Wek odeyên din ên nexweşxaneya navendî ya bajêr, odeya min bi sê textên bi rû û çarşefên pirreng bû. Ez bi hezar kîlometreyan bi dûrî tixûbên nebedîbûnê ketibûm. Min Amîdabada tozê û çemê miçiqî li paş xwe hiştibûn. Ez gihîştibûm Ewropaya Rojava, warê jînê, paytextê evînê. Gelo ez li Italyayê bûm, li Fransayê, an jî li welatekî ji Ewropaya Jorîn? Zanîna wê yekê ji binî ve ji bo min ne girîng bû, lê min bêtir texmîn dikir ko ez li Fransayê bûm. Berê, berî nexweşiyê, min bawer dikir ko dîwarên hemû odeyên nexweşxaneyan bi rengê spî seyandî bûn. Lê li wî bajarê ewropayî, kaxezên dîwaran bi rengên cihê bûn û kêm caran, ew mîna yê nexweşxaneyan, spî bûn. Di odeya min de, kevokên spî baskên xwe yên piçûk di azmanekî şîn de vedikirin. Ew ber bi asoyên dûr ve diçûn, lê herdem li cihê xwe girtiyên qedera xwe û wê valahiyê diman. Wek mîxên di dîwaran de kutayî, kevok di kaxezên dîwarî de nediliviyan, ew zindaniyên nelivînbarîtiyê bûn. Berpirsiyarên nexweşxaneyê bawer kiribûn ko kevokên spî û rengê şîn dê hêviyê bide nexweşan, lê di baweriya min de, wan kevokên spî û wê valahiya derewîn tucarî kêfxweşî û hêvî nedabûn tukesî.
Di nexweşxaneyê de, ez ketim baskê rastê, beşa Xêrxwaziyê. Ez bi şêweyekî sersiruşt, neaqilane ji mirinê filitîbûm di demeke weha de ko bûyerên sersiruştiyê nemabûn. Bi saya rêxistinên mirovahî, ez miftî belaş ketim nexweşxaneya navdar û nûjen. Gava kaxezên min hatin qebûlkirin, gelek berpirsiyarên rêxistinên mafên mirovan, doktor û hemşîreyan ji min re dubare kir ko bextê min spî bû ko ez ji mirinê filitî bûm û ko ez li wê nexweşxaneya bi navûdeng xwediyê textekî bûm. Ez mirovekî sade bûm, min zû ji bîr dikir û hergav jî ez dihatim xapandin. Her kesî dikarîbû bi min û bi serê min yê bêmejî bilîsta û wê roja ko ez ketim nexweşxaneyê, min wextî bawer bikira ko wan kesan dixwestin ko ew jî bi nexweşiya min bikevin da ko bikaribin xwe li ser textên bi çarşefên rengî, di hundirê wî azmanê şîn de, di nav wan kevokên spî de, dirêj bikin.
Seyrana min ya rojane di bîra min de bû.Yek ji nexweşên odeya min, ji roja roj di komayê de bû, xwarin û vexwarin bi saya derziya ji kîsekî li ser serê wî daliqayî dijiya. Yê din heftê salî bû, bi saya dengê televîzyon û radyoyê dima. Gava min jî li televîzyona kirêkirî temaşa dikir, ez bêhnteng dibûm ko li derdora min ewqas xweşî û kêf hebûn û ko ez ji wan bêpar bûm. Jinên pir bedew xwe li ser xîza giravan dirêj dikir, dilopên avê li sîng û tilmeqûnên wan dibiriqîn. Wan jinan dilê mirovan dibijand xwarin û vexwarinan, bêhnên giranbuha, xaniyan, trimbêlan, wan dilê min jî dibijand jiyaneke xweş ko ez jê pir dûr im.
