Di kerrîtî û tarîtiya şevê de, dengê fizîna bayê kurr, dengê fîkîna têlên dîregên telefonan, tirseke bêhawe bi ser bajêr de dibarand. Di wê saetê de ji bilî polîs û leşkerên nobedar û ji bilî segên bajêr yên bêxwedî ko li dora dikanên qesaban diçûn û dihatin, kes tune bû. Wan di şeveke wilo de li deriyê te xistibûn. Bi teqîna derî re tu ji nava nivînan pekiyabû, te destê xwe avêtibû qutikê li ber serê xwe û tu rabûbû. Ger ne ji dengê jina te yê bi tirs û lerzokî bûya, te ê hema bi bazdan biçûya derî vekira. »Derî vemeke Selman, em ê pêşî ji polîsan re telefonê bikin« wê gotibû. Mîna ko te zanîbû mêvanên te yên bêwext polîs in, te bi lez bişkokên qutikê xwe girtibûn û te ji hundir »hûn kî ne?« bang kiribû. »Em in Doktor, derî veke, nexweşekî me heye« dengên ji derve gotibûn. Herçiqas te gotibû, »destûra min tune ez nexweş û birîndarên nenas bi şev derzî û derman bikim« jî, peyayên ji derve bi celebekî deriyê te vekiribûn û ketibûn hundir. Bi dengên wan, zarokên we yên biçûk jî şiyar bûbûn, xwe li kirasê diya xwe yê şevê pêçabûn û geh li diya xwe, geh li te, geh jî li wê koma peyayên girs û nenas nerî bûn. Tu bi xwe şaş û ecêbmayî mabû, te çîrok fêhm nekiribû. Wan pêşî xwe mîna «hevalan» bi te dabûn naskirin. Ji ber ko tu zarokê herêmê bû û te panzdeh salan li wî bajarê xwe yê biçûk doktorî kiribû, te piraniya rûniştevanên bajêr nas dikirin. Gava ew têgihîştibûn ko te ew nas kirine, wan xwe mîna polîsan bi te dabûne naskirin. Te pêşî li kaxiza wan ya destûrê pirsî bû, paşê te sûcê xwe meraq kiribû. Yekî ji wan kaxizeke qermiçî ji bêrîka xwe derxistibû, ji dûr ve nîşanî te dabû, paşê dîsan bi lez ew kaxez xistibû bêrîka xwe. Yê herî li dawiyê î bejinkurt, ko ji bo nexweşiya xwe ya zerikê carekê hatibû ba te, mîna ko ji bo li hemberî doktorê xwe bêhurmetiyekê dike, şerm kiribû, loma serê xwe xistibû ber xwe, qet li çavên te nenerîbû.
Minaqeşeya we ya li ser lingan zêde neajotibû, wan destûr nedabûn, ko tu zêde bipeyivî, emir li te kiribûn û ji te xwestibûn ko tu bi lez kincên xwe li xwe bikî û bidî pêşiya wan. Te jî wilo kiribû. Berî ko hûn ji hundir derkevin, tu li ber derî di ser stuyê xwe re zîvirîbû, te bi awirên tijî mane li jina xwe nerîbû, te dabû pêşiya wan û li dolmîşa wan, ya li jêra hewşê sekinandîbû siwar bûbûn û ji malê bi dûr ketibûn.
Wan du caran tu li nava bajêr gerandibûn. Bajarê ko te piraniya emrê xwe lê buhurandibû, wê şevê bi te ecêb hatibû. Çavên te li serê her kuçeyekê li peyayên nenas û bi sîlah ketibûn. Gava wan tu ji bajêr derxistibûn û hûn ketibûn riya gundekî çiyê, tirseke mirinê li te peyda bûbû. Ji bo tu hebekî tirsa xwe bitemirînî û dilê xwe têxî cih, te dîsan ji wan pirsa sûcê xwe kiribû. Yê ko li herî dawiyê rûniştibû û wê şevê jî berçavkeke reş li ber çavan bû, ji paşiyê de hutikek bi hêz li paş stuyê te xistibû û bi te dabû xuyakirin ko tu bi sûcê xwe dizanî. Tu bi lêdana wî pir li ber xwe ketibû, lê te li ber xwe dabû û ji wan re gotibû ko tu bi sûcê xwe nizanî. Gava dolmîşa we tibabekî ji bajêr bi dûr ketibû û şewqa elektirîkên bajêr ji ber çavan winda bûbû, tu li bûyerên van mehên dawiyê fikirîbû, loma tirseke bêhawe bi te girtibû, gomlegê te bi carekê ve ji xwêdanê şil bûbû. »Ez dixwazim hînî sûcê xwe bibim, hûn dikin min bi ko de bibin?» mîna ko tu ne li ser hişê xwe bû, te pirsî bû. Minaqeşe û kurtûpistek bi nava polîsan ketibû, piştî çend deqîqeyan wan dîsan berê dolmîşa xwe bi bajêr ve kiribû. Þewqa elektirîkên bajarê te yê zaroktiyê dîsan hêviya jiyanê dabû te, dilê te yê jar şa kiribû. Lê ew dilşahiya te zêde neajotibû. Dolmîşa we li ber deriyê avahiyeke mezin sekinî bû. Gava wan tu ji dolmîşê daxistibûn û biribûn hundirê wê avahiya mezin ya ji keviran, yekî li ber derî tavilê çavên te girê dabûn û paşê tu dehf dabû hundir. Bi dehfa wî re tu deverû ketibû erdê, lê wan dîsan bi milên te girtibûn û tu ji erdê rakiribûn. »Ma Doktor ev e?