CIZÎRA BOTAN, 2/11 2014 — Ez wek mirovekî ko bûyî şahidê jiyana beriya niho nîv-sedsalekê dikarim vêya bibêjim ko dema ez wê jiyana berê bi xeyalî tînim, datînim li ber ya îro, bi rastî ji gelek aliyan ve ez rastî cudayiyan têm.
Jiyana îro her çiqas bi derfetên xwe yên zêde yên teknolojiyê hinek rehetî ji mirovan re anibe jî, lê gelek zewq û keyfa ko mirovên berê dijiyan jî ji holê rakiriye. Bi gotineke dî ko mirov keyf û xweşiya ko di jiyana berê de bû deyne şkevikeka şihînê û li ber ya îro deyne, bawer im ya berê dê dakeve jêr û ya îro wê rabe jor.
Zemanê berê her demekê, her mehekê, her demsalekê kar û mijûlayiyên wê yên taybet ên bi wê demê ve giradayî hebûn. Ji ber wê çendê mirov bi awayekî rehet dikarî ji dema ko têde bûn zanibûna ka wê ji wan re çi kar û mijûlayî hebe; her wiha ji kar û mijûlayên ko dihat kirin jî zanibûya ka mirov di çi demsalê, heta di çi meh û rojê de ye. Kar û mijûlayî bi demê re di heman rêzê de dimeşiyan.
Yek ji wan çanda windabûyî jî çanda savarkelandin û daniyan bû, ko mijara vê nîvasa me ye. Xelkê hêj serê demsala pehîzê amadeyiya sala pêşiya xwe, taybet amadeyiya sê heyvên zivistana reş û dirêj dikirin, ko jê rê qût dihate gotin. Di demsala pehîzê de gotina ko herî zêde di nav gel de dihat bi kar anîn gotina “qût”ê bû. Qût hir ve, qût wê ve. Her wiha di nava xwarinên wê demê de savar û gotin di cî de be birayên savarê (danhûrik, babnelbalik, hûrikê kutlikan ango xizêxizê) cîheke girîng ê wan hebû. Ji ber wê çendê gelek girîngî didan savarê.
Bi giştî meha êlûnê (rêzenan) wek meha kelandina savarê dihat zanîn. Her çiqas ew kesên ko di amadekirina qûtî de leza wan heyî di meha Gelawêjê de dest bi kelandina savarê dikirin jî lê fikra piraniyê li ser meha Êlûnê bû. Heta di der barê çêtiriya savarkelandina meha Êlûnê de û neçêtiriya meha Gelawêjê de gotineke pêşiyan jî heye:
Savarê êlûnê, jê tê bêhna hêrûnê
Savarê tebaxê, jê tê bêhna axê.
Her malbatekê li gorî rewşa xwe ya aborî û mêr û mêhvanên ko ji wan re dihatin savar dikelandin. Hinan du, sê, pênc elb genim ji savarî re vediqetandin; bes hin malên mezin hebûn ko hejmara elban digihandin sih û çilê jî. Her kesî bi zadebûna elbên xwe pesnê xwe didan. Yekî digot, wî pênc elb genim kirine savar; yê dî digot bîst, yê dî sih… Di vê mijarê de pêkeninek jî heye, ez dixwazim wê jî bêjim:
Yek gundî der barê hejmara elbên ko kirine savar de pesnê xwe dida:
— Ezbenî me û mala axê me dused û du elb genim kirine savar.
Tu nabêjî dused yên mala axê ne, dudo jî yên wî ne. Ji ber ko yên wî hindik bûn, şerm dikir gotiba yê wî du elb in, ji ber wê çendê xwe wek hevbeşê mala axê nîşan dide. Heçko nîvî yên wî, nîvê dî jî yê mala axê
Kelandina savarê û danî
Savar di kolanan de dihat kelandin. Tifikên/kuçikên tirtirrê amade dikirin. Qaqibên/sîtilên gelek mezin ên duçembil milê wan didan hev û li ser êgir rêz dikirin. Di bin de jî agirek ecêp. Ew aqirê gur ji herdu aliyan ve serê xwe ji bin wan sîtilan derdixist û êrîşî wan mirovan li ber de bûn dikir. Ji ber ko demsal jî ber bi zivistanê ve diçû, hêdî hêdî têhna agir jî li mirovî xweş dihat. Heçku gotina pêşiyên kurdan a:
“agir bab e, nabêje rabe”
li wir tecelî dikir.
Carînan li sê-çar derên muxtelif ên gund savar dihat kelandin. Dema genim hinkê dipijiya bêhnê wê, ango bêhna savarê kelandî li ser gund diket. Haya xelkê jê çêdibû ka li kuderê savar tê kelandin. Wê demê keyf û zewqê dest pê dikir. Ji ber ko êdî ew genimê ko di wan sîtilan de hatî kelandin bibûn “danî.” Danî û dan ji hev cuda ne. Dema genim di cohnî de were qutan dibe dan. Lê danî dema genim di sîtilan de hat kelandin û baş pijiya ew bû danî. Bi gotineke din “danî” ew savarê terr ê nehatî hêranê ye.
Ji savarkelandinê re û çêkirina danîyan re herî zêde kêfa zarokan jê re dihat. Çavên zarokan li pijandina daniyan bû. Hema dihatin, diçûn, dipirsîn ka danî çêbûne an na. Firaxên wan di destên wan de bûn û li ber sîtilan rêz dibûn. Gotinokên wan jî hebûn.
Gomîd gomîne,
Danî çêbîne,
Zarok birçîne.
Ew jinika ko li ber qaqiban rawestiyayî hem bi wê çerxetîna (*) di destê xwe de danî tevdida, hem bere jî rondikên çavê xwe yên ko ji dû û dûxelana êgirî şewitî paqij dikir. Digel wê çendê tejî çerxetînê dikir û li ser zarokan belav dikir. Nedana daniyan a bo zarokan gelek şerm bû, ji ber wê çendê kesî xwe jê venedida û zarok jê bêpar nedikirin. Heta, dema biryar didan ka wê çend elb genim bikirana savar, hingê hesaba zarok û daniyan jî dikirin û nîvelb yan jî elbek sirf ji wê re hesab dikirin.
Zarokan ew danî dianîn malê, xwê lê dikirin û bi kemalê afîyetê dixwarin. Hinekan jî pê gûzan dixwarin. Her çiqas nav bi zarokan ve dima, ango yên diçûn danî dixwestin zarok bûn, lê carînan yên ji bo xestinê ew dişandin kesên mezin bûn. Yanê mezinan şerm dikirin ko çûbûna, dabî bixwestana, zarok dişandin.
Belê çêroka savarkelandinê û daniyên holê bû. Lê dema me ya îro ji ber ko savar bi awayekî hêrayî û hazir tê ber mala me, em, nexasim zarokên me ji wê keyfa savarkelandinê û ji wê tama xweş a daniyên bêpar mane. Bi gotineke dî ew zarokên ko zewqa ji wan daniyan standî zarokên vê demê li ber tv-yan, ji fîlmên kartonê nastînin.
Piştî kelandina savarî îca dor digiha hêrandina wê. Ji xwe ew hê xweştir û bicoştir bû. Ji ber ko di ber hêranê re keç û xortan stran û beste û li hev vedigerandin. Lê ew mijara nivîseke dî ye
(*) Çerxetîn heskûya mezin a ji bafonî çêbûyî bû ko di savarkelandinê de dihat bi kar anîn. |