Gava min dest bi seyrana xwe kir, dalana ko ez her roj carekê diçûm dawiya wê û vedigeriyam wê rojê ji min re bê dawî bû. Min neh deh gav avêtin û min xwe bi dîwarê ko li hewşê dinihêrî girt. Min herdu enîşkên xwe danîn ser kevirên şehkirî û min nîvê bedena xwe bi ser de xwar kir. Wek masiyekî ji derveyî avê, min devê xwe vekir û heta ko ji min hat, min bayê hewşê kişand hundirê xwe. Bêhna min hin bi hin hat ber min. Ez wê rojê ji hemû rojên din bêtir westiyayî bûm, lê belê ez venegeriyam odeyê û min xwe li ser textê xwe, di bin wî azmanê şîn de, di nav wan kevokên zindanî de, dirêj nekir.
Di hewşa nexweşxaneyê de, çargoşeyên çîmen û çimentoyê bi şêweyekî lihevhatî li dû hev rêz dibûn. Wê hewşê ji aliyê başûr bi deriyê derve dest pê dikir û li aliyê bakur bi dêra di nav darên çinarê de diqediya. Di dîroka kevin ya piraniya wan welatên ewropayî de, hemşîre berê rehbik bûn û wan guh li nexweşan dikir. Di çargoşeyên çimentoyê de, di kerpîçên ji camê de, tîrêjên rojê qatên jêr rohnî dikirin. Bo seyrana nexweşan, xaçirêkin ji kevirên spî li derdora çargoşeyên çîmen û çimentoyê hatibûn çêkirin, lê nexweş bêtir di dalanan de li ser xwe digeriyan.
Li aliyê din yê hewşê, sê qatên kevirên şehkirî bi dalanên xwe wek di nava rewrewkê de ji min re xuya dibûn. Ji ber ronahiya rojê li ser kevirên spî, min çavên xwe qurmiçandin û ew demekê weha girtî hiştin. Di wê navberê de, xaniyên ji ax û kayê, ji pûş û tîrikan ji Amîdabadê ber bi min ve hatin. Gelek tiştên din jî dê bihatana, lê min çavên xwe hin bi hin vekirin. Ez ji pêlên bîranînan direviyam.
Min awirên xwe li ser herdu qatên jêrîn û tevgera kesan gerandin. Min his dikir ko ez li bendeyî kesekî bûm, li hêviya bûyereke taybetî bûm. Çavên min ên herdem sor ji ber xwe hêsir dikirin, nihêrîna min pir qels bûbû. Min destekî xwe danî ser eniya xwe û tîrêjên rojê ko kirin. Li qata jêrîn, bejneke lihevhatî hin bi hin ji nav rewrewkê derket, li ber çavên min peyda bû, bala min bi xurtî kişand. Ew keçeke porzer bû, lê dêm û lêvên wê ji wê dûrahiyê ji min re diyar nedibûn. Ew ne hemşîre bû ji ber ko kirasê spî yê hemşîreyan ne li bejna wê bû. Paşê, dem ne dema serlêdana bû û meşa wê ji binî ve ne ya nexweşan bû. Ew bêtir meşa mehîneke azad di deşteke bê tixûb de bû. Porê wê mîna agirekî zer li dora serê wê hilor bû. Ew kî bû û wê li wê deverê çi dikir?
Ji nişkê ve, ew rawestiya û nêzîkî dîwarê aliyê hewşê bû. Wê herdu enîşkên xwe danîn ser keviran. Wê demekê li çargoşeyên çîmen û çimentoyê nihêrî, awirên xwe li ser her sê qatên li hember xwe bi giranî gerandin û li cihê min rawestandin. Ronahiya rojê li ser porê wê ketin govendeke germ. Wê destê xwe ji min re hejand û paşê cardî meşa xwe li ser kevirên dalanê domand. Ew ber bi dêra piçûk ve çû û bejna wê ji ber çavên min wendabû.