« yekî ji yê din pirsî bû. Te ji berdêla wî bersiv dabû »Erê, ez im» te gotibû û te texmîn kiribû ko êdî ew ê li hemberî te bi hurmet tevbigerin. Te gotibû »çawa be ez doktorê bajêr im, zarokan şaşitiyek kirine, ez girtime, lê ew ê niha min berdin û di ser re jî ew ê uzra xwe ji min bixwazin». Hê tu wilo difikirî, yekî ji paşiyê de bi qemçika paş stuyê te girtibû, du caran serê te li dîwêr xistibû û gotibû: »Tu ê birîndarên wan derman bikî ha! Ka bila ew jî werin birînên te derman bikin!» Û birîna te ya pêşî di laşê te de vedibû, xwîneke germ ji serê te herikîbû ser paçikê ber çavên te. Te li ber xwe dabû û te gotibû »ez bêsûc im«. Lê te nikarîbû bêsûcbûna xwe bi wan bidaya qebûlkirin. Te di tariya çavên xwe de ronahî û pakiya hundirê xwe dîtibû. Û loma, ji bo ew guh bidin bêsûcbûna te, te bi dengekî bilind û bi hêrs »Hûn bêqanûniyê dikin, ez bêsûc im« gotibû. Hêrsbûna te ew hêrstir kiribûn, ji her hêlê ve hutuk û pehîn li laşê te ketibûn. Te xwestibû tu xwe ji ber lêdanên wan biparêzî, lê bi lêdana yekî ji wan tiliya te ya girdikê fikiya bû. Te guh nedabûyê, ji hêrs û qehra bêsûcbûna xwe te êşa laşê xwe ji bîra kiribû. Wan jî êdî dev ji te berdabûn, tu çavgirtî li ser kursiyekê dabûn rûniştandin û yekî ji wan cigarek jî pêxistibû û dabû te. Te wextî cigara wî qebûl nekira, lê te xwestibû kurtedemek be jî tu teseliya xwe di wê cigareyê de bibînî. Tu di wê navbera kurt de li derengiya şevê fikirîbû. Tu li zarokên xwe fikirî bû. Tu li diya wan fikirî bû. Lê dengên bang û xeberên wan tu veciniqandibû. Xuya bû hinin din jî anîbûn. Dengê girî û libergerînên yên nûhatî, yên zarokan bûn. Yekî ji wan digot »Wele haya min ji wan tuneye, ez çûbûm ser gora birayê xwe«. »Tu çûbûyî ser gora birayê xwe?« yê polîs jî digot û bi kulm û pehînan li lêwik dixist. »Hûn ê hemû wilo derewan bikin, hûn ê me bixapînin. Hûn ê hemû bidin dû hev û herin goristanê, herin ser gorên şehîdên xwe(!)».
Mîna ew cara pêşî bû tu pê dihesiya ko çûyina ser gorên miriyan li bajêr qedexe bû. Te tehemul nekiribû. Te xwestibû tu ji ser kursiya xwe bipekî û bi dengê bilind neheqiya wan bi wan bidî zanîn. Hîn tu wilo difikirî, du heban bi milên te girtibûn û tu ji ser kursiyê rakiribûn. Wan tu pênc–şeş gavan meşandibûn û tu dîsan sekinandibûn. Te di bin paçikê li ber çavên xwe maseyek dîtibû. Li ser masê saetek, pakêteke Marlboro û kibrîtekê xuya dikir. Peyayê ko li ber wê masê bû ji te xwestibû tu bêrîkên xwe vala bikî ser masê. Te bi ya wî kiribû, te tavilê bêrîkên xwe vala kiribûn. Wî jî alîkariya te kiribû, destê xwe avêtibû qayişa te û ew ji pantorê te kişandibû. Paşê jî wî saeta te û hungulîska te jî derxistibûn. Te xwestibû tu ji wî jî sûcê xwe bipirsî, lê te nepirsîbû, tu li bendî emrê wan rawestiyabû. Dîsan du heb, her yek ketibû bin milekî te û tu ber bi cihekî nenas ve biribû. Wê rewşa han herçiqas çavgirtînka zaroktiya te anîbû bîra te jî, lê yên di milên te de tu ji xeyala zaroktiya te jî bi dûr xistibûn. »Xwe deyne, wê serê te li zikê avahiyê bikeve, hêdî bimeşe tu ê di avê wer bî. Kuro tu ket!» wan gotibûn û tu çend deqîqeyan wilo meşandibûn, ta ko wan tu avêtibûn pişt deriyekî hesinî, hundirê hucreyeke biçûk. Gava wan tu avêtibûn hundir, bêî ko ew xwe nîşanî te bidin, wan paçikê li ber çavên te hilanîbûn. Di wê hucreya teng û gemarî de, mîna ko tu gihîştibû azadiya xwe, kêfa te hatibû. dî te dikarîbû bidîta. Çavên te vekirî bûn. Qîmeta ronahiyê li ba te bilind bûbû. Te xwe demekê di quncika hucreya xwe de kiribû qomik û ziq li deriyê hesinî nerî bû. Li ser deriyê zingargirtî hin nivîs hatibûn xeritandin. Te demekê xwest ko tu wan nivîsan bixwînî, lê ew nedihatin xwendin. Te çend axînên kûr li ser hev kişandibûn. Tu di wê hucreya teng de li dinyayeke fireh fikirîbû. Ji bo ko tu jî carekê bi hin hincetan ji hin hevalên xwe re behsa girtina xwe û hucreya xwe bikî, te hêdî xwe berdabû ser çokên xwe û te hucreya xwe pîva bû. Hucreya te sê bihust di sisê û nîvan de bû. Tu demeke dirêj, heta ko lingên te tevizîbûn, li ser tûtikan rûniştibû û fikirîbû. Te carina bawer nedikir, te çavên xwe digirtin û te dixwest ko ew xewnek bûya. Te dinyayek xeyalên pak di wê hucreya xwe ya teng de çêdikir. Tu geh li ser tûtikan rûdinişt, serê xwe dixist