohbet kir, dû re ez dageriyam serşokê, min bi lez peşkek av li xwe kir, bi eynî lezê kincên xwe li xwe kirin û derbasî mitfaxê bûm. Herçiqas jina min mal hemû dabû hev, firax şuştibûn û taştê li ser masê amade kiribû jî, min û Ferda me ji bilî qahwê ne tiştek xwar ne jî vexwar.
Çaxa jina min li tengbûna demê hayê bû û bilezbûna Ferda bala wê kişand, wê tavilê qahwa xwe nêvcî hişt, rabû ser xwe, çû ji ser dolaba me ya odeya razanê çenteyekî mezin daxist, bi paçikekî toza ser çente paqij kir, çente anî mitfaxê, danî ber me, devê wî vekir, dû re çû bi du hemêzan diyariyên ko hevalan ji Ferda re anîbûn kişandin mitfaxê û xwest wan di çente de bi cih bike. Lê Ferda ji cihê xwe rabû, xwe avêt milê wê û sond xwar ko ew ê tiştekî bi xwe re nebe. Em herdu lê bûn yek, me kir û nekir, wî nehişt em diyariyên wî têxin çente. Wî got ko ew tu diyariyan bi xwe re nabe, ew berî bîst û heyşt salan bi çenteyekî biçûk ji welêt derketiye û ew ê piştî bîst û heyşt salan dîsa bi çenteyekî biçûk lê vegere.
Em bi wî çenteyê biçûk ji mala me derketin û me bi otomobîlê xwe gihand mala kurê Ferda, Cengo.
- Dewam dike - »Bixwîne |
 |  |  |
STOCKHOLM, 29/6 2005 — Em dê ji pehîzê û pê ve parçaromanan li vê derê belav bikin û heger te jî romanek nivîsî be û hêj belav nekiribe parçeyeka wê ji me re rêke da em li vê derê belav bikin.
Belavkirina parçeromana te dê ji bo kitêba te bibe danasîneka baş û xwendevan jî dê li hêviya derketina romana te bin û dema ew derket dê wê peyda bikin û bixwînin. »Bixwîne |
|
 |