Ez ji ber dîwarê ko li hewşê dinihêrî çûm aliyê din. Wek kelekeke bêxwedî, ez li ser ava çemekî şemûz hejiyam. Min xwe li ser dîwaneke textî dirêj kir û weha rûniştî, min nema çargoşeyên çîmen û çimentoyê didîtin. Min bi tenê dikarîbû qata duduyan û sisêyan û serê darên çinarê bibînim.
Ji aliyê dêra piçûk, du cot gerok, bêguman skandînavî, di dalanê de xuya bûn. Wan berê xwe dabûn deriyê derve. Ronahiya rojê di dalana min de ne xurt bû, lê dîsa jî wê çavên min diêşandin. Herçar gerokên skandînavî aramî û bêdengiya dalanê parastin. Ew li ser tiliyên xwe bi vir de û bi wê de dimeşiyan. Ew bêguman çûbûn serlêdana dêra kevin û pir binavûdeng. Wan dizanîbû ko bêdengî, ji bilî nalîna nexweşan, ji taybetmendiyên nexweşxaneyan bû. Gava ew nêzîkî min bûn, wan di nav xwe de, bi zimanê xwe, kirin pistepist. Paşê, wan awirên xwe bi engirîn xistin çîmen û çimentoya hewşê û weha jî, ew di ber min re bihurîn bêyî ko li min binihêrin. Dest û rûyên wan li ber roja giravên başûr wek nanê tenûrê qemirî bûn, bêhna kêfxweşî û tendirûstiyê ji wan dibariya. Kincên wan paqij bûn, bêhna sergoyên giştî ji wan nedihat, bextê wan wek berfa welatê wan spî bû. Ew wek kesên ko televîzyonê nîşan didan bûn. Min çend pirs ji xwe kirin, lê wek hergav ew di serê min de, wek piraniya pirsên girîng bê bersiv man. Min nizanîbû çima ez wiqas ji xweşiyên cîhan û jiyanê bêpar bûm. Min nizanîbû çima çemên welatê min hema dimiçiqîn, agir bi erd û azmanan ve diket û her tişt li ber çavên me gişan ew qas zehmet bûbûn. Min li hêt û tilmeqûnên herdu mehînên skandînavî nihêrî û ez bawer dikim ko ev cara yekem bû ko min di temenê xwe de bejnên weha şêrîn bi çavên serê xwe didîtin. Bedenên lihevhatî ber bi deriyê derve diçûn û ji ber çavên min wenda dibûn.
Dengê du paniyên ji dûr ve, ji aliyê dêra piçûk, hatin, lê tu kes li ser kevirên reş û spî yên dalanê xuya nebû. Paşê, keça porzer ko destê xwe ji min re hejandibû ket hundirê dalanê. Helbet min ji dengê bilind yê televîzyona kirêkirî û ji rewşa wan kevokên belengaz ya di wê valahiya derewîn de hez nedikir lê ez venegeriyabûm odeya xwe ji ber ko hîsek di dilê min de hebû ko wê rojê ez ê pêrgî jinekê bihatama. Li gel ko min nema dikarîbû meşa xwe dewam bikira, min xwe li wê deverê, li hêviya hevdîtineke seyr ragirtibû. Wê rojê, hezar dengan di guhê min de ji min re digot ko jinek dê bihata serlêdana min.
Bi gavên giran, keça ciwan nêzîk bû. Ew di nava dalanê de wek ko li ser xêzeke ko bi tenê ji aliyê wê ve dihat dîtin dimeşiya, ne bi aliyê dîwarê nizim yê aliyê hewşê ve diçû, ne jî bi aliyê dîwarê din yê ko bi dîwaneyên textî bû. Gava ew nêzîktir bû, tiştekî bala min bi xurtî kişand. Kirasê wê yê kin di nav herdu hêtên wê de bi giştî nehatibû bişkokkirin. Bi her gavê, derpiyekî spî di nav hêtan de xuya dibû.