nava herdu çîmên xwe, geh te xwe berdida erdê, te herdu destên xwe li çîmên xwe digerandin, geh tu radibûyî ser xwe, te pişta xwe dispart dîwêr, te destên xwe dixistin bin çengên xwe û tu demekê wilo li ser lingan dimayî. Lê dengê barîn û qîrînên ko dihatin te, tirseke ko te heta wê demê his nekiribû, dixist dilê te. »Gelo ma ew ê li min jî wilo bikin« te di dilê xwe de gotibû. Û te xwe ji wê re jî amade kiribû. Bi niyeta ko belkî ew te têxin felaqê, te di wê hucreya xwe ya sar û cemidî de sol û goreyên xwe ji lingên xwe derxistibûn. »Ger lingên min ji serman bitevizin, ez ê zêde êşê nekişînim« te di dilê xwe de gotibû. Û ew ramana han jî ne ji ber şarezabûna te ya doktoriyê, lê belê ew li wir bi te re çêbûbû. Carinan di nav re dengên teperepa lingên mirovan, xeberên ne li rê, girî û libergerînan li korîdorê dihat. Carekê jî hema yek avêtibûn ber deriyê hucreya te. Ew ji serma dirikrikî, şingîniya diranên wî xweş dihatin te. Xuya bû wî gelek lêdan xwaribû. Gava te xuşîniya avê bihîstibû, te texmîn kiribû ko ew ava cemidî bi ser wî dadikin. Hingî bêhngirtin û bêhnberdana wî wilo bi lez bûbû ko te di dilê xwe de gotibû »Heger oksîjenê nedinê ew ê bimir«. Yê di wê rewşê de dixwest tiştinan bibêje, lê ji serma, lihevketina diranên wî destûr nedida. Di pişt wî deriyê hesinî û qalind de, ew mîna sehneyekê dihat ber çavên te. Weke ko tu fikirî bû, kirin. Bi teperepa lingên çend mirovên din, doktorek jî hat. Ji bo bi hêsanî bêhngirtin û bêhnberdana wî, doktor jî jê re dibû alîkar. Di wê navê de pêla alîkariyê di dilê te de jî rabûbû, lê tavilê tirsa mirinê ketibû dilê te. »Ev çi dinyayek binerdî ye, ev çi jiyaneke veşirtî ye« te di dilê xwe de gotibû. Ew celebjiyan zehf bi te ecêb hatibû. Mîna ko wê piştî kurtedemekê ruhstîn li deriyê te bixista û dawiya jiyana te bianiya, tu di hundirê hucreya xwe de bi aciziyeke bêtarîf geh rûdinişt, geh radibû. Piştî ko dengê yê li ber derî hatibû birîn û hatibûn ew biribûn, yekî bejinkurt, esmer û bi rih, deriyê te vekiribû, tepsiyeke tirşika fasûliyan û perçak nanê sominî avêtibû ber te. Tu li quncika hucreya xwe li ser tûtikan rûniştibû û te ziq li wê tepsîka xwarinê nerîbû. Kêfa wî ji wê tevgera te re nehatibû, »Te neeciband Doktor beg?« wî bi qerf û bi hêrs ji te re gotibû. Gava te bersiva wî nedabû û te bi xayizbûn li tepsika xwe nerîbû, ew hêrstir bûbû, lê zêde bi ser te de nehatibû. Ji ber ko te mereq kiribû, bê xwarina kîjan demê ye, te ji wî pirsa saetê kiribû. Ew dîsan bi ser te de qîriya bû »pirsa saetê qedexe ye« gotibû û ji ber ko wî nexwestibû dirêj bike, derî li ser te girtibû û çûbû. Te ew tepsika xwarinê ber bi xwe ve kişandibû û demeke dirêj lê nerîbû. Tu birçî bû, lê te kiribû nekiribû dilê te nebijiyabûyê. Ji xwe gava dîsan dengê wê jinika li hucreya jêrî hucreya te hatibû, xwarin hew di ber te de çûbû. Jinikê ji deh panzdeh deqîqeyan carekê bi herdu destan ji hundir de li deriyê hucreya xwe dixist û bi dengê bi qêrîn bangî nobedaran dikir û pirsa lawê xwe ji wan dikir. Carinan nobedaran pê ve baz didan, bi hêrs deriyê wê vedikirin û xeber û gotinên ne li rê jê re dikirin. Lê nobedarê ko deriyê wê vedikir zû bi zû ji nav lepên wê nedifilitî û wê her pirsa lawê xwe dikir digot: »We lawê min kuştiyeee, we Mîrzeyê min kuştiyeee«. »Lawê te sax e, pîrê, tiştek bi lawê te nehatiye« nobedaran jî bi tirkiyeke şaş û nexweş lê vedigerandin. Te hertim li axaftina pîrê û nobedaran guhdarî dikir. Gava carekê pîrê ji yê nobedar re gotibû »Yox Wele sen yalan soyliyorsin« û hin çêr û xeber ji wan re dabû, tu bêî hemdê xwe di ber xwe de keniyabû. Û gava çavên te ji nişka ve li kêzika mezin ya di tacika xwarinê de ketibû, di wê kêliyê de li rûyê dinyayê çi xwarin hebûya, li ber çavên te reş bûbûn. Tu hema ji quncika xwe ji ser tûtikan hol bûbû û te bi hemû hêza xwe li derî xistibû. Nobedarek ji dûr ve ji dê û jina te re xeber dabû û bi hêrs ber bi hucreya te ve hatibû. Lê te lêdana xwe ya li derî domandibû. Tu wextî ji ser hişê xwe biçûya, lê tu dîsan bi ser xwe ve hatibûyî. Nobedarê bejinkurt î bi rih deriyê te vekiribû û bi ser te de qîriya bû. »Çi ye, tu çi dixwazî?