Dilê min xurtir lêda. Bêyî viyana min, awirên min dan dû livên hêtên zêrînî, wek mêşeke hinguv di nav baxçeyekî gulan de li ser bejna lihevhatî geriyan û dawiyê xwe bi giştî berdan sêgoşeya spî. Neh deh gavên piçûk di navbera me de mabûn gava min awirên xwe derxistin. Keça ciwan rêya xwe xwar nekir. Ew du sê gavan li hember min rawestiya û ebrûyên xwe bilind kirin û got:
– Tu çawa yî? Ez hêvîdar im ko tu baş bî.
Ez çawa bûm? Min bersiva wê pirsê neda û kîna xwe ya bêpayan di wê rojê de, li wê nexweşxaneyê, nerijand. Ji destpêka dîrokê de em bê dîrok in. Ji destpêka demê de em li derveyî demê dijîn. Em xwe disipêrin serokên xwe; serokên me jî xwe disipêrin serokine din û weha jî mala me bêtir wêran dibe. Mirinê destê xwe dirêjî min kiribû, wek pisîka ko bi mişk bilîze bi min dilîst lê dîsa jî min carcaran bawer dikir ko mafê min û jiyaneke serbest hebû. Piştî miçiqandina çemê Amîdabadê, ez ketibûm nava karwana Koça Mezin. Min jî wek herkesî li bajarên ewropayî xwe bi hêvî dikir, lê wan rojên dawîn, min dizanîbû ko ez xwe dixapînim, min dilê xwe bi tiştekî xweş dikir, lê çawa erd û azman ji hev dûr in, ew tişt weha ji min dûr bû.
Li hember hêviyê, min kîna xwe daqurtand. Li Ewropayê, herkes alozî û serêşên jiyana xwe bi tenê ji xwe re dihêle, behsa wan ji tu kesî re nake. Dilê mirovekî çi qasî hebe ko ew li ser derdên xwe biaxife jî, divê ko ew wan derdan di hinava xwe de bihêle an jî bi tenê ji psîkologan re bibêje. Eger mirov bixwaze ko heval li dora wî çêbibin, divê ko ew bi tenê behsa kêfxweşiyên jiyanê bike. Li hember keça ko bi nermî li min dinihêrî, ez wek gulekê di germiya hevdîtinê de vedibûm. Min dilê xwe bi dinyayeke rohnî xweş kir û dengekî sist ji devê min derket:
– Ez baş im. Ez ji ber çemê miçiqî yê Amîdabadê li vê derê me, lê doktor ji min re dibêjin ko ez ê di demek nêzîk de baş bibim. Lê tu? Tu çawa yî?
Min navê Amîdabadê bi lêv kir wek ko wê keçê hemû zarokatiya xwe li kêlekên çemê wê bihurandibû. Hebûna wê lehiyek ji germahiyê û ji ronahiyê bû.Wê got:
– Ez hinekî nerehet bûm, lê aniha ez pir baş im. Ez ê bikaribim zarokan bînim. Ta çend mehan ez ê bibim diya zarokekî. Mêrê min li ber devê derî li bende min e. De bi xatirê te. Ez hêvîdar im ko tu ê gelek kêfxweşiyan di jiyana xwe de bibînî.
Ewrekî xemgîniyê xwe li radeya nêrînên şîn girt. Kenê şêrîn li ser rûyê şêrîn hinekî lerizî, lê cardî vegeriya aramiya xwe. Keça ciwan destê xwe dirêjî destê min nekir. Min jî newêrîbû xwe nêzîktir bikira. Ez bi rastî ditirsiyam ko min destê xwe dirêjî siyekê, jineke ji hêvî û ronahiyê bikira û poşman bibûma. Wê destê xwe ber bi dalana li aliyê din yê hewşa bi çargoşeyên çîmen û çimentoyê, li wê dera ko tîrejên rojê xurtir bûbûn ve kir û got:
– Min tu ji wê derê dîtî.