« wî gotibû. »Vê xwarinê ji vir bibe« te gotibû. Mêrik bi dengekî bilind bi te keniya bû, »Ha ha ha, dilê Doktor beg naçe xwarina me! Divê ji Doktor beg re xwarina taybetî çêbibe« wî gotibû û paşê bi carekê ve rûyê wî hatibû guhertin û bi hêrs bi ser te de qîriya bû. Te tu mane nedabû hêrsbûna wî, te hem jê nefret kiribû, hem jî gunehê te pê hatibû. »Dêmek tu bi şev birîndaran derman dikî, tu bi tirimpêla xwe diçî cih û deveran û birîndarên wan tînî li mala xwe derman dikî, ha!« wî dîsan gotibû, bi hêrs destê xwe yê rastê li sînga te xistibû û pişta te li dîwarê betonî xistibû. Gava pişta te li dîwêr ketibû, intîniyek ji te hatibû, mîna ko kezeba te ji devê te derketibe, te êşeke bêhawe his kiribû. Lê te li xwe dananîbû, te nexwestibû tu li hemberî yekî mîna wî xwe qels nîşan bidî, te peyva xwe birî bû, wî çi gotibû, te guh nedabûyê. Yê wî jî çi hatibû ber devê wî, wî gotibû. Gava wî rahiştibû firaxa te, derî li ser te girtibû û çûbû, yê di hucreya li kêleka te de li dîwêr xistibû û gotibû »Doktor, tu guh mede vî, ew li vir tenê firaxşo ye, ew ji vir e, lê ew xwe li ser serê me mezin dike, xwe bi tiştekî dihesibîne.« Te pêşî ji wî dengî şiphe kiribû, te ew weke lîstikeke polîsan dîtibû, lê paşê te hêdî hêdî baweriya xwe pê anîbû. Te li cih û warê wî, li kar û mijûliyên wî pirsî bû. Wî tu nas dikir, carekê zaroka xwe anîbû ba te, bi gotina wî te ji bo muayenê pere jê nestandibû. Lê nehatibû bîra te. Te di hucreyeke teng de, li pişt dîwarekî beton î qalind bi yekî ko te rûyê wî nedidît re, hevaltiyek, dostaniyek datanî. Sohbeta we bi deqîqeyan ajotibû. Wî di hundirê çend deqîqeyan de ji te re jiyana xwe ya bi salan gotibû. Dostanî û dilpakiya wî kiribû ko tu jî dilê xwe ji wî re vekî, jê re behsa çîroka jiyana xwe bikî. Te bi kurtî ji wî re behs kiribû û te bi wî dabû zanîn ko di çil û neh saliya xwe de ev cara yekê ye ko tu hatiyî girtin û tu ji sûcê xwe bêhay î. Mîna ko hebekî bi mêrik ecêb hatibû, »Çawa tu heta niha ji destên wan filitî yî?« wî gotibû û tavilê bi ser ve zêde kiribû ko ew heta niha bi kêmanî çar caran hatiye girtin, carekê du salan û çend caran jî demên kurt girtî maye. Gava we ji dûr ve dengê teperepa lingên nobedar bihîstibû, mêrik peyva xwe kurt birîbû û ji te re gotibû, ko li Þirnexê dikaneke wî ya wênekariyê bi navê »Foto Þîpşak« heye û heger tu bixwazî wî peyda bikî, tu dikarî wî li wê dikanê bibînî. Te gunehê xwe pê anîbû û rewşa dikaneke xwediyê wê bi salan jê dûr be anîbû ber çavên xwe. Lê dengê teperepa lingên nobedar bi xurtî nêzîk bûbû û bala te ya xeyala dikana cîranê te belav kiribû. Tu tirsiyabû, ko îcar ew ê te bibin û îcar tu ê serpêhatiya xwediyê wan dengên bi nalîn, bergerîn û bi feryat bijî. Lê wan vê carê bi şingînî deriyê hucreya kêleka te vekiribûn û xwediyê dikana »Foto Þîpşak« biribûn. Mêrik li ber xwe dabû, lê xuyabû yên ko hatibûn her yek ketibûn bin milekî wî û ew li dû xwe kişkişandibûn. An jî ji deng û tevgera wan wilo hatibû ber çavên te. Tu ji aliyekî ve gelekî li ber ketibû û te gunehê xwe pê anîbû, ji aliyê din ve jî ji bo ko wan tu nebiribûn, tu dilşa bûbûyî. Lê te tavilê ji ber wê hisa xwe şerm kiribû, tirsa êş û eziyetê egoîzma te xurt kiribû. Piştî ko wan yê di hucreya kêleka te de biribûn bi nîvsaetê, dengê borîna peyayekî di felekan re derketibû. »Hebe tune be ew e« te di dilê xwe de gotibû. Û te di wê kêlîkê de ji mirovatiyê şerm kiribû. Te jî nizanîbû bê çima, lê tam di wê navê de tu li çêbûna zaroka xwe ya pêşî fikirî bû. Ew hisên xweş yên ko pêlên hênik li dilê te xistibûn, te bi hemû bavan re parve kiribû. Tu li qîmeta insanekî fikirîbû û tam gava tu li qîmeta insanekî û insanetiyê difikirî, dengê teperepa lingên du peyan ji korîdorê hatibûn. Wan herdu peyan deriyê hucreya te vekiribûn, tu li qorziya rastê, destên te di bin çengên te de dîtibûn. Tu li bendî bû ko ew bi ser te de biqîrin û xeber û gotinên xerab ji te re bikin, lê wan bi tenê hêdîka her yekî bi milekî te girtibûn û xwestibûn te bi xwe re bibin. Tu jî qet li dij derneketibû, tenê te çavên xwe li ser wan gerandibûn û tu bi wan re çûbûyî. Te di bîra wan de anîbû ko divê ew çavên te bigirin, lê vê carê mîna ew hêrs bûbin, wan bi şidet milên te kişandibûn û tu biribûn odeya mezinekî xwe. Te ew mezinê wan yê bejindirêj, çavşîn û rûbiken nas dikir. Ew çend caran ji bo hin nexweşiyên xwe hatibû ba te; te jî, digel ko te bi karê wî dizanîbû, ji bo ew biyanî bû, te qîmet dabûyê û te ew berî xelkê bajêr girtibû hundir. Gava ew di nav destên wan herdu peyayên girs û bi rih de çav li te ketibû, mîna ji bo ko wan tu bi wî babetî anîbûn, ew bi wan re hêrs bûbû, ji ser qoltixa xwe ya çermînî rabûbû û bi dostanî ji ber te rabûbû. Wê devbikenî û dostaniya wî dilê te şa kiribû, bê hemdî te rûyê te jî keniyabû. Wî destê te guvaştibû, tu dabû rûniştandin, cigare îkramî te kiribû û ji bekçiyê ber derî du çayê xwestibûn. Te du hilmên kûr li ser hev li cigarê xistibûn û mîna ko te dixwest tu gazinên xwe ji mezinê wan re bikî, te geh li wî nerî bû, geh jî te awirên xwe bera erdê dabûn û ji ber xwe şerm kiribû. »Zarokan tu bi şaşî anîne, Doktor« mîna ko ew jî li ber te ketibe, wî gotibû. Û wî bi ser ve zêde kiribû, »Ji me re gilî hatiye ko te terorîstek derman kiriye, tu alîkariya wan dikî. Herçiqas min ji yên me re got, Doktor tiştekî wilo nake, Doktor li gorî qanûnan diçe jî, lê yekî birîndar dibêje ko te bi şev ew li mala xwe derman kiriye«.
Te nizanîbû te ê çi bigota. Rast bû, te birîndarek li mala xwe derman kiribû. Þev nîvê şevê hinan li deriyê te xistibûn, li ber te geriyabûn û xwestibûn tu birîndarê wan derman bikî. Herçiqas te gelekî bi dîqet û bi tirs ji wan derî vekiribû jî, bêî ko tu ji wan bipirsî bê ew kî ne, tu bi saetan li birîna xortekî çardeh–panzdeh salî mijûl bûbûyî, te du gulle jê derxistibûn û te ew derman kiribû. Ew ne cara yekê bû ko şev nîvê şevê li deriyê te diket û alîkarî ji te dihate xwestin. Hema bêje, ji roja tu bûbûyî doktor û te li bajarê xwe dest bi doktoriyê kiribû, ne her şev bûya jî, bi kêmanî heftê carekê nîvê şevê li deriyê te diket û tu bi derd û kulên xelkê re radibûyî. Lê tenê carekê birîndarekî li deriyê te xistibû, ew jî digel ko te bi rewşê dizanîbû, dîsan te deriyê xwe jê re vekiribû û te ew xortê nûgihiştî ji mirinê xelas kiribû. Û niha, gava wan ew xortê jihaldeketî anîbûn hemberî te, tu şaş û ecêbmayî mabû. Te xwestibû tu ji cihê xwe bipengizî, bi ser wan de biqîrî û bibêjî, vî xortî bibin nexweşxanê, lê tu bêdeng di cihê xwe de rûniştibûyî û te ji bêçaretiyê awirên xwe berdabûn serê pozikên solên xwe. Yên ko lawik anîbûn, bi ser wî de qîriyabûn: »Doktorê tu derman kir ev bû?« Te pêşî lawik nas nekiribû, ya Rebî, çi bi lêwikî hatibû? Ew bûbû mîna darikekî, gepên wî kort bûbûn, porê wî yê zerik li hev geriyabû, ji xwe mirov digot qey newqa wî bi pişta wî ve zeliqiye, qutikê wî mîna ebayekê jê re fireh bûbû. Lêwik bi stuxwarî li te nerîbû. Ew dihejiya, bi zorê li ser xwe disekinî. Ne bi alîkariya herdu polîsên bi rih û rûtirş bûya, lawikê biherikiya erdê. »Ez ji te re dibêjim, doktorê ko tu li mala xwe derman kir, ev bû?« yê milê rastê bi şidet lawik hejandibû û jê pirsî bû. »Erê, ev bû« lêwik gotibû û bi awirin melûl û westiyayî li te nerîbû. »Temam, temam, wî bibin« mezinê wan emir li wan kiribû. Wan lawik bi dû xwe de kişkişandibûn û biribûn. Tu sar mabûyî, te nizanîbû te ê çi bigota. Mîna yê ewqas sal xwendibû û dostanî bi ewqas kesên navdar re danîbû, ne tu be, tu di cihê xwe de mîna gundiyekî saf, ji dinyayê bêhay, bêdeng mabûyî. Mezinê wan cigareke din jî keremî te kiribû. Wextî te cigara wî negirta, lê te dîsan bêî hemdê xwe cigareyek ji pakêta wî kişandibû û bi hestê wî yê li ser masê pêxistibû. Te di nermî û dostaniya xav ya mezinê wan de derxistibû. »Lê Doktor, me ev ji te nedipa« mezinê wan gotibû û ji cihê xwe rabûbû. »Me ev ji te nedipa« wî dubare kiribû. »Tu dizanî bê tu çi dikî, Doktor?« wî bi dengekî hebekî sert gotibû, lê paşê mîna poşman bûbe, dîsan bi nermî bi ser ve zêde kiribû »Em dizanin mirovên nola te xwende û bîrbir tiştên wilo nakin«.