Min serê xwe berda ber xwe. Weha jî, dîsa bêyî viyana min, nihêrînên mîna pinpinîkan li ber sêgoşeya spî baskên xwe li hev xistin. Wê domand:
– Bibihure. Divê ez herim. Ez kêfxweş bûm.
Ez jî kêfxweş bûm bi dîtina wê li gel ko min dixwest hevdîtin bêdawî, ebedî bûya. Serlêdana wê di wê rojê de ji bo min bûyereke giranbuha bû. Wê meşa xwe ber bi deriyê derve, ber bi mêrê xwe ve, ber bi jiyana boş ve, domand. Min serê xwe bilind nekir. Gava qurpîna solan nema gihîşt guhên min, êşê dîsa xwe li min pêçand, navperûşkên xwe cardî di hinava min de gerandin. Hevdîtin pencereyeke di dîwarê rencê de bû, lê eger ew pir kin bû, warê zehmetiyeke ji xwe bê sînor bû.
Ji roja ko ez ketibûm wê nexweşxaneyê, heta ko ji min dihat, ez dûrî kevokên spî yên azmanê derewîn dimam. Di rojên pêşîn de, gava hêna ez xweş li ser lingên xwe digeriyam, ez gelek caran diçûm hundirê dêra piçûk û li ser dîwanek textî li hember pûtê Meryemê rûdiniştim. Min li rûyê wê û yê Îsayê nûzade bi dirêjahî dinihêrî. Çend şivan û gavanan bi berxik û ker û çêlekên xwe hatibûn li ber lingên wan dîyarî pêşkêş dikirin.
Di zikê xanî de, di azmanê şîn de, kevokên baskşikestî, baskokirî, girtiyên dahfên şînahiya derewîn ya nexweşxaneya bajarê mezin bûn. Nexweşê heftêsalî wek hertim awirên xwe xistibûn qula televîzyonê. Wî xwe bi reng û deng û dîmenan gêj dikir da ko rewşa wî nehata bîra wî. Sibehê, wî xurîniya xwe li ber televîzyona pêketî dikir û weha televîzyon pêxistî dima heta ko ew êvarê bêhiş li ser balîfa xwe diket.
Min xwe li ser textê xwe dirêj kir û ez demeke dirêj di xew re çûm. Gava ez rabûm ser xwe, ez dîsa ber bi dalanên seyranê ve meşiyam wek ko min tiştek li wan deveran ji bîr kiribû. Li eynî cihî, min cardî hemû giraniya bedena xwe berda li ser dîwarê nizim. Li hember min, li qata jêrîn, jinek di nav kiras û çerçefên reş de li ber çavên hin bi hin xuya bû. Wê pişta xwe dabû stûnekî û destê xwe ji min re bilind kir. Ew bêguman li bende bû ko ez bi aliyê wê de biçûma.
Danê wê êvarê, min bi hêsaniyek seyr çend gav li ser kevirên reş û spî avêtin û ez ber bi dawiya dalanê ve meşiyam. Bêhna min xweş diçû û dihat. Li ber dêra piçûk ez dudulî bûm. Mind dizanîbû ko jinika bi kincên reş li bendeyî min bû, lê wê dikarîbû hinekî xwe ragirta û ez derbas bûm û li ber pûtê Meryemê û Îsa, wek berê, rûneniştim. Wê rojê, guhertineke mezin di koma peykeran de qewimîbû. Meryemê cil û bergên jinên Amîdabadê li xwe kiribû, hibriya wê tîştîşî bû, porê wê yê reş li ser serê wê wek porê pîrhebokan bû. fiivan û gavanên li derdora wê jî bi şal û şapikên amîdabadî bûn. Wan gorek kola bûn û bi dengekî kerr ji Meryemê tika dikirin ko wê Îsa bida wan. Meryemê ji hêzan ketibû, di ber xwe de dikir îske îsk. Wê nizanîbû çawa ferzendê xwe bisipartaya axa sar û warê nebedîbûnê.
Ez paşûber, hêdî hêdî, ji dêrê derketim. Ne bêhna min diçikiya, ne jî xwêdan ji min dihat xwarê. Ez wek sipî sax bûbûm. Êşê xwe ji bedena min kişandibû û min xwe wek xortekî çardehsalî li kêleka çemekî bi aveke boş hîs kir. Jina bi kincên reş ji cihê xwe neliviyabû. Wê herdem pişta xwe dabû stûnê kevirî.
– Çima ew qasî bi derengî? Te dizanîbû ko ez li benda te me.
Min ceger nekir serê xwe bilind bikim û li rûyê wê binihêrim; ew rûyê ko min bawer dikir ko veşartî bû. Ez li ber wê rawestiyam û wek gelek carên din, min li serê şimikên xwe mêze kir, min dengê xwe ji binî ve nekir. Li wê derê, ez wek lawikekî piçûk bûm ko guneheke kiribû û dizanîbû ko gunehê wî dê bi hêsanî bihata efûkirin. Jina bi kincên reş wek dayikeke dilşikestî domand:
– Çi seyr e! Ji dêvela ko tu bi dîtina min bi kêf xuya bikî, tu bê kêf î.
Pirsgirêka min ne ya kêf an bê kêfiyê bû, ew bêtir ya şermê bû. Min şerm dikir ji ber ko min bawer kiribû ko hêna mafê min û hêviyê hebû, ko jiyanê hêna dikarîbû tiştekî erêyî pêşkêşî min bikira. Weha jî, hêviya pûç ez xapandibûm û min bawer kiribû ko soza min bi keçeke porzer û xwedî çavên şîn hebû. Xwelî li serê min be, min ji dil min bawer kiribû ko ew danê sibehê yê wê rojê ew ji bo min hatibû.
Piştî wan gotinan, min dizanîbû ko jina kirasreş awirên xwe li ser bedena min ya melûlî û li ser bêjemeyê qermiçî yê nexweşxaneyê digerandin. Wê dilê xwe bi rewşa min dişewitand û dengê wê li ber guhên min peydabû:
– Ez ne hatime ji bo te erdê xera bikim an ava bikim. Lê tu bi xwe dizanî ko tu nikarî hemû umrê xwe li vê derê, di vê rewşê de, li dûrî mirovên xwe, derbas bikî.
Gava wê behsa Gulîzerê kir, wê dizanîbû ko bi wê yekê hemû serîhildanên min, hemû viyana min dibûn ewrên tozê.
– Min Gulîzer dît berî ko ez bêm te bibînim. Silavên wê ji te re hene. Ew weke hertim pir xweşik e. Kî dizane, belkî ji bo çavên şîn ên keçên porzer ên vî bajarî te ew ji bîr kiribe?
Min Gulîzer ji bîr nekiribû, min tucarî nikarîbû ew ji bîr bikira. Jina kirasreş ev yek xweş dizanîbû. Lê wê ji qazî ew gotin dikirin. Eşkere bû ko wê seranser qerfên xwe bi min û heviyên min dikirin. Gulîzer perçeyeke mezin ji jiyana min ya li Amîdabadê bû. Koça Mezin fermana me hemûyan rakiribû û ji roja ko ez gihîştibûm Ewropayê, ez ji Gulîzerê û ji hemû malbata xwe, bê agahî bûm.