Te zanîbû bê ew di çi rewşê de bû û dixwest çi bibêje. Paşê ew li ser kursiyekê li ba te rûniştibû. Wî destê xwe dirêjî ser masê kiribû û rahiştibû wê albuma mezin ya qehweyî. Berî ew albumê veke »A ev e, Doktor, ev hemû hatine kuştin, dawiya vî karî ev e« wî gotibû û mîna ko bixwaze hîn bibe bê wan gotinên wî çi tesîr li te kirine, awirek avêtibû te, lê dîsan, mîna nexweze tu ji wê awirê haydar bibî, tavilê albuma di destê xwe de vekiribû. Te pêşî fêhm nekiribû, te mereq kiribû, bê ew dixwaze çi nîşanî te bide. Lê wî kursiya xwe hê bêtir ber bi te ve kişandibû û rûpelê pêşî yê albuma vekirî dabû ber çavên te. »A tu van dibînî, van li gundê N… du leşkerên me şehîd kirine, lê ma wê bi ko de xelas bibin, dawiya wan ev e«. Te kûr kûr li wî resimê bi reng, yê ko hema hema hemû rûpelê albumê girtibû, nerîbû û bêî ko di destê te de be, lerzekê laşê te girtibû. Wê yeka han bala mezinê wan kişandibû, lê mîna wî ferq nekiribe, ew tevgeriyabû, te jî tavilê di wê tevgera wî de derxistibû, lê dîsan jî te awirên xwe ji ser rêsim danegerandibû. Te di dilê xwe de mereq kiribû bê ew çawa û bi çi awayî hatibûn kuştin. Sê kes bûn, du keç û xortek. Yê xort mîna ko razayî be dixuya, tenê bin çavê wî yê çepê reş bûbû. Keçikek ji wan jî ji navê berjor tazî bû, hinek xwîn di nava pêsîrên wê yên nûgihiştî de herikî bû bin pişta wê, lê serê wê nexuya bû, bilûzê ko jê hatibû şeqitandin, pê rûyê wê nuxumandibûn. Te texmîn kiribû ko wê serê wê bi celebekî hatibe jêkirin. Lê serê keçika din ko li jêrî lingên keçika rûnuxumandî bû, xweş diyar bû, çavên wê yên mezin vekirîbûn. Gava te bi niyeta belkî tu wê nas bikî, xwe nêzîktirî albumê kiribû, weke ew bi te re bişirîbû, te kenek li ser lêvên wê yên ji hev ferq kiribû. Mêrik rûpelê albumê qulupandibû. Vê carê komek termên mirovan li ser hev û du leşkerên mîna ko poz dabin kamerayê, li ber çavên te ketibûn. Mezinê wan hem digot, hem jî rûpelên albumê di ser hev re duqulupandin. Tu pê re nedigihîşt, bi niyeta belkî tu hinan nas bikî, her çiqas te bi dîqet li wan dinerî, lê heta nîvê albumê xelas bû jî, te hê kes nas nekiribû. Tam album li ber qedandinê bû, çavên te li lawikekî ko hertim ji bo gurçikên xwe dihat ba te, ketibû. Gava mêrik xwest wî rûpelî jî biqulipîne, te bi destê wî girtibû û careke din lê nerîbû. Erê, ew lawik bi xwe bû, resimê wî ji navê berjor hatibû kişandin, digel ko hin ji rûyê wî şewitî bû jî, dîsan te ew baş nas kiribû. Wê yeka han bala mezinê wan kişandibû, »Tu vî nas dikî, Doktor?« wî pirsî bû. Tu di erê nayê de mabûyî. Gelo te bigota çi? Hê tu difikirî, wî careke din ji te pirsî bû, »Erê Doktor, tu vî nas dikî?« Te derew kiribû, te bersiva »na« dabûyê, lê mîna ko te ji ber derewa xwe şerm kiribû, te serê xwe bera ber xwe dabû. Wî texmîn kiribû te ew lawikê ko belkî hê neketibû çardehsaliya xwe, nas dikir. Lê wî zêde guh nedabûyê, devê albuma xwe girtibû û dîsan danîbû ser masê. »Ev hemû ji aliyê hêzên ewlekarî ve hatine kuştin, nîvê wan ermenî ne, nesunetkirî ne« wî gotibû û bi dengekî sert dîsan bi te dabû zanîn ko rabûna li hemberî dewletê ne hêsan e û wê dawiya hemûyan wilo bibe. Mîna kuliyan zimanê te xwaribû, peyv ji devê te derneketibû, te nizanîbû te ê çi bikira, te nizanîbû wan ê çi bikirana ji te, te nizanîbû tu ê bi çi celebî bi wî re bipeyiviya. Bêhna te