Gulîzerê baraneke kêfê û xemgîniyê bi xwe re anî. Wê ez vegerandim Amîdabada berî mirina çem û Koça Mezin. Min jina kirasreş, dalanên nexweşxaneyê, dîwarên bi stûn û kevanên kevirî, hewşa bi çargoşeyên gîha û çimentoyê, li paş xwe ve hiştin. Min xwe û Gulîzerê di kadîna me de dît. Keçên din ên ko piştiyên kayê ji kamyonê dianîn û li kadînê vala dikirin dûr bûn. Ez hîjdeh salî bûm û Gulîzerê ketibû sala xwe ya hivdehan. Em gihîştî bûn û weke ko di çîrokeke efsanî de bin, em li hember hev bûn û dilê me herduyan bi hêrs di sînga me de lê dida. Ez nêzîkî wê bûm beyî ko min bizanîbûya çima. Di temenê min de, ew cara pêşîn bû ko min destê xwe ber bi rûyê keçeke xama dibir. Gulîzerê dibişirî. Tiliyên min rûhinarikên wê mist dan û paşê, ew bi gerdena wê daketin xwarê. Min destê xwe dirêjî pêsîra rastê kir û ew guvaşt. Pêsîra girover, wek kevoka ko bicefile ji ciyê xwe pekiya. Min pêsîra germ bêtir guvaşt bêyî ko min bizanîbûya çima, aya mafên min û wê yekê hebû an na. Gulîzerê hevala min ya zarokatiyê bû, em bi hev re mezin bûbûn, me li taxên Amîdabadê bi hev re bi çavgirtinkê lîstibû û ji nişkê ve, em mezin bûbûn û dinyaya me bûbû du perçe.
Kenê piçûk ji ser rûyê Gulîzerê pekiya, sawîrê şûna wî kenê hûr girt. Tirsa mezin û tiştekî din, tiştekî nû, ango babelîska bestê, gêjelokeyên şeydayiyê xwe li rû û bedenê badan. Gulîzerê nema dikarîbû li ser piyan bimaya. Wê dixwest xwe dirêj bikira û ez wek lihêfeke ji stêrik û heyvan bikişandama ser rûyê xwe. Çermikên çavên wê giran bûbûn, ji ber xwe ve dihatin girtin. Baweriya wê bi gêjelokeyên nenas ên bengiyê dihatin, lê gava dengên lingan li ber devê kadînê peyda bûn, tirseke bêpayan di awirên wê de biriqî. Ew ber bi piştiyê xwe ve çû û bi sivikbûna pisîkekê di nav ronahiya derve de wenda bû.
Jina kirasreş hizir û ramanên min di serê min de dixwendin an jî, bi kêmanî, texmîn dikirin. Min serê xwe bilind nekir û min bêtir li şimikên xwe temaşa dikir. Dengê jina kirasreş ez dîsa vegerandim rastîtiya wî bajarê ewropayî û rewşa min di nexweşxaneya navendî de:
– Bes e, were! Me gelek wextê xwe wilo wenda kir!
Min berê xwe da odeya xwe. Cîranê min yê heftêsalî hat bîra min. Gerek min xatir jê bixwesta. Paşê, bi wî bêjemeyê qermiçî, min nikarîbû bidaya dû wê. Jina kirasreş ew yek dizanîbû. Wê hinek wext dida min da ko min haziriya xwe û koçê bikira. Cîranê min li televîzyonê dinihêrî. Min çenteyê xwe amade kir, serê xwe şûşt, rîha xwe kur kir. Paşê min şal û şapikê xwe li xwe kir, min kolozê xwe da serê xwe, min solên xwe yên spî xistin lingên xwe. Min xwe li ser çarşefên rengîn dirêj kir. Ez amade bûm.
Gava Jina kirasreş derbasî hundirê odeyê bû wê bi tenê destê xwe danî ser destê min. Wê gavê, ez ji can û dil keniyam. Ez keniyam ji ber ko ew cara pêşîn bû ko kevokên spî ji valahiya xapînok ya kaxezên dîwarî derdiketin, baskên xwe li hev dixistin, dest bi firê û kêfê dikirin. Kevokan sermaya qefesê û aloziyên tenhayiyê li paş xwe ve hiştin, bi dûr ketin, ber bi asoyên nenas ve çûn. Dengê bask û perîkên wan bi hêsanî gihîştin guhên min.
Ez bêtir keniyam û keniyam.
-------------------------
© Nivîskar, Nûdem û Nefel |