teng bûbû. Tu bêçare bû. Te xwe di wê kêlîkê de şibandibû çûkekî baskokirî. Gava mezinê wan cigareyek pêxistibû, tu li bendî bû ko ew yekê bide te jî. Lê wî wilo nekiribû, pê li bişkokê kiribû û bi hêrs emir dabû hinan da werin te bibin. Gava du kesên bi navmil û bi rih hatibûn, çavên te girê dabûn, bi milên te girtibûn û tu biribûn, te ew kirinên mezinê wan yên li hemberî xwe tavilê ji bîr kiribûn û te meraq kiribû ko êdî ew ê çi bikin ji te. Ji her derê dengê nalîn û libergerînan dihat. Wan tu bi çavên girtî dehf dabûn hundirê odeyeke sar, tu deverû ketibû xwarê, te li erdê jî ji serê xwe çend pehîn xwaribûn. Yekî bi dengekî gurr û bi tirkiyeke xerab ji jina te re xeber dabû û bi te dabû zanîn ko ew ê çi bînin serê te. Ji xwe pir tê re neçûbû, tu şilfî tazî kiribûn, herdu destên te bi jor ve dabûn girêdan, çend satil av bi ser te dakiribûn û ji her hêlekê ve derbe li te ketibûn. Tenê te êşên pêşî his kiribûn, bêî hemdê xwe tu qîriyabû, tu li ber wan jî geriyabû. Lê paşê weke tu têkevî xeweke kûr, te nema tiştek his kiribû. Gava te çavên xwe vekiribûn, te xwe li ser textekî dirêjkirî dîtibû. Tu hê jî tazî bû, lê betaniyeke gemarî bi te hatibû dakirin. Tu êdî ji dengan vediciniqî. Wan tu dîsan biribûn, eynî tişt bi te kiribûn. Vê yeka han bi rojan ajotibû, ew tiştên ko te di pirtûk û rojnameyan de xwendibûn, hemû bi serê te de anîbûn. Tu hê jî dijiya. Te demekê ji wê jiyanê, ji mirovatiyê şerm kiribû, tu bêhawe li ber xwe ketibûyî. Hefteyek derbas bûbû, lê haya te jê tunebû, bi te mîna çend rojan hatibû. Te di wê hefteyê de ji bilî vexwarina avê tiştek nexwaribû. Riha te ya ko te her sibeh kur dikir, dirêj bûbû. Porê te li hev geriyabû, çavên te kort çûbûn û binê çavên te reş bûbûn. Ger neynikek hebûya û te bikarîba li xwe bineriya, te ê bidîta ko mîna wî lawikê ko wan anîbûn pêşberî te li te hatibû. Zikê te bi pişta te ve zeliqî bû, heger qayişa te li pişta te bûya, ji bo pantorê te ji te de nekeve, diviyabû te bi qulpuka herî dawî ve girê bidaya. Lê belê wan qayişa te jî ji te standibûn û niha pantorê te ji te de diket. Te carê bi zehmetî partorê xwe dikişand jor.
Gava sibehekê deriyê hucreya te bi hêdîka vebûbû û wan tu bi çavên girtî bi dû xwe de kişkişandibûn, te texmîn kiribû ko ew ê dîsan te bibin odeya îşkencê. Te xwestibû tu li ber wan bigerî, xwe biavêjî lingên wan, lê te nekiribû, tu bi înad di nava milên wan de meşiyabû. Gava wan tu xistibûn hundirê odeyekê û tu li ser kursiyekê dabûn rûniştandin, te ji dengên dektîloyan û di bin paçikê li ber çavên xwe de ji şewq û ronahiya hundir fêhm kiribû ko ew ne odeya îşkencê ye. Dengê ken û henekên wan yên fahş tu aciz kiribû, lê te nedabû xuyakirin, te destên xwe danîbûn ser hev û bi stuxwarî di cihê xwe de bêdeng mabûyî. Çend kesan gotinên ne li rê ji te re kiribûn, erza te şikandibûn, lê te dîsan tişt negotibû. Bi texmîna te yekî ko nuh ji derve hatibû, bi dengekî mîna yê pîrekan ziravokî ji yên li wir re gotibû: »Haa, Doktor beg jî li vir e.» Bi gotina »begîtî« te dizanîbû wî henekê xwe bi te kiribû, lê tavilê dektîlonivîsê ko li milê te yê çepê rûniştibû, ji te nav û paşnavê te pirsî bû. Bi şertê ko tu peyva »komutanim« bînî serê her gotineke xwe, te nav û paşnavê xwe jê re gotibû. Wî li navnîşana te jî pirsî bû. Te ew jî bi eynî zimanî bersivandibû.
Paşê wî li karê te, li navê dê û bavê te, li hejmara xwişk û birayên te, li malbatên xwişk û birayên te yên zewicî jî pirsîbû û bi bersivdayina te re bi şinge şing nivîsandibûn. Piştî wî pirsên xwe xelas kiribûn, wî ew kaxez bi te dabû îmzekirin û tu dîsan bi du kesan re çavgirêdayî şandibû hucreya te. Mîna ko tu hînî hucreya xwe bûbûyî. Te di wê hucreya xwe ya tengik de dinyayek xeyal çêkiribû. Te pir caran insan, insanetî bêmane dîtibû; gelek caran jî gunehê te bi insanan hatibû. Gunehê te bi te jî dihat. Carinan te his dikir ko hinek gunehê xwe bi te bînin tu ê bibêjî kûr û bigirî. Erê, mîna zarokekî bi îskîn bigirî. Ji ber her tiştî, ji bo her tiştî. Lê tam te belengaziya xwe bi bîr anîbû û girî ketibû qirika te, teperepa linginan hatibû te û xwediyê wan lingan, ko nobedarin nenas bûn, deriyê te vekiribûn û bi nermî ji te re gotibûn ko ew ê te berdin. Te nizanîbû te ê kêf bikira an jî li ber biketayî. Te dabû dû wan û hûn bi hev re çûbûn hêwaneke mezin û sar. Li hêwana sar, komek xortên nekurkirî, bi awirên melûl, reben, destên xwe danîbûn ser hev û li bendî tiştekî rawestiyabûn. Tu jî bû yek ji wan. Tiştê ecêb, gava tu li girtiyan û li rewşa wan difikirî, mîna ko tu ne yek ji wan bî, te bi awerike din ew bi bîr dianîn. »Xwedê bike wan tu neêşandibin, Doktor« dengek ji milê te yê çepê hatibû. Tu hema li ser milê xwe zîvirîbû û te ziq li xwediyê wî dengî nerîbû. Te ew şibandibû, lê te nas nekiribû. Lawik zeyif bûbû, gepên wî kort çûbûn, newqa wî bi pişta wî ve zeliqî bû, kujê gomlegê wî yê ko ji ber pantorê wî derketibû, dilopin xwînê lê hişk bûbûn. Gava lêwik fêhm kiribû ko te ew nas nekiriye, wî navê xwe gotibû û bi te dabû zanîn ko ew li qehwexaneya hemberî doktorxana te kar dike. Hema di wê navê de, mîna birûskekê li mêjiyê te dabû ko di nava we girtiyan de wekheviyek heye. Her kes ji azadiyê bêpar e, gotin û xeberên ne li rê li her kesî têne kirin. Lawik ji ber berdana xwe bi kêf bû, wî eziyeta xwe ji bîr kiribû, ew li te difikirî, heger bikarîba tiştek ji bo te bikira, wî ê bi kêfxweşî bikira. Ew ji awirên wî diyar bû. »Piştî kontrolkirina doktor wê me berdin«, wî bi heyecan gotibû. Gava di wê navê de yekî emir dabû we ko hûn ji bilî derpî hemû kincên xwe ji xwe bikin, diyaloga we jî hatibû birîn û lawikê çayger berî gişan kincên xwe ji xwe kiribûn. Çîmên wî yên lûlikî bêpirç bûn, mirov bi rehetî dikarîbû parsûyên wî bihejmartina. Gava çavên we li hev ketibûn, lawik bi te re bişirîbû. Pir tê re neçûbû we hemûyan kincên xwe ji xwe kiribûn. Her kesî ji hev fedî dikir. Ji serma hêwana mezin û fireh, hin ji we diricifîn. Gava doktorekî ciwan û çeleng bi aletên xwe yên doktoriyê hatibû kontrola we, te ji doktoriya xwe şerm kiribû. Ji ber ko tu li serî bû, wî pêşî tu kontrol kiribû. »Tu jî doktor î ne wilo?« wî bi tinazî gotibû û piştî ko tu kontrol kiribû, bi te dabû zanîn ko êdî tu dikarî kincên xwe li xwe bikî. Te hêdî hêdî kincên xwe li xwe kiribûn, alavên xwe yên ko wan roja pêşî ji te standibûn, bi paş ve standibûn, qayişa xwe bi qulpika herî dawiyê ve bi ser pantorê xwe ve girêdabû û tu derketibûyî derve. Li ber derî, mezinê wan destê xwe dabû te, bi xavî bi te re bişirî bû û hêdî di ber xwe de, »li ser wî tiştê em peyivîn, bifikire« gotibû.
Gava tu ji hewşa polîsxanê ya mezin, an jî bi gotina te, ya îşkencexanê derketibûyî û tev li pêla mirovên bêmane yên li bajêr bûbûyî, te serê deqîqeyekê li paş xwe nerîbû. Azadî bi te xweş hatibû; lê jiyan, tevgera mirovan, kenê wan, xeberên wan, hemû bi te pûç û bêmane hatibûn. Gava yekî ji nişka ve xwe avêtibû te, tu veciniqî bû. »Tu hatî berdan, Doktor?« wî gotibû. Çaxa te dîtibû ko cîranê te ye, hebekî bêhna te hatibû ber te. Cîranê te tavilê ji texsiyekê re fîkandibû, texsî bi bayê xwe re li ber we rawestiyabû, tu ketibû pêş, cîranê te ketibû paş û li gorî tarîfa cîranê te şifêrê texsiyê yê xort ber bi mala te ve ajotibû. Gava texsî ketibû kuçeya we ya fireh û herdu zarokên te ji nava wê qerebalixa li ber hewşa we bazdabûn pêşiya te, ji ber hisa bêrîkirin û hezkirineke bêsînor hêsir ji çavên te hatibûn